Behlul Yavûz, kurdpewerekî bakûrê Kurdistanê, xebatkarekî doza Kurd û Kurdistanê bû. Hezar mixabin di 4ê Adara 2021an de wî bêwext ji nav me koç kir û jiyana xwe ji dest da. Di şertên koronayê de derfet nebû ku em ji bona wî rewresmekê li darxin. Ji bona xeteriya koronayê me nikarî agahdarî bidin heval û dostên li Diyarbekîrê dijîn jî. Lê dîsa jî spontane li ser mezel qelebelixeke mezin çêbû.

Piştî ku wî ji nav me koç kir di derbarê wî de bi dehan nivîs, bi hezaran peyam hatin belav kirin.

Behlul Yavûz rêhevalekî min û dostekî min ê gelek nêzik bû. Em bi malbatî jî xwediyê pêwendiyeke baş bûn. Ne bes bi malbata Behlul Yavûz ya teng re, bi malbata wî ya fireh û eşîreta wî re jî em xwediyê pêwendiyeke nêzik in. Min jî di derbarê wî de kurtepeyam û nivîs pêşkêş kirin. Hezar mixabin li ser mezelê wî jî axiftin di şertên xemgînî de bû para min.

Hîç şik tune ye ku di derbarê xebatkarê doza Kurd û Kurdistanê Behlul Yavûz de û di derbarê xebat û kurdpeweriya wî de ji raya giştî re nasandineke berfireh pêwîst e. Ez jî xwe ji bona vê yekê berpirsiyar û wezîfedar dibînim. Ez dixwazim beşek be jî vê berpirsyarîyê diyar û ronî bikim.

***

Min Behlul Yavûz di sala 1974an de, piştî ku ez ji hepisxaneya leşkerî rizgar bûm, nas kir. Ew kurdekî zaza bû. Ji Çermîkê bû. Ew di sala 1955an de de hatibû dinyayê. Li gundekî Çermîka Diyarbekîrê Bistînê hatibû dinyayê. Dema ku min ew nas kir, 18-19 salî bû. Ji malbateke bi navûdeng bû. Kurê Niyazî Axa bû. Ji bona ku ez jî, wan salan li Erxaniyê rûniştvan bûm. Çermîk cîranê Erxaniyê. Loma, bi Çermîkê re jî pêwendiyeke min û wek parêzer hevjîna min Gulfer Xanê ya taybet hebu. Ev yeka jî bibû sedem ku bi Behlul Yavûz û malbata wî ve pêwendiyên me germ, nêzik, xûrt bin.

Malbata wî malbatek kurdên dimilî bû û kurdperwer bû. Behlul Yavûz jî perwerdeya xwe ya kurdî ji malbatê girtibû. Dema ku min ew nas kir, min dît ku ew bi hest û ramanên kurdperwerî mezin bibû. Ew jî wek min û gelek kurdên din, ji bona serxwebûna Kurdistanê di hemandem de sosyalîzm wek îdeolojî pejirandibû.

Loma jî, di zaroktiya wî de hezkirina wî ji PDKTê û DDKOyê re diqewime. Lê dema ku Darbeya Leşkerî ya 12ê Adara 1971an pêk hat, DDKO hatin girtin. Wek partiyeke veşartî pêşiya xebata PDKTê hat girtin, berpirsiyarên DDKO û PDKTê tên girtin û derdikevin derveyî welêt û diçin Kurdistana Otonom, ew jî wek gelek ciwanan dikeve nav gerandinekê ku xebata xwe ya kurdperwerî bidomîne. Wê demê li gelek herêmên Kurdistanê Grûba Şafakê ya Dogu Perînçek, xebata veşartî ya çep dimeşand. Mafên neteweya kurd jî bi awayekî diparast û heta ji bona neteweya kurd dewleta serbixwe jî wek mafekê qebûl dikir; loma jî li ser gelek ciwanên kurd bandor danîbû. Behlul Yavuz jî yek ji wan ciwanên kurd bû. Gelek ciwanên din yên pişt re di nav Tevgera Bakûrê Kurdistanê bûn xwediyê berpirsiyariyên girîng jî, bi Grûba Şafakê re xwediyê pêwendiyekê bûn. Mehmed Ûzûn û Mehmûd Kîper û gelek cîwanên din jî, ji wan ciwanan bû. Behlul Yavûz û ciwanên din yên kurd jî ji bona xizmetî Doza Kurd û Kurdistanê bikin, bibûn hevalê Grûba Şafakê.

Piştî salên 1974an wan pêwendiyên xwe bi Dogu Perînçek û hevalên wan re birîn. Wan raste rast di nav Tevgera Bakûrê Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê cî girtin.

Behlul Yavûz jî dema ku em ji hepisxaneya leşkerî rizgar bûn û me dest bi xebata rêxistinî û siyasî ya kurdewarî kir, me hevûdu nas kir. Ew jî wek me kurdperwerekî bi kelecan bû.

Dema ku xebata ya rêxistinî, siyasî, çandî, weşengerî pêş ket, ew jî ket nav xebata me. Ew bû xebatkarekî Tevgera Komal-Rizgarî. Xebata xwe ya kurdewarî di nav Tevgera Komal-Rizgarî de domand.

Tevgera Komal-Rizgarî di heman dem de bi malbata wî û malbata Aslanan re jî xwediyê pêwendiyeke nêzik bû. Mamoste M. Emîn Aslan xwişka wî Rabiya Xanê re zewicî bû, di nav Tevgera Bakurê Kurdistanê de xwediyê ciyekî diyar bû. Ew jî hevalbendekî PDKTê bû. Lê pişt re wî jî bi Tevgera Komal-Rizgariyê re xebat kir. Kek M. Emînm Aslan ji Behlul mezintir bû, loma jî li ser wan bandoreke wî hebû. Xarziyê M. Emîn Aslan Muharrem Ozkahraman (ku beriya demek nêzik me ew jî wenda kir), ew jî hevalê me yê hepsê bû. Ew jî di nav Tevgera Komal-Rizgarî de xwediyê ciyekî girîng bû û xebatkarekî çalak bû.

Lê divê em rastiyê bibêjin ku dema Behlul di nav Tevgera Komal-Rizgarî de jî xebat dikir, wek kesekî Barzanîst bû, bi rê û rêbaza Serokê Efsanewî û Neteweyî Mele Mistefa Barzanî re girêdayî bû. Ew, ji bona ku Tevgera Komal-Rizgarî ne tevgereke Barzanîst bû jî, ji Tevgera Milî ya Başûrê Kurdistanê û ji Serok Mele Mistefa Barzanî û ji Otonomiya Kurdistanê re piştgirê Ortodoks bû, piştî rûxanindina Otonomiya Kurdistanê jî ji Tevgera Barzanî re xwedî derketibû, bibû hevalê Tevgera Komal- Rizgarî ye.

Wı bîrûreyên ku di Kovara Rizgarî û pêşgotinên pirtûkên Komalê de  dihatin pêşkêş kirin, bi xurtî diparast. Pirtûkên Weşanxaneya Komalê belav dikir. Dema ku li Diyarbekîrê Buroya Komalê ava bû, bi Bûroya Komelê ve pêwendiyek xurt meşand.

Di Tevgera Komal-Rizgarî de zêdetir pêwendiyên wî, bi min re hebû.

Dema ku di destpêkê de ASDK-DER li Diyarbekîrê hat projekirin û ava kirin, ew bû endamê ASDK-DER a Diyarbekîrê. Bi berpirsiyarên komeleyê re pêwendiyê wî gelek xûrt bûn. Ew beşdarî xebatên komeleyê dibû.

Lê min û wî bi hev re projeyeke gelek girîng meşand. Bi pêşniyara wî, di nav leşkeriya dewleta Tirk de me leşkerên kurd yên serleşker rêxistin kir. Dema ku di serokatiya tevgerê de bi awayekî min xwest qala vê meselê bikim, di serokatiyê gelek endamên serokatiyê ji vê yekê tirsiyan û ev xebata me xeter dîtin. Min jî ji vbona ku meseleyê veşêrim, mn diyar kir ku emê vê projeyê bidin sekinandin. Lê sekinandina wê projeyê mimkun nebû. Wê projeyê dom kir. Piştî di Tevgera Rizgarî de cûdabûn pêk hat, wê projeyê di Tevgera Ala Rizgariyê de domand.

Ew serleşkerên hatibûn rêxistinkirin,  piranî di beşa hawayî de berpirsiyar bûn. Bi vê rêxistinê me dixwest ku operasyonên hawayî yên li hemberî Tevgera Başûrê Kurdistanê bi awayekî bidin rawestandin.

Hezar mixabin piştî Derbeya Leşkerî ı ya 12ê Îlona 1980yî, ew hevalên me hatin darizandin û siza girtin.

Loma jî ez dibêjim ku Behlul Yavûz kurdperwerekî egît bû. Lê wî egîtiya xwe zêde nîşan nedida.

Behlul Yavûz dema ku di Tevgera Rizgariyê de cûdabûn pêk hat, wî helwesta xwe li cem Tevgera Ala Rizgariyê û gûrûba me diyar kir. Lê digot ku “nêrînên min nêzikî Gûrûba Rizgariyê ne. Lê ji bona ku baweriya min bi îbrahîm Guçlu dihat, min helwesta xwe li cem gûrûba wî nîşan da.”

Wek tê zanîn di derbarê serokatiya Tevgera Ala Rizgarî de di dawiya sala 1978an de dewletê biryar da ku ew bên girtin. Di derbarê min de jî dewletê biryara girtinê da. Ez parêzer bûm. Lê min biryar dabû ku bi profesyonelî xebat rêxistinî û siyasî ya Kurdistanî bimeşînim. Loma jî min xwe teslîmî dewletê nekir. Min xebata xwe  veşartî meşand. Di wan şertan de parastina me jî geek zehmet û zor bû. Min demekî dirêj li mala Behlul Yavûz bi keçaxî jiyana xwe domand, xebata xwe ya rêxistinî û siyasî li mala wî meşand.

Carekê tê bîra min ku ez bi grîbeke giran ketim û nexweş bûm. Agirê min gelek bilind bû. Mecbûrî bû ku serum li min bihata girêdan. Min nedikarî jî biçim nexwerşxaneyê. Di wan şertên zehmet de mala Behlul bû nexweşxaneya min. Dr. Kutbettîn Işik ku çend sal berê jiyana xwe ji dest da, hemû risk girt ber çav hat serûm li min girêda. Ez derman kirim.

Loma jî Behlul kurdperwerekî ku mirov dikarî jê bawerî bikira.

Wek tê zanîn ji bona ku Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê bi tevayî bên tasfiye kirin derbeya leşkerî di sala 1980yî pêk hat. Bi hezaran kurd û kurdperwer hatin hepis kirin.

Ew jî piştî derbeyê du caran hat girtin. Cara yekem di doza Tevgera Rizgarî û Ala Rizgariyê de hat girtin û hat darizandin. Beriya ku siza bigre, mûwaqqet hat berdan.

Piştî ku hat berdan bi PDKTê re pêwendiyên wî çê dibin. Cara duyemîn jI, ji bona PDKTê hat girtin û hat hepiskirin.

Di hepisxaneyê de wek li her kurdekî çewa êşkence tê kirin, li wî jî tê kirin. Ew jî di êşkenceyê de li ber xwe dide.

Behlul Yavûz piştî ku du caran hat girtin jî û hepis bû, dev ji xebata xwe ya Doza Kurd û Kurdistanê berneda.

BIRYARA KONGREYA DAMEZRÊNER YA HEVGIRTIN-PDK-Ê DI DERBARÊ BEHLUL YAVÛZ DE

Behlul di şertên zehmet de ji bona ku ji Doza Kurdistanê re xizmet bike,  dibe endamê PDKTê. Di partiyê de dibe endamê herêmî ya partiyê. Piştî demekê jî di partiyê de tê fikirandin ku wî bikin Sekreterê Giştî yê PDKTê ye.

Lê diyar e ku beşek berpirsên partiyê ji vê yekê eciz in û naxwazin ku Behlul bibe sekreter. Li hemberî wî planekê dimeşînin. Bê belge biryar didin ku pêwendiya Behlul bi dewletê re heye. Gorî desturê jî wî ji partiyê dur dixin. Heta dixwazin ku wî bi tewana xayintî ji holê rakin. Lê beşeke mezin ya partiyê li dijî vê derdikevin û nahêlin ku berpirsên partiyê vê şaşiyê bikin.

Piştî Şerê Sar ku sîstema sosyalîst hat rûxandin ji bona Twevgera Bakûrê Kurdistanê jî minaqeşeyên nû dest pê kirin û derfetên nû derketin holê. Encama gelek minaqeşeyan gelek siyasetvanên rewşenbîr û gûrûbên siyasî yên nûjenparêz û reformxwaz biryara partiyeke nû dan. Li ser hiqûqa kesayetî di sala 1992 de kongreyek hat li darxistin. Di kongreyê biryara partiyeke nû hat dayin. Bername û rêbaza partiyê hat pejirandin. Navê partiyê bû HEVGIRTIN-PDKê.

Di heman kongreyê de biryara di derbarê Behlul de hat şirove kirin. Min di derbarê Behlul de nêrînên xwe pêşkêşî kongreyê kir. Kongreyê bi yekdengî biryara negatîf ya di derbarê Behlûl de ji holê rabû û îtibara wî hat îade kirin.

Ev biryar bi destê gûrûbek berpirsên partiyê bi niviskî pêşkêşî Behlul hat kirin. Ez jî û ew jî bi vê biryarê gelek kêfxweş bûn.

LI DERVEYÎ WELÊT DOMANDINA PÊWENDIYÊN ME

Li derveyî welêt jî bi taybetî li Ewrûpayê jî pêwendiyên me domand. Derfeta wê demê bû ku em rewşa siyasî ya li Bakûrê Kurdistanê û rewşa Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê biaxifin. Li rê û rêbazan bigerin.

Careke derfet bû ku were Swêdê li mala me bibe mêvan. Di wê mêvaniyê de jî rojeva me Rewşa Siyasî ya Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê bû. Dikarim bibêjim ku piştî danûstandina me, me di gelek mijaran de li hevûdu kir.

Lewra ez û ew, me wek du kurperwerên demokratên lîberal yê neteweyî li mijara dinêrî.

DAMEZRANDINA PLATFORMA DEMOKRATÎK A KURD Û DKPê

Piştî Şerê Sar li Tirkiyeyê û li Kurdistanê jî guhertinên bingehî hatibûn rojevê. Diviya bû ku gorî şertên nû Tevgera Bakûrê Kurdistanê xwe ji nûve rêxe. Lewra Tevgera Bakûrê Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê hatibûn qonaxa tasfiya ya dawî. Ji aliyê din de bi sîstema berê rêxistin meşandin, bi awayekî veşartî Tevgera Bakûrê Kurdistanê pêşxistin mimkun nebû.

Loma jî ez jî di wê baweriyê de bûm ku divê li Bakûrê Kurdistanê bi navê Kurdistanî xebateke vekirî ya siyasî bê meşandin. Ji bona vê jî rêxistineke vekirî û rewa û bêîtîaakar bê ava kirin. Hezar mixabin di damezrandina HEVGIRTIN-PDKê de nêrînên kevnare, statuparêz, nereformxwaz pêşiya vê yekê girt.

Loma jî min di heman dem de ji derveyî PKKê (HEP), partiyekle milî ya Kurd û lîberal avakirin diparast. Piştî felbaziya PKKêyiyan di avakirina DEPê de ev derfete derket holê.

Wê demê bi beşek hevalan ve ( Şerafettîn Elçî û Behlul jî di nav de) di avakirina partiyeke vekirî û neteweyî û lîberal û demokrat de lihevkirinek hat holê. Piraniya berpirsên HEVGIRTIN-PDKê wek Hemreş Reşo, Bayram Ayaz, Rûşen Aslan, Mele Arif, Dewrêşê Sado û gelek hevalên din jî di despêkê de li dijî avabûna vê partiyê derketin.

Beriya partî ava bibe, biryar hat girtin ku platformek ava bibe. Ji bona vê jî bernameyek demkî diviya bû ku bê tespît kirin. Behlûl wê demê ji min daxwaz kir ku ez ji bona bernameyê pêşniyarên xwe di formeke bernameyê de pêşkêş bikim.

Min daxwaza wî pêk anî. Biryar hat dayin ku Platforma Demokratîk a Kuırd ava bibe. Pêşniyarên min jî ji bona bernameya platformê bû bingehî. Behlul jî bû damezrênêrê platformê. Lê ji bona ku ez li derveyî welêt bûm û rewşa min ya hiqûqî dest neda, min nikarî bibim damezrênêrê fîîlî, ez jî bûm damezrênerê manewî û nefîîlî.

Platforma Demokratîk a Kurd demekê xebat xwe ji bona avakirina partiyekê meşand. Di encamê de biryar hat girtin ku partî ava bibe. Ji bona vê li derveyî welêt jî civînên damezrandinê ji bona partiyê di destpêkê ji aliyê min de, pişt re bi destê Komîteyekê (Ez, Necdet Gundem, Lutfî Baksî) hatin amade kirin. Siraç Bîlgîn jî di destpêkê de endamê vê komîteyê bû. Lê wî ji bona ku bi Lutfî baksî ve lihevdu nekir, dev ji komîteyê berde.

Bi taybetî amadekariya bernameyê li hundirê welêt û li derveyî welêt dom kir. Komîteya me bernameyeke bi sîstema eyaletê ji federaliya cografî re rê vedike me pêşniyar kir.

Di encamê de Partiya Kîtlewî ya Demokratîk (DKP) ava bû. Behlul jî bû damezrênêr û berpirsekî partiyê yê navadar. Bû cîgirê Serokê Giştî yê Partiyê. Di mesela malî de jî berpirsiyar bû.

Cara pêş3ı li Kurdistanê partiyeke demokrat lîberal a milî ava bû.

Ew di partiyê de jî bû şehîd û terefê minaqeşeyên mijarên gelek girîng.

Pİşrtî ku DKPê ji aliyê Dadgeha makezagonê de hat girtin û qedexe kirin, wî xebata xwe ya kurdewarı domand.

Din av hewildana partieyeke hevbeş ya nû de cî girt. Lê piştı ku Şerafgedîn Elçî ji hewildanê qetiya, ew jî ji hewildanê dûr ket. Lê bi Şerafeddîn Elçî re partî jî ava nekir.

Wî xebata xwe xweser meşand.

Ez di encamê de dikarim bibêjim ku wek Kek Şexmûs Ozzengîn jî dibêje éBehlûl Yavûz, ji bo miletê xwe û welatê xwe her di hewlên giranbûha de xwest ku rolê xwe bilîze. Ji têkoşînê dûr neket û her bi dil û can, wek neferekî amadeyî xizmeta miletê xwe bû.”

Hezar mixabin wî zû jiyana xwe ji dest da. Ji mîlet û welatê xwe qetiya. Dost û hevalên xwe, xebatkarên Doza kurdistanê, kurdperwer bi tenê hişt..

Bila serê malbat û hezkirên wî, kudperweran sax be.

Diyarbekîr, 12. 03. 2021