Beriya 85 salan (4ê Gulana 1937), serokdewleta kolonyalîst yê dîktator Atatirk û serleşker Fewzî Çakmak, ji bona ku li hemberî Dersîmê êrîşeke leşkerî pêk bê, biryar girtin.

Girêdayî ev biryara dijminitiya neteweya Kurd, Dewleta Tirk bi leşkerên xwe di 12ê Gulana 1937an de Dersîma otonom dagir kirin.

Di biryara Atatirk û serleşker Fewzî Çakmak de dihat gotın ku: ‘Gelê herêmê divê bê civandin û ji bo devereke din bê neqilkirin’, ‘Di vê operasyonê da, hêzên leşkerî dê bigirin ser gundan, dê him çekan bicivînin û him jî bi vê firsendê kesên ku hatine civandin neqil bikin’.

“‘Heger em tenê bi êrîşê qîma xwe bînin, dê çavkanîyên serhildanê di şûna xwe de bimînin. Loma pêwiste,  ew kesên ku çek bi kar anîne û tînin divê em  li cîh de ji navê rakin, gundan bi tevahî hilweşînin û malbatên wan bi dûr bixînin’.

Ev biryara jî diyar dike ku li Dersîmê serhildaneke neteweyî ya çekdar tune ye. Dewleta Tirk dixwaze bi her awayî Dersîmê û Gelê Dersîmê ji holê rake.

Dewletê gorî biryara xwe herekete xwe meşand.

1-Di destpêkê çekên gelê Dersîmê civandin.

2-Pişt re jî, ji bona ku biryara xwe cî û bi cî bikin gelek Dersîmî mecbutî kirin leşker. Bi vî awayî xistin bin kontrola xwe.

3-Ew kesên rewşenbîr û serok eşîr û serok oldar, axa, beg, civandin; pêwendiyên wan bi hev re û malbatê wan ve qetandin. Pişt re jî ew surgunî Rojava bajarênn Tirkan kirin.

4-Dewletê piştî ev karên xwe pêk anîn, herekete  îmhakirin û qirkirina gelê Dersîmê dest pê kir.  Ferqek nexistin navbeyna tu Dersîmîkî,  her Dersîmîyek kûştin û qirkirin.

Dinyayê ji ev qirkirina Gelê Dersîmê re, wek her qirkirinên kurdan yên bihurî çavên xwe girtin. Li hemberî dewleta kolonyalîst ya Tirk Neteweyên Yekgirtî û platformên din yên însanî yên dinyayê li ciyên xwe nelivîn. Ji qirkirinara Gelê Kurd û gelê me yê Dersîmê re bûn şerîkên exlaqî.

Qirkirina Gelê Dersîmê beşek ji siyaseta Tirk ya neteweya kurd ji holê rakirinê ye. Ev pêvajo, bi avabûna Dewleta Tirk ya Kemalîst bi înkarkirina neteweya kurd dest pê kir,  di sala 1921an de bi şikandina berxwedana Qoçgîrîyê, Qirkirina sala 1925an, Qirkirina Agrıyê-Zîlanê,  di 1937-38an bi qirkirina Dêrsimê berdewam kir. Dewleta Kolonyalîst ya Tirk, hemû gund,  bajar, warên berxwedana neteweya Kurd  yek bi yek hatin îmhakirin û hatin îşgal kirin.

Wateya Bîranîna Jenosîdan

Hêja Şeyhmus Özzengin derbarê wateya bîranîna jenosîdan de û helwesta Dersîmiyan gelek nêrînên zelal anîne ser zimên. Ez beşekî nêrînên wî pêşkêş dikim. Lewra tiştekî ez lê zêde bikim tune ye.

Hêja Şeyhmus Özzengîn dibêje ku “Bîranîna jenosîdan, ji bona ku carek din neyê dûbarekirin, divê derkeve astek zanistîyê û neyê jibîr kirin!

“Jenosîda Dersimê, tam tersê vê rolekî pir xerab lîstîye.

“Niştecîhên Dersimê (kurdên Elewî yên Dersimê) ev jenosîd dernexistine astek zanistîyê û bi netewebûna xwe ve girê nedane.

“Ola xwe, ji netewetîya xwe, çanda xwe û axa xwe qut kirine. Tenê bi olê ve girêdane. Lê taybetîya ola xwe jî ji bîr kirine û bûne esîrê kilîcê îslamê û Elî.

“Kurdên Elewî yên Dersimê, bûne heyranê kujerên xwe, di malên xwe de posterê kujerên xwe dalqandîne û ew wek “kesekî pêşverû” dîtîne û xwe bi vê xapandîne.

“Ji bona ku carek din jenosîdek bi vî rengî çênebe, jenosîda Dersimê dernexistine astek zanistîyê û di hafiza dîrokî de qeyd nekirine. Tam tersê wê ji bona ku jibîr bikin hewl dane xwe. Bawer kirine ku jibîr bikin û ji kujerên xwe hez bikin, carek din jenosîd dubare nabe.

“Gelê Dersîmê bawer kirine ku Atatirk û Cimhûrîyeta Tirkan layîk e û wê wan biparêze. Lê fermana Dersimê nanîne bîra xwe.

“Dîroka bîra Kurd, ters xebitîye û îro, Dersimî, bi qasî ku ji kurdên misilman nefretê dikin, ji Cimhûrîyeta tirkan, ji kemalîstan nefretê nakin!

“Li Dersimê Berxwedan çênebûye. Li Dersimê jenosîdek pîlankirî, bi qanûn û yasayan hatîye meşandin.

“Dersimîyên ku ji ber qirkirinê revîyane çîyê, dewletê ew wek „serhildan“ê daye nîşan û jenosîda xwe meşandîye.

“Divê di nav gelê me yê Dersîmê de ev zihniyeta bê guhertin.”

Ez jî piştî ku beşdarî civîna dawî ya Bîranîna Serokê Kurdistanê Seyîd Riza û  şehîdên  jenosîda Dersîmê, ez jî di wê nêrînê de me ku divê Gelê me  yê Dersîmê û bi taybetî jî siyasetvan û rewşenbîrên Dersîmê ev zihniyeta xwe biguherin.

Bîranîneke Din Ya Bi Pirsgirêk

Li Dersîmê her sal bi vê zîhniyetê Jenosîda Dersîmê tê bibîranîn.

Îsal jî Civîn, li ber peykerê Serokê Kurdistanê Seyîd Riza hat li darxistin. Hezar mixabin bi Tirkî dest pê kir, domand. Wê demê min dengê xwe bilind kir ku “Seyîd Riza, hevalên wî, Şêhîdên Dersîmê ne tirk bûn. Tirkan ew kûştin. Bi kurdî, bi kurdiya zazakî divê hûn qise bikin û şêhîdên Dersîmê bibîrbînin”

Lê diyar e ku helwesta min bes bala çend însanên ciwan kişand. Bi min re eleqeder bûn. Bi Tirkî axevtinan domand.

Li ser navê PKK/HDP Mîthat Sancar hatibû, Dema ku min ew li wir dît, wê demê cin hatin serê min û ez dîn bûm. Min careke din biryar da ku li ser navê kurdan dijminên Kurdan di meydanê de ne.

Wek tê zanîn Mîthat Sancar gelek caran jî hat nivîsandin û bi xwe jî di Meclîsa Tirkan de diyar kiriye ku dema Rejîma Dîktatoriya Atatirk, gelek demokratîk bûye. Yanî gorî baweriya wî Qirkirina Dersîmiyan û tevayî kurdan rewa ye û di cî de ye.

Ew kesê Kemalîstparêz û Atatirkhezker tê ji bona Qierkirina Dersîmiyan û Serokê Kurdistanê Seyîd Riza û hevalên wî yên hatine darvekirin û şehêdên Dersîmê qise dike. Bi Tirkî qise dike. Bi xwe jî ne kurd û ereb e.

Hezar hawar çi hatiye serê me kurdan!!!

Di bîranînê û di hemû parvekirina Dersîmiyan de Qirkirin û jenosîd ji aliyê kî/kê ve çêbûye nayê diyar kirin.

Min di destpêkê diyar kir, qirqirina gelê me yê kurd û Dersîmî bi biryara  serokkomarê dîktator yê Dewleta Kolonyalîst ya Tirk Atatirk pêk hat.

Hezar mixabin yên ku qirkirina Dersîmê bibîrtînin partiya Atatirk CHPê, partiya Kemalîst HDP û versiyonên din yên Kemalîst û çep in. Bêgûman ew jî nikarin qetîlên Dersîmê diyar bikin. Diyar jî nebû. Ew xala dîsa tarî ma.

Diyarbekîr, 06. 05. 2022

([email protected])

 

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne