Îbrahîm Guçlu/ “Şoreşa Mîllî ya Gulanê”,  dewletbûna Kurdistanê amade kir

0
366

Li hemû beşên Kurdistanê tevgera rizgarî û serxwebûna Kurdistanê, him xwediyê dîrokeke dirêj û him jî xwediyê çîrokeke/macereyeke balkêş û xeter û trajîk e.

Li Başûrê Kurdistanê tevgera milî him rengîntir e; him jî domdar û encam girtiye.

Tevgera milî ya Kurdistanê, di sedsala 19an de dest pê kir. Di bin serokatiya Şêx Ûbeydullah Nehrî de ji bona ku dewleta milî ya kurd ava bibe serhildaneke watedar û fireh û civakî dest pê kir. Ew serhildana milî li hemberî împeratoriya Osmanî û Îranî bû. Lewra wê demê Kurdistan encama Peymana Qesra Şêrîn bibû dû parçeyan.

Piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn, Împeratoriya Osmanî hat hilweşandin. Encama Peymana Lozanê jî Kurdistan bû çar parçe. Kurdistan bû koloniyeke navneteweyî û ket bin bandor û dagirkeriya ça dewletan (Dewleta Tirk, Îran, Iraq, Sûriye).

Piştî ev parçebûna kurdistanê jî, li her çar parçeyên Kurdistanê serhildanên milî domandin. Lê her dem ev serhildanan bi hev re di nav pêwendiyeke welatî û miletî de bûn.

Mirov dema ku li dîroka Tevgera milî ya Başûrê Kurdistanê binêre, dibîne ku tevgera milî ya Başûrê Kurdistanê jî di nav zehmetiyan de meşiyaye.

Di Tevgera Milî ya Başûrê Kurdistanê de du qonaxê cûda hene.

Qonaxa yekemîn, di bin serokatiya Şêx Abdûselam Barzanî û malbata wî de, di bin seroktatiya Şêx Mehmud Berzencî de meşiya.

Di vê qonaxê de jî, serokatiyên miletê kurd, her dem statuya siyasî ya Kurdistanê û desthilatdariya miletê kurd û mafên milî yên kollektîf daxwaz kirin. Ji bona van tiştên pîroz serhildan pêk anîn û şerê milî domandin.

Di encama vê xebatê de jî miletê kurd statuyek qezenç kir. Şêx Abdûlselam Barzanî û Şêx Mehmûd Berzencî li Kurdistanê desthilatdar bûn.

Hezar mixabin, Şêx Abdûlkselam Barzanî, piştî ku têkçûn pêk hat, çû li Rojhelata Kurdistanê ciwar bû. Lê piştî demekê bi bêbextî hat girtin û hat îdam kirin. Şêx Abdûlkselam li pêş birayê xwe Mele Mistefa Barzanî hat îdam kirin. Mele Mistefa Barzanî wê demê hîn zarok e. Îdama Şêx Abdûlselam Barzanî li ser psikolojiya wî bandorek mezin çê dike. Mele Mistefa Barzanî wê demê biryar dide ku “ya dê beşdarî tevgera milî ya Kurdistanê nebe, an jî dema beşdarî tevgera milî bû, dê tu wext teslîmî dijminê miletê kurd nebe.”

Hîç şik tune ye ku îdama Şêx Abdûlselam Barzanî, him ji bona tevgera Kurdistanê û him jî ji bona barzaniyan bû darbeyeke mezin.

Şêx Mehmûd Berzencî, melîkitiya xwe îlan kiribû. Lê hezar mixabin ew melîkitiya Şêx Mehmûd dirêj neajot. Şêx Mehmûd Berzencî jî, sirgûnî Hîndîstanê bû.

Qonaxa duyemîn, dema piştî damezrandina Dewleta Mehabada ya Kurdistanê û Partiya Demokrat ya Kurdistanê Iraqê (PDK a Iraqê) ye. PDK a Iraqê di sala 1946an de ava bû. Serokê partiyê jî Hemze Ebdûllah bû. Tevgera milî ya Başûrê Kurdistanê, piştî ku PDK a Iraqê ava bû, di bin serokatiya partiyê de meşiya.

Lê heta ku Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê vegerin, Tevgera Başûrê Kurdistanê, xebata xwe bê çek û bê şer domand.

Lê wê xebatê di sala 1958an de encam girt. Li Iraqê piştî ku darbeya leşkerî çêbû, hikûmeta merkezî ya nû biryar da ku makezagoneke nû çê bike. Di vê makezagonê de hebûna miletê kurd bipejirîne, mafê desthilatdarî û serwerî ya miletê kurd qebûl bike.

Loma jî Hikûmeta Merkezî ya Iraqê biryar da ku Serok Mele Mistefa Barzanî vegere Iraqê û Kurdistanê.

Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî jî,  ew daxwaza Hikûmeta Merkezî ya Iraqê bi erêkirina serokatiya PDK a Iraqê ve qebûl kir. Biryar da ku vegere Kurdistanê. Beriya ku vegere Kurdistanê û Iraqê, çû serdaniya Misirê. Misirê qiymetek mezin û pêşwaziyeke taybet ji Serok Melel Mistefa Barzanî û hevalên wî re kir.

Dema ku Serok Mele Mistefa Barzanî vegeriya Iraqê û Kurdistanê gelek bûyerên hêja û dîrokî qewimiyan.

Yekemîn encam ew bû ku piştî ku Serok Mele Mistefa Barzanî vegeriya Iraqê û Kurdistanê; li hemû beşên Kurdistanê kelecaniyek û şiûreke milî qewimî. Li hemû parçeyên Kurdistanê, xebata milî pêşketin  û daxwazên milî bilind bûn, taybetiyeke zelal û vekirî qezenç kirin. Rêxistinbûna milî xûrttir bû.

Duyemîn encam, li Iraqê û li Kurdistanê pêk hat. Li Iraqê makezagoneke hevbeş/mişterek hat amade kirin û hat pejirandin. Di makezagona nû de gelek aşkere diyar dibû ku İraq ji du miletan (Miletê kurd û Ereb) pêk tê û li Iraqê du ziman (kurdÎ û erebî) dê bibin zimanên fermî û perwerdeyî.

Miletê kurd bi miletê ereb re dê bibe şerîkê desthilatdariyê. Bi hev re Iraqê birêvebibin. Li Kurdistanê jî desthilatdariyek otonom ava bibe.

PDK a Iraqê, bi awayekî legal/yasayî dest bi xebatê kir. Li Baxdayê Kongreya PDK a Iraqê hat li dar xistin.

Dewleta Iraqê ji bona ku gor Makezagona nû ji nûve ava bibe, li Kurdistanê statuyeke azad û otonom ava bibe, xebatê dest pê kir.

Ev qewinamdinan ji bona miletê Kurd, Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, ji bona PDK a Iraqê kêfxweşî û serkeftineke mezin bû.

Hezar mixabin vê kêfxweşî û bihara kurdan dirêj neajot. Hikûmeta Merkezî ya Iraqê û nîjadperestên ereban, ji bona ku makezagon nekeve jiyanê hewil dan. Dema ku serokatiya kurdan, PDK a Iraqê û Serok Mele Mistefa Barzanî ev helwesta ne dirûst dîtin, biryar dan ku vegerin Kurdistanê. Ev biryara xwe jî di demek bilez de pêk anîn.

Diyar bû ku di navbeyna Hikûmeta Merkezî ya kolonyalîst û miletê kurd de dê şerê derkeve. Loma jî kurdan gor vê rewşê amadekariya xwe kirin.

Demek dirêj derbas  nebû, hikûmeta merkezî êrişî Kurdistanê kir. Li Kurdistanê jî di bin serokatiya PDK a Iraqê û serok Mele Mistefa Barzanî de “Şoreşa Milî ya Îlonê”  di sala 1961an de dest pê kir.

“Şoreşa Milî ya Îlonê” berdewamiya Şoreşa Milî ya Abdûlselam Barzanî û Şêx Mehmûd Berzencî û Komara Kurdistanê ya Mehabadê bû.

Bi moreleke bilind şoreşê dest pê kir. Di demek kurt de li hemberî dewleta kolonyalîst mewziyên mezin qezenç kir.

Hezar mixabin di sala 1966an de di nav PDK a Iraqê de veqetandineke gelek cidî û xurt pêk hat. Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî û hevalên wan ji partiyê veqetiyan. Xerabtir pirsgirêk ew bû ku li dijî serokatiya Serok Mele Mistefa Barzanî jî bi hikûmeta merkezî re bûn yek û şer kirin.

Her çiqas îbrahîm Ehmed û hevalên wî,  bi Hikûmeta merkezî re bûn piştgir jî, Dewleta Kolonyalîst ya Iraqê jî di demeke kurt de fahm kir ku nikare zora    Şoreşa Milî ya Îlonê ya di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de tê meşandin, bibe.

Di hemandem de Yekîtiya Sovyetan jî li hemberî şerê milî û azadî ya miletê kurd piştgiriya Rejîma Baasê ya faşîst dikir.

Loma jî ji bona ku bi serokatiya şoreşa milî re lihevkirinekê bike, hewil da. Di 11ê Adar a 1970yî de mecbûr bû ku bi kurdan re peymanekê çê bike.

Di vê peymanê de statuya otonom ya Kurdistanê hat pejirandin. PDK a Iraqê li Kurdistanê bû desthilatdar û miletê kurd jî bû serwer.

Gor Peymana 1970yî jî biryar hat girtin ku statuya Kerkukê ku bi hikûmeta merkezî û an jî bi desthilatdariya Kurdistanê re bê girêdan, dê bi plebîsîtê bê diyar kir.

Plebîsît jî, divê di 4 salan de encam bigre.

Hikûmeta Merkezî jî hevbeş bê ava kirin.

Otonomî ava bû û hikûmeta hevbeş jî ava bû.

Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî ji nûve beşdarî PDK a Iraqê bûn. Lewra ji bona wan derfetên din nebûn.

Hezar mixabin, ji bona ku beşa ereb ya hikûmeta merkezî nedixwest ku li Kerkukê plebîsît çê bibe û gel raya xwe bi awayekî demokratîk diyar bike; gelek plânên qirêj dixwest jiyanê..

Erebên nîjadperest, wek hikûmeta Malîkî, ji bona pêşiya plebîsîta Kerkukê bê girtin; provakasyon çê kirin û li hemberî Serok Mele Mistefa Barzanî suîkast amade kirin.

Mijara Kerkukê ji bona ku çareser nebe ku rejîma Baasê baş dizanî ku dema plebîsît pêk bê Kerkuk dê bi desthilatdariya Otonomiya Kurdistanê re bê girêdan, li hemberî desthilatdariya Kurdisstanê şer îlan kir.

Serok Mele Mistefa Barzanî jî, ji bona ku Kerkuk, dilê û qelbê Kurdistanê; paşeroja Kurdistanê dizanî û qebûl dikir, di mijara Kerkukê de tawîz neda rejîma Baasê.

Di sala 1974an de şer dest pê kir. Dema şer dest pê kir li Bakûrê Kurdistanê ez jî di nav de bi sedan kurdperwerên Kurdistanê di Doza DDKO û Partiyên Demokrat a Kurdistanê de di hepsa leşkerî ya Diyarbekîrê de bûn.

Şer gelek dijwar bû. Yekîtiya Sovyetê dîsa jî li ser navê sosyalîzmê piştgiriya Rejîma Faşîst ya Baasê dikir. Him jî bi xurtî dikir.

Piraniya sosyalîstên Kurdistanê yê hemû beşan jî hezar mixabin piştgiriya Rejîma Baasê dikirin ku ev rejîma faşîst sosyalîst û hevalbendê Yekîtiya Sovyetê ye. Bes beşekî biçûk sosyalîstên Kurdistanê (ez jî di nav de), me piştgiriya desthiltardariya Kurdistanê û Serok Mele Mistefa Barzanî kir.

Piştgirê Serok Mele Mistefa Barzanî û miletê kurd jî, hezar mixabin dewleta kolonyalîst ya Îranê bû. Bi wan jî bawerî kirin, zehmet bû. Di encamê de jî wûsa bû.

Bi riya Îranê jî bi awayekî gelek qels Emerîkayê ji miletê Kurd û Mele Mistefa Barzanî re piştgirî dikir.

Hezar mixabin şer salekê domand. Îranê ji desthilatdariya Kurdistanê û Serok Barzanî re diyar kir ku piştgirî nakin. Wê demê Emerîkayê jî piştgiriya xwe ji desthilatdariya Kurdistanê kişand.

Serok Melle Mistefa Barzanî ji bona ku miletê kurd ji çar aliyan de hatibû pêçandin û qetlîamek nebe biryar da ku şer rawestîne û dev ji çekan berde.

Di navbeyna Îran û Iraqê de Peymana Cezayîrê çêbû. Dewleta Tirk û Sûriyeyê jî ji peymanê re piştgiriyeke gelek xûrt nîşan dan. Lewra ew jî li dijî otonombûna Kurdistanê bûn. Ji serî de jî ji Baasê daxwaz kiribûn ku Peymana 1970yî bi kurdan re çê neke.

Lewra wan jî baş dizanî ku li Başûrê Kurdistnê otonomî, dê ji beşên din yên Kurdistanê re jî bibe model.

Peymana Cezayîrêê  bû sedem ku Otonomiya Kurdistanê ya di qapesîteya dewletê de bê xerakirin. Serokatiya Kurdistanê mecbûr bibe ku li Îranê û li welatên din bi cî war bibe. Bibe penaber û perîşan bibe.

Ev yeka li hemû beşên Kurdistanê ji bona miletê kurd bû trajediyeke mezin. Hemû kurd gelek bê hêvî û xemgîn bûn. Li mala her kurdekî  taziyê saz bû.

Lêbelê di nav bê hêviyê de hêviyek hebû ku Serok Barzanî û malbata Barzaniyan dê dîsa rabin ser piya û miletê kurd û mafên wan re xwedî derkevin.

Lewra Serok Mele Mistefa Barzanî, li Başûrê Kurdistanê, ji gelê me û ji pêşmergeyan re gotibû ku “her tiştek neqediyaye. Li dinyayê û li herêma û li Kurdistanê di 6 mehan de dê gelek qewimandinên nû û bi hêvî dikarin çê bibin”.

Tiştên mirov û kurdperwer hîn zêdetir xemgîn dikir ew bû ku beşek kurdan û rêxistinên Kurdistanê di wan şertên dijwar û zehmet de êrişî Serok Mele Mistefa Barzanî û PDK a Iraqê dikirin. Heta dijminitî dikirin. Ev êrişan kurdan, ji êrişa dijmin zêdetir zerar dida doza miletê kurd û kurd xemgîn dikirin.

Di demeke kurt de ew gotina Serok Mele Mistefa Barzanî rast derket. Partiya Demokrat ya Kurdistanê (Qiyade Mûweqqet) ava bû. Dest bi xebata azadî û rizgariya Kurdistanê kir.

Ji vê xebatê re Mesûd Barzanî, Îdrîs Barzanî, Samî Rehman û gelek mirovên din yên doza miletê kurd, jê re pêşengî dikir.

Ev bûyerê jî di nav miletê kurd de û li hemû beşên Kurdistanê hêviyeke mezin çêkir. Dema ku 26ê Gulanê de Şoreşa Milî ya Kurdistanê dest pê kir, miletê kurd ji nûve bû xwediyê ruhekî milî û zindî bû; hêviya wanî bilind bû.

Hîç şik tune bû ku “Şoreşa Milî Ya Gulanê”, berdewama “Şoreşa Milî ya Îlonê” bû.

Şoreşa Milî ya îlona bi serkeftinê encam dabû. Kurd, di baweriyê de bûn ku Şoreşa Milî ya Gulanê jî dê encam bide.

Piştî ku Şoreşa Milî ya Gulan dest pê kir, li Başûrê Kurdistanê di bin serokatiya Celal Talabanî de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNKê) ava bû. Her kurdek li bendê bû ku ew ji bona tevgera milî ya Kurdistanê bibe qeweteke din ya hêja. Hezar mixabin, avabûna YNKê bû sedem ku di navbeyna Giyasde Mûweqqet û YNKê şer çê bibe.

Lera hîn li Başûrê Kurdistan çandeke demokratîk ya plural çê nebibû.

Lê dîsa jî herdu partiyên Başûrê Kurdistanê li hemberî rejîma faşıst ya Baasê gelek herêm, çiya, gund, zozan rizgar kirin. Li wan herêman desthilatdar bûn. Desthilatdariya Derwleta Kolonyalîst ya Iraqê li Kurdistanê sînor kirin.

Dem hat ew du rêxistinên bi hev re şer dikin, eniyeke milî ava kirin. Di vê merheleyê de hîn zêdetir zor dan rejim a Baasê. Desthilatdariya wan tengtir kirin.

Lê hezar mixabin di sala 1983an de dema YNKê yek alî bi Rejîma Baasê re biryar da ku li hev bikin û desthilatdariya Kurdistanê bigrin destê xwe, wê demê tevgera milî ya Kurdistanê zerarek mezin dît. YNKê ji bona ku xwe îspat bike, li hemberî PDKê û Partiya Komunîst ya Iraqê şer kir, gelek pêşmergê û kadroyên serokatiyan hatin kûştin.

“Şoreşa Milî ya Gulanê” gelek dijwar derbas bû. Dem dem hat ber qedandinê û lê dîsa rabû ser piya. Vê yekê heta Şerê Yekemın yê Kendavê (Korfezê) domand.

Piştî Şerê Kendavê, bi piştgiriyta Emerîka û hevalbendên Emerîkayê yên rojava û Turgut Ozal “Herêma Azad ya Kurdistanê” ava bû. PDKê û YNKê li vê herême bi hev re bûn desthilatdar.

Biryar dan ku dewleta federal ya Iraqê ava bibe.

Meclîsa Kurdistanê ava kirin. Meclîsê jî ev biryara erê kir.

Piştî Şerê 2emîn yê Korfezê ku Rejîma Baasê û Seddam têk çû, li Iraqê dewleta federal encama referanduma makezagonê (2005) ava bû.

Li Kurdistanê jî dewleta federe ava bû.

Ev avayiya Kurdistanê hîç şik tune bû ku encama Şoreşa ilî ya Gulanêê bû..

Nûha jî ji bona dewleta serbixwe di bin serokatiya Serokê Kurdistanê de ku ew yek ji serokatiya Şoreşa Milî ya Gulanê bû, dewleta serbixwe ya Kurdistanê ava dibe.

Loma divê Şoreşa Milî ya Gulanê li miletê kurd û kurdperweran pîroz be.

Divê kurd tu wextekê Şoreşa Milî ya Gulnaê bîra nekin. Her dem di aqil û bîra xwe de bi cî bikin.

Amed, 29ê Gulana 2017

(ibrahimguclu21@gmail.com)

 

 

 

 

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*