Kurdistan welatekî erdhejê ye. Loma jî sed salan e ku li Kurdistanê erdhejî çê dibe. Di dîroka me ya nêzîk de jî erdhej li welatê me Kurdistanê gelek caran pêk hat. Ew erdhejan bi bajarekî û an jî bi bajerokekê sînor kirî bû. Lê gelê me di wan erdhejan de jî telef bû û komkujiyek jiyan.

Erdhêj a mezin di sala 1939an de li Erzincanê çêbû. Bajarê Erzincanê bi tevayî ji holê rabû. Bi deh hezaran însanên me jiyana xwe ji dest dan. Pişt re li Wartoyê, li Çewlîkê, li liceyê, li Wan-Mûradiyê, li navenda Wanê, li Melatyeyê û li Xarpûtê erdhej çêbû. Di van erdhejan de jî bi hezaran hemwelatiyê me jiyana xwe ji dest dan.

Beriya mehekê li Rojhelata Kurdistanê li bajarê Xoyê erdhej pêk hat. Beriya vê erdhejê jî gelek caran li Rojhelarta Kurdistanê erdhej pêk hat. Gelê me telef bû,  ji aliyê can û mal de zirareke  mezin dît. Di erdheja Xoyê de jî bajar ji holê rabû.

Di 6ê Sibat 2023an de li Rojavayê Kurdistanê û  Bakûrê Kurdistanê, di hemanrojê de du erdhejên mezin çê bûn. Erdhejek di saet 04.17an de, erdhejek jî di 13.24an de  çêbû. Ev caran li bajarekî û bajerokeke Kurdistanê erdhej çênebû, li du beşên Kurdistanê û lig elek bajatr û bajerokên Kurdistanê erd hej çêbû.

Ev erdheja dawî bes li Kurdistanê çênebû û li bajarên Tirkan û Ereban çê bû. Loma jî erdhejêke giştî ye û ne herêmî ye. Li dinyayê jî, ev erdheja wek felaketa sedsalî bi nav dibe. Loma jî hemû dinya û dewlet ji bona ku bibin alîkar tevdigerin.

Encama ev 2 erdhejan li welatê me Kurdistanê û li herêma ereban û Tirkan jî trajediyeke mezin tê jiyan û komkujiyek pêk tê. Bajar ji holê radibin. Dewlemendiya Kurdistan û Tirkan telef dibe û ji holê radibe.

Ez naxwazim hejmara miriyan û brîndara diyar bikim. Lewra mirî jî û brîndar jî bê sînor in û hejmarên wan tu wext jî nayê zanîn.

Ji bona ku ev erdhejan ne yekemîn in, divê li ser encama erdhejan ku zirarê mezin dide gel û bajaran, bajerok ji holê radibin; divê dewletê çima heta nûha tedbîr  negirtiye bê gengeşî kirin.

Dîsa Gelê Kurd û Tirk bi berpirsiyarî tevgeriyan,  an jî tevnegeriyan, divê li ser vê jî bê rawestandin.

Rojhelata Navîn, Kurdistan, Tirkiye, Suriye, Iraq, Îran, welatên din yên, herêma erdhejê ye. Divê gorî vê jî dewlet planên xwe çê bikin, tedbîran bigrin, xaniyan gorî herêma erdhejê çê bikin.

Hezar mixabin, ji bona ku dewletên herêmê ji bona xizmeta însan ava nebûne û însan di xizmeta dewletan de ne, dewletên teokratîk, otokratîk, kolonyalîst in, qiymetê nadin însana û hemwelatiyan. Loma jî xaniyê ku tehemûlî erdhêja bikin, heta nûha ava nekirin. An jî ji bona vê ji gel re pêşengî nekirin. Populîzm kirin. Di encamê de jî bi deh hezaran însanên herêmê jiyana xwe ji dest dan. Xaniyên xwe wenda kirin. Feqîr bûn. Berê piştî erdhejan rewş gelek dramatîk bû.

Kürdistan welatekî kolonî ye. Ji aliyê çar dewletan ve hatiye dagir kirin û îlxak kirin. Loma jî siyaseta dewletên kolonyalîst li hemberî kurdan hîn barbar û bê wîcdan e. Loma jî zirara me kurdan mezintir e.

Lê divê di hemandem de em li xwe  û li helwesta gelê xwe û însanên kurd jî binêrin.

Em dizanin ku dewleta kolonyalîst ji bona me avayiyên zexm û pêwîstita erdhejê ava nakin. Ji aliyê din de Dewleta Tirk bes bi xebata TOKÎyê xanî çê dike. Her kes ji bona xwe di xanî avakirinê de azad e, ji bona xwe xaniyan ava dike. Dema ku em xanî ava dikin, em jî berjewendiya xwe û hesabê erdhejê nakin, gelek berda berdayî xanîiyan ava dikin.

Loma jî divê em bes li siyaseta dewletê ne û li helwesta xwe ya şaş û bêpirsiyar  jî binêrin. Bes dewletê berpirsiyar nîşan nedin, berpirsiyariya xwe jî bizanin.

Diyarbekîr, 10. 02. 2023