Demeke dirêj e ku li Başûrê Kurdistanê ji bona serokatiya Mesûd Barzanî niqaşek heye. Tê gotin ku “serokatiya Mesûd Barzanî bi dawî hatiye. Divê dest ji posta serokatiya Kurdistanê berde.”

Bi taybetî jî dema ku referandûma serxwebûna Kurdistanê ket rojevê, di pirsa serokatiya Mesûd Barzanî niqaşe germtir û firehtir û kûrtir bû. Lewra ew kes û hêzên ew niqaşe didomandin, di dixwestin ku Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî tasfiye bibe. Derma ku ew tasfiye bû, hesabên wan û dewletên ji wan re hevalbend bi serdiketin. Lewra wê demê pêşiya biryara referandûmê û Dewletbûna Başûrê Kurdistanê dihat girtin.

Serokê Kurdistanê, kes û hêzên ku dixwestin Dewleta Kurdistanê ava bikin, nehatin vê lîstikê. Daxwaza ew hêzên biyanî û hevalbendên wan yên li Kurdistanê pêk neanîn. Lewra aktorê ji referandûmê û dewletavakirinê re pêşengî dikir, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bû.

Piştî ku biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê hat girtin; di bin pêşengiya serokê Kurdistanê de PDK û YNKê ev pêvajoya referandûmê û dewletavakirinê xûrttir kir; dijiminên dewleta Kurdistanê, çend sedemên hiç û puç, du sedemên din yên ku esil dixwestin ku pêşiya referandûmê bigrin, pêşve ajotin.

Sedema yekenmîn ew e: Statuya serokê Kurdistanê bû. Dijminên Dewleta Kurdistanê digotin ku “Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê yê rewa nîne. Wî posta (meqama) serokatiyê îşgal kiriye. Divê dest ji serokatiyê berde. Biryarên wî jî ne hiqûqî û ne rewa ne.”

Sedema duyemîn: “Meclîsê, biryara referandûmê negirtiye. Loma biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê ne rewa ye. Divê Meclîs bicive, di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de biryar bigre.”

Ew kesên ew du sedeman diyar dikir, ew kesên niyetbaş û li gel dewleta Kurdistanê nebûn. Ew du şert û an jî sedem nebe jî, dîsa ewê li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derbiketina. Lewra dewletên ew pê re girêdayî ne, bi taybetî jî Îranê ev yêka ji wan dixwest. Wan jî daxwaza Îranê bê qeyid û şert diparastin û ji bona daxwaza Îranê xebat dikirin.

Ew bi şidetê bibûn sedem ku Meclîsa Kurdistanê aktîf kar neke. Bi taybetî serokê Tevgera Goran Meclîs cidî negirt, wek parlamenter neçû meclîsê û di hikûmetê de cî negirt, hevalên xwe yên bê ceribandin kir wezîrê girîng û serokê meclîsê.

Bi taybetî dema ku jibona referandûma serxwebûna Kurdistanê, ji meclîsê qal dikin, dixwazin bi niqaşeyan pêşiya referandûmê bigrin û dereng bixin.

Ez taybetî dixwazim ku li ser serokatiya Mesûd Barzanî rawestim. Lewra ew kesên ku di derbarê serokatiya serokê Kurdistanê xwediyê nerîn bûn; tiştekî bingehî û ji çav direvandin. Wan, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî wek serokekî hilbijartî yê normal dihesibandin. Di vê mijarê de xwediyê şaşiyeke mezin bûn û mezin in.

Dema em  ceribandin û dîroka miletan û dewletan lêdikolin û şirove dikin; ji aliyê serokan de bi giştî çar kategorî (di esas de 3 kategorî) hene. Ez dixwazim van kategoriyan zelalbikim.

Serokên zorbatiyê

Ev serokan bi zorakî dibin desthilatdar û serok. Ew bi du avan tên dibin serok. Awayê yekemîn, ew serokan encama darbeye leşkerî dibin serok. Ew, heman dem serokên milîter in. Serokên demokrat nînin. Bi tevayî jî dîktator in. Ew desthilatdarên mitleqe in. Ew ji hiqûqa giştî û demokrasî nas nakin. Ew hiqûqa xwe ya dîktatoriyê çê dikin. Loma jî yê serdest ev serokê dîktator e, hiqûq hîç wextekê desthilatdar nabe.

Serokên Faşîst wek Hîtler û Musolînî di vê kategoriyê de cî digrin.

Serokên bonapart, jakoben, serokên bonapart yên çep (Lenîn û Stalîn û Mao, Xoca Enwer, Kim Îl Sung, Pol Pot, Castro yên din ), di vê kategoriyê de cî digrin.

Ew, serokên ku encama şoreşa çekdarî çêbûne. Ew jî nayên gûhertin. Hera mirinê desthilatdar û dîktator in.

Li Şîliyê, di salên hefteyî de encama darbeya leşkerî serokê dîktator bi vî awayî qewimî. Bi hezeran kes hatin kûştin. Ew serokê ku bihiljartinê bibû serok û desthilatdar Salvador Allende, ji bona ku Meclîs terk nekir hat kûştin.

Li Sûriyeyê û li Iraqê encama darbeyeke leşkerî, dîktatoriyên baasî ava bûn. Saddam û Esadî bûn serok. Serokatiya wan jî, serokatiyeke leşkerî û dîktatorî bû.

Li Tirkiyeyê, piştî ku dawiya desthilatdariya sûltanên osmanî hat, M. Kemal (Atatirk) bû dîktatorekî. Heta mirinê jî nehat gûhertin. Ew bi serê xwe desthilatdar bû. Piştî wî jî, Înonu pişta xwe da leşkeran û bû şefê mîlî û dîktator.

Piştî salên 1946an şiklî be jî li Tirkiyeyê guhertinek çêbû. Serokatiyeke (serokwezîr: Ednan Menderes, serokkomar: Celal Bayar) nîv demokrat ya hilbijartî çêbû. Lê di sala 1960yî de encama darbeya leşkerî serokatiya hilbijartî hat tasfiye kirin, dîktaoriyta leşkerî ava bû.

Di salên pişt van salan de jî her 10 salan carekê darbeyê leşkerÎ û dîktatoriya leşkerî ava bû.

Serokên hilbijartî/serokên xwezayî û milî yên hilbijartî

Di serokatiya hilbijartî de du protîp di nav hevûdu de ne.

Serokên Hilbijartî, li welatên demokrat û nîv-demokrat, encama hilbijartinên giştî, bi dengên gel tespît dibin.

Li welatên demokrat (Wek dewletên ku endamê YEyê ne), ew serokan demokratên rasteqîne ne. Encama hilbijartinê tên û encama hilbijartinê jî diçin.

Ew serokan di destjhilatdariya xwe de bi hiqûqê re girêdayî ne. Ji maf û azadiyên mirovî re rêzgirtî ne.

Ew serokên mûwaqqet in.

Beşek serokên Hilbijartî jî, di demeke dirêj de piştgirî û dile gelê qezenç dikin. Bi dehan salan dibin serok.

Wê demê jî ew wek qerekter dibin serokên xwezayî û milî.

Gel bi çavekî cuda li wan dinêre. Kerenskî, Olof Palme, Kohl, Demîr Leydî, di vê merheleyê de Merkel, serokên ku ev qerekteran qezenç kirine.

Serokên xwezayî û milî û dîrokî û demokrat

Serokên Xwezayî û milî û dîrokî û demokrat, ji herdu kategoriyên serokan, ji herdu kategoriyên serokan cuda ne.

Serokên demkî nîn in.

Bi jiyana civat û neteweya xwe re girêdayî çê dibin.

Ji nav gel tên û ji jor de hûkmî milet û derûdoran xwe nakin.

Yên derûdora xwe nadin xebitandin. Bi xwe dixebitin û ji kesê derûdora zêdetir jî dixebitin.

Di demeke dirêj û di xebateke dûr û dirêj de, di nav tevgerên ku civatê jinûve çêdike diqemin. Bi taybetî jî di tevgera serxwebûn û azadiyan miletan û welatan de derdikevin û çêdibin.

Ew serokan, bi hiqûqa milet û civatê re girêdayî ne.

Ew serokan,  daxwazên gel tînin cî.

Bi her awayî û sedî sed berjewendiya netewe û civata xwe temsîl dikin.

Hiqûqa civakî û xwezayı ji bona wan di civat meşandinê de rêber e.

Ew serokan, bi azadî û serxwebûna welat û neteweya xwe tên nas kirin.

Dema ku ji azadiya û serxwebûna neteweyan û welatan qal dibe, navê wan tê bîra her kesekî.

Ev serok, îdol û xwêrxwazên netewe û civata xwe ne.

Ew avakarên civat, netewe, welatê xwe ne. Bi damezrandina dewletan re tên ser zimên.

Ew serokan di despêkê de nayên hilbijartin. Ew di nav jiyanê û xebat û têkoşînê de çê dibin, dipijin.

Li Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî, Qadî Mihemed, Şİêx Seîd Efendî, Seyîd Rıza, Xalid Begê Cibrî; li dinyayê George Waşîngtıon,  Nehrû, Gandî, Mandela di kategoriya serokên xwezayî û milî û civakî de tên bi nav kirin û terîf kirin.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî, yek ji van serokekî vê demê  ye.

Serok Mesûd Barzanî, serokekî  xwezayî, neteweyî, dîrokî, civakî, demokrat e.

Ew, bi zorê nebûye serok. Loma xwezayî ye.

Ji bona dewletbûna Kurdistanê û azadiya kurdan xebat dike, loma neteweyî ye.

Hemû jiyana xwe bi têkoşîna neteweyî, maf û azadiya neteweya kurd derbaskiriye, loma jî dîrokî ye.

Ew serokekî civata kurd e, loma jî civakî ye.

Ew xwe tu wext di ser gel re nagre. Ew xwe wek pêşmerge terîf dike. Ew loma jî têkoşerê neteweya xwe ye..

Ew, ji hiqûq û demokrasiya civakî re rêzgirtî ye. Di heman dem de ew xwediyê wan nirxan e. Loma jî kesekî demokrat e.

Wek tê gotin, serokatiya hilbijartî ji bona wî xwediyê hêjayiyeke mezin nîn e. Ew serokbûna hilbijartî, mijareke teknîkî ya demokrasi diecibîne.

Lewra ew dema ku serokê hilbijartî nebe, gel wî serokê xwe yê  xwezayî, neteweyî, dîrokî, civakî, demokrat dizane.

Bi wan nirxan bi wî bawer in, ji wî re rêzgirtî ne.

Heger derdê wî netewe kurd ne, serokatî bûya, ewê ji Iraqê re bibûya serokkomar.

Ew kesên ku dibêjin Serok Mesûd Barzanî posta serokdewletiyê îşgal kiriye, ew ne heq in. Ew dijminitî dikin.

Serok Barzanî ji bona ku serokekî xwezayî, milî, civakî û demokrat e, gelek bi rehetî diyar kir ku dema di referandûmê de bi serkeftin nebe û an jî serkeftin bibe, dê dest ji serokatiyê bedre.

Lê neteweya kurd dê çi bibêje, ew mijareke din ya serekê ye.

Amed, 06. 09. 2017

([email protected])