Têmûrê Xelîl ev hevpeyvîn sala 1982an, li mala Qanatê Kurdo (li bajarê Lênîngradê, ku navê wî niha Sankt Petersburg e) kirîye, dema Cegerxwînê Mezin hatibû mêvanîya wî û rojnamevanê kurd bi taybet ji bo bi wan ra hevpeyvîn bike çûbû wir. Ewî herwiha di eynî rojê da bi Cegerxwînê mezin ra jî hevpeyvîn kirîye. Ew ber dilê me hevpeyvînên sedsalê ne.

qanate-kurdo-riataza-4Sohbeteke zanyarî û dîrokî a berî 34 salan

Berî destpêkirina hevpeyvînê min û Qanatê Kurdo bi hev ra hinek sohbet kir. Min jê ra got, ku ezê hewil bidim vê hevpeyvînê bikime her maleke kurdên cihanê û dengê wî wê bona wan bibe wek tiberk.

Hêvîdar im ev fikira min pêk were.

Qanatê Kurdo karê xwe yê zanyarî ji destpêkê heta wê rojê ha raberî min, wendevanan û guhdarên malpera me dike:

-Sala 1928an bi alîkarîya Kommerkeza (Komîtêya Navbendî) ya partîya (Komûnîstîyê) Ermenîstanê 8 xortên kurd, 15-16 salî bûn em, wana em şandin Lenîngradê fakultêta pala li rex Înstîtûta Rohilatê ya Zimanên Zindî. Jê re dibejin Înstîtût Jivix Vostoçnix Yazikov (Институт Живых Восточных Языков). Em li vira hîn bûn, 3 sala hinbûm, min ew xilaskir, ketime Ûnîvêrsîtêtê. Zanîngah, ûnîvêrsîtêt jî min xilaskir. Wana ez hiştim çawa aspîrant, dîsêrtasîya xwe binivîsim. Min dîsêrtasîya jî nivîsî şer destpêkir. Berî şer 21 rojan min dîsêrtasîya xwe pewan kir.

Şer bû, paşê çend sal wextê li dora Lenîngradê girtin, hesar bû, ez Lenîngradê da bûm. Paşê rê kete ber min ez derketim çûme eskerîye. Navê ofîsêrîyê (zabitîyê) sitend, çûme şer. Nava şer da jî mam, nîşan û mêdalên min jî hene. Paşî şer ez vegerîyam hatime Lenîngradê. Lêningradê da ketime Înstîtûta Rohilatnasîyê. Berî wê ez Înstîtûta Êtnografîyê da dixebitîm. Sê salan. Înstîtût sparte min, wekî kitêbeke mezin derheqa kurdên Sovyetistanê binivîsim.

Çend caran, ez êkspêdîsyonekê da li Ermenistanê gerîyam, çûme Gurcistanê, Azerbaycanê, nehîyên wana gerîyam, min kitêb hazir kiribû, destnivîsara min niha heye. Lê min kurt derheqa wê da nivisîye, kitêbekê da, navê wê “Kurdî” ye. Te ûrisî nexwendîye? Kovara ”Narodi Peredney Azii” dibêjin, min li wir kurt nivîsîye, lê destnivîsara min başqe maye.

Xulese, paşî şer ez hatim ketime Înstîtûta Rohilatnasîyê. Ketime xebata Înstîtûta Rohilatnasîyê, serkarê min profêsor Fredman bû, ew gelekî zane bû, gote min neçe nekeve Înstîtûta Êtnografîyê, were Înstîtûta Vostokovedenie (İnstîtûya Rohalitnasîyê), pêşê te nêzikî wêderê ye. Ez çûm ketime wêderê. Wê derê jî xebitîm, paşê min sala 1957an kitêba Kurdskiy yazik (Zimanê kurdî) çapkir. Sala 60’î min ferhenga kurdî çap kir.

Paşê ez tenê bûm, kurd kêm bûn. Wira tunebûn. Ji min re lê hat ez serokê partîyê li Înstîtûtê bûm. 13 salan. Min qirar kir, filan-bêvan, min Orbelî anî kire dîrêktorê Înstîtûtê. Orbelî berê ders dida min, orta min û wî xwaş bû.

Waxt e got… (eva pirseke nabêjin, lê ez te ra dibêjim, dibe vira tu qet nebêjî) bi înqilaba kurdên İraqê, destpê kirin guhdarî dane ser kurdnasîyê. Sala 1959’an. Wextê wêderê bû şer, vira jî fikirîn. Aha, gotin lazim e wekî koma we jî hebe. Hingî idî şagirtên min hebûn, 5-6 kes bûn. Em koma Îranîyan da bûn. Ne koma başqe bûn. Orbêlî lê nihêrî, wekî şagirtên min Kerîm e, jina wî ye, Zerê ye, Ordîxan ji Ermenistanê bû, Rudenko ye, ez im. Min got lazim e wekî kabînêta (koma, gruppa) kurdan hebe.

Min got difikirim, lê ez naxazim bêjim, ditirsim bêjim, ka tuyê çawa fem bikî.

Qirar derxist beşa kurdî, para kurdî saz bû. Xwe xwa jî xwe serkar kivş kir. Bû serkar, 5-6 mehan, serkarî nedikir bi rastî, lê min dikir, sparte min. Paşê qirar derxist ez kirime serkar. Hingê da heta niha ez serkar im. Niha bawerke 25 sal derbaz bûye. Heta niha jî emrê min heye ez dijîm û dixebitim. Kadrên me jî hene. Kerîm dîsêrtasîya xwe pewan kir derheqa Hejar da, jina wî derheqa soranî pewan kir, Zerê derheqa zaravê, pêşgotinê, na pêşnav yanê jî bernavên soranî kir, Ordîxan Dimdim kir, keçikeke dinê hat, ewê İrannasî xilaskiribû, hat Orbelî hingê serkar bû. Rudenko got Qanat Keleşovîç, ewê xilaz kirîye, xebata wê tuneye. Got bike kurdnas.

Me kurdî hîn nakin, zimanê kurdî di Înstîtûtan da tuneye. Em mecbur in İrannasan, Erebnasan, Tirknasan bikin Kurdnas. Min çû ji Orbelî re got, min go keçikeke ha heye, em dixwazin hildin. Baş e,- got, bike. Me Jakelîna Mûsaêlyan hilda. Got wê çi bike? Min got xebateke wê heye. Got çi heye, min got bira Bîblîografîya Kurdnasîyê binivîse. Gote min, ha, êto xorosho (ew baş e).

Paşê derheqa keçka Vasîlyêva, ewa Şerefxan nivîsî bû, ew jî hat, ew jî bê îş bû, Înstîtût xilaz kiribû, cî nedidanê. Min gote Orbelî em wê jî hildin. Got wê çi bike? Min got bila vê xebatê bike. Ew jî baş e.

Xulese, koma me em neh kes bûn. Paşê ji İraqê ji me re şandin. 5-6, heta 9 kes min bona İraqe hazir kirine. Kerîm, Evdilrehman, Xeznedar, Kaûs Kaftan, Kurdistanî, Ezîz Muhamed, Ezîz Şemzînî, kurdê ku bi Barzanî re hatibû, min ji Taşkendê cîyê wî guhast anî vêderê kire aspîrantûrayê.

Têmûrê Xelîl: – Şamîl Esgerov jî.

Şamîl Esgerov jî, te tarîxa wî xwandîye, derheqe pêşgotina wî da zanî?

Têmûrê Xelîl: – Ji kerema xwe du gilîyan jî bêjî.

Bêjim dîsa? Şamîl Esgerov min re nivisîye ez Kurdê Azirbêcanê me. Min Înstîtûta partîyê xilaz kirîye. Ez, hewasa min ser zimanê kurdî da heye, ez dixwazim bizanim edebiyeta kurdî heye an tuneye? Ez dixazim wê pirsê va mijûl bim.

Ez jî şa bûm, min jî got şikir kurdek heye, mijûl dibe, çi heye. Ê min got ser çeva, ser sera. Dîwaneke şaîre me aha heye. Ewî got bişîne, min jê re dîwan şand, pawan kir, ez çûm bûme aponentê wî. Wana heta 5-6 dîsêrtasîya pawan kirine, ez çûm bûme aponentê wan. Yek jî Mîrzoyêvê me.

Têmûrê Xelîl: – Erê ez zanim, Kinyazê Îbrahîm.

-Belê, ya Kinyaz û ya Nesrîn Fexrî û yên dinê. Ez diçûme Azirbêcanê, gazî min dikirin, digotin were bibe pawandarê min. Ez diçûm.

Ez çi bêjim? Naha çi ji destê min hatiye, hikûmata Sovyetê jî gişk çar û mikan daye min. Eva 25 sal e ez serkarîyê dikim. Heta niha dîsa baş e. Lê emirê min gelek gihiştîye, lê heta niha xebata xwe dikarim bikim. Gelek xebatên min hene, heta sed bîst xebatên min bi navan hene. Nîvî ûrisî çap bûne, nîvî jî kurmancî çap bûne.

Niha kurdên me derva nivîsîne, qirar kirine, dibêjin em hemû nivîsarên te bi kurdî çap bikin. Ez jî mecbûr im niha wana hazirkim. Îca ça bigihînime wana, ew pirseke çetin e. Lê ezê rê tê ra bibînim. Xebatên min çi ne, naka ji te ra bêjim, yên ku çap bûne, yên mezin, ferhenga kurdî-rûsî, rêzimana rusî sala 1957an çap bûye.

Têmûrê Xelîl: – Ew li Almanyayê jî çap bu, yek ji wana, rêziman.

-Wana çap kirine?

Têmûrê Xelîl: -Belê, Komkarê çap kirîye.

Ya Komkarê, ew kurmancî çap kirine. Ez yên ûrîsî dibêjim. Yên kurmancî 6 kitêb çapkirine Ermenistanê. Hingê baş bû. Ji wana, ez ji te ra bêjim, ji xebatkarên kurdên Ermenistanê her merivekî aqilmend, jîr, zana ku fem dikir pirsa wê, ew Emînê Evdal bû.

Emîn gote min Qanat ha bike, ez jî fikirîm, min kir. Wekî ew nebûya, min nedinivîsî, ez difikirîm ku rê tune, çawa binivîsim, kê wê çap bike, min nizanibû. Aha pêşda çû, yek çû, ya dinê çû, sisê çû, rê kete ber min. Niha şeş kitêb derketine.

Niha dîsa dinivîsim. Nizanim kê gotîye, çûnê dexesî kirine, te ra hema rast bêjim, bila eva bimîne tarîxê da, dexesî kirine xwedê giravî, giva Qanatê Kurdo tekstên xwe yên gramatîkîyê diwekilîne. Ê… gramatîka, ça ûriskî dibejin ”jenskiy rod”. (Ango, ”qismî mê”) formûlên gramatîkê yek in, ya biçûk jî ya mezin jî. Lê cûre cûre şirove kirine. Lê tekstê xwendinê dibe çend cîya hebe, diwekilînim. Çûne gotine Ermenistanê, dibêjin Qanatê Kurdo ha kirîye. Ez rê pêra bibînim, dîsa dixazim çap bikim. Lê êdî derdê min ew nîne. Derdê min ew e ku kurdên me derva li xwe hişyar bûne. Teşkîletên wana hene, ew dikarin çap bikin. Ezê rê pê ra bibînim, ji van re bêjim. Niha dewa dikin zanî çi dixwezin ez binivîsim? Dibêjin tu kitêbekê binivisî mîna ya ûrisî, ya 1972an çap bûye, ya soranî- kurmancî, gerekê tu wan herda kurmancî binivisî. Ez difikirim, ez dixazim hinekî bişînim, dibêjin emê çap bikin. Ew jî baş e.

Xebetak min nivîsîye derheqe Zaza da, 8 sal e çapxanê da ne. Halê min çetin e bona çapkirina kitêbê. Û kitêbeke min jî, têkstên min ew li Bexdadê çapkirine. Lê min xwast li wira çap bibe û tercima wê jî. Li Bexdadê her kurmancî çap kirine. Li vira min têksta rûsî nivîsî (eva kurmancî çap nebûye, bi rûsî çap bûye) heta niha tiştê usa tunebûye. Ew jî para dikşînin (ango, paş dixin. –T.X.).

Xebatek jî heye dîsa, min û Jakêlîna – xebatkara me, me nivîsîye, kilamê evîndarîyê, yên evînîyê. Soran dibêjin yên dildarîyê. Me ew kitêb hazir kirîye, eva 8 sal e çapxanê da ye.

Kitêbek min û wê dîsa hazir kirîye. Tarîxa kurda, kitêba Şerefxan Bîtlîsî. Bayloze rûsa Jaba çûbû Erzurumê, ewî sipartibû wî, wekî wî ew ji zimanê Farisî tercime bike kurdî, kurmancî. Ewî jî ji herfê erebî tercime kiribû kurmancî. Jaba destnivisara wî anîbû vira, heta niha çap ne bûye.

Têmûrê Xelîl: – Ya xwerû ye, ya orîgînal e?

Erê, orijînal, orijînal, ya eslî ye.

Têmûrê Xelîl – Şerefxan Bîtlîsî jî bi xwe Rojkî ye, êşîra wî li wira ye.

-Erê, Rojkî ye, ji eşîra we ye. Erê, ez jî xwerzîyê Rojkîya me, dayka min Rojkî ye. Neyse, ew pirseke hewaskar e.

Ew kitêb ya Melle Beyazîdî hazir kirîye. Melle Mahmudê Beyazîdî tercime kiribû kurmancî. Kurmancî, bi herfê erebî. Kes tunebû. Em fikirîn, fikirîn, me got de rê didin, emê çap bikin. Paşê dibe kurdên me yên derva wergerînin, bikin herfên latînî. Me ew hazirkir, 100 belg maşînkê (daktîloyê.- T.X.), min derheqa wê, derheqa wê kitêbê da nivîsîye, kî ye Melle Mahmudî Beyazidî, çî kirîye, ew jî min ji gazeta (rojnameya.- T.X) “Kurdistan”ê matêrîal derxist. Gazeta “Kurdistan”ê ya sala 1889an, waxtekê çap dikirin da. Wê derê derheqa wî da materîyalên înteres heye. Ew kitêb kurdekî soran li Yêvropayê, ewî çûbû Marbûrgê, ew komplêkta wan dest xistibû çap kiribû li İraqê. Ew şandîye, niha cem min heye, havînxanê da. Li wêderê gelek melûmat hene derheqa Melle Mehmudê Beyazîdî da. Tarîxa wî, ew çi kirîye, min ew jî hilda cem xwe, çap kirîye.

Xulese, ew jî li wê derê. Niha bi xwe ez, Jakêlîna û Vasîlêva mijulî, mijulî jê re ûrisî dibêjin Issledovanie kurdskix plemyon, kurmancî em dibêjin Lêgerîna derheqa êşîrên kurdan da. Ew xebatek gelek lazim e. Dîrêktora (serok) me Înstîtûtê dibêje vê xebatê berê pêşîn derxin. Çimkî ev seyasetîyê ra girêdaye, him terîqê ra girêdaye, êtnografîyê ra girêdaye, ziman va girêdaye. Em hemû melûmetîyên derheqa van pirsan da dixwezin di wê kitêbê da çap bikin. Dibe çawa Ênsîklopêdîya, ha… Em wê xebatê dikin.

Wekî din jî ez mijulî, em dibêjin êzdî, tu zanî dîne êzdîya, qewlê êzdîya ez hela hê sala 1933an ez mijûl dibim. Lê hevekî tiştekî xirab derxistin, kurê Casim (Ordîxanê Celîl. –T.X.) nivîsîbû, dîrektorê xwe re nivisîbû (bira eva bimîne tarîxê re). Dîrektorê xwe ra nivîsîbû, sala 1970 da Înstîtûta me qirar kirîye wekî em mijûlî tekstên êzdiya bibin. Niha min re hatiye eyan bûye wekî Qanat Keleşovîç mijûl dibe. Ez dixazim paralêlîzm tunebe, rexberî tunebe.

Têmûrê Xelîl: – Ewî qey rind fem ne kirîye.

Lê ev bênamûsî ye. Dîrektor gazî me kir, got Qanat Keleşovîç binêre, dibe baş bibe tu bibî terefek. Min got ka bide ezê herim wê kaxezê bixwînim. Min ew kaxez xwand, nivîsarên min hene min wê derê da min slûçayno (ji nişkêva, tesedûf) nivîsîye ez sala 1933an da mijûlî komkirina qewlên êzdîyan bûme. Aha, min got binêre min çap kirîye.

Têmûrê Xelîl: – Mala wana maleke eyan e. Îcar eyan du cûre hene. Ez jî zanim ez çi dibêjim, tu jî zanî ez çi dibêjim.

Hemû derî ez, hemû derî ez…

Têmûrê Xelîl: – Bira ew bin, bira bêjin. Wekî hebe bêjin, tunebe bêjin ne baş e.

Lê min nivisîye ha miqalên min çap bûne, vira jî çap bûne derheqa êzdîyan da. Emrê ezdîyan, efirîna dinyayê li Baxdadê çap bûye. Kîtêbekê da, miqala xwe da min nivisîye, alifbaya êzdîyan min nîşan kirîye. Kitêb li vira heye, dikarim nîşanî te bidim. Kurdskîy – yêzîdskîy alfavit (ferhenga kurdî-êzdikî) jê ra dibêjin. Ez îzbat dikim. Ulmdaran nivisîbû, ku xudêgiravî ew alfavîta ereban e, min îzbat kir, ku ne herfên erebî hene, ne herfên asorîyan hene, ne herfên cihûda hene, evana başqe ne, yên wan in. Min îzbat kirîye.

Xulese, eva pirseke ne layîq e meriv bêje, lê tarîxî ye, hatiye kirinê, bêbextî ye. Bêbextî ye, axir. Çima êzdîyên me wisan in, meriv dikare deh disêrtasîya binivîse, 15 disêrtasîya binivîse. Çimkî êzdî zehf hewasdar e. Tarîqa wana, zimanê wana, qewlê wana, ayîna wana. Êzdî merivên konservatîv in, êzdî, kurmancên me yên êzdî konservatîv in. Çi bêjî nav tarîxê da hîştine. Kê dikare 123 kitêb – navên wana nav kitêba Bîblîografîya Jakelînê da heye -(qesda wî Jakelîna Musaêlyan e.- T.X). Yanî derheqa êzdîyan da. 123 kitêb. Aniha jî kê dikare bira binivîse. Ê çima ez binivîsim filankes gerek neke, ez bikim.

Têmûrê Xelîl: – Ez vana baş nas dikim. Gelek kes jî wana baş nas dikin. Ez hêvî dikim hûn çend gilîyan bêjin ser mesela kitêba di çapxanê da ye van roja wê derê, ya we û Zera Ûsiv nivisîye.

Ew ferheng, ez 5-6 salan ser xebitîm. Min û Zerê me temam kirîye. Lê bextê me îsal lê xist wekî ku… Niha reşê çapkirina çapxanê da hatiye, me rast kirîye gişt, em hêvîdar in, dibek pey mehek, du mehan ra derkeve. Bawer bike heta 30 hezar xeber tê da hene.

Îca me ew nivisîye, wakî ku pêşî bi herfên erebî, soranî û transkrîpsyona wan me bi latînîya kurdî kirîye, wekî kurmancên me der bixwînin. Lê li wêderê da ji min ra gotin derheqa gramatîkê da kurt binivîse, min nivisî, paşê gotin gelek cî digire. Paşê gotin bike tablîse (şema, çarçova) guhêrandina fêlan bi soranî. Ew jî çap dibe. Xulese, em bi hêvî ne yan serê vê mehê yan jî serê meheke dinê, lê yê derkeve. Hazir e, hazir e. Kengê derkeve, ez nizanim.

Têmûrê Xelîl: – Qanatê Kurdo, ji kerema xwe we çend gilî jî bigota ser mesela kurdên Yêrêvanê, di hêla çande da çawa pêşda çûne, bi xusûsî eger hûn ser mesela radyoyê jî bêjin, çi kar hatîye kirinê û ewê tarîxê da jî bimîne, ku her kes jî bizanibe, di hêla kilaman da, yan propagandakirina xebata wan da, yan xebata kabîneta kurdzanîye da (ji beşa kurdzanîyê ra kabîneta kurdzanîyê dihate gotin.

–T.X.) radyoya Yêrêvanê çi kirîye?

Radyoya Êrîvanê eyan e şikir, niha te ra bêjim, eger em himberî hev bikin xebata Rya teze û ya radyoyê, radyo bawer bike heta 300 selefî (%) bilindtir e ji Rya teze. Rast bêjim. Radyo dinya pê hesîyaye. Kurdên Îraqê lê zanin, kurdên Surîyê lê zanin, kurdên Tirkiyê bihîstine. Bihîstine ku nav û dengê kurdan heye. Bihîstine kilamên wan hene, bihîstine edetên wan heye, bihîstine ulmdarên wan, nivîskarên wan hene.

Têmûrê Xelîl: – Emekê we jî gelek heye vê derecê da.

Belê, bihîstine kîderê mijûlî kurdnasîye dibin, mijulî tarîxa wan, zimanê wan û edebîyata wan dibin, ew bihîstine. Eva propagandaya zehf baha ye. Tarîxa kurdan da radyo gerekê xebateke mezin bike. Meriv hebe niha destpê bike çi radyoyê da dane, bike kitêbek.

Min bavê te yî rehmetî re waxtê ewî kitêb derxist, min jê ra nivisî, min got: Zanî çi, baş dibe tu kitêbekê derheqa Xaço Karapêtyan da binivîsî (qesda wî Karapêtê Xaço ye.- T.X.). Dengbêj e, Ermenî ye, înternasyonal e. Mêrikî yê me dizane, serhatîya wî binivîse… Pê ra negîhand, da… Gerekê xebata radyoyê bê eşkerekirinê. Gelek kitêbên derva yên ku çap dibin, derheqa radyoyê da hergav dibêjin. Hergav dibêjin, pêşî Nikitin gotîye, Bedirxan gotîye, Nikitin nivisandîye, Bedirxan nivisandîye. Paşê şagirta Bedirxan Jouce Blau nivîsîye. Û yên dinê dinivîsin. Nikitin heta 10-12 cara nivîsîye, kitêba xwe da jî nivisîye, bi fransî heye, kurdên me çap kirine, lê ew derece jê derxistine. Kitêba wî da derecek heye nivisîye Kurden Sovetîk. Derheqa min da jî nivisîye. Nikitin ji min re name dinivîsî. Nikitin çend cara nivîsîye wek radyo çi dide. Çend cara ew derheqa gazeta kurdî Rya teze da jî nivîsîye.

Derheqa Rya teze da jî meriv dikare binivîse, lê çi giredaye bi tarîx û medenîyet, kûltura kurda ra. Lê wekî dinê bêjim kurd çêlekdoş in, hemû milet çêlek didoşin. Sibê bibêjin xenzîrdoş, nabe da… Çêlekdoş, çêlekdoş baş e, lê gerekê binivîsin, bira ewa jî bimîne tarîxê da. Tu dikarî nîşan bikî, dikarî nîşan nekî, kurdên me kînkêş in. Fêm dikî?

15-20 sal berê min Mîroyê Esed re got (berpirsyarê rojnameya Rya teze.- T.X.), Mîroyê Esed, xebatkarên te ne pedagog in, ne zimannas in, ne lîteratûrzan in, filan-bêvan. Ez û şagirtê min Bakayêv, ku niha bûye doktor, emê bên 3 meha Rya teze da îş bikin. Her dewa bikin ku em bên, pere nede me, perê te ne lazim e. Emê îş bikin, hîn bikin, çawa binivîsin… çi lazim e da…

Ez Rya teze da xebitîme sala 1934an. Praktîka min hebû, waxtê Ûnîvêrsîtêtê da ez hîn dibûm. Wêderê Cerdoyê rehmetî hebû, Cerdo kurmancî rind zanibû. Rind femdikir. Ez Cerdo ra xebitîme.

Têmûrê Xelîl: – Cerdoyê Gênco.

Erê, ez Cerdo ra xebitime. Cerdo zanibû. Cerdo kurmancî jî rind zanibû. Me çi dinivîsî Cerdo çap dikir. Tirsa wî tunebû. Nizam niha bûye çi, niha Rya teze dinivîse çirokên Vîetnamê… Erê da, ez miqabil nînim… Lê, kuro, çirokên me jî yên baş hene.

Miqalên xwe ez dinivisîm, ew rast dikin. Qanatê Kurdo 40 sal e, 50 sal e Lenîngradê dimîne, zimanê kurdî nizane. Ê, ev bû? Xwedê qebûl neke. Lê usa bûye, ez çi bêjim.

Rya teze xulese çi dike? Eva xebata Rya teze te ra bêjim, ya sîyasetî ye. Kurdên me devra dibêjin aha binêre, em çengek in, yanî hîç. Lê li Sovyetistanê Rya teze heye. Lê ça bêjim alîye ziman da, li alîye tarîx da ne tiştek e.

Têmûrê Xelîl: – Lê radyoya Êrîvanê?

Radyo baştir e. Waxtê bavê te dixebitî, bavê te yî rehmetî, ew jî neditirsîya, ew mêr bû. Çi dixazî bêje, lê dinêrî çi lazime heye, ne ku tu bêjî pêşberî Tirkîyeyê rabî xeberdî. Na! Çi lazim e tê kirinê. Îca niha ez nizanim, ez haj pê tuneme. Berê min bavê te re miqale dinivîsî, ez dihatim, gazî min dikir, digot were me ra binivîse. Niha guh nadimê, êdî kal bûme, êdî jê dûr ketime.

Niha ez dibêjim her ez pê ra bigihînim destnivîsarên xwe binivîsim, hazir bikim, çap bikim. Bona nekevine destê merivên diz.

20.07.2016

Riataza