Îsmaîl Beşîkçî, Polîtîkaya kû dewletên dagirker li hemberê Kurdan dimeşinîn ji polîtîkaya Îsraîl ya li hemberê Fîlîstînîyan pir dijwartir e.

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij

pesmerge-ismail-besikciDemekê berê hezên dewleta Îsraîl eriş birin li ser keşteyê kû ji bo runiştwanên Gazze yê alîkarî birin. Tu vê biryarê çawa dinirxinî?

Divê em li ser çalakîya Weqfa alîkarîya mirovî ya maf û azadîyan (ÎHH) bipêyivin. Di roja me de Kurd li Tirkîye, Îran û Surîye di şartên pir dijwar de dijin. Li Tirkîyê bi henzaran kurd niha di zexta cezakirinê da ne, bi sedan zarokên Kurdan di girtigehan da ne.
Îran se – çar xortên Kurdan bi hevra carekê de daliqîne. Li Surîyê qasî nîvmîlyon Kurd bê nasname ne. Qet tê zanin an ji hatîyê bihîstin kû ÎHH ji bo kurdan tiştekî kirîye?
Hîna berê çend salan li her derê Kurdîstan li ser kurdan ambargoyekê zad hebû. Qet kesî parîyekî nan, tasek av da Kurdan? Divê em biyarê di vê çarçevê de binirxînin? Behsa amborgaya Îsraîl ya li ser Gazze tê kirin, lê heman amborga Misir ji danîye li ser Misir. İma ÎHH behsa amborgayo Misir nake?
Hûn reaksîyonên raya giştî ya jnavnetewî çawa dinirxinîn? Ew pirsgirêk çawa dikare were çareser kirin?
Di derheqa pirgirêka Kurd de raya giştî ya navnetewî dû rûyê ye, rîyakar e. Raya giştî kû di derheqa pirsgirêka Filîstînîya de pir hesas e, hembera pirsgirêka Kurd, hembera daxwazên Kurdan ya azadîyê ne hesas e. Divê mirov li ser vê yekê bisekine. Hûn behsa çaresreîya pirsgirekê dikin. Pirsgirek çî ye? Filîstîn li Îsrailê hem li Şerîa ya Rojawa, hem li Gazze û hem j ili ser erdê Îsaril dijin. ’de, hem de İsrail toprakları üzerinde yaşamaktadır. Şerîa ya Rojawa û Gazze otonom in. Li vir meclîs, hikumet, hêzên ewlehî û ala Fîlîstînî ya heye. Angi Fîlîstînî li vir desthilatdar in.
Îro pirsgirêk navbera PLO û HAMASê da ye. HAMAS dixwaze dewleta Îsraîl hilweşîne, Cuhîyan li ser erde rake. Îsraîl serxwebûna Fîlîstîn ji qebûl dike. Gava Fîlîstînî dewleta Îsraîl nasbikin, Îsraîl ji serxwebûna Filîstîn nasbike. Lê armanca HAMAS cuhîyan biqedîne. Li gor min pirsgirêk ew e. Halbûkî Rojhelata navîn welatê Cuhîyan, welatê Îsarîlîya ye ji.
Di vê babetê de polîtîkaya Tirkîyê çawa dinirxinîn? Tirkîye dixwaze çi bike?
Tirkîye dixwazê hêzekê heremî be. Lê heta dewleta Tirkîye ji bo Kurdan hin gavên demokratîk navêje, heta bi Kurda va aşitî pêk nayne, heta pirsgirêka Kurd çarser nake, ew nikare hêzek heremî be. Tirkîyê niha dixwazê Îran û Surîye ji bigre pişta ywe. Ew dikare li hembera Kurdan wek pêkanîya enîyekê were nirxandin. Lê ew polîtîka nikare bighije armanca xwe, lewra hişa netewî ya Kurdan pir geş bûye.
Hevkarîya Tirkîye û Îsraîl paşwerû bû. Ewî kêra armancên Tirkîye dikir. Tirkîye bi wî hawî dikaribû fîşar li Kurdan bike. Hilweşandina ew hevkarîya pêşwerû rêya Kurdan vekirîye.
Ji roja damezirandina Tirkîye heta niha Îsraîl û Tirkîye hevkar in. Di navbera herdî dewletan de pêymanên stratejîk yên leşkerî ji hene. Lê wan demên dawî de hikumeta AKP dijî vê polîtîkayê bizav dike. Divê mirov ew polîtîkaya AKP çawa binirxîne?
Divê kû Îsraîl li Başûrê Kurdîstanê alîkarîya tevgera Kurd kirîye. Ez wek şexis pir giringîyê Didim vê alîkarîyê. Ew alîkarî pir girîng bû, lewra derûdora Kurdan bi dişminên Kurdan va hatibû girtin. Lê Îsraîl her tim piştgirîya polîtîkay Tirkîyê ya hembera Kurdan ya nîjadperest, asîmîlasyonkar, kolonyalîst û emperyal kirîye. Tirkîyê piştgîrîya Hamas, Îran û Surîye dike: Bi hawî dixwaze bidê nîşandan kû ew li heremê hêzek girîng e.
Li Tirkîyê bisilman hembera pirsgirêka Filîstîn pir hesas in, lê ew hesasîyet hembera Kurdan nîne. Gelo sebebên wê yekê çine?
Ew bi polîtîkaya dewlet ya olî va girêdayîye. Dewlet ji ber kû bikaribe tekoşîna Kurdan qels bike bisilmantîyê qewimand. Tê zanin kû Hîzbulah ji bi destê dewlet hat damezirandin û geş kirin. Tu hêzeke mixalîf bê piştgirîya dewlet pêşva naçe. Hêzên mixalîf yên Kurd her tim rîsk digrin û geş dibin. Lê yên Îslamî bi piştgirîya dewlet çalakîyên xwe pêk tînin. Dewlet dixwaze bi karanîna îslamê tevgera Kurd qels bike. Ew polîtîkaya dewletê ye. Wek mîsal her tim çalakîyên “hefteya pîroz ya bûyînê” li Amedê tên pîroz kirin. Ji bo tevlibûna Kurdan ya wan çalakîyan dewlet pir hewl dide. Ma tenê li Kurdîstanê heskirîyên Pêxember hene. Meleyên kû li vir cîh digrin, dibêjin “ Em ne kurdperwer in”. Wilo meleyên kurd hizmeta “ Tirk perwerîyê” dikin. Bisilman hembera Kurdan watînîyên xwe yên mirovî bi cîh naynin. Lewra dewlet naxwaze. Dewlet dixwaze kû bisilman piştgirîya Erebên bisilman bikin. Ew hemî nîşan didin kû bisilman hembera Kurdan dû rû ne. Dîsa dewlet dixwaze kû Kurd tevli çalakîyên protesto yên hembera Îsraîlê bin. Ew Kurd hembera mexdurîyeta gelê xwe bê dengin , lê hembera mexdurên Ereb, hemebra HAMAS pir hesas in. Divê ew pêvaji baş were nirxandin.
Li gor dîtîna we bisilman Antî-Semitîzmê nakin?
Belê dişmintîya Cûhîyan, dişmintîya Îsarîl bi zanetî tê geş kirin.
ÎHH îddîa dike kû bi slanê alîkarîya bisilmanên mexdur dike. Heta niha ÎHH qet alîkarîya Kurdên mexdur kirîye? An ji bom af û azadîyên Kurdan tu çalakî pêk anîye?
Na, tiştekî ûsa nabe. Lewra ÎHH ji alîyê dewletê va tê destek kirin.
ÎHH îddîa dike kû ew dezgehekê sîvîl e. Lê Îsraîl ÎHH wek terorîst nîşan dide. Hin çavderên serbixw ji, ji berk û parlementerên AKP di keştîyê de hebûn, îddîa dikin kû ÎHH ne dezgehekê sîvîl û serbixwe ye. Hûn dikarin vê babetê de çi bêjin?
Ne raste kû mirov ÎHH wek rêxistinekê serbixwe qebûl bike. Parlementerên AKP tirsîyan kû Îsraîl hembera vê çalakîyê çalakîyên pir tûnd pêk bîne, ji ber wê bi keştêya va neçûn.
Divê li vir mirov li ser vê yekê bisekine. Tê gotin kû “ yên kû keştîyê, Mavî Marmara siwar bûn, ji nîvî zêdetirê wan zarokên Selahattîn bûn”. 9 kesên kû ji alîyê Îsraîl vah atin kuştin, 7 kesên wan kurd in. Piştî erişbirina li ser keştîyê, li Stenbol, Amed û bajarên din de gelêk protesto pêk hatin.
Girseyên mezin di bin ala Hamas, Filîstîn û Tirkîye de meşîyan. Piranîya beşdaran Kurd bûn. Di heman demê de serokê Kurdîstan Mesûd Barzanî hat Tirkîye û bi wezîrê karên dervê yê Tirkîye va hevditîn pêk anî. Di civîna çapamenî de ala Tirkîye hebû, lê ala Kurdîstan tune bû. Erd û ezman bi alayên Tirk, Hamas û Filîstîn hatibû neqişandin, lê ji bo ala Kurdîstan tehemûl nîne. Divê ew nayê bîr kirin. Ez dixwazim li vir bejim kû di civînê de nebûna ala Iraq tiştek erenî bû. Ew hemû didin xuya kirin ku Kurd çiqas ji nasnemya xwe hatine durkirin. Îslam ji bo vê pir baş hatîyê kar anîn. Tiştê ecebê kû Kurdên qat qat ji Filîstînîya zêdetir neheqî û teda dibînîn, ne ji bo xwe lê ji bo Filîstînî ya ji bo Hamas çalakîya pêk tînin. Dîsa ew dide xuya kirin kû Kurd çiqas ji bîra dîrokê bê par in.
Li vir ez dixwazim vayê bejim kû li ku derê dinya dibe bila bibe divê mirov dijî polîtîkayên nîjadperset û kolonyalîst derkeve, divê mirov piştgirîya neteweyên bindest bike. Lê divê Kurd wek Kurd tevli ew xalakîyan bibin. Xelet kû Kurd di alaya îslamîstên umetparêst û çepgirên enternasyonalîst ew çalakîyan de cîh bigrin, ango bibin boçikên wan. Divê Kurd bizanibin ew qat bi qat ew gelan z^detit di bin têdayê da ne.
Di vê babetê de divê Hamas ji vayê bêje, li Tirkîyê Kurd qasî Filîstînîyan , qasî Hamas di bin zilm û zordarîyê da ne. Dewlet an ji hikumeta kû li ser Kurdan zilm û zordarîya xwe dajo, encax bi alîkarîya madî û sîyasî ji bo Hamasê dike, kêrê vewartina gunehên wê tê.
Gava leşkerên Îsraîl eriş bir li ser keşteyê û çend kes kuştin, li Tirkîyê ji alîyê meşwanan diruşmaya “ Divê memetcîk biçe Gazze” hat avêtin. Li gor dîtina we çima bilsilman jig ava dikêvin tengasî ji leşkerîyê alîkarî dixwazin?
Li Tirkîyê qismekê bisilmanan di derheqa pirsgirêka Kurd de wek îdeolojîya fermî ya dewlet difikirin. Ew li gor polîtîkaya dewlet hereket dikin. Gava pirsgirêka Kurd tê rojevê îslam, îslama dewletê ye. Îdelojîya fermî bisilmana ûsa perwerde dike.