Wek baş tê zanîn çend salên dawî ji bona dewletbûna Kurdistanê xebateke bi pîlan tê meşandin. Ji bona dewleta Kurdistanê raya kurd û Kurdistaniyan gelek girîng bû. Ji bona vê jî diviya bû ku referandûma serxwebûna Kurdistanê bê li darxistin û raya Kurdistaniyan ji bona dewleta Kurdistanê diyar bibe.

Pêvajoya biryargirtina referandûma serxwebûnê  gelek dijwar derbas bû. Lewra YNKê, Goran û Partiya Komela Îslamî li dijî referandûmê bûn. Wan jî bi serê xwe biryar nedidan, ew di bin bandora Îranê de bûn. Lê di nav pêvajoyê de xebata Serokê Kurdistanê û civata sivîl, di mijara referandûma serxwebûna Kurdistanê de YNKê qane kir.

Ji bona ku YNKê û PDKê  avakarên dewleta federe ya Kurdistanê bûn; di demeke kûrt de li ser partî rêxistinên Kurdistanê bandorek mezin danî. Ji derveyî GORAN û Komala Îslamî hemû rêxistinên Kurdistanê piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê pejirandin. Loma jî di 7ê Hezîrana 2017an de biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê hat erêkirin. Di heman dem de biryar hat girtin ku di 25ê Îlona 2015an de referandûma serxwebûna Kurdistanê bê lidarxistin.

Ev biryara partiyên Kurdistanê û kurdistaniyan, di nav dewletên kolonyalîst de bû sedema reaksîyon û tepkiyeke mezin. Lewra Dewleta Iraqê nedixwest ku Kurdistan ji bin desthilatdariya wê derkeve. Iraq jî ji bona ku mustemlekeya Îranê bû, Îranê jî dizanî ku dema Kurdistan serbixwe be, li Iraqê desthilatdariya wê teng dibe.  Tirkiye qasî wan nebe jî, wê jî li hemberî referandûmê reaksîyon nîşan da. Di reaksîyona wê de bes  sedema ku dewleta Kurdistanê ji bona kurdên Bakûrê Kurdistanê bibe modelekê ku. Kurdên Bakûrê Kurdistanê jî, ji bona dewleta serbixwe tevbigerin. Wê demê ew koloniya xwe ya Kurdistanê wenda dike. Di vê mijarê de eynî tirs bi wateya stratejîk ji bona Îran û Iraqê jî hebû.

Loma jî sê dewletên kolonyalîst ji bona ku pêşiya referandûma serxwebûnê bigrin, ketin nav xebatek dijwar û mişterek.

Di hemandem de Emerîka û hevpeymanên wê jî, ji bona ku referandûma serxwebûna Kurdistanê paşve bê xistin hewil dan. Hesabê wan jî ew bû ku serokatiya Abadî nekeve xeteriyê li hemberî Malikî. Lê ji aliyê din jî Emerîka ji hêzbûna Serokê Kurdistanê ditirsiya.

Serokatiya Kurdistanê ji bona referandûmê paşve bixe, pêşniyarên xwe pêşkêşî Emerîka û hevpeymanên wê kir. Lê ew pêşniyarên wan nehatin pejirandin. Serokatiya Kurdistanê biryar da ku referandûmê li dar bixe.

Wê demê êrişên dijwar û planên qirêj ketin rojeve. Lê wan êrişan nikarî pêşiya referandûma serxwebûna Kurdistanê bigre.

Di 25ê Îlona 2017an de referandûm pêk hat. Beriya referandûjmê rojekê GORAN û Komala Îslamî jî biryar da ku di referandûmê “erê” bibêje. Wê demê yekîtiya kurdistaniyan û partiyÊn Kurdistanê û kêmneteweyan pêk hat. Encama referandûmê jî dema ji % 93ê erê derket, mirov dikare bibêje ku li Kurdistanê yekrêziyek derket holê.

Şiûreke nû ya millî qewîmî. Di nav hemû kurdan de li hemû parçeyan û li dinyayê  yekîtiyek û dostaniyek pêk hat. Din av kurdan de baweriyek xûrt qewimî. Rêzgirtina Serok Barzanî gelek xûrt û bilind bû. Di bin serokatiya Mesûd Barzanîı de yekîtiyeke kurdan û kurdistaniyan qewîmî û wek çemekî herikî.

Referandûm bi aawayekî gelek medenî û demokrat hat meşandin. Derket holê ku demoıkrasiyeke plûral û beşdarbûnê û patrlamenter li Rojhilata Navîn derdikeve qada siyaî.  Kurdistan dê nebe bes dewleta kurdan dê bibe hemû dewleta kêm neteweyan jî. Dewleta Kurdistanê dê bibe dewleteke federal. Kerkuk jî dê bibe herêmeke otonom. Ew jî dê li Rojhilata Navîn  bibe mînak û model.

Ev tewşa Kurdistanê û encamên demokratÎk yên referandûmê, dostên kurdan kêfxweş kir û dijminên kurdan gelek eciz kir. Dijmina dest pê kir ku vê rewşê beravajî bikin. Pêşiya dewlet avakirinê bigrin. Loma jî dewletên kolonyalîst, bi taybetî jî Tirkiyeyê xwest ku çar dewletên kolonyalîst wek sala 1975an li Cezayîrê li hevûdu kiribûn, peyman çêkin êriş bînin ser Kurdistanê.

Ev yêka pêk nehat. Tirkiyeyê sedî sed siyaseta xwe di derbarê Kurdistanê de guhert. Hikûmata AK Partiyê, siyaseta kemalîst û nîjadperest ya dewleta edetî meşand. Teslîmî Kemalîstan û nijadperestên MHPêyî bû.

Irak û Îranê, bi Dewlleta Tirk re pêwendî meşandin. Lê nexwestin ku Dewleta Tirk bikeve nav mijara Kerkûkê.

Lê Îranê li ser projeyeke din ya xiyanetî kar dikiriye.

Diyar e ku beriya referandûmê xwestiyê piraniya YNKÊ bikire û ji bona ku piraniya YNKê xerabî û xiyanetê li Kurdistanê bike.

Lê di wê merheleyê de  bi serneketin.

Lê nîşana vê xiyanetê bi awayekû rû dabû. Daxuyaniya kûrê Talebanî beriya referandûmê şevekê ku diyar dikir  referandûm paşve hatiye xistin. Heman rojê de bi piştgiriya Iraq û Îranê hewildana darbeya leşkerî derket holê. Lê diyare ku ew kesan duho û pêr.(15-16. 10. 2017) li Kerkûıkê careke din xiyanet kirin

Di van rojên daw;î de diyar bibû ku Irak û Îran dê êrişî Kerkûkê bikin. Ev yeka ji aliyê raya giştî de dihat zanîn. Loma jî Serokê Kurdistanê dixwaze ku ji bona piştgirî pêşmergê bişîne. Berpirsiyarên YNKê vê yekê naxwazin. Dibêjin “em têra xwe hene.” Ez jî, di wê baweriyê de ku heger YNKÊ Kerkuk biparasta, Hêzên Irak û Îranê (pasdaran, Haşdî Şabî û leşkeran) nedikarîn bikevin Kerkukê.

Wî şerî bi mehan  diajot û serkeftina dijmin nedibû.

Hezar mixabin YNKê ew kesên dewletparêz îzole kir;  darbeyeke û xiyaneteke merkezî pêk anî. Kerkuk teslîmî dijmin kir.

Peymana xiyanetê hat diyar kirin.

Peymana derketiyê holê jî darbeyeke û xiyaneteke mezin derdixwe holê.

Gorî peymana xiyanetê, Kerkuk, Helepçe, Sileymaniyê dê bibe heremeke xweser û otonom û ji Kurdistanê bê veqetandin.

Ev projeya li, dijî yekîtiya Kurdistanê û miletê kurd e. Ev peymana desthilatdarî û serwweriya miletê kurd ne, dê yên partiyên siyasî ava bike.

Ev projeya, dişibê projeya ku di sala 2005an de di navbeyana Emer3ıkayan û Celal Talebvanî de hatibû pejirandin.

Daxwaza GORAN ku Sileymaniyê ji Kurdistanê4 veqetîne.

Dîsa projeya Mam Celal ya di derbarê Kerkûkê de ye. Pêşniyar ew bû ku Kerkuk li derveyî Kurdistanê wek herêmeke otonom bimîne.

Emerîka û hevpeymanên wê, kurd firotin û ji vê xiyanetê re alîkarî kirin. Ji bona xatirê Abadî bibe serokwezîr û xwedêgiravî desthilatdariya Îranê, li Iraqê sînor bike.

Emerîka çima nizane ku Abadî jî şiî ye û nêzikî Îranê ye. Loma jî hêza Îranê Haşdî Şabî wek hêzeke qanûnî û rewa û hiqûqî pejirand ku ew hjêza şiîya ya wek DAEŞê ye. Terorîst e.

Di encamê de dikarim bibêjim ku LI HEMBERÎ KURDISTANÊ Û MILETÊ KURD PÎLANEKE, DARBEYEK, XIYANETEK NETEWEYÎ, HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ YA QIRÊJ Û MEZİN TÊ MEŞANDİN.

Aşkere ye ku serokatiya Kurdistanê beriya ku Kerkuk bikeve bin bandor û kontrola Îran û Iarqê; diyar e pişt rejî, krîz baş birêvenebir.

Her kes û ez jî li bendeyê me ku Serokê Kurdistanê û Hîkûmeta Kurdistanê hemleyeke mezin e ku plana li hemberî Kurdistanê û miletê kurd têkbibê ye.

Stenbol, 17. 10. 2017

([email protected])