Encama Peymana Lozanê, Kurdistan ji aliyê emperyalîstan hat debaş kirin. Kurdistan bû 4 beş û ket bin bandor û desthilatdariya çar dewletan: Dewleta Tirk, Dewleta Îranê, Dewleta Iraqê, Dewleta Sûriyeyê.

Dewleta Tirk, Bakûrê Kurdistanê îşxal û îlxak kir. Li Bakûrê Kurdistanê sîstemeke kolonyalîst ava kir. Hemû mafên neteweya kurd xesip kir. Li hemberî sîstema kolonyalîst hemû xebat, mixalefet, serhildanên milî yên neteweya kurd bi zor û şidetê temirand.

Li Kurdistanê, qetlîamên mezin li dar xist. Mîlyonek kurd kûşt. Ji bona ku Kurdistan ji kurdan vala bibe, kurd ji Kurdistanê koçber kir. Ji bona ku kurd û Kurdistan bibe Tirk, tirk anîn li Kurdistanê cîwar kirin.

Felsefeya damezrandina Dewleta Tirk a Kemalîst, neteweya kurd, wek dijmin pejirand. neteweya kurd û Kurdistan, her demê ji bona xwe tehlûke û tehdît  dît.

Her dem tirsiya ku Kurdistan dê ji bin bandor û desthilatdariya wê derkeve. Loma jî hemû siyaset û stratejiya xwe ji bona ku neteweya kurd û Kurdistan azad û serbixwe nebe tespît kir.

Dewleta Tirk, bes Bakûrê Kurdistanê ne, hemû beşên din yên Kurdistanê jî, ji bona xwe tehdît û tehlûke pejirand.

Loma jî ji bona ku li beşên din jî kurd azad nebin û nebin dewlet, siyasetakê klasîk ê nijadperest û kolonyalîst meşand, bi dewletên dagirker û kolonyalîst re her dem di nav pêwendiyeke stratejîk de bû.

Dewletên din yên kolonyalîst jî heman siyaset pejirand. Wan jî bi dewleta Tirk re tîfaq û hevkarî kirin, li hemberî Tevgera milî ya Kurdistanê tevgeriyan.

Dewleta Tirk, loma di serhildana Agriyê de, bi Îranê re axa Kurdistanê di nav hev de mubadele kirin.

Loma dewleta Tirk,

* Li dijî Dewleta Kurdistan ya Mehabadê (1946),

* Li dijî Otonomiya Kurdistanê (1970),

* Li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê (2017) derket.

 Dewleta Tirk, di vê merheleyê de jî, li Rojavayê Kurdistanê, azadî û serxwebûna neteweya Kurd ji bona xwe xeter dibîne.

Vê yekê jî gelek aşkere diyar dike.

Dibêjê ku “Li Rojavayê Kurdistanê desthilatdariya kurdan, ji bona me xeter dibe.”

Ev desthilatdarî, di rojên pêş de ji bona ku ji kurdên li Tirkiyeyê re dibe model.

Loma Efrîn îşxal kir. Loma dixwaze ku hemû Rojavayê Kurdistanê dagir bike.

Ev tevgera Dewleta Tirk, li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Li dijî mafên çarenivîsiya neteweya kurd e.

Tu dem ev tevgera dagirkerî ji aliyê kurdan ve nayê qebûl kirin û nayê pejirandin.

Divê hemû kurd li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya Rojavayê Kurdistanê derkeve.

Ev tevgera li dijî gelê Tirk e jî. Loma divê ew jî li dij derkevin.

Ev tevgera dibe sedemê felaketa aborî jî, bedel jî dê li ser pişta gel bar bike.

Mixalefeta dijminê hikûmeta R.T. Erdogan, gelek bi hêsanî deng da ku Dewleta Tirk, Rojavayê Kurdistanê dagir bike.

Ev jî derdixe holê ku ji bona partiyên siyasî yên Tirk jî kurd û Kurdistan dijmin e.

Divê ku dewleta Tirk dev ji operasyon û îşxala xwe ya li Rojavayê Kurdistanê berde.

Xiyaneta Emerîka û PKK/PYD…

Emerîkayê bi riya PKKê neteweya kurd li Rojhilata Kurdistanê xist bin xeterî. Nûha jî dev ji kurdan ber dide. Kurdan dide ber devê dewleta dagirker a Tirk. Ev careke din xiyaneteke mezin a Emerîkayê li hemberî kurdan e.

PKK/PYDê jî siyaseteke gelek xeter, tîfaqên gelek xeter meşand. Bû sedem ku dewletên kolonyalîst gelek bi hêsanî êrişî Rojavayê Kurdistanê bikin..

Tê gotin ku “Emerîka dema hat Sûriyeyê ji bona kurdan nehat. Ji bona ku li dijî DEAŞê şer bike hat Sûriyeyê. Tu wext negot ku ‘ez ji bona kurdan hatime Sûriyeyê. Ezê mafên wan û welatên wan biparêzim.’ Emerîka nûha jî vê stratejiyê dimeşîne. İzin dide Dewleta Tirk ku Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Gelo Emerîka çima xiyanetkar tê binavkirin?”

Min jî di gelek maqeleyên xwe de nivîsand ku Emerîka ji bona kurdan nehatiye Sûriyeyê. Ji bona Sûriyeyê û kurdan û Kurdistanê jî xwediyê projeyekê nîne.

Lê dema ku li hemberî DEAŞê dest bi şer kir; nexwest ku leşkerê xwe bi kar bîne û bide kûştin. Ji bona xwe li leşkeran geriya ku şerê xwe bi babeta wekaletê bimeşîne.

PKK/PYD li Sûriyeyê leşkerî ji rejîma faşîst û kolonyalkîst ya Baasê û dewleta Îranê û Rûsyayê re dikir.

Piştî demekê Emerikayê PKK/PYD kirrî. PKK/PYD jî gor aqlê xwe yê sivik plana desthilatdariya xwe di ser Emerîkayê re kir. Bû leşkerê Emerîkayê.

Dema ku PKK/PYDê bû leşkerê Emerıkayê, Emerîkayê gelek aşkere diyar kir ku “Plana me ya ku em Kurdistanekê ava bikin û Sûriyeyê parçe bikin tune ye. PKK/PYDyî bes bi pere ji me re leşkerî dikin. Lewra PKK/PYDyî leşkerên erzan in.”

PKK/PYDê jî leşkerên xwe ji ciwanên kurd çêkiribû.

Wê demê her karekî PKK/PYD wek karên kurdan hat şirovekirin.

Leşkerbûna PKK/PYDê ji bona Emerîkayê jî, ji kurdan re wek alîkar hat pejirandin.

Ji vê jî ew encam hat derxistin ku Emerîka dixwaze kurdan biparêze. Heta dikare Kurdistanê jî ava bike.

Lê gelek aşkere bû ku Emerîka li Iraqê ji dewleta Kurdistanê re piştgirî nekir ku kurdan bi riya gelek demokratîk û bi riya referandûmê biryara dewlet avakirinê dabûn.

Emerîkayê li Başûrê Kurdistanê ji dewleta Kurdistanê re alîkarî nekir ku Başûrê Kurdistanê welatek dewlemend yê petrolê bû, dê çewa li rojavayê Kurdistanê bixwaze dewlet ava bike?

Bi salan e ku ez van nêrînan tînim ser zimên, hezar mixabin siyasetvan û rewşenbîrên me bîr bi vê yekê nabin û fahm nakin.

Piştî ev fahmandinê PKK/PYDê ew dewletên ji PKK/PYDê re alîkarî dikirin, bûn dijminên kurdan.

Ji aliyê din ve Emerîkayê bi destê PKK/PYDê bajarên ereban jî dagir kiribûn.

Ereb jî bi tevayî bûn dijminê PKK/PYD û pêçewane jî ya kurdan.

Loma piştî civîna ASTANA ya li Anqereyê, min nivîsand ku Rûsyayê û Îranê biryar dan ku ji bona ku ji Emerîkayê û PKK/PYDê xelas bibin û yekîtiya Sûriyeyê biparêzin; piştgiriya operasyon û dagirkirina dewleta Tirk ya Rojavayê Kurdistanê kirin.

Rejîma Baasê jî beriya civîna ASTANAyê ji Neteweya Yekgirtî re nameyek şand ku “PKK/PYD rêxistineke terorîst e.”

Ev daxuyanî û biryara Sûriyeyê jî derfet dida Dewleta Tirk ku Rojavayê Kurdistanê dagir bike.

Lewra wek Îranê di civîna ASTANAyê de binxeteke qalind kir ku divê Peymana 1998 ya Edeneyê di navbeyna Dewleta Tirk û Sûriyeyê de cî bi cî bibe.

Di wê peymanê de tê gotin ku dewleta Tirk, dema ku ji Sûriyeyê li hemberî wan tevgereke terorî pêk bê, dewleta Tirk dikare bikeve nav axa Sûriyeyê û li hemberî tevgera terorî şer bike.

Encama vê Peymanê Ocalan ji Sûriyeyê derket.

Vê peymanê, gelek aşkere rê ji dagirkeriya Dewleta Tirk re vedike.

Ew biryara Dewleta Sûriyeyê îşxala Efrînê jî rewa dike.

Dema ev hemû qewimandin bi hev re bên analîz kirin û şirove kirin, gelek aşkere xuya dike ku li Rojavayê Kurdistanê, piştî daxuyaniya Qesra spî, xiyaneta Emerîkayê û PKK/PYDê ya hevbeş heye.

Amed, 11.10.2019

([email protected])