Beriya 94 salan Şêx Seîd Efendî û Hevalên wî yên şervan, ji aliyê dewleta kolonyalîst a Kemalîst ve bi awayekî bêhiqûqî hatin darizandin û bi lezûbez hatin îdam kirin.

Şêx Seîd Eefendî û hevalên wî, ji bona ku Kurdistaneke serbixwe û azad kiribûn armanc, li dijî siyaseta kolonyalîst ya dewleta tirk serhildabûn. Ji bona ku xesipkirina mafên milî yên kurd nepejirandin, li dijî înkarkirin û tunekirina neteweya kurd derketin, hatin îdam kirin. Dema ku serhildana milî ya sala 1925an dest pê kir, Şêx Seîd Efendî wek serokekı milî yê Kurdistanê hat qebûl kirin.

Piştî îdama Şêx Seîd Efendî û hevalên wî, di derbarê qerektera şaxsiyeta wan û tevgera wan de niqaşe dest pê kirin.

Dewleta Tirk û parazvanên dewleta Tirk, aqademîsyên û nivîskarên Tirk nerîna fermî ya dewletê çê kirin. Ji gel re gotin ku “Şêx Seîd Efendî û hevalên wan ji bona dewleta “Kurdistanê ava bikin serhildan çêkirin”. Ji biyanî û ji cemaata navneteweyî re gotin ku “Şêx Seîd Efendî û hevalên wan ji bona ku kevneperest bûn, dixwestin ku li Tirkiyeyê şerîata îslamî wek rêjîm ava bikin, dewleta laîk û pêşverû ji holê rakin û komarê têk bibin,  serhildan pêk anîn. Loma jî me jî wek dewlet ew bi awayekî leşkerî ev serhildana temirand.”

PKKê û îslamiyên kurd jî ev nêrîna dewleta kolonyalîst ya Tirk bi awayekî din parastin. Îslamiyên kurd bawermendiya Şêx Seîd Efendî û hevalên wî îstîsmar kirin.

Kurdên milî, Kurdên ku serxebûna û dewletbûna Kurdistanê diparêzin, li dijî van nêrînên şaş, nêrîka rastir yên dîrokî parastin.

Em nûha li wan nêrînan binêrin

Şêx Seîd Efendî yê Pîranî û hevalên wî yên şervan ji bo dewletbûn û serxwebûna Kurdistanê serhildan çêkirin

Gelê Kurd, di Împeratoriya Osmanî de xwediyê statuyeke siyasî bû. Dema ku Împeratoriya Osmanî di Şerê Cîhanî yê 2-emîn de wenda kir û bi peymana Mondrosê biryara leşker belavkirinê hat dayîn, bi Peymana Sevrê jî avakirina Kurdistanê û Ermenîstanê bû biryar.

Hezar mixabin bi Peymana Lozanê, Peymana Sevrê ji holê rabû û gelê kurd bê statu bû. Her çiqas di avakirina Komara Tirkiyeyê de berpirsiyarên dewletê piştgiriya berpirsiyarên gelê kurd girtibûn û soz dabûn ku statuya Kurdistanê jinûve tespît bikin û mafên gelê kurd nas bikin jî, piştî ku Komara Tirkiyeyê xwe xurt dît û alîkariya hêzên navneteweyî û bi taybetî jî piştgiriya rojava û îngilîzan, Rusya ya Bolşewîk girt, hebûna neteweya kurd înkar kir.

Ji bona ku biryar hatibû dayîn ku dewleteke milî û unîter ava bibe, neteweya tirk jî tekamûl nekiribû û diviya bû ku neteweya tirk ava bibe. Loma biryar hat girtin ku neteweya kurd bibe tirk; ji bona vê jî siyaseta asîmîlasyonê û tunekirina miletê kurd hat pejirandin.

Ev helwest û siyaseta Komara Tirkiyeyê ji aliyê berpirsiyarên kurdan de nehat pejirandin. Ji bona vê berpirsiyarên Kurdan dest pê kirin ku rêxistinên Kurdistanî ava bikin.

Tê zanîn ku di destpêka sedsala 20-an de li Stenbolê gelek rêxistinên Kurdistanî ava bibûn û ew rêxistinan vekirî û legal bûn. Lê piştî demekê îttîhad-terakîciyan ev rêxistinan qedexe kirin û mifte li deriyê wan xistin.

Piştî ku Komara Tirkiyeyê ava bû, rêxistina bi navûdeng ya ku ava bûyî Komîteya Îstîklalê ya Kurdistanê (Azadî) bû. Serokê Rêxistina Azadiyê Xalid Begê Cibrî bû û bi xwe di orduya Komara Tirkiyeyê de mîralay bû.

Komara Tirkiyeyê demeke dirêj derbas nebû xebata Rêxistina Azadiyê tespît kir û serokên wê Xalid Beg û Yisuf Ziya Begê Bedlisî derdest kirin û li Bedlîsê hepis kirin.  Xalid Beg û Yisuf Ziya Beg bi lezûbez hatin mehkeme kirin û hatin îdam kirin.

Ev yekê pêşiya rêxistinîbûnê girt û dîsa bû sedem ku beriya wextê, zivistanê, di 13-ê Sibata 1925-an de encama provokasyoneke leşkerên tirk,  serhildana milî li Pîranê dest pê bike û li Kurdistanê belav bibe û hêzên kurd gelek desthilatdariyên bajaran bixin destê xwe.

Di 4-ê Adara 1925-an de Zagona Takrîrî Sukûnê hat pejirandin û piştî vê zagonê Dadgehên Îstîklalê yê Şerqê ava bûn.

Hezar mixabin piştî êrîşa hêzên dewletê. serokê tevgerê Şêx Seîd Efendiyê Pîranê li ser pir a Wertoyê encama planeke qirêj hat girtin.

Serokê Komeleya Tealî ya Kurd Seyîd Evdilkadir û 12 hevalên wî jî li Stenbolê hatin girtin û li Amedê dadgeh bûn û di 27-ê Gulana 1925-an de hatin îdam kirin.

Şêx Seîd Efendî û 47 hevalên xwe, ku piraniya van serokên olî şêx bûn, di Dadgeha Îstîklalê ya Şerqê de hatin mehkeme kirin û bi lezûbez di derheqê wan de ji derveyî hiqûqê biryara daleqandinê hat dayîn. Li hemberî biryarê îtîraz jî nehat pejirandin û Şêx Seîd Efendî û hevalên xwe di 28-ê Hezîrana 1925-an de li Amedê li ber Mizgefta  Mezin (Ulu Camiyê) hatin daleqandin û ew ketin nav şehîdên Kurdistanê.

***

Serîhildana milî ya kurd bi zor û terora dewletê hat şikandin. Li Kurdistanê qetlîameke mezin pêk hat û bi deh hezaran kes, jin û mêr,  hatin kuştin û hatin qirqirin.

Serok û têkoşerên tevgerê bi tevayî hatin kuştin û hatin ceza kirin.

Gund, bajerok, bajar hatin şewitandin, bi hezaran kes girêdayî Zagona Takrîrî Sukûnê hatin sirgun kirin.

Karbidestên Kurdistanê hatin şikandin, ji siyasetê hatin bi dûr xistin. Asîmîlekirina gelê kurd bi mekanîzmayên nû û xurt hat meşandin.

Desthilatdariya Kemalîst serîhildana milî ya kurd kir sedem, hemû pêşveçûn û mixalefeta demokratîk ji holê rakir.

Dema ku serîhildana milî ya kurd dest pê kir, li Tirkiyeyê ji derveyî partiya dewletê CHPê, Firqeya Komarî ya Terakkîperwer hatibû damezirandin. Desthilatdariya Kemalîst, ev partiya ji bona desthilatdariya xwe ya otorîter û totalîter xeter didît. Dema ku serîhildana milî ya kurd dest pê kir, desthilatdariya Kemalîst derfet dît ku vê partiyê tewanbar bike. Karbidestiya Kemalîst îddia kir ku Firqeya Komarî ya Terakkîperwerî jî bi awayekî daxîlı serîhildanê bûye û ji serîhildanê re bûye alîkar. Ev jî bû sedem ku partî bê qedexe kirin û mifte li deriyê wê bikeve.

Desthilatdariya Kemalîst serîhildana milî ya Kurd ji bona jiholêrakirina mixelafeta çep û sosyalîst jî kir sedem. Karbidestên Kemalîst him li Kurdistanê û him jî Li rojavayê Tirkiyeyê zilum û zordariya xwe bi plân û bi sîstem meşand.

***

Desthilatdariya Kemalîst, tevgera milî ya sala 1925-an, ji bona ku him xwediyê ruhê milî û him jî xwediyê ruhê olî bû, ji vê tevgerê gelek tirsiya.

Komara Tirkiyeyê piştî serîhildana milî ya sala 1925-an, xwe jinûve ava kir. Li Hemberî mixalefeta kurd ya milî tedbîrên gelek xurt û xeter girtin.

Ji bona ku civata kurd û desthilatdarên kurd teslîm bigre, projeyên gelek qirêj xist jîyanê. Li ser ew malbat û eşîret, şêx û begên beşdarî serîhildanê bûne, projeyên taybetî meşandin.

Ev pêvajoya di sala 1938-an de piştî şikestina serîhildana milî ya Dersîmê, karbidestên kurd bi tevayî teslîm girt, ji bona ku li Kurdistanê burjuwaziya milî ava nebe û pêş nekeve siyaset meşand.

Wek tê zanîn, dewletên milî bi pêşketina kapîtalîzmê derketine qeda dîrokê. Desthilatdariya Kemalîst ji bona ku ev yeka dizanî, ji  bona ku li Kurdistanê kapîtalîzm  pêş nekeve planên taybetî meşand, bi sinîf û tebeqeyên edetî yên dema feodalî re tîfaq pêk anî û jiyana wan dirêj kir.

***

Komara Tirkiyeyê, ji bona tevgera milî ya kurd ya sala 1925-an bişîkine û ne rewa îlan bike, îddia kir ku ev serîhildana ji aliyê Îngiltereyê de hatiye oraganîze kirin.  Ev îdia ne rast bû û heta nûha jî ji bona vê tu belgeyek nehatiyê diyar kirin.

Lewra wê demê Îngîltereyê li hemberî Rusya ya Bolşewîkan piştgiriya M. Kemal û hevalên wan dikir û Komara Tirkiyeyê jî projeya wan bû.

Li aliyê din jî baş tê zanîn ku serokatiya tevgera 1925-an ji aliyê teknikî de xwediyê derfet nebû, ku bi Îngiltereyê re danûstandin bike.

Serokatiya tevgerê xwestiyê ku bi Yekîtîya Sovyetan re danûstandin bike û ji bona vê ji Lenîn re nameyek jî hatiye nivîsandin, hezar mixabin Lenîn bersîva nameyê jî nedaye.

Rastiyeke din jî heye ku, heger tevgera milî ya sala 1925-an bi Îngiltereyê û bi dewletên din re jî danûstandin bikira û ji wan alîkarî bigirta, ev jî rewa û xwezayî bû.

Lewra tevgerên milî her demê bi dewletan re ji bona berjewendiya xwe danûstandin kirine.

***

Komara Tirkiyeyê îdia dike ku Şêx Seîd Efendî û hevalên wî suç kirine. Ji bona vê jî her xebateke di derbarê Tevgera 1925-an û bîranîna wan de hatiye kirin, pesinandina tewanê pejirandine û doz vekirine û ceza dane.  Ez jî di vê çarçeweyê de him hatime ceza kirin.

Tiştekî aşkere heye ku ev nerîna Komara Tirkiyeyê, encama karaktera wê ya kolonyalîst û siyaseta wê ya li dijî neteweya kurd e.

Şêx Seîd û hevalên wî serokên neteweya kurd in.  Wan ji bona ku neteweya kurd azad bibe û Kurdistan serbixwe bibe û gelê kurd qasî gelên din xwediyê maf be, têkoşîn meşandin û fedekarî kirin û canê xwe fêda kirin.

Ew di dilê neteweya kurd de dijîn.

Ew ji bona Komara Tirkiyeyê sedema tirsê ne.

Divê em ji wan re xwedî derkevin û li hemberî wan vatiniyên xwe pêk bînin.

Komara Tirkiyeyê çawa ku dixwaze neteweya kurd ji hemû hêjayiyên xwe dûr bixe, dixwazin ku ji serok û têkoşerên xwe jî dûr bixe.

Divê kurd ev siyaseta qirêj ya Komara Tirkiyeyê bibîne û nepejirîne.

Civîneke xerîb a îslamîyan û istismara bawermendîya Şêx Seîd Efendî û hevalên wî

Hevalên Hêja ez bi giramî Seroke Kurdistanê û Tevgera Milî ya Kurdistanê ya sala 1925an Şehîd Şêx Seîd Efendiyê Pîranî û hevalên wî yên pêşmerge û şervan bibîrtînim.

Dewleta Tirk ya Kolonyalîst laned û şermazar dikim.

Min agahdarî girt ku duho (28. 06. 2019) ji bona bîranîna Şehîde Kurdistanê Şěx Seîd Efendiyê Pîranê û hevalên wî du grubên Îslamî li ber Camiya Mezin ya Diyarbekîrê civînekê dê li dar bixin.

Min jî biryar da ku beşdarî civînê bibim.

Dema ku min daxuyaniya civînê guhdarî kir: Min dît ku eleqeya daxuyanî Tevgera Milî ya Kurdistanê ya 1925an tune ye.

Di heman dem de daxuyanî bi armanc û xebata Şěx Seîd Efendî û hevalên wî re jî xwediyê eleqeyekê nîne.

Wan got ku “Şêx Seîd Efendî û hevalên wî şehîdê Îslamê ne.”

Min wê demê bi dengekî bilind got ku “Ew şehîdên Kurdistanê ne.”

Piştî daxuyanî qediya wek îtiraz û rexneyekê min ji telewîzyonan re derheqê Şehîd Şêx Seîd Efendî û hevalên wî bîrûreyên xwe diyar kir.

Sipas ji Rûdawê re ku ew nerînên min pêşkêşî reya giştî kir.

Daxuyaniya îslamiyan tirkî bû.

Di dadgehê de jî gelek vekirî ye ku Şêx Seîd Efendî serokekî Kurdistanê û serhildana milî ya 1925an e. Wek tên zanîn di belgeyên daDgehê de  diyar dibe ku.ji bo ku Kurdistaneke serbixwe xwestiye, hatiye dadgehkirin. Lê ji xelkê re gotine ku ji ber ku ev li dijî olê ne hatine dadgehkirin. Gelek vekirî ye, mehkeme dibêje ku Şêx Seîd û hevalên wî li dijî ol û îslamiyetê ne. Ji cîhanê re jî gotine ku ev îslamî ne, ne pêşverû ne, lê di dadgehê de diyar e, ev ji bo daxwaza Kurdistaneke serbixwe hatine darizandin.

Divê ku îslamiyên kurd bawermendiya ŞêxSeîd Efendî û hevalêmn wan îstismar nekin.

Mesele Kurd û Kurdistanê mesela hemû çîn û tebeqeyên neteweya kurd e. Şêx Seîd Efendî û hevalên wî jî, ji Tevgera Milî ya Kurdistanê re serokatî û berpirsiayarî kirin.

Amed, 05. 07. 2019

([email protected])