Li Başûrê Kurdistanê kurdan tu wext nexwestine ku bi şer pirsa xwe  dîrokî û çarenivîsiya xwe ya milî çareser bikin. Hezar mixabin helwest û siyaseta dewlat Iraqê ya kolonyalîst kurd mecbûr kirin ku li hemberî dewletê şer bikin. Dema ku derfet û kêysa aşitiyê derket holê jî, bi dewletê re rûniştine mafên xwe parastine û qezenç kirine. Kurdan, serokatiya Kurdistanê û Serok Barzanî, di 11 Adara 1970yî de ev yêka kir. Dema ku dewletê xwest ku li hev bikin, bi qeyid û şert ev pêşniyara pesinand. Bi dewletê re rûniştin li ser Otonomiya Kurdistan li hev kirin. Kurdistanî li Kurdistanê bûn desthilatdar. Lê dema ku Dewleta Iraqê û Hikûmeta Baasê li Kerkukê plebîsit li dar nexist û di sala 1974 de êrişî Otonomiya Kurdistanê kirin, serok Mele Mistefa Barzanî û partiya wî mecbûr bûn ku dîsa dest bi şer bikin. Hezar mixabin vî şerî salekê domand. Dema ku çar dewletên kolonyalîst bûn yek, Yekîtiya Sovyetê piştgiriya Dewleta Iraqê kir û Amerîkayê xiyanetî li kurdan kir, Iraqê şer qezenç kir.

Li Başûrê Kurdistanê piştî sala 1975an jî li hemberî Dewleta Kolonyalîst û Rejîma Faşîst ya Baasê, şer domand, heta Şerê Kendavê (Korfezê) ya yekemîn. Piştî wî şerî dema ku beşekî Kurdistanê azad bû û kurdistanî li wir desthilatdar bûn, tu wext şerek nexwestin. Di sala 2003an de pêvajoyeke nû dest pê kir. Bi destwerdana Amerıkayê û hevalbendên wan Rejîma Faşîst ya Baasê hat rûxandin.

Dema ku rejîma baaasê hat rûxandin, li ser dewleta nû niqaşe çêbûn. Kurdan, ereban, kêmneteweyan bi hev re biryar dan ku dewleteke hevbeş, demokrat, federal ava bikin. Ji bona vê dewletê makezagonek hat amade kirin. Di sala 2005an de jî, encama referandûmê ev majkezagona hat erê kirin.

Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê û hemû partiyên Kurdistanê li Başurê Kurdistanê beriya referandûma serxwebûna Kurdistanê jî, piştî serxwebûna Kurdistanê jî ji raya giştî ya ereb, kurd, dinyayê re diyar kirin ku pirsgirêkan bi diyalogê dixwazin çareser bikin. Lê terefa ereban gûhên xwe ji vê daxwazê re girt. Tu car nexwest ku gotin û peyva  “dîyalogê” bibîzin.

Serokê Kurdistanê û bi taybetî jî Hikûmeta Kurdistanê, piştî ku kereseta Kerkukê pêk hat û Kerkûk û ji axa Kurdistanê ji %46 hat îşgal kirin, zêdetir ji dîyalogê hat qal kirin. Hat gotin ku “em dixwazin di çerçeweya makezagonê de dîyalogê bimeşînin.”

Li Başûrê Kurdistanê sê demên cûda hene. Di van her sê deman de wate ya diyalogan cûda bûn.

Piştî ku Makezagona Federal Hat Pesinandin û Beriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê Wateya Dîyalogê…

Hîç şik tune bû ku piştî sala 2005an li Iraqê dewleteke nû ya federal ava dibû. Pergeleke sıyasî ya nû di rojevê de bû.  Birêvebirina dewlet û sîstema nû hiç şik tune ye ku dê bi xwe re pirsgirêk bianîna. Projekirina dewletê bi serê xwe mijareke girîng bû. Siyasetmedarên Iraqê, xwediyê çandeke kevn û otorîter û nîjadî bûn. Sîstem û dewleta federal ji bona van nû bû.

Ji bona birêvebirina dewleta federal çandeke nû ya demokratîk û lîberal hewce bû. Hezar mixabin ev jî li Iraqê tune bû.

Loma projekirina dewleta federal, pêkanîn û cî bi cî kirina dewleta federal, wextek û sebirek û xebatek taybet dixwest. Di vê xebatê de diyaloga Herêma Federe ya Kurdistanê û Hikûmeta Navendî gelek girîng bû.

Bi taybetî jî cî bi cî kirina xala 140emîn ya Makezagona Federal pir girîng bû. Lewra diviya bû ku di sala 2007an de referandûm çê bibûya û bi referandûmê statuya Kerkukê û herêmên din yên ji derveyî desthilatdariya Kurdistanê çareser bibûyan.

Ji derbveyî ev pirsên bingehî, mijara ekonomî, petrolê, sîstema partiyên siyasî, civakî hebûn.

Ji bona van mijaran diyalogeke bi sebir pêwîst bû. Kurdan jî ev sebir û tehemûla nîşan da.

Hezar mixabin di serokwezîrtiya Malîkî de sîstema diyalogê rawestiya. Malîkî, gora nîjadperestî û nasyonalîzma erebî tevgeriya. Ev helwest û siyaseta Malîkî di navbeyna kurdan û Hikûmeta Navendî de pirsgirêk û nekokiyên mezin çê kir. Herêma Federa ya Kurdistanê û Hikumeta Navendî ji hev dûr ketin.

Kurdan hevî kir ku bi guhertina hikûmetê pirsgirêkên dê çareser bibin û nekokiye ji holê rabin, makezagona federal dê cî bi cî bibe. Hezar mixabin piştî Abadî jî bû serokwezîr her çiqas nermiyek jî çê be, pirsgirêk çareser nebûn.

Dema ku kurd bêçare man, pêşniyareke nû kirin. Gotin ku divê li Kurdistanê dewleta serbixwe ava bibe. Bi ereban re dewleta konfederal ava bibe.

Ev pêşniyara bû sedema niqaşeyên mezin. Hîkûmeta Navendî gûh neda vê pêşniyarê kurd mecbûr bûn ku referandûma serxwebûna Kurdistanê lidarxin.

Di vê qonaxê de kurdan dîsa xwestin diyalogê çê bikin, Hikûmeta Erebî ya Nîjadperest pencerên xwe ji diyalogê re girtin.

Piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê Wateya Diyalogê…

Serokê Kurdistanê û desthilatdariya siyasî ya Kurdistanê piştî ku biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê hat girtin jî, dest ji diyalogê ber nedan. Lê Hikûmeta Mezhebî Ya Nîjadperest diyalog ret kir. Dijitiya xwe ya referandûmê nîşan dan. Daxwaz kirin ku referandûm çê nebe. Serokê Kurdistanê û Desthilatdariya Siyasî ya Kurdistanê ev yêka nepesinand.

Referandûm, di 25ê îlona 2017an de hat li dar xistin. Kurdistaniyan di encama referandûmê de biyara Dewletavakirina Kurdistanê dan.

Hikûmeta Iraqê ya Mezhebî û Nîjadperest dijminitî û êrîşa xwe zêdetir kir.

Di vê merheleyê de jî Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê, gelek aşkere diyar kir ku bi Hikûmeta Iraqê re diyalog çê bikin.

Armanca diyalogê, Dewleta Kurdistanê çewa ava bibe. Kurdistan û Herêma Ereban dê çewa ji hevûdu cûda bibe, derfeta dewleta konfedreral heya, an na bû.

Hezar mixabin Hikûmeta Iraqê ya Mezhebî û Nîjadperest ev pêşniyara red kir. Ji bona ku Kurdistanê îşgal bike, dest bi haziriyê kir. Îran amade bu ku mustemleke xwe Iraqê biparêze. Dewleta Tirk jî îlan kir ku bi her awayî dê ji Hikûmeta Iraqê re bibe alîkar. Ev siyaseta xwe ya “dostane” ya bi Kurdistanê re guhert.

Di vê navberê de diyar e ku  demeke dirêje ku li Kurdistanê jî ji xwe re hevalbendan amade dikin. Ew hevalbendên wan yên kurd jî, ji êrîşa Kurdistanê re amade bibûn.

Ew hemû hêz bûn yek û bi taybetî jî bi xiyaneta grûbek kurdan, Kerkuk û gelek deverên din yên Kurdistanê hat dagir kirin.

Piştî Îşgala Kurdistan Wateya Diyalogê…

Dema ku Kerkuk û gelek deverên Kurdistanê gelek bi hêsanı hatin dagirkirin, Serokê Kurdistanê ji bona ku şerê hûndir dernekeve, Kurdistanî qetil nebin û nayên kûştin; şer nekirin. Dîsa ji Hikûmeta Nevandî daxwaz kirin ku “di çerçeweya makezagona dewleta federal de “ bi diyalogan pirsgirêkan çareser bikin.

Ji bona diyalogê divê di desdtpêkê stratejiya diyaloge baş bê tespît kirin.

Kurdistanî u dinya baş dizane ku Kurdistaniyan di 25ê îlona 2017an de encama referandûmê biryarek girtin. Ev biryar,avakirnma Dewleta Kurdistanê ye.

Ev biryara di demanwext de qanûnek e. Lewra Kurdistanî, organa bilind ya yasaçêker in. Lewra gel û millet, meclîsan ava dikin, ji meclîsê re parlamenteran hildibêjirin. Meclîs li ser navê gel yasayan çê dike. Gel û Milet bi riya nerasterast temsîl dike. Meclîs Hikûmet ava dike. Hikûmet li ser navê gel û Milet desthilata siyasî birêve dibe. Welat îdare dike.

Lêbelê gel û Milet li ser navê xwe jî rasterast bi riya referandûmê ku dezgeha demokratîktir e, qanûnê çê dike. Loma jî biryara Kurdistaniyan di 25ê Îlonê wergirtiye, di hemanwexte qanûnek e.

Vê biryar û qanûnê, ji bona Kurdistaniyan, Serokê Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê û partiyên siyası yên Kurdistanê û hemû dezgehên Kurdistanê; stratejiyek jî diyar kir. Ev stratejiya: Avakirina Dewleta Kurdistanê ye.

Kurdistanî, ji qonaxe dewleta federal û federalîzmê, derbasî qonaxa Dewletavakirina Kurdistanê bûn.

Serokê Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê û partiyên siyası yên Kurdistanê û hemû dezgehên Kurdistanê mecbûr in ku ji vê biryar, qanûn, stratejiyê re îtîatkar bin; dernekevin derveyî vê konseptê. Her xebetek xwe gora dewletavakirina Kurdistanê divê realîze bikin.

Dema bi hikûmetê û bi aliyê ereban re diyalog çêbû jî, divê ev konsepta û an jî bernameya nayê bîra kirin û gora wê divê tevbêgerandin.

Ev tê çi wateyê? Belê di qonaxê de divê di çerçaweya mişterek ya federal de bê hereket kirin, lê tu dem jî dewletavakirinê em xwe nedin aliyekî. Danûstandin , plan û projeyên bên çêkirin divê di merkeze dewletavakirin û di xizmeta wê dewletavakirinê de be.

Dema ku di çerçewya makezgona federal de danûstandin bê kirin, divê ji şaşî û kêmasiyên berê ders bê derxistin.

Di hemandem de ji dewleta federal divê gav paşve nayê avêtin, dewlet ji bona ku bibe dewleta Kurdan, ereban, kêmneteweyan, divê bê proje kirin.

Loma jî di destpêkê de divê şaşiyê di avakirina dewleta federal de hatine kirin, bê ber çav, ji bona dewleta federal bê avakirin, plan û projê bên çê kirin.

Ji bona vê yekê, divê ji bona dewleta federal çend herêmên federe ava bibin. Herêma Kurdistanê, Herêma Erebên Sûnî, Herêma Erebên Şiî.

Wê dsemê erebên şiî ji navendbûnê derdikeve, Her herêmek gorî makezagonê wek hev dibe.

Wê demê dewlet gora prensîbên wek heviyê tê birêvebirin.

Divê xalên makezagonê yên nehatine tetbîq kirin û binpêkirin divê tespît bibin, ew rewşa ji holê rabe.

Dezgehên dewleta federal jinûve ava bibe. Serokkomarî, meclîs, hikûmet divê gor dewleta federal ava bibin û ji çav derbas bibin.

Divê di diyalogê de pir bi lez ji bona ku pêşiya erebkirina Kurdistanê û Kerkûkê bê girtin, divê bê tevgerandin. Dewleta Federal, gora dewleta hevbeş ya kurd û ereban tevbigere. Divê hemû teref helwestekê diyar bike.

Ev jî bi dawîanîna îşgal a Kurdistanê dibe. Bidawîanîna îşgala Kerkûk û deverên din yên Kurdistanê, bi terka leşkerên Iraqê, bi taybetî jî bi terka Haşdî Şabî û Îranê dibe. Divê polîs di bajaran de ewlekariyê pêk bînin. Desthilatdariya herêmî teslîmê hemwelatiyên wan herêman bin. Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîmî, divê vegere ser karê xwe.

Ji bona ku statuya Kerkûkê û deverên din yên ji derveyê desthilatdariya Kurdistanê diyar bibe, divê xala 140emîn ya makezagonê bi lez û bez cî bi cî bibe.

Amed, 30. 11. 2017

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*