Piştî encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê;  li Kurdistanê û li Rojhelata Navîn gelek bûyerên girîng rû dan. Beriya wan bûyeran divê em li ser referandûmê û encama referandûmê rawestin. Lewra di derbarê referandûma Kurdistanê de gelek sipekulasyon tên kirin, ne rast in û hemû jî manîpulasyon in.

REFERANDUMA SERXWEBÛNA KURDİSTANÊ SERKEFTÎ YE Û BILA LI KURDISTANIYAN PÎROZ BE

Referandûma serxwebûna Kurdistanê di gelek qonaxên dijwar re derbas bû. Girtin biryara referanbdûmê, gelek zehmet bû û demeke dirêj wergirt. Lewra li Kurdistanê nekokiyên siyasî û partiyan zêde bûn. Midaxelayên dewletên kolonyalîst û bi taybetî jî bandora dewleta Îslamî ya kolonyalîst a Îranê zêdetir bû ku li ser partiyên Kurdistanê giranî çê bike.

Di destpêkê de ji derveyî PDKê, hemû partiyên Kurdistanê li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê bûn. Lê dîsa jî Serokê Kurdistanê bi qerardarî xebata xwe meşand. Di encamê de YNKê qane bû û di derbarê referandûmê de biryar da. Ev biryara YNKê gelek girîng bû û li ser gel tesîreke mezin nîşan da. Lewra YNKê jî îrade damezrênêr a Dewleta Federe ya Kurdistanê bû.

Piştî biryara YNKê, ji derveyî Komala Îslamî û Goranê hemû partî û dezgehên Kurdistanê ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re gotin erê.

Di 7ê Hezîranê de biryar hat girtin ku referandûma serxwebûna Kurdistanê çê bibe.

Piştî vê qonaxê jî, ji bona ku Serokê Kurdistanê û Serokatiya Kurdistanê dev ji referandûmê berde û biryara xwe paşve bigrin, hewildaneke xûrt û êrişker dest pê kir. Lê qerardariya serokatiya Kurdistanê bû sedem ku paşve gav neavêtin.

Ev car jî,  ji bona ku pêşiya referandûmê bigrin dest bi êrişên filî û provakatîv kirin. Di van êrişan de serneketin.

Ew jî nebû, dewletên mezin Emerîka, Engilîstan û hwd. ketin rojevê û ji bona ku referandûm bê paşvexistin, hewildeneke xûrt dest pê kir. Serokê Kurdistanê û serokatiya Kurdistanê li hemberî vê daxwazê pêşniyarên xwe yên stratejîk pêşkêş kirin. Lê ew pêşniyarên wan nehatin pejirandin. Serokê Kurdistanê û serokatiya Kurdistanê jî paşve gav neavêtin.

Di 25ê îlona 2017an de bi awayekî gelek demokrat û şolenî referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk hat.

Heman şev bi giştî encam derketin ku Kurdistaniyan ji bona serxwebûn û damezirandina dewleta Kurdistanê “erê” gotiye.

Piştî du rojan jî encamên fermî diyar bûn ku ji %93yê Kurdistaniyan ji dewleta Kurdistanê re gotine “erê”.

Di şertên  ne asayî de beşdarî jî gelek baş bû; ji %73ê bû.

ENCAMÊN REFERANDÛMÊ PÎROZ Û GIRÎNG IN. LI KURDISTANÊ ŞOREŞEKE SIVÎL, MİLÎ Û DEMOKRAT A GEL QEWIMÎ

Encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê pîroz e; dîrokî û civakî û girîng in. Divê ev encaman baş bên analîzkirin û şirovekirin.

Divê em bi serbilindî diyar bikin ku li Kurdistanê miletê kurd û tevayî Kurdistaniyan şoreşeke sivîl û milî û demokrat a gel pêk anîn. Ev şoreş, dê li dinyayê bibe modeleke nû.

Di encama vê şoreşê de li Kurdistanê mîladeke nû dest pê kir. Kurdistaniyan di ser 200 salî re bazdan. Yanî du çax hatin derbas kirin.

Piştî referandûmê gûhertin û reformên esasî ji bona kesan, dezgehên dewletê, berpirsiyarên Kurdistanê û partiyên siyasî di rojevê de ne. Kes, berpirsiyar, dezgeh û partiyên ku di xwe de gûhertin nekin, nikarin di dema nû de li ser piyan bisekinin.

Encama referandûma serxwebûna Kurdistanê diyar kir ku Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê û partiyên Kurdistanê û tevayî berpirsiyarên Kurdistanê xebatek baş û hêja û bi plan meşandine. Em ji wan re sipasdar û minetdar in.

Encama referandûmê derxist holê ku Meclîsa Bilind ya Referandûmê gelek teknîkî û elektronîkî kar kiriye. Loma jî di demek kurt de encamên referandûmê bi awayekî fermî û şefaf hatin diyarkirin.

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê yekîtiya kurdistaniyan û miletê kurd pêk anî. Divê ew yekîtiya bi awayekî plûral û demokratîk bê domandin.

Encama referandûmê derxist holê ku Kurdistan welatekî gelek aram e. Loma jî li Kurdistanê di şertên gelek dijwar ên dengdanê de hîç bûyerek û pevçûnek pêk nehat. Ev yeka jî, serkeftina parastin û hêzên ewlekariyê diyar dike. Piştî referandûmê arambûna Kurdistanê girîngtir e. Hîç şik tune ye ku parastin û hêzên ewlekarî dê di vê qonaxê de jî vatiniyên xwe bînin cîh.

Encama referandûma serxwebîna Kurdistanê derxist holê ku gele Kurdistanê dewleta Kurdistanê dixwazin.

Ew dewlet jî, divê dewleta hemû Kurdistaniyan be. Ne bes dewleta kurdan be.

Dewlet, demokrat û federal û parlamenterî be.

Bi encama referandûmê siyaset û nêrînên serokê Kurdistanê erê bûn.

Kurdistaniyan carek din di heman dem de deng dan serokê Kurdistanê. Meşruîyet û seroktaiya wî “erê” kirin. Dikarim bibêjim ku encama referandûmê diyar kir ku divê Birêz Mesûd Barzanî, carek din ji bona posta serokiyê bibe namzet.

Encama referandumê ya gelek vekirî, ji avakirina dewleta Kurdistanê re “erê” ye.

DIVÊ DEWLET BI LEZ BÊ ÎLANKIRIN

Divê Dewleta Kurdistanê bi lez bê îlan kirin. Lewra wê demê di navbeyna Kurdistan û Erebên Mezhebî ya Iraqê de sînor te kişandin.

Iraq, nûha bi her awayî teserufên kolonyalîst pêk tîne. Dewleta Federal bi her awayî îflas kiriye. Di parlamentoyê de gûh nadine parlamenterên kurd. Dema biryar tên girtin, bîra dikin ku ev dewleta dewleteke mişterek e. Divê her biryarek bi dengdana hejmaran ne, bi riya lihevkirinê bên girtin. Lê wusa nayê kirin.

Tê zanîn ku li hemberî Kurdistanê çar dewletên kolonyalîst wek di dema Otonomiya Kurdistanê de li Cezayîrê îtifaq çêkirin, nûha jî ji bona ku vê îtifaqê ava bikin, hewildene xurt nîşan didin. Loma jî di hemandem de li hemberî îtifaqa çar dewletên kolonyalîst bi dewletê xebat kirin hîn zelal û hêsan dibe.

Dewlet îlan kirin rewşa dinyayê û dewletên ku Dewleta Kurdistanê “erê” bikin jî zelal dike.

Derengmana dewleta Kurdistanê îlan kirin, kelecaniya kurdistaniyan jî diqedîne. Divê ji vê re rê nayê vekirin.

DIVÊ EM SEROKÊ KURDISTANÊ MESÛD BARZANÎ BAŞ NAS BIKIN KU WÎ KES NEXAPAND

Serokên Xwezayî û milî û dîrokî û demokrat, serokên demkî nîn in. Bi jiyana civat û neteweya xwe re girêdayî çê dibin. Ji nav gel tên û ji jor de hûkmî milet û derûdoran xwe nakin. Yên derûdora xwe nadin xebitandin. Bi xwe dixebitin û ji kesê derûdora zêdetir jî dixebitin. Di demeke dirêj û di xebateke dûr û dirêj de, di nav tevgerên ku civatê jinûve çêdike diqemin. Bi taybetî jî di tevgera serxwebûn û azadiyan miletan û welatan de derdikevin û çêdibin. Ew serokan, bi hiqûqa milet û civatê re girêdayî ne. Ew serokan,  daxwazên gel tînin cî. Bi her awayî û sedî sed berjewendiya netewe û civata xwe temsîl dikin. Hiqûqa civakî û xwezayı ji bona wan di civat meşandinê de rêber e. Ew serokan, bi azadî û serxwebûna welat û neteweya xwe tên nas kirin. Dema ku ji azadiya û serxwebûna neteweyan û welatan qal dibe, navê wan tê bîra her kesekî. Ev serok, îdol û xwêrxwazên netewe û civata xwe ne.Ew avakarên civat, netewe, welatê xwe ne. Bi damezrandina dewletan re tên ser zimên. Ew serokan di despêkê de nayên hilbijartin. Ew di nav jiyanê û xebat û têkoşînê de çê dibin, dipijin.

Li Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî, Qadî Mihemed, Şêx Seîd Efendî, Seyîd Rıza, Xalid Begê Cibrî; li dinyayê George Waşîngtıon,  Nehrû, Gandî, Mandela di kategoriya serokên xwezayî û milî û civakî de tên bi nav kirin û terîf kirin. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî, yek ji van serokekî vê demê  ye.

Serok Mesûd Barzanî, serokekî  xwezayî, neteweyî, dîrokî, civakî, demokrat e. Ew, bi zorê nebûye serok. Loma xwezayî ye. Ji bona dewletbûna Kurdistanê û azadiya kurdan xebat dike, loma neteweyî ye. Hemû jiyana xwe bi têkoşîna neteweyî, maf û azadiya neteweya kurd derbaskiriye, loma jî dîrokî ye. Ew serokekî civata kurd e, loma jî civakî ye. Ew xwe tu wext di ser gel re nagre. Ew xwe wek pêşmerge terîf dike. Ew loma jî têkoşerê neteweya xwe ye. Ew, ji hiqûq û demokrasiya civakî re rêzgirtî ye. Di heman dem de ew xwediyê wan nirxan e. Loma jî kesekî demokrat e.

Wek tê gotin, serokatiya hilbijartî ji bona wî xwediyê hêjayiyeke mezin nîn e. Ew serokbûna hilbijartî, mijareke teknîkî ya demokrasi diecibîne.Lewra ew dema ku serokê hilbijartî nebe, gel wî serokê xwe yê  xwezayî, neteweyî, dîrokî, civakî, demokrat dizane. Bi wan nirxan bi wî bawer in, ji wî re rêzgirtî ne. Heger derdê wî netewe kurd ne, serokatî bûya, ewê ji Iraqê re bibûya serokkomar.

Ew kesên ku dibêjin Serok Mesûd Barzanî posta serokdewletiyê îşgal kiriye, ew ne heq in. Ew dijmintî dikin. Serok Barzanî ji bona ku serokekî xwezayî, milî, civakî û demokrat e, gelek bi rehetî diyar kir ku dema di referandûmê de serkeftin nebe û an jî serkeftin bibe, dê dest ji serokatiyê berde.

Wî diyar kiriye k udi dema nû de nabe namzetê posta sewrokiyê. Lê neteweya kurd dê çi bibêje, ew mijareke din ya serekê ye.

Mesûd Barzanî ne gel û ne dostên xwe û ne jî dewletên ku pê re xwediyê pêwendiyê ye, nexapdiye. Loma jî Dewleta Tirk jî nexapandiyê.

Wîî her dem gotiye ku dewletbûn mafê kurdan e. Dema ku şert pêk hatin Kurdên dewleta xwe ava bikin. Nûha jî şert pêk hatine ji bona dewletavakirinê, xebat dike.

Referandûma serxwebûna Kurdistanê jî ji bona vê pêk hat.

Loma ew gotinên serokê dewleta Tirk di derbarê Serok Barzanî de bohtan in, ne rast in, derevîn in.

SEROKÊ DEWLETA TIRK KÎ YE? ÇIMA BÊEDEBÎ DIKE?

Serokê Dewleta Tirk serokekî demê ye. Serokatiya wî bi serokatiya Mesûd barzanı re naye qiyas  kirin. Serokatiya serok Barzanî encama xebata tevgera milî û xebata sed salî ye. Serokatiya R. T. Erdogan bi hilbijartinê pêk hatiye. Serokekî dorê ye.

Ew bi xwe girêdayî avabûna Dewleta Kurdistanê teslîmî kemalîstan bû. Ji îslamê dev berda, ola kemalîstan pejirand. Fikirên nîjadparestî yên Dewlet Bahçelî, ew jahr dada.

Wek nivîskarên hevalbendên wî jî nivîsandiye, wî got ku ezê ji dewleta Kurdistanê re piştgişrî bikim.

Wî serokê Kurdistanê û serokwezîrê Kurdistanê bi Ala Kurdistanê pêşwazî kir.

Wî bi protokola dewletê û Ala Kurdistanê di protokola dewletê de serok Barzanî pêşwazî kir.

Wî serok Barzanî anî û bi wı re di xwepêşandinên de bi hev re axevtin kir.

Wî Barzanî wek serokê Kurdistanê pêşkêş kir.

Wî got ku “Herêma Federe ya Kurdistanê.” Pişt re rojnamevanan û hevalbendên wî ev terîfa Kurdişstanê bi kar anîn.

Nûha çi bû?

Tu bûyî dijminên miletê kurd û te li hemberî kurdan şer vekir.

Tu nûha bi dijminên xwe Hafiz Esad re ji bona ku pêşiya Dewleta Kurdistanê bigrî îtifaq çê dikî. Te digot ku “ez bi zaliman û dîktatoran re rûnanim”, tu bi wan re îtifaq dikî.

Te got ku serokwezîrê Iraqê Abadî ne di sewiya min de ye. Nûha ji bona dijminitiya kurdan tu bi wî re dixwazî îtifaqê ava bikî.

Gelo yê xapinok kî ye? Ê derevîn derketî kî ye?

Loma jî gotinên te yên derveyî edebê li hemberî serokê Kurdistanê, ji bejna te zêde ne.  ([email protected])

Amed, 02. 10. 2017