NÎRXANDINA KITÊBA KOMXEBATÊ (PDF)

Mijara herî girîng ji bo zimanan, rastznivîs e. Standartkirina nivîsandina zimanan, bi saya rastnivîsê tê saz kirin. Bê guman amadekirina rastnivîsa zimanekî bi xebata sazîyan tê zelalkirin, bi biryara dewletê tê safîkirin.

Mixabin îro di rastnıvisa kurdi de tevlîhevîyeka mezin heye. Ku di ziman û perwerdeyê de  yekêtî çênebe, Ji kesên xweyîyê wî zimanî jî milletek (neteweyek) pêk nayê. Çimku ihtîyacê neteweyekê bi li hev kirinê heye. Hem ji bo perwerdeyê û hem ji bo danûstandinê. (Pirsgirêkên zaraveyan, pirsgirêkên giranin ne mijara vê gotarê ne.)

Bingeha rastnivîsa zaravayê kurmancî ji teref zimanzan Celadet Alî Bedîrxan û Roger Lescot ve hatine danîn. Em minetdarê van kesa ne.

Piştî van kesan, xebatên li ser rastnivîsa kurmancî dewam kirine. Heta îro xebatekê ku çavê mirov  jê têr bibe nehatîye amade kirin. Ji ber ku kesên xwe li ziman dikin xweyî wan bi xwe jî perwerdeya ziman bi awayekê zanyarî nedîtîye. Bi imkanên xwe li ser vê mijarê xwe westandine. Kesên di vî warî de keda wan heyî jî mala hemûyan ava.

Di derheqê rastnivîsê de çend mijar hene ez dixwazim di derheqê van mijaran de fikra xwe peşkeş bikim.

Berî niha jî me got; rastnivîs li hev kirine. Mîr Celadet Alî Bedîrxan, Roger Lescot û kesên di wê deme de bi wan re di kovaran de xebitîn, li ser daçekên (edat)ên “de, ve, re”yê li hev kirine. Wan jî dizanî ku Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran” di qilasîkê kurmancî de ji ber wezna “aruz”ê daçekên “da, va, ra”yê  bi kar anîne. Lê ji ber ku bi karanîna  daçekên “de, ve, re”yê sivikin, tercîha wan bûye ev daçek. Îro Hinek kes dixwazin vê biryarê bi guherin, bikin “da, ve, ra

Gelo ma ne lazim e ev kes; di derheqê zerera “de, ve, re”yê de fikra xwe beyan bikin, ka çi xwisara van daçekan ji zimanê me re heta îro çêbûye. An jî karê daçekên “da, ve, ra” yê ji zimanê me re çîye. Divê kesê zimanzan di bin tesîra devoka xwe de nemine.

Mijara nekifşîyê

Îro ziman zanên zaravayê kurmancî, bi piranî di “Komxebata Kurmancîyê”de berhev bûne. Ji ber wê çendê, bi piranî  ezê li ser tespîtên wan rawestim. Û fikren xwe jî peşkeş bikim.

Mejîyê ziman zanên kurd di derheqê nekifşîyê de tevlîhev e. Ez dixwazim di vê derheqê de fikren xwe peşkeş bikim.

Di kurmancî de nekifşî çîye?

Di kurmancî de nekifşî ew e ku hijmara tiştan ne dîyar e. Ev jî bi sê awaya tê damezrandin.

  1. Bi rengdêrên nekifşîyê tê damezrandin.

2. Bi cînavkên nekifşîyê tê damezrandin.

3. Bi hijmara “yek”ê tê damezrandin.

  1. Nekifşî bi rengdêran tê damezrandin.

Minak:

Hin zarok hatin.  An jî ( Zarok-in hatin.)

Goştê hemû cûkan nayê xwarin.

Hinek zarok li dersên xwe  naxebitin.

Ji her malê yek xwestin.

Çend xwendekaran îtîraz kir.

Piçek nan jî nema.

2. Nekifşî bi cînavkan tê damezrandin.

Minak:

Kes nehat.

Herkes çû

Gişkan xwe xeyîdand.

Hemûwan xwar.

Hinekan xwe nerazî kir.

3. Bi hijmara “yek”ê tê damezrandin.

Peyva “yek”ê carna rengdêra nekifşîyê ye. Carna jî cînavka nekifşîyê ye. Ev rewş ji hevokê tê fêhmê.

Mînak:

Emê êvar-ek-ê werin mêhvandarîya we.

Di vê hevokê de “y-ek” nekifşîyê beyan dike.

Di vê mînakê de  “yek” rengdêra nekifşîyê ye.

Mînak:

Roj-ek-ê qedera me jî yê bê guhertin.

Di vê hevokê de “y-ek” nekifşîyê beyan dike.

Di vê mînakê de  “yek” rengdêra nekifşîyê ye.

Mînak:

Yekî ji min re got.

Di vê hevokê de “yek-î” nekifşîyê beyan dike.

Di vê mînakê de  “yek-î” cînavka nekifşîyê ye.

Di van her sê hevokan de jî em ji mana hevokê dizanin ku nekifşî heye.

“Komxebata kurmancîyê” di derheqê “yek”ê de waha gotîye:

“Navdêrên nêr yên yekhejmar, bi <-(y)ek>ê dibin nenasyar.” r. 120

Komxebatê wek îfadeyeka mutlaq bi kar anîye. Di vê îzahatê de kêmayî heye.

Ezê di derheqê “yek”ê de fikra xwe berfereh peşkeş bikim.

Di kurmancî de bi karanîna  “yek”ê

Hejmara “yek”ê mê ye.

Divê em vê bizanin, ku “yek” hijmara nesneyekê  bi tenê dîyar bike, nekifşî di wî navdêrî de nîne.

Ezê li ser vê mijarê berfereh rawestim.

  1. Di îzafeya rengdêra hejmarî de ku lêker negerguhêz be, navdêra piştî hejmarê ne bireser be û ne diyarkirî be,wî çaxî ne “yek”ne jî navdêr qertafê nastînin û nekifşî çênabe.

Mînak:

yek zarok kenî. (zarok-ek kenî)

  1. Di raveka rengdêra hejmarî de ku lêker gerguhêz be, navdêrê piştî hejmarê di peywira biresera nediyarkirî de be, wî çaxî ne hejmar ne jî navdêr qertafê nastînin.

Mînak:

Min yek zarok anî. (Min zarok-ek anî.)

  1. Ku hejmar, di peywira têrkerê de be, wê demê hejmara “yek”ê qertafa “-ê”yê distîne.

Mînak:

ji yekê heta bi bîstan bihejmêre. Di eslê xwe de ev hevok wiha ye. (ji yek hejmarê heta bi bîst hejmaran bihejmêre.)

  1. Ku berî “yek”ê daçekên “bi, ji, li,di”bên bi karanîn, wê demê “yek” qertafa “ê”yê distîne. Ev “” ne tewanga “yek”ê ye. Tewanga wan navdêrên ketîye.

Mînak:

Bi yekê bileyîze                    (Bi yek xarê bileyîze)

Li yekê gerîyan                      (Li yek malê gerîyan)

Di yekê de zarok hene.        (Di yek sınfê de zarok hene.)

5.Ku “yek” îzafeya hijmara rêzê be, wî çaxî navdêr berî hijmarê tê nivîsandin. Hijmar jî qertafa hijmara rêzê “-ê”yê distîne.

Mînak:

Ez di sinfa yekê de me.

  1. Ku hijmar îzafeya rengdêra rêzê be, wî çaxî hejmara “yek-ê” qertafa hejmara rêzê distîne. Navdêrê pêşî qertafa îzafeyê dîstîne. Navdêrê piştî rengdêra rêzê tewanga zayendê distîne.

Mînak:

Îro yekê hezîranê ye.  Ev hevok bi eslê xwe waha ye:

Îro roj-a yek-ê hezîran-ê ye.

Di vê hevokê de qertafa “-a”yê qertafa îzafeya mêyîtîyê ye. Qertafa “-ê”ya li dawîya “yek-ê” jî qertafa hejmara rêzê ye. Qertafa “-ê”ya li dawîya “hezîran-ê” jî qertafa zayenda mêyîtîyê ye.

7. Di hevoka “Ez yek zilamî dibînim.”Ez zilam-ek-î dibînim.” de“zilam-î” qertafa nêrîtîyê standîye û bireserê nedîyarkirî ye.

Di hevoka “Ez yekî dibînim.” de  “yekî” qertafa nêrîtîyê standîye. Di vê hevokê de peyva “yekî” ji rengdêrî ketîye. Di peywira cinavka nekifşiyê de ye. Peyva “yekî”di şûna “zilam-ek-î” de bûye cînavk di peywira bireserê dîyarkirî de ye.

  1. Di hevoka “yekê gulanê” de peyva “yekê” qertafa tewanga mêyîtîyê standîye. Ev hevok bi eslê xwe waha ye.

Roja Yekê gulanê” ye. Ji hevokê peyva “roja” ketîye.

Komxebatê ev mînak dane:

“Ez mehînekê dibinim.” (Ez yek mehînê dibinim.)

“Ez sêvekê dixwim.”         (Ez yek sêvê dixwim.)

Di van herdu hevokan de jî mexsed ew e ku hijmara mehînê yek e.Û hijmara sêvê jî yek e.

Lêkerên “dibînim û dixwim” gerguhêz in. Peyvên “mehîn û sêvê” bireserê nedîyarkirî ne. Di van mînakan de nekifşî tune ye.

Komxebat; nekifşîyê û bireserê nedîyarkirî tevlîhev dike. Me li jorê jî îzah kiribû. Nekifşî: Ew e ku di derheqê hijmara wê tiştê de ne xweyîyê agahîyan e. Halbukî em ji van her du hevokan jî fêhm dikin ku hijmara sêv û mehînê yek e.

Bireserê ne dîyarkirî ewe ku hijmara nesneyê kifş e, lê mirov di derheqê wê de ne xweyîyê agahîyan e.

Di van hevokan de peyvên “ mehînê û sêvê”  bireserê nedîyarkirî ye. Di derheqê hijmara wan de agahîya me heye, lê di derheqê “sêv û mehînê” de agahîyên zede nînin.

Nexwe divê bê zanîn ku peyva “yek”ê tim û daîm nekifşîyê ”nenasyar”îyê nadamezrîne.

Nekifşî bi rengdêra “hin”ê

Ku peyva “hin”ê di peywira (wezîfeya) rengdêra nekifşîyê de be, wî çaxî “hin” di pêşîya navdêr de û cuda tê nivîsandin.

Mînak:

“Hin zarok kenîn.”

Ev hevok bi vî awayî jî tê bi kar anîn:

Zarok-in kenîn.

Di vê hevokê de “h”ya “hin” ê, ketîye.“-in” hatîye dawîya “zarok”ê. Ji ber ku hijmara zarokan ne kifşe di vê hevokê de nekifşî heye.

“Hin zebeşên biçûk kal in.” Di vê hevokê de peyva “hin” di peywira rengdêrê de ye.”zebeşên biçûk”raveka rengdêrî ye.  Ev hevok bi vî awayî jî tê bi kar anîn:

Zebeş-in-ên biçûk kal in.”

Di vê hevokê de”h”ya “hin”ê ketîye.Büwe “-in” ”-ên” jî qertafa îzafeya pirhijmarîyê ye. Qertafên “-in” û ”-ên” hatine dawîya peyva “zebeş”an.

Ku peyva “hin”ê di şûna cînavka nekifşîyê de be. wê demê hevok waha tê bi kar anîn. “Nêrgiz, hinan bikire.” Eslê vê hevokê waha ye: “Nergîz, hin sêvan bikire.” ji hevokê peyva “sêvan” ketîye.”-an” hatîye dawîya rengdêra “hin”a û peyva “hinan”ê bûye cînavka nekifşîyê.

Mîr Alî Celadet di kitêba xwe ya rêzimanî de ji bo pirhijmarîya nekifşîyê “-ine” bi kar anîye.

Mînak:

Sêv-in-e sor.

Bizin-in-e qelew.

Di vê derheqê de jî ezê fikra xwe peşkeş bikim. Divê ev bê zanîn ku qertafa îzafeya pirhijmarîyê ji bo her du zayendan jî “-ên” e.

Nexwe em li eslê van hevokan binerin nûka emê kêmayîyên wan şirove bikin.

Sêv-in-e sor.  Ev hevok bi vî awayî ye.

(Hin sêv-ên sor.)e 

Bizin-in-e qelew.Ev hevok bi vî awayî ye

(Hin bizin-ên qelew)e.

Di van mînakan de “-e” ne qertafa îzafeyê ye. Qertafa “-in”ê jî qertafa rengdêra nekifşîyê ye. “-ên” jî qertafa îzafeyê ye. Gelo di kurdî de wezîfeya “-e”yê çîye? Emê di şûna çi de bi kar bînin?

Sêv-in-ên sor.

Bizin-in-ên qelew.

Di nav gel de bi vî awayî ji tên bi kar anîn.

Sêv-in-ê sor.

Bizin-in-ê qelew. 

Di derheqê îzafeyê de

Di derheqê îzafeya navdêrên mê û yekhijmar de  Di vê derheqê de jî mejîyê ziman zanên kurd tevlîhev e. De ka em li îzahata “Komxebata Kurmancîyê” binerin, paşê  jî fikra xwe peşkeş bikin.

Celadet Alî Bedîrxan, ji bo îzafeya navdêrên mê û yekhijmar “-ek-e” bi kar anîye.

Di vê derheqê de “Komxebata Kurmancîyê” waha dibêje: “Her çî her du awayên din in (-ek-a, -ek-e), Komxebata Kurmancîyê her du awayan jî ji bo nivîsînê rast dibîne. Lê Komxebata Kurmancîyê ji ber sedema li jorê dîyar kirî bi piranî awayê yekem tercih dike.” (rûpel 135)

Berî her tiştî Komxebatê, nekarîye biryarekê bide ka “-ek-a” an jî “-ek-e” yê bê bi kar anîn.  Komxebatê gotîye: “Em her du awayan “-ek-a” û “-ek-e” jî ji bo nivîsînê rast dibînin.”

Ku “-ek-a”  û “-ek-e” her du jî rast bin. Divê Komxebat wezîfeya qertafa îzafeya meyîtîyê “-a” û wezîfeya “-e” yê dane berhalê. Ka bi çi awayî her duyan jî rast dibine. Da ev mijar zelal bibe.

Mejîyê Komxebatê hewqasî tevlîhev e. Dibeje em bi piranî “-ek-a”yê bi kar tînin. Yanî di derheqa biryara xwe de jî bi piranî  bi kar tînin. Bi karanîna Komxebatê jî ne daîmî ye. Biryareka waha, mejîyê nivîskaran tevilhev dike. Ji xizmetê bêhtir, zererê dide ziman.

Di vê derheqê de jî ezê fikra xwe peşkeş bikim.

Nivîsandina qertafên tên dawîya navdêran.  

Di hevokê de lêker negerguhêz be û kirde jî mê be, kirde qertafê  nastîne.

Mînak:

Fatim hate malê.

Bizin çû ser darê.

Çêlek hate ga.

Di hevokê de lêker gerguhêz be û kirde mê be, kirde qertafa “ê”  distîne.

Mînak:

Keçik-ê nan peht.

Bizin-ê  nan xwar.

Çêlek-ê rît bi destîyê bivir ve.

Ku hevok îzafeya rengdêran û nedîyarkirî be û lêker gerguhêz be, kirde jî  mê  be, kirde peyva “yek-ê”  distîne. Di pevedanînê de “y” dikeve “ek-ê” tê dawîya peyvê.

Mînak:

Yek bizin-ê  nan xwar.

Bizin-ek-ê  nan xwar.

Yek keçik-ê nan peht.

Keçik-ek-ê nan peht

Ku lêkera hevokê gerguhêz be û kirde jî nêr be, lazim bû kirde qertafa zayenda nêrîtîyê “î”yê distîne. Lê bi gelemperî qertafa “-î” yê nayê bi kar anîn..

Di vê mijarê de jî hewceyî bi li hev kirine heye.

Mînak:

Adar, nan peht.                    (Adarî  nan peht.)

Nêrî, nan xwar.                    (Nêrîyî  nan xwar.)

Hesen, rez kezaxt.               (Hesenî rez kezaxt.)

Mustefa, komele ava kir.     (Mustefayî komele ava kir.)

Ji bo piranîya her du cinsan

Ku lêker negerguhêz be, di piranîya herdu cinsan de, navdêrê  nêr û mê  her du jî qertafê nastînin. Lê lêker qertafa piranîyê kesayetîyê “in”ê distîne.

Mînak:

Îro zarok çûn gund.

Duh keçik ji wanê hatin.

Li nav firazê bizin çêrîn.

Ku lêker gerguhêz be, di piranîya herdu cinsan de navdêrê  nêr û mê  qertafa “-an”ê distînin.

Mînak:

Zaroka/an  nan xwar.

Keçika/an  nan peht.

Zilaman govent girt.

Jinan bêhna xwe vekir.

Ku lêker gerguhêz be û peyva îşarkî îzafeya rengdêra îşarkî be, navdêra “mê” qertafa “ê”  distînin.

Mînak:

Vê bizinê bikire.

Vê jinikê bibe

Ku lêker gerguhêz be û navdêrê bireser îzafeya rengdêra îşarkî be, navdêrê “nêr” qertafa “-î”yê distîne.

Mînak:

Vî hesp-î bikire.

Vî kevir-î bavêje.

Ji bo îzafeya rengdêran

Ku navdêr “nêr” û îzafeya rengdêrê be navdêr qertafa “-ê” distîne.

Mînak:

Yek hespê boz revî.

Hesp-ek-ê boz revî.

Ku navdêr “” û îzafeya rengdêrî be navdêr qertafa “-a” distîne.

Mînak:

Yek mehîna sor revî.

Mehîn-ek-a sor revî.

Ji bo raveka navdêran

Ku navdêr “nêr” û îzafeya navdêran be navdêr qertafa “-ê” distîne.

Mînak:

Bi kefçî-y-ê dar bixwe.       (Bi kefçî-y-ê darî  bixwe.)

Nan-ê garis nekire.             (Nan-ê garisî nekire.)

Ku navdêr “” û îzafeya navdêran be, navdêrê pêşî (raveker) qertafa “-a”, navdêrê paşî (raveber) qertafa “-ê”ya zayendê  distîne.

Mînak:

Zelal-a Fatim-ê hat.

Dar-a sêv-ê nebire.

Av-a cizîr-ê nayê vexwarin.

Li gorî mînakên jorî, qaîdeyê qertafa îzafeya mêyîtîyê ya yekhijmar “-a” ye. “-ek-a” ji bona rastnivîsa kurmancî rast e.

-e” ne qertafa îzafê ye. Divê “-ek-e” neye bi kar anîn.

Divê Komxebat jî ji vê weswesê xilas bibe. Da mejîyê nivîskaran jî di derheqê rastnivîsê de zelal bibe.

Di derheqê îzafeya navdêrên nêr û yekhijmar de

Mejîyê Komxebatê di derheqê îzafeya nêr û yek hijmar de jî tevlîhev e.

De ka em li îzaha komxebatê binêrin:

“Herçî her du awayên din in (-ek-ê, -ek-î), Komxebata Kurmancîyê her du awayan jî ji bo nivîsînê rast dibîne. Lê ji ber sedema têrbelavbûna awayê duyem (-ek-î),Komxebat  bi piranî vî awayî tercih dike.” (rûpel 135)

Komxebat, biryarê dide ku “” ya tewangê di şîna “ê” ya îzafeyê de bi kar bîne.

Komxebat weha dibêje:

“Her çî awayê duyem e (-ek-î), di îzafeya navdêrên nêr yên yekhijmar û nenasyar da tewang û îzafeyê tev li hevûdin dike û loma <î>ya gireya tewangê ji bedêla <ê>ya morfema îzafeya navdêrên nêr bi kar diîne.”³ (rûpel 133)

Komxebatê nekarîye qertafa tewangê “-î”yê û qertafa îzafeyê “-ê”yê bi cih bike. Gotîye emê di şuna qertafa îzafeyê “ê”yê de jî qertafa tewangê “-î”yê bi kar bînîn. Sedem jî ne îlmî û ne zanyarî ye. Sedem têrbelavbûn e.

Divê Komxebat biryarekê bide. Ka çawe di şuna “-ê”ya îzafeyê de “-î”ya tewangê bi kar tîne. Qey wezîfeya îzafe û tewangê yek e?

Na. Qertafa îzafeyê aîdîyetê temsil dike. Qertafa “-î”yê zayenda nêrîtîyê temsil dike.

 Divê Komxebat dev ji vê tevîlhevîyê ber de. Pêşîya nivîskaran zelal bike.

Di vê derheqê de ezê fikra xwe bi çend mînakan pêşkêş bikim.

Ji bo îzafeya rengdêra ku navdêr yekhijmar be

Di îzafeya navdêrê ner û yekhijmar de navdêr qertafa îzafeya nêrîtîyê””yê distîne.

Mînak:

Yek beran-ê hogic bikire.

Beran-ek-ê hogic bikire.    (îzafeya rengdêran)

Yek kevir-ê spî bîne.

kevir-ek-ê spî bîne.                        (îzafeya rengdêran)

Di van hevokan de “Beran-ek-ê ” û “kevir-ek-ê”  bireserê nedîyarkirî ne. Ji ber wê çendê di van hevokan de nekifşî çênabe. Qertava îzafeyê “-ê” hatîye bi kar anîn.

Ji bo îzafeya navdêrên yekhijmar,

Di îzafeya navdêrê ner û yekhijmar de navdêr qertafa îzafeya nêrîtîyê”-ê”yê distîne.

Mînak:

Yek nan-ê tenûr-ê bide min.

Nan-ek-ê tenûr-ê bide min.    (îzafeya  navdêran nêr)

Yek bar-ê hêstir-ê dar bikire.

Bar-ek-ê hêstir-ê dar bikire    (îzafeya  navdêran nêr)

Di van hevokan de “Nan-ek-ê tenûr-ê” û “Bar-ek-ê hêstir-ê” bireserê dîyarkirî ne. Ji ber wê çendê di van hevokan de nekifşî çênabe. Qertava “-ê“ya yekemîn qertafa îzafeyê ye. “”ya duwan qertafa zayenda mêyîtîyê ye.

Ku qerafa îzafeyê tune be, wê deme qertafa tewanga  nêrîtîyê  “-î”  tê dawîya navdêrên nêr.

Mînak:

Yek beran-î bikire. (Beran-ek-î bikire.)

Yek zebeş-î bikire   (Zebeş-ek-î bikire.)

Dî van mînekan de qertafa îzafeyê tune ye.“-î” qertafa tewanga nêrîtîyê ye. Em dikarin di her du hevokan de jî “yek-î” bi kar bînin. Di van hevokan de nekifşî tune ye. Peyvên “beran-î û zebeş-î” bireserê nedîyarkirî ne. Peyva “yek”ê jî li vê derê rengdêrê esil yê hijmarî ye.

Nexwe em dikarin vê bibêjin: “” ya tewangê di şûna “-ê”ya îzafeyê de neyê bi kar anîn. Divê Komxebat dev ji vê tevlîhevîyê jî ber de.

Qertafa “-an”ê

Emê pêşî di kurmancî de wezîfeya qertafa “-an”ê  danin berhalê û paşê jî di derheqê nîrxandina Komxebatê de fikra xwe peşkeş bikin.

1.”-an”a pirhijmarîyê.

Ku qertafa “-an”ê werê dawîya navdêran, Ji alîyê hijmarê ve navdêran ji yekî zêdetir dide dîyarkirn.

Mînak:

Qelem- qeleman

Defter – defteran

Jêbir – jêbiran

2.”-an”a di şûna qertafa zayendê de.

Di îzafeya navdêrên nêr de ku navdêrê diduwê (raveker) di şûna navdêreka mê de navdêrekê nêr hatibe bi kar anîn. Qertafa “-an” tê bi kar anîn.

Mînak:

Genmê Xerz-an

Genmê Behdîn-an

Genmê Şikak-an

Genmê Bot-an

Di van mînekan de pirhijmarî nîn e. Peyvên “Xerzan, Behdînan, Şikakan û Botan” peyvên zayenda nêrîtîyê ne. Di kurmancî de navê deveran mê ne. Ev navdêrên li jorê, di wezîfeya navên mê de hatine bikaranîn. Ji ber wê çendê qertafa tewanga“-an”ê standine.

Ku di şûna wan de wekî li jêr peyveka mê bi hata bi kar anîn. Wî çaxî qertafa zayenda mêyîtîyê tê bi kar anîn.

Mînak:

Genmê Cizîr

Genmê Tor-ê

Genmê Serhed-ê

Genmê Anedol-ê

Sala hezar û neh sed û not û yek-ê

3.”-an”a di şûna qertaf  çêkerê de.

Durîyan –du- rê-y-an (“-an” li vê derê qertaf çeker e.)

Sêrîyan –Sê- rê-y-an (Dî çêrokan de tê gotin: “Kalkê sêrîyanê”)

Pîr-an

Gul-an

Şêx-an

Jîy-an

Cîh-an

Di van mînekan de pirhijmarî nîn e. Qertafa “-an”ê ji navan, navên nû  damezrandine. Ji ber wê çendê li vê derê “-an”qertaf çêker e. Jı navdêran, navdêr damezrandine.

4.”-an”a di şûna qertafa mensubîyetê de.

Kurd-an

Tirk-an

Ereb-an

Di van mînekan de pirhijmarî nîn e. Qertafa “-an”ê maneya mensubîyetê  dide navdêran.

  1. “-an”a di şûna qertafa herdem de

Havîn-an diçe zozanan.

Êvar-an nên naxwe.

Sibeh-an diçe sporê.

Di van hevokan de pirhijmarî nîn e. Wateya herdemê didin hevokê. 

  1. “-an”a ji rengdêra navdêran didamezrîne.

Çar zarok-an bîne.———–Çar-an bîne.

Deh zebeş-an bikire.———Deh-an bikire.

Di van hevokan de navê “zarok-an” û “zebeş-an” ketîye. Qertafa “-an”ê hatîye dawîya  hijmara “çar û deh”ê. Peyva “çar û deh” ê rengdêrên hijmarî bûn. Bi qertafa “-an”ê di şûna  “zarokan û zebeşan” de hatine bi kar anîn. Û  “çar û deh” bûne navdêr.

Emê piştî ve îzahatê li ser nîrxandina Komxebatê rawestin.

Komxebat dibêje:

“Bêjeya “Botan”ê di eslê xwe da pirhijmar e.”(rûpel 125)

Bila Komxebat li qusurê nenêre, Komxebat nizane pirhijmarî çîye. Ku Botan pirhijmar be gelo çend Botan hene?

            Daka em li koka “Botan, Xerzan, Şikakan, Behdînan û Batuwan, Heyderan” binerin. Koka van peyvan: “Boht, xerz, şikak, behdîn, Batu û Heyder”  e. Ev peyvên he di eslê xwe de nêrin.

Emê li bikaranîna van peyvan binerin.

Ku me bivê em bibêjin em ehlê van herêman e. Emê waha bi kar bînin.

Mînak:

Ez Bot-î  me

Ez Xerz-î  me

Ez Şikak  me

Ez Behdîn-î  me

Ez Batuw-î  me

Ez Heyder-î me

Ku em li gorî tespîta Komxebatê van peyvan bi karbînin. Dîvê em bibêjin:

Mînak:

Ez Botan-î  me

Ez Xerzan-î  me

Ez Şikakan  me

Ez Behdînan  me

Ez Batuwan-î  me

Ez Heyderan-î me.

Ku em li gorî tespîta Komxebatê îzafeya van peyvan bi kar bînin. Divê em van peyvan waha bi kar bînin.

Mînak:

Ez genimê Botan-ê dikirim.

Ez li Çemê Xerzan-ê derbas bûm.

Ez genimê Şikakan-ê dikirim.

Ez genimê Behdînan-ê dikirim.

Ez genime Batuwan-ê dikirm.

Ez genime Heydera-ê dikirm.

Ez xelk-ê Soran-ê me.

Ez helbestên Feqîy-ê Teyran-ê diecibînim.

Komxebat vê mînakê dide.

Mînak:

 “Ez dê biçim Botanê.”        (Ez ji Cizîr-a Botan-ê me.)

Ez dê biçim Şikakanê         (Ez ehlê Şikakan-ê me.)

Ez dê biçim Behdînanê       (Ez ehlê Behdînanme.)

            Di kurdî de navê cih û waran mê ne. Bi tewanga mêyîtîyê “ê” tên dîyar kirin.

Mînak:

Ez çûm Cizîrê.

Ez li Torê dirûnim.

Ez ji Serhedê hatim.

Lê ku navê cih û waran bi peyveka nêr hatibe bi nav kirin, ji ber ku ew nav, peyvên nêrin, qertafa mêyîtîyê nastînin. Wê demê navê cih û waran bi qertafa “-an”ê tê dîyarkirin.

Mînak:

Ez ji Botan têm.

Ez ji Xerzan têm.

Ez ji Behdînan têm.

Ez çûm nav Batûwan.

Ku navê cih û waran ravek(izafe) be, wê demê qertafa zayenda mêyîtîyê “- ê”  distîne.

Mînak:

Çemê Pesurê

Şetê Cizîrê

Genmê Serhedê

            Ku navê cîh û waran nêr be û ravek (îzafe) be, wê demê qertafa raveka mê “-ê” û ji bo navdêrên nêr qertafa “-an” tê  bi kar anîn. Qertafa “-an”ê ne pirhijmarî ye. Di şûna qertafa tewanga nêrîtîyê dehatîye bi kar anîn.

Mînak:

Çemê Botan

Çemê Xerzan

Genmê Behdînan

Xelkê Soran

Feqîyê Teyran

Dî van mînakan li jêr de îzafe heye. “-î” ya aîdîyetê ye. Ne hewceye  qertafa  zayenda“-ê” bê bi kar anîn. Kurdan wekî li jêr bi kar neanîye.

Mînak:

Ehmedê Xanîyê

Remezanê Xerzîyê

Nezîrê Torîyê

Xelîlê Botîyê

zimanê kurdîyê

zaravayê kurmancîyê

Komxebatê di heman mijarê de peyva “Gundik” mînak daye û waha bi kar anîye.

“Ez diçim Gundikê”

Ez pezê Gundik-ê-yan dikirim.

Ji ber ku peyva “gundik” navê gûndekî ye. Komxebatê qertava mêyîtîyê bi kar anîye. Komxebat dizane ku peyva “Gundik” nêr e. Ji ber wê çendê qertafa mêyîtîyê nastîne.

Rastîya vê hevokê waha ye.

Ez pezê Gundik-î-yan dikirim.

Ku em wekî Komxebatê bikin divê îzafeya peyva “Gundikê bi “-a”yê be.

Ku gotina Komxebatê rast be,  Divê em  navê “gundik” bi vî awayî bi kar bînîn.

Mînak:

Ez ji Gundik-a melê têm.

Esker Gundik-a melê  şewitand.

Lê rastîya van hevokan waha ye:

Ez ji Gundik-ê melê têm.

Esker Gundik-ê melê şewitand.

Me berî niha jî îzah kiribû. Peyvên nêr bibin navê cih û deveran jî qertafa zayenda mêyîtîyê nastînin. Bi qertafa tewanga “– î” an jî “-an“ê  tên dîyar kirin.

Nivîsandina hijmaran

Îzafeya hijmaran

Di îzafeya hijmaran de jî tevlîhevîyek heye. Me berî niha jî gotibû hijmara “-yek” ê mê ye. Hijmarên dîtir nêr in.

Ku hijmar rengdêr bin, qertafa diyarkirinê(tewang) û ravekê(îzafeyê) nastînin.

Di kurdî de rengdêrên hijmara resen qertafê nastînin. Nayîn tewandin û nayên dîyar kirin. Ku hijmar qertafa bistîne, hijmar wê demê di wezîfeya navdêran de ye.

Mînak:

Azad, ji deh kitêban zêdetir nexwendîye.

Azad, ji dehan zêdetir nexwendîye.

Di mînaka “Azad ji deh kitêban zêdetir nexwendîye” de “deh”ê qertaf nestandîye. Rengdêr e.“deh kitêban “jî raveka rengdêrê ye.

Di mînaka “Azad ji dehan zêdetir nexwendîye” de “deh”ê qertafa “-an” ê sitandîye. Peyva “dehan” di peywira navdêrê de ye. Di şûna “kitêban” de “-an” hatîye bi kar anîn.

  1. Di raveka rengdêra hijmarê de ku lêker negerguhêz be, navdêra piştî hijmarê ne bireser be, wî çaxî ne hijmar ne jî navdêr qertafê nastînin.

Mînak:

Çar zarok kenîn.

Di vê hevokê de peyva “çar”ê  û peyva “zarok”a qertaf nestandîye. Piranî bi“-n”ya li dawîya lêkera “kenîn”ê  pêk hatîye.

  1. Di raveka rengdêra hijmarê de ku lêker gerguhêz be, navdêra piştî hijmarê di peywira biresera nediyarkirî de be, wî çaxî ne hijmar, ne jî navdêr qertafê nastînin.

Mînak:

Min çar zarok birin.

Di vê hevokê de peyva “çar”ê  û peyva “zarok”ê qertaf nestandîye. Piranî bi“-in”a li dawîya lêkera “birin“ê  pêk hatîye.

  1. Di raveka rengdêra hijmarê de ku lêker gerguhêz be, navdêra piştî hijmarê di peywira biresera nediyarkirî de be, wî çaxî hijmar qertafê nastînin lê navdêr qertafa “an”a pirhijmarîyê distîne.

Mînak:

Ez çar zarokan dibim.

Di vê hevokê de peyva “çar”ê  qertaf nestandîye. Peyva “zarokan” qertaf a “-an”ê  standîye. Piranîya bi “-an”ê hatîye damezrandin.

  1. Ku hijmar di peywira têrkerê de be, wê demê hijmar qertafa “-an”ê distîne.

Mînak: Ji dehan heta bi bîstan bihejmêre.

  1. Ku berî hijmarê daçeka “bi, ji, li,di”bê bikaranîn, wê demê hijmar qertafa “an”ê distîne.

Mînak:

Bi pêncan bileyîze               (bi pênç kaban bileyîze)

Li pênçan gerîyan                (Li pênç malan gerîyan)

Di şeşan de zarok hene.     (Di şeş sinfan de zarok hene.)

6.Ku hijmar, raveka(îzafeya) hijmara rêzê be, wî çaxî navdêr berî hijmarê tê nivîsandin, hijmar jî qertafa “-an”ê distîne.

Mînak:

Ez di sinfa çaran de me.

Ez di sinfa çarem de me.

  1. Ku hijmar raveka (îzafeya) navdêran be, wî çaxî hijmar berî navdêrî tê nivîsandin. Hijmar qertafa raveka(îzafeya) nêrîtîyê “-ê”distîne.

Mînak:

Îro yekê Gulanê ye.

Di eslê xwe de ev hevok wiha ye:

Îro roja yekê  Gulanê ye.

Di vê hevokê de peyva “roja” ketîye.  Lazim bû “”ya li dawîya “yek”ê jî “-a” bûwa, lê “yek” jî wekî hijmarên dîtir. Qertafa îzafeya nêrîtîyê standîye.

Di derheqê qertafên ku tên dawîya hijmarê de hususîyetek dî jî heye.”î”ya tê dawîya hijmarên bist, sıh, çıl, pêncî, şêst, heftê, heştê, not, sed, hezar, milyon, milyar, trilyonê. di şûna “-an“ê de ye. Muhtemele ku ev qaîde ji zaravayê zazakî hatibe.

Mînak:

Min sed pez firotin.

Adar, sed pez-î bifiroşe.

(Eslê vê hevokê ev e: Adar, sed pez-an bifiroşe.)

Di vê mînakê de ne peyva “sed”ê ne jî peyva “pezî” qertafa pirhijmarîyê “-an” nestandîye. Peyva “pezî” qertafa “î” standîye. Qertafa “-î” di şûna  qertafa pirhijmarîyê “-an”ê de ye. Peyva “pezî” di peywira bireserê ne diyarkirî de ye.

Ji bo ku tevilhevî çênebe, navdêrên piştî hijmara; bîst, sih, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê not, sed, hezar, mîlyon û mîlyarî  jî, di şûna qertafa “-î” yê de qertafa “-an”ê bê  bi kar bînin çêtir e.

Mînak:

Sala 1920-î de           (sala 1920-an de)

Sala 1940-î de           (sala 1940-an de)

Komxebat di vî warî de jî mejîyê nivîskara tevlîhev dike. Bê îzahat waha pêşnîyar dike:

“Di sala 1914-an da “

“Di sala 1920-î da”

“Di sala 1870- da”

Gelo qey ne lazim e, di derheqê van tewanga de îzahatek bê kirin? Çire di “1914-an” de “-an” e. Çire di sala 1920-î” de “-î” ye.Di derheqê wezîfeya van tewangan de jî divê îzahat bê kirin.

Min li jorê jî îzah kir. Em van tewangan waha bi kar bînin çi ferq e?

Di sala 1914-an de “ Ev hevok waha ye.

(Di sala hezar û neh sed û çar dehan de)

-an”a li dawîya “1914-an” qertafa li dawîya “deh-an” e.

“Di sala 1920-î da” “Ev hevok waha ye.

(Di sala hezar û neh sed û bîst-an de ye.)

Ku ez bim; di şûna “î”yê de “-an” bê bi kar anîn çêtir e.

Qertafên “-î” û “-a”yê tu ferqîyên cida naêxin di wateya hevokê de. Qaîdeyên ziman çiqas bêne sehl kirin çêtir e.

    Nivîsandina Cînavkên “kî û kê”

Komxebatê di warê “kî, kê, kîjan, kîjanî û kîjanê” de  bi vî awayê li jêr îfade kirîye.

“Gruba xwerû           Gruba tewandî

Kî                                 kê

Kîjan                           kîjanî

Kîjan                           kîjanê

Kîjan                           kîjann”

Ez di tespîta Komxebatê de kêmayîyan dibinim.

Di vê derheqê de jî ezê fikren xwe peşkeş bikim.

Nivîsandina cînavka  pirsyarîyê “kî,  kê”

 

1.Nıvisandına cînavka  pirsyarîyê “kî”

Cînavka “” bi lêkerên  negerguhêz re tê bi kar anîn. Bersiv bi gruba cînavka “ez”ê tê dayin.

Mînak:

çû?             Bersiv :Ez çûm.

Balkêşî: Ku lêker negerguhêz  be jî,  cînavka “kî” di nava qalibê daçekê de bê bikaranin, Wê demê “kî” tê tewandin dibe “kê”

Mînak:

Tu bi kê re çûyî?  Bersiv : Ez bi wî/wê re çûm.

Di vê  hevokê de lêkera “çûyin” negerguhêz e. Divîbû  cînavka “kî” bê bikaranîn lê  cînavka “kî” di nav qalibê  daçeka  “bi……re”yê de hatîye bikaranîn. Bûye “kê”.

2.Nivîsandina cînavka  pirsyarîyê “kê”

Cînavka  “kê”bi lêkerên  gerguhêz re tê bi kar anîn.

Mînak:

got?          Bersiv : Min got.

3.Nivîsandina cînavka pirsyarîyê  “kîjan”

Ku “kîjan” cînavka pirsyarîyê be, sadece gruba cînavka “min”ê dibe kirdeyê wê hevokê.

Mînak:

Te kîjan anî?                        Bersiv : Min ew anîn.

Zelalê kîjan anîn?               Bersiv : Wê zarok anîn.

Kirdeyê vê hevokê  cînavka “min”ê ye. Di şûna “kîjan”ê  de jî “ew” hatîye bi kar anîn.

Balkêşî: Peyva “kîjan” bi peywira cînavka pirsyarîyê, ku bireser be, sadece gruba cînavka “min” ê dibe kirdeyê wê  hevokê.

  1. Nivîsandina rengdêra pirsyarîyê “kîjan”

Ku“kîjan” rengdêr be, bi herdu grubên cînavkan re jî tê bi kar anîn.

Mînak:

Tu çûyî kîjan bajarî?          Bersiv : Ez çûm bajarî.

Te kîjan xanî kirî?              Bersiv : Min ew xanî kirî.)

Balkêşî: Peyva “kîjan” bi peywira rengdêrê, hem bi gruba cînavka “ez” ê re hem jî bi gruba cinavka “min” ê re tê  bi kar anîn.

5.Nivîsandina cînavka pirsyarîyê  “kîjanî  û kîjanê”

Cînavkên “kîjanî  û kîjanê”  bi herdu celebên cînavkan re jî tên bi kar anîn.

Mînak:

Tu bi kîjanî ve çûyî?                        Bersiv : (Ez bi wî  ve çûm.)

Tu ji kîjanî re dikirî?                       Bersiv : (Ez ji wî re dikirim.)

Tu ji kîjanê re dikirî?          Bersiv : (Ez ji wê re dikirim.)

Tu  kîjanê  dibî?                   Bersiv : (Ez wê  dibim.)

Te bi kîjanî ve kir?               Bersiv :  (Min bi wî  ve kir.)

Te ji kîjanî re got?               Bersiv :  (Min ji wî  re got.)

Te ji kîjanê re got?               Bersiv :  (Min ji wê  re got.)

Eslê van hevokan waha ye.

Te ji kîjan zilam-î re got? Tu  kîjan keçik-ê  dibî?

Qertafa li dawîya “kîjan-î  û kîjan-ê”qertafên zayendê ne.

Peyva “zilam-î û keçik-ê” ketîye.“-î” û “-ê”ya li dawîya “zilamî û keçikê” hatîye dawîya rengdêra “kîjan”ê. Rengdêra “kijan”ê ji rengdêrî ketîye. Bûye “kîjanî  û kîjanê” êdî di wezîfeya(peywira) cînavka pirsyarîyê de ne.

Balkêşî: Bersıva her du gruban jî bi gruba “wî û wê”ê tê dayin. Di şûna “kîjanî  û kîjanê” de cînavka  “wî û wê” tê bi kar anîn.

Em dikarin vê bêjin:

Cînavka “kîjan-î” ji bo zayenda nêrîtîyê ye.

Cînavka “kîjan-ê” ji bo zayenda mêyîtîyê ye.

Di hevokên navdêrî de, cînavka “”yê tê bikaranîn. bersiva cînavkê, bi gruba cînavka “ez”ê bê dayin,

Mînak:

Kî zava ye?      Bersiv:   (Ew zava ye.)

Kî bûk e?         Bersiv:   (Ew bûk e.)

Kî şivan e?       Bersiv:   (Ew şivan e.)

Kî kebanî ye?  Bersiv:   (Ew kebanî ye.)

Ku di hevokên navdêrî de, bersiva cînavkê, bi gruba cînavka “min”ê bê dayin, Cînavka “kê”yê tê bi kar anîn.

Mînak:

Hûn mêhvanê ne?          (Em mêhvanê wî/wê ne)

Tu keça yî                                   (Ez keça wê/wî me.)

Ketina dengdêran

Hinek peyvên ku bingeha wan ji du kiteyan pêk tên,- ev peyv çi ji zimanê bîyanî hatibin çi kurdî bin,-  di kîta diduyan de “i” hebe, qertafeka ku bi dengdêran dest pê  bike were dawîya wê peyvê, wê demê di kîteya diduyan de “i” dikeve. Ji peyvê kîteyek kêm dibe.

Mînak:

Rikin              rik–i- n – ê     male               (riknê             male)

Zevî                zev-î- y – a    nîska,             (zevya nîska)

Kêrî                Kêr-î- y – ê     Xursê.            (Kêryê Xursê)

Keçik             keç-i- k – a     şehreza        (keçka şehreza)

Kurik             kur-i- k – ê     malê               (kurkê malê)

Şûnik              şûn-i- k – ê    me                  (şûnkê cila)

Golik              gol-i- k – ê     çêlekê            (golkê çêlekê)

Qesir              Qes-i- r- a     Qenco              (Qesra Qenco)

Bivir               Biv- i- r – ê     male               (bivrê malê)

Tevin             tev- i- n- a     sicadê             (tevna sicadê)

Kalik              kal- i- k- ê     min                 (kalkê min)

Fikir               fik –i –r-a       min.                (fikra min)

Zikir              zik-i- r -ê       sofîyan           (zikrê sofîyan)

Bavik             bav-i-k-ê       me                  (bavkê me)

Nanik            nan-i-k-ê       çûkan             (nankê cûka)

Qajik             qaj-i-k-ê        min                 (qajkê mn)

Dasik             das-i-k-a        cilo                 (daska cilo)

Şimik             şim-i-k-a       min                 (şimka min)

Tifik               tif-i-k-a          êgir                 (tifka êgir)

Berik              Ber-i-k-a        navmalê     (berka navmalê)

Bazin              baz -i- n-ê     desta              (baznê desta)

Kizin              Kiz-i-n-ê        dewaran         (kiznê dewaran)

Lepik              lep-i-k-ê        desta              (lepkê desta)

Ku lêker bi dengdêrekê dest pê bike, di kêşeya lêkerê de qertafa dema niha “-di” were pêşîya lêkerê, wî çaxê “i”dikeve û di hinek devokande “d” jî dibe“t”

Mînak:

Diavêje          davêje            tavêje ,

Diajo              dajo                tajo,

Diêxist           dêxist             têxist,

Dianî              danî                tanî,

Ku lêker bi dengdêrekê dest pê  bike, di kêşeya lêkerê de qertafa dema bê “-bi” were pêşîya lêkerê wî çaxê “i” dikeve.

Mînak:

Biavêje           bavêje,

Biajo               bajo,

Biêxe              bêxe,

Ku lêker bi dengdêrekê biqede, di kêşeya lêkerê de qertafa kesê yekemîn “-im” were paşîya  lêkerê wê demê “i”ya “-im”ê  dikeve.

Mînak:

Ez dizê-i-m.  Ez dizêm,

Ez bû-i-m      Ez bûm,

Carna ku cînavka “wî, wê” were dawîya daçekên “bi, di, ji, li” wê demê tîpa “i” û  “w” dikevin. Di şûna wan de “ê” tê bi karanîn.  “b” dibe “p” û “d” jî dibe “t”.

Mînak:

bi wê/wî ve               pê ve,

di wê/wî de               tê de,

ji-wê/wî  re               jê re bêjin,

li-wê/wî  bidin         lê bidin          ,

Gava ku peyva “hev” were dawîya daçekên “bi, di, ji, li” wê demê tîpên “i”  û “h” dikevin. “b” dibe “p” û “d” jî dibe “t”.

Mînak:

bi hev re        pev re çûn.

di hev de        tev de hatin.

ji hev re          jev re gotin.

li hev dan      lev dan…

Peyvek bi dengdêra “e, a”yê biqede, “yek” û “-a” were dawîya wê peyvê, wê demê tîpa “y” û  “e”yê dikevin û tîpa dengdêra di serê qertafê de tê şûna “e”û “-a” yê.

Mînak:

mase-y-ek                 masek,

mase-y-ê   me            masê  me,

kîte-y-a  vekirî           kîta  vekirî,

şûşe-y-a  destê wî    şûşa destê wî,

Afrîqa-y-a  bakur     Afrîqa bakur.

Nivîsandina navê hêlan

Di derheqê navê helan de tevlîhevîyek heye. Ezê di vê derheqê de fikra xwe peşkeş bikim.

Navên hêlan li gorî hêla Bakur û hêla Başûr tên serast kirin. Yanî hêlên bingehîn di qubletnameyê de jî Bakur û Başûr tên zanîn. Nexwe divê navê “navehêlan“jî li gorî van herdû serehêlan bêne damezrandin.

Di kurdî de navê hêlan nêr in

Navê hêlên serehêl  ev in:

Rojhilat, rojava, bakur, başûr

Navê hêlên navehêl ev in:

  1. a) Rojhilatê bakur,
  2. b) Rojavayê bakur,
  3. c) Rojhilatê başûr,
  4. d) Rojavayê başûr.

Komxebatê bi vî awayê li jêr “navehêl” li gorî îzafeya navdêra tirkî damezrandî ye.

Mînak:

  1. a) bakurrojhilatê Kurdistanê
  2. b) bakurrojavayê Kurdistanê
  3. c) başûrrojhilatê Kurdistanê
  4. d) başûrrjavayê Kurdistanê

Lazim bû ev peyv li gorî îzafeya navdêra kurdî bên pêkanîn û waha bûna.

Mînak:

  1. a) Rojhilatêbakur, (Rojhilatbakurê Kurdistanê)
  2. b) Rojavayê bakur, (Rojavabakurê Kurdistanê)
  3. c) Rojhilatê başûr, (Rojhilatbaşûrê Kurdistanê)
  4. d) Rojavayê başûr. (Rojavabaşûrê Kurdistanê)

Pêkanîna van peyvan li gorî îzafeya navdêra kurdî ye.

Dî van mînakan de ku em li gorî îzafeya kurdî bifikirin

“Rojhilat-ê bakur,” “rojhilat” aîdê “bakur” e.

Min li jorê jî îzah kiribû, navê “navehêlan” li gêrî “bakur”  û “başûr” tên tespît kirin.

Navên hêlan bi du awayî tên bi kar anîn.

  1. Bakurê Tirkîyeyê hînik e.

Di vê hevokê de peyva “bakurê” navê hêlekê ye. Ne navê herêmekê ye. “Bakurê” îzafeya navdêrî ye. Qertafa li dawîya peyva “bakurê” qertafa îzafeya nêrîtîyê ye. Qertafa li dawîya peyva “Tirkîye-y-ê” qertafa îzafeya mêyîtîyê ye.

  1. Kurdistana Bakur hînik e.

Di vê hevokê de peyva “bakur” navê herêmekê ye. Ne navê hêlekê ye. “Kurdistana Bakur” îzafeya navdêrî ye. Qertafa li dawîya peyva “Kurdistan-a” qertafa îzafeya mêyîtîyê ye. Li dawîya peyva “Bakur” qertaf nehatîye bi kar anîn.

Di tu awayi navê hêla bi serê xwe (bi tenê) nebûne navê herêma. Lê komxebatê hevoka “Ezê biçim başûrê” ji xwe re saz kirîye. Navê hêlekê kirîye navê herêmekê.

                        Em dikarin bêjin, bi navê herêmekê re navê hêla bê bikaranîn û alîyê wê herêmê bide diyarkirin an jî bi arîkarîya Qertafçêkera “î”yê peyvên wateya ehlê wî cihî bidin dîyarkirin, dibe.

Mînak:

Ez Başûrî me. Ez Bakurî me. Ez ji Kurdistana Başûr im.

Bikaranîna navên hêla, di dinyayê de ji bo dewletên Kore, Almanya û qiteya Emerîkayê hatîye bikaranîn.

Mînak:

Emerîka bakur, Emerîka Başûr, Koreya Bakur û Koreya Başûr. Almanyaya Rojhilat, Almanyaya Rojava, di erebî de “Şerqul Ewsat” Di kurdî de jî ji bo“rojhilata navî”, “rojhilata nêzîk” hatîye bikaranîn.

Tespîta komxebatê di derheqê navê hêla de çewt e.

Çimkû Komxebatê peyva “rojhilatê” di hevoka “rojhilat-a  navî” de qertafa raveka mêyîtîyê “-a” hatîye bikaranîn.

Komxebatê peyva “rojhilatê” di hevoka “rojhilat-ê Kurdistanê” de qertafa raveka nêrîtîyê “-ê” hatîye bikaranîn.

Komxebatê ev hevok bi kar anîye. “Ez ji paytextê başûrê hatim.”

Di vê hevokê de lêkera “hatim” ne gerguhêz e. Lê di hevokê de “paytextê Başûrê” ravek e (îzafe ) ye. Kêmayî di mana hevokê de heye. Ravek nehatîye timamkirin. Em nizanin gelo peyva “başûrê” başûrê Koreyê ye an başûrê Hindistanê ye an jî başûrê Kurdistanê ye.

Divê ev hevok waha be:

Ez ji paytextê Kurdistana Başûr hatim.” An jî;

Ez ji paytextê Koreya Başûr hatim.

Eger em bikarin navê hêlan di şûna navê Almanya an di şûna navê Koreyê, an di şûna navê Emerîkayê de bikarbînin, wî çaxî em dikarin ji bo Kurdistanê jî bi kar bînin.

Eger komxebat bêje em nikarin navê hêla ji bo Almanyayê, an ji bo Emerîkayê, an ji bo Koreyê bi kar bînin lê emê ji bo Kurdistanê bi kar bînin. Wê demê mexseda komxebatê cuda ye. Divê mexseda xwe îzah bike.

Zimanê Komxebatê

Ti ji zimanê Komxebatê nayê fêhmê. Ezê çend hevokên ku nayên fêhmê ji were pêşkêş bikim.

(Hevoka 1.)

“Herçî alfabeya kurmancîyê ya tîpgotinê ye, ango alfabeya bi tîp gotinê ye, maneya wê ewe ku gotinek tîp bi tip û her tîpeka wê jî bi alîkarîya navên mirovan dihê bilêvkirin.”(rûpel 19)

Komxebatê nekarîye mexseda xwe bi hevoka yekê îfade bike. Bi hevoka duyan xwestîye zelal bike. Bi hevoka duyan jî zelal nekirîye. Bi hevoka sêyan jî mexseda xwe nedaye fêhm kirin.

Ji van hevokan ti tişt nayê fêhmê. Gelo dibe ku Komxebat bi vî awayî nexwaze ku kes ji wan fêhm bike.

(Hevoka 2.)

“ji ber wê ye ku mirov wekî dipeyive, nanivîse.”r. 15

Ev hevok wergera ji tirkî ye. (Konuşulduğu gibi yazılmaz.)

Lê bi kurdî nayê wê manê.

Bi kurdî tê vê manê: Wekî mirov dipeyive mirov 

nenivîse.

Divê bi kurdî ev hevok waha be.

Ji ber wê ye ku zimanê axaftinê cuda ye, zimanê nivîsandinê cuda ye.”An jî “ziman, wekî axaftinê, nayê nivîsandin.”

(Hevoka 3.)

Herçî nivîsîna rêbereka rastnivîsînê ye. Ji bo wan zimanan hêsantire ku di warê qayîdeyên rastnivîsînê da, lihevhatinên wan yên civakî hene. r. 15″ 

Gelo Komxebat di van hevokan de çi dibêje?

Her halde ev wergereka ji tirkî ye. Tevlîhev kirine.

(Hevoka 4.)

“Herçî kitêbê dersan in jî ji hevudin cuda cuda ne.”r. 17

Gelo bi vê hevokê komxebat dixwaze çi bibêje?

Gelo Komxebat dixwaze bibêje: Di kitêbên dersan de jî qaîdeyên cuda cuda hatine bi kar anîn?

Ev hevok jî ji tirkî hatîye wergerandin.Hevok bi tirkî waha ye: Gerçi ders kitaplarında da farklılıklar vardır.

(Hevoka 5.)

Di her kovar û rojnameyeka me da mirov pir bi hêsanî dikare behsa qayîdeyên cuda bike.”r.17

Gelo ev hevok çi îfade dike?

Mexseda wan eve ku di kovarên me de qaîdeyên cuda hene? An jî mirov dikare di kovarên me de qaîdeyên cuda biparêze? Mexsed kîjan ji van e?

Ev hevok jî ji tirkî hatîye wergerandin. Tirkîya vê hevokê eve: Her bir dergi ve gazetemizde çok kolaylıkla farklı kurallardan söz edilebilir.

(Hevoka 6.)

Komxebat waha îfade dike:

“Gava ku beşa bêjeyekê di rêzêde hilneyê bi bendîkekê ve dihê veqetandin”r. 21

Gelo “beşa bêjeyê” çîye? Mexsed jê kîteya bêjeyê ye?

“bi bendikekê ve dihê veqetandin” gelo mexseda Komxebatê ewe ku “bi bendikê tê veqetandin” e

(Hevoka 7.)

“Lê gava ku mirov neşê tixûbê navbera bêjeyên hevedudanî yan jî tixûbê navbera pêşgiran yan jî paşgiran û bêjeyeka sade nas bike, pêgirîya morfolojîk jî dijwar dibe.” r. 24

Gelo Komxebat bi vê îfadeyê çi dijwar dike?

Ji sêrî û heta bi binê kitêbê, zimanekê wergera ji tirkî ye. Wergera wan jî ne serast e.

(Hevoka 8.)

“Hin kuştinên wan” (r.166)

bi serxwevehatinên  nexweşan (r.166)

hin kuştina wan (r.167)

hin kuştininên wan (r.167) 

Ev hevokên li jorê ji teref Komxebatê ve hatine bikaranîn.

Mixabin ev hevokên he, bi tirkî hatine amade kirin. Paşî jî wergerandine kurdî.

Nivîsandina lêkeran

Mejîyê Komxebatê di derheqê lêkeran de jî tevlîhev e.

Di nivîsandina lêkerên sade de Komxebatê nexwestîye li ser problemên vê mijarê rawestê.

Mînak:

Ez swêdî me.

Tu swêdî -y-î

Ew swêdî -y-e.

Em swêdî -n-e.

Hun swêdî -n-e.

Ew swêdî -n-e.

Gelo Komxebatê di derheqê  hevoka “Tu swêdî-y-î” de çire tiştekê nabêje?

Di dawîya  van hevokan de “-e” heye. Çire di dawîya “Tu swêdî-y-î”de çire “-e” tune ye?

“Şivan Perwer “di stiranên xwe de “Tu jî Êzîdî-y-e.“bi kar tîne.

            Gelo qey ne lazim e, ku ev bê îzah kirin? Wezîfeya Komxebatê ya sereke ew e ku tiştên îxtîlaf li ser heyî bên zelalkirin. Gelo wezîfeya “-î” yê çîye? Divê Komxebat van tiştan îzah bike. Nûka biryara bikaranîna wê bide.

            Komxebatê di derheqê lêkerên sade de xwe nebihîstî dike. Halbukî gengeşeyeka mezin li ser lêkerên “sade” tê kirin.

Mînak:

“Ez keça kurda me.” an      “Ez keça kurdan im.”

“Ez hostayê dîwara me.” an “Ez hostayê dîwaran im.”

“Ev sola jina ye.” an                “Ev sola jinan e.”

“Ez dîya lawa me.” an            “Ez dîya lawan im.”

Di rastnivîsê de ev mijar gelekê tevlîhev e.

Nivîsandina lêkerên “nesade”

Komxebat di vê mijarê de nizane çi dibêje. Di rûpelê 147an de  waha dibêje:

“Di nivîsîna dema dihatî da, divê ku gireya“bi“yê bihê nivîsîn.”

Mînak:

weha binivîse                          weha nenîvîse

Ez dê biçim                             Ez dê çim.

Ez dê bigirim               Ez dê girim.

Ez dê bîkim                             Ez dê kim.

Ez dê bikujim              Ez dê kujim

Komxebat di rûpela 148an de waha dibêje:

“Herçî lêkerên nesade ne, ji bilî lêkerên mîna “çêkirin” û “çêbûn“ê bêyî “bi“yê dihên nivîsîn.”

Mînak:

weha binivîse                          weha nenîvîse

Ez dê dagirim.            Ez dê dabigirim.

Ez dê rawestim.         Ez dê rabiwestim.

Ez dê hilkişim            Ez dê hilbikişim.

Ez dê vexwim.            Ez dê vebixwim.

Ez dê vegirim             Ez dê vebigrim

Ev tevlîhwvîyeka gelek mezin e. Di rûpelekê de Komxebat dibêje divê qertafa dema bê “bi” bê nivîsandin. Di rûpelê dîtir de dibîje; divê qertafa dema bê “bi” neyê nivîsandin.

Halbuki di nav gel de bi vî awayê li jêr tên bikaranîn.

Mînak:                     

Ezê bidagirim.           

Ezê birawestim.        

Ezê bihilkişim           

Ezê bivexwim.           

Ezê bivegirim            

Mejîyê Komxebatê di derheqê lêkerên tebatî (edîlgen)de, tevlîhev e.

Ka em li gotina Komxebatê binêrin ka çi dibêje:

“Di kurmancîyê da lêkerên têneper (intiransitiv) nabin tebatî. Lewma awayên nivîsîna hevokên nimûneyên li jêrîn şaş in.” r. 157

Nimûne:

“Av hat kelîn.

Bûk hat xemilîn.

li me dihê gerîn.

li vê mijarê pir hat fikirîn. (Ev lêker gerguhêz e.)

li ser pirsa çareserîyê pir hat rawestîn.

li ser vê pirsgirekê hat sekinîn.

Pirtûk ji ingilîzî hatîye wergerîn.”

Gelo lêkerên “kelîn, xemilîn, gerîn, fikirîn, rawestîn, sekinîn, wergerîn” ê nabin gerguhêz? Belê

çimkû ewan bi xwe di heman rûpelê de gotîye:

“Av hat kelandin.”  ku lêkera “kelîn” ê qertafa” -andin“ê bi gire  dibe gerguhêz.

“Bûk hat xemilandin.” ku lêkera “xemilîn” ê qertafa” -andin“ê sitand bû gerguhêz.

Pirtûk ji ingilîzî hatîye wergerandin.” ku lêkera

wergerîn” ê qertafa” -andin“ê sitand bû gerguhêz.

Ezê di vê derheqê de çend mînakan bidim da mijar bê fêhmkirin.

Mînak:

 “Kelîn”

Girar kelîya. (lêkera “kelîn” negerguhêz e.)

Adar girar keland. (Lêker gerguhêz e. “-andin” sitandîye.)

Adar av da kelandin.(Lêker gerguhêz e.“-andin” sitandîye.)

Girar hat kelandin.(Lêker tebatî ye. “Hat“standiye.)

“gerîn”

Ez gerîyam. (lêkera “geriyam” negerguhêz e.)

Adar ez gerandim.(Lêker gerguhêz e.“-andin“sitandîye.)

Adar ez dam gerandin.(Lêker gerguhêz e. da kirin.)

Ez hatim gerandin. (Lêker tebatî ye”Hat“standîye.)

Di van her du mînakan de me îzah kir ku lêkerên ku mînak hatîn dayîn bi qertafa “-andin” ê dibin gerguhêz.

Nexwe wekî Komxebatê gotî: lêkerên têneper (intiransitiv) nabin tebatî.” ne rast e. Lêkerên hatî îşaretkirin bi qertafa “-andinê” dibin gerguhêz.

Bi kurtayî wek hemû îşên me kurda:

 “Ji 500 berazî em hatin xiş xişê”                     

           

                                                                            21.04.2019

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*