16ê Oktobira 2017an, di dîroka Kurdistanê û neteweya kurd de ciyekî girîng û tarî û reş girt. Lewra ev roj, roja ku Kerkûk û gelek herêmên din yên Kurdistanê, bi piştgirîya Grûba Xiyanetê ya ji nav YNKê derketî bi Dewleta Iraqê û Îranê re, hat îşgalkirin. Bi vê êrişê, armanca mezin ew bû, ku pêşiya dewletavakirina Kurdistanê bigrin. Lewra di 25ê Îlonê de Kurdistaniyan bi referandûmê biryara dewletavakirinê dabûn. Vê biryar û qanûnê, dewletên dagirkar û dewleta Iraqê gelek tirsand.

XWEPÊŞANDANÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BERDEWAMİYA KERESETA 16Ê OKTOBIRÊ YE…

Piştî îşgala Kerkûkê, Dewleta Îran û Iraqê ji Grûba Xiyanetê re sipasî kir. Aşkere diyar kirin ku heger Grûba Xiyanetê piştgırî û hevaltî bi wan re nekira, wan nedikarî êrişî Kurdistanê bikin û Kerkukê îşgal bikin.

Loma jî Dewleta îraqê û Îranê qiymetek mezin da wan. Ji wan re beşekî Kurdistanê pêşkêş kirin. Ji wan re gotin ku “hûn li Herêma Kerkuk û Sileymaniyeyê desthilatdar bin.” 

Ew bi lezûbez vexwendin Baxdatê û ew xelat kirin. Planên xwe yên bi Grûba Xiyanetê ve bê meşandin, aşkere kirin. Bi Grûba Xiyanenê re pêwendiya xwe xûrt kirin.

Piştî wan danûstandina diyar bû, ku Grûba Xiyanetê dê xerabiyên mezin yên din jî bike.

Armanceke Grûba Xiyanetê ew bû ku Kurdistanê parçe bikin. Kurdistan bibe du herêm. Loma jî tevlihevî çê bikin.  Gel ji desthilatdariya Kurdistanê eciz bibe û dûr bikeve.

Piştî ku gel ji desthilatdariya Kurdistanê dûr ket jî, gelê dê wê demê bixwaze ku xwe bi Hikûmeta Teokratîk ya Iraqê re girê bide.

Gelek berpirsiyarên YNKê û bi taybetî jî di van rojên dawî de endamê Mektebî Siyasî yê YNKê Qadir Ezîz gelek aşkere diyar kir ku Hikûmeta Kurdistanê divê ji Hîkûmeta Iraqê ya Teokratîk re bîad bike û biryarên Hikûmeta Iraqê bê qeyid şert pêk bîne û tetbîq bike.

Armanceke din ya Grûba Xiyanetê jî ew bû ku di nav Kurdistaniyan de şerekî hûndir derxin û gûr bikin. Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê, Kerkûk fedayî vê armancê kir ku, ev armanca pêk nayê. Loma nexwestin ku destwerdana Kerkûkê bikin.

Armanceke Grûba Xiyanetê jî, Serok Barzanî tasfiye kirin e. Loma jî divê Barzanî ji berçav bê xistin û qedir qiymet bibe. Lewra dewletên kolonyalîst baş dizanîn ku dema Mesûd Barzanî tasfiye bikin, gelek bi hêsanî dikarin pêşiya dewletavakirina Kurdistanê bigrin. Kurdistanê dikarin gelek bi rehetî bixin bin bandor û nufûza xwe.

Armanceke Grûba Xiayanetê jî ew ku dewleta federal bê wate bikin û xerab bikin. Desthilatdariya neteweu kurd û Kurdistaniyan dawî bê. Neteweya kurd bindest  be û Kurdistan mustemlekeya Iraqê be. Iraq jî mustemlekeya Dewleta İranê be.

Hîç şik tune ye ku hemwelatiyên Kurdistanê jî xwediyê maf in ku xwepêşandinan bikin. Xwepêşandin û mixalefet mafekî demokrat ya hemwelatiyê ye.

Desthilatdariya Kurdistanê jî ev mafê hemwelatiyên Kurdistanê pesinandin.

Lê xwepêşandinên tên li darxistin elemata demokrasî û mafê demokratîk yê hemwelatiyan xûya nakin.

Xwepêşandar Kurdistanê dixwazin xirab û tevlihev bikin. Beregehên Dewleta Federe û partiyên siyasî û yên kamûyê dişewitînin. Kesên berpirsiyar dikûjin û dixwazin bişewitînin. Yanî gelek aşkere ye ku şidetê û çek bi kar tînin.

Loma jî ev xwepêşandanan çalakiyên demokratîk nînin, li hemberî Hikûmet û desthilatdariya Kurdistanê bi şidetê û bi çek, serhildan e.

Ev yêka jî nîşana dewleta federe xirab kirin û li Kurdistanê şerê hûndir derxistine.

Ev tevlihevî derxistin plana Dewleta Teokratîk ya Iraqê ye û bi Grûba Xiyanetê jî ev plana xwe dide meşandin.

Van rojan li der dora Maxmurê û gelek deverên din yên Kurdistanê leşker mewzîkirin jî parçek ji vê plana qirêj e.

Divê ku pêşiya van xerabiyan bên girtin. Berpirsiyarên van bûyeran bên girtin û bên dadgeh kirin û ciza kirin.

GORAN Û KOMALA ÎSLAMÎ YA KURDISTANÊ JÎ XIZMETÎ VÊ PLANÊ DİKİN…

Goranê û Komalaya Îslamî, ji destpêkê de jî,  xizmetî karên Grûba Xiyanetê kirin. Loma jî li hemberî Grûba Xiyanetê û îşgala Kerkukê mixalefeteke xûrt li dar nexistin.

Ji binî de wan jî xwest ku Hikûmeta Kurdistanê û Serok Barzanî qels bibe. Li Kurdistanê qrîza siyasî çê bibe, Ji vê qrîzê derfet bibînin û xûrt bibin.

Vê yekê gelek aşkere xizmetî plana Dewleta Tokratîk ya Iraqê jî kir.

Di vê merheleya ku bi serhildanan tevlihevî çê dibe de, Goran û Komala Islamî ji Hikûmeta kurdistanê xwe vekişandin.

Gelo ev helwesta herdu partiyan tê çi watê ye?

Tê wê wate ye ku bila Kurdistan bê desthilatdar û hikûmet bibîne. Li Kurdistanê qrîza siyasî derkeve.  Dewletên Kolonyalîst gelek bi hêsanî planên xwe bimeşînin û li Kurdistanê tevlihevî çêkin.

Amed, 28. 12. 2017

(ibrahî[email protected])

 

***

Di nav YNKê de sînorê xiyanetê fireh dibe û divê pêşî lê bê girtin

25ê Îlona 2017an, ji bona Kurdistaniyan rojeke gelek pîroz bû. Kurdistaniyan wê rojê, ji bona referandûma serxwebûna Kurdistanê çûn ser sandûqan û deng dan. Di encama dengdanê de biryar dan ku dewleta xwe ava bikin. Ji bona dewletavakirinê di heman dem de qanûnek çêkirin. Wê rojê li Kurdistanê rûpeleke nû ya spî vebû. Mîladekê dest pê kir. Li hemû dinyayê di nav Kurdan de bû sedema cejna roja dewletavakirina Kurdistanê.

Hezar mixabin ew cejna Serxwexwebûna Kurdistanê di 16ê Oktobira 2017an de birîndar bû û xwîndar bû. Dewletên kolonyalîst (Dewleta Iraqê, Îranê, Tirkiyê) bi xîyaneta grûbeke di nav YNKê de, bi hêsanî êrîşê Kerkûkê kirin û dagirtin.

Pêvajoya xiyanetê û dagirtina Kerkûkê

Dewleta Federal ya Iraqê di dema serokwezîrtiya Malîkî de ji federalî dûrket, ber bi dewleta ûnîter û milî û nîjadperwestî ya erebî çû. Yanî wê demê dewlet, ji dewletbûna hemû miletan û kêmneteweyan dûr ket.

Dema ku ev rewşa hat rojevê, Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê li hemberî vê xerabiyê mûxalefet kir. Ji bona ku Malîkî ji helwesta xwe ya nîjadperestî, otokratîk, teokratîk, otorîter dûr bikeve, xebat kirin; pêşniyarên xwe pêşkêşî wî û raya giştî ya Iraqê û dinyayê kirin. Hezar mixabin Malîkî di helwesta xwe de guhertin çênekir.

Di vê merheleyê de Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê ji bona ku bi awayekî din pêkvejiyaneke bidomîne; pêşniyar kir ku li Kurdistanê dewleta serbixwe ava bibe. Dewleta Kurdistanê û Iraqê bi hev re dewleta konfederal ava bikin.

Hezar mixabin ev pêşniyara jî bê bersîv ma.

Kurdan dîsa jî xwestin ku serokwezîr bê guhertin. Loma li benda hilbijartinê man. Piştî hilbijartina giştî jî hikûmet gelek bi zehmetî ava bû. Ev car Abadî li Iraqê hikûmet ava kir û bû serokwezîr.

Hezar mixabin Abadî jî, siyaset û projeya Malîkî meşand.

Wê demê Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê biryar dan ku ji Kurdistaniyan bipirsin ku gelo dewleta serbixwe dixwazin, an dixwazin ku di ev sîstema seqet ya federal de jiyana xwe bidomînin?

Loma jî ji bona vê, referandûma serxwebûna Kurdistanê pêwîst bû. Serok Barzanî ji bona referandûmê pêvajoyek dest pê kir.  Di destpêkê de ji derveyî PDKê, hemû partiyên Kurdistanê li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê  bûn. Bi taybetî jî bi destwerdana Dewleta Îranê dijitî domand. Lê piştî merheleyekê YNKê jî qane bû ku referandûma serxwebûna Kurdistanê bê li darxistin. Heta dawî jî bi giştî piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê kir.

Hezar mixabin dihat zanîn ku grubek hevalbendên Dewleta Îranê û Iraqê di nav YNKê Kurdistanê de heye. Wek parlamenter Ala Talabanî wek lobiya wan kar dikir. Xwediyê Telewîzyona NRT berdevikê wan bû. Beriya referandûmê rojekê (15ê Îlona 2017an) vê grûbê xwest ku pêşiya referandûmê bi darbeyeke leşkerî bigrin. Lê pêşiya wan hat girtin. Ev grûba derket holê ku kûrê Celal Talabanî Peval û biraziyê Celal Talabanî û hevalên wan in.

Li vê grûbê wek grûbeke mixalîf hat mêze kirin. Lê piştî ku di referandûmê de biryar hat girtin ku dewleta Kurdistanê ava bibe. Ew dewleta bibe dewleteke federal û dewleta miletê kurd û hemû kêm netewan, ev grûba ku bi destê Dewleta Îran û Iraqê ve di nav YNKê de hatibû çêkirin, xebata xwe aşkere kir. Ev xebateke xiyanetî bû. Ev Gruba bi Dewleta îraq û Îranê bûn alîkar ku Kerkûk û deverên bi niza yên kurdî bên îşgal kirin.

Armanca gruba xiyanetê

Çend armancên Grûba Xiyanetê hebûn.

Armanca yekemîn: Armanca Grûba Xiyanetê gelek aşkere derket holê ku li dijî Dewleta Kurdistanê ne û dixwazin ku pêşiya avakirina Dewleta Kurdistanê bê girtin. Lewra Kurdistaniya di 16ê İlona 2017an de biryara avakirina Dewleta Kurdistanê dabû.

Armanca duyemîn: Kurdistanê parçe bikin û Kurdistan bibe du herêm. Ew herêman: 1) Herêma Hewlêrê û Duhokê,  2)Herêma Sileymaniyê û Kerkûkê.  Herêma Sileymaniyê û Kerkûkê jî bikeve bin desthilatdariya wan. Ew jî bibin kolonî û xûlamên Dewleta Iraq û Îranê.

Peymana di navbeyna Dewleta îran û Iraqê û ev Grûba Xiyanetê de hatiye çêkirin de vekirî ev armance diyar dibe. Ev armanca,  di dema Îbrahîm Ehmed û hevalên wî de  jî dihat parastin. Îbrahîm Ehmed dixwest ku herêma kurmancan û soranan ji hevûdu veqetîne.

Navberekê YNKê û pişt re jî Goranê daxwaz kir ku Sileymaniye ji Kurdistanê veqetînin û bikin herêmeke otonom û ji Kurdistanê cûd bibe.

Amanca sêyemîn: Di nav Kurdistaniyan de şerekî hûndir derxistin û gûr kirin bû. Serok Barzanî û desthiladariya Kurdistanê Kerkûk fedayî vê armancê kirin. Loma nexwestin ku destwerdana Kerkûkê bikin.

Armanca çaremîn: Serok Barzanî tasfiye kirin bû. Lewra dewletên kolonyalîst baş dizanîn ku dema Mesûd Barzanî tasfiye bikin, gelek bi hêsanî dikarin pêşiya dewletavakirina Kurdistanê bigrin. Kurdistanê dikarin gelek bi rehetî bixin bin bandor û nufûza xwe.

Armanca pêncemîn: Grûba Xiyanetê li dijî dewleta federal e jî. Ew dixwazin ku miletê kurd bindest  be û Kurdistan mustemlekeya Iraqê be. Iraq jî mustemlekeya Dewleta İranê be.

Armanca şeşemîn: Gruba Xiyanetê dixwaze din av YNKê de kurdperweran tesfiye bike

Dewletên kolonyalîst bi çend metod û wesitayan xwestine pêşiya tevgera milî ya Kurdistanê û dewletavakirinê bigrin.

Yek metodek ew bû ku kurdan bikin kurd û ereb û tirk. Dema kurd, ji kurdbûnê derkeve wê demê tevgereke Kurdistanê çê nabe.

Metoda duyemîn: Heger kurd ji kurdbûnê dernekevin, divê pêşiya avakirina tevgerek milî bê girtin.

Metoda sêyemîn: Dema ku pêşiya avakirina tevgereke milî û rêxistnavakirinê nê girtin. Wê demê wan rêxistina bikşînin cem xwe û gorî armancên xwe bi kar bînin. Nûha Dewleta Îran û Iraqê bi wasiteya Grûba Xiyanetê dixwaze vê yekê bike. YNKê bike rêxistina xwe. Ji bona vê yekê jî divê kurdperwer û dewletxwazên di nav YNKê de bên tasfiye kirin.

Grûba Xiyanetê nûha vî karî dike.

Wê demê metoda çaremîn ya dewletên kolonyalîst pêk tê. YNKê Kurdistan dibe rêxistina wan û ji hûndir de dibe wesîteya tasfiyekirina tevgera milî ya Kurdistanê.

Grûba Xiyanetê ji bona ku kurdperweran din av YNKê de tasfiye bike: Dixwazin bi riya tehditan kongreya YNKê çê bikin. YNKê bixin destê xwe. Nuha ji bona vê, xebateke bê hempa dimeşînin. Di destpêkê de Mektebî siyasî tasfiye kirin. Berpirsiyarên YNKê bi kûştinê tehdît dikin.

Tê gotin ku seredana Pavil ya Kosret Resûl li Elmanyayê ji bona ku wî bitirsîne û tehdît bike ku ew xwe bide aliyekî. Ew di YNKê de desthilatdar bin.

Heger bi kongreyê biserneketin nebe dê YNKê parçe bikin.

Heger nikarîn parçe bikin dê ji bona xwe rêxistinekê ava bikin.

Wê demê jî li hemberî YNKê şer bikin.

Di hemandem de li hemberî hemû partî û rêxistin û hêzên Kurdistanî dê bibin tehdîta şer .

Ji bona ku şerê hûndir derkeve dê provokasyonan bikin.

Gruba Xiyanetê dixwaze xwe bi hikûmeta nijadperest û teokratîk û dagirker re girê bide

Min li rêzên jorîn jî nivîsan ku Grûba Xiyanetê di hemandem de dixwazin ku dewleta federal jî bê rûxandin. Kurdistan parçe bibe. Ew li herêma Kerkûk û Sileymaniyê desthilatdar bin. Xwe  bi Hikûmeta teokratîk û mezhebî û nîjadperest ya Iraqê re girê bidin.

Miletê kurd bin dest û miletê ereb jî ne erebên şiî bibin serdest. Dewleta Iraqê bibe desthilatdar, Kurdistan bibe koloniya Iraqê.

Ji bona vê jî daxwaz dikin ku hikûmeta Kurdistanê daxwazên Hikûmeta Iraqê pêk bîne. Biryarên dewletê tetbîq bike.

Heger hikûmeta Kurdistanê nekeve bin emra Dewleta Iraqê, dibêjin ku  wê demê ew zerarê bidin Kurdistanê û Kurdistaniyan.

Gotinên Endamê Mektebê Siyasî ya YNKê Qadîr Ezîz ji bona vê delileke aşkere ye.

Endamê Mekteba siyasi ya YNKê Qadîr Ezîz dibêje ku “bila Hewlêr mercên Bexdayê qebûl bike.”

Qadir Ezîz, rexne li hikûmeta Herêma Kurdistanê girt û pesnê rola Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da û ew bi kesekî “serkeftî” li hember Kurd û DAIŞê binav kir.

Qadir Ezîz dibêje: “Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê mercên Bexdayê qebûl bike.” Li gor wî jî, heger Herêma Kurdistanê mercên Bexdayê qebûl neke, ya ku sizaya xelkê Kurdistanê dide hikûmeta herêmê ye, ne Bexda ye.

Qadîr Ezîz di hemandem de Hikûmeta Kurdistanê bi “gendel” binav dike û dibêje: “Hikûmeta herêmê ji ber gendeliyê petrola xwe radestî kompanyaya SOMO (Kompanyaya ku petrola Iraqê difiroşe) nekir, ta Bexda budceyê bide, ku bi xwe petrol difirot jî nikarî çarîkek ji mûçeyan bida. Ji bo çi Bexdayê tawanbar dike ku mûçeya xelkê Kurdistanê biriye û sizaya xelkê Kurdistanê daye.”

Herwiha ragihand jî “Pêwîst e YNKê wê yekê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl neke, ku daxwaza abûra serbixwe dike û li dijî biryarên Bexdayê radiweste.”

Qadir Ezîz, berê Sekreterê Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê bû û ji piştî raperînê ala Kurdistanê hilgirtibû, piştî tohmetbarkirina bi qorxkirina wê partiyê, piraniya endamên wê partiyê Qadir Ezîz ji partiyê dûr xist, piştre Partiya Ayindeya Kurdistanê ragihand, piştre jî bêyî ku di kongir de bê hilbijartin, wek endamê Polîtburoya YNKê hate destnîşankirin.

Encam

Di encamê de dikarim bibêjim ku Goran, Komala Îslamî, PKK, Kevnesedamî jî, piştgirên Grûba Xiyanetê ne. Lewra ew jî li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê bûn. Ew jî li dijî Dewleta Kurdistanê ne. Dewleta ûnîter ya Iraqê diparêzin.

Loma jî Grûba Xiyanetê gelek xeter e.

Grûba Xiyanetê dûr nîne ku YNKê bigrin bin desthilatdariya xwe û an jî tasfiye bikin.

Ev herdu ehwal jî ji bona Kurdistanê gelek xeter e. Lewra YNKê rêxistineke bingehî ya Kurdistanê ye. Damezrênera Kurdistanê û dewleta federal e. Dema YNKê bikeve destê dijmin û an jî tasfiye bibe, ji bona Kurdistanê dibe karasateke gelek mezin.

Divê pêşiya vê xiyaneta Grûba di nav YNKê de bê girtin.

Mezintiya xeteriyê bi bi daxuyaniya kevneseddamî jî  derdikeve holê:

“Wefîq Samerayî ku berî niha berpirsê muxaberatên serbazî yê rêjîma Be’is bû û beşdarî di wan tawanan de kiribû ku rêjîma Sedam li dijî gelê Kurdistanê encam dabû, îrodi rûpela xwe ya facebookê de, xwe weke azadîxwazekî dide xuyakirin, piştevaniya xwepêşandanên Silêmaniyê dike, ku di nav de avahiyên hikûmî û hizbî hatine şewitandin.

“Samerayî di nivîsa xwe de êrîşî desthelatdarên Herêma Kurdistanê û Hewlêrê dike, û bizavan dike ku derzê di nav xelkê Kurdistanê çêke û derketina welatiyên Silêmaniyê di xwepêşandanan de, bi nîşana mêranî û şaristanî û rewşenbîriyê binav dike.

“Wefîq Samera`î ku bi dijminê şoreşên Kurd tê naskirin, di dema dawî de, tevahiya nivîs û gotarên wî li ser facebookê li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê bûn û berevanî li helwest û pêngavên hikûmeta Iraqê yên li dijî xelkê Kurdistanê dikir, vê carê jî berê xwe dide xortên Silêmaniyê û nav di wan dide ku wî karê xwe berdewam bikin heya ku li tevahiya navçeyên din yên Kurdistanê xwepêşandan derkevin.

Di dawiya nivîsa xwe de navhatî dibêje: “Çareser ew e ku Bexda desttêwerdanê di rewşê de bike û welatiyan biparêze û rê li ber siyaseta birçîkirina xelkê bigre û nabe careke din bendewariyê hilbijêre”.

Wefîq Samera`î ku heya sala 2008an Şêwirmendê Serokê berê yê Iraqê Mam Celal bû, bi ti awayekî behsa siyaseta birçîkirina xelkê Kurdistanê nake ku ji aliyê desthelatdarên Bexdayê ve ji sala 2014an ve û heya niha tê meşandin, bi sedema birrîna budce û mûçeyê xelkê Kurdistan û tevî çendîn sozên ku hatine dayin, heya niha serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ne amade ye diyalogê li gel Herêma Kurdistanê bike û kêşeyan çareser bike.” (Kurdistan 24)

Amed, 20. 12. 2017

([email protected])