Îhsan Nûrî Paşa, piştî ku serhildana neteweyî ya Agriyê şikest xwar, teslîmî dewleta Tirk nebû. Derbasî Rojhelata Kurdistanê bû, li Îranê bû penaber. Wî, li Tehranê di şertên gelek zehmet de jiyana xwe derbas kir û 25ê Adara 1976an, di encama qezeyeke trafîkê de canê xwe ji dest da.

Hezar mixabin ez her demê mirina Îhsan Nûrî Paşa, mirineke trajedîktir û bêxwedî bi nav dikim.

Piştî ku Îhsan Nûrî Paşa jiyana xwe ji dest da, ew li Tehranê hat binaxkirin.

Ew serokê serhildana neteweyî ya Agriyê bû. Piştî ku serhildana Agriyê şikest xwar derbasî Îranê bû. Li Îranê di hepsê de ma. Piştî hepsê jiyana xwe li Tehranê derbas kir. Dema ku li Tehranê jiyana derbas kir, ji kurdan îzole hatibû kirin. Rejîma Îranê ti wext îzin neda ku bi kurdan re danûstandin bike.

Lê rastiyeke din heye ku kurdan jî ji serokê xwe re xwedî derneketin.

Hîn jî Îhsan Nûrî Paşa ji aliyê kurdan de zêde nayê nas kirin. Di esilê xwe de Îhsan Nûrî Paşa serokekî neteweya kurd ê balkêş e. Serokekî egît, leşker, sivîl e.

Tu wext, di şertên zehmettir de serê xwe netewandiye.

MUXSÎN DIZEYÎ DIBÊJE KU ŞAH RIZA PEHLEWÎ JI WÎ RE RÊZ DIGRE…

Beriya ku ez ji jiyana wî qal bikim, di jiyana wî de bûyereke gelek girîng a li Îranê di serê Îhsan Nûrî Paşa re derbas dibe, heye. Ez di destpêkê de dixwazim vê bîranînê pêşkêş bikim.

Min ev bîranîna ji Dewrêşê Sehdo guhdar kir. Wî jî, ji bavê Sefîn Dizeyî ku berpirsiyarê PDK ê bû li Tirkiyeyê û nûha jî  wezîrê derve yê Kurdistanê Mûxsîn Dizeyî guhdar kiriye.

Wek tê zanîn Mûxsîn Dizayî berpirsiyarekî bi navûdeng yê PDKê a dema Serokê Neteweyî Mistefa Barzanî bû û ew kesekî gelek nêzikî Serok Mele Mistefa Barzanî bû. Di  dema Otonomiya Kurdistanê de li Çekoslowakyeyê balyoz bû. Dema ku Serok Mele Mistefa Barzanî ji bona tedawîyê çû Emerîkayê Mûxsîn Dizayî jî bi Îdrîs û Mesûd Barzanî bi wî re çûn Emerîkayê..

Gor agahdariya Mûxsîn Dizeyî: Wî û Serok Mele Mistefa Barzanî beriya sala 1975an gelek caran xwestine ku bi Îhsan Nûrî Paşa re danûstandin û. seredaniya wî bikin. Berpirsiyar û otoriteyên Îranê îzin nedane wan. Bes wan piştî sala 1975an derfet dîtine ku bi Îhsan Nûrî Paşa ve danûstandin bikin. Dema di danûstandinê de Îhsan Nûrî Paşa ev serpêhatiya xwe ya ez li şêr neqil bikim, ji wan re pêşkêş dike.

Îhsan Nûrî Paşa li İranê di hepsa bi navûdeng a Evînê de ye. Rojekê Şah Riza Pehlewî tê hepisxaneyê. Bi girtiyan re danûstandin dike. Dema ew tê hemû girtî radibin ser piyan. Îhsan Nurî Paşa ranabe ser piyan. Riza Şah Pehlewî piştî ku bi girtiyan re danûstandine dike, tê cem Îhsan Nûrî Paşa. Îhsan Nûrî Paşa wê demê wî wek mêvanê xwe pêşwazî dike û radibe ser piyan. Riza Şah Pehlewî, pêşiyê  her çiqas Serok Îhsan Nûrî Paşa ranebe ser piyan jî, qiymet dide wî.

Piştî ku Şah Riza Pehleweî ji hepsê diçe. Di derbarê Îhsan Nûrî Paşa de lêkolîn dike. Wê demê taybetiyên Îhsan Nûrî Paşa baş nas dike.  Emir dide ku Îhsan Nûrî Paşa ji hepsê derkeve û serbest bê berdan.

Ev bûyera jî diyar dike ku Îhsan Nurî Paşa çiqas layiqî serokiya neteweya kurd bûye.

SEROK ÎHSAN NÛRÎ PAŞA KÎ YE?

Îhsan Nûrî Paşa, di sala 1893an de li Bedlîsê tê dinyayê.

Ew perwerdaya xwe ya destpêkê li Bedlîsê diqedîne. Pişt re li Erzîncanê diçê Dibistana Rûştiyê ya Leşkerî. Piştî ku Dibistana Leşkerî ya Rûştiyê diqedîne, li Stenbolê dest bi “Dibistana Leşkerî ya Bilind” dike.

Ew perwerdaya wî ya bilind bû. Piştî ku Dibistana Herbê diqedîne, wek texmen beşdarî Artaşa Osmanî dibe.

Hezar mixabin ew wek kurdekî mecbûrî ji bona ku Tevgera Neteweyî ya Ernawûtê bê temirandin di orduya de wezîfe didin wî.

Pişt re Osmanî wî dişînin Erebîstanê. Ew li Erebîstanê li Yemenê wezîfa xwe pêk tîne. Ew ji du salan zêdetir li Yemenê dimîne.

Di Şerê Cîhanî yê 1emîn de birîndar dibe. Pişt re derman dibe û sax dibe. Li Gûrcîstanê li ser navê Osmaniyan wezîfe dimeşîne.

Ew xebatên wî û helwesta Împeratoıriya Osmanî li hemberî neteweyên bindest dibe sedem ku ew bê guhertin.

Îhsan Nûrî Paşa piştî Şerê Cîhanî yê 1emîn bi Cemiyeta Tealî ya Kurd re pêwendî li dar dixe.

Di sala 1919an de li hemberî Osmaniyan bi leşkerên muxalîf yên Tirk re komîteyekê ava dike. Ew di vê komîteyê de dibe sekreter. Lê komîte di xebata xwe de serkeftî nabe.

Îhsan Nûrî Paşa di orduya Osmanî ya ku di nav belavbûnê de bû xwe wek serleşkerê Alayê îlan dike. Ew helwesta li hemberî Osmaniyan serhildanek bû.

Îhsan Nûrî Paşa piştî ku Stenbol tê îşgal kirin, ew ji bona ku biçe bajarê xwe Bedlîsê hereket dike. Lê dema ku digihîje Trabzonê bi daxwaza Serleşkerê Ordûya 9emîn Ruştû Paşa, ji bona ku bi Ordûya Sor ya Sovyetan re danûstan bikin bir grubek leşker ve diçe Bakuyê. Armanca wan ew bû ku li hemberî dewletên Ewrûpayî, piştgiriya Ordûya Sor ya Sovyetan bigrin û Ordûya Sor bên sînorê Osmaniyan biparêzin.

Piştî hevûdîtina Ordûya Sor di şertên gelek zehmet de di ser Îranê re vedigerin nav Ordûya 9emîn ser wezîfeya xwe.

Di wan şertan de bingeha Ordûya 12emîn di bin pêşengiya Îhsan Nûrî Paşa de ava dibe.

Ew di şerê Ermeniyan de birîndar dibe. Li Sarikamîşê derman dibe.

Li Sarikamişêr ji bona Rizgariya Kurdistanê bi serleşkerên kurd yên ku ji Ordûya Osmanî veqetiyan re danûstandin dike. Dest bi xebata rêxistinî dike. Wê demê di derbarê wî de lêpirsîn çê dibe, li Dîwanî Herbê tê darizandin. Lê di derheqê wî de belgeyeke ku wî tewanbar bike nayê dîtin. Loma jî rizgar dibe.

Şexsiyeta wî di nav serleşkerên Osmanî de dibe nekokiyeke mezin. Lê Îhsan Nûrî Paşa ev car jî dibe berpirsiyarê Alaya Çildirê.

Dema ku serleşkerê Osmanî dixwaze ku Ermeniyan sirgun bikin û lê wan li rê qir bikin; Îhsan Nûrı Paşa li dijî vê biryarê derdikeve. Bi Ermeniyan re danûstandina xwe baş dike û pêş dixe. Ermenî ji wî gelek hez dikin.  Piştî ku Ermeniyan re Osmanî peyman çê dikin, Îhsan Nurî Paşa jî dibe berpirsiyarê leşkerî ya Bazîdê ku di tixûba Bakurê Kurdistanê û Rojhelata Kurdistanê de bû.

SERHILDANA BEYTULŞEBABÊ…

Dema ku pirsgirêke Mûsûlê tê rojevê, ew li Diyarbekîrê dibe berpirsiyarê leşkerî. Li Diyarbekîrê bi kurdên leşker û pêşengên Kurdistanê re danûstandin dike. Dikeve nav rêxistinbûna kurdî. Li Beytulşebabê serhildana neteweyî li dar dixe.

Hezar mixabin serhildana Beytulşebabê têk diçe. Wê demê gelek berpirsiyarên serhildana Beytûlşebabê tên girtin û tên hepis kirin.  İhsan Nûrî Paşa jî di ser Seêrt û Diyarbakırê re derbasî Rojavayê Kurdistanê (binxetê) dibe.

Îhsan Nûrî Paşa ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê Şengalê dibe. Îngilîz wê demê ji Îhsan Nûrî Paşa re pêşniyar dikin ku bi wan re xebat bike. Ew vê pêşniyarê qebûl nake.

DAXWAZA WÎ YA BEŞDARBÛNA TEVGERA NETEWEYÎ YA 1925-AN…

Îhsan Nûrî Paşa piştî vê pêşniyarê bi hevalên xwe ve derbasî Rojhelata Kurdistanê dibin.Wê demê Serhildana Neteweyî ya 1925an dest dike. Ji bona ku beşdarî serhildanê bibe ji Rojhelata Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê dibe.

Hezar mixabin beriya ku beşdarî serhildana neteweyî bibe,  serhildan şikest dixwe. Serokê tevgerê Şêx Seîd Efendî û havelên wî tên girtin. Beriya wan jî Serokê Rêxistina Azadî Xalid Begê Cibrî û Kemal Fewzî û hevalên wan   hatibûn girtin û li Bedlîsê hatibûn darizandin û îdam kirin.

Wê demê ew li Wanê Sarayê mêvanê Serokê eşîra Mîlanê Osman Beg e. Piştî ku xeber tê girtin ku ew li Sarayê, wira tê bombaran kirin.

SERHILDANA NETEWEYÎ YA AGRIYÊ…

Pişt re vedigere Rojhelata Kurdistanê. Ji Dewleta Îranê mafê penaberî dixwaze.Wê demê tê hepis kirin. Wî dişînin Zencanê. Ew demekê li wir dimîne. Pişt re diçe bajarê Rojhelata Kurdistanê Xoyê. Xoyê ji bona kurdan bajarekî girîng bû.

Wê demê li Agriyê serhildan dest pê dike. Ew jî bi biryara Rêxistina Xoybûnê di sala 1927an de derbasî Bakurê Kurdistanê dibe.  Ew beriya biçê Bakurê Kurdistanê, grubeke çekdar ava dike û diçe. Di destpêkê de li Erziromê xebata xwe ya neteweyî û rêxistinî dimeşîne. Pişt re jî wek serleşker dibe Serokê Serhildana Neteweyî ya Agriyê.

Lê serhildana Agriyê jî bi tîfaka dewletên kolonyalîst Îranê û Tirk hat temrandin. Ew û hevjina xwe Yaşar Xan bi hev re derbasî Rojhelata Kurdistanê bûn û ketin bin zordariya Dewleta Kolonyalîst ya Îranê.

Bi wan re hevûdîtin girêdayî îzin bû. Mala wan daîmî di bin kontrola Savakê de bû.

Di wan şertan de jî îhsan Nûrî Paşa lêkolînan dike û meqelayan dinivîsîne. Li ser serhildana Neteweyî ya Agriyê pirtûka xwe amade dike. Bîranînên xwe dinivisîne.

Di dema Şerê Cîhanî yê 2emîn de Dewleta Îranê ditirsin ku ewê dîsa serhildaneke neteweyî li darxe û rêxe, bi daxwaza Dewleta Tirk wî digrin hepis dikin.

Dema ku hêzên muttefîq Îranê îşgal dikin, bi daxwaza wan serbest tê berdan. Lê digrin bin kontroleke gelek tund.

Îhsan Nûrî Paşa 18ê Adar a 1976an de li paytextê Îranê li Tehranê bi qezeya motorsîkletê birîndar dibe. Birîna wî kûr bû.. Ew 7 rojan li ber xwe dide. Di 25ê Adara 1976an de jiyana xwe ji dest dide.

Hîç şik tune ye mirina îhsan Nûrî Paşa mirineke trajedîk, bêxwedî, bi şik e.

Bila serê neteweya kurd sax be.

Diyarbekîr, 27. 03. 2020

(Serkanî: Îhsan Nûrî Paşa: Serhildana Çiyayê Agriyê)

([email protected])