Min di sernivîsa xwe de “Hikûmeta Erebên Şiî” bizanatî bi kar anî. Lewra divê ku em hevok û peyvan di cî de bi kar bînin.

Wek tê zanîn dewleta federal, dewleta mişterek ya neteweyan û kêmneteweyan e.

Dewleta federal, dewleta milletekî nîn e. Di heman dem de dewleta neteweyî jî nîne. Dewleteke, li hemberî neteweyan, kêm neteweyan, îdeolojiyan, ol’an û mezheban bêteref û bêalî ye.

Dewleta federal ji herêmên federe pêk tê.

Dewleta federal xwediyê meclîs û hikûmeta federal ya ku ji hemû terefên civatê (neteweyan, kêmneteweyan, kêmoliyan û kêmmezhebiyan) tê ava kirin.

Dewleta federal, ji aliyê neteweyan û kêmneteweyan de tê birêvebirin û îdare kirin. Lewra desthilatdarî û serweriyeke hevbeş heye.

Di dewleta federal de hemû netew û kêmnetew hêjayiyên xwe milî pêk tîne. Al’ên xwe bi kar tînin. Zimanê wan dibe zimanê fermî û perwerdayî yên dewletê.

Dewleta Iraqê jî, di sala 2005an de bi referandûma neteweyan û kêmneteweyan, bi biryara gel, bi qanûna gel, pejirandina makezagoneke federal bû dewleta federal.

Lê hezar mixabin dewleta Iraqê ji herêmên federe ava nebû. Miletê ereb wek dîsa wek miletê  desthilat tevgeriya. Meclîs û hiklûmet nebû meclîsa federal û hikûmeta federal. Zimanê fermî kurdî di dezgehên dewletê û meclîsê de bi kar nehat.

Beriya referandûma serxwebûna Kurdistanê û bi taybetî jî piştî referandûmnê dema ku neteweya kurd biryar da ku dewlet ava bibe, dewleta Iraqê hemû taybetiyên xwe yên federal wenda kir. Makezagona federal bi her awayî da binpê kir. Gorî nîjadoperestiya erebî tevgeriya. Meclîs û Hikûmet bû meclîsa ereban.

Meclîs û hikûmet nebû meclîs û hikûmeta hemû ereban jî. Bes bû ya beşek  erebên şîî. Erebên sûnî qet temsîl nekir.

Meclîs û hikûmetê ereban,  ji derveyı îradeya kurdan û ji derveyî makezagona federal biryar girt.

Loma ez, ji ez  hikûmeta Iraqê re dibêjim: “Hikûmeta Erebên Şîî.”

Hikûmeta Erebên Şîî, dema ku li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê biryar girt, ji derveyî îradeya kurdan biryar girt. Lewra Hikûmet xwedêgirawî mişterek bû û hikûmeta Kurd û ereban bû.

Tê zanîn ku vê hikûmetê, piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, bi Dewleta Îran û Tirk re biryar girtin ku êrişî Kurdistanê bikin. Kerkuk û gelek bajerokên Kurdistanê îşgal bikin.

Dema ku Kerkukê îşgal bikin, Grûbeke Xiyanetê ya ku ji nav YNKê derket jî, ji wan re bû alîkar. Heta gelek aşkere ye ku dema ku Grûba Xiyanetê ji wan re alîkarî nekira, wan ne dikarî ku êrîşî Kurdistanê bikin û Kerkukê îşgal bikin.

Nerînên berpirsiyarên Kurdistanê û Serok Barzanî jî di vê mijarê de gelek zelal in.

Piştî ku Kerkuk îşgal jî bû, ji bona şerê hûndir li Kurdistanê nayê li dar xistin û gel zirareke mezin nebîne, desthilatdarên Kurdistanê û bi taybetî Serok Barzanî diyar kirin ku bi Hikûmeta Erebên Şîî re pirsgirêkan di çarçeweya Makezagonê federal de,  bi danûstandin û mizekerayan çareser bikin. Dostên kurdan jî, ev daxwaz kirin û loma jî piştgiriya daxwaza berpirsiyarên kurdan kirin.

Desthilatdarîya Kurdistanê bê qeyd û şert diyalog pêşniyar kir

Kurdan dema ku bi danûstandin û mizekereyan çareseriya mijar û pirsgirêkan  ji hikûmeta Erebên Şîî daxwaz kirin, gotin  ku em dixwazin di çarçeweya Makezagona Federal de pirsgirêkan çareser bikin. Ew jî daxwazeke gelek xwezayî bû.

Ew jî şertek nebû. Lewra hîç şik tune ye ku pirsgirêk bes di çerçaweya hiqûqê de çareser dibin. Ew jî Makezagona Dewleta Federal û hiqûqa navneteweyî ya însanî û demokrat û giştî ye. Kevneşopiya dewlet û sîstema federal e.

Loma jî digotin ku “em bêqeyid şert amade ne ku bi Hikûmetê re  danûstandin bikin.”

Daxwaz û şertên hikumeta şiîyan nemaqul in

Hikûmeta Erebên Şîî gotin ku “em girêdayî şertan amade ne ku bi Hikûmeta Kurdistanê û desthilatdariya Kurdistanê re danûstandin bikin. Dema ku ew şertan nayên cî, em bi Hikûmeta Kurdistanê re danûsdatandin nakin; mijar û pişrsgirêkan bi wan re niqaşe nakin.”

Daxwaz an jî bi wateyeke din şertên wan çi ne?

1-Desthilatdarî û Hikûmeta Kurdistanê, divê referandûma serxwebûna Kurdistanê û encama wê ya dewletavakirinê tune bike û bi maneyeke din ji holê rake.

2-Hikûmet û desthilatdariya Kurdistanê, deverên ne di nav desthilatdariya Kurdistanê de ne, divê teslîm bike.

3-Hikûmeta Kurdistanê, divê deriyên li sînor teslîm bike.

4-Hikûmeta Kurdistanê, belafirxanan teslîm bikin.

5-Hikûmeta Kurdistanê, divê qezenca petrola Kurdistanê teslîm bike.

Daxwazên hikûmetê li dijî makezagona Dewleta Federal a Iraqê ne û zorbetîye

Ji bona ku em daxwazên Hikûmeta Erebên Şîî bi nav bikin divê em wan daxwazan şirove, terîf, analîz bikin.

1-Dewleta Federal, bi îradeya Miletê Kurd û  Ereb û kêmneteweyan, yanî bi îradeyeke azad, encama pejirandina makezagonekê hat ava kirin. Wê demê kurdan di sala 2005an de dikarîn bigotina ku “em bi ereban re dewleta federal ava nakin.” Mafê wan bû ku bibêjin “em dewleta xwe ya serbixwe ava dikin.”

Ev jî diyar dike ku dewleta federal bi îradeya azad ava bûye. Dema ku şerîkên dewletê neteweyek bixwaze, di hemandem dikare ji dewleta federal veqete û dewleta xwe ava bike.

 Neteweya kurd jî, li Iraqê dema dît ku dewleta federal nameşe, hewcedariya neteweyan û kêmneteweyan, hemwelatiyan bersîv nake; wê dem biryar dan ku bi referandûmê û yanî bi dengên giştî yê Kurdistaniyan qedere xwe tayîn bikin. Loma jî biryar dan (Hezîran 2017) ku referandûma serxwebûna Kurdistanê di  25ê Îlona 2017an de li dar bixin.

Referandûma serxwebûna Kurdistanê encam da. Kurdistaniyan biryara dewleta serbixwe ya Kurdistanê dan. Kurdistaniyan gotin ku “em qedere xwe di çarçeweya dewleta serbixwe de ji nûve tayîn û tespît dikin. Piştî ku me dewleta xwe ava kir, em dikarin bi dewleta ereban û an neteweyeke din re dewleta konfederal ava bikin.”

Hezar mixabin Meclîs û Hikûmeta Erebên Şîî, ji derveyı kurdan biryara li dijî referandûmê û encamê referandûmê dan.

Ev yêka mafê wan nebû.

Miletek bi serê xwe dikare ji bona serxwebûna xwe biryar bide. Lê dewleta federal li ser navê neteweyekî (neteweya ereb) nikare li dijî wan biryar bigre.

Hezar mizabin Hikûmet û Meclîsa Erebên Şîî biryar girtin. Bi Dewleta Îranê û Tirk re îtifaqa ne rewa çêkirin. Erişî Kurdistanê kirin. Kerkuk û gelek bajarokên Kurdistanê îşgal kirin.

Nûha li Kerkukê û li bajerokên ku hatine îşgal kirin, Ala Kurdistanê û perwerdaya zimanê kurdî qedexe dibe. Ew helwesta, ne helwesta dewleta federal e. Helwesta dewleta otorîter, neteweya ereb û unîter e.

Hikûmet nikare daxwaz bike ku Hikûmet û desthilatdarên Kurdistanê, referandûma serxwebûna Kurdistanê û encama wê tune qebûl bike.

Lewra desthilatdarên Kurdistanê di vê mijarê de berpirsiyar jî nînin.

Bes referandûmeke nû dikare encama referandûma hatî çêkirin ku dewleta serbixwe ava bibe, ji holê rake.

Ev daxwaz ne mafê hikûmeta erebên şîî ye. Ew zorbatî û barbariyê. Ev binpêkirina pîvanên dewleta federal û makezgona federal û hiqûqa navneteweyî û kevneşopiyên dewletên federal e.

2- Di dewleta federal de, her neteweyek di herêma xwe desthilatdar e. Li Herêma xwe desthilatdariyê bi meclîs, hikûmet, serokwezîr, serokherêm, bi dezgehên xwe yên din dimeşîne. Ewlekariya xwe bi xwe saz dike. Hemû dezgehên îdarî yên pêwîst û saziyên aborî ew ava dike û dimeşîne. Dewlemendiyên welêt jî di bin bandor û desthilatdariya herêmê de ye.

Loma jî derîya navneteweyî (deriyê gumrugê), belafirxane di esasî de di bin bandor û kontrola herêma federe de ne.

Li Kurdistanê jî di bin kontrola desthilatdarî û hikûmeta Kurdistanê de ne. Lê Dewleta Federal jî bi awayekî giştî gor sîstema federal û makezagona dewleta federal desthilatdar e.

Lê ew rewşa û qanûna bes ji bona dezgehên li Kurdistanê derbas nabe; herêma federe ya Kurdistanê jî bi wasitaya dewleta federal  bi awayakî di hemû dezgehên Iraqê de wek mînak di balafirxaneya Baxdatê de xwediye maf û bandor e.

Dewlemendiya Kurdistanê û qezenca petrolê jî di bin teserif û bandora Kurdistanê de ye. Kurdistan, wek herêmeke federe ji aboriya navenda federal re dibe alîkar.

Loma daxwazên Hikûmeta Erebên Şîî, di derbarê dezgehan de û ji bûna qezenca petrol ne di cî de ne.

Ji bona ku daxwazên Hikûmeta Erebên Şîî diyar bikin ku ne heq in û li gorî sîstema federal û makezagona federal nînin, in diyar bibe: Divê ku em li ceribandin û rêvebiriyên federal yên li dinyayê binêrin.

Li Sîstema Federal ya Elmanyayê û Belçîkayê û Swîsreyê binerin.

Dema ku ew welatan bên şirovekirin tê tespît kirin, ku herêmeke federe li ser hêrêmeke din, li Belçîkayê miletê flamanî li ser miletên din ne desthilatdar in.

Li Iraqê daxwazên hikûmetê, desthilatdariya miletê ereb û bi taybetî jî şîîyên ereb diyar dike.

Li dijbûna referandûma serxwebûna Kurdistanê û encama wê; piştî referandûmê îşgala Kerkûkê û daxwazên piştî îşgala Kerkûkê, desthilatdariya ereban ya kolonyal diyar dike.

Gelek aşkere ye ku dewleta Iraqê wek dewleteke federal tevnagere, wek dewleteke unîter û neteweyî ya nîjadperest ya ereban tevdigere.

Ev yêka tu dem nayê pejirandin.

Ew helwesta pêşiya çareseriya pirsgirêk û mijaran digre.

Ji bona şerekî şertan pêk tîne.

Loma divê Hikûmeta Erebên Şîî dev ji ev helwestê xwe bedre. Gor sîstema federal tevbigere. Sîstema federal di hamendem de jinûve ji çav derbas bike û realîze bike û ava bike.

Amed, 20. 01. 2018

([email protected])