Zanayê bilind û nas û pisporrê mezin, mamosta Mihemed Mîhrî ku ji Stembûllê destê alîkarî bo Hetaw dirêj kirbû û be şîrîntirîn şêwe û şêwr kelêna (yekêtîy zimanî kurdî) li Hetawê jmare 47 ve ta 74 tijî kirbû. Mixabin zemanê çepgerr wî jî bi me helal nedî û bi sebeba pîrî û nexoşî, pênûs ji destê wî derxist û derfet neda ku heta dawîyê xizmeta yekêtîya zimanê Kurdî bike.

Ez ku hêj taqeta min di leş û mêjî û çavên min maye, heta nefesa dawî li ser rêka xizmetê zimanê kurdî dernakevim û bi hemî hêz û taqeta xwe berve armanca yekêtîya zimanê kurdî diçim, min hîç tiştek bi qasî zîndîkrin û yekêtîya zimanê kurd bi pêwîsttir û girîngtir nabînim. Çunku her neteweyek ku bi temamî di axa esîrîyê da xeniqî be, eger bikare zimanê xwe biparêze, êdî wê her rizgarî bibîne. Her netewe û eşîrek ku azad û serbixwe jî be, eger zimanê xwe wenda bike, tiştê din jî wê wenda bike, çunku bi sebeba zimanê xwe nebe, nikare yekêtîya xwe biparêze, bê wan jî nikare azadîya xwe biparêze.

Neteweya bê ziman ji mirovekî kerr û lal zêdetir nîye, namûsa hemî neteweyek zimanê wî ye, heta niha me hezaran zilamê navdar û zana û pisporr û biwêjê wisa jê peyda bûye, ku mîna wan tune bûye. Ji ber ku bi zimanê me nehatine qeyd kirin niha gişt berze û wenda bûn û yan jî kilawê biyanyan li serê wan hatîye danan û em wan carek din nas nakin. Sebeba qeydnekirina wan jî bi zimanê me, tenê ev bûye ku çend sed sal e zimanê Kurdî bûye qurbana xîret û ş’ûr û wîcdanê mela û şêxên me, çunku wan çend sed sal e diwazde îlm û mamosta û biwêj û pizîşk bûn, her gav sermeşq û pêşengê Farsî û Turkî û yên din ji bo Kurdî ax dixiste ser û Hacî Qadir û mela Mihemedê Koyî (Melayê Gewre) nebe tu kes ji wan di hîç wextekî berê xwe nedaye zimanê xwe. Eger hinek kêm jî berê xwe daban zimanê Kurdî, êdî bi hezaran şûnewarê dîrokî û wêjeyî niha bê ser û şûn nedibûn û em jî çend sed salan li guhê gayê ranedizayn û li mala xwe em muhacir nedbûn û hêlîna me jî xira nedibû.”

***

 “Telegrafek ji Îstembullê bo Hetaw[2]

Telgrafekî cergibirrî Kurdî ji Stembull bi tîpê Latînî yê Kurdî li van rojan bi vî şiklî bo me hatîye:

Hewlêr- Êraq, Govarî Hetaw

Mixabin xo mamosta Mihemed Mîhrî koça diwayî kird. (Şiwan)

Ev telgrafe naxoşe, birînê min yên kevin û nû nûkir, wî jiyan ji min ra te’l kir û xulîya bêhêvîyetî û bêkesî bi serê min da kir. Mamosta Mîhrî te Kurdistan bi bê dillsoz û te Hetaw bi yetîmî bi cî hêşt! Ey gelî erdelanî û mukiryanî! Hêj xwelîya ser şan û serê we hişk nebûye, xwelî bi serdakirina Mamosta Mîhrî jî hat ser!

Mamosta Mîhrî! dîyar e te hest bi koça dawîya xwe kiribû, te dixwest ku di dîrokê da şermezarê Kurd û Kurdistanê nebî. Ji ber hendê di van dawîyê da bi rêka Hetaw te hemî derd û kovan û xema mişextiyê û paşmayîna Kurdistanê bi awayekî kurdperestane ji derûna xwe derxist derve.

Gelo neteweya Kurd çawa li bin barê supasya te û ciwanmêrîya te derbikeve? Ku te karî di nav cehennemê da dengê xwe bigehînê cenneta Kurdistanê.

Apê can! Ji bo nimûneya mezinî û mertebeya şan û heybeta te ewqas bes e ku di nav axa bîyanîyan da bi sebeba zekawet û hişyarî û hişmendîya te, te serê Kurdan di nav Moxol û Roman da bilind kirbû, tu li hiqûqê bûy muderîs, li abuqatîyê gehîştî dereceyeke pir bilind.

[1] Kovarî Hetaw, Sal: 3, Jimar: 75, 10ê Teşrîn 1956, s. 1-2

[2] Kovarî Hetaw, Jimar: 95, Sal: 3, 10 Gulan 1957, r. 22-23 (2466)