Di van rojên dawî de mijara Şengalê bi operasyona Dewleta Tirk jinûve bû mijareke rojan e.

Beriya ku Dewleta Tirk li hemberî Efrînê (ÇiyayêKurd) operasyona îşgalê dest pê bike, îlan kiribû ku piştî Efrînê dê li hemberî Şengalê jî dest operasyonê bike.

Dewleta Tirk ya kolonyalîst, sedema operasyonê jî PKKê nîşan dida û digot  “PKKê li wir cîwar e.”

Pirsgirêke PKKê, an jî çîroka PKKê: Li Başûrê Kurdistanê bi Şengalê dest pê nake. Dîroka vê pirsgirêke gelek kevn e.

PKKê bi hebûna xwe ya li Başûrê Kurdistanê gelek zerar daye Başûrê Kurdistanê.

PKKê bes li Başûrê Kurdistanê jî ne, li beşên din yên Kurdistanê jî, pirsgirêkeke stratejîk û xeter e.

Di van rojên dawî de helwest û siyaseta PKKê bû sedem ku Dewleta Tirk gelek bi hêsanî bê Çiyayê Kurd (Efrînê) îşgal bike.

Pkk’ê beriya Şengalê li başûrê Kurdistanê pirsgirêkek stratejîk e

PKKê di salên 1983an de encama peymaneke stratejîk ya di navbeyna PDK û PKKê de li Başûrê Kurdistanê cîwar bû.

Li herêma behdînan bingehên xwe yên leşkerî ava kir.

Dema PDKê re peyman jî çêkir, stratejiya PKKê ew bû ku PDKê û tevgera milî ya Başûrê Kurdistanê tasfiye bike.

Di demeke kûrt de dema ku PKKê bi Rejîma Seddam ya Baasê re pêwendiyên xwe xûrt kir, ev stratejiya wan derket holê.

Kesekî endamê PKKê, ji PKKê reviya hat cem PDKê û ew stratejiya wan deşîfre bû.

Derket holê ku PKKê plan dike ku hemû berpirsiyarên PDKê yên li Behdînanê bikûje.

Ji wê rojê vir ve, PKKê li Başûrê Kurdistanê bû xeter.

Piştî ku di sala 1984an de bi daxwaza Sûriyeyê dest bi şerê çekdarî kir, ev xeteriya PKKê zêdetir bû.

Dewleta Tirk ya kolonyalîst, PKKê ji bona xwe kir sedem û li Başûrê Kurdistanê operasyona hewayî û reşayî domand. Bi dehan gûndên Kurdistanê xira kir. Bi dehan kesên Başurê Kurdistanê kûşt.

Operasyonên Dewleta Tirk yên hewayî û reşayî heta îro jî dom dikin.

Di encamê de jî Dewleta Tirk biryar daye ku Şengalê îşgal bike. Sedem jî PKKê nîşan dide.

Ji bona vê yekê jî bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re di nav pewendiyekê de ye. Iraq dibêje ku “ez dê biçim PKKê ji Şengalê derxim.” Heta dibêje kum in PKKê ji Şengalê derxistiye.

Nûha jî ji bona vê hewildan dom dikin. Dewleta Tirk jî li benda Dewleta Iraqê ye ku dê çi bike.

PKKê piştî ku bi Rejîma Seddam ya Baasê re danûstandina xwe xûrt kir, gelek gûndên Kurdistanê îşgal kir.

Xwe wek temsîlkarê Seddam dît.

Li hemberı PDKê û YNKê cihê cihê şer kir.

Dem hat li hemberî PDKê û YNKê şer kir.

Xwest ku Dewleta Federe ya Kurdistanê hilweşîne.

Herêma Kurdistanê wek Îsraîla 2emîn nîşan da. Ji Dewleta Tirk re pêşniyar kir ku li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê, li hemberî dewletbûna kurdan bi hev re operasyonê bikin.

PKKê li Başûrê Kurdistanê destwerdana siyasî û leşkerî û îdarî dike.

Li ser navê xwe partî ava kiriye.

Beşek partiyên Başûrê Kurdistanê bi pera dikirê.

Di dawî de jî bi Grûba Xiyanetê ya di nav YNKê de derkete holê re, ji bona îşgala Kerkûkê piştgirî kir.

Şengal di serî de, gelek ciyê din yên Kurdistanê xistin bin desthilatdariya Dewleta Iraqê û xwe.

Şengal pirsgirêkekê stratejîk a dewleta Tirk nîne

Ev hebûna PKKê û çîroka wê li Başûrê Kurdistanê jî, gelek vekirî nîşan dide, Şengal ji bona Dewleta Tirk pirsgirêkeke stratejîk nîne.

Heta nûha hebûna PKKê li Başurê Kurdistanê û li Şengalê li fêda Dewleta Tirk bûye.

Dewleta Tirk dema xwestiyê gelek bi hêsanî PKKê ji bona xwe kiriye hecet, li Başûrê Kurdistanê operasyonên hewayî û reşayî bi kar anîye.

Dewleta Tirk di vê qonaxê de jî, ji hebûna PKKê li Başûrê Kurdistanê îstifade dike, li wir bombarandinên xwe didomîne.

Beriya vê çend rojan 4 cîwanên Kurdistanê encama bombarandina wan hat kûştin û gûndên Kurdistanê xirab bûn.

Şengal pirsgirêka stratejîk a Kurdan e

Hebûna PKKê û an jî îşgala PKKê li Şengalê, encama siyaseta dewletên dagirker ya Tirk, Îran, Iraq û Sûriyeyê ye.

Ev jî derdixe holê ku Şengal ji bona kurdan pirsgirêkeke stratejîk e.

PKKê, Şengal teslîmî Iraqê û Haşdî Şabî kir.

PKKê, bû sedem ku pêşmergê bên kûştin.

Ezidiyên kurd bibin dijminên hev û dijminên kurdên misilman.

Nûha jî li hemberı desthilatdariya Kurdistanê piştgirên Dewleta Iraq û Îranê ne.

PKKê, ji bona ku rêxistineke biyanî ye, li ser navê dewletên kolonyalîst îşgaleke wekaletê dimeşîne.

Derketina PKKê ji Şengalê ji bona kurdan û Başûrê Kurdistanê girîng e.

Ev yeka dê bibe sedema destpêka derketina PKKê ji Başurê Kurdistanê.

Loma jî divê beriya dewletên kolonyalîst, kurdan bi xwe, ev pirsa çareser bikira.

Hezar mixabin PKKê kurd guhdar nekir. Li hemberî kurdan şer kir.

Şengal bes pirsgırêke PDKê nîne, pisgirêke tevayî Kurdan û partiyên başûrê Kurdistanê ye

Ji aliyê YNKê û gelek partiyên din yên Kurdistanê, pirsgirêke Şengalê wek pirsgirêke PDKê nîşan dan.

Gelek vekirî jî gotin ku dema di navbeyna PDKê û PKKê de ji bona Şengalê şer bibe, em nabin teref.

Wûsa jî kirin. PDkê bi tenê hiştin.

Lê aşkere bû ku pirsgirêke Şengalê, ji hebûna PKKê ya li Başûrê Kurdistanê xweser nîne.

Bi mijara giştî ya destwerdan û îşgala PKKê ya Başûrê Kurdistanê re girêdayî ye.

Divê bê zanîn ku pirsgirêke Şengalê bes pirsgirêke PDKê nîne.

Pirsgirêke hemu kurdên Başurê Kurdistanê ye.

Encama vê jî pirsgirêke hemû partî û dezgehên Kurdistanê, hikûmet û desthilatdariya Kurdistanê ye.

Loma jî divê hemû partî û dezgehên Başurê Kurdisyanê; hikûmet û desthilatdariya Kurdistanê, beriya ku dewletêmn kolonyalîst pirsa Şengaslê bi xeterî çareser bikin, bi taybetî jî beriya Dewleta Tirk Şengalê îşgal bike, divê pirsa Şengalê divê çareser bikin.

Ji PKKê hat daxwaz kirin ku ji Şengalê derkeve. Lê PKKê ji Şengalê derneket. Piştî ku Dewleta Tirk zor da dibêje ku “ezê  Şengalê terk bikim.”

Derketina PKKê ji Şengalê girêdayî çi sedemê dibe bila bibe, baş e.

Lê pirsgirêke nû ew e, ku PKKê û çakdarên wê dê biçin ku?

Dema ku PKKê bi tevayî ji Başûré Kurdistanê dernekeve, pirsgirêk dê dom bike. Divê çareseriyeke radîqal bê dîtin.

PKKê divê bi lez ne bes ji Şengalê ji Başûrê Kurdistanê jî derkeve

PKKê li Şengalê û li Başûrê Kurdistanê xeteriyeke stratejîk e.

PKKê li Başûrê Kurdistanê çewa xeteriyeke mezin e, min beşeke li jor anî ser zimên.

Loma PKKê divê bes ji Şengalê ne ji Başûrê Kurdistanê jî derkeve.

Ji PKKê re bi salan e ku gelê Başûrê Kurdistanê, hikûmet û partiyê Kurdistanê dibêjin , “ji Şengalê derkeve”, lê ew ji Şengalê û li Kurdistanê dernekeve.

Nûha xeteriya operasyona Dewleta Tirk hat rojevê, PKKê îlan kir ku ji Şengalê derkeve.

Heger PKKê ev helwesta beriya operasyona Dewleta Tirk ya li hemberûı Efrînê diyar bikira, Efrîn nûha ne di bin îşgala dewleta Tirk de bû.

([email protected])

Amed, 05. 04. 2018