Kurdistan welatekî xweş û şêrîn e. Li Kurdistanê çar demsal bi hev re tê jiyandin. Loma jî însanên Kurdistanê jî gelek şîrîn û dilgeş in. Di van rojên dawî de Kurdistan xweştir û şîrîntir e. Lewra li Dewleta Federe ya Kurdistanê, biryara rêferandûma serxwebûna Kurdistanê hat dayîn.

Piştî ku Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bû, di şûura miletê kurd de gûhertinek gelek esasî pêk hat. Dikarim bibêjim ku miletekî nû yê kurd qewimî.

Bi biryara rêferandûma serxwebûna Kurdistanê jî, ji bona dewletbûna Kurdistanê geşbûn û encam qewimandin. Di nav kurdan de şûurek û rûhekî nû yê hevbeş derketiye holê.

Bila rêferandûma serxwebûna Kurdistanê, li miletê me û mirovatiye pîroz be. Ez di vê baweriyê de me ku ji rêfêrandûmê encamekî xêrê û dewletbûna Kurdistanê derkeve.

***

Wek tê zanîn, her milet xwediyê maf e ku qedera xwe bi metoda xwe tespît bike. Gelek miletan qedera xwe bi çek, gelek miletan jî qedera xwe bi rêya aşitî û demokratîk tespît û tayîn kirine. Bûne xwediyê dewlet.

Li Başûrê Kurdistanê jî miletê me ji bona ku qedera xwe tayîn bike û li Kurdistanê serwer/desthilatdar be, demeke dirêj şerê çekdarî meşandin. Di sala 1970yî de encama şerê çekdarî, qedere xwe tayîn û tespît kir û di çerçewaya hukmî zatî / otonomiyê de bû serwer û desthilatdar.

Hezar mixabin sala 1975an di encama şerekî bê edalet û bê wicdan de Otonomiya Kurdistanê hat ruxandin. Miletê kurd di bin pêşengiya Qiyadeya Mûwaqqet a PDKê de 26ê Gulana 1976an dîsa dest bi şoreşa millî kir.

Şoreşa millî ya Gulanê, piştî Şerê Kendavê encam da. Kurd dîsa li beşekî welatê xwe bûn desthilatdar.

Di sala 1992an de jî miletê me, li Kurdistranê yekalî û yekteref dewleta federal ya Iraqê pejirandin. Gor dewleta federal jî li Kurdistanê tevgeriyan.  Meclîsa xwe û hikûmeta xwe ava kirin. Kurdistan jî înşa kirin. Demokrasî jî wek rejimê pejirandin.

Dema ku 2003an de Rejîma Baasê ya Dîktator ji aliyê Emerîkayê û hevkarên wan yên rojava de hat rûxandin, miletê kurd ji bona dewleta federal bi her awayî amade bûn.

Ez dikarim bibêjim ku kurt, ji bona dewleta serbixwe jî amade bûn. Lewra dewleta Iraqê têk çûbû. Leşker û burokrasî nebû. Hemû dezgehên dewletê bêfonksîyon bûn. Lê dîsa jî kurdan dewletbûna xwe îlan nekirin. Xwestin bi mileteê ereb û kêm neteweyên Iraqê re qedera xwe bi awaytekî azad û demokratîk tespît û tayîn bikin.

Encama vê helwestê, makezagoneke mişterek ya dewleta federal hat amade kirin. Ji bona ku bê pejirandin, biryar hat girtin ku rêferandûm bê lidar xistin.

Di sala 2005an de rêferandûm hat li dar xistin. Encama rêferandûmê “erê” derket.

Di makezagonê de qedera Kerkûkê û gelek herêmên Kurdistanê bi refêrandûmeke taybet re hat girêdan. Hezar mixabin ev refêrandûma heta îro jî nehatiye li dar xistin.

Rêfêrandûma dewleta sertbixwe dê vê pirsê jî çareser bike.

Gor makezagonê diviya bû ku dewleta federal ava bibe. Ji bona vê jî diviya bû ku herêma, an jî li welatên ereben jî sîstema federe ava bibe. Lê erebe ev yeka nekirin. Ew jî bû sedem ku ereb xwe xwediyê hemû dewletê bibînin. Bîrkirin ku dewleta federal, dewleteke mişeterek, dewleta kurd û ereban, dewletek ne neteweyî, ne îdolojîk û ne jî olî û sinifî ye.

Loma jî piştî demekê derket holê ku dewleta federal nameşê. Divê ku ji bona dewletê modelek bê dîtin. Pêşniyara kurdan û taybetî jî ya Serokê Kurdistanê ew bû ku ji bona ereb û kurdan dewleta konfederal, ji bona kurdan dewleteke serbixwe ava bibe.

Vê xebatê demeke dirêj domand. Diviya bû ku refêrandûm ji bona serxwebûnê bê li dar xistin. Sedemên hûndir û yên derva bûn sedem ku biryara refêrandûmê dereng bike.

Di encamê de GORAN û Komelaya Îslamî ya Kurdistanê ne di nav de hemû partî û rêxistinên di parlamentoyê de û li derveyî parlamentoyê biryara rêfêrandûmê girtin ku  di 25ê îlona 2017an de bê li dar xistin

Ev biryara rêfêrandûmê di derbarê dewleta serbixwe ya Kurdistanê de, gelek girîng û dîrokî ye. Biryareke dîrokî û pîroz e.

Biryara rêfêrandûmê li hemû beşên Kurdistanê û kurdên dinyayê kêfxweş kir. Kurdan bi xurtî piştgiriya xwe nîşan dan û ev piştgiriya dom dike..

Lê beşek partî û dezgehên kurdan (Goran, Komela Îslamî ya Kurdistanê, PKK/PYDê) dijitî ji rêfêrandûma serxwebûna Kurdistanê re nîşan didin. Ev helwesta şaş û ne milî dê pêşerojê de ji bona wan rûpeleke tarî û şermezarî derxe holê. Loma divê dev ji ew helwesta xwe ya ne milî berdin.

*****

Kurdan di sala 2005an de bi rêfêrandûmê qedera xwe di konsepta dewleta federal de tayîn û tespît kirin. Nûha jî dîsa dixwazin ku qedera xwe bi rêfêrandûmê tespît bikin.

Lê  ereb û hikûmeta navendî diyar dikin ku biryara rêfêrandûmê li dijî makezagonê ye; ew ne rast e.

Lewra di dewletê federal de dema ku herême federe û miletekî xwest veqete, her dem dikare veqete. Li Yekîtiya Sovyetan, li Çekoslocvakyayê, li Yûgoslavyayê ev yêka bû.

Dema ku makezagona federal û reşnivîsa makjezagona Kurdistanê baş bê xwendin û şirove kirin, gelek bi hêsanî tê dîtin ku yekîtî bir îradeya terefan çewa çê dibe, wûsa jî dikare ji holê rabe.

Mafê tu kesî û dewletan (Tirkiye, Îranê, Iraqê, Sûriyeyê û dewletên din)) tune ye ku li dijî rêfêrandûma dewleta serbixwe ya Kurdistanê derkevin.

Peymana Neteweyên Yekbûyî, Pîvanên Wîlson, Peymanên Navneteweyî yên di derbarê mafên miletan û kêmneteweyan de, maf dide kurdan ku kurd wek milet qedere xwe bi rêfêrandûmê tayîn û tespît bike .

Loma jî Neteweyên Yekbûyî piştgiriya rêferênadûma Kurdistanê dike. Dewletên demokrat yên rojava, Emerîka piştgiriya rêferandûmê dike.

Amed, 12. 06. 2017

***

Minaqeşeya federalbûnê di vê qonaxê de pêşiya dewletbûna Kurdistanê digre

Kurd, li Rojhilata Navîn miletekî qedîm e û bi serhejmara xwe jî miletê duyemîn e.

Miletê kurd jî wek her miletekî, xwediyê mafê çarenivîsiya xwe ye ku bi îradeya xwe divê qedera xwe tespît û tayîn bike.

Miletê kurd jî wê di şertên metîngehkarî de mafê çarenivîsiya xwe li hemberî miletê serdest û dewletên kolonyalîst pêk bîne.

Vê jî bi sê modelên dewletan pêk tîne. Modela yekemîn, modela Dewleta federal e. Modela Duyemîn, dewleta serbixwe ye. Modela sêyemîn, dewleta konfederal e.

Modela dewleta federal jî ew e ku miletê kurd bi miletê serdest ve dê di konsepteke wekhevî de bi hevre dewleteke hevbeş ava dikin. Di wê dewletê de, meclîs, hikûmet û serokên her herêmeke federe dê bibe. Di  hemandem de miletê kurd deshilatdarî û serweriyê, bi miletê serdest re bi awayekî wekhevî û dadî parve dike. Serokdewlet û meclîs û hikûmeta hevbeş bi miletê serdest re ava dike. Dadgeh û dezgehên din jî hevbeş ava dibin.

Di vê qonaxê de miletê kurd li Başûrê Kurdistanê xwediyê dewleta federe ye. Bi ereban re jî xwediyê dewleta federal ya Iraqê ne.

Dewleta serbixwe, miletê kurd bi serê xwe dewleta xwe ava dike. Bi serê xwe di dewleta serbixwe de serwer û desthilatdar dibe. Di dewleta serbixwe de miletê kurd, dibe xwediyê serokdewlet, meclîs, dadgeh, leşkerên milî û hemû dezgehên din yên ji bona dewleta serbixwe pêwîst in.

Nûha li Başûrê Kurdistanê pêvajoya dewleta serbixwe dimeşe. Ji bona vê yekê rêferandûm wê bê li dar xistin. Li dinyayê jî gelek dewletan ji nûha de piştgiriya xwe ji dewleta Kurdistanê re nîşan didin, hene. Di van rojên dawî de Elmanyayê jî ev îrade û biryara xwe diyar kir.

Dewleta konfederal ew e ku dewleta serbixwe ya Kurdistanê û Dewletên Miletên Kevn yê serdest, bi hevra biryar didin ku dewleta konfedaeral ava bikin. Di dewleta konfederal de serwerî bi awayekî tê parvekirin. Di dezgehên dewleta serbixwe de gûhertin nabin.

Li Başûrê Kurdistanê, piştî ku dewleta serbixwe ava bibe, amade ne û pêşniyar dikin ku bi dewleta Ereban re, dewleteke konfederal ava bikin.

***

Miletê kurd, di dewleta xwe ya serbixwe de jî xwediyê maf e ku qedera xwe tayîn û tespît bike. Vê yekê du qadan de dikare pêk bîne.

Qada yekemîn: Miletê kurd jî piştî ku dewleta xwe ava kir. Dê ji bona dewleta xwe modeleke dewletekê hilbijêre.

Modelên dewletên serbixwe yên li dinyayê: Dewleta Federal e. Dewleta federal, bes li ser bingeha du ân zêde miletan ava nabin. Miletek bi xwe jî dikare dewletek federal bipêjirîne û ava bike. Ji bona welat  hîn rehet û baş birêve bibe;  desthilatdarî di nav hemwelatiyên xwe bi edalet parve bike, dikare dewleta federal ava bike. Heger li welatekî kêmneteweyên cûda hebin, wê demê jî dewleta federal tê ava kirin. Elmanya û Belçîqa, dewleteke bi vî awayî û modelê ye.

Dewleta merkezî ya unîter  hevbeş e. Tirkiye, Suriye, İran dêwletên unîter in.

Dewleta ne merkezî yanî adem-î merkezî ye.  Dewletên ji herêmên xweser/otonom pêk hatine. Dewleta Îspanyayê ye.

***

Li Kurdistanê jî, kêmneteweyên cûda (Suryanî, Ereb, Tirkmen, û.w.d), olên û mezhebên cûda hene. Li aliyekî jî din av miletê kurd bi xwe de grubên zerevavî û çandî yên girîng jî hene: Wek kurmanxcan, dimiliyan, soranan, goranan, loranan, şêxbiziniyan.

Miletê kurd piştî ku bû dewlet ji bona xwe dikare dewleteke federal an jî otonom ava bike.

Li Başûrê Kurdistanmê dewleta Federe dişibe dewleta otonom. Lewra hemû kêmnetewe xwediyê mafê xwe yên siyasî, îdarî, çandî, çapemenî ne.

Qada duyemîn: Miletê kurd, rejîm û sîstemekê jî ji bona wê hilbijêre.

Li dinyayê rejîmên heyî jî, monarjî, olaîgarşî, totalîterîzm, faşîzm, demokrasî ne. Demokrasî rejîma baştir e. Di şertên Kurdistanê de jî rejîıa demokratîk ya hevdem û plûral û parlementerîst rejîma realîst û maqûl e.

Caribandin û jiyana Başûrê Kurdistanê jî vê yekê îspat dike.

Li Başûrê Kurdistanê demokrasî pêk  hatiye û dimeşe. Ji Rojhelata Navîn re jî modelek e.

***

Li Kurdistanê ji bona modela dewletê û rejîm pejirandinê hîn dem û wext nehatiye.

Mînakeke vulgar heye ku dema ku xanî ava nebe, hûndirê xanî dizayn nabe.

Loma jî dema ku dewleta Kurdistanê ava nebe, modela dewletê û rejîmê hilbijartin bê wate ye. Bêwext tevgerandine.

Demên berê, di van du mijarên girîng de minaqeşe hatin kirin. Ew minaqeşeyan wek jîmnastîkeke fikir bû.

Lê di qonaxa ku li Başûrê Kurdistanê dewleta serbixwe ava dibe de,  pirsa modela dewletê û rejîmê minaqeşekirin,, wek stratejiya yekemîn derkeve pêş, ew ne rast e.

Pêşiya dewletbûna Kurdistanê digre.

Piştî dewleta Kurdistanê ava bû, wê demê ev mijaran bê niqaşe kirin, pirsgirêk nabe. Divê bê minaqeşe kirin jî.

Loma jî endamê Tevgera Goran bê wext vê nerînê dixxe rojevê.

Parlamenterê kevn yê Tevgera GORANê, “Daxwaza biherêmakirina wîlayeta Silêmaniyê dike.

Rojeva Kurd dibêje ku : “Endamê berê yê parlamentoya Kurdistanê ser lîsteya Tevgera Goranê, di nivîseke xwe de daxwaza biherêmkirina wîlayeta Silêmnaiyê dike û daxwazê ji partiyên desthildar li devera Silêmaniyê dike ku ji bona biherêmkirina wîlayeta Silêmaniyê bi cidî dest bi amadekariyan bikin.

Ednan Osman endamê berê yê parlamentoya Kurdistanê ku kadiroyek balay yê Tevgera Goranê ye di niîseke xwe de daxwaza biherêmkirina wîlayeta Silêmaniyê dike û dibêje ku bi herêmkirina Silêmaniyê dikare di paşerojlê de kurdistaneke federal ku ji herêma Silêmaniyê û herêmên din pêk bê, bê avakirin.

Vê nivîsa kadiroyê Tevgera Goranê di medya Başûr de gelek deng veda û reaksyonên cuda bi xwe ra anîn û hem bêje piraniya rewşenbîr û kesatiyên Kurdistanê li dijî wê fikira Osman derketin.

Lê heta niha Tevgera Goranê helwesta xwe li hember wê fikrê bi fermê diayar nekiriye ka gelo ew helwest, siyaseta Tevgera Goran e yan helwesta şexsî ya nivîsakar e.”

Gor baweriya min ev fikra bêwext e, ji bona ku pêşiya dewletbûna Kurdistanê bê girtin ew nerîna hatiye pêşkêşkirin.

Di vê qonaxê de divê hemû kurd li dijî van nerînên bê wext û xeter derkevin. Pêşîı li van nerînan bigrin.

Amed, 7ê Hezîrana 2017an

([email protected])