Faruk Aras/ Damezirandina DDKOyan ligel dîroka Kurdistanê bi xurtî girêdayî ye

0
3363
DDKO davasından bir oturum

Ez di sala 1945 de li bajarê Îstanbulê, li Samatya hatime dinê. Malbata min di destpêka sala 1940 de ji bo ticaretê (bazirganî) li Îstanbulê bicih bibû. Piştî bûyina min, malbata min vedigere Qersê. Ez di nasnameya resmî de li ser Qersê hatime qeydkirin. Malbata min malbateke dewlemend bû. Li aliyekî li Îstanbul û Qersê mexazeyên wan ê ticaretê hebûn û li aliyekî jî di xwedîkirina heywanan de karê xwe gelekî pêşde biribûn. Li mintiqaya Qersê di nav kurdan de ji bo çêkirina penêr zavota (mandra) herî modern ji aliyê bavê min ve hatibû çêkirin.

Bavê min bi xwe, beriya şoreşa Sovyetê li Ûrisêtê mekteba bilind xwendibû. Zimanê ûrisî gelekî baş zanibû. Ji aliyekî ve bi ticaretê re, ji aliyekî ve jî bi siyasetê re aktîf mijul dibû. Yek ji wan kesan bû ku hîmdarên Demokrat Partiyê (DP) ya Qersê bû. Serokatiya teşkîlata Qersê jî kir. Hetanî ku cuntaya leşkerî ya sala 1960î çebû û Demokrat Partî hate girtin, wî bi awayekî aktîf karê siyasî kir.

Ez bi xwe di nav vê atmosfera siyasî de mezin bûm.

Dayika min xanima malan bû. Em yanzdeh xwişk û bira bûn. Ji ber ku li gundê me Hewirmûşê dibistan tunebû, min xwendina xwe ya destpêkê li çend ciyên cuda; li gundê Pifîka Şêxa ya Qaxizmanê û li bajarê Qersê berdewam kir. Pişt re jî, min xwendina xwe ya navîn li Qersê bire serî.

Li wan salên ku min li Qersê li cem birayê xwe yê mezin xwendina xwe didomand, hêdî-hêdî li ser ‘Pirsa Kurd’ têgihaştinek bi min re çêdibû. Ji bo ku li mintiqaya Qersê birayê min ê mezin û çend kesên welatparêz ên din di vî warî de di nav danûstandinekê de bûn û mala ku em tê de diman ji hatûçûnê re gelek munasib bû, hingê bi wan kesan re hevnasîna min jî çêdibû.

 Dengê tevgera Kurdistana Başûr, bi taybetî dema ku têkoşîna çekdarî di bin serokatiya Mistefa Barzanî de dest pê kir, wek pêlekê di nav welatparêzên kurd ên Bakur de belav dibû. Barzanî ku ji sala 1947 ve li Yekîtiya Sovyetê bû û di sala 1958 de vegeriya Îraqê û wek qehremanekî netewî pêşwazî lê hate kirin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi resmî hat naskirin, gelek rojname û kovarên kurdî dest bi weşanê kirin. Lêbelê wê demê, gelek kurt ajot. Em dikarin bêjin ku piştî du salan hemû îmkanên destxistî ji holê rabûn û desthilatdariya Îraqê bi metodên ne demokratîk êrîşî kurdan kir. Li ser vê yekê Mistefa Barzanî ku li Baxdadê ji rewşa xwe ewle nebû, vegeriya Kurdistanê. Li ser êrîşên dewleta Îraqê yên eskerî şerekî dirêj î çendsalî dest pê kir ku heta 11ê adara sala 1970 dawî lê nehat. Ji ber vê yekê hemû sohbet û guftûgoyên însanên welatparêz li ser rewşa kurdayetiyê çêdibûn…

Ji aliyê din ve jî, bi girtina 49 welatparêzên kurd ku wek ”49an” hatin navlêkirin, çi dema ku derheqê wan de an jî li ser rewşa wan a huqûqî xeberek di rojnameyan de derdiket, bi heyecaneke mezin dihate teqîbkirin. Di nav wan kesan de hin hemşeriyên me jî hebûn, wek Medet Serhat, Naci Kutlay, Yaşar Kaya, Halis Yokuş û Yavuz Çamlıbel. Vê yekê bi xwe heyecaneke din dida min, ji ber ku her kîngê resmên wan di rojnameyan de derbiketana, birayê min û hevalên wî, ew kesên ha bi dest nîşan didan. Bi girtina wan re birayê min û hevalên wî jî ketin nav fikaran, ji ber ku van operasyonan dikaribû xwe bigihînin wan jî. Çunke beriya girtina wan, Yavuz Çamlıbel li Qersê eskeriya xwe dikir û danûstandina wî bi van kesan re hebû. Min bi xwe, Çamlıbelî li cem birayê xwe dît û nas kir. Li ser vê yekê, çawa ku girtina wan hat bihîstin, birayê min hemû pirtûk, kovar (kovarên ku ji Ewropayê dihatin û diketin destê wan. Bi taybetî jî nivîs û wêneyên li ser şoreşa Başûr di nav wan kovaran de cih digirt) û rîsaleyên Seîdê Kurdî (Bedîuzzeman) yên ku li malê hebûn, birin û emanetî nasekî me kirin.

Pişt re kovarên wek Dîcle-Firat, Deng û Yeni Akış gihîştin ber destê me. Ev kovarên ha, di nav kesên welatparêz de kêfxweşî û dilşayiyeke mezin afirandibûn. Di nav hin hevalên kurd de di vî warî de danûstandin û diyalog hebû.

Dîsa Hukumeta Tirkiyê di tebaxa sala 1963 de li dijî welatperwerên kurd dest bi êrîşan kiribû; bi dehan kes hatibûn girtin û 25 kes ji wan bi cezayên giran hatibûn mehkemekirin. Vê yekê jî tesîreke mezin li ser welatperwerên kurd hişt.

Piştî ku xwendina min a navîn qediya, ez hatim Anqerê û di beşa ekonomiyê de min dest bi xwendina universîteyê kir.

Di wan salan de li nav welatparêz û xwendevanên kurd lêgerînekê dest pê kiribû.

Piştî Cuntaya Eskerî ya sala 1961 hin guhartinên balkêş qewimîbûn. Ya rastî, bi guhartina Qanûna Esasî re di warên siyasî, çandî û fikrî de gelek tiştên nû derketibûn holê. Di nav rewşenbîrên tirk û kurd de, gengeşiyekê dest pê kiribû. Danûstandinên kapîtalîst, nakokiyên çînî, pirsa bindestiya gelan û îdeolojiyên navnetewî bi xurtî dihatin munaqeşekirin. Bêşik ev yek bi giştî netîceya guherandinên ekonomîk, polîtîk û sosyalî (civakî) bûn.

Di vê periyodê de partiyên sosyalîst, sendikayên çînî û komeleyên mehellî dihatin damezirandin.

Salên ku em nû hatibûn Anqerê, xwendevanên kurd li ser navê bajarên xwe komele saz dikirin. Wek mînak: “Komela Xwendevanên Agiriyê”, “Komela Pêşdebirin û Danasîna Bidlîsê”, “Komela Çanda Mêrdînê” û hwd. Bi rastî van komelên ha di gelek waran de rolên xwe yên taybetî dilîstin; şevên şahiyê çedikirin, di van şevan de folklora kurdî, axaftinên siyasî û nasandina bajarên Kurdistanê cihekî fireh digirt. Bi vê munasebetê hemû kurdên van bajaran bi rehetî dihatin cem hevdu û bi hev re pêwendiyê saz dikirin.

Di van salan de, faşîstên tirkan jî bi êrîş û tehdîdan li hemberî kurdan cebheyên devbixwîn vekiribûn. Kovarên wek Ötüken û Milli Yol li hemberî kurdan bi eşkereyî banga qatlîaman dikirin. Faşîstên wek Nihal Atsız bi gotinên bêedeb êrîşî kurdan dikirin. Dîsa, mebûsê wîlayeta Nigdeyê Asım Erenî ji bo kurdan banga ”mukabele-î bil mîsîl” dikir. Di vê banga xwe de wî digot, ”…muqabilî tirkmenên Iraqê gerek kurd bêne qetilkirinê.” Li aliyê din, li Kurdistanê kiryarên gelek hovane dihatin kirin.

Digel vê yekê nozdeh komeleyên mehellî belavokek li ser navê ”Ev e meydan, ka hela kî berra kê dide!” helwesta xwe li hemberî faşîst û nijadperestên tirkan nîşan dan. Vê yeke tesîr û moraleke mezin li ser gelê kurd dihîşt.

Salên 1960î û Damezirandina Partiyên Millî û Çepgîr

ji çepê ber bi rastê ve: Faruk Aras, Xalit Guneş, Nacî Kutlay, Usivê Maraşî

Di sala 1965 de li Kurdistanê “Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDKT)” hat damezirandin. Serokê partiyê abûkat Faik Bucak bû. Navê Faik Bucak di nav gel û welatperweran de navekî birûmet û hizkirî bû. Lê mixabin bi destê dijminê xwînxwar hate kuştin. Piştî kuştina Faik Bucak, Said Elçi bû serokê wê. PDKT partiyeke veşartî/îllegal bû.

Min bi xwe Said Elçi ji nêzîk ve nas kir. Cara pêşiyê min Elçi li Anqerê di otêlekê de li cem Mehmet Ali Aslan dît. Ez ji bo ziyareta M. A. Aslan çûbûm otêlê, Elçi jî hatibû ziyaretiya wî. M. A. Aslan me bi hevdu da nasandinê. Elçî di gotina xwe ya pêşiyê de got ”ez dixwazim sualekê ji te bikim, birazî”. Min got “kerem bike”. Elçi got ”tu rastgîr yan çepgîr î?” Min got ”ez çep im”. Elçi bi henekkî got ”wê çaxê zehmet e ku em bi hev re bibin dost” û em li ser vê gotinê tev bi hev re keniyan.

Piştî demekê ez û hin heval ji bo kar û xebatên DDKOyan, wek grûbeke DDKOya Anqerê em çûn Amedê. Grûbek jî ji DDKOya Îstanbulê hatibû. Di nav vê grûbê de hevalekî bi navê Ahmet Kızıler hebû. Ew bi xwe di meseleya çepîtiyê de gelek hişk bû. Nêzîkî grûbeke Maociyan bû. Rojek ji rojan di dikana Niyazî Hosta de dilê Ahmet sekinî û me ew hilda nexweşxaneyê. Lêbelê, di nexweşxaneyê de kesekî wek doktor bikaribûya mudaxaleyî rewşa Ahmet bikira, tunebû. Li ser vê yekê, demeke bêwext de ez bi lez û bez çûm, min li deriyê mala Dr. Tarık Ziya Ekinci xist û rewşa Ahmet jê re got. Dr. Tarık di cih de kincên xwe li xwe kirin û çenteyê xwe hilda û bilez gihîşte hewariya Ahmet. Piştî mudaxeleyê Ahmet bi ser xwe ve hat.

Li ser vê yekê Said Elçi jî bi bûyera Ahmet hisiya û ji bo ziyaretê hate nexweşxaneyê. Wî, çend caran ji bo Ahmet li malê xwarin dabû çêkirin û ez ne xelet bim, bi lawê xwe Fuat re şandibû nexwaşxaneyê. Di vê periyodê de min jî wî carek-du caran di mala wî de ziyaret kir û me li ser meseleyên rojane û siyasî sohbet kir.

Min van bîrhatinên xwe ji bo ruhiyeta însanên me qiset kir. Dixwazim bêjim ku, bîr û baweriya însanan çi dibe bila bibe, di dilê her kurdekî welatperwer de, ji bo kurdekî din cihekî germ heye.

Ez li vira Said Elçi bi rehmet bibîr tînim.

Li Tirkiyê di sala 1961 de ji aliyê hin sendîkavanan ve Partiya Karker a Tirkiyê (TÎP) hatibû damezirandin. Piştî demekê kesên ronakbîr û akademîsyen jî ketin nav refên TÎPê. Di nav wan kesan de grûbeke kurdan jî hebû. Di nav vê grûbê de kesên wek Tarık Ziya Ekinci, Canip Yıldırım, Kemal Burkay, M. Ali Aslan, Naci Kutlay, Tahsin Avcı, Kürt Reşit, Niyazi Tatlıcı (Niyazî Hosta) û gelek kesên din hebûn. Bi ya rastî TÎP ji bo kesên pêşverû, demokrat, sosyalîst û çepên kurdan bibû merkezeke cazîbeyê. Ji bo ku TÎP li gor partiyên din zêdetirîn muxalîfî rejimê bû. Ew kesên ku dixwestin li hemberî zilm û zordestiya dewletê xwe organîze bikin, ji derveyî TÎPê di legalîteyê de tu alternatîf nedîtin. Partiya Karker a Tirkiyê (TÎP) nêzîkî panzdeh nûnerên xwe şandin parlamentoyê. Wan kesan li hemberî partiyên kevneperest têkoşîneke hêja dan. Vê yekê di nav gelê kurd û tirk de heyecaneke mezin çêkir. Bi taybetî êvaran ji bo ”Saetên Meclisê” guhê her kesî li radyoyan bû. Li ser vê yekê, bi taybetî jî navê Mehmet Ali Aybarî û Behice Boranê ji aliyê her kesî ve dihat zanîn. Her çiqas di nav YTP (Yeni Türkiye Partisi) de fîgurekî kurdan ê wek Yusuf Azizoğlu hebû jî, lêbelê van partiyên ha cewaz nedidan ku pirsa kurdan bête munaqeşekirin.

Di wan salan de li cîhanê gelek partiyên sosyalîst û komunîst pêşengiya rizgariya milletên bindest dikirin. Vê yekê li ser ronakbîr û entellejensiya milletên bindest ên din jî tesîreke mezin dikir. Wê demê rûmeteke mezin a sosyalîzmê hebû.

 Grûba kurdan di nav TÎPê de wek ”Doğulular Grubu” dihat nasandin. Ev grûb, di nav TÎPê de ji aliyê balansa siyasî ve xwediyê giraniyekê bû. Hin kesên ji vê grûbê di rêvebiriya partiyê de hertim cih digirt. Wek mînak, M. Ali Aslan bû serokê TÎPê. Di vê demê de Grûba Kurdan, demokratîzekirina Tirkiyê ji bo çareserkirina ‘Pirsa Kurd’ gelek girîng didît. Lêbelê di nav xwendevanên ciwan de baskeke din a taybet ji bo çareserkirina pirsa kurdan selfdetermînasyonê (mafê tayînkirina çarenusa xwe) wek çare didîtin. Ji ber vê yekê jî di nav kurdan de munaqaşeyan hêdî-hêdî dest pê kiribû. Vê yekê bi xwe re fikra rêxistineke serbixwe anî. Di vê periyodê de, ez dikarim bêjim ku, TKDP û T-KDP tesîra xwe hêdî-hêdî di nav gencan de nîşan dida. Di vî warî de, bi taybetî jî fealiyetên Dr. Said Kırmızıtoprak (Dr. Şivan) nîveşkere bibûn.

Li vira divê em destnîşan bikin ku, di nav TÎPê bi xwe de jî munaqeşeyên hişk dest pê kiribûn. Di warê îdeolojîk de du grûban li hemberî hevdu bêwestan kar dikirin. Di nav van grûban de yek jê li ser xêza Milli Demokratik Devrim (Şoreşa Netewî ya Demokratîk) alîgiriya Dev-Gençê dikir. Li gor dîtina wan Tirkiye di bin nîrê emperyalîzma DYA de bû, rewşa aborî jî, feodal û nîv feodal bû. Ji bo vê yekê jî pêwîst bû ku hemû hêzên millî di cebheyekê de li dijî DYA şer bikin. Dîsa li gor baweriya wan şoreşa M. Kemalî hê dawî lê nehatibû, gerek ev şoreşa hanê bihatana domandinê. Di nav van dîtinan de navê ‘artêşa tirk’ cihekî taybet digirt. Ji ber ku wan bawewr dikir ku di şertên wan rojan de hêzeke şoreşger, a ku bikaribe pêşengiya vê şoreşê bike, nîn bû. Ji bo vê yekê, esker û ciwan hêzên sereke dihatine dîtin. Slogana wan a bingehîn jî ”ordu gençlik el ele milli cephede (xort û artêş li cebheya netewî dest bidin hev)” bû. Hêza ku li dijî vana radiwestiya û ji xwe re Sosyalist Devrimciler (Şoreşgerên Sosyalîst) digot; li gor wan di rewşa Tirkiyê ya wan rojan de, şertên şoreşeke sosyalîst amade bibûn. Ji ber ku li Tirkiyê nakokiya sereke di navbeyna burjuvazî û çîna karkeran de bû û çîna karkeran (proleterya) dikaribû pêşengiya vê şoreşê bike. Ji ber vê yekê jî şoreşeke sosyalîst dikaribû hemû problemên Tirkiyê yên civakî, aborî û sosyalî çareser bike. Ev cudatiya li nav TÎPê bi salan bi şerên îdeolojîk û fizîkî re hate ajotin. Gelek caran di kongre, civîn û kolanan de di nav alîgirên her du grûban de şer çêdibû.

Li wê rewşa heyî, di nav TÎPê de gelo grûba kurdan di nav kîjan baskî de cih digirt? Baskê ku ji xwe re digot em MDDcî ne, bi nasyonalîstiya tirkayetiyê hatibû xemilandin. Lê mixabin hinek ji  kurdan vê bîr û baweriyê bi rehetî qebul dikir. Ev yek, bi taybetî di nav hin ciwanên kurdan de hebû. Lêbelê tu tesîreke wan li ser gel tune bû, em dikarin bêjin ku, grûbeke marjînal bû. Kurdên di nav TÎPê de, bi giranî xwe dispartin baskê ku ji xwe re digot Sosyalist Devrimci. Evana wek dîtîneke îdeolojîk hîn pozîtîftir dihatin xuyakirin. Qet nebe ne darbecî bûn û ne jî orducî bûn. Tevî vê yekê, ew bi xwe jî, di pirsa kurdan de ne durust û ne jî dilxwaz bûn. Ji ber vê yekê her diçû kurdan zêdetir mesafe datanîn navbeyna xwe û wana. Ji derveyî ”Grûba Kurdan” hin grûbên din, ên wek ”Aybarcılar”, ”grûba Aren-Boran” û ”Sosyalist Sendikacılar” jî peyda bibûn.

Ya rastî pêşverû û sosyalîstên tirkan tu car dilxwazê tevgera gelê kurd a azadîxwaz nebûn. Hartim daxwaza wan ew bû ku, divê kurd piştevaniya wan bikin û di bin emrê wan de bin. Her kingê kurdan bixwesta ji derveyî tirkan xwe birêxistinî bikin an jî bîr û baweriyên cuda biparêzin, pêşverûyên tirkan hema di cih de refleksa ”ev yek xizmeta emperyalîzmê û kevneperestiyê dike!” nîşan didan. Hertim, kurd ji bo xwe wek potansiyeleke alîgir didîtin. Li gor konjoktura rojane siyaseta xwe dimeşandin..

Lêbelê li vir ked û cesareta Îsmail Beşikçi gerek tu car neyê jibîrvekirin. Wê demê, wek akademîsyen û ronakbîrekî, analîz û dîtinên wî cihekî taybet digirtin. Ew hertim wek têkoşer û şervanekî kurd li hemberî neheqî û bêhuqûqiya dewletê radiwestiya. Ji bo doza kurdan jiyana wî bi dehan salan di hepisxaneyan de derbas bû. Ji wê demê bigrin heta bi roja me, wî tu car serê xwe li ber zor û neheqiya dewletê neçemand.

Damezirandina DDKOyan bi Dîroka Kurdistanê ve Xurt Girêdayî ye

Hewce nîne em vegerin sedsalên 18. û 19an jî. Piştî Şerê Cihanî yê Yekem Împaratoriyên wek Împaratoriya Osmaniyan ku li ser bingeha pirr-milletî, pirr-dînî û pirr-zimanî hatibûn damezirandin belav bûn. Di dewsa wan de netewedewlet hatin avakirin. Bi dehan dewlet bi vî qerekterî li ser axa Balqanan û Erebistanê derketin holê. Milletê kurd, ji vê merhaleya dîrokî ya taybet bêpar ma. Em dev ji bêparmayinê berdin, di ser de jî, welatê kurdan ji nû ve hat parçekirin û ket bin nîrê çar dewletên xwînxwar. Parçebûna Kurdistanê felaketeke girîng bû ku tesîrê li ser hemû bûyerên paşeroja dîroka gelê kurd kir.

Piştî Şerê Cihanî yê Yekem neheqiyeke mezin li hemberî gelê kurd çêbû. Li ser parçeyek axa Împaratoriya Osmaniyan Komara Tirkiyê hate damezirand. Ev yek ji bo milletê kurd bû destpêka zilmeke bêsînor. Paradîgmaya komara Tirkiyê li ser esasên yek millet, yek ziman, yek ala û yek dewlet hate danîn. Bi vî awayî, ev yek hat vê manayê ku, ji derveyî milletê tirk tu kes nikare behsa hebûna milletekî din, zimanekî din û kultureke din bike. Bermayiyên nasyonalîst û faşîst ên ”Partiya Yekîtî û Pêşketina Osmanî” (Osmanlı Îttihat ve Terakki Fırkası) bûn hukumdarê axa Kurdistanê. Yanî serkêşên vê tevgerê, mîratxwirên împaratoriyekê bûn.

Li vir tiştê girîng û balkêş ew e ku, di damezirandina Komara Tirkiyê de, Kemalîstan alîkarî û piştevaniyek mezin ji kurdan stand. Lêbelê di vî babetî de divê ku mirov ji xwe bipirse, gelo kurd wek milletekî ji bo çi nikaribûn rewşa xwe ya wê demê rasyonalîze bikin? Gelek mixabin ku em nikarin vê pirsê tenê bi faktorekê ve îzeh bikin. Ji bo ku ev yek baş bête ronîkirin, ya yekemîn em dikarin bêjin ku, di parçebûna Împaratoriya Osmaniyan de gelek welatên kolonyalîst û emperyalîst piştgiriya miletên li Balqanan û Erebistanê kirine. Lêbelê tu kesî, tu cihetî û tu welatek alîkarî û piştgiriya gelê kurd ê mazlum û bindest nekir. Wana kurd teslîmî barbariya welatên dagirker kirin. Ji ber ku ev parçebûn li gorî berjewendiyên emperyalîstên wê rojê hatibû realîzekirin. Eşkere ye ku çend sebebên girîng ên hundurîn jî hebûn ku tesîreke mezin li ser tevgera neteweperwer kiriye. Wek numûne, nebûna yekîtiyê di navbera hêzên kurd de. Çend nuqteyên din jî hene, divê ew bi xetên qalind wan destnîşan bikin: yek ew e ku, di nav kurdan de şuûreke mîllî ya muşterek çênebibû; bêhêzbûna burjuvazî û rewşenbîran û nebûna tevgereke modern rê da ku anarşîzma feodaliyê kurdan parçe-parçe bike. Her eşîrekê û serokeşîretan li gor berjewendiyên xwe helwest digirt, asoya bîr û baweriya wan gelek teng bû, ev yek jî bû sedemê paralizasyona (felcbûn) civata kurd û tesîreke mezin li ser serhildanên kurdan kir. Nuqteyeke din jî, rewşa cografya û axa kurdnişîn îmkanên mezin dida destê dewletên dagirker. Ji ber vê yekê hatûçûn, danûstandin û pêwendiyên kurdan bi hev re hatibûn qutkirin. Vê yekê bi xwe gelek asteng û bend li pêşiya tevgera kurd pêkanîbûn.

Digel van bûyeran faktorekî din jî heye ku gerek bête bîranîn. Ev yek jî ew e, dewletên ku li ser axa Osmaniyan hatin damezirandin, di nava tu yekî de jî ne demokrasî ne jî huqûqnasî hebû. Bi taybet dewletên ku Kurdistan di nav xwe de parçe kiribûn, gişt jî xwedî rejimên faşîst, otorîter û şoven bûn. Dîsa gerek em ji bîr nekin ku, Kemalîstan ji bo demekê be jî, ji bo ku opozisyona (muxalefeta) kurdan a li hemberî xwe bikaribin bişkênin, nasyonalîzma xwe bi îslamiyetê ve kombîne kirin. Vê yekê jî tesîreke mezin li ser kurdan kir. Ji ber ku Îslamiyet wek dînê hevbeş ê gelên misilman e, bûye perdeyek ji bo sergirtina zilm û zordestiya desthilatdarên Tirkiyê û hemû welatên dagirker ên din. Kemalîstan damezirandina Komara Tirkiyê wek şerê li hemberî gawuran nîşan dan. Mixabin ku  hinek kurd jî bi vê yekê hatin xapandin û alîgiriya Kemalîstan kirin. Mistefa Kemal ji bo tevgera tirkan a neteweyî, ji bajarên Kurdistanê li Erzromê û Sêwasê dest bi karê xwe kir. Di wan civînan de gelek elît û grûbên kurdan bi awayekî gelek aktîf beşdar bûn û bi hemû îmkanên xwe ve piştevaniya xebata Mistefa Kemalî kirin. Lê li hember vê jî, Kemalîstan çawa ku ciyê piyên xwe qayîm kirin, ewqas bi tundî û zordarî êrîş birin ser kurdan. Rejima Tirkiyê bi siyaseteke şovenîst a asîmîlasyonîst destdirêjiya hemû mafên gelê kurd kir. Vî karê xwe ewqas pêşde bir ku zimanê kurdî bi xwe jî qedexe kir, navê kurd û Kurdistanê ji kitêban derxist. Ew yeka hanê bêşik, ji bo entellektuelîzma kurdan bû derbeke mezin. Ji xwe di dema Partiya Gel a Cumhuriyetê (CHP) de siyaset hatibû monopolîzekirin, di vê periyoda korporativist de her rêxistin bêyî îtirazekê di bin înîsiyatîfa CHP de dihat damezirandinê û rêvebirinê. Ev xusûsiyet ji tradîsyona Îttihad we Terakkî ya 1908-1918 dihat. Dewletê çi bi civakî û çi bi siyasî rê nedida ber tu kesî û hêzî. Ya rastî di dema CHP de, partî (CHP) û dewlet wekî organek dihatin şirovekirin. Yanî siyaset aidî dewletê bû. Yek ji sîmge û xusûsiyeta dewletê jî, kultê (perestiya) şeftiyê bû. Ev yek wek ”Şefê Ebedî” û ”Mîllî Şef” dihat navlêkirinê. Ev awa rêvebirî sîstemeke korporatîst û faşîst bû.

Lêbelê, li vir tiştê girîng û balkêş ev e ku, digel asteng, hovîtî û xwînrêjiya wan welatan, dîsan jî kurdan tu car dest ji doza xwe bernedane. Di welatê me de tu car çirûskên azadî û berxwedanê netemirîne. Ji bo kurd ser axa xwe serbest, azad û di nav şadî û bextewariyê de bijîn, bi dehan serhildan çêbûne. Tenê li Kurdistana Bakur, ji dehan salan dirêjtir şerên giran di navbera milletê kurd û nijadperestên tirkan de ajot. Karbidestên Tirkiyê hertim bi retorîkeke faşîzan serhildanên kurdan wek ”Kevneperestî”, ”Eşqiyatî”, ”Hêzên Eşîretî”, ”Berdevkên Ecnebiyan” îtham kirin. Sebebê vê yekê, ji bo ku tevgera kurdan wek tevgereke etno-polîtîk neyête dîtinê, bête tecrîtkirin û îzolekirin bû.

Her çiqas piştî serhildana Dêrsimê, li Kurdistana Bakur ji bo demekê bêdengiyek çêbûbe jî, lêbelê li parçeyên din ên Kurdistanê têkoşîna gelê kurd bêrawestan ajotiye. Pêwîst e bête gotin ku piştî Şerê Cihanê yê Duyem û bi taybetî di dema Komara Demokratîk a Kurdistanê de hestên netewayetiyê di nava kurdan de gelek bihêztir bûne. Dema ku di sala 1959 de Barzanî zivirî Iraqê, ew bi merasîmên mezin hat peşwazîkirin. Serhildana sala 1961 di nav gel û ronakbîran de bû şahiyeke mezin. Bi taybetî tevgera gelê me yê Başûr di kûrahiya civat û dîroka me de cihekî pirr girîng girtiye. Ji ber ku li Kurdistana Bakur salên bêdengiyê dirêj ajotin, ji ber ku hovîtî û xwînrêjiya dewletê di nav gel de bû sedemê tirs û xofê, her çiqas hin kesên welatparêz cih bi cih hestên xwe li hemberî vê zilmê nîşan dabûn jî, lê di eslê xwe de ev yek nikaribû bersîva vê zilmê û tadayiyê bide.

Me di pêş de got ku, di salên destpêka 1960î û pê ve pêşteçûyineke fikrî dest pê kiribû û gelek meseleyên siyasî û civakî dihatin munaqeşekirin. Di aliyê din de jî, ramanên nû û rizgarîxwaz bala gelê kurd jî dikişandin. Bi taybetî li welatên Cîhana Sêyem ji bo azadî û serxwebûnê serîhildanên mezin çêdibûn. Gelên dinyayê yên bindest, li dijî xizanî û belengaziyê, xwe li hemberî emperyalîst û kolonyalîstan birêxistinî dikirin.

Di salên 1967-69 de bi navê ”Doğu Mitingleri” xwepêşandanên mezin çêbûn. Ew mîtîng bi giranî ji aliyê kurdan ve hatin organîzekirinê. Di mitingan de, zilm û neheqiyên ku li ser gelê kurd hebû, dihat teşhîrkirin. Nûnerên TÎP (Partiya Karker a Tirkiyê) û şexsiyetên kurdan ên naskirî tev bi hev re di wan xwepêşandanan de beşdar dibûn û axaftin dikirin. Ev miting li dora panzdeh bajarên Kurdistanê çêbûn. Wê bûyerê tesîreke mezin li ser gelê me hîşt.

Çawa têye xuyakirin, di dîrokê de gelek sebebên cuda-cuda li ser tevgera Kurdistana Bakur tesîr kirine. Di vê demê de yekemîn car di warê siyasî yê legalîteyê de ronakbîr û welatparêzên kurdan dest bi lêgerîna organîzebûyînê kirin. Demeke dirêj li ser vê babetê munaqaşe û danûstandin çêbûn. Di van goftûgoyan de pirsa sereke çêkirina rêxistineke serbixwe bû. Li gor konjonktura wê rojê û şert û zirufên heyî ji bo partiyeke legal a kurd, dest nedidan. Her çiqas navê KDP li hin derûdoran dihat axaftinê jî lê tu aktualîteyeke wê tune bû, ji xwe ew partiyeke îllegal bû. Ji ber vê yekê, rewşê ji bo rêxistineke sivîl dest dida.

Demeke Dîrokî û Damezirandina DDKOyan

Damezirandina DDKOyan, bêşik di dîroka gelê me yê Bakur de pêngaveke pirr girîng e. Çawa me li jorê jî destnîşan kir, piştî cuntaya eskerî ya sala 1961 bi amadekirina Qanûna Esasî ya nû re, di warên civakî, siyasî û rêxistinî de atmosfereke nû û dînamîk dest pê kiribû. Her çiqas gelek kêmasiyên girîng hebûn jî, bitaybetî di warên fikra azad de destpêka demeke nû bû. Fikrên sosyalîst, çînî, neteweyî û hwd. di nav civata Tirkiyê û Kurdistanê de bihêz dihatin munaqeşekirinê.

Kesên xwedî raman li ser bingeha pirsgirêkên civakî û siyasî xwe organîze dikirin. Di wan salan de, di nav welatperwerên kurd de ji bo rêxistînî û organîze bûyînê hewildanekê destpêkiribû. Ev yek bihêz dihat munaqeşekirin. Piştî gelek danûstandinan ji bo damezirandina DDKOyan biryar hate dayin.

DDKO cara pêşîn li Anqere û li Îstanbulê ji aliyê xwendevanan ve hatin damezirandin. Damezirênerên her du DDKOyan, em dikarin bêjin ku bi giştî ji xwendevanan pêk dihat. Ez bi xwe jî bûm damezirênerê DDKOya Anqerê. Min di nav komîteyên kultur, rêxistinî û danûstandinan de aktîf kar kir. Li miqabilî vê yekê, DDKOyên Kurdistanê ji aliyê gelek cihetên cuda-cuda ve dihatin avakirin. DDKOyên Kurdistanê, alîkarî û piştevaniyên hin mela, axa, şêx û began jî digirt. Ji ber ku wek her demê, wê demê jî hemû kategoriyên civata Kurdistanê, ji mafên bingehîn bêpar hatibûn hîştin û bindest dijiyan, gelê me piştevaniyek dilgerm nîşanî DDKOyan da. Li ser vê formasyona civakî, DDKOyan her roj tesîra xwe zêdetir û berfirehtir dikirin. Em dikarin bêjin ku, di dîroka gelê Kurdistana Bakur de DDKO yekemîn rêxistinên gelêrî bûn. Ew di wan demên dijwar de ji bo azadiya gelê me bûn hêvî.

DDKO hertim di serê min de, wek modeleke civakî cih girtiyê. Ya rastî DDKO bi hin xusûsiyetên taybetî dihatin karakterîzekirinê. Pirr-dengî û pirr-rengî xusûsiyetên sereke bûn. Azadiya ramanê, mafê xweîfadekirinê û kultura siyasî presîbên bingehîn ên vê rêxistinê bûn. Ez dikarim bêjim ku her çi tandansên rêxistinî yên Tirkiyê û yên Kurdistanê hebûn, bêyî rezervasyonê giştan dikarîbû xwe di nav camîaya DDKO de îfade bikin. Wek mînak: TÎP, DEV-GENÇ, İŞÇİ-KÖYLÜ, THKO, TKDP, KDPT û hwd.

Endamên DDKOyan wek orîjîn însanên kurd bûn, lêbelê tu sînor ji bo etnîsîteyên din nehatibûn danîn. Li ser pirsgirêka kurdan û yên din de dîtinên cuda-cuda hebûn, her kesî dikaribû dîtinên xwe yên îdeolojîk, siyasî û civakî bi rehetî bîne ziman. Li nav refên DDKOyan kesên sosyalîst, lîberal, nasyonalîst û muhafazakar dikaribûn li ser pirsa kurd bi hev re xebatê bikirana. Lêbelê mensûbê kîjan grûbê dibû bila bibûya, her kesekî bi rehetî û bi daxwaza xwe, xwe dixiste bin dîsîplîna DDKOyan. Bêşik di vî warî de jî hin îstîsna hebûn. Lêbelê ez bi xwe li gelek cih û mekanan şahid bûme ku kesên grûbên din di unîversîteyên xwe de bi rehetî, bîr û baweriya DDKOyan diparast û belavokan û afîşên DDKOyan belav dikir û dadiliqandin.

Çawa min li jorê jî destnîşan kir, DDKO demeke kurt de bû rêxistineke gelerî. DDKO, hemû baskên civatê hildabûn bin refên xwe. Ronakbîr, xwendevan, karker, dewlemend, îmam, şêx, û gundî dibûn endamê DDKOyan. Ew harmoniya li rojên pêşde jî di nav kurdan de heye, divê bi xurtî bihata munaqeşekirinê.

Di nav munaqeşeyên wan rojan de, pirsa tebeqeyên serdest ên kurdan jî (beg, axa, feodal, burjuva) di nav problema çarenusiya kurdan de cihekî girîng digirt. Ferqa navbera nasyonalîzma netewên bindest û netewên serdest gelek caran dibû sedema guftûgoyên hişk. Kurdan referansên xwe ji statuya Kurdistanê ya siyasî û civakî digirtin. Ji aliyekî ve jî, normên sosyalîzmê di vî warî de tezên (sav) kurdan xurt dikirin. Li gor tezên kurdan ”neteweperweriya burjuvaziya her neteweyeke bindest xwedî naverokeke giştî ya demokratîk e, ku li dijî zilm, zor û bindestiyê ye û em bi tevayî piştevaniya vê naveroka demokratîk dikin.” Li hemberî vê yekê çepên tirkan jî digotin ”çi serdest çi bindest burjuvazî burjuvazî ye û xulamê emperyalîzm û kevneperestiyê ye”. Li gor baweriya min ev munaqeşe îro jî, di vê formatê de berdewam in. Çepê tirkan tu car ji bo kurdan prensîba Marksîzmê ya ”kurd jî wek her neteweyekê xwedî mafê qedera xwe bi xwe tayinkirinê û damezirandina dewleteke serbixwe ne” qebûl nekirin û nakin. Bêşik ev yek bi xwe, xizmeta şovenîzma neteweyên serdest dike.

Di dema damezirandina DDKOyan de, ramanên nû û rizgarîxwaz bala gelê kurd jî dikişand. Bi taybetî di welatên Cîhana Sêyem de ji bo azadî û serxwebûnê serhildanên mezin çêdibûn. Gelên dinyayê yên bindest dijî xizanî û belengaziyê, xwe li hemberî emperyalîzmê û kolonyalîstan rêxistinî dikir. Ev yek, wek bîr û bawerî û wek ramaneke felsefîk ji aliyê DDKOyan ve jî hatibû qebûlkirin. DDKO, bîr û baweriyên xwe bi riya weşanekê ku navê wê ”Bultena DDKO” bû eşkere dikir.

 DDKO Rêxistineke Hemdem bû

DDKO rêxistineke mîlîtan bû. Ji bo destxistina mafên kurdan ên netewî ji her fedekariyê re amade bû. DDKOyan di demeke kurt de baweriyeke mezin dabû gelê Kurdistanê. Di dîroka gelê kurd a Bakur de, DDKO yekemîn rêxistina gelerî bû. Pêşiya riya yekîtiyê ji bo gel vekiribû. Ked û xebata endamên wê hêviyeke mezin dabû miletê me. DDKO di demeke kurt de da fêmkirin ku sîstema heyî tu çareseriyê ji bo kurdan nikare pêk bîne.

DDKO hertim di siyaset û guherînên civakî de rolek lîstiye û di dîroka me de xwedî cihekî girîng e.

DDKO rêxistineke dijî teror û provakasyonan bû. Dema DDKO hatin damezirandinê, li Tirkiyê û li Kurdistanê bûyerên mezin çêdibûn. Grûbên çekdar, êrîşên faşîstan, li Kurdistanê operasyonên komandoyan, Tirkiye kiribû nav kaoseke mezin. Gelek asteng û bend li pêşiya tevgera gelê kurd hatibûn danîn. Wek mînak, di bihara sala 1970 de Operasyonên Komandoyan li Kurdistanê dest pê kirin. Di gelek bajar û gundên Kurdistanê de zilmeke bêsînor hat ajotin. Operasyonên Komandoyan, bi çekên giran wek helîkopter, tank û balafiran ve dihat ajotin. Ji bo ku heysiyet û rûmeta gelê kurd bişkênin, barbariyên mezin dikirin. Jin û mêrên kurdan rût û tazî di nav gundan de û li kolanan digerandin, bi ben organên cinsî yên mêran girêdidan û serê ben didane destê pîrekan. Ev bûyerên ha di nav gel de reaksiyonên mezin çêkir. Ev yek zû gihîşte DDKOyan. Li miqabilî vê yekê, DDKOyan ji çar aliyan ve dest bi faaliyetê kirin. Van bûyeran bi xurtî deşîfre kirin û dest bi kampanyayeke xurt û tund kirin. DDKOyan, li hemberî van bûyeran, gelek endamên xwe şandin wan ciyên ku operasyon lê hatibûn kirin. Li ser vê yekê, bi taybetî li Anqerê bi hemû cihetên siyasî ve pêwendî hatin danîn, bi parlamenterên kurd re danûstandin çêbûn. Raportên ku li ser zilma komandoyan hatibûn amedekirin, ji aliyê DDKOyan ve di zûtirîn demê de gihîşte ber destê gelek sazî û dezgehan…

 Ev çalakiyên DDKOyan di nav medyaya tirkan û ya dinê de bi xurtî deng veda. Serok û mebûsê TÎPê M. Alî Aybar û hevalên wî van bûyeran xistin rojeva Meclisa Tirkiyê û munaqeşeyên mezin hatin lidarxistin. Lê gelek mixabin, parlamenterên kurd ên ku mensûbên partiyên serdestan bûn, wan îmtihaneke baş nedan û tu helwest nîşan nedan, tew di ser de jî, gelek ji wan êrîşî Aybar û hevalên wî kirin. Ji ber vê yekê, divê em tu car ji bîr ve nekin ku, pirsa kurd di nav partiyên serdest de nikare têkeve rojevê û ew nikarin doza vê yekê bikin.

Eşkere ye ku, operasyonên Komandoyan ne bêsebeb bûn. Li Kurdistanê pêşveçûna jiyana siyasî û civakî gihîştibû merhaleyeke nû. Bi tevî gelek dijwariyan, gelek bend û astengan îmkanên nû derdiketin holê. Tevgera netewî ya kurdên Başûr li ser hemû parçeyên Kurdistanê tesîreke mezin çêdikir. Kurdan li gorî îmkan û mercên rojane alîkarî û piştevaniya şoreşê dikirin. Di nav kurdan de lêgerînên berfireh dest pê kiribûn. Tecrubeyên dîrokî tevgera kurdan anîbû qonaxeke nû. Kurd êdî gihîştibûn wê baweriyê ku, ewlewiyetên siyaseta hêzên tirk û ewlewetiyên kurdan ji sedî sed hevdu nedigirtin. Ew rastiyeke civakî û dîrokî bû ku encamên wê gelek zelal bûn. Hemû rêxistin û organîzasyonên tirkan li gor berjewendiyên Tirkiyê hatibûn nirxandin. Alternatîfên ji bo çareseriya pirsa Kurdistanê ji bo kurdan hatibûn xetimandin. Qedera xwe bi destê xwe tayinkirin, ji bo kurdan wek sûcekî dihat nirxandin. Mafên wekhevbûna neteweyan wek daxwazeke kevneperest dihat nîşandan. Çawa me li jorê jî destnîşan kir, bûyer di wê konjonkturê de gihîştibûn qonaxeke nû. Kurd li dijî paradîgmaya dewleta Tirkiyê derdiketin, da ku bikaribin azadî û serxwebûnê xwe organîze bikin. Kurdan dest bi danûstandin û pêwendiyan kirin. Di nav kurdan de şuûreke millî ya muşterek çêdibû. Ji ber vê yekê, berpirsiyariyek derketibû pêşberî kurdên welatperwer. Dewleta Tirkiyê ji bo ku rê li ber van pêşdeçûyînan bigre, dest bi zilm û provakasyonên xwe kir. Ji aliyekî de bi hêzên paramîllîter, faşîst û kontrgerîlla ve li her aliyê Tirkiyê dest bi êrîş û kuştina însanên demokrat û pêşverû kirin, ji aliyê din ve li Kurdistanê zilmeke bêsînor diajotin. Li Tirkiyê û Kurdistanê tevliheviyeke mezin çêbû. Bi vî awayî şert û mercên pêkhatina cuntaya 12ê Adarê hazir kirin. Di vê atmosferê de serekê THKP-C Mahîr Çayan û hevalên wî di encama operasyonekê de li bajarê Tokatê li navçeya Kizildereyê bi roketan ve hatin qetilkirin. Çend mensûbên THKO yên Meletiyê li çiyayên Nûrheqê hatin kuştin. Deniz Gezmiş û hevalên wî Hüseyin İnan û Yusuf Aslan berê hatin girtin paşê jî, bêheq û huqûq hatin dardekirin. Di gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê de îdareya orfî hat îlankirin. Cuntaya leşkerî dest da ser hukim û dest bi girtin û kuştinan kir. Dewletê, bi top û celladên xwe ve hemû destxistinên demokratîk û gelêrî tasfiye kirin. Hemû rêxistinên demokratîk û pêşverû yek bi yek hatin girtin, endamên wan hatin girtin û ketin îşkencexaneyan. Di vê demê de rêxistinên kurdan ên siyasî û çandî DDKO jî hatin girtin û endamên wan li Diyarbekirê hatin hepiskirin. Ez bi xwe di operasyoneke DDKOyê de li Anqerê tevî hin hevalan hatim girtin û li ”Yıldırım Bölge” ya navdar hatim binçavkirin. Piştî mehekê bi şûn de berê min dan Diyarbekirê. Êdî Diyarbekirê dê piştî girtina DDKOyan di tevgera kurdan de rolekî taybetî bilîstana.

Ez bi xwe qasî sê mehan dereng hatim girtin, min û hin hevalan me xwe vedişart. Lêbelê em li Anqerê asê bibûn û tu îmkanên ku em derkevin cihekî din me nedidît. Jixwe navê min her roj di radyoyan de di bultena Îdareya Orfî de dihat xwendinê û rojnameyan de çap dibû. Di eslê xwe de em ji bo van tiştan jî zêde ne hazir bûn.

Roja ku ez daxilî girtîxaneya Diyarbekirê bûm, min fam kir ku di nav sê mehan de gelek tişt qewimîne û hin kesan dijî hin kesan helwesteke ne di cihê xwe de girtiye. Di nav hin kes û hin grûban de dijî hev propagandayekê dest pê kiriye. Bêşik bineşeya vî tiştî beriya hepsîbûnê li derve hebû. Li ser zemînên DDKOyan hin rêxistinan li gor berjewendiyên xwe kar û propaganda dikirin. Ev bi xwe, heta cihekî mîsoger e, pêşiya vê yekî bivê-nevê nayê girtin, lêbelê, bi her tewirî dek û dolab, dubendî û parçebûnê xistina nav însanan ne di cih de bû. Bîr û baweriya min ew e ku, ev yek, di pêşeroja jiyana siyasî ya kurdan de bû sedema pirr-rêxistiniyê, pirr-grûbiyê û pirr-serîtiyê.

Di prosesa girtîxaneya Diyarbekirê de berpirsiyariyek derketibû pêşiya kurdan. Eger em bi perspektîfên dûr û dirêj ên stratejîk ên tevgera kurdan binihêrin, di derheqê pirsgirêka Kurdistanê de, ji bo riya çareseriyê û diyalogekê rêyekî nû vebibû.

Li Hepsa Diyarbekirê dewletê ne tenê endamên DDKOyê, her wisan ji hemû tebeqeyên civata Kurdistanê merivên din jî anîbûn; axa, beg, şêx, mela, gundî, karker, xwendevan, doktor, muhendis, kurdên mensûbên TÎP, YTP, CHP, AP û mensûbên TKDP, KDPT bêyî tercîhkirinekê gişan li cem hev, li rex hev di hepsê de rojên xwe bi hev re derbas dikirin. Dewleta Tirkiyê, tiştê ku kurdan di nav xwe de nikaribûn pêk bînin, pêk anîbû. Dixwest bêjin ku, qedera we hemûyan bi hev ve girêdayî ye. Partiyên we, rêxistinên we û pozîsyona we çi dibe bila bibe, hûn kurd in û dijmin in. Ev yek ji aliyê rêvebirên kurdan ve çiqas hat famkirin û hate xwendinê ne kifş e. Di baweriya min de îro jî, di vî warî de famkoriyek hê jî heye.

Di Girtîxaneya Diyarbekirê de her çiqas di nav hêz, grûb û şexsan de diyalogeke îdeal tune bû jî, lê dîsan pêwendiyên wan bi hev re ne xerab bûn. Kesên ku bîr û baweriyên wan nêzîkî hevdu bûn, bi hev re êdî zêdetir di nav danûstandinekê de bûn.

Salên Girtîxaneya Diyarbekirê ji bo me hemûyan bû tecrubeyeke hêja. Di serê însanên kurd de, di hinek waran de zêdetir zelalî çêbû. Di derheqê pirsgireka rêxistiniyê de, bîr û baweriyên gelek berbiçav derketin meydanê. Êdî ji bo kurdan pêwîst bû ku, rêxistinên xwe yên mîllî damezirînin û bi helwesteke netewî xwe di her warî de organîze bikin.

Li Hepisxaneya Diyarbekirê helwesta li hemberî dewletê û dadgehên wan jî bi tundî dihat munaqeşekirin. Mixabin, helwesteke hevbeş (muşterek) derneket holê. Li ser vê yekê, İhsan Aksoy, Faruk Aras, Ferit Uzun, Zeki Kaya, Niyazî Dönmez, İhsan Yavuztürk, Nusret Kılıçaslan, Hasan Acar û Sabri Çepikî ji bo bersîva îddianameya dozger, bi hev re 26 rûpel metnekî siyasî pêşkêşî mehkemeyê kirin. Ji bo parêznameya siyasî jî İhsan Aksoy, Faruk Aras, Niyazi Dönmez, Zeki Kaya, İhsan Yavuztürk û Nusret Kılıçaslan bi metnekî 202 rûpel bîr û baweriyên xwe yên li ser pirsa kurdan, problemên Tirkiyê û li ser rewşa cîhanê pêşkêşî mehkemeyê kirin. Ew bi xwe belgeyeke dîrokî bû. Ew metna siyasî ku ji 202 rûpelan pêk dihat, hetanî niha li tu cihekî çap nebû. Rojekê, ger îmkan dest bidin ez ê wê metnê bidim neşirkirin. Ji derveyî grûba me Mümtaz Kotan, Fikret Şahin, İbrahîm Güçlü, Ali Beyköylü, Yılmaz Balkaş, Mahmut Kılınç, Battal Bate, Nezir Şemmikanlı û Yümni Budak jî bi hev re parêzname amade kirin. Ji derveyî van her du grûban, hin kesan jî rewşa xwe ya huqûqî û bîrûbaweriyên xwe yên kesane parastin. Helwesta mensûbên DDKOyan a li dijî mehkemeyê û bîr û baweriyên wan ên siyasî di nav gelê Kurdistanê de tesîreke mezin hîşt. Ji wê demê bigrin heta bi roja îroyîn DDKOyan hertim di siyaset û guherînên civakî de rolek lîstiye û di dîroka me ya nêzîk de jî xwedî cihekî girîng e.

Piştî efuya giştî ya sala 1974 em hatin berdan. Çawa ku me li jorê jî destnîşan kir, di serê gelek kesan de ji bo rêxistineke netewî pirr tişt pêk hatibûn. Piştî derketina derve, lêgerîn û danûstandinên xurt dest pê kirin. Pêwîst e behs bikim ku, pêwendiyên ji bo karekî hevbeş zêde nedihatin xuyakirin. Li ser çareserkirina meseleya kurd û bidestxistina mafên çarenûsî de gelek dîtinên cuda di nav kurdan de dihatin munaqeşekirin. Dîtinên stratejîk ên grûban, bi taybetî li ser statuya Kurdistanê, pêwendiyên aborî, pêwendiyên navbera tevgera netewî ya kurd û hêzên pêşverû û demokratên tirkan, li ser metodên xebatê; yanî çekdarî yan jî ne çekdarî, û li ser sîstema sosyalîst a navnetewî bûn.

Wek statu kolonîbûna Kurdistanê, yanî “di rewşa îro de Kurdistan kolonî ye yan na?” dihat munaqeşekirin. Tesbîta kolonîbûna Kurdistanê ji aliyê gelek rêxistinan ve dihat qebulkirin.

Dîtinên grûban li ser pirsên aborî, civakî û siyasî cuda-cuda bûn. Grûbin hebûn ku di analîzên xwe de li Kurdistanê pêwendiyên feodal, grûbin jî pêwendiyên nîv-feodal û kapîtalîst serwer (hakim) didîtin.

Di metodên xebata demokrasiyê de jî fikrên cuda hebûn. Hin grûban, kar û barên rêxistinên demokratîk wek di sendîka û rêxistinên demokratîk ên girseyî de karkirinê wek karekî piçûk didîtin û kesên di vî warî de xwedî helwest bûn jî bi hişkî didan ber rexneyan. Li gor dîtina wan, ev yek helwestekî reformîst û reftariyeke burjuvaziya piçûk bû.

Pirseke girîng jî metoda li dijî hukumdariya dewleta Tirkiyê bû. Şerê çekdarî di nav rêxistinên kurdan de bibû sedemê munaqeşekirineke tund. Ev yek bi xwe di nav piraniya rêxistinên kurdan de wek fetîşekê (tabû) bû. Grûb an jî kes, kî li dijî şerê çekdarî derketana, êdî silava li wan jî heram bû.

Di nav wan dîtinên stratejîk de pirsên soyalîzmê yên navnetewî cihekî girîng digirtin. Ev yek bi serê xwe dikaribû rêxistinekê îdentîze (navnas) bike. Ji xwe grûb an jî partî gelek caran wek ”Maocî”, ”Sovyetcî” û ”Arnavutcî” dihatin navkirin. Ev uslûb û terza munaqeşeyan li ser pêwendiyên nav grûban rolekî gelekî negatîf lîst. Ev yek dibû sedemên dijîtiyên mezin di nav grûban de.

Di wan salan de gelek partiyên sosyalîst pêşengiya rizgariya miletên bindest dikirin. Vê yekê tesîr li ser ronakbîr û entellejensiya neteweyên bindest ên din jî dikir. Rûmeta sosyalîzmê gihîştibû dereceyeke bilind. Ji gelek aliyan ve Tirkiye û Kurdistan jî di nav guhartinên bingehîn re dibuhurîn. Danûstandinên kapîtalîst, nakokiyên çînî û pirsên gelên bindest, bi tundî dihatin munaqeşekirin.

Di wê atmosferê de partî û grûban êdî bîr û baweriyên xwe di organên xwe yên legal de eşkere dikirin.

Di sala 1975 de Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê hat damezirandin. Ez  bi xwe yek ji damezirênerên partiyê bûm. Dîsa yek ji endamên komîteya merkezî bûm. Di sala 1975 de kovara Özgürlük Yolu (Riya Azadî)” dest bi weşanên xwe kir. Ez bûm xwediyê kovar û weşanên ”Özgürlük Yolu”yê. Partiya me di nav gel û nav cihetên siyasî de wek ”Özgürlük Yolu” an jî ”Riya Azadî” hat nasandin. Özgürlük Yolu weşanên xwe ji sala 1975 hetanî 1979 ku îdareya orfi hat îlankirinê berdewam kir. Wê wextê ji derveyî kovara ”Özgürlük Yolu”yê rojnameya Roja Welat jî dihat neşirkirin. Roja Welat, bi zimanê kurdî û tirkî dihat weşandin û tîraja (hejmara) wê digihîşte sîh hezarî. Xwediyê Roja Welat Mustafa Aydın û berpisiyarê kovara Özgürlük Yoluyê Orhan Talun çend sal berê çûn ser heqiya xwe. Ez wan hevalan bi rehmet bibîr tînim. Derveyî kovar û rojnameyan, weşanxaneya Özgürlük Yoluyê li ser dîrok, ziman û lîteratura kurdî gelek pirtûk çap kirin.

Di nav rêxistinên siyasî yên kurdan de cara pêşiyê TKSP armanca statuyeke federatîf ji bo Kurdistanê û Tirkiyê danîbû pêşiya xwe. Ji derveyî vê jî tesbîta kolonîbûyîna Kurdistanê û girîngiya karên demokratîk ên rexistinên girseyî hê ji wan dîtinin bingehîn ên TKSP bûn.

Di vir de pêwîst e bête zanîn ku, ji bo çareserkirina pirsa kurdan wan rêxistinên Kurdistanê kar û xebatên hêja kirin. Gelek însanên kurd, bi pêşengî û xebata wan re polîtîze bûn, wan li ser perspektîfên dûr û dirêj, bêyî westan û bi fedekarî kar kirin.

Ji aliyekî de jî ji bo eniyeke fireh a yekgirtî ji aliyê TKSP, DDKD û KUKê de UDG (Hevkariya Netewî ya Demokratîk) hat damezirandinê. Vê hevkariyê, di nav gelê Kurdistanê de tesîreke mezin kir,  ew yek, wek şahiyekê hat pîrozkirin. Kurdan cara yekem digel hin kêmasiyên xwe yekîtiyekê pêk anîbûn. Lê mixabin ji ber hin sedemên subjektîf ev yekîtî bi ser neket û tevgera kurdan derbeke mezin xwar û tesîra wê yekê dê li pêşerojê gelekî giran bibûya. Miqabilî vê, dengê pîyên cuntayeke faşîst jî her roj zêdetir dihat guhê însanan. Li hemberî vê tehdîta mîlîtarîst, rêxistinên kurdan ne organîze û ne jî koordîne bûn. Ji xwe piştî cuntaya eskerî, tevgera kurdan kete nav kaoseke dûr û dirêj. Bûyerên piştî Îlona sala 1980,  Kurdistan careke din ji nû ve hate talankirin û wêrankirin. Bi dehhezaran kurd bi neheqî hatin kuştin û bi hezaran gundên kurdan hatin şewitandin û talankirin.

Ez beriya derbeya eskerî ji bo têkilî û karûbarên derve derbasî Rojhilata Navîn bûm. Di sala 1982 de jî derbasî Swedê bûm û min îltîcayî vî welatî kir. Di sala 1985 de ez ji PSKT veqetiyam. Di wan salan de, bi hin kesên ku ji partî û grûbên xwe veqetiyabûn û hin kesên  serbixwe re me li ser navê ”Platforma Yekîtiya Şoreşger û Welatparêzên Kurdistan”, ”Kurdistan Devrimci-Yurtsever Birlik Platformu” platformeke siyasî damezirand. Me bîr û baweriyên xwe yên siyasî di ”Danezana ji bo Yekitiyê (Bîrlîk İçin Deklerasyon)”ê de weşandin.

Piştî çend mehên din jî me dest bi weşana kovara Bergeh (Ufuk-Panorama) kir. Min bi navekî mûstear (Alan Rona) berpirsiyariya kovara Bergeh hilda ser xwe. Min nivîsên xwe bi vî navî nivîsandin. Di kovara Bergehê de li ser rewşa Kurdistanê ya siyasî, aborî, çandî û lîteratura kurdî gelek maqaleyên hêja hatin weşandin. Di perspektîfa kovara Bergeh de, çareserkirina pirsa kurdan û meseleya yekitiyê wek esasekî sereke cih girt. Grûba me ya siyasî li derveyî welêt wek ”Grûba Bergeh” dihat nasandin. Her hejmareke kovara Bergeh di nabeyna 110-130 rûpelî de dihat weşandin. Gelek mixabin ku me nikaribû kovarê bi rehetî bigihînin welat yan jî li welat bidine çapkirin. Piştî deh hejmaran kovara Bergeh weşana xwe da sekinandin.

Rewşa Nû û Berpirsariyên Me

Bi kurtî be jî pêwîst e behsa roja îroyîn bête kirinê. Her çiqas li Kurdistana Bakur guhartinên mezin çêbûbin jî, pirsa herî girîng, pirsa yekîtiya gelê kurd pêk nehatiye û di vî warî de pêşketineke berbiçav jî xuya nake. Her çiqas di vî warî de hin grûb di nav hewildanekê de bin jî, ev yek baweriyeke xurt nade gelê me. Di jiyana gelê me de piştî cuntaya eskerî ya sala 1980 û vir de tu guhartineke pozîtîf nehatiye holê. Rewşa siyasî, aborî û civakî her çûye paşdetir ketiye. Ji aliyê din ve, zalimtî û zorbetiya dewletê her çûye zêdetir bûye û dibe.

Tiştê ku gelê me pê kêfxweş dibe, bi tenê bûyerên Kurdistana Başûr in. Ev yek moralekî mezin dide her însanên welatperwer, xewn û xeyalên hezar salan bûne rastî. Lêbelê li vir tiştekî girîng û balkêş heye ku, eger tevgera Kurdistana Bakur, ji vê kaosa heyî nikaribe xwe xelas bike, ev yek dê ji bo Kurdistana Başûr jî xetereyên mezin biafirîne. Ji ber ku hovîtî û xwînrijiya dewletên dagirker ancax bi yekîtî û piştgiriya miletê me dikare bête sekinandin. Ji bo vê yekê jî her kurdekî welatperwer di vê konjonktura dîrokî de, pêwîst e bêyî westan berpirsiyariyên xwe bîne cih. Divê em careke din neyên xapandin!

Ez di dawiya nîvîsa xwe de dixwazim hemû endam, xebatkar û alîgirên DDKOyan, yên ku çûne ser heqiya xwe, bi bîr bînim. Pirraniya wan bêwext û bêzeman ji nav me veqetiyan û çûn. Wexta ku min dest bi vê nivîsa xwe kir, yek ji damezrênerê DDKOya Îstanbulê, heval û dostê min î giranbiha Ali Haydar Emre wefat kir. Bi mirina wî re gelê kurd welatperwerekî hêja yî din jî winda kir.

15 Çileya Paşîn 2007

Kovara BÎR, hejmar: 6

Hemû sûret ji çepê ber bi rastê:

1-Faruk Aras, Xalit Guneş
2- Mehdî Zana, Ihsan Aksoy, Faruk Aras
3- Faruk Aras, Xalit Guneş, Nacî Kutlay, Usivê Maraşî
4-Silêman Atay,Usivê Maraşî, Abdulkadîr Okten, Faruk Aras, Haluk Avşar û gardîyanekî leşkerî
5-Faruk Aras