Dewleta Îranê, berdewamiya Împeratoriya Farisî ye. Beşekî Kurdistanê (Rojhelata Kurdistanê), di encama Peymana Qesri Şîrînê de ket bin bandor û hegemonyaya  Împeratoriya Faris. Di wê demê de mafên miletê kurd yên milî hatin xesipkirin. Li ser kurdan zulmeke mezin û hişk hat domandin. Loma jî di dema Împeratoriya Farisî de navbeyna kurdan û dewletê hîç demekê aşitî nebû. Her dem di navbeyna dewlet û kurdan de bêbaweriyekê domand.

Loma jî miletê kurd, ji bona ku ji bin bandor û hegemonyaya Împeratoriya Farisî xelas bibe, azad bibe û Kurdistaneke serbixwe ava bike, gelek serhildanên milî li dar xistin. Dem deman jî hêzên kurdan, li Kurdistanê desthilatdar bûn.

Di destpêka sedsala 20an de kurd di bin serokatiya Simko Axayê Şikakî de li Kurdistanê demekê desthilatdar bûn. Lê hezar mixabin di encamê de Împeratoriya Farisî ji nû ve hegemonya û desthilatdariya xwe ava kir.

Piştî Şerê 2emîn yê Cîhanê Îran ji aliyê dewletên emperyal û Yekîtiya Sovvyetê de hat dagir kirin. Di wan şertan de kurdan di bin serokatiya PDK Îranê û Qazî Mijhemed de Komara Kurdistanê ya Mehabadê av kir(1946). Lê temenê dewleta Kurdistanê dirêj nebû.

Dema ku dewletên emperyal û Yekîtiya Sovyetê li hev kirin, ji Îranê vekişiyan; erîşa Dewleta Îranê li hemberî Dewleta Kurdistanê dest pê kir. Dewleta Kurdiştanê hat rûxandin. Serokomarê Dewlet” û berpirsiyar û wezîrên dewletê hatin îdam kirin û daliqandin.

Serok Mele Mistefa Barzanî jî yek ji berpirsiyarê Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê bû. Heger Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, neçûbûna Yekîtiya Sovyetê, ew jî dê bihatina darizadin (mehkemekirin) û ceza kirin û daliqandin.

Piştî rûxandina Dewleta Kurdistanê, miletê kurd carek din ji aliyê dewleta Îranê de dîl hat girtin. Mecbûr bû ku di bin dîktatoriya Şah de jiyana xwe bidomîne.

Kurdan û kurperweran di şertên dîktatoriyê de zehmeteke mezin dîtin.

Kurdan û kurperweweran bi dehan salan di hepsê zulim dîtin û jiyana domandin.

Di sala 1968an de dema ku li herêma Serdeştê serhildaneke şoreşgerî û milî qewimî, wê serhildanê jî şikest xwar. Serokatiya we serhildanê hatin kûştin û hatin îdam kirin.

Ew rewşa kurdan ya xirab heta sala 1979an berdewam kir.

Di sala 1979an de dema ku dîktatoriya Şah hat rûxandin, ji bona kurdan jî hêviyek derket holê ku li Kurdistanê bi statuya otonomiyê desthilatdar bin. Lewra li Îranê ji şoreşekê qal dihat kirin. Desthilatdarî hatibû gûhertin. Hêvî dihat kirin ku desthilatdariya nû ya îslamiyan mafên kurdan yê milî ku mafê desthilatdarî jî tê de qebûl bike.

Hezar mixabin wusa nebû. Desthilatdariya îslamiyan ji bona kurdan xirabtir bû. Demokrasi nehat Îranê, li Kurdistanê jî, otonomî ava nebû. Lê kurd fiîlî (de facto) li Kurdistanê bûn desthilatdar.

Hezar mixabin Dewleta îslamî ya Îranê, ji desthilatdariya kurdan ya filî (de facto) re jî tehemmul nekir, erîşî Kurdistanê kir.

Hêzên Kurdistanê û kurdperwerên Kurdistanê jî, mecbûr bûn ku di îlona 1979an de dest bi şerê çekdarî û pêşmergetî bikin.

Şerê kurdan û partiyên Kurdistanê (PDK a Îranê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê) yê pêşmergetî demekê li hemberî Dewleta Îranê serkeftî bû. Hezar mixabin heta dawiyê nikarî bidomîne. Şikest xwar.

Wek tê zanîn di şerê Irak û Otonomiya Kurdistanê de Dewleta Îranê pişta xwe da kurdan û alîkariya xwe ji wan birî. Dewleta Îranê, bi Dewleta Iraqê ve di peymana Cezayîrê de li hev kiribûn. Ew jî bû sedem ku Otonomiya Kurdistanê bê rûxandin (1975).

Dewleta Îranê beremberî vê yekê, yanî beremberî kurdfiroşiyê ji Iraqê erd wergirti bû. Iraqê di sala 1979an de, yanî piştî çar salan xwest ku erdê xwe ji Dewleta Îranê werbigre. Ew bû sedema şerê Dewleta Îran û Iraqê. Wî şerî 10 salan domand. Milyonek insan hatin kûştin û bi mîlyonan însan birÎndar bûn.

Herdu dewlet jî xerebe bûn. Miletên li îraq û Îranê talan bûn. Feqîr ketin.

Ew hemû qewimandin derdixin holê ku Dewleta Îranê çiqas erîşker û zilumkar û barbar û hilebaz e.

Li Iraqê dema ku erebên sunî desthilatdar bûn; Dîktatoriya Baasê û Sedam hebû, Dewleta İranê li Iraqê xwediyê desthilatdariyeke nebû. Lê piştî ku Dîktatoriya Sedam encama midaxelaya Emerîka û hevalbendên Emerîka hat rûxandin, erebên şiî li Iraqê bûn desthilatdar.

Bi desthilatdariya erebên şiî, Dewleta îranê hedî hedî li Iraqê bû desthilatdar. Bi her awayî midaxeleyî karên Iraqê kir. Li îraqê hêzên çekdar yên taybet ava kir. Di vê qonaxê de jî ew karên kirêj yên Îranê li Iraqê dom dikin.

Dewleta Îranê jî, nûha li Iraqê xwediyê desthilatdariyeke xûrt e. Ji bona ku desthilatdariya xwe bidomîne, divê ku yekîtiya kevneperest ya Iraqê bidomîne. Loma jî ji bona ku Kurdistan nebe dewleteke serbixwe bi her awayî midaxele dike.

Lewra dema Kurdistan bibe dewleteke serbixwe, wê demê desthilatdariya Îranê li Iraqê qels dibe. Dûr nîne ku erebên sunî jî ji Iraqê veqetin.

Loma jî, Dewleta Îranê di merheleya biryara referandûma serxwebuna Kurdistanê de bi beşek partiyên Kurdistanê xwest ku pêşiya biryara referandûma serxwebuna Kurdistanê bigre.

Heta bi pêşengiya wan partiyan hat beşdarî Meclîsa Kurdistanê bû.

Piştî ku biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê hat girtin, ji bona ku desthilatdariya Kurdistanê vê biryarê paşve bixwe, xebat û midaxeleya xwe domand. Bi rêxistinên ku bi wan re (dewleta Îranê) girêdane, her xerabiyek kirin.

Li Iraqê hêza piştgir ya xûrt ya dijminên referandûmê Dewleta îranê ye.

Dewleta Îranê ji bona ku pêşiya referandûma serxwebûna Kurdistanê bê girtin her xerabiyek dike.

Dewleta Îranê dema ku dît, Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê û Partiyên Kurdistanê di mijara referandûmê de gav paşve navêjin, wê demê dijminitiya xwe xûrttir kir. Bi hêzên xulam ve dixwaze ku li Kurdistanê şer û pevçûn çê bikin.

Dewleta Îranê ev rojên dawî dijiminitiya xwe gelek aşkere anî ser zimên. Got ku “dema ku desthilatdariya Kurdistanê di çêkirina referandûmê de xwediyê israrê be, wê demê tişt û xerabiyên ku ew texmîn nakin û aqlê wan re derbas nabe, emê bikin.”

Ev daxuyanitya Dewleta Îranê ji ew kes û hêzên li dijî referandûmê ne re, alıkariyek mezin e. Ji bona wan îşaretên nû yên xerabî dayine. Ji bona ku ew hêzan xerabiye bikin, cesaret dayina wan e.

Ev daxuyaniya Dewleta Îranê diyar dike ku ew bes ji bona kurdan ne ji bona hemû Rojheleta Navîn û dinyayê jî xeter e.

Loma jî divê mezinên dinyayê Emerîka û yên din; li hemberî Îranê tedbîr bigrin. Îzin nedin ku Îran erîşî Kurdistanê bike.

Sedema ziyerata Serokerkanê Îranê ji bona Tirkiyeyê jî, ji bona pêşîlêgirtina referandûma serxwebûna Kurdistanê bû.

Dewleta Îran dixwaze ku peymeneke wek peymana sala 1975an Peymana Cezayirê li darxin. Lê diyar e ku Tirkiyeyê ji wan re negot “erê”.

Lê ew helwesta Îranê li dijî serxwebûna Kurdiştanê dikare derfetên nû yên erênî ji bona kurdan û Kurdistanê derxe jî.

Lewra dinya dinya ya berê nîn e. Kurd, kurdên berê nîn in. Rojhelata Navîn Rojhelata Navîn jî ya berê nîn e.

Sûîdî Eerebîstan wek miletê ereb nûha pişitgiriya Dewlketa Kurdistanê dikin.

Daxuyaniya dewleta Îranê li hemberî kurdan û Dewleta Federe ya Kurdistanê tê gelek wateyan.

Ew daxuyanî:

Tewaneke li hemberî mirovatiyê ye.

Tewanek li hemberî demokrasiyê ye.

Tewanek li dijî maf û hiqûqê ye.

Tewanek li dijî maf û azadiyên mirovatiyê ye.

Tewanek li dijî maf û azadiyên kollektîf yên miletan û kêmneteweyan ne.

Tewanek li dijî îradeya miletê kurd e.

Tewanek  li dijî mafê çarenivîsiya miletê kurd e.

Tewanek midaxeleya (destwerdane) raste rast nav Dewleta Iraqê ye.

Loma jî divê Dewleta Îranê, li Neteweyên Yekbûyî ji bona van hemû tewanan serlêdan bê kirin: ji bona ku bê darizandin û ceza kirin xebat bê kirin.

Amed, 20. 08. 2017

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*