Şêx Abdûlselam Barzanî li Kurdistanê serokekî neteweyî yê dîrokî û bi navûdeng û gelek girîng de. Ew şaxsiyet û serokekî gelek balkêş û rewşenbîr û muteffekîr e. Ew di heman demê de serokekî arîstokrat yê oldar û Nexşebendiyan bû.

Serokatîya Şêx Abdûlselam Barzanî, ji serokatîya edetî cûdatir bûye. Xwediyê qerektereke milî, civakî, olî û reforxwazî bûye. Loma jî Şêx Abdûlselam li herêma xwe gelek reformên dîrokî û girîng pêk anîne. Reformên di dema wî de pêk hatine, her kurdek jî baş dizanê û jê re rêz digrin, ew in:

1- Xwediyêmulkbûnê ji holê radike.

2- Axê ji gûndiyan re belav dike.

3- Qelindê bûkê ji holê radikê. Bi zorê zewacê qedexe dike.

4- Pêwendiyên civakî û herêmî û însanî, gor pîvanên wekhevî û edaletê rêdixe.

5- Biryar dide ku li her gundeki mescîdek ava bibe. Ew mescîdan bes wezîfeya ol û îbadetê nebînin.. Di hamen dem de bibin navendên civakî, navendê danûstandinê, navendên çareserkirina pirsgirêkan,

6- Li her gundekî ji bona ku pirsgirêk ji her aliyî ve çareser bibin, bi îradeya gûndiyan meclîsek/konseyek ava dike.

7- Ji her eşîretekê ji bona hêzên çekdar ava bibe, biryar dide û gor wê biryarê hewil dide.

***

Şêx Abdûlselam bi van reformên xwe, bi hemû eşîretên Kurdistanê re dibe xwedıyê peywendiyek xûrt. Hemû eşîret jî baweriya xwe ji Şêx Abdûlselam Barzanî re nîşan didin.

Ew di heman dem de xwediyê projeyeke civakî û milî ye jî. Ew dixwaze ku pêşî li herêma xwe û pişt re jî li tevayî Kurdistanê vê sîstemê ava bike. Ev sîstema jî, ji sîstema Împaratoriya Osmanî cûda û serbixwe ye. Ne sîstemek despotîk û otorîter e. Ew projeya wî, domandina projeya Şêx Ûbeydûllah Nehrî ya milî ye.

Bi ev projeyên wî li Kurdistanê fikrên reforxwazî û civakî û milî belav bûn, rê û rêbazek nû ava dibû.

Şêx Abdûlselam Barzanî, di sala 1907an de bi hemû şêx û serok eşîrên Kurdistanê re civînekê li dar dixe. Di wê civînê de biryarên gelek girîng tên girtin. Ew biryaran pêşkêşî desthilatdariya Împaratoriya Osmanî dibin.

Ew biryarên dîrokî û girîng ew in:

1- Li Kurdistanê divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî.

2- Li Kurdistanê perwerdayî divê bi zimanê kurdî bibe.

3- Qeymeqam, midurên navçeyan, xebatkarên din, divê ji kurdan bên diyar kirin. An jî kêmtir in divê ew memûrên ku kurdî dizanin ji bona Kurdistanê bên diyar kirin.

4- Divê di dadgehan de biryar gorî hiqûqa îslamê bên dayin.

5- Divê bac bê girtin. Lê ev baca divê li Kurdistanê ji bona çêkirina rêyan, avakirina dibistanan bê bi kar anîn.

Şêx Abdulselam Barzanî, ji bona ku ev projeyên xwe ya milî pêk bîne, bi Hemû Cemiyetên Kurdistanê re pêwendî çê dike. Di heman dem de bi Şêx Mehmûd Xafîd, Şêx Abdûlkadîr Nehrî, Axayê Şîkakê Simko û pêşengên civaka kurd yên din re jî danûstandin dike.

Dema ku ew daxwazên serok eşîr û şêxên Kurdistanê digihîjin destê desthilatdariya Osmanî, ew daxwazan li dijî dewleta Osmanî wek îsyan tên qebûl kirin. Împaratoriya Osmanî leşkerên xwe dişîne ser Kurdistanê. Hezar mixabin ji derveyî Eşîreta Barzan eşîretên din li berxwe nadin. Mixabin beşek ji wan eşîran jî dibin hevalên dewletê. Wê demê Şêx Abdulselam biryara şer dide. Eşîreta Barzan bi mehan şer didomîne. Lê Şêx Abdûlselam Barzanî mecbûr dibe ku herêmê terk bike.

Şêx Abdulselam diçê herêma Suryaniyan. Suryanî, ji Şêx Abdûlselam re xwedî derdikevin û cî didin wî.

Lê hêzên dewletê dikevin Kurdistanê û herêma Barzan, gûndan dişewitînin, malên gel talan dikin. Mêran dikûjin. Jin û zarokan dîl digrin. Wê demê Mele Mistefa Barzanî (Birayê Şêx Abdûlselam yê biçûk) 3 salî ye. Ew, bi diya xwe ve dîl tên girtin û di zîndana Misulê de tên girtin.

Beşek çekdar jî xwe vedikişînin çiyayên bilind. Li benda biryara Şêx Abdûlselam Barzanî dimînin.

***

Şêx Abdûlselam di sala 1908-an de vedigere Herêma Barzan. Hêzên xwe çekdar dîsa dicivîne ser hev, li hemberî hêzên dewleta Osmanî dest bi şer dike. Di vî şerî de hêzên Dewleta Osmanî zerarên mezin dibînin û şikest dixin.

Şêx Abdûlselam Barzanî li dijî Meşrutiyeta Yekemîn (1908) jî derdikeve. Ew li dijî Îttîhad Terakkiyan jî xwediyê helwesteke reformxwaz e. Wan nîjadperest qebûl dike.

Piştî ev serkeftina Şêx Abdulselam Barzanî, Hikûmeta Osmanî ji Şêx Abdûlselam hevûdîtinê daxwaz dike. Ew jî qebûl dike. Piştî muzekerayan, dewleta Osmanî daxwazên wî qebûl dike. Herdu teref girtiyan azad dikin. Dewleta Osmanî, zerara daye herêmê tanzîm dike.

Lê dewleta Osmanî bi soza xwe re  girêdayî namîne, dest bi tade û zilmeka nedîtî dike. Di sala 1913an de biryar dide ku Şêx Abdûlselam Barzanî bê girtin. Loma jî hêzek çekdar dişîne ser wî.

Şêx Abdûlselam jî wê demê mecbûr dibe ku biçe Rojhelata Kurdistanê. Dibe mêvanê Seyîd Taha. Nêzikî Ûrmiyeyê li Rajanê bi cîh dibe. Di salên 1983-an de jî Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li vî bajarî xwediyê bingehekê bû.

***

Dewleta Osmaniyan ji bona ku Şêx Abdûlselam Barzanî bi dîl bê girtin û an jî bê kuştin, xelatek mezin pêşkêş dike.

Şêx Abdûlselam Barzanî, di vê qonaxê de bi Axaya Şîkakê Simko re hevûdîtin çê dike. Bi hev re derbasî Gurcistanê bajarê Tiflîsê dibin. Bi berpirsiyarên Çar re danûstandin dikin. Lewra Çar soz dabûye ku di têkoşîna milî ya kurdan de bibe alîkar.
Piştî hevûdîtina bi berpirsiyarê Rusyayê re Şex Abdûlselam vedigere Îranê. Li Îranê Axayê Şîkakê Simko ve ji hevûdu vediqetin. Ew, encama dawetê diçe gundekî kurdan dibe mêvan. Xwediyê gûnd Sofî Abdûllah, dema ku Şêx Abdulsalem û 3 hevalên wî di xew de bûne, wan digre teslîmî Dewleta Osmanî dike. Wek tê zanîn ji bona wî Dewleta Osmanî xelatek mezin danî bû. Encama vê îxanetê Sofî Abdûllah, ew xelata mezin werdigre.

Şêx Abdulselam Barzanî piştî dîl dikeve, wî dibin Misûlê. Li Misûlê ji aliyê Sileyman Nazîfê Diyarbekirî -ku ew hevalbenê Îttîhada Terakiyê bû- ve hat darizandin. Ew darizandina, darizandinek hiqûqî nebû, darizandinek gelek keyfî bû. Piştî darizandina nehiqûqî û keyfî, biryara îdamkirina Şêxê mezin û Serokê Kurdistanê hat dayin. Gorî nerînekê Şêx Abdûlselam Barzanî, di 14.12. 1914-an de, gorî nerînekê jî di destpêka sala 1915-an de tê îdam kirin.

Şêx Abdûlselam Barzanî, li ber çavên malbata wî û birayên wî tê îdam kirin. Wê demê Mele Mistefa Barzanî biryar dide ku tu wext teslîmî dijminên miletê kurd nebe.

***

Bi îdama Şêx Abdûlselam, miletê kurd serokekî xwe yê mezin wenda dike.

Şêhîdketina Şêx Ebdûlselam Barzanî, dibe sedem ku di Şerê Cîhanî Yekemîn de neteweya kurd, wek neteweyên din derfet bir kar bînin û dewleta Kurdistanê ava bibe.

Îttîhad Teraqîyên Osmanî ji bona pêşiya pêvajoyê dewletavakirina kurdistanê bigrin Şêx Abdûlselam îdam kirin û ji holê rakirin.

Bi îdama wî miletê kurd şervenekî xwe yê mezin jî wenda kir. Lewra Şêx Abdûlselam hem serokekî siyasî û milî bû, hem jî şervan û lehengekî mezin bû. Lewra ew di sala 1912-1913-an de li ser navê împaratoriya Osmanî beşdarî şerê Balqanan bibû. Encama şervanî û lehengiya xwe, serkeftina xwe, ji padîşahê Osmanî xelat wergirtibû.

Bi îdama Şex Abdûlselamê Barzanî, miletê kurd serokekî xwe yê civakî û reformxwaz wenda kir.

Şêx Abdûlselam Barzanî, bi xwe arîstokratekî rewşenbîrî, olî, civakî bû. Wek tê zanîn ku di dema împaratoriya Osmanî de Tevgera Milî ya Kurd di salên 1840-î de bi serokatiya arîstokrat û mîrên Bedîrxaniyan û di sala 1880-î de di bin serokatiya civakî û olî de Şêx Ûbeydullah Nehrî de meşiya.

Şêx Abdûlselam Barzanî di heman dem de temsîlkar û berpirsiyarê wê fikjrê û kategoriya civakî ya arîstokrat bû jî.

***

Piştî ku Şêx Abdûlselam Barzanî hat îdam kirin, birayê wî Şêx Ehmed Barzanî bû serokê eşîreta Barzan, Dergeh û Medreseya Barzan. Mele Mistefa Barzanî jî bi çand û bi helwesta birayê xwe yê mezin Şêx Abdûlselam Barzanî ve tê gihişt.Kamil bû. Di salên ciwantî de qarektereka serokatî qezenç kir.

Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzanî riya Şêx Abdûlselam Barzanî ya neteweyî şopandin û meşandin. Ji bona ku neteweya kurd mafê xwe yên neteweyî qezenç bike û li Kurdistanê statuyek serbixwe ava bibe û Kurd li welatê xwe desthilatdar bin xebat û têkoşîneke bê hempa birêvebirin.

Dema ku Kurdistan bi Peymana Lozanê hat beş kirin. Wê demê Melel Mistefa Barzanî li Beşa Başûrê Kurdistanê ji Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê her dem serokatî kir. Ji her tevger û serhildana neteweyî ya Başûrê Kurdistanê re piştgirî kir. Ji tevgerên neteweyî yên  li Bakûrê Kurdistanê û Rojhelata Kurdistanê re bû piştgir. Dema  di sala 1919an de serhildanê neteweyî dest pê kir,  di sala 1925an de serhildanan dom kir, Mele Mistefa Barzanî û malbata Barzaniyan ji van tevgerên neteweyî re bûn alîkar.

Dewleta Mehabad ya Kurdistanê, piştî Şerê Cîhanî ya Duyemîn li ser mîrada Şêx Abdûlselkam Barzanî ya statuparêz û reformxwaz şîn bû. Dewleta Kurdistanê bû dewleteke reformxwaz û makezagoneke gelek demokrat pejirand. Mele Mistefa Barzanî bi pêşmergeyên xwe ve bûn alîkarê damezrandina Dewleta Mehabadê ya Kurdistanê û ket bin xizmeta Dewleta Kurdistanê. Ji Serokatiya Qazî Mihemed re rêz girt. Bi xwe jî bû serleşkerê mezin yê Dewleta Mehabad ya Kurdistanê.

Dema ku Dewleta Îranê ji bona ku Dewleta Kurdistanê ji holê rake êrîş kir. bi daxwaza Qazî Mihemed Mele Mistefa Barzranî bi hevalên xwe ve derbasî Yekîtiya Sovyetan bûn.

Piştî ku Melel Mistefa Barzanî û hevalên xwe di sala 1958an de vegeriyan Iraqê û Kurdistanê, Şoreşa Neteweyî ya îlonê jî girêdayî şiûra neteweyî û civakî ya Şêx Abdûlselam Barzanî dest pêkir û di sala 1970yî de bi avakirina Otonomiya Kurdistanê encam da. Di sala 1974an de li hemberî Dewleta Iraqê ya faşîst û kolonyalîst, şêrê ji bona Kerkukê jî bi şiûra Şêx Abdûlselam barzanî dest kir û domand.

Şoreşa Neteweyî ya Gulanê jî di sala 1976an di bin serokatiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de bi şiûra neteweyî û bi projeya Şêx Abdûlselam Barzanî dest pê kir. Di gelek zehmetiyan re derbas bû. Di encamê de ji bona avakirina Dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê derfet çêkir.

Dewleta Federe ya Kurdistanê jî encama şiûr û projeya Şêx Abdûlselam Barzanî ye.

Divê hemû kurd li hemû beşan xwediyê vê şiûrê bin û bi vê şiûrê tev bigerin.

Diyarbekîr,16. 12. 2021