Pêşewa Qazî Mihemed: Rêberekî civakî, rewşenbîrî, hevdem, demokrat, arîstokrat, mîradgirê reformên neteweyî û civakî û hiqûqî yên Şêx Ebdulselam Barzanî

Kurdistan, di sala 1639an de bi peymana Qesrî Şêrîn di navbeyna Împaratorîya Osmanî û Farisî de bû du beş. Bi beşbûna Kurdistanê, jiyana neteweya kurd jî beş bû, mejî, serî, aqlê neteweya kurd jî ji hevûdu dûr ket. Her ku di ser re wext derbas bû, di navbeyna herdu beşên Kurdistanê de eleqe qut bû.

Di navbeyna her sê beşên Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê de duwarên biyanîbûnê û eleqeyên qutbûyî bi ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji holê radibe. Her kurdek bi riya Komara Kurdistanê ya Mehabadê û Pêşewa Qazî Mihemed rojhilatê Kurdistanê nas dike, di serê xwe de neqiş dike.

Kurtejiyana Pêşewa û malbata wî

Dema ku ji Qazî Mihemed tê behskirin, bajarê xweş yê Kurdistanê Mehabad û Komara Kurdistanê ya Mahebadê tê bîra mirov. Dema ku ji Komara Kurdistanê ya Mehabadê jî tê behskirin,  Qazî  Mihemed tê bîra her kurdekî û biyaniyekî.

Mirov dikare bibêje ku gelek federasyonên eşîretên kurd û mîrîtiyên kurdan, ji gelek dewletên ku di sedsala 21an de jî jiyana xwe didomînin xurttir bûne û hîn jî xwediyê fonksîyoneke mezin ya civakî bûne..

Qazî Mihemed jî, ji malbeteke wisa xurt hatibû dinyayê û têgihîştibû.

Malbata Qazî Mihemed, malbateke herî navdar yê herêma Mukiryanê bû û li hemû herêmên Kurdistanê jî dihat naskirin. Qazî Mihemed wek endamekî rêzdar ê vê malbatê digel merivên xwe di damezirandina Komara Mehabadê de li rêzên pêşiyê cîh girtin.

Qazî Mihemed, kurê Qazî Elî yê kurê Qasimê Qazî ye. Diya wî jî ji Saqizê bû û ji eşîreta Fettullah Begî bû. Bavê wî qadî bû. Malbata Qazî Mihemed ji 400 salan zêdetir e ku li bajarê Mehabadê (Sablaxê) dijîn û di nav civatê de xwediyê giraniyeke civakî û çandî û entellektûelî ne. Ji malbata Qazî Mihemed re ne bes kurdan, di hemen demê de desthilatdar û berpirsên hukumetên împaratoriya Faris û Şah Riza jî hurmet û rêz digirtin.

Bavê Pêşewayê kurd Qazî Elî, di sala 1930an de li Mehabadê rêxistineke kurdî bi navê “Bizava Mihemed” ava dike. Têkilya ev bizav û bavê Pêşewa, bi Şoreşa Şêx Mihemed Xiyabanî ya li Tebrîzê hebûye. Bavê Qazî Mihemed di sala 1934an de çûye ser dilovaniya xwe.

Qazî Elî,  xwediyê du zarokan bûye, yek ji wan Ebdulqasim Qazî bûye,  ji aliyê xelkê de bi navê Sedrî Qazî tête naskirin. Sedrî Qazî ji aliyê gel de wek parlamenter hatiye hilbijartin û nifûzeka wî ya xurt hebûye. Piştî dawî lêhatina parlamenteriya wî, bi pêşniyara Pêşewayê kurd Qazî Mihemed ji bona ku li Tehranê kar û xebatên siyasî bimeşinê, li wir niştecîh dibe.

Qazî Mihemed jî, di sala 1900î de, di nav ev malbata navdar û xwediyê nûfuzeke civakî û siyasî de tê dinyayê. Qazî Mihemed di salên biçûkîya xwe de dibistan û medreseyeke dînî ku navê wê “Kutabxane” bû, xwendiyê. Wek tê zanîn di wê demê de li Îranê ciyê perwerdeyê, medrese bûn.

Qazî Mihemed, beriya ku di ciyê bavê xwe de bibe qadî, di dezgeha mudirtiya weqfan de xebat kiriye. Lê bitaybetî piştî ku Qazî Mihemed bû qadî, qedir û qiymeta wî di nav gel de zêdetir bûye.

 

Ew him ji zanistiya kevn û him jî ji zanistiya nû ya modern agahdar bû. Ji bona vê jî hewildaneke wî ya îlmî hebûye. Dîsa ji bona ku zimanê biyanî fêr bibe hewildaneke gelek xurt nîşan dide. Wî, ji derveyî zimanê kurdî, erebî, farisî, fransizî, îngilîzî û biçek jî rusî dizanîbûye.

Qazî Mihemed, bi kesên îlîmdar û zanyar re xwediyê pêwendiyeke xurt bûye. Bi kesên welatparêz û serokeşîran re di nav danûstandineke gelek balkêş û xurt de bûye. Piştî mirina bavê xwe bûye dadmendê bajarê Mehabadê. Qazî Mihemed ji bona ku ji karê çandî, zanistî, agahîya xelkê hez kiriye, beriya salên 1941an, du sal jî berpirsiyariya îdareya çandî ya bajarê Mehabadê kiriye, di vê qadê de xebateke gelek baş kiriye. Li Mehabadê yekem car dibistana keçan bi hewildana wî hatiye avakirin.

Ji bona vê jî dema ku ji bona Komara Kurdistanê ya Mehabadê makezagonê amade dikin, di makezagonê de mafên jinan ciyekî gelek girîng digre. Dîsa ji bona vê piştî damezrandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê girîngiyeke mezin dide pêşkevtina ziman, edeb û şanoya kurd.

Qazî Mihemed, di wê merheleyê de wek reşenbîrekî hevdem û demoklrat bi xwendevan, rewşenbîr û mamosteyan re jî xwediye pêwendiyeke kûr û xurt bûye.

Jiyana wî ya civakî, komelayetî û siyasî

Qazî Mihemed, di çareserkirina pirsgirêkên civakî û eşîrî de rolekî berçav tîne cîh. Gelek pirs û karên rojane yên xelkê, di dîwana wî de ku jê re digotin “Mehkeme” dihatin çareserkirin.

Qazî Mihemed, di destpêkê de nebûye damezrênerê Komeleya Jiyaneweya Kurdistanê (Vejiyana Kurd-Je-Kaf/JK), lê bi Komeleyê re xwediyê pêwendiyeke gelek xurt bûye û ji damezrênerên Komeleyê re rêz û hirmeta wî hebûye.

Berpirsiyarên Komeleyê, pêwendiya wî û Komeleyê têrê nedîtine û xwestine ku ew bibe endamê Komeleyê. Wê demê bitaybetî hewil dane ku Qazî Mihemed bibe endamê Komeleyê. Ew jî di encam de dibe endam û berpirsiyarê Komeleyê.

Dema ku Îran ji aliyê dewletên biyanî ve hate dagirkirin, heyetên biyanî jî li bajarê Mehabadê dihatine ziyaretiya Qazî Mihemed, Bi wî re rewşa siyasî ya wê demê û Kurdistanê qise dikirine.

Di destpêkê de daxwaza berpirsiyarên Yekîtiya Sovyetê ew bûye ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek seksiyona Partiya Demokrat a Azerbeycanê ava bibe. Dema ku Qazî Mihemed û grubek hevalên wî çûn Azerbeycana Sovyetê, ev pirsa di navbeyna wan de gelek bi tundî tê minaqeşekirin. Eger Qazî Mihemed û havelên wî ev nêrîna Sovyetê biecibandana, wê demê Komara Kurdistanê jî, diviya bû wek komareke serbixwe ava nebe, di nav sînorên sîyasî yên Komara Azerbeycana Îranê de bibe xwedî otonomiyeke cûda.

Qazî Mihemed û hevalên wî, ji bona vê, bi şexsiyet biryar dan ku Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê ava bikin û di bin pêşengiya partiyê de, bi piştgiriya Kurdên beşên din û bi taybetî jî bi piştgiriya Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bikin.

Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bû, Qazî Mihemed bû serokê Komarê. Piştî ku Qazî Mihemed bû serokkomarê yekem ê Kurdistanê, li tevayî Kurdistanê û li dinyayê bû kesekî navdar û aktorê sîyaseta Rojhilata Navîn.

Tê gotin ku Pêşewa Qazî Mihemed mirovekî gelek bi ferheng, dilsaf, xweşqise, evîndarê wêje û hûnerê bû. Wî bi dilsafiya xwe, bawerî bi desthilatdariya hov a Îranê anî û dîl kete destê wan, pişt re jî ew û serokên din yên Komara Kurdistanê hatin daleqandin.

Dîsa ji bona ku ji her çînekê re dost bû û ji belengazan re heval bû, hûnerhez û wêjeevîndar bû, ji amadekirina makezagoneke gelek demokrat û modern re pêşengî kir. Di demeke kurt de ji bona ku zimanê kurdî, hûner û çanda kurdî bi pêş bikeve, ji projeyên gelek mezin re pêşengî kir û di vê qadê de serkeftinên gelek mezin jî bi desthelatiya hukumeta komarê pêk anî.

Qazî Mihemed, biratî û hevgirtina kurdan, sedemên herî mezin yê serkevtinê dizanî. Ji ber vê jî di gotar û nivîsarên xwe de -ku nivîsar û gotarên wî di rojnameya Kurdistanê de dihatin çapkirin- li ser pirsa yekîtî û biratiya kurdan radiwestiya, ev yek jî wek şert û merceke bingehîn ê serkevtin û ragirtina Komarê nîşan dida.

Ji bona vê, ew wasiyetnameya wî ya dîrokî di nav neteweya kurd de ciyekî gelek girîng girt.

Qazî Mihemed di wesiyatnameya xwe de ji kurdan re dibêje ku:

“Ji hevûdu re dijminatî nekin, hevûdu biparêzin û ji hevûdu re alîkar bin. Li hemberî zulm û zordariya dijmin xwe biparêzin, xwe nefiroşin dijmin. Dijmin heta ku karên xwe bi we bide kirin ji we re tehemmûl dike, piştre divê hûn bizanin ku hîç bawerî bi we nake û dilê wî bi we naşewite. Neteweya kurd jî, wek her miletekî ye û wek neteweyên din xwediyê tû kêmasiyê nîne. Heta neteweya kurd ji aliyê egîdî, xîret de ji gelek neteweyên azad jî pêştir e. Neteweya kurd jî wek neteweyên din yên ji bin esaretê xelas bûne. Divê hûn jî wek neteweyên din ji bin esaratê derkevin û azad bibin. Lê hûn li hemberî hevûdu zikreş nebin, xwe nefiroşin dijmin û tehemûlê hevûdu bikin… Dijminên kurdan ji kîjan rengî û kîjan neteweyan dibin bila bibin, her dem dijmin in, bê wîjdan in, zulimkar in, dê bixwaze bi destê we, we bikuje. Dijmin dê we bêşexsiyet bike, dê bixwaze bi hîle û derewan we, bi destê we bide kuştin…”

Ew di wesiyetnama xwe de digel ev şîretan gelek şîretên din jî tîne ser zimên û di encamê de dibêje ku:

“Divê heta ku em ji esaretê xelas û azad nebin, divê xebat û têkoşîna me bidomîne. Eger dewleta we hebe, hûn azad bin, wê demê hûn dibin xwediyê her tiştekî; xwediyê mal, welat, erd, namûs û mûlk.” 

Hîç şik tune ye ku ev wesîyeta Pêşewa Qazî Mihemed ji bona vê merhelê jî girîngiya xwe diyar dike. Ev jî dûrbînî û entellektûelbûna wî diyar dike.

Qazî Mihemed her çiqas baş jî dizanî ku dijminên neteweya kurd şaş in û serrastbûna wan zehmet e jî, ji bona jiyaneke hevmişterek ya wekhev bi wan re hewil dida, dixwast ku di navbeya neteweya kurd û faris û gelên din yên Îranê de peymaneke nû, makezagoneke plûral û demokrat pêk bê, gelên Îranê bi hev re di nav sîstemeke demokrat de wekhev bijîn.

Hezar mixabin desthilatdarên Îranê ji vê helwestê sûd wernagrin.

Digel vê yekê ev jî derdixe holê ku derdê Qazî Mihemed û gelê Kurdistanê ne ew e ku bi Îranê re şer bikin û bi her awayî ji Îranê veqetin. Lê hezar mixabin Îranê û desthilatdarên wan ne ew demê û ne jî di vê merheleyê de ev rastiya fahm nekirine. Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi zulim û zordarî hat rûxandin û serokên wê jî hatin daleqandin, berpirsiyariya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê dîsa jî heta salên dawî şiyara “Ji Îranê re demokrasî û ji Kurdistanê re otonomî” parastin. Beriya vê du-sê salan biryar dan ku Îran bibe dewleteke federal û Kurdistan jî bibe herêmeke federe.

Damezirandina Komeleyê û PDK a Îranê

Dema ku ji jiyana Qazî Mihemed bê behs kirin, divê mirov ji avakirina Komeleyê û Komara Kurdistanê ya Mehabadê jî behs bike.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî, neteweya kurd teslîmê kolonyalîst û dîktatoran nebû. Ji bona ku mafên xwe yên neteweyî werbigre di sala 1921an de li jêr rêberiya Simko Axa serhildanê dest pê kir. Simko Axa, di demeke kurt de hemû Rojhilatê Kurdistanê azad kir. Hezar mixabin, bi fenûfût û xapandina dewleta Îranê Simko Axa dîl ket û li Şînoyê hate daleqandin.

Piştî serhildana Simko Axa, li Rojhilatê Kurdistanê talan, hovîtî û zulmê dest pê kir û heta sala 1940î domand.

Di sala 1941an de Îngilîz û Emerîkayê başûrê Îranê, Yekîtiya Sowyetê jî bakurê wê dagir kiribûn. Mehabad di bin bandor û desthilatdariya tu welatan de nebû û ciyekî azad bû. Bajarê şêrîn Mehabad di heman demê de navenda çand û nasyonalîzma kurd bû. Li Başûrê Kurdistanê jî komeleya Hîva ava bibû û dixwest ku bi Mehabadê re hevdîtinê pêk bîne û ji bona vê Fermandar Mîr Hac û Fermandar Mistefa Xoşnav şandibû Mehabadê. Di bin rêberiya Mele Dawûd de bi 15 welatparêzên Mehabadî re hevdîtin pêk anîn, di encama pêşniyaran de ev berpirsiyarên komeleya Hîva, komeleya Jiyaneweya Kurd li sala 1942an bi şertê ku gelên Îranê bi piştgiriya Ordiya Sor ji desthilatdariya Riza Şah bêtin azadkirin, hat avakirin. Komele bi awayekî îllegal ava bû.

Pêşewa Qazî Mihemed jî yek ji endam û berpirsiyarên Komeleyê bû. Piştî demekê ji bona ku Komeleyê bersîva hewcedariyên Tevgera Rojhilatê Kurdistanê neda, biryar hate girtin ku partiyek ava bibe. Qazî Mihemed jî wek serokê partiyê bê hilbijartin.

PDKa Îranê, di 25ê Tîrmeha sala 1945an de, bi destê Qazî Mihemed û 60 hevalên wî ava bû. Wek tê îddia kirin, PDKa Îranê bi destê Yekîtiya Sovyetê nehat avakirin. Hewcedariyên neteweya kurd bû sedem ku partiyeke netewî û demokratîk bê avakirin

Di navbeyna programa Komeleyê û PDKa Îranê de ferqek tune bû. Lêbelê Komele di helwesta xwe de zêdetir Kurdistanî bû û PDKa Îranê herêmî bû.

Avabûna Komara Kurdistanê

Di jiyana Qazî Mihemed de avabûna Komara Kurdistanê a Mehabadê bûyerek gelek bingehî ye. Lewra ew damezrênerê yekem yê Komarê û di heman dem de li Kurdistanê Serokkomarê yekemîn e.

Li Îranê di dawiya sala 1945an de neteweya Azerî serîhilda û bajarê Tebrîzê xiste bin kontrola xwe. Di 11yê meha 1945an de Komara Otonom a Azerbeycanê ava bû. Kurdan jî hem bi xurtî piştgiriya wan kirin û hem jî Kurdistan azad kirin.

Pêşewa Qazî jî di 22. 01. 1946an de li meydana Çarçirayê damezirandina Komara Kurdistanê ragehand. Di dema ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de, Qazî Mihemed di axavtina xwe de wusa digot:

“Kurdistan xwedî ciyekî stratejî û erdnîgariya (cografyeya) taybet e ku gelê kurd her tim û bi bê wê hindê ku netewe û miletekî din di navbera wan de mesafe çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hev re têde dijîn û tê de xwedî malikiyeta xwe ya millî ne. Ser bihurî û dîroka wan ya derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. Kurd, xwedî edeb û edet û nerîtên netewî yên wisa ne ku bi ti rengan, sedemên cûr bi cûr û ti bûyerekê nekariye sistiyek di nava bingeh û binaxê mileta wan de peyda bike.

….”     

Qazî Mihemed, li ser navê PDKa Îranê û wek serokê giştî yê Komara Kurdistanê di axavtina xwe de damezirandina partiyê jî îlan kir. Pişt re Komîteya giştî ya partiyê civîya, Qazî Mihemed wek serokkomar hilbijartin. Qazî Mihemedî jî di bin serokatiya Hecî Bab Şêx de hikumetê ava kir. Hikumet ji 13 wezîran pêk dihat:

Hikumeta Komarê, ala Kurdistanê ya ku di sala 1919an de li Stenbolê ji aliyê Komela Teşkîlatî Îçtîmaiye ya Kurd ve hatibû qebûlkirin,  pejirand.

Projeyên ku hatin pêkanîn

Komara Kurdistanê ya Mehabadê di temena xwe ya kurt de, karê gelek hêja pêk anî. Di qada aborî û perwerdayiyê de, di demeka teng de gavên girîng avêtin.

*Zimanê kurdî, bû zimanê perwerdeyî.

*Ji bona Komarê hêzên leşkerî yên nîzamî hatin avakirin.

*Îstasyoneke radyoyê hate damezirandin.

*Li Şînoyê, li Mehabadê, Bokanê, Saqizê dibistan ava bûn.

*Meleyan êdî li mizgeftan bi kurdî waaz didan.

*Wek peymaneke civakî makezagon amade bû: Makezagona Komara Kurdistanê, gorî demokrasîyeke pêşketî û pîvanên Wîlson û hêjayiyên Ewrupayî hatibû amadekirin. Sekûlerizm û modernîteke demokratîk hatibû pejirandin. Ev yek ji bo civateke muhafezakar, edetî, îslamî gelek girîng bû. Di makezagonê de wekheviya jin û mêran, mafên sendîqayî, azadiya fikrî, rêxistinî, baweriyê hatibû qebûlkirin.

*Di Komara Kurdistanê de ji bona ku hûnera kurd, şanoya kurd, musîka kurd pêş bikeve xebatên girîng hatibûn kirin.

Pêşewa Qazî Mihemed û Hilweşandina Komarê û Mele Mistefa Berzanî…

Komara Kurdistanê ya Mehabadê, hemû erd û axa Kurdistanê nedigirt nav xwe. Hezar mixabin temena Komara Kurdistanê dirêj jî nebû. Komara Kurdistanê 11 mehan li ser piya ma. Piştî dewletên ku li ser axa Îranê desthilatdar bûn, di nav xwe de ji bona parvekirina dinyayê li ser peymaneke nû li hevûdu kirin. Yekîtiya Sowyetê xwe ji Îranê vekişand û piştgiriya xwe ya bo Komara Kurdistanê û Ezerbeycanê jî qut kir.

Hikumeta merkezî ya Îranê êriş bir ser Komara Kurdistanê. Diyar bibû ku li hemberî êrîşên dewleta kolonyalîst û hêzên leşkerî, kurd nikarin rawestin. Di vê qonaxê de gengeşiya rewşa nû dest pê kir.

Mele Mistefa Barzanî, di sala 1943ê de li Başûrê Kurdistanê pêşengiya serîhildaneke millî kiribû. Hezar mixabin ku di encama êrîşên Îngilîz û Iraqê de şikest xwar û mecbur bû ku ew û hevalên xwe derbasî Rojhilat Kurdistanê bibin. Wek Mele Mistefa Barzanî bi xwe jî behs dike, li Rojhilata Kurdistanê dikevin bin xizmeta neteweya kurd.

Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî jî di damezirandina Komara Kurdistanê de rolekî girîng lîstin, di bin serokatiya Komarê de wek xebatkar, leşker û serleşkeran kar kirin, tu caran pêşengiya xwe dernexistin pêş.

Mele Mistefa Barzanî ji bona ku rewşa dawî bi Pêşewayê Kurd re qise bike, di êvara 16. 12. 1946an de hevdîtineke dawî bi wî re pêk tîne. Dixwaze ku bizane Pêşewayê kurd dê çi bike. Di vê hevdîtinê de Pêşaweyê kurd Qazî Mihemed ji Barzanî re dibêje: “Ji bona ku zêde xwîn nerije, miletê min zerar nebîne, ezê xwe bidim destê dijmin.” Di eynî hevdîtinê de diyar dike ku Barzanî bi xwe jî zerar nebîne û Îranê terk bike.

Mistefa Barzanî di heman hevdîtinê de emaneta xwe ya pîroz, Ala Kurdistanê ji Pêşewayê Kurd teslîm digre, piştî meşeke dirêj û  şerekî dijwar li hemberî Îranê, Tirkiyeyê, Iraqê derbasî Yekîtiya Sowyetê dibe.

Dîlketina Serokên Komarê û Dadgehkirina Wî…

Komara Kurdistanê piştî êrîşeke leşkerî ya dijwar hate rûxandin. Serokên wê jî, Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî di 20.12.1946an de ji aliyê dewleta Îranê ve hatin girtin. Dîlgirtina wan, neteweya kurd ji qetlîama dewleta Îranê xelas nekir.

Belê Qazî Mihemed Gandîyê Kurdistanê bû. Hezar Mixabin Îran ne Engilîstan bû.

Qazî Mihemed û serokên din yên Komara Kurdistanê di dadgehê de bi awayekî nehiqûqî hatin darizandin. Wan jî di dadgehê de neteweya kurd û Komara Kurdistanê bi cesareteke medenî û layiqî serokbûna xwe parastin. Hemû tawanên dadgehê red kirin. Li hemberî heqeretên qadiyên dadgeha Îranê rawestiyan.

Qazî Mihemed, mafê neteweya kurd, meşrûbûna Komara Kurdistanê ya Mehebadê, ala û surûda Kurdistanê gelek aşkere parast.

Parastiina Qazî Mihemed û têkoşerên din yên Komara Kurdistanê, li hemberî dijminên gelê kurd parastineke û helwêsteke dîrokî bû.

Qazî Mihemed di dadgehê de gelek aşkere desthilatdarên Îranê tewanbar kir û got: “Ez di quncên girtîgehê de dengê xwe li dijî dewleta Tehran û serokên wê bilind dikim û dibêjim ku hûn gunehbar in, ne em. We welatê me dagir kiriye. Tevahiya ev serpêhatî û bûyeran encama siyaseta dagîrker a dewletê ye. Ger dewlet hemû kurdan bi xayîn dizane, bila ji kurdan vegerin, kar û barên xwe bi xwe bigrin destê xwe. Ev bûyera di encamê de bûye ku we bi xwe makezagon binpêkiriye. Niha jî ez tenê bi xwe demokrasiyê di Kurdistanê de xurt dikim û pêşve dibim û tu hêzeke biyanî haydarê min nebûye. Bêpar bûna gelê Kurd yê bûye haydarê min, ji bo birêvebirina van kar û xebatan e.”

Pêşewa Qazî Mihemed di heman demê de Barzanîyan jî li hemberî dadgehê diparêze û dibêje:

“Mele Mistefa Barzanî kesekî bîyanî nebû ku hatibû Kurdistanê. Kurdistan mala her kurdekî ye. Barzanî, ji bona ku şert û zurufan xwest, ji odeyeke mala xwe derbasî odeyeke din bû…. Ez bi çend rêzan Mele Mistefa ji we re bidim danasîn. Di dinyayê û dîrokê de kesên şexsiyetmezin û dûrbîn û leheng û bişeref û hûmanîst û azad û bêtirs hene. Barzanî jî yek ji wan kesan e.”

Bi vê parastina Qadî Mihemed jî derdikeve holê ku Komara Kurdistanê û ew bi xwe jî Kurdistanî bû. Beşbûna Kurdistanê û rewşa Barzanî jî ew qas xweş û objektîf tê terîf kirin.

Hezar mixabin piştî dadgeheke bêhiqûqî Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî bi lezûbez di 31. 3. 1947-an de li Meydana Çarçiraya hatin daleqandin.

***

Ez di Hezîrana 1979an de çûm Mehabadê. Min di destpêkê de Meydana Çarçirayê ziyaret kir. Mehabad di bin bandora hêzên kurd de bû. PDKa Îranê û Şêx Îzeddîn û Komeleya Zehmetkêşan Mehabad birêve dibirin. Di Meydana Çarçirayê de her çiqas peykerê Qazî Mihemed hatibû bicîhkirin jî, li meydanê ji bona serokên Kurdistanê şînê dom dikir. Meydan bibû ziyaretgeh û her rojê bi sedan kesan Meydana Çarçirayê ziyaret dikir.

***

Komeleya Kurd a Diyarbekîrê cara yekem li Amedê Konferansa Komara Kurdistanê ya Mehabadê li dar xist..

Amed,  2017

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Têbinî: Di derheqê Qazî Mihemed de agahdariyên teknîkî ji Weşanên PDK a Îranê hatine wergirtin.

 

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*