Neteweya kurd, neteweyekî bin dest e. Welatê neteweya kurd Kurdistan jî bûye çar parçeyan û ketiye bin bandora çar dewletên kolonyalîst: Bûyê koloniya Dewleta Tirk, Sûriye, Îran û Iraqê.

Neteweya kurd, loma li hemberî du împeratoriyan û çar dewletan 200 sal e ku ji bona serxwebûn û azadiya xwe têkoşîn dimeşîne. Di ev meşa xwe de gor demê bi dewletên dinyayê re bûye xwediyê pêwendiyan. An jî dewletên dinyayê bi Tevgera Serxebûnxwaz û Azdîxwaz ya Neteweya kurd danûstandin kiriye.

Lê dema ku ev danûstandın hatine kirin, ji bona berjewendiyên dualî çêbûne. Bi taybetî jî di nîva sedsala 20emîn (1946) de, ev piştgiriya wek sîstematîk hatiye rojevê. Pişt re jî domandiyê.

Hezar mixabin di van danûstandinê dualî de neteweya kurd û tevgera wî ya milî zerar dîtiye. Neteweya kurd tûşî xiyanetên navneteweyî hatiye.

Neteweya kurd di van xiyanetan de dewletên xwe wenda kiriye.

Neteweya kurd di ev 4 mehan de du caran beremberî xiyanetên mezin yên navneteweyî bûn. Lê di dîroka neteweya miletê kurd de ji derveyî ev du xiyanetan du xiyanetên din yên mezin hatin serê miletê kurd.

xiyaneta yekemîn a nevneteweyî:

xirakirina dewleta Kurdistanê ya Mehabadê

Wek tê zanîn piştî Şerê Cîhanî yê 1emîn, li Rojhilata Navîn Îran ji aliyê Emerîka, Îngiltere, Yekîtiya Sovyetan ve hat dagirkirin. Her sê dewlet jî li Îranê û li Rojhilata Navîn gorî berjewendiyên xwe tevgeriyan.

Yekîtiya Sovyetan ji bona ku xwe li Rojhilata Navîn xûrt bike û li hemberî du dewletên emperyalîst (Emerîkayê û Îngiltereyê) xwe xûrt bike, xwest ku li Îranê dewleta Kurdistanê û dewleta Azerbeycanê ava bibe.

Neteweya kurd jî li Rojhilata Kurdistanê ji bona dewlet ava bike, di nav hewildeneke dîrokî de bû. Loma dema ku Yekîtiya Sovyetan ev yeka daxwaz kir, berpirsiyarên neteweya kurd û Partiya Demokrat ya Kurdistanê bi ev daxwazê ve li hev kirin. Di sala 1946an de di bin pêşengiya Qadi Mihemed de li meydana Çarçirayê Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê hat îlan kirin.

Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê, dewleteke kurdistanî bû. Lewra hemû berpirsiyarên beşên din yên Kurdistanê jî piştgirê rasterast û damezrênêrê fiîlî bûn. Bi taybetî jî di bin pêşengiya Serok Mele Mistefa Barzanî de kurdên beşa başûrê Kurdistanê xwediyê giraniyeke mezin bûn. Loma jî piştî Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê ava bû, Mele Mistefa Barzanî bû sererkanê dewleta Kurdistanê.

Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê di hemandem de hêviyeke mezin li hemû beşên Kurdistanê çêkir.

Lê hezar mixabin, piştî ku Yekîtiya Sovyetan bi dewleta Emerîkayê û İngiltereyê ve li ser parvekirina dinyayê peyman çekir, piştgirî û eleqeya xwe ya Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê birî. Dewleta Kolonyalîst Îranê bi hemû leşkerên xwe êrişî Dewleta Kurdistanê kir. Di ancama êrişa hovîtî û barbarî de Dewleta Kurdistanê hat rûxandin.

Ev xiyaneta li hemberı miletê kurd xiyaneteke mezin ya navneteweyî bû. Bû sedem ku Dewleta Kurdistanê xera bibe.

Li Kurdistanê bi ev helwesta Yekîtiya Sovyetan xiyaneta yekemîn ya mezin ya nevneteweyî hat rojevê.

Xiyaneta duyemîn a navneteweyî: xirakirina otonomiya Kurdistanê

Li İraqê di sala 1958an de gûhertina desthilatdariya dewletê pêk hat. Abdûlkerîm Qasim bû serokê Iraqê. Piştî ku desthilatdariya dewletê hat gûhertin, di pergel û sîstema dewleta Iraqê de jî guhertinên bingehî hatin holê. Guhertina mezintir jî ew bû ku ereban dixwest pirsa xwe ya bihehî ya neteweya kurd çareser bikin, di dewleta erebî ya unîter de guhertin çêkin, kurd jî bibın şerîkê dewletê û li Kurdistanê jî desthilatdar bin. Loma jî diviya bû ku makezagoneke nû ya Iraqê çêbibûya.

Dema ku biryara van guhertina hat pejirandin, di destpêkê de ji bona ku Serok Mele Mistefa Barzanî Yekîtiya Sovyetan vegere Iraqê daxwaz hat kirin. Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî jî, piştî gelek danûstandin û şirove û lêkolînên cidî, biryar girtin vegerin Iraqê û Başûrê Kurdistanê.

Dema ku Serok Mele Mistafa Barzanî û hevalên wî, vegeriyan Iraqê, li Iraqê makezagoneke nû hat pejirandin û di makezagonê de hat qebûl kirin ku Iraq ji du neteweyan (neteweya kurd û ereb) avabûye. Zimanê erebî û kurdî jî dê bibin zimanê fermî yê dewletê û perwerdayî ye.

Ew yêka dihat wê wateyê ku lı Iraqê miletê kurd û ereb dê bi hev re desthilatdar û serwer bin. Di hemandem de neteweya kurd dê li Kurdistanê û neteweya ereb jî dê li herêma ereban desthilatdar û rêvebir bin. Du herêmên otonom dê ava bibin.

Di vê çarçewe de danûstandina kurdan û ereban domand. Biryar hat girtin ku Dewleta Iraqê gorî makezagona nû ya Iraqê ku makezagona ku ji bona Iraqê dewleta ne merkezî pêşniyar dikir, ava bibe.

Hezar mixabin piştî demekê yanî 3 sal pişt re di ereban li makezagonê xwedî derneketin û binpê kirin. Xwastin ku bi bi awayê unîter û nijadperestiya ereban dewletê ava bikin û dewletê birêve bibin.

Di vê momentê te de Serok Bartzanî û PDK Iraqê di Îlona 1961an de biryar girtin ku Şoreşa Milî ya Kurdistanê ya Pêşmergetî dest pê bikin. Di encamê de jî dest pê kirin. Piştî ku Şoreşa Milî ya Kurdistanê dest pê kir, di navbeyna Hikûmeta Iraqê û kurdan de şerekî gelek dijwar pêk hat.

Şoreşa Milî ya Kurdistanê  di sala 1970yî de hat qonaxeke nû. Wê demê jî Partiya Baasê ya Hesen El-Bekir desthilatdar bû. Her çiqas îbrahîm Ehmed û Celal Telabanî jî li hemberî Şoreşa Kurdistanê bi Hikûmeta Baasê re alîkarî jî kirin; desthilatdariya Baasê mecbûr bû ku bi Serok Barzanî û PDK ya Iraqê re danûstandin bike û peyman çêke.

Piştî danûstandinan Hikûmeta Iraqê ya Navendî mecbûr ku di 11ê Adara 1970yî de Otonomiya Kurdistanê qebûl bike. Serok Barzanî û partiya PDKê li Kurdistanê desthilatdariya neteweya kurd bimeşîne û Otonomiyê rêxe û birêve bibe.

Di hemanpeymanê de biryar hat girtin ku statuya Kerkûkê piştî çar salan bi plebîsîte diyar bibe.

Hezar mixabin hikûmeta wê demê jî wek “hikûmeta federal” ji bona ku li Kerkukê plebîsît çê nebe, provokasyonên mezin li dar xist. Xwest ku çend caran Serok Barzanî jî bidin kûştin.

Di encama ew xirabiyê Hikûmeta Baasê de, di sala 1974an de di nevbeyna hikûmet Iraqê û desthilatdariya Kurdistanê de şerekî dijwar dest pê kir. Kurd di şer de gelek pêş ketin. Şer hate wê qonaxeyê ku zora Rejîma baasê bê birin.

Lê Yekîtiya Sovyetê her çiqas bi kurdan re dost xûya dikir û serok Barzanî re xwediyê pêwendiyên baş bû, dema ku qedera şer respît bibe bi teknolojiya xwe ya çek bi xûrtî alîkariya Rejîma Baasê kir.

Emerîkayê, bi wesitaya Dewleta Îranê bi şerê Kurdistanê û Serok Barzanî re alîkarî dikir. Dema ku Îranê kurd firotin û erd ji Iraqê girt; Emerîkayê jî piştgiriya xwe ya Kurdistanê û Serok Barzanî birî.

Serok Barzanî ji bona li Kurdistanê qetlîam çenebe, dest ji şer berda. Hikûmeta Merkezî ya Faşîst; Otonomiya Kurdistanê encama Peymana Cezayîrê ku bi vê peymabê piştgiriya Dewleta Tirk û Sûriyeyê  jî girt, xera kir.

Li Kurdistanê bi helwesta Yekîtiya Sovyetan û Emerîkayê xiyaneta duyemîn ya mezin ya nevneteweyî hat rojevê.

Xiyaneta sêyemîn ya navneteweyî: Dagirtina Kerkukê

Baş tê zanîn ku piştî Şerê Kendavê (Korfezê) 1emîn, bi destê Emerîkayê û hevalbendên wê, di çarçeweya “Projeya Mezin Ya Rojhilata Navîn û Efrîqayê” de hat avêtin. Kurdan bi riya PDK û YNKê ew statuya pêş xistin û di sala 1992an de bi îradeya yekalî biryar dan ku dewleta Iraqê wek dewleta federal ava bibe.

Piştî Şerê Kendavê yê 2emîn jî, Rejîma Baasê û Dîktatoriya Seddam hat xera kirin. Di vê qonaxê de naverok û şiklê dewletê ket rojevê. Wê demê ji bona Dewleta Iraqê du model hatin holê. Modelek, dewleta eyaletî bû. Modela duyemîn jî, dewleta federalî bû. Encama gelek niqaşeyan û bi taybetî jî bi giraniya Serok Batrzanî biryara dewleta federalî hat dayin. Lewra Celal Telabanî, bi Emerîkaniyan ve dewleta eyaletî pêşniyar dikirin.

Di sala 2005an de dewleta federalî bi referandûma makezagoneke nû hat pejirandin. Ji bona avakirina dewleta federalî kurd aktorên bingehî bûn. Lewra ji sala 1992  vir ve dest bi avakirina dewleta federal kiribûn.

Hezar mixabin, ereb ji çanda unîter û nîjkadperestî û otorîter dûr neketin. Bi taybetî jî di dema serokwezîriya Malîkî de ji dewleta federalî hat dûr ketin. Dewlet wek dewleteke erebî, neteweyî, hat meşandin.

Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê xwestin ku vê rewşê serarst bikin. Hezar mixabin dema ku Abadî jî bû serokwezîr ev rewşa nehat serrast kirin.

Wê demê Serok Barzanî û partiyên Kurdistanê ji bona dewleta serbixwe biryar dan ku referandûmê li dar bixin. Di 25ê îlona 2017an de referandûm ji bona dewleta serbixwe ya Kurdistanê hat li dar xistin. Di referandûmê de kurdistaniyan ji %93 dengên xwe biryar dan an jî wqanûna dewleta Kurdistanê çêkirin.

Serok Barzanî û partiyên Kurdistanê ji Emerıka û dewletên Ewrûpayê referans girtibû. Heta Sûûdî Erebîstanê, Katarê, Îstaîlê jî vekirî piştgiriya Dewleta Kurdistanê dikirin. Dewleta Tirk bêdeng ma.Lê pişt re biryar da ku dijminitî bike û kir jî.

Hezar mixabin beriya referandûmê hefteyekî di helwesta Emerıkayê de guhertin çê bû. Piştî referandûmê dema Dewleta Iraqê, Îranê, Tirk biryar dan ku erişû Kurdistanê bikin. Emerîka bêdeng ma. Van dewletan ji Emerîkayê û ji Grûba Xiyanetkar cesaret girt, êrişî Kurdistanê kirin. Kerkuk işgal kirin. Pêşiya avakirina Dewleta serbixwe ya Kurdistanê girtin.

Gelek aşkere ye ku Emerîkayê bi ev helwesta xwe pêşiya dewleta avakirina Kurdistanê girt. Ev jî ji bona neteweya kurd bû xiyaneta sêyemîn ya navneteweyî.

Xiyaneta çaremîn a navneteweyî: Dagirtina çiyayê Kurd (Efrînê)

Piştî ku şerê hûndir li Suriyeyê dest pê kir. Rewşa rejîma Baasî gelek xirab xûya dikir. Herkes di wê baweriyê de bû ku rejîma baasê ya dîktator dê di demeke kurt de bê hilweşandin.

Lê dema ku Emerîkayê û dewletên rojava, wek Lûbyayê midaxele nefikirîn; Îran û Rûsyayê vekirî piştgiriya xwe ji rejîmê re diyar kir û bi leşkerên xwe beşdarî şer bûn, diyar bû ku temenê rejîmê dê dirêj bibe.

Lê beriya ku Rûsya beşdarî şer bibe, rejîma baasê xwest ku kurdan ji mixalefeta ereban dûr bixe, wek rêxistina xwe PKK/PYD çekdar kir. Piştî demekê jî bi wan re li Kurdistanê  desthilatdarî parve kir. Li Kurdistanê du dîktatorî ava bûn.

Dihamendem de Îran û Rûsyayê piştgiriya PKK/PYD kir. Lê piştî demekê Emerîkayê dest avêt PKK/PYD.

PKK/PYDê him xizmetî Emerîkayê û him jî xizmetî Rûsyayê, Rejîma Baasê, Îranê kir.

Lê wê rewşê nedikarî dom bike. PKK/PYDê bi giranî ket bin bandor û xizmeta Emerîkayê. Di wê merheleyê de jî di navbeyna Emerîka û Rûsyayê de bû malzemeya hevrikî û reqabetê.

Emerîkayê PKK/PYD wek leşkerên bi pere bi kar anî. Bi wan Raqa û Derê Zor ji destê DAEŞê girt û li wir bû desthilatdar.

Qenaetek wûsa çêbû ku Emerıkayê ji PKK/PYDê piştgirî bike û ji bona wan herêmeke desthilatdarî ava bike.

Lê dema ku Dewleta Tirk biryar da ku li Efrînê operasyonê çê bike, Emerîkayê diyar kir ku Efrîn wan eleqedar nake. Duho jî diyar kir ku dema ji Menbîcê alîkarî biçe Efrînê dê ji PKK/PYDê re alîkarî nekin.

Efrîn her çiqas di bin kontrola Rûsyayê de jî, Rûsyayê jî encama gelek qezencên siyasî bi Dewleta Tirk re li hevûdu kir ku Dewleta Tirk li Efrînê operasyonê bike.

Diyar e ku Efrînê dê ji aliyê Dewleta Tirk de dê bê îşgal kirin.

Emerîka û Rûsya careke din bi ew helwesta xwe bi kurdan re xiyanetî dikin. Ev xiyeneta jî dê bi xiyaneta navneteweyî ya çaremîn.

Amed, 02. 02. 2018

([email protected])