Hezar mixabin beriya 30 salî (13.07.1989) serokê Kurdistanê Dr. Qasimlo bi awayekî gelek dramatîk û bi planeke gelek qirêj, dema ku bi berpirsiyarên İranê re ji bona aşitî û çareseriyê di nav danûstandinê de bû, hate şehîdkirin.

Ji wê rojê vir ve di derbarê Dr. Qasimlo de gelek maqele hatin nivîsandin, lêkolîn hatin kirin. Gelek civînê biçûk û mezin, li welêt û li derveyî welêt hatin li darxsit.

Li Bakurê Kurdistanê cara yekemîn him di derbarê Komara Kurdistanê ya Mehabadê de û hem jî derheqê Dr. Qasimlo de  di sala 2005an de li Amedê ji aliyê Komelaya Kurd a Diyarbekîrê (KURD-KOM) konferans hat rêxistin kirin, civîna bîranîne hat li darxistin. Wê demê ez jî yek ji berdevikê KURD-KOMê bûm. Ez, berpirsiyar û neberpirsiyarên KURD-KOMê di van mijaran de hatin darizandin. Min jî girêdayî wasiyetê Qazî Mihemmed parêznemayên layiqî her serokê Kurdistanê pêşkêşî dadgehê kir.

Loma jî ez û hemû berpirsiaytên KURD-KOMê gelek serbilind in.

Kovara Bîrê di derhehê serok û kesên navdar de gelek dosya amade kir. Min jî derbarê şaxsiyeta sê serokê Rojhelata Kurdistanê Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo, Şêx Îzedîn Hûseynî de nivîs nivîsand.

Ji derbveyî wê nivîsê, li derveyî welêt û li welêt jî, min di derbarê Dr. Qasimlo de gelek nivîs nivîsand.

Îsal jî Weqfa Îsmaîl Beşîkçî di 9ê Hezîrana 2019an de ji bona bîranîna serok Dr. Qasimlo civînek li darxist. Em çar nivîskar û siyasetmedar (Ez, M. Salih Qadirî, Îsmaîl Beşîkçî, Mesûd TEK) di civînê de axeftevan bûn.

Min di civînê de,  di  sala 1979an de di danûstandineke min û Dr. Qasimlo de çi mijar hatine rojevê, min ew anîn ser zimên.

Ez li ser taybetiyên Dr. Qasimlo rawestiyam.

Min xwest ku ji derveyî şablonên heyî bi perspektîfeke nû Dr. Qasimlo şirove bikim.

Min Dr. Qasimlo di sala 1979an de di meha 7an de nas kir û bi wî re hevdîtin kir.

Dema ku min Dr. Qasimlo re hevdîtin kir, li Îranê rejîma Şah di Sibata 1979an de hatibû ruxandin. Kurd de facto li Kurdistanê desthilatdar bûn. Desthilatdarî li Kurdistanê bi destê PDK a Îranê û Komelaya Zehmetkêşanên Kurdistanê û Dîwana Şêx Îzeddîn Hûseynî ve dihat meşandin

Kurdan hêvî dikir ku Dewleta Îranê dê Otonomiyê bide Kurdistanê. Lê ji derve de wûsa xuya nedikir. Lewra siyaseta taqima Îslamî ya dewleta Îranê jî wek sityaseta Kemalîstan xuya dikir.

Dr. Qasimlo sekreterê giştî yê PDK a Îranê bû. Hîn li tevayî Kurdistanê wek serokekî milî û Kurdistanê nehatibû nas kirin.

Li Bakûrê Kurdistanê tevgera milî qarektereke girseyî qezenç kiribû, hemû partî û rêxistinên Kurdistanê bi hêvî bûn ku dê di demeke nêzik de şoreşa milî û demokrat û civakî çê bibe, xebat dikirin. Ez jî yek ji berpirsiyarekî Tevgera Rizgarî-Ala Rizgarî navdar bûm.

Dr. Qasimlo 49 salî  û ez jî 30 salî bûm.

Di hevdîtina me de axevtina me gelek bi azadî meşiya. Em jî û ew jî ji rewşa xwe razî bûn.

Dr. Qasimlo ji stratejiya partî û rêxistinên Bakurê  Kurdistanê ku serxwebûna Kurdistanê û yekîtiya Kurdistanê diparastin, kêfxweş nebû. Li Bakûrê Kurdistanê siyaseta otonomîxwaz ya PSKT nêzikî xwe didît. Loma jî bi PSKT re xwediyê pêwendiyê fermî bû û heta şehîdketina wî jî wê pêwendî dom kir.

Ez û Şehîd Necmeddîn Buyukkaya em bi hev re çûbûn cem Dr. Qasimlo û me bi hev re bi Dr. Qasimlo re danûstandin kir.

Me ji wî re diyar kir ku emê berpirsên Komelaya Zehmetkêşanên Kurdistanê û Şêx Îzedîn Hûseynî jî ziyaret bikim. Ev ji ev helwesta me jî kêfxweş nebû. Lewra wî komela li dijî xwe didît. Ew sovyetoparêz û komela maoyî bû. Bi komelaya re pirsgirêkên wî û PDK a Îranê hebû. Pişt re dem dem jî di navbeyna wan de şer çêbûn.

Dr. Qasimlo  dema ku zanî ku emê biçin Başûrê Kurdistanê cem YNKê wê demê zêdetir eciz bû. Lewra Dr. Qasimlo û PDK a Îranê di wê baweriyê de bû ku YNKê û bi taybetî jî  Celal Talabanî li dijî wan piştgiriya Komeleyê dike.

Di heman dem de wê demê di nav PDK a Îranê û YNKê de pirsgirêka Gûmûga Qasima Reş jî hebû. YNKê Qasima Reş teslîmî PDK a Îranê nedikir.

Taybetîyên Dr. Qasimlo…

Min di derbarê taybetiyên wî de gelek nivîs xwendi bûn. Lê min di hevdîtina xwe de jî ew taybetiyên wî tespît kirin.

Dr. Qasimlo rewşenbîr û entellektuelekî baş bû. Kesekeî gelek zanyar bû. Bi Dr. Qasimlo re mijar minaqeşe kirin gelek hêja û baş bû. Lewra ew ji hemû mijaran agahdar bû. Qasî lêkolînerekî zanyare bû.

Ew di hemandem de rewşenbîrekî navneteweyî bû. Lewra li Ewrûpayê jî wek rewşenbîrekî û serokekî Rojhelata Kurdistanê dihat nas kirin.

Dîrok zane bû. Dîroka Kurdistanê gelek baş dizanî. Zanyariya wî hem di dîroka klasîk ya Kurdistanê de û hem jî di dîroka hevdem ya nêzik de gelek baş û fireh bû.

Ew di sala 1930yî de li Urmiyeyê hatibû dinyayê. Di 16 saliya xwe de di nav rêxistina cîwanên Rojhelata Kurdistanê cî girtibû.

Dema ku Dewleta Kurdistanê ya Mehebadê ava bibû, ew 16 salî bû. Wî kelecaniya avakirina dewletê dît û di wê kelecaniyê de pişiya.

Dîroka Tevgera Serxebûnxwaz û Azadîxwaz ya Kurdistanê jî baş nas dikir. Di dîroka rêxistin û partiyên Kurdistanê de jî qasî pisporekî zanyare bû.

Ew nivîskarekî baş bû. Pirtûka wî bi gelek zimanan hatibû weşandin. Xwediyê zimanekî xweş bu. Xwe baş îfade dikir.

Dr. Qasimlo di hemandem de  zimanzana bû jî. Ew bi 7 zimanan diaxifî û dixwend û dinivîsand.

Ew di esasa xwe de siyasetmedarekî hevdem û demokrat bû. Lê di navbeyna serokatiya hevdem û edetî diçû dihat. Loma jî ev metoda wî ya dawî bi Îraniyan re metodeke hevdem nebû. Ew jî bû sedem ku bê şehîd kirin.

Dr. Qasimlo heger di lobîyeke oteleke modern de hevdîtin bi İraniyên qetıl re li darbixista, Îraniyan nedikarîn ku wî şehîd bikin.

Ew siyasetmedarekî antî-milîtarîst bû. Lewma di serokatiya leşkerî PDK a Îranê de bi çekên mezin ger qedexe bû. Berpirsiyaran bes bi çekên biçûk dikarîn li serokatî bigerin û karên xwe bimeşînin.

Dema ku di sala 1982an de ez û Kek îkram Delen û gelek pêşmergeyên Ala Rizgariyê me serokatiya leşkerî ya PDK a Îranê ziyaret kir, min ew helwesta dît.

Dr. Qasimlo siyasetmedarekî navneteweyî bû. Lewra ji aliyê gelek ewrûpayiyan de dihat nas kirin.

Ew hevalê Dûbçek û Hawêlê Çekoslovakyayê bû. Piştgirê Tevgera Bihara Çekoslovakyayê bû.

Dr. Qasimlo di partîya PDKê ya Qazî Mihemed de guhartinên bingehî çêkir…

Di hevdîtina me de mijara girîng ya hate qise kirin, guhertinên di PDKê de bûn. Lewra wê demê li Bakûrê Kurdistanê û li Ewrûpayê ev mijara bi balkeşî dihat minaqeşe kirin. Di hemandem de di derbarê PDKê de ji aliyê çepên Îranê ve û bi taybetî jî ji aliyê TUDEHê ve spekulasyonên girîng hebûn.

Wek min di wê hevûdîtinên de jî anîbû ser zimên, Dr. Qasimlo di PDKê de guhertinên bingehî û stratejîk çêkiribûn.

Partiya Pêşewa Qazî Mihemed piştî şerê Cîhanî yê 2emîn û di qonaxa ku demokrasî li Ewrûpayê qezençkiribû û pêş diket, di heman dem de di şertên îşgala Îranê de ji aliyê dewletên mezin yên emperyal û sosyalît  de hatibû dagirkirin, ava bû.

Wek tê zanîn, Yekîtiya Sovyetan dixwest ku li Îranê xurt be û xwediyê bandoreke mezin be. Ev stratejiya xwe jî dixwestin ku bi destên kurdan û azeriyan bimeşînin.

Dixwestin ku Dewleta Ezeriyan ava bibe û kurd jî bibin otonomiya wê dewletê.

Di serî de Qazî Mihemed û hemû kurdan ev nerîna Yekîtiya Sovyetan neecibandin û li dijî nerîna Yekîtiya Sovyetan derketin. Ji Yekîtiya Sovyetan daxwaz kirin ku kurd wek miletekî tevbigerin û rêxistina xwe ya taybet û dewleta xwe ava bikin.

Loma jî di bin serokatiya Qazî Mihemed de şandeke gelek xurt ji berpirsiyarên Rojhelata Kurdistanê ava bibû, çûn bi Yekîtiya Sovyetan danûstandin re bikin. Bavê Dr. Qasimlo jî di nav vê şandayê de cîh girtibû.

Şanda Rojhelata Kurdistanê Yekîtiya Sovyetan kane kirin ku partiya xwe PDKê ava bikin û li Kurdistanê bibin xwediyê dewleta milî.

Lê her çiqas partî bi alîkariya Yekîtiya Sovyetan jî ava bû, partiyê  sosyalîzm nepejirand. Dema ku Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê ava bû, wek dewleteke sosyalîst nehat îlan kirin.

DKê nebû sovyetparêz.

PDKê bû partiyeke nasyonal û demokrat.

Nebû partiyeke îdeolojî ye. Bû partiyeke  kurdî.

Dewleta Kurdistanê jî bû dewleteeke neteweyî û demokrat.

Piştî demekê jî Yekîtiya Sovyetan îxaneteke mezin li hemberî Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê pêk anî. Ji Dewleta Kurdistanê re û serokê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û ji berpirsiyarên din re xwedî derneket. Dewleta Kurdistanê encama êrîşa Dewleta kolonyalîst ya Îranê hat rûxandin, Pêşewa Qazî Mihemed û berpirsiyarên Kurdistanê hatin îdam kirin.

Serok Dr. Qasimlo, piştî ku bû sekreterê giştî yê PDKê, di partiyê de guhertinên esasî kir.

Navê partiyê guhert, navê partiyê kir PDK a Îranê.  Bi vê gavek stratejîk hat avêtin ku partî bibe İrançî. Stratejiyên xwe di çerçewa îranê de bimeşîne.

Lewma partî ji xeta dewletbûn û serxwebûna Kurdistanê dûr ket, bû partiyeke otonomîparêz.

Lewma partî bû seksîyona TUDEHê.

Partî bû partiyeke îdeolojiyê. Sosyalîzm pejirand. Partî bû beşeke kurdistaniyan. Loma jî kesên xwe li derveyî partiyê û îdeolojiya partiyê terîf kirin, xwe serbixwe rêxistin kirin.

Loma jî di sala 1968an de partî parçe bû. Komîteya Şoreşger ya PDKê di pêşengiya Mele Aware, herdu bira Ebdûllah û Sileyman Mûînî, Îsmaîl Şerrîfzade , li Serdeştê dest bi serhildana milî kir. PDK piştgiriya wan ne kir. Serhildan bi awatekî dramatîk hat temirandin. Serokên wê serhildanê hatin kûştin.

Her çiqas kurdistaniyan û serokên Kurdistanê xiyaneta Yekîtiya Sovyetên dîtin jî partî bû partiya sovyetparêz.

Lê tiştek vekirî jî heye ku Dr. Qasimlo serokekî Kurdistanê ye. Şehîdbûna wî ji bona neteweya kurd û Kurdistanê û bi taybetî jî ji bona Rojhelata Kurdistanê bû darbeye mezin.

Amed, 14. 06. 2019

([email protected])