Problema/pirsgirêka sinifa siyasî ya Kurdistanê li hemû parçeyan ew e ku wek her mijareke stratejîk, dereng nas dike. Loma PKKê jî nas nake. Ji bona ku sınıfa siyasî ya Kurdistanê PKKê nas nake, plan û projeyên wê, xirabiyên ku ew dike jî nas nake.

Ev trajedî û kêmfahmiya sinifa siyasî ya Kurdistanê 45 sal in ku dom dike. Loma jî Tevgera neteweyî ya Kurdistanê li hemû beşan ji aliyê PKKê de tê texrîb kirin, her roj mewzuyan wenda dike.

PKKê  li du beşên Kurdistanê (Beşa Bakûr û Rojava) Tevgera Neteweyî qedand. Her tiştek gor xwe û dewletên kolonyalîst dizayn kir. Gor dilê xwe avayî ava kir, kûştin kir, ciwan dan kûştin, kurdperwer kûştin û kurdperwer hepis kirin û êşkence li wan kir.

Ez nûha gelek vekirî dibêjim ku PKKê Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê û rêxistinên wan qedand. Di vê qonaxê de gor îlim, tevgereke rizgarîxwaz û sosyolojiya civatê Tevgereke Neteweyî tune ye. Bes li Bakûrê Kurdistanê wek partî û ne partî grubên siyasî yên biçûk hene. Ew gruban jî însıyatîf û afirandina ew kesên xistine bin bandora xwe qedandine. Resmî îdeolojiyeke nerasyonal ava kirine, bi azadî tevgerandina endamên xwe kûştine, ew xistine feqeke pir xirab.

PKK, li Rojhelatê Kurdistanê darbeyeke mezin li tevgera neteweyî ya Kurdistanê xistiye. Li wir bi sedan ciwanên kurd daye devê Rejîma Barbar ya Îslamî. Ew ciwanan ji aliyê dewletê ve hatin îdam kirin. Partiya Qazî Mihemed, partiya Dewleta Kurdistanê ya Mehebadê avakirî, dixwaze bê qiymet bike. Di nav beşa ciwanên Kurdistanê de jî serkeftî bûye.

Hezar mixabin Desthilatdariya Başûrê Kurdistanê û Partiyan wan jî PKKê nas nekirin. An jî nas kirin pêşiya xirabiya wan negirtin. Loma jî di vê qonaxê de gelek xeter bûye.

Lê ew xeteriya wan di nav pêvajoyeke dirêj de çêbû.

Wek tê zanîn “Dewletên kolonyalîst û PKKê, piştî ku Meclîs û Hikûmeta Kurdistanê ava bû, federalîzm hat îlan kirin, zêdetir êrîşker bûn. Çar dewletên kolonyalîst ji bona desthilatdarîya Kurdistanê têk bibin, ji PKKê re bûn alîkar. PKKê jî desthilatdarî, nîzama, hiqûqa Kurdistanê, nas nekir û rewa nedît; serokên Kurdistanê û Partîyên Kurdistanê dijmin îlan kir, êrîş kir. Di sala 1993an de şerekî dijwar pêk hat. 3500 pêşmerge hat kûştin. PKKê teslîm bû, got ku “ez desthilatdarî û nîzama Kurdistanê nas dikim.”

“Wek tê zanîn Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, wê demê di derbarê êrîşkerî û terora PKKê de ji 25 Dewletên Ewrûpayê re rapor pêşkêş kir, serlêdan kir.

Di vê qonaxê de PKKê ji bona desthilatdarî û serwerîya Herêma Federe ya Kurdistanê xeter e. PKKê ji hiqûq û serwerî û desthilatdarîya Kurdistanê re rêz nagre û nas nake. Gundên Kurdistanê dagîr kiriye. Ji gundîyên kurd xerac digire. Xortên kurdan direvîne, dide kûştin. Destwerdana sîyaseta Başûrê Kurdistanê dike. Rêxistinên sîyasî ava dike. Ji dewletên kolonyalîst re hevkarî û taşeronî dike, li Herêma Federe ya Kurdistanê xirabîyê dike. Rê ji dagîrkerîya dewletan re vedike. Partîyên Kurdistanê û serokên Kurdistanê rewa nabîne.”

PKKê dizanê ku li Herêma Federe ya Kurdistanê rewşa aboriyê ne baş e. Loma dixwaze ku krîza aborî derxe. Loma jî borîyên pertolê diteqîne. Ew krîza aboriyê ji bona têkbirina Herêma Federe ya Kurdistanê dike hincet.

Ji aliyekî de jî dixwaze krîza siyasî çêbike. Loma ew bi xayinên Kerkûkê re di nav tîfaqekê de ye.

Loma jî gelek aşkere ye ku armanc û stratejiya PKKê, rûxandina Herême Federe ya Kurdistanê ye.

Hezar mixabin, kurd, sinifa siyasî ya Kurdistanê, Desthilatdariya Başurê Kurdistanê  pêşîya vê xeteriyê nagrin.. An jî PKKê û armancê wê nasnakin, pêşî lê nagrin.

ZEAFA BIRAKÛJÎ…

 PKKê ji zaefa terîfa birakûjî jî derfet û sûd werdigre. Desthilatdariya Kurdistanê û bi taybetî jî Serok Mesûd Barzanî dibêje ku “em birakûjî nakin.” Ew tiştekî baş û rast e. Yanî divê em birayên xwe nekûjin.

PKKê ji wê daxuyanî û nêrîna Serok Barzanî mesaja wek encam ew PKKêyîyan nekûjin derdexin. Loma jî ew kurdan jî bikûjin, ew nayên kûştin.

Lê tiştekı aşkere heye ku ev nêrîna Serok Mesûd Barzanî şaş e. Lewra PKK partiyeke bira û partiyeke welatparêz nîne. Bi destê dewleta kolonyalîst a Tirk avabûye. Nûha jî xizmetî çar dewletên kolonyalîst dike. Kurdên bi PKKê re ne jî bi kar tîne.

THP-C bi giştî mirov dikare bibêje Tirk in, an jî rêxistineke terorîst ya Tirkan e. Dema êrîşî hêzên dewletê dikin, dewlet wan dikûje. Di hemandem de dikeve dû wan li ciyê ku wan dibîne digre û hepis dike, an jî şerê wan dike, wan dikûje.

Loma jî partiyeke wek PKKê li dijî kurdan û kurdperweran e, divê berpirsiyar û endamên wan bên girtin û bên darizandin û siza kirin. Anjî dema ku PKKê û endamên wan êrîş kir bê kûştin.

PKKê, li Herême Federe ya Kurdistanê  desthilatdarî û serwerî dixwaze ku parve bike, an jî holê rake. Ew bi xwe jî partiyeke biyanî û dagirker û terorîst e. Berpirsiyar û karbidestên desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê divê pêşiya vê bigre û PKKê bi awayekî tasfiye bike.

Hikûmeta Kurdistanê ji bona ku PKKê ji Herêma Federe ya Kurdistanê derkeve, rê û rêbazan tespît bike.

Ew karên Hikûmeta Kurdistanê û hêzên ewlekarî jî nabe birakûjî.

Diyarbekîr, 06. 11. 2020

([email protected])