Dewleta Tirk di sala 1983an de li Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonan kiribû. Wê demê Herêma Federe ya Kurdistanê ava nebibû. PDKê û YNKê li hemberî Dewleta Iraqê û Rejîma Baasê şerê çekdarî dimeşandin. Lê PDKê û YNKê beşek herêm rizgar û azad kiribûn. Li wan herêman desthilatdar bûn. Li wan herêman jiyana civakî, çandî, perwerdeyî, aborî, leşkerî wan rê dixist. Hîç şik tune bû ku di şertên gelek zehmet de jiyanek dijwar domandin. Neteweya kurd jî di bin zilmeke mezin ya Rejîma Baasê de bû.

GELO WÊ DEMÊ HERÊMA FEDERE YA KURD TUNE BÛ, DEWLETA TIRK ÇIMA OPERASYON DIKIR?

Dewletê dizanî ku li herêma Kurdistanê çekdarên KUKê, PKKê, Ala Rizgarî hene. Lê li Kurdistanê kurd desthilatdar nînin.Pêwendiya wan jî bi rêxistinên Başûrê Kurdistanê re hene. PKKKê wê demê bi PDKa Iraqê re jî peyman îmza kiribû. PKKê li her deverê jî ev peymana deşîfre dikir.

Kurdistan di bin desthilatdarî û serweriya Dewleta Iraqê de bû. Diviya bû ku Dewleta Iraqê li hemberî operasyonên Tirkan derketa û pêşiya wan bigirta. Lê Dewleta Iraqê pêşiya operasyonan nedigirt. Lewra ew operasyonên Dewleta Tirk xizmetî wan dikir. Loma jî di navbeyna wan de peymaneke sirî/veşartî hebû. Iraqê ew operasyonên Dewleta Tirk ji bona qels kirina rêxistinên Kurdistanê wek enstrumanekê didît.

PIŞTÎ ŞERÊ KENDAVA YEKEMÎN Û DUYEMÎN ÇAR DEWLETAN LI KURDISTANÊ OPERASYONÊN XWE BI DESTÊ PKK-Ê MEŞANDİN…

Wek tê zanîn piştî Şerê Kendavê Başûrê Kurdistanê Kerkuk ji derve beşekeî mezin bû herêmeke azad. Jê re hat gotin ku “Herêma Azad ya Kurdistanê.” Ji aliyê Emerîka û dewletên muttefîq ve dihat parastin.

Di hemandem de Emerîkayê projeya xwe ya “Projeya Rojhilata Navîn ya Mezin” îlan kiribû û ji bona ku ev projeya xwe pêk bîne û fireh bike, xebat dikir. Herêma Azad ya Kurdistanê beşek jî vê projeyê dihat bi nav kirin.

Emerîka dixwest ku li hemû welatan “demokrasiyê” ava bike; hemû netewe jî azad û serbixwe bibin. Ji bona kurdan jî pirsgirêke serxwebûn, dewletbûn, azadbûnê hebû.

Loma her her çar dewletên kolonyalîst jî, ji Kurdistanê ditirsiyan ku bibe dewlet, li hemû beşên Kurdistanê bibe model û fireh bibe. Dixwestin ku destwerdan Başûrê Kurdistanê bikin, lê ji Emerîkayê ditirsiyan. Raste rast operasyon li dijî berjewendiya xwe didîtin.

Lê çar dewletên kolonyalîst taşeron xistin qada Kurdistanê. Ew taşeron jî PKKê bû. PKKê him êrişî PDKê, him jî êrişî YNKê, him jî êrîşî PDKê û YNKê bi hev re dikir.

Wê demê jî ew êrîşên PKKê ji aliyê kurdperweran ve wek operasyona dewletên dagirker û kolonyalîst bi nav bû. Emerîka jî stratejiya çar dewletên kolonyalîst wûsa şirove kir û fahm kir. Loma jî di sala 1999an de ji Tirkiyeyê re bû alîkar, got ku “kerem bikin sixurê xwe bigrin.”

Lê pişt re bi piştgiriya Dewleta Iraq û Îranê PKKê li Başûrê Kurdistanê hat bi cîwar kirin.

Dewleta Tirk jî ew ji bona operasyonên xwe sedemeke stratrejîk nîşan da. Heta îro 30 operasyonî zêdetir li Başûrê Kurdistanê pêk aniye. Li Kurdistanê qereqolên xwe ava kir û ji bona ku “Herêmeke ewlewî” ava bikin operasyona xwe yên PENÇEYÊ didomîne.

JI BONA PÊŞIYA OPERASYON Ü BOMBARANÊN DEWLETA TIRK BÊ GIRTIN RİYA YEKEMÎN: LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ TASFİYE KIRINA PKK-Ê YE…

Divê ku desthilatdarên Herêma Federe ya Kurdistanê û em hemû kurd rast û çep lê nedin. Rastiyek heye ku sedema operasyonên Dewleta Tirk PKKê ye. Ji aliyê din de PKKê ji bona desthilatdarî û serweriya Herêma Federe ya Kurdistanê xeter e. PKKê ji hiqûqa Kurdistanê re rêz nagre û nas nake. Gundên Kurdistanê dagir kiriye. Ji gundiyên kurd xerec digre. Xortên kurdan direvîne. Xortên kurdan dide kûştin. Destwerdana siyaseta Başûrê Kurdistanê dike. Rêxistinên siyasî ava dike. Bi dewletên kolonyalîst re hevkarî û taşeronî dike, li Herêma Federe ya Kurdistanê xirabiye dike. Rê ji dagirkeriya dewletan re vedike. Serwerî, desthilatdarî, hiqûqa Kurdistanê nas nake. Partiyên Kurdistanê û serokên Kurdistanê rewa nabîne.

Loma jî divê Meclîs û Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê bi hev re, ji bona ku PKKê tasfiye bikin xebat bikin û biryar bigrin, rê û rêbazekê diyar bikin.Wê demê dikarin pêşiya operasyonêbn dewleta Tirk û avakirina “Herêma Ewlewî” bigrin.

Piştî tasfiye kirina PKKê, heger dewleta Tirk operasyonan bike, wê demê ji bona wan ji her alî de zehmet dibe.

Nûha Neteweya Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê û platformên din yên navneteweyî dengê xwe nakin.

JI BONA PÊŞIYA OPERASYON Û BOMBARANÊN DEWLETA TIRK BÊ GIRTIN RIYA DUYEMÎN: LI HEMBERÎ DEWLETA TIRK ŞER E…

Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê heger mijara PKKê çareser neke, nikare ku ji operasyon û bombabarandina Dewleta Tirk xelas bibin. Nikare serweriya xwe biparêze.

Mafê hemwelatiyan e ku ew parastina serweriya xwe ji Hîkûmeta Federal û Hikûmeta Kurdistanê bixwazin.

Heger ew jî dixwazin ku serweriya xwe biparêzin, divê ku bi dewleta Tirk re şer bikin. Heger hikûmetên heyî nikarin vê yekê bikin, divê dest ji kar berdin. Hilbijartina pêşwext çê bikin bes ji bona vê mijarê hikûmetan ava bikin.

MECLÎS Û HIKÛMETÊ KURDISTANÊ Û DEWLETA FEDERALÇI DIKE?

Meclîs û hikûmetên Kurdistanê û Dewleta Federal herdu riyan jî bi kar nîne. Çi dike? Di meclısê de komîsyoneke lêpirsinî ava dike ku ew jî biçe deverên ku ji aliyê Dewleta Tirk de hatine bombaran kirin û operasyon lê dibin, raporekê amade bikin. Pişt re biryara bigrin ku dê çi bikin.

Ew riya ne riya çareseriyê. Ew riya mijar paş gûh kirine. Divê ku ev yeka nayê kirin. Her ku diçê nexweşî giran dibe. Demek dê bê çarteseriya wê jî mimkûn nabe.

Diyarbekîr, 10. 07. 2020     

([email protected])