Kurdistan, ji bona ku welatekî parvekirî û dagirtî ye, bi sedsalan e ku di bin xeterî û êrîşên mezin de ye.

Neteweya me ya kurd jî di bin zulim û zordariyeke mezin de ye. Ji dervayî Başûrê Kurdistanê neteweya me ji hemû mafên xwe yên neteweyî bêpar e.

Dema ku mafên xwe jî daxwaz dike, ji bona azadî û rizgariya xwe jî têkoşîn dimeşîne, li hemberî xwe dewletekê ne, çar dewletên kolonytalîst (Tirkiye, Sûriyeyê, Îranê, Iraqê) dibîne.

Çar dewletên kolonyalîst ji bona ku pêşketina neteweyî ya li her beşeke Kurdistanê li dijî xwe û li dijî berjewendiya xwe yên kolonyalîst dibînin, li hemberî neteweya me kurd, li dijî têkoşîna wan ya neteweyî û serxwebûnê dibin yek, êriş dikin û operasyonên leşkerî li dar dixin.

Dewletên kolonyalîst, loma bi hev re û bi piştgiriya dewletên emperyalîst li dijî serhildanên neteweyî yên li her çar parçayên Kurdistanê bûn yek, bi riyeke qetlîamê ew serhildan temirandin. Serok û şervanên serhildanê kûştin û îdam kirin.

Dewletên kolonyalîst, loma bi piştgiriya dewletên emperyalîst û sosyalîst bi hev re dewleta Kurdistanê ya Mehabadê xera kirin û serokên dewletê îdam kirin.

Dewletên kolonyalıst loma bi piştgiriya Emerîkayê û Yekîtiya Sovyetan Otonomiya Kurdistanê ya encama Şoreşa Milî ya Îlonê hatibû ava kirin, bi Peymana Cezayîrê di sala 1975an de hat xera kirin.

Desthilatdarî û serweriya neteweya me ya kurd ji holê hat rakirin.

Li Başûrê Kurdistanê di 17ê Ilona 2017an de encama referandûma serxwebûna Kurdistanê, biryara dewleta serbixwe hat pejirandin.  Dewletên dagirker ji bona ku pêşiya vê projeyê û pêvajoyê bigrin, di 16ê Cotmehê de bi hev re tevgeriyan; Kerkûk û gelek bajarokên Kurdistanê îşgal kirin.

Li Kerkuk û wan bajerokan siyaseta erebkirinê dest pê kirin, dixwazin ku neteweya kurd tune bikin. Ew pêvajoya hîn jî dom dike.

Li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê di 35 salên dawî de her dem operasyonên dewletên dagirker hene. Lewra dewletên dagirker û kolonyalîst xwestin ku pêşiya federalbûna Iraqê û federebûna Başûrê Kurdistanê bigrin. Li hemû beşên din jî, pêşiya tevgera azadî û serxwebûna kurdistanb bigrin operasyonan dikin.

Bi taybetî jî piştî ku PKKê dest bi şerê çekdarî kir û li Başûrê Kurdistanê jî cîwar bû, dewleta kolonyalîst ya Tirk dest bi operasyonan kir. Ew operasyonan nûha jî dom dikin. Operasyona li dijî Şengalê, Maxmûrê, Qendîlê berdewamiya ev operasyona Dewleta Tirk e.

Taybetiya operasyona Qendîlê û pêwendiya wê ya bi dagirtina Efrînê re

Dewleta Tirk, ji bona ku PKKê li wan deran cîwar bûye; hikûmeta û desthilatdariya Iraqê û Kurdistanê ev pirsa çareser nekirin, ev operasyona dom dike.

Ev operasyona hat qonexeke xeter. Hîç şik tune ku PKKê li Başûrê Kurdistanê jî, ji bona neteweya kurd, ji bona dewleta federe ya Kurdistanê, hemû partî û serokên Kurdistanê jî xeter in.

Ev xeteriya PKKê li beşên din û bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê jî heye.

Dewleta Tirk, PKKê kir hecet û sedem, çû Efrîn îşgal kir.

PKKê li nav bajêr jî li ber xwe neda.

Ev jî bû sedem ku li ser îşgala Efrînê şik çê bibin. Hat diyar kirin ku ev operasyona dewleta Tirk bi piştgiriya Ocalan dest pê kiriye û encam girtiye.

Diyar e ku ev operasyona li Menbîcê jî bi peymaneke didomîne.

Ev operasyona nû ya li dijî Qendîlê bi morala dagirkirina Efrînê didomîne.

Hîç şik tune ye ku beşek ji wê operasyonê ye. Lewra dewleta Tirk dema ku Efrîn îşgal kir got ku PKKê li ku be, emê biçin wir bigrin.

Loma ev operasyona van rojên dawî li dijî Qendîlê xwediyê wateyeke din e û encama vê operasyonê, ji operasyonê rojên bûhurî ferqtir xuya dike. Diyar e ku ev operasyona ji bona encamgirtinê tê meşandin.

Dewleta Tirk, vê operasyonê bi derfet û teknolojiyeke nû dimeşîne, loma encama vê operasyonê cûda û serkeftî xuya dike.

Dewleta Tirk, berê dema li dijî Qendîlê operasyon didomand, ji Yekîtiya Ewrûpyaê û ji Emerîkayê tepkî û reeaksîyonek mezin digirt. Di ev operasyona dawî de ev yeka tune ye. Her kes bê deng e.

Hikûmeta Iraqê jî deng dernaxe.

Dewleta Tirk 30 kîlometreyî ketiya nav axa Kurdistanê û dewleta federal ya Iraqê, deng û reaksîyon tune ye.

Dewleta Tirk, berê dema dewletên  Rojava û Emerîkayê tepkî nîşan dida, ji bona ku teknolojiya wan bir kar tîna, mecbûr dibû ku dev ji operasyonê berde. Nûha Dewleta Tirk  xwediyê teknolojiya xwe ye, bi vê teknolojiyê operasyonê dom dike û loma jî paşve venagere.

Di vê operasyonê de piştgirî û lihevkirineke hûndir jî heye. Ez di wê baweriyê de me ku Ocalan jî ji vê operasyonê re piştgir e.

Operasyona Qendîlê ya van rojên dawî nîşan dide ku dewleta Tirk dê li beşek axa Kurdistanê heta qonaxekê dagirker û mayîn be.

Tehdîda PKKê

PKKê piştî operasyona nû ya Qendîlê û îşgala Başûrê Kurdistanê, desthilatdarî û serokên Dewlete Federe Ya Kurdistanbê tewambar dike û tehdît dike. Dibêje ku “desthilatdariya Başûrê Kurdistanê rê û îzin daye Dewleta Tirk ku operasyonê li dar bixe.”

Vekerî ez dibêjim ku PKKê him sucdar, him jî xwe heq û hêz nîşan dide. Ew ku bi deh salan e ku diber sedem ku Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê operasyonan li dar dixe.

Ew sedem e ku Şengal di bin dewletên dagirkeriya dewletên koolonyalîst de ye. Ew jî ji dewletên kolonyalîst re leşkerî û parastinê dike.

PKKê ji îşgala Kerkukê re alîkarî kir.

PKKê sedem ku Efrîn hat îşgal kirin.

Loma divê PKKê beriya ku tehdîda li desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bike, hesab ji xwe bipirse. Lewra bi piştgiriya serokên wan Ocalnî operasyona Qendîlê hat bi dar xistin. We jî Qendîl vala kir.

PKKê projeyeke wusa ku ji bona ku Dewletên Kolonyalîst jinûve kolonyalîzma xwe li Kurdistanê ava bikin û realîze bikin, PKKê pêşengî dike.

Divê PKKê bi lezûbez ji hemû beşên Kurdistanê derkeve. Endam û alîgişrên wê yên kurd divê ji PKKê hesab bipirsin.

Eleqeya operasyona Qendîlê û hilbijartinên li Tirkiyeyê

Eleqeya operasyona Qendîlê û hilbijartinên Tirkiyeyê jî hene.

Hikûmeta AK Partiyê ji bona ku di hilbijartinê de encameke baş û xûrt bigre;  desthilatdariya xwe bidomîne, dixwaze ku Qendîl bigre û îşgal bike. Li QendîLê bingeheke leşkerî ava bike.

Min jî berê di telewîzyona Kurdistanê de û di gelek nivîs û axivtinên xwe de diyar kir ku dema Hikûmeta Ak Partiyê li Qendîlê serkeftî be, di hilbijartinê de denklem tê gûhertin.

Hesabên nû yên li berjewqendiya Ak Partiyê û Tifaqa Cumhur tên rojevê.

Ew hesab û derfetên nû dê çi bibin? Em li wan binêrin.

Qendîl ji bona raya giştî ya Tirk gelek girîng e û heta dikarim bibêjim qelaya tirsê ye.

Dema Qendîl bê girtin û bê îşgal kirin, wê demê Serokkomar dibe qehreman.

Ew jî ji bona wî tehwîlî dengan dibe.

Dema ku Qendîl bikeve, moral û hêviya Apoyan jî dişikê. Ew jî dibe sedem ku PKK/HDP dengên xwe kêm bike.

Dema ku Qendîl bikeve û bê îşgal kirin, “Tifaqa Milet” gelek bi hêsanî wek îro nikare ji PKK/HDPê re piştgir be. Azadiya S. Demîrta bixwazin. Wê demê gelê tirk dê wan ceza bike. Dê bibêje ku “hûn pitgirê terorê û PKKê ne”.

Dema ku Qendîl bê girtin û îşgal kirin, dengên nijadaperestên tirk yên biçin “Partiya Baş”, dê vegerin  mala xwe ya MHPê.

Wê demê CHPê nikare dengên emanet bide HDPê.

Ew jî dibe sedem ku HDP di bin bendavê de bimîne. Ew jî di hilbijartina Serokkomarî û meclîsê de serkeftina “Tifaqa Serokkomarî” dibe.

Îflasa hiqûqa navneteweyî

Di demên berê de dema ji hiqûqa navneteweyî qal dibû, wateyeke wê û qiymeteke wê hebû. Lewra kêm û zêde xwediyê hiqûqa navneteweyî dewlet û platform û tifaqên navneteweyî yên ji hiqûqa navneteweyî re xwedî derdiketin hebûn.

Di van salên dawî guhertineke radiqal di vê pirsê de çêbû.

Qiymeta hiqûqa navneteweyî nema.

Li her derekê dewletan  ji bona xwe hiqûqek çêkiriye. Ew hiqûq jî, hiqûqa berjewendiyê ye.

Loma li Rojhilata Navîn jî, qiymeta hiqûqa navneteweyî nemaye.

Hiqûq, li Rojhilata Navîn bûye zorbatî, operasyonên leşkerî, şerên wekaletê, dagirkerî.

Ji vê yekê jî zêdetir neteweya kurd û Kurdistan zerarê dibîne.

Lewra bes neteweya kurd li dinyayê xwediyê dewlet nîne. Loma jî her dewletek gelek bi hêsanî li neteweya kurd zûlmê dike. Welatên wan tarûmar dike.

Rewş ew be, li dinyayê li dijî operasyona leşkerî ya dewleta tirk, îşgala Kerkukê û Efrînê derketin dibe qewimandineke luks.

 (ibrahimguclu21@gmail.com)

Amed, 15. 06. 2018

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*