Li Dewleta Federal ya Iraqê ji salekê zêdetir e ku hilbijartina giştî hatiye li dar xistin. Lê her çiqas di destpêkê de bi tîfaqa PDK, Benî Sar û Erebên sûnî serokê Meclîsê hat hilbijartin jî, serokkomar beriya çend rojan hat hilbijartin. Ji bona ku serokkomar nehat hilbijartin, Hikûmeta Federal jî ava nebû. Lewra serokwezîr ji aliyê serokkomar de tê wezîfedar kirin. Wek tê zanîn piştî ku Ebdûllatîf Reşîd bû serokkomar, serokwezîr hat wezîfedar kirin. Ew kesa  ji bona ku Hikûmeta Federal ava bibe, xebat dike.

Ebdûllatîf Reşîd ji aliyê Meclîsa Dewleta Federal ya Iraqê ve wek serokkomar hat hilbijartin. Tê zanîn ku ew endamê YNKê ye û hevlingê Celal Talabanî ye. Kevneserokkomarê Iraqê jî Berhem Salih bû û  namzetê YNKê bû. Encama planên gelek qirêj hatibû hilbijartin. Lewra ew di esil de namzetê Iranê bû. Neteweya Kurd jî temsîl nedikir. Lê tê zanîn ku gorî lihevkirinê li Dewleta Federal ya Iraqê, divê kurdek bibe serokkomar. Serokkomarbûna Berhem Salih ev peymana xiste xeteriyê ku ereb jî ji bona serokkomarî xwe namzet nîşan bidin û ji bona xwe serokkomarî wek heqekî bibînin. Di encamê de jî wûsa bû. Ji bona serokkomarî gelek siyasetvanên ereb yên nîjadperest û li dijî Dewleta Federe ya Kurdistanê ne jî, xwe wek namzet diyar kirin.

Berhem Salih, dîsa namzetê YNKê bû û di hilbijartina serokkomar de wenda kir. Serokkomarbûna Ebdûllatîf Reşîd ji bona kurdan serkeftinek bû. Lê serokkomarbûna Ebdûllatîf jî di nav kurdan de ji bona ku endamê YNKê û hevlingê Celal Talabanî ye û bi keça serokê xiyaneta 1966-an îbrahîm Ehmed re zewicî ye, bi şik hat lê mêze kirin. Di nav kurdan de niqaşek heye ku serokkomariya Ebdûllatîf Reşîd jî pirsgirêk e.  Divê ew mijara jî zelal bibe.

Serokkomarıya Ebdûllatîf Reşîd Çıma Serkeftıneke Jıi Bona Kurdan? Dıvê Ji Bona Vê Jî Berhem Salih Bê Nas Kirin. Dîsa Bê Zanîn Ku Çima Serokê Kurdistanê Û Kdp Xwest Ku Ebdûllatîf Reşîd Bibe Serokkomar?

“Berhem Salih di sala 2018 an de bû namzed. Di wê demê de Kerkûk hatibû dagîrkirin û Kurdistan rastî dorpêç û ambargoye kî herêmî û cîhanî hat. Hikûmeta Hewlêrê berxwedaneke mezin nîşan da. Lê ya girîngtir komek li Herêma Kurdistanê digeriyan û digotin em nifşê nû ne, emê Kurdistanê rizgar bikin, emê Iraqa ji nûve ava bikin. Ev koma bi serokatiya Lahur Cengî û Aras Cengî, Bafil Talabanî, Ala Talabanî pêk dihat.

“Di wan serdemê serokê rastîn ê Iraqê Qasim Silêmanî bû. Qasim Silêmanî jî ji bo Serokkomariya Iraqê namzetiya Berhem Salih pêşniyar kir. Berhem hem Kurd bû hem jî dikarî Emerîka û Ewropî yan mişûlbike ku bandora Îranê li Iraqê bimeşe. Lê ew sînorên ku Silêmanî ji bo xwe xêz kiribûn wêdetir dernakeve û destê xwe li berjewendiyên Îranê nade. (ANALîZ, Rojevakurd)

Berhem Salih gelek aşkere bû ku hevalê xiyanetkarên 16ê Cotmeha 2017an û temsîlkarên xiraban bû. Gorî berjewendiya neteweyî ya Kurdistane tevnedigeriya. Di nav Kurdistaniyan de jî piştgirên wî tune bûn.

Ew ji YNKê veqetiya partiyek ava kir, partiya wî di hilbijartinê giştî de jî parlamenterek qezenç kiribû. Namzetbûna wî ya bi destê YNKê bi serê xwe jî problemeke mezin bû. Lewra dema ku ew ji YNKê veqetiya, YNKê bi qendalî û bi tiştên gelen nexweş tewanbar kiribû.

Loma jî di rastiyê de Berhem Salih ne namzetê YNKê nebû. Ew namzetê Dewleta Barbar ya totalîter û faşîst ya Îranê; erebên nîjadperest û dijminên federalîzmê  yên wek Malîkî bûn.

Hezar mixabin YNKê bi kar dihat û YNKê di destên xiraban de bibû heceteke nexweş û li dijî kurdan.

Loma wenda kirina Berhem Salih, wendakirina xiyanetkarên Kerkukê ye.

Wendakirina wî, wendakirina Îranê û rêxistinên taşeronên Îranê  Haşdî Şabî-PKKê  ye.

Wendakirina Berhem Salih, wendakirina nîjadperestên ereb, ew kes û dezgehên li dijî Dewleta Federal ya Iraqê û Deweleta Federe ya Kurdistanê ne.

PDK û bi taybetî jî serokê Kurdistanê ji bona ku pêşiya vê xirabiye bigre û îradeya neteweya kurd di hilbijartina serokkomarî de desthilatdar be, Ebdûlklatîf Reşîd  wek namzetê xwe dipejirînê.

Ji bona ku Ebdûllatîf Reşîd  qezenç bike, serokê Kurdistanê û KDP xebat xurt kirin û bi partiyên ereban yên şîa re tîfaq pêk anîn, di encamê de li dijî Berhem Salih û erebên namzet yên li dijî kurdan Ebdûllatîf Reşîd bû serokkomar.

Di derbarê piştgiriya Serokê Kurdistanê û KDPê ji Ebdûllatîf Reşîd de çi qewimî ye, em şewirmendê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî guhdar bikin.

Şêwirmendê Serok Barzanî, Mesûd Heyder dibêje ku  “Firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di rûniştina Parlamentoya Iraqê de dengê xwe dan Berhem Salih, rast e Letîf Reşîd ji YNKê bû, lê belê diyarkirina Letîf Reşîd wek Serokomarê Iraqê biryara merciyê siyasî yê Kurdistanê Serok Barzanî bû û PDKê dengê xwe da wî.

“Rastiyek heye ku girîng bû, ew jî ew e ku îradeya Kurdî diyar kir kî dê bibe serokomar. Ew jî li cem cenabê Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji hemû tiştan girîngtir e, ku ezmûna 2018an dubare nebe. Letîf Reşîd para YNKê ye, lê belê cenabê Serok Barzanî ew biryar da, ku ew nûnertiya kurdan bike. Tenê PDK û YNK beşdarî pêkanîna hikûmetê dibin, %20ê postên wezaretan ji bo kurdan hatiye danîn, ku ew jî Wezarata Derve, Wezareta Avakirinê, Wezareta Dadê û Wezareta Jîngehê ji bo kurdan hatine danîn. Îradeya siyasî ji bo çareseriya kêşeyan girîng e, eger aliyên siyasî ji wan têgihiştinan paşve biçin, serokwezîr jî nikare wan cîbicî bike. Rêkeftin hatiye nivîsandin, îmze li ser hatiye kirin, di rêkeftinê de tekezî li ser wan mijaran hatiye kirin ku cenabê Serok Barzanî tekezî li ser wan kiriye, ew jî hevtêgihiştin, hevsengî û hevparî ye.” (Basnews)

Bêguman serokkomariya Ebdûllatîf Reşîd sedî sed ne gorî dilê kurdan be jî, ji Berhem Salih baştir e. Ebdûllatîf Reşîd di tevgerandina xwe de mecbûr e ku hesabê kurdan bi giştî, hesabê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û KDPê bide ber çav. Heger vê yekê neke dê di nav kurdan de bê rûnet bibe. Di serokkomariya xwe de jî serkeftî nabe.

Diyarbekîr, 21. 10. 2022