Îbrahîm Guçlu/ Referandûma Kurdistanê: Hiqûqa Federal û navneteweyî

0
313

Dewlet, mafê miletê kurd e. Li başûrê Kurdistanê ji bona dewletavakirinê referandûm gava dawî û stratejîk e.

Welatê me Kurdistan û miletê me, ji aliyê dewlet û împeratoriyên emperyalîst û kolonyalîst de hate parçe kirin. Vê parçebûna Kurdistanê û miletê me, çareserkirina pirsgirêkên me yên milî û civakî û siyasî zehmettir kir. Pêşiya dewletbûna miletê me û serxwebûna welatê me Kurdistanê girt.

Loma jî yekîtiya Kurdistanê û miletê me pêwîst e.

Hezar mixabin ji bona yekîtiya welatê me û miletê hîn wext dixwaze. Têkoşînek û xebatek, bêhempa û bi basîret û milî pêwîst e.

Bê niqaşe dewlet avakirin, mafê miletê kurd e.

Di vê merheleyê de dewlet avakirin li Başûrê Kurdistanê di rojevê de ye.

Li Başûrê Kurdistanê, ji bona dewletavakirinê referandûm gava dawî û stratejîk e.

Divê hemû kurd, partî û rêxistinên Kurdistanê ji dewletbûna Başûrê Kurdistanê re piştgir bin û bibin pêşmergeyên fikrî û pratîk ya vê pêvajoyê.

Li başûrê Kurdistanê bi giştî û li Kerkukê taybetî biryarên referandûmê, bi pîvana çarenivîsiya miletan ve, bi peymana YN û peymanên navneteweyî ve, bi Pîvanên Wîlson ve, bi Makezagona Federal ya Iraqê ve li hevkirî ye.

Kurd jî xwediyê maf in ku dewleta xwe ava bikin.

Rastiyek heye ku miletê kurd li Rojhelata Navîn miletekî kevn û qedîm e. Hezar mixabin welatê kurdan Kurdistan, ji aliyê dewletên milî û nijadperest yên kolonyalîst  û împeratoriyan de hat parçe kirin û kolonî kirin. Mafên milî yên miletê kurd bi tevayî hat xesip kirin.

Hîç şik tune ye ku miletê kurd jî, wek her miletekî, xediyê mafê çarenivîsiya xwe ye. Peymana NY û Peymanên Navneteweyî yên pirsa mşiletan re girêdayî, Prensîbên Wîlson jî vî mafî dide miletê kurd.

Gorî prensîbên Wîlson: 1- Her Milet li herêmê ku piranî ye, li wir dikare dewleta xwe ava bike. 2- Di Dewleta Osmanî de herêm ku Tirk lê zêde ne dê desthilatdariya wan bê ava kirin. Li herêmên din j,î ji bona miletên din jî mafê xwe bi xwe rêvebirênê dê hebe.

Di xala Yekemîn ya Peymana Mafên Siyasî û Kesayetî ya NYê de (23 Adar a 1976): “Hemû gel/milet xwediyê maf in ku qedera xwe bi îradeya xwe tespît bikin. Gel/milet, statuya xwe ya siyasî (yanî Dewleta Serbixwe, Dewleta Federal. Dewleta Konfederal. Otonomî, Ozerkbûn – ÎG) bi awayekî azad û serbest girêdayî vî mafî dikarin ava bikin…”

Miletê kurd jî, ji bona ku azad û serbixwe bibe, 200 sal e ku têkoşîna xwe ya milî didomîne.

Encama ev têkoşîna xwe ya milî, piştî Şerê Cîhanî yê 2emîn îrade xwe bi avakirina dewleta serbixwe ya li Rojheletê Kurdistanê (1946) diyar kir. Hezar mixabin temenê Dewleta Kurdistanê dirêj nebû.

Li Başûrê Kurdistanê, gelê me, di 11ê Adara 1970yî de, di encama şerê pêşmergetî de, bi peymanek gelek fireh û naverokdagirtî bi Gelê Ereb re biryar da ku dewleteke hevbeş ava bike. Yanî Gelê me di wê qonaxê de, îradeya xwe ji bona delweteke hevbeş diyar kir. Lê şerê girêdayî rewşa Kerkukê ya stratejîk jiyana Otonomiya Kurdistanê dawî anî û Otonomiya Kurdistanê hat rûxandin.

Piştî ku Otonomiya Kurdistanê hat rûxandin, miletê me, “Ji bona Iraqê demokrasî û ji bona Kurdistanê Otonomî” têkoşîna xwe domand. Ev têkoşîna miletê me, di sala 2005an de bi avakirina “Dewleta Federe ya Kurdistanê” encam da.

Ev biryar jî dihat wê wateyê ku miletê kurd, carek din bi îradeya xwe biryar dlde ku bi miletê ereb re di nav dewletek federal de jiyana xwe bidomîne.

Hezar mixabin Dewleta Federal ya Iraqê piştî qonaxekê, refleksa xwe ya ku bersîva hewcedariya miletê kurd bide wenda kir û ji demokratîkbûnê dûr ket.

Loma jî, ji aliyê Serokê Kurdistanê de demeke ku pêşniyara “Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê” û “Dewleta Konfederal” hatiye pêşkêş kirin. Serokê Kurdistanê, daxwaz dikir ku ev yêka jî bi riya referandûmê û bi Modela Çekoslovakyayê pêk bê.

Lê ji bona ku ji dervayî PDKê, partiyên din yên Kurdistanê nedixwastin ku referandûm ji bona Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê bê li dar xistin, biryar nedihat girtin.

Du aktörên damêzrênêr û dîrokî yê Dewleta Federe ya Kurdistanê, di rojên dawî de  ji bona “Dewleta Serbixwe” biryara referandûmê biryar girtin. Ev yêka him kêfxweşî bû û him jî jî tiştekî nedihat payîn bû.

Partiyên siyasî yên îslamî, Partiya Komunîst ya Kurdistanê dema ku biryarê re piştgirî da û erê got: Di nav kurdên  dinyayê de kêfxweşî bilindtir kir.

Li dijderketina GORANê li hemberî referanduma dewleta serbixwe ya Kurdistanê, xwediyê derfeteke dirêj nîne. Heger GORAN li dijderketina xwe ya referandumê bidomîne, dê ji gelê kurd dûr bikeve û marjînalîze bibe.

Ji bona ku PKK partiyeke Kurdistanê nîne û partiyeke Tirkiyeyê ye, dijbûna PKKê li hemberî dewleta serbixwe ya Kurdistanê û referandûmê dewleta serbixwe, zêde watedar û encamgirtî nabe.

Referandûma serxwebûnê bi prensîba mafê çarenivîsiya miletan re lihev e.

Divê baş bê zanîn ku gelê me di sala 2005an de dema ji bona  dewleteke û sîstemeke federal biryar da û îradeya xwe diyar kir; ew biryara û îradeya gelek rewa, gorî hiqûqa navneteweyî û peymanên navneteweyî, mafên xwezayî yên miletan ve li hevkirî bû û rast bû;

Biryara ji bona dewleta serbixwe referandûm jî, ewqas rewa ye, li Makezagona Dewleta Federal ya Iraqê re li hevkirî ye. Gorî Prensîbên Wîlson e. Gorî hiqûqa navneteweyî û peymanên navneyeweyî ye. Gorî Peymana YNê ye. Bi mafê çarenivîsa miletan ve jî li hevkirî ye.

Ji dervayî vê yekê, tê zanîn û ji raya giştî re jî hatibû diyar kirin ku di reşnivîsa Makezagona Dewleta Federe ya Kurdistanê de hatiye gotin ku “dema k udi dewleta federal de şertên bi hev re jiyanê ji holê rabe û dewleta federal bersîv nede hewdariyên miletê kurd, wê demê miletê kurd mafê xwe yê veqetandinê bi kar tîne û dewleta xwe ava dike.”

Ereban jî, ji vê yekê re tu mûxalefet nekir. Tê zanîn ku Dewleta Federal ya Iraqê jî bi îradeyeke azad û bi vê mentalîteyê ava bibû. Dema kurd bixwazin gorî Makezagona Dewleta Federal dewleta xwe jî ava bikin.

***

Pirseke girîng jî ew e ku: Piştî dawîlêhatina Şerê Sar, bi dehan miletan li Yekîtîya Sovyetan û Yûgoslavyayê jî, bi riya referandûmê dewletên xwe ava kirin. Lewra referandûm, bi awayekî demokratîk îradeya gel diyar dike.

Gelo miletê kurd çima di referandûmê de bi îradeya xwe ya azad û demokratîk dewleta xwe ava neke?

Li Kerkukê referandûm di çarçeweya Makezagona Federal de ye.

Bajarê Kerkukê dilê Kurdistanê ye. Ji bona ku Kerkuk ji ereban re nemîne, Kerkuk bû sedem ku Otonomiya Kurdistanê di sala 1975an de bê rûxandin. Lewra Rejîma Faşîst û kolonyalîst ya Baasê nexwest ku li Kerkukê referandûm bê li dar xistin.

Loma jî, desthilatdariya Kurdistanê û Serok Mele Mistefa Barzanî jî ew nepejirand, şer kir.

Li Kerkukê, ji dervayî miletê kurd kêmneteweyên din jî jiyan dikin.

Qedera Kerkukê di Makezagona Dewleta Federal ya 2015an de di xala 140emîn de hatibû diyar kirin ku bi referandûmê bê tespît kirin. Ev referandûma diviya bû ku di sala 2007an de bê li darxistin. Hezar mixabin hikûmeta merkezî ya federal ku ji aliyê erebên nîjadperest de hatibû xesip kirin de bi, zanatî nehat li dar xistin.

Di Dewleta Federal ya Iraqê de du zimanê fermî û du al hene. Zimanên fermî, zimanê kurdî û erebî ye. Alên heyî jî, Ala Dewleta Federal ya Iraqê ye û Ala Kurdistanê ye.

Gorî hiqûqa federal ya Iraqê diviya bû ku di serî de piştî sala 2005an) di (Meclîsê de li hemû dezgehên fermî zimanê kurdî bihat bi kar anîn, Ala Kurdistanê bihata bilind kirin.

Lê hezar mixabin ev yêka nehat kirin.

Loma jî Meclîsa Kerkukê, ji bona ku van kêmasiyan û îxlalkirina hiqûqê ji holê rake, pêşî biryar da ku li Kerkukê Ala Kurdistanê bi rewresmekê bê bilind kirin. Piştî vê biryara xwe ya dîrokî jî, ji bona çarenivîsî û qedera Kerkukê biryara referandûmê girt.

Biryara Meclîsa Kerkukê di herdu mijarên girîng de, biryarên rewa ne. Biryarên hiqûqî ne. Bi peymanên navneteweyî re jî li hevkirî ye. Biryarên gorî çarenivîsiya miletê kurd e. Di hemandem de ev biryaran bi Xala 140emîn ya Makezagona Dewleta Federal ya Iraqê re jî li hevkirî ye.

Her çiqas dema biryaran bi niqaşe be jî, biryarên dereng hatine girtine.

Di van pirsan de bes ereb ne, di hamendem de kurd jî berpirsiyar in. Hiqûqa federal binpê kirine.

Biryara Meclîsê ya di derbarê Ala Kurdistanê de ku dibêje “divê Ala Kurdistranê bê danîn” li dijî Makezoga Federal ya Iraqê ye.

Gorî makezagona dewleta federal, lîqa Ereban bi serê xwe nikare di pirsên milî de biryar bigre. Biryarên di derbarê mijarên neteweyî de, hewcedarî bi konsensûsê/ lihevkirinê û dengên tevayî heye.

Li Kerkukê di wexta xwe de di derbarê referandûm û Ala Kurdistanê de biryar nehat negirtin, bi awayekî reaksîyona ereban û tirmenan tolere dike. Lê ev reaksîyona jî li dijî hiqûqa federal e.

Êrişên dewletên kolonyalîst tewan e û li dijî mafên miletê Kurd êrişkerî ye

Dewletên kolonyalîst xwediyê maf ninin ku li dijî biryara referandûma Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê û Kerkukê derkevin.

Ew êriş û reaksîyona dewletên kolonyalîst:

  • Li dijî hiqûqa neteweyî, peymanên navneteweyî ye.
  • Helwest û teserûfeke emperyal û kolonyalîst e.
  • Êrişkerî li hemberî mafên miletê kurd yên milî û civakî û siyasî.

Di taybetmenbendiya sedsala 20an de û di şertên Başûrê Kurdistanê ya stratejîk de êrişên dewletên kolonyalîst pir watedar û encamgirtî nînin.

Divê hemû kurd ji biryarên Referandûma Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê û Kerkukê re xwedî derkevin. Li hemberı êrişên biyanî û kolonyalîstan rawestin. Lê divê maceparest jî nebin.

Amed, 9 Nîsan 2017

(ibrahimguclu21@gmail.com)

 

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*