Serhildana Neteweyî ya 1925an di 13ê Sibatê de li Bakûrê Kurdistanê dest pê kir. Di demekî  kin de gelek bi hêz bû. Piştgiriyeke mezin û kîtlewî qezenç kir. Zor da dewleta Tirk ya Kemalîst. Li dinyayê jî bû  tevgereke rizgarîxwaz ya navdar. Dîsa di demekî kurt de gelek bajarê Kurdistanê rizgar bûn û desthilatdariya bajarên Kurdistanê kete destê neteweya kurd. Loma mirov dikare bibêje ku Serhildana Neteweyî ya 1925an li Bakûrê Kurdistanê mezintir serhildan û serhildeneke girseyî û siwîl bû. Ji bona vê yekê di sala 1974an de di Kovara Rizgarî de me serhildana 1925an de lêkolîn kir, em gihîştin wê qenaatê ku Tevgera Milî ya 1925an xwepêşandaneke bi çek e.

Hezar mixabin ew serhildana mezin ya li Bakûrê Kurdistanê di demeke kurt de hat şikandin. Serokê Tevgerê Şêx Seîd Efendiyê Pîranî û 47 hevalên wî yên seroktiya serhildanê û bi sedan şervanên serhildanê hatin darvekirin. Beriya wan jî serokê Rêxistina Azadiyê Xalid Begê Cibrî û hevalên wî îdam bibûn. Bi sed hezaran kurd encama qetlîameke mezin û barbar û hovane  hatin kûştin. Bajar û bajerok û gundên Kurdistanê hatin şewitandin. Bi sedhezaran kurd mecbûr bûn ku ji Kurdistanê mala xwe bar bikin, biçin welatê biyanî ya Tirkan. Di welatên Tirkan de bi her awayî perîşanî kişandin. Zarokên kurdan asîmîle bûn. Malbatan ji bona ditirsiyan û zarokên xwe biparêzin, bi zarokên xwe re kurdî qise nekirin.

Sedemên serhildanên Kurdistanê

Serhildanên neteweyî yên li Bakûrê Kurdistanê girêdayî heman sedemê pêk hatin.  Di serhildana neteweyî ya Koçgirî de sedem çi ye, di  Serhildana 1925an û Agrî û serhildanên din de jî heman sedem in.

Di serhildanên neteweyî yên Kurdistanê de sedem çi bû?

Kurd netewek e. Di dema Osmaniyan de netewe Kurd û Kurdistan otonom bû. Bêguman xweserî û otonomiya Kurdistanê  sînorkirî bû.

Dema ku Atatirk û hevalên wî xwestin ku di Împeratoriya  Osmaniyan de bibin desthilatdar û  xwediyê dewletê, ji karbidest û mezinên kurdan alîkarî xwestin. Beşek karbidest û mezinên kurdan xeteriya biqewimîne dîtin, piştgiriya Atatirk û hevalên wî nekirin. Lê beşekî wan piştgirî kir. Atatirk û hevalên wan jî, ji karbidestên kurdan re gotin ku “em dê xweserî û otonomiyeke gelek fireh bidin kurdan û Kurdistanê.”

Lê piştî ku Atatirk û hevalên wî desthilatdar bûn û dewleta xwe ya faşîst û kolonyalîst ava kirin, Îdia kirin ku kurd û netewe kurd tune ne. Hemû mafên kurdan yên neteweyî, civakî, dîrokî, çandî, zimanî;  madî û manewî xesip kirin.

Kurd beriya wê li Koçgiriye û pişt re jî li gelek herêmên din yên Kurdistanê serhildanên neteweyî organîze kirin û meşandin.

Di sala 1925an de jî serhildana neteweyî, ji bo dewleta serbixwe ya Kurdistanê ava bibe û mafên neteweyî bên qezenç kirin li Bakûrê Kurdistanê hat li darxistin.  Hezar mixabin Serhildana Neteweyî ya 1925an bi awayekî gelek trajik û bi qetlîam şikest xwar.

Bi giştî kêmasîyan serhildanên kurdan

Di dema Osmanîyan de jî û di dema dewleta Kemalîst de jî kurd xwediyê rêxistineke hevbeş û xurt nebûn. Di heman demê de xwediyê stratejiyeke hevbeş jî nebûn.

Ev zaaf a di destpêkê de di sala 1919 de li Koçgiriyê derket holê. Li Koçgiriyê, di bin pêşengiya Dr. Nûrî Dersîmî û Elîşêr de serhildana neteweyî dest pê kir. Hezar mixabin kurdên herêmên din piştgiriya wan nekir.

Vê zaafê di Serhildana Neteweyî ya 1925an de jî dom kir.

Berîya serhildana 1925-an şikandin hat holê

Gorî baweriya min beriya ku serhildana neteweyî ya 1925an dest pê bike, şikest xwar. Lewra serhildan ji aliyê Rêxistina Îstîklalê de dihat amade kirin. Rêxistinbûn baş dimeşiye. Li hemû bajer û bajerokên Kurdistanê berpirsiyar û komîteyên wê ava dibûn. Serokê rêxistinê jî Xalid Begê Cibrî bû. Şexsiyeta wî ji bona rêxistinê gelek girîng bû. Ew serokekî leşkerî û siyasî bû. Hezar mixabin piştî ku Xalid Begê Cibrî û hevalên wî hatin zîndan kirin û dîl ketin, Rêxistina Îstîklalê darbeyeke mezin xwar û piştê rêxistinê şikest.

Bi ser vê de prowakasyona li Pîranê dema hat holê, serhildan bê wext jî dest pê kir. Bê wext destpêkirina serhildanê, tê wê wateyê ku amadekarî jî baş nehatibû kirin.

Di encamê de jî ev rastiya tehl derket qada jiyana neteweya kurd.

Sedemên din yên şikandina serhildanê û muahesebeke biçûk

Bêguman ku sedemên din yên şikestina Serhildana neteweyî ya 1925an jî hebûn.

Serhildanê bêwext û bêkamil dest pê kir.

Encama provokasyonekê dest pê kir.

Serhildan nebû tevgerek giştî ya Kurdistanê. Ev jî bona serhildanê bû astengiyeke gelek mezin.

Serhildanê li hemû Herêmên Kurdistanê nikarî xwe rêxe.

Dewleta Tirk, siyaseteke qirêj û durû meşand. Vê yekê jî li ser tevgerê bandoreke neyênî danî.

Dewleta Tirk, di hûndir de diyar kir ku Serhildana Neteweyî ya 1925an dixwaze Tirkiyeyê parçe bike. Di hemandem de digotin ku serhildana neteweyî ya 1925an li dijî ol e. Di hemandem de digotin ku Serhildana Neteweyî ya 1925-an bi Îngilterê re hevalbend in.

Dewleta dagirker û kolonyalîst, bi vê siyaseta raya giştî ya Tirk qezenç kir. Di esil de piraniya Tirkan jî, ji Atatirk û hevalên wan hez nedikir. Atatirk û hevalên wî dîktatoriyek ava kiribû. Ji derveyî burokrasiya sivîl û leşker li her kesekî zûlim dikirin.

Dewleta Kolonyalîst a Tirk û Atatirk ji bona ku dinyaya sekuler bixapînin, ew dinya ji kurdan re nebin alîkar, ji dinyaya sekuler re jî gotin ku Serhildana Neteweyî ya 1925an,  Tevgereke olî û kevneperest e. Li dijî demokrasî û hevdemî û komarî ye.

Dinyaya sekuler jî loma li hemberî qetlîama Tirkan bêdeng man.

Tevgerê û serokatiya tevgerê nikarîn li hemberî van derewan û manîpulasyonan derkevin û deşîfre bikin.

Komunîstên Tirk û Yekîtiya Sovyet, îxanet him li neteweya Tirk û him jî li neteweya kurd kirin. Dewleta Kemalîst ji bona pişgiriya Yekîtiya Sovyetan qezenç bike sextekarî kirin. Lenîn bi xwe ji Atatirk û hevalên wî yên faşîst re piştgirî kirin. Ji kurdan re dijminitî kirin.

Lê di salên 1970yî de kurdan û bi taybetî jî kurdên çep ev rastiya nedîtin, ji Yekîtiya Sovyetan re di dereceya murîdî de piştgirî kirin. Ji Komunîstên re bûn heval. Ew xirabiya wan ji gele me re bi xurtî diyar nekirin. Bes beşek kurdên çep ev wezîfeya pêk anîn.

Girîngtir mijarek jî ew bû ku di nav Tevgera 1925an de xwefiroşî û xiyanetkarî derket holê. E jî bû sedem ku Serok Şêx Seîd Efendiyê Pîranê bi hêsanî dîl bê girtin.

Di encamê de dikarim bibêjim ku “97 sal in ku di dilê kurdan xwîn diherike. Şikandina Serhildana Neteweyî ya 1925an di hemandeman de ji bona Tirkan jî cesaretek çêkir. Dewleta Tirk serhildanên din yên Bakûrê Kurdistanê gelek bir rehetî şikandin. Gelek bi rehetî qetlîam pêk anîn.”

Piştî ku Serhildana Neteweyî ya 1925an şikest xwar, serokê serhildanê Şêx Seîd Efendî û hevalên wî bi awayekî nehiqûqî hatin darizandin û hatin îdam kirin.

Divê kurd, wan û hemû şehîdên Kurdistanê bîra nekin û wezîfeya xwe li hemberî wan bînin cîh. Ji bona serxwebûna Kurdistanê xebat bikin.

Diyarbekîr, 01. 07. 2022

([email protected])