Divê ez di despêkê de bibêjim ku dema Dr. Seîd birîndar bû, dilê miletê kurd û kurdperweran xwîn bû. Wî, birîneke kûr di dilê her kurdekî de vekir.

Seîd Çurukkaya, li Bakurê Kurdistanê û li bajarê Çewligê, di sala 1968an de tê dinyayê. Bajarê Çewligê li Bakûrê Kurdistanê bajarekî taybet e. Hewirdora Çewligê bi çiyan derpêç bûye. Xwediyê xwezayeke taybet e. Hemû demsalên wî taybet û  gelek xweş in.

Çewlîg, bajarekî gelek edetî ye. Yek ji navenda serîhildana Kurdistanê ya sala 1925an bû.

Li Çewligê kurdên zaza û kurmanc bi hev re dijîn. Dr. Seîd jî kurdê zaza ye.

Ew, di gelek salên xwe yên ciwantiyê de dest bi kurditiyê dike û beşdarî PKKê dibe. Hîç şik tune ye ku di beşdarbûna wî ya PKKê de rola biramezinê wî Selîm Çurukkaya  xurt e.

Ew, beriya rastiyên PKKê nas bike, beşdarî PKKê dibe. Ew ji bona stratejiya PKKê ya serxwebûna Kurdistanê û yekîtiya Kurdistanê beşdarî PKKê dibe. Di nav PKKê de  fermendarî ji çekdarên PKKê re dike û dibe endamê Komîteya Nevandî ya PKKê.

Ew dema bi PKKê re dixebite, şehîdbûna du birayên xwe re jî şahîdî dike.

Dr. Seîd, kesekî xwediyê baweriyeke serbixwe bû. Bi aqilê xwe tevdigeriya. Loma jî dema ku biramezinê xwe Selîm Çurukkaya ji PKKê veqetiya jî, dest/dev ji PKKê berneda. Wî, ji nêrîn û gotinên biramezinê xwe ne, tiştên di jiyana xwe de dît re bawer kir, biryara xwe da ku ji PKKê veqete.

Wî dema ku dît ku PKKê ji bona serxwebûna Kurdistanê xebat nake, ji bona berjewendiya dewletên kolonyalît yên herêmê kar dike, loma jî bi hêz û partiyên Kurdistanê re şer dike, eleqeya xwe ya PKKê birî.

Dr. Seîd piştî ku ji PKKê veqetiya jî, bêdeng nema, ji bona rastiyên xwe xebat û têkoşîna xwe meşand, bi xurtî PKKê rexne kir. Di derbarê PKKê de raya giştî ya kurd û kurdperwer jî agahdar kir û şiyar kir.

Piştî ku ji PKKê veqetiya, çû li Elmanyayê cîwar bû. PKKê li Elmanyayê ew daîmî tehdît kir. Ji bona wî sûîkast plan kir. Lê wî, serê xwe ji wan re netewand, teslîm nebû, her daîm têkoşîna xwe bi serbilindî meşand.  Sûîkastên û kûştinên plankirî bi ustatî ji xwe dûr xist û pêşiya wan girt.

Dr. Seîd kesekî gelek zîrek, jêhatî, xebat kar bû.  Dema ku li Elmanyayê kar û xebatên xwe yên welatparêzî dimeşînandin, xwendina xwe jî domand. Encama xwendina xwe zanîngehê xelas kir.  Ji bona ku jiyana xwe û malbata xwe bidomîne li welatê xeribiyê û li penaberiyê xebat kir.

Dema ku IŞÎDê êrişî Kurdistanê kir û li Kurdistanê li hemberı IŞÎDê şer dest pê kir, wî hîç tiştek nefikirî û dizanî ku jiyana wî dê bikeve xeterî jî, çû Başûrê Kurdistanê, beşdarî şer bû.  Di operasyona Misûlê de jî hemanfedekarî nîşan da.

Wî, di operasyona Misûlê de wezîfeyeke gelek giran girt ser milê xwe. Ji bona ku pêşmergeyên qehreman yên Kurdistanê ji mayînan biparêze, paqijkirimna mayîna girt ser milên xwe.

Dema ku ew birîndar bû û jiyana xwe ji dest da, wî li Kurdistanê 5000 mayîn paqij kiribûn. Di şertên gelek zehmetî û paşvemayîna teknîkî de ev serkeftineke gelek mezin bû.

Dr. Seîd Çurakkaya, beriya ku jiyana xwe ji dest bide çend mehan, wî di rîska vê wezîfeyê de bala berpirsiyarên Kurdistanê kişandibû û ji bona ku ew tedbîran bigrin, pêşniyarên xwe pêşkêşî wan kiribû.

Hezar mixabin beriya ku pêşniyarên wî bikevin jiyanê û pêk bên; bûyera ku jiyana wî biqedîne hat rojevê û qewimî.

Dr. Seîd,  di çarçeweya Operasyona Misûlê de dema ku li Başikêyê herêmên rizgarkirî ji mayînan paqij bike, di 26. 10. 2016an de, encama teqîna mayinê birîndar bû.  Pişt re ji bona ku tedawî bibe, ew bi belafireke taybet ya tenduristî birin Elmanyayê bajarê Koblenzê û nexweşxaneya leşkerî. Wî dema ku tedawî didît, di 30. 10. 20126an, saet 00.01ê de de jiyana xwe ji dest da û bû şêhîdê Kurdistanê.

Piştî ku Dr. Seîd birîndar bû, milletê me û hemû kurdperweran ji bona pêşmergeyê qehreman, parazvanê welêt û fedekar, bi her awayî ew xistin nav dilê xwe. Gelek kurdan ji bona ku çavên xwe û organên xwe bidin wî, ji raya giştî ya kurd re daxuyanî dan.

Mirina wî, ji bona kurdan bû sendromekê û travmayekê.

Nuha, di vê saetê de ji bona Dr. Seîd Çurukkaya, dilê milletê kurd û kurdperweran xwîn dibe. Lewra wî, dilên her kurdekî de birînek mezin çêkir.

Ew, mirovekî doza kurd bû.

Ew, evîndarê serxwebûna Kurdistanê bû.

Ew kesekî kurdistanî bû.

Ji bona wî ferqa parçeyên Kurdistanê tune bû.

Wî yekîtiya Kurdistanê diparast.

Ew ji hiqûqa her parçeyeke Kurdistanê re rêzgirtî bû.

Wî, li Başûrê Kurdistan ji projeya dewletbûna serokê Kurdistanê re piştgirî dikir.

Ew, pêmergeyekî qehreman, parazvanekî welêt yê dilsoz û kelecan, welatparêzekî fedekar bû.

Ew li dijî siyaseta PKKê ya hegemonîk bû.

Ew, li dijî metodên PKKê bû. Bi taybetî jî di şerê wekaletê ya xendekan de helwestek gelek zelal li hemberı PKKê diyar kir.

Ew, kesekî ji aliyê fikir de azad bû.

Wî, ew taybetî û xususiyeta xwe bi mûxelafet û têkoşîna xwe ya li hemberı PKKê diyar kir.

Seîd Çurukkaya, mala xwe bar kir û konê xwe rakir, çû dinya şehîdên Kurdistanê cîwar bû. Ev, ji bona me û wî serbilindîyek e.

Wî,  ji  kurperweran re mîradeke/mîraseke bi qiymet, dilsoz, kelecanî, vekirî, xuyayî hişt.

Kurdên Bakûrê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ji bona ku ji wî re pêşwazî bikin xebat dikin.

Bila serê milletê kurd û kurdperwerên Kurdistanê û hezkerên wî û dostên wî û hevalên wî û malbata wî û hevjîn û zarokên wî sax be.

Amed, 03. 11. 2016 Îbrahîm Guçlu

([email protected])