Di sala 2017an de ji bona kurdên her çar parçeyan û kurdên dinyayê du rojên dîrokî hatin holê û rojevê.

Rojek, di 25ê Îlonê de hat rojevê, ev roja ji bona Kurdistaniyan roja şayiyê bû.

Rojek jî, di 16ê  Cotmehê 2018an de hat rojevê, ev roja jî,roja şînê û reş û tarî . Roja xiyanetê û xençer li dilê Kurdistanê Kerkûkê xistin bû.

Roja şayiyê: Roja referandûma serxewbûna Kurdistanê û ji dewleta Kurdistanê re “erê” gotin…

Meha îlonê ji bona kurdan rojeke pîroz e. Li Kurdistanê du qewimandinên dîrokî di meha îlonê de hatin holê. Bûyera dîrokî ya yekemîn, di îlona 1961an de, bi Şoreşa Milî ya Îlonê, di bin pêşengiya Serok Mele Mistefa Barzanî û PDKê de dest pê kir. Encama vê  şoreşa milî ya pîroz, Kurdistaniyan li Kurdistanê di çarçeweya otonomiyê de bûn desthilatdar û serwer.

Piştîruxandina Otonomiya Kurdistanê (1925), Şoreşa milî domand. Şerê Kendavê ya Yekemîn û Duyemîn di herêmê de û di Kurdistanê de guhertinên bingehî anîn rojevê. Kurdistan bû herêmeke azad û federe. Bi piştgiriya Kurdistanê, di sala 2005an de Iraq jî bû dewleteke federal û Kurdistan bû dewleta federe.

Hezar mixabin ereb ji bona ku ji nîjadperestî û neteweperestiya teng xelas nebûn, ji bona dewleteke federal û demokrat xebat nekirin. Loma jî Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê biryara serxwebûnê û dewleta Kurdistanê dan. Ji bona ku ev biryara bibe biryara Kurdistaniyan, biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê wergirtin.

Referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê îlona 2017an de hat li darxistin. Li Kurdistanê bi awayekî siyasî û demokratîk û aşaitîxwazî Şoreşa Milî ya Siyasî qewimî. Kurdistaniyan bi %93 dengan, biryara dewletavakirinê dan.

Ev biryara, biryareke dîrokî bû. Roja Şoreşa Milî a Siyasî bû. Loma jî li hemû parçeyên Kurdistanê, di nav kurdên dinyayê de bû roja şayiyê.  Lewra ji bona dewleta Kurdistanê rê vekir û pêvajoyê dest pê kir.

Roja şînê û reş û tarî: Roja xiyanetê û xençer li Kerkûkê dilê Kurdistanê  xistin.

Beriya Referandûma serxwebûna Kurdistanê, çar dewletên kolonyalîst, hêzên navneteweyî (di serî de jî Emerîkayê) ji referandûmê re eciziya xwe diyar kirin. Gotin ku divê li Başûrê Kurdistanê Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê dev ji referandûma serxebûna Kurdistan berdin û referandûmê paşve bixin.

Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê ev daxwazan qebûl nekirin, bi qerardarî referandûma serxwebûna Kurdistanê li darxistin. Kurdistaniyan jî ruyê wan spî kir, piştgiriya xwe li hemberî êrişên dewletên kolonyalîst û hêzên navneteweyî diyar kirin.

Dema ku referandûma serxwebûna Kurdistanê bi serkeftı derbas bû, Kurdistaniyan biryaran dewletavakirinê dan, dewletên kolonyalîst gelek eciz bûn. Ji bona pêşeroja xwe tirsiyan. Ji bona pêşiya dewleta Kurdistanê bigrin, ketin nav hewildanên gelek qirêj û xeter. Planên xûrt çêkirin. Li Kurdistanê jî, ji bona xwe li heval û hevalbendan geriya. Ew amade kirin.

Ev amadekariya dewletên kolonyalîst û hêzên navneteweyî, 20 rojan domand. Piştî 20 rojan di 21ê Cotmeha 2017an êrîşa leşkerı dest pê kir. Grûba Xiyanetê ya di nav YNKê de, PKK û Goranê; hêzên navneteweyî Îngiltereyê û Emerîkayê ji dewletên kolonyalîst re piştgirî kirin, bûn sedem ku Kerkûk û gelek deverên Kurdistanê îşgal bibin..

Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê ji bona ku şerê navxwe dernekeve nikarîn şer bikin; pêşiya vê îşgalê bigrin;    dest û lingên wan hatin girêdan.

Ev roja, ji bona kurdan li her çar parçeyan bû roja şînê, bû roja reş û tarî. Xençer li dilê Kurdistanê û Kerkûkê hat xistin. Ji wê rojê vir ve dilê Kurdistanê xwîn dibe. Kurdistanî di nav şînê de ne. Heta ku Kerkûk ji îşgalê xelas nebe, Dewleta Kurdistanê ava nebe, ew şîna dê dom bike.

Divê em ew hêzên navneteweyî yên ku ji neteweya kurd re xiyanet kirine, baş nas bikin.

Neteweya kurd, Kurdistaniyan bes bi êrîşên dewletên kolonyalîst û bi xiyanetên hûndir wenda nekir; di heman demê de bi êriş û piştgiriya hêzên navneteweyî ji dewletên kolonyalîst re jî wenda kir. Nikarî dewleta xwe ava bike.

Hêz û dewletên navneteweyî, piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn bi pêknenaîna Peymana Sewrê, di Serhildanên milî yên Kurdistanê de ji dewletên kolonyalîst re alîkarî kirinê, piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn de di ruxandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de, di sala 1975an de di têkbirina Otonomiya Kurdistanê de xiyenet li Kurdistanê û Kurdistanişyan kirin.

Di dawî de jî piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê ji dewletên koolonyalîst re alîkarî kirin. Bûn sedem ku Kerkûk û gelek deverên din yên Kurdistanê bên îşgal kirin.

Loma divê em hêzên navneteweyî baş nas bikin. Di pêwendiyên xwe yên navneteweyî de gorî wê naskirinê, tevbigerin.

Divê em Neteweyên Yekbûyî baş nas bikin ku kurdan temsîl nake.

Neteweyên Yekbûyî xwe wek dezgeheke ku hemû neteweyan temsîl dike, ji bona berjewendiya hemû neteweyan tevdigere, diyar dike. Wûsa jî tê nas kirin û tê nasandin.

Lê hezar mixabin, Neteweyên Yekbûyî hiç wextekê berjewendiya neteweya kurd û Kurdistaniyan neparast. Loma jî mirov nikare bibêje ku Neteweyên Yekbûyî neteweya kurd û Kurdistaniyan temsîl dike.

Neteweyên Yekbûyî di encamaa referandûma serxwebûna Kurdistanê û di îşgala Kerkûk û gelek deverên din yên Kurdistanê di ezmunê de me.

Neteweya Kurd û Kurdistaniyan bi riyeke gelek demokraîk û aşitiyane, bi riya referandûmê biryar da ku dewleta xwe ava bike. Hezar mixabin Neteweyên Yekbûyî ji ev biryara pîroz ya Neteweya Kurd û Kurdistaniyan re xwedî dernekert. Li dijî êrişên dewletên kolonyalîst û îşgala Kerkûkê bêdeng ma.

Lê tê zanîn ku Neteweyên Yekbûyî li Yekîtiya Sovyetan, li Yûgoslavyayê û li gelek deverên din ji refertandûmna neteweyan re xwedî derket, dewletbûna gelek neteweyan “erê” kir.

Carek din derket holê, ku Neteweyên Yekbûyî neteweya kurd û Kurdisyaniyan temsîl nake.

Divê neteweya kurd û Kurdistanî vê yekê û ev pozîsyona Neteweyên Yekbûyî baş nas bike, gor vê siyaset û helwesta xwe diyar bike. Tu dem ji Neteweyên Yekbûyî re baweriya xwe nîşan nede. Her dem Neteweyên Yekbûyî rexne bike.

Divê kes û grûbên xiyanetê ên kurd baş nas bike, divê ew dadgeh û ciza bibin.

İşgala Kerkûk û deverên din yên Kurdistanê bû sedem ku pêşiya dewletavakirina Kurdistanê bê girtin. Li hemberî neteweya kurd û Kurdistaniyan, ji vê mezintir xiyanet neba.

Tê zanîn ku di demên bûhûrî de jî, ji neteweya kurd û Kurdistanê re xiyanet hatiye kirin. Lê ev xiyaneta dawî, xiyaneta mezintir e.

Loma jî divê ev xiyaneta bê ciza kirin. Ew kes û hêzên ku ev xiyaneta mezin ya sedsala 21an kirine, bên nas kirin, bên dageh kirin û ciza kirin.

Divê ji bona Kurdıstaniyan stratejiya sereke: Kerkûk ji îşxalê xelas bikin, pêvajoya ragehandina dewleta Kurdistanê bidin dest pêkırın.

Baş tê zanîn û îlima siyası û jiyana civatan diyar dike ku her dem heman stratejî nayên meşandin. Stratejî, gor demê, gor şertan, gor konjonturê, gor şertên navneteweyî tên gûhertin.

Di vê merheleyê de stratejiya sereke li Başûrê Kurdistanê divê rizgarina Kerkûk û deverên din yên Kurdistanê ku hatine îşgal kirin; pêvajoya dewlet avakirinê meşandine..

Ji bona ku Kerkûk ji îşxalê bête xelaskirin, serxwebûna dewleta Kurdıstanê bête ragehandin, ji serok Mesûd Barzanî û partiya wî re piştgirî bête kirin.

Ji bona ku ev stratejiya sereke bê meşandin, divê hemû kurd ji Serok Barzanî û partiya wî re xwedî derkevin. Lewra nûha ew ji ev stratejiya sereke re bi qerardarî xwedî derdikevin.

Kurdistaniyan di hilbijartina giştî ya Iraqê û Kurdistanê de ev piştgiriya xwe nîşan dan. Bi vê piştgiriyê Kurdistaniyan diyar kirin ku stretajiya wan ya sereke çi ye.

Amed, 19. 10. 2018