Hebû tûnebû, ji rojan rojkî, Hemolek û Kemolek hebûn. Herdu bihevra dijiyan. Rojekî biharê, baran barî û xaniyê wan dilop dikir. Hemolek derdikeve ser xaniyê ku banê wî lox bike. Linga wî dişimite û dikeve bin loxê dimire. Xwîna wê bi ava baranê ve ji çironekê tê xwarê. Wê demê Qijtik jî tê mêvaniya wan û mêze dike ku ji çironekê xwîn tê xwarê. Qijtik ji Kemolek dipirse, dibêje:

– Ev çi xwîn e?

Kemolek dibêje:

– Hemolek mirî ye.

Qijtik ji ber kûrmê mirina Hemolek duva xwe dikşîne û difire diçe liser darê danişe.Dar dinêre ku duva Qijtikê tune ye, vedigere ji wê dipirs, dibêje:

– Qey Qijtikê duvkişî?

Qijtik dibêje:

– Do ne pêr Hemolek mirîye.

Liser vê bersîva Qijtik, dar jî pelê xwe diweşîne. Demekî şunde Nêrî tê bin darê, mêze dike ku pelê darê hilweşîne. Nêrî ji darê pirs dike, dibêje:

– Qey dara pelweşî?

Dar dibêje: “Dara pelweşî,

Qijtika duvkişî,

Do ne pêr Hemolek mirîye”

Nêrî jî rûyê xwe dikşîne. Nêrî dema ku diçe ser kaniyê ku av vexwe, kanî ji wî dipirse, dibêje:

– Qey Nêriyê rû kurrkirî?

Nêrî dibêje: “Nêrîyê rû kurrkirî,

Dara pelweşî,

Qijtika duvkişî,

Do ne pêr Hemolek mirî.”

Liser gotina Nêrî, av jî xwe şêlu dike. Û ava şêlu diçe ser zeviya garis. Garis jî dinêre ku av şêlu bûye, ew jî serê xwe çoqalî dike û vedigere ji avê ra dibêje:

– Qey ava şêlu mêlu?

Av jî dibêje: “Ava şêlu-mêlu

Nêrîyê rû kurrkirî,

Dara pelweşî

Qijtika duvkişî,

Do ne pêr Hemolek mirî.”

Liser vê gotina avê, Garis jî serê xwe çoqalî dike. Xwediyê garis tê nava garis, dîbîne ku garisê wî serê xwe çoqalî kiriye. Xwedî zevîyê ji garis dipirse, dibêje:

– Qey garisê çoqal-moqalî?

Garis dibêje: “Garisê çoqal-moqalî

Ava şêlu-mêlu,

Nêrîyê rû kurrkirî,

Dara pel weşî,

Qijtikê duvkişî,

Do ne pêr Hemolek mirî.”

Liser vê bersîva garis, xwedîyê garis jî, ji ber kûrmê xwe, misasa xwe di quna xwe ve dike. Dema ku qîza wî taştîyê tîne, dibîne ku bavê wê misas bi quna xwe ve kirîye. Qîzik vedigere ji bavê xwe ra dibêje:

– Qey bavê min yê qunmisas?

Bav dibêje: “Bavê te yê qunmisas,

Garisê çoqal-moqalî,

Ava şêlu-mêlu,

Nêrîyê rû kurrkirî,

Dara pel weşî,

Qijtika duvkişî,

Do ne pêr Hemolek mirî.”

Liser vê gotina bavê xwe, qîzik jî mast(mastê ku zewada bavê xwe anîbû) bi serê xwe ve dike û bi vê halê xwe tê malê. Wê demê dîya wê li ber kûçlanê nan dipêje. Dîya keçikê çewa ku dibîne keçika wê ji jêrejor bi mast e. ji wê dipirse, dibêje:

– Qey keçika min ya serbimas?

Keçik dibêje: “Keçika te ya serbimast,

Bavê wî yê qunmisas,

Garisê çoqal –moqalî,

Ava şêlu-mêlu,

Nêrîyê rûkurrkirî,

Dara pelweşî,

Qijtika duvkişî,

Do ne pêr hemolek mirî.”

Liser vê bersîva keçikê, dîya wî jî liser sêlika sotayî rûdine. Sêlik bi quna wê ve dimîne. Cîrana jinikê tê rewşa wî dibîne û jê dipirse, dibêje:

– Qey cîrana min ya qun bisêlik?

Jinik dibêje:

“Cîrana te ya qun bisêlik,

Qîza cîrana te ya serbimast,

Bavê qîza cîrana te qunmisas,

Garisê çoqal-moqalî,

Ava şêlu-mêlu,

Nêrîyê rûkurrkirî,

Dara pel weşî,

Qijtika duvkişî,

Do ne pêr hemolek mirî.”

Ez hetim, ewan hemû di nav şînê de bûn.

Berhevkar: Seîd VEROJ (Pirtûkên Zarokan, Çîrok, weş WAR)