Dema ku li hemberî malbateke û eşîretekê ji der ve de êriş bibe, ew malbat û eşîret gelek bi hêsanî dikare xwe biparêze. Lê dema ku ji dev re de êriş bibe, hevalbendên êrişkaran (xayîn) jî di nav malbatê û eşîretê de hebe, wê demê parastina malbatê û eşîretê gelek zehmet dibe. Heta mimkun e ku malbat û eşîret pêşiya êrişê bigre jî, zerareke mezin bibîne.

Ev rastiya ji bona miletan, tevgera milî ya neteweyan, dewletan, partî û rêxistinan jî derbas dibe. Dema ku dewleta serdest û kolonî êrişî miletê bindest û tevgera wan ya milî bike, heger hevalbendên dewletên serdest û kolonyalîst di nav wan miletan û tevgera wan ya milî de hebe, parastina wî miletî û tevgera wan ya milî gelek zehmet dibe.

Hemanrastî ji bona dewletan jî derbas dibe.

Miletê kurd, miletekî bindest e. Him jî di bin destê çar dewletên kolonyalîst de ye. Loma jî miletê kurd ji bona azadî û serxwebûna xwe, ji bona ku dewleta xwe ava bike 200 sal e ku têkoşîneke milî dimeşîne.

Di hemû beşên Kurdistanê de, hemû merheleya tevgera milî de pisgirêke mezin, hevalbendên dewletên kolonyalîst bûn ku li Kurdistanê xiyanetî kirin, zerarên mezin dan Tevgera Milî ya Kurdistanê.

Divê ku pêşiya van xiyanetan bê girtin. Heger pêşiya van xiyanetan nayê girtin, dewletavakirina Kurdistaniyan gelek zehmet dibe.

Çar xiyanetên mezin li Kurdistanê: Xiyaneta 1914an, Xiyaneta 1925AN, Xiyaneta 1966an, Xiyaneta Dawî ya 16ê Oktobra 2017an…

Li Kurdistanê û di nav tevgera milî ya Kurdistanê de gelek xiyanet pêk hatine. Lê ji wan xiyanetan çar xiyanet gelek girıng û encam guhertî ne.

Em li van çar xiyanetan binêrin.

Xiyaneta Yekemîn: Şêx Ebdulselam Barzanî, piştî ku li dijî Împerataroriya Osmanî serhildana milî pêk anî. Di destpêkê de dewletê nikarî zora wî bibe. Lê pişt re Împeratoriya Osmanî bi beşek eşîretên kurdan re îtifaq çêkir, zora şoreşa milî bir. Şêx Abdûlselam Barzanî mecbûr bû ku derbasî Rojhelata Kurdistyanê cem Simko Axayê Şikakî bibe. Pişt re jî vegeriya hat Wanê, bû mêvanê Sofî Evdillah. Wî jî xiyanet kir û Şêx Ebd Ebdlselam bi mirovê xwe derdest kir û  teslîmî dewletê kir.

Gelek aşkere ye ku Şêx Ebdûlselam du caran rastî xiyanetê bû.

Piştî ku Şêx Ebdûlselam hat dîl girtin, li Misûlê ji aliyê xaîn Sileyman Nazîfê kurd de bi awayekî şiklî hat dagehkirin û darvakirin. Ev şehîdketina Şêx Ebdûlselam ji bona Tevgera Milî ya Kurdistanê bû darbeyeke mezin.

Xiyaneta Duyemîn: Wek tê zanîn piştî ku Kemalîstan desthilatdarî girtin destê xwe, ew teehudên li kurdan kiribûn, bîr kirin. Lewra Kemalîstan gotibûn ku “dê otonomiyeke fireh ji otonomiya Osmanî dê li Kurdistanê ava bikin.

Lê  Kemalîstan ev yeka nekirin û li miletê kurd xiyaneteke mezin pêkîn.  Hebûna neteweya kurd red û înkar kirin. Kurdistan îşgal kirin. Hemû mafên milî yên neteweya kurd bi tevayî xesip kirin. Kurdî qedexe kirin. Cil û bergên kurdî qedexe kirin.

Wê demê kurdan jî li hemberî ev siyaseta nîjadperestî û kolonyalîst ji bona mafên xwe di sala 1925an de jî dest bi serhildana milî kirin. Hezar mixabin vê serhildanê dirêj dom neajot. Şikest xwar. Serokê wê tevgerê hatin giretin û hatin kûştin. Li Kurdistanê qetlîam çêbû.

Bûyera dramatîktir jî dîlketina Serokê Tevgera Milî Şêx Seîd Efendî bû. Ew encama xiyaneteke mezin dîlket û derdestî Kemalîstan bû.

Ji 26’ê adarê şûnde rêberên serhildanê xwestin derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibin. Hêzên dewleta tirk, li Bongilana Çewlikê rê li ber wan girt. Şêx Şerîf û hin hevalên pê re li Paloyê, Şêx Seîd jî li ser pira Carpuhê di 15’ê nîsanê de hate girtin. Di girtina Şêx Seîd de rola xiyaneta navxweyî ya kurdan girîng e. Lewre yê Şêx Seîd daye girtin lêzimekî wî bi xwe bû. Geşedanên piştî dîlgirtina Şêx Seîd tên zanîn. Rêberê Cemiyate Bilind a Kurd Seyîd Evdilqadir û 12 hevalên wî yên ji Stenbolê piştgirî didan serhildanê hatin girtin û ew jî anîn Amedê. Piştî darizandineke formalîte Seyîd Evdilqadir û 5 hevalên wî di 27’ê gulanê de hatin darvekirin. Her wiha Dadgeha Îstîklalê di 28’ê hezîranê de li Amedê cezayê darvekirinê li Şêx Seîd û 47 rêberên serhildanê birî. Parlamentoya tirk di heman rojê de rûnişt û cezayê darvekirinê erê kir. Şêx Seîd û 47 rêberên serhildanê di 29’ê hezîranê de li Amedê hatin darvekirin. Ligel vê darvekirinê pêvajoyê bi qetl û xwîn ê li hemberî gelê kurd derket asta herî bilind. Rêzeserhildanên gelê kurd ên piştî darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî destpêkirîn, hemû bi heman rêbazê bi encam bûn. Di nava 13 salan de hejmara kurdên bi destê Artêşa Tirk hatine qetilkirin ji sed hezarî zêdetir e.

Dîlketin û îdamkirina Şêx Seîd Efendî, bû sedem ku Tevgera Milî ya Bakûrê Kurdistanê domdar nebe. Heger Şêx Seîd Efendî sax bûya hiç şik tune ye ku wî dê li Bakûrê Kurdistanê wek malbata Barzaniyan tevgereke milî ya domdar ava dikir û pêş dixist.

Xiyaneta seyemîn: Di sala 1958an de dema Abdûlkerîm Qasim desthilatdariya Iraqê girt destê xwe, biryar da ku pirsa miletê kurd jî çareser bike û bi kurdan re lihevhatinekê ava bike. Loma jî, ji Serok Mele Mistefa Barzanî daxwaz kir ku ew ji Yekîtiya Sovyetan vegere Iraqê. Mele Mistefa Barzanî jî, piştî gelek danûstandinan biryar da ku vegere Iraqê.

Melel Mistefa Barzanî û hevalên wî di ser Misirê re vegeriya Iraqê.

Dema ku Mele Mistefa Barzanî vegeriya Iraqê û Başûrê Kurdistanê, li ser hemû beşên Kurdistanê û kurdên li dinyayê dijîn bandoreke milî ya mezin çêkir. Li Iraqê jî erdhejî çêbû.

Vegera Melel Mistefa Barzanî ji bona neteweya kurd gelek bi xêr û bereket bû. Li Iraqê makezagoneke nû çê bû. Di makezagonê de hat pesinandin û qebûl kirin ku Iraq ji du neteweyan pêk tê. Loma jî herdu netewe (Kurd û Ereb) dê bi hev re li Iraqê gorî pîvana wekhevî û dadî serwer û desthilatdar bin.Neteweya kurd li Kurdistanê desthilatdar be.

Hezar mixabin piştî demekê desthilatdariya Iraqê makezagon binpê kirin. Kurdan jî di bin serokatiya PDK û Serok Mele Mistefa Barzanî de di Îlona 1961an de dest bi Şoreşa Milî kirin. Di navbeyna kurdan û hikûmeta navendî ya Iraqê de şer dest pê kir.

Di sala 1966an de Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî ji PDK û Serok Mele Mistefa Barzanî veqetiyan.

Ev yêka bûyerek gelek xwezayî bû. Tiştê nexwezayî ev grûba çnû cem Rejîma Baasê û bi wan re bûn heval. Hêza Suwariyên Selahaddîn çê kirin, li hemberî Şoreşa Milî ya Kurdistanê şer kirin.

Lê di encamê de Dîktatoriya Beasê jî û ew jî têkçûn. Rejîma Beasê mecbûr ku bi kurdan re, bi PDK û Serok Mele Mistefa Barzanî re peyman çê ke. Di 11ê Adara 1970yî de Peymana Otonomî hat li dar xistin. Neteweya kurd di pêşengiya PDK û Serok Mele Mistefa Barzanî de bûn desthilatdar.

Ev xiyaneta him ji hûndir de û him jî derve de bû. Loma wek xiyaneta 16ê Oktobra 2017an de bi serneket.

Xiyaneta Çaremîm: Xiyaneta Dawî ye. Xiyaneta 16ê Oktobra 2017an e. Ev xiyaneta bû sedem ku Kerkuk û gelek deverên din yên Kurdistanê bên îşgal kirin.

Xiyaneta dawî li başûrê Kurdistanê pêk hat..

Di 25ê Îlona 2017an de referandûm pêk hat. Beriya referandûjmê rojekê GORAN û Komala Îslamî jî biryar da ku di referandûmê “erê” bibêje. Wê demê yekîtiya kurdistaniyan û partiyên Kurdistanê û kêmneteweyan pêk hat. Encama referandûmê jî dema ji % 93ê erê derket, mirov dikare bibêje ku li Kurdistanê yekrêziyek derket holê.

Hesteke nû ya milî qewîmî. Di nav hemû kurdan de li hemû parçeyan û li dinyayê yekîtiyek û dostaniyek pêk hat. Din av kurdan de baweriyek xûrt qewimî. Rêzgirtina Serok Barzanî gelek xûrt û bilind bû. Di bin serokatiya Mesûd Barzanîı de yekîtiyeke kurdan û kurdistaniyan qewîmî û wek çemekî herikî.

Referandûm bi awayekî gelek medenî û demokrat hat meşandin. Derket holê ku demoıkrasiyeke plûral û beşdarbûnê û patrlamenter li Rojhilata Navîn derdikeve qada siyasî. Kurdistan dê nebe bes dewleta kurdan dê bibe hemû dewleta kêm neteweyan jî. Dewleta Kurdistanê dê bibe dewleteke federal. Kerkuk jî dê bibe herêmeke otonom. Ew jî dê li Rojhilata Navîn bibe mînak û model.

Ev rewşa Kurdistanê û encamên demokratÎk yên referandûmê, dostên kurdan kêfxweş kir û dijminên kurdan gelek eciz kir. Dijmina dest pê kir ku vê rewşê beravajî bikin. Pêşiya dewlet avakirinê bigrin. Loma jî dewletên kolonyalîst, bi taybetî jî Tirkiyeyê xwest ku çar dewletên kolonyalîst wek sala 1975an li Cezayîrê li hevûdu kiribûn, peyman çêkin êriş bînin ser Kurdistanê.

Ev yêka pêk nehat. Tirkiyeyê sedî sed siyaseta xwe di derbarê Kurdistanê de guhert. Hikûmata AK Partiyê, siyaseta kemalîst û nîjadperest ya dewleta edetî meşand. Teslîmî Kemalîstan û nijadperestên MHPêyî bû.

Irak û Îranê, bi Dewleta Tirk re pêwendî meşandin. Lê nexwestin ku Dewleta Tirk bikeve nav mijara Kerkûkê. Lê Îranê li ser projeyeke din ya xiyanetî kar dikiriye. Diyar e ku beriya referandûmê xwestiyê piraniya YNKê bikire û ji bona ku piraniya YNKê xerabî û xiyanetê li Kurdistanê bike. Lê di wê merheleyê de bi serneketin. Lê nîşana vê xiyanetê bi awayekû rû dabû. Daxuyaniya kûrê Talebanî beriya referandûmê şevekê ku diyar dikir referandûm paşve hatiye xistin. Heman rojê de bi piştgiriya Iraq û Îranê hewildana darbeya leşkerî derket holê.

Lê diyare ku wan kesan 15-16ê Oktobrê de li Kerkûıkê careke din xiyanet kirin.

Di van rojên dawî de diyar bibû ku Irak û Îran dê êrişî Kerkûkê bikin. Ev yeka ji aliyê raya giştî de dihat zanîn. Loma jî Serokê Kurdistanê dixwaze ku ji bona piştgirî pêşmergê bişîne. Berpirsiyarên YNKê vê yekê naxwazin. Dibêjin “em têra xwe hene.” Ez jî, di wê baweriyê de ku heger YNKÊ Kerkuk biparasta, hêzên Irak û Îranê (pasdaran, Haşdî Şabî û leşkeran) nedikarîn bikevin Kerkukê.Wî şerî bi mehan diajot û serkeftina dijmin nedibû.

Kerkuk teslîmî dijmin bû. Peymana xiyanetê hat diyar kirin. Gorî peymana xiyanetê, Kerkuk, Helepçe, Sileymaniyê dê bibe heremeke xweser û otonom û ji Kurdistanê bê veqetandin.

Ev projeya dijî yekîtiya Kurdistanê û miletê kurd e. Ev peymana desthilatdarî û serwweriya miletê kurd ne, dê yên partiyên siyasî ava bike. Ev projeya, dişibê projeya ku di sala 2005an de di navbeyana Emerîkayan û Celal Talabanî de hatibû pejirandin. Daxwaza GORAN ku Sileymaniyê ji Kurdistanê veqetîne. Dîsa projeya Mam Celal ya di derbarê Kerkûkê de ye. Pêşniyar ew bû ku Kerkuk li derveyî Kurdistanê wek herêmeke otonom bimîne.

Hezar mixabin pêşmergeyên Kuırdistanê ji bona şerê nav welêt (hûndir) dernekeve, destwerdana Kerkukê nekirin.

Serok Barzanî jî gelek aşkere diyar dike ku li Kurdistanê xiyaneteke mezin çêbû. Dibêje ku “ev xiyaneta dawî li Kurdistanê felaketeke mezin çêkir. Vê xiyanetê pêşiya dewletavakirinê di vê merheleyê de girt.”

Nivîskarê Helebçeyî Mela Salih jî gelek aşkere diyar dike ku li Kurdistanê xiyanetek mezin hat li dar xistin.  Dibêje ku  “Her kesê dengê ‘Belê’ nede xiyanetê li Kurdistanê.”

Nivîskar û siyasetmederên Kurdistanê  yên din jî di heman bawerî de ne.

Divê xiyaneta dawî ya li başûrê Kurdistanê bête cezakirin…

Piştî ku Kerkuk û gelek deverên din yên din bi piştgiriya grûbeke xayin di nav YNKê de, hat îşgal kirin, pêşî li dewletavakirina Kurdistanê hat girtin.

Ev xiyaneta ji aliyê gelek berpirsiyarên YNKê ve jî hat aşkere kirin. Mele Bextiyar, Kosret Resûl, Parezgehê Kerkukê Necmedîn Kerîmî, di encamê de Fermandar Şêx Cafer Şêx Mistefa ev xiyaneta aşkere kir.

Fermandarê yekîneyên 70 yên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û heman demê de endamê polîtburoya YNKê Şêx Cehfer Şêx Mistefa dibêje, ji bo YNK kongreyek paqij û bê pirsgirêk pêkbîne, ‘’Pêwîste hin kesên nav YNKê dest li xiyanetê berdin.’’

Endamê polîtburoya YNKê Şêx Cehfer Şêx Mistefa ji BasNewsê re radigihîne ku YNK pêwîstiya wê bi kongre pêkanînê heye. Ji ber demeke dirêje kongreya partiyê nehatiye kirin û em dixwazin YNKê bikin YNK ya berê.’’

Şêx Cehfer got, bo YNK bikare kongreyek paqij û bê pirsgirêk pêkbîne ‘’Wê demê pêwîste hin kesên nav YNKê de dest li berjewendiyên takekesî berdin, hin kes jî dest li xiyanetê berdin. Bê guman wê demê em dikarin kongreyek paqij û bê pirsgirêk pêkbînin.’’

Lê ev xiyaneta bes bi YNKê ve eleqeder nine. Ev xiyaneta li hemberî hemû Kurdistanê hatiye kirin. Loma jî xiyaneta partîcitî nine, xiyaneteke milî ye.

Loma jî bi kongreya YNKê nayê paqîj kirin. Divê ew kesên li hemberî Kurdistanê û neteweya kurd û Kurdistaniyan xiyanet kirine, divê dadgeh bibin û ciza bibin.

Heta nûha dadgehnebûna xiyanetên dijî Kurdistan û neteweya kurd, li Kurdistanê di derbarê xiyanetê de hiqûqek çê nekir.

Divê pêşiya vê şaşiya stratejîk bê girtin. Xiyaneta dawî 16ê Oktobra 2017an bê dadgeh kirin û ew kesên ji welêt re xiyanet kirine, bên ciza kirin.

Heger ev yeka nebe, pêşiya dewlet avakirina Kurdistaniyan di pêşerojê de jî tê girtin.

Ew kesên li Kurdistanê xiyanet kirine, ciza nebin, dikarin li Kurdistanê xetertir bibin. Lewra ew nûha bi piştgiriya dewletên kolonyalîst dixwazin desthilatdariya YNKê bi tevayî bigrin destên xwe. Loma jî planên gelek qirêj çê dikin.

Amed, 15. 12. 2017

([email protected])