SWÊD, 3/6 2014 — Ji bo gelek kurdan Êlaso yan jî bi gotineke dinê “Îlyas Efendî” ne yekî naskirî ye, ji ber ko tiştekî zêde yê nivîskî di derheqê wî de tune ye, lê kesên ko li rûpelên Hawarê yan jî li kitêbên bîranînên navdarên kurdan yên dema wî binêrin, bi çend gotinan be jî mirov dê li navê wî rast bên.
Hata bi niha jî di derbarê organîzasiyona hereketa Şêx Seîdî[1] ya mintîqeya Mêrdînê de tiştek nehatiye nivîsîn û her weha qala hewildayina rola derûdorra Mêrdînê ya di derbarê heteketa Agiriyê de jî nehatiye kirin. Em ê di pêş de di nav gotin û rêzên hin nivîsan de li rola Êlaso û her weha ya mintîqeya Dêrikê û Mêrdînê rast werin, lê berî wê em bi çend gotinan qala Êlaso bikim.

 Êİlyas Efendilaso kî bû?

Êlaso, lawê Hecî Osmanê Reşoyî û her weha mezinê eşîra Mahmûdî bû. Mahmûdî yek ji pênc eşîrên Dêrika Çiyayê Maziyê ye. Ji bilî Mahmûdî, Rûtî, Salikî, Ebasî û Xidirî eşîrên Dêrikê ne ko xwedî rol û foksiyon bûn/nin.
Êlaso yek ji serokeşîrên dema xwe ye ko zû bi kurdîtiya xwe hisiyaye û li doza xwe bixwedî derketiye ko ew heta bi dawiya emrê xwe li ser rêya bîr û baweriyên xwe li xerîbî û sirgûniyê wefat dike.
Şeş birayên Êlaso hebûn[2]. Teva ko Êlaso ne kurê Hecî Osmanî yê mezin bû jî ji ber ko ew yekî jîr û xwende bûye, piştî mirina bavê xwe dibe serokê eşîrê. Tiştekî eşkere heye ko piştî serokatiya Êlaso hukimê mala Hecî Osmanê Reşoyî li mintîqeyê kêmtir dibe û eşîra Mahmûdî ber bi jihevdeketinê ve çûye.
Berî serokatiya Êloso û piştî wê jî berberiya Mahmûdî û Rûtî hebû û wê dijminayî û berberiyê bi salan ajotiye. Ji herdu hêlan jî mêr hatine kuştin ko Hecî Etmanê birayê Êlaso ji terefê rûtan ve hatiye kuştin û her weha Osmanê kurê Hecî Etmanî jî bi teşwîqa wan hatiye kuştin ko gava ew ji Binxetê derbasî Serxetê dibe, hin kesên nas ji paşiyê de bera wî didin. Her weha Salihê Evdî jî ji terefê mala Hecî Osmanî ve hetiye kuştin ko ew yek ji mezinên Rûtî bû, lê dû re herdu malbat û eşîr li hevdu hatine û jin jî di ber daweyê de dane hevdu.
Mahmûdiyan bi mitefîkên Rûtî yên Şemrixê, bi mala Emer begî re jî (Yaqûbî)[3] bûne xwînî. Mahmûdê Emer beg ko mezinê yaqûbiyan bû ji terefê mala Hecî Osmanê Reşoyî ve hatiye kuştin û her weha Seîdoyê birayê Êlaso jî ji terefê mala Emer begî ve li Diyarbekirê hatiye kuştin.
Lê weha xuya ye ko Êlaso ji ber kurdperweriya xwe nikarîbûye wek serokeşîrên dema xwe hereket bikiraya. Ew ne yekî terefdarê şer û pevçûnê bûye. Têkiliyên wî her bi rewşenbîr û kurdperwerên wê demê re xurt bûne. Mala Cemîlpaşa yek ji wan malbatên kurdperwer ên wê demê ye ko têkiliyên wan heta bi Binxetê û her weha heta bi mirênê jî dewam kiriye[4].
Êlaso di meseleya kurdî û miletperweriyê de xwedî şiûreke milî bû, loma jî wî nikarîbû dijminayî û berberî bi eşîrên Dêrikê û wê mintîqeyê re biajotaya. Ji ber vê xisûsiyeta wî gelek caran di nav eşîrê de gazin ji serokatiya wî hatiye kirin. Ya rastî, ji gazinê wêdetir, wan xwestiye ko ew hukimî li wan jî û li dora xwe jî bike. Ji ber ko bavê Êlaso, Hecî Osmanê Reşoyî bi salan hukimekî mezin li mintîqeya Dêrikê û wê derûdorê kiribû. Ew yekî bêtirs û zordest bû û yek ji wan “3 Osmanan” bû ko li hemberî Birahîm paşayê milî serî netewandiye ko Ziya Gokalp di ”Destana Birahîm Paşayê Eşqiya” de behsa wî jî dike[5].
Piştî sirgûnî û mirina Êlaso êdî mahmûdiyên ko demeke dirêj li Dêrikê îqtidar bûn ji hev de dikevin û başekî mezin yê mala Hecî Osmanî li Qosarê (Kiziltepe) bi cîh dibin. Lê eşîra Mahmûdî bi xwe li Dêrikê dimîne û ew her xisûsiyeta xwe ya welatparweriyê mihafize dike.
Ji Êlaso sê kur û keçek hebûn ko navê wan Mendûh, Evdilqadir, Mihemed û Sanîhe (Sano) bû. Navê pîreka wî Seyrê bû. Li gora qeyda wî ya nifûsê, ew di sala 1888an de çê bûye û di 25ê meha 10an de miriye, lê bi xêra nivîsên Hawarê em zanin ko ew di (3) sisiyê hezîrana 1933yan de miriye[6]. Mimkun e ko îlana mirina wî bi derengî hatibe dayin. Dîsa wek em ji nivîsa Doza Kurdistanê jî zanin û bi xêra nivîsa Qedrîcanî mirov tê derdixe ko ew di sala 1930î de[7] derbasî Binxetê bûye. Ji ber em dizanin ko Qedrîcan di sala 1931ê de çûye Binxetê û ew di nivîsa xwe “Şîna Xalê min” de, dibêje:
— Salek neçû min jî da dû; me li Hisîçê hev du dît ji ber ko biraziyekî wî mamekî me kuştibû, navbera me piçekî sar bû. Lê dihat ser kurdîtiye ji berê germtir bû…
Li gora ko Qedrîcan salekê piştî Êlaso daketibe Binxetê, ev tê maneyê ko Êlaso di sala 1930î de derbas bûye. Heger ev texmîn rast be, Êlaso nêzîkî sê salan li Sûriyeyê maye û dû re wefat kiriye.

Êlaso û Mala Cemîl Paşa

Di dema ko Êlaso ruştiye dixwend, têkiliyên wî û mala Cemîl paşayî hîna bêtir xurt bûne û wî bi wê minasebetê “Qulûba Kurd” li Dêrikê vekiriye. Hîn ji wê demê de tesîreke erênî li xortên derûdora xwe kiriye û ew di çerçeweya Qulûba Kurd de organîze kirine; her weha alîkariya wan kiriye ko şiûreke milî bi wan re çêbibe.
Gava hereketa Şêx Seîdî rû daye jî ew bi eşîrên wê mintîqeyê re bext û sozê didin hevdu ko piştgiriya Şêx Seîdî bikin û Êlaso dibe yek ji organîzator û aktîvîstê hereketê. Gava hereket gûr dibe, Elaso û Mahmûdî bi eşîrên mintîqeyê re di gaziya îsyanê de diherin. Êlaso û zilamên xwe digrin ser qereqola Şewaşiyê[8] û eskerên wê hêsîr digrin, dest didin ser sîleh û cebilxaneya qereqolê. Lê hîna ew negîhane Diyarbekirê, xeber ji wan re tê ko hereketa Şêx Seîdî şikest. Eşîr û mitefîkên wê demê li derûdora Elîparê ala Kuva–î Milliyeyê hildidin û derbasî hêla dewletê dibin, lê Êlaso û merivên xwe li ser ya xwe dimînin û ew dikişin Çiyayê Maziyê.
Di wê esnaya ko ew li wan çiyayan in dibîhîzin ko Kemal Fewzî beg hatiye girtin û ew birayê xwe Saliho û çend siwarên dinê dişîne pêşiya eskeran ko Kemal Fewzî begî ji destê wan xelas bike[9].
Piştî têkçûyina raperînê Êlaso û serokeşîrên dinê bi hev re û di heman lelekan (qeyd) de diçin Mahkemeyên Îstiqlalê. Ew kesên ko ala Kuva–î Millyeyê rakirine jî ji wê xezeba dewletê xelas nabin. Yek ji serokeşîrên Dêrikê bi rê de jê Êlaso re weha dibêje: “Êlas efendî, ez zanim ko niha hemû şêniyên Diyarbekirê derketine ser bedenê û li bende me ne. Ê we, eniya we hilmiştî ye, we îxanet bi miletê xwe re nekir û hûn heta bi dawiyê li ser a xwe man, lê ê me; me xayintî bi miletê xwe re kir, ez zanim ko xelkê Diyarbekirê dê tif li me bike.” Û bi rastî jî gotina ciwanmêrî rast derdikeve ko ahlê Diyarbekirê yûh û tifî wan dike.

Di “Doza Kurdistan[ê]” ya Qedriyê Mala Cemîl Paşayî de Êlaso

Di wê dema ko ew girtî ye û Mahkemeyên Îstiqlalê dest bi lêpirsîn û darizandinê kiriye, Êlaso û Qedriyê mala Cemîl paşa di heman cîhî de ne.
Di wê demê de, di meseleya avakirina Mahkemeyên Îstiqlalê de dijayetî dikeve navbera Ataturkî û serokwezîrê wê demê Fethî Okyarî û Ataturk Îsmet Înonuyî dike serokwezîr. Li dû wê jî du Mahkemeyên Îstiqlalê ava dike, yekê li Diyarbekirê û ya din jî li Anqereyê.
Qedriyê mala Cemîl di kitêba xwe de weha qala bûyera girtina Hecî Husên û kirinên mala Pirinççî (nemaze Fewzî û Sidqî), Kamilê ewênayî û helwêsta Êlaso dike:
— “Di pêvajoya dijayetiya di navbera Îsmet Înonu û Fethî Okyarî de parlameterên Diyarbekirê Fewzî beg û hevalên xwe hevalbendên Fethî Okyarî bûn û dijminahiya Îsmet paşayî dikir. Ji ber vê yekê jî Îsmet paşa ji wan dilşikestî bû. Fewzî beg û hevalên xwe bi salan pişta xwe sipartibû hikûmeta Fethî Okyarî û li Diyarbekirê ji xwe re hegemonyayek ava kiribû. Ne tu daîreyên dewletê û ne jî yên edaletê bêyî daxwazên wan karîbû tu kar bikirana. Hemû biryarên heq û edaletê ji nav herdu lêvên Fewzî begî û pismamê wî Sidqî begî derdiketin û wan çi bigotaya wek wan dibû. Memûrên dewletê mecbûr bûn ko wek wan bike, heger yekî bi ya wan nekiraya, ew li cîhê xwe nedima.
Weha xuya ye ko Mahkemeya Îstiqlalê li heberî wê neheqî û bertîlxwarina ko sîstema hikûmetê xera dikirin talîmat sitendibû, loma jî li hemerî sûcên ko Fewzî beg û zilamên wî kiribûn jî cidî tev digeriya.

Yek ji pêgirên Kuva–i Milliyeya ko li hemberî hereketa îsyanê hatibû avakirin jî Kamilê ewênayî bû ko ew yek ji hevalbendên Fewzî begî bû. Bi wê baweriya ko ew çi bike dê ji wî re bimîne, wî gundê Hecî Husên (Kogî) û hetf gundên li wê derûdorê şewitandin û mal û milkên wan talan kirin ko ew li derveyî sehaya îsyanê bûn. Teva wê neheqiya hanê, Hecî Husên beşdarî hereketa îsyanê nebû û hat teslîmî serfermandariya Diyarbekirê bû û giliyê cînayetên Kamilî kir. Ji ber ko ew gilî di wê germahiya îsyanê de hatibû kirin, ne tu lêkolîn di derbarê Kamilî de nehat kirin û di ser de jî Hecî Husên hat tewqîfkirin. Ew bûbû mîna yekî ko şeple pê ketibe û ew anîn adilyeya hefsa ko em lê girtî bûn. Heger ne ji teselîkirin û moraldayina hevalan bûya, Hecî Husênê ko mala wî şewitî bû û hatibû talankirin ko haya wî ji aqîbeta malbata wî tune bû, dê miheqeq dîh bibûya û têketaya tîmarxaneyê.
Mahkemaya Îstiqlalê û nemaze jî Ali Saib di lêkolînên di derbarê Fewzî begî û zilamên wî û kirinên wan de bi îtîna tev digeriya. Bi vê minasebetê wî rê da Îlyas efendiyê dêrikî kurê Hecî Osmanê Reşo axayî ko ew jî girtî bû. Îlyas efendî bi qandî avûqatekî karîbû bipeyiviya û wî bi gotinên xwe yên pêbawer kirinên mala Piriççî yên nelirê û neqanûnî yek bi yek ji mahkemeyê re eşkere kirin. Li ser vê yekê û di çerçeweya giliyê Hecî Husênî de pismamê Fewzî begî Sidqî û Kamilê ewênayî derhal hatin teqîfkirin. Li ser girtina van kesan ko ew terafdarên tirkan bûn, şîdeta li ser girtiyên ko bi tohmeta kurdçîtiyê hatibûn girtin sist bû…”.

Êlaso û çar merivên xwe di Mahkemeya Îstiqlalê de

Êlaso û gelek merivên xwe piştî şikestina îsyanê hatine girtin, lê heta bi niha em di kitêba ko Malmisanijî bi navê ”Kemal Fewziyê Bîtlîsî” nivîsiye de, li navê wî û çar merivên wî rast hatine ko ew di Mahkemeya Îstiqlalê de hatine darezandin.
Husênê Seydo, Sînoyê Resûlo, Qadoyê Şêxo û Rifetê Evdilqadir in yên ko bi Êlaso re hatibûn girtin û herweha hatine mahkemekirin. Di heman mahkemeyê de ko (24ê gulana 1925an) Kemal Fewzî, Eskerî Xoce Efendî, Seyid Evdilqadir, Seyid Mihemed, Evdila Sadiyê Palûyê û Heciyê Axtî (Bavê Tûjo) jî dihatin mahkemekirin û di netîceyê de îdama wan hatiye dayin; Ahmed Begê mala Cemîl paşa û Nazîf beg, Êlaso û hevalên xwe jî berat kirine[10].

Piştî sirgûnê beşdariya tarûza bi miasebeta Hereketa Agiriyê

Piştî beratê jî Êlaso û birayên xwe û merivên xwe sirgûnî metrepolên Tirkiyeyê dibin. Êlaso bi qandî du sal–dusalûnîvan li Konyayê dimîne û dîsa vedigere Dêrikê.
Piştî vegera ji sirgûnê ew dîsa rehet nasekine[11]. Di wê demê de Xoybûn ji bo tahrûzekê haziriyan dike ko piştgiriya hereketa Agiriyê bike. Êlaso jî teva amadekariya Îsyanê dibe.
Di têkiliyên Mala Cemîl paşayî û Êlaso de her berdewamiyek heye û gava berpirsên Xoybûnê derbasî Serxetê dibin, dîsa yek ji navnîşanên pêşîn Êlaso û Mahmûdî ne ko Ekrem û Qedriyê mala Cemîl paşayî tên mintîqeya Mêrdînê. Dîsa di kitêba “Doza Kurdistanê” de Qedrî beg weha qala wê biserneketinê dike:
— “Merkeza Xoybûnê li ser êrîşên tirkan ko li mintîqeya Agiriyê kiribûn, biryar dabû ko di 3-4 Tebaxa 1930î de, ji bo kurdan ji qatlîama tirkan xelas bike dest bi plana şoreşekê kiribû. Ev bizav dê ji başûrê Kurdistanê derbasî bakurê Kurdistanê bibûya û li mintîqeyeke ko ji şeş fermandariyan[12] pêk dihat, dê dest pê bikiraya.
Li ser vê biryarê teşkîlata Xoybûnê ko li başûrî bû, li şeş fermandariyan hate teqsîmkirin û divyabû hereketeke tahrûzê bihata destpêkirin. Seheya vê hereketê dê ji hidûdên Îraqê heta bi bakurê Rojhilatê bida ber xwe ko ew hidûd xwe digîhînin heta bi Cerablûsê. Yekîneyên ko girêdayî Ekremê mala Cemîl paşayî bûn derbasî Tirkiyeyê bûbûn. Ez bi wan re li cepheya wîlayeta Mêrdînê bûm ko seheya wê heta bi navenda navçeya Dêrikê bû. Biryar hatibû dayin ko hereketê di 3-4 Tebaxê de dest pê bikiraya; divyabû min ya bi rêya xeberşandinê û ya jî rûbirû bi hevalên li bakurê vê cepheyê bûn û ew girêdayî Xoybûnê bûn re têkilî daniyaya û me li ser şeklê bicîhanîna vê biryarê tedarekên xwe bikirana. Ji van hevalan Mahmûdê Elîşêr axa ko dê paşê ji terefê tirkan ve bihata daliqandin, bi dizîka hat ba min û em di derheqê tiştên ko divyabû di esnaya destpêkirina herehetê de bihatana kirin de peyivîn û ew bi şûn de çû. Biryar, bi rêyeke ewleyî ji Sadê Hemê Gaso axayê meşkînî jî re hata şandin û li ser bicîhanîna biryarê hate lihevkirin. Li ser xeberdayina meseleyê, Îlyas efendiyê kurê Hecî Osmanê Reşoyê dêrikî ko yek ji wan eşrafên Dêrikê bû û ew welatperwerekî bi qîmet bû, derhal beşdarî tertîbkirina hereketê bû. Lê mixabin, plana ko li ser miwafeqat û qaweta van hevalan hate tanzîmkirin, bi cîh nehat.
Şeva 3-4 tebaxê ko me dê dest bi hereketê bikiraya û li gorî ko me li hev kiribû, divyabû me hevdu li Diyarê Bênderan bidîtaya ko ew bi qasî şeş kîlometreyan dûrî Mêrdînê ye, gava em gîhaştin cîhê hevdîtinê, bi tenê du qasid hazir bûn ko yek ji terefê Sadê Hemê û yê din jî ji terefê Mahmûdê Elîşêrî ve hatibû şandin. Li gorî ko me berê li hev kiribû, berî ko em bighaştanaya Diyarê Binderan, divyabû wan dora Mêrdînê girtibûya û hemû tikiliyên bajêr yên bi rêya telefon û telgiraf û têlan birrîbûna û me jî li dû wan êrîşî bajêr bikiraya.
Feqet di xebera ko bi qasidan re hatibû şandin de, tersê wê dihate gotin. Teva ko wan ew biryara me zanîbû jî, dihat gotin ko divê berê em bi xwe dora bajêr bigrin û ew û hêzên xwe li dû me bên. Li ser vê meseleyê me dev ji hucûmkirina Mêrdînê berda û me teva wê hêza xwe ya -bi rastî jî- piçûk, berê xwe da Çiyayê Maziyê.
Merivên Mahmûdê Elîşêrî digot ko ji ber haya wan ji vê hereketê tune ye û bi wan nehatiyê şêwirandin, nexwest beşdarî îsyanê bibin. Teva ko Sadê Hemê Gaso bi qismek hêzên xwe beşdarî me bûn jî, ji ber ko xursî beşdarî hereketê nebûbûn, ew jî dilsar bûn. Li gel vê jî ew mêldarê hereketeke weha bûn. Li wê orteyê bi tenê terefdarên civata Îlyas efendiyî diman. Piştî ko ew çav li rewşa yên dinê ketin, wan jî nîşan neda ko ew daxwaza hereketeke bi hiraret dikin.
Em çend rojan bi hêviya ko dikare îmkanên hereketkirinekê çêbibe, li çiyayan geriyan, lê paşê em mecbûr man ko vegerin navenda xwe. Fermandarên dinê (Haco Axa û Celadet Bedirxan) bi hevalên xwe re ber bi çiyayên Hevêrka ve çûbûn ko ew di îstiqameta hereketa wan de bû. Ji ber ko merivên Haco axayî li hemberî wî mixalefet kiribû, ew jî miwafaq nebûbû ko tiştekî bikin, loma jî bi şûn de vegeriyan. Mahmûd beg ko fermandarê mintîqeya çaran û serokê eşîra Milan bû û Bozan beg ko reîsê duduyan yê mintîqeya Brahîm paşayî bûn jî teva ew qas sozên ko hatibûn dayin ji cîhê xwe tev neliviyan. Bi tenê mufrezeyeke ko ji terefê Bozan begî ve hatibû şandin, girt ser qereqoleke ko li navçeya Surûcê bû…”.

Piştî ko ew ji ser Mêrdînê vedigerin, dewlet dibîhîze ko ew bi karekî weha ve rabûye û zora li ser Êlaso û eşîrê zêdetir dike. Li dû wê bi demeke kin jî birayê wî Saliho di şerekî bi eskerên tirkan re de tê kuştin[13] û li ser wê yekê dewlet bi tûmerî rehetiyê nade Êlaso û ew mecbûr dimîne ko dev ji mal û milk û merivên xwe berde û derbasî Binxetê bibe[14].
Êlaso bi hin merivên xwe re li Binxetê, li Hesîçayê bi cîh dibe. Ew li wê derê têkiliyên xwe bi Xoybûnê û cemeeta wê re xurttir dike.
Êlaso di sisiyê (3) hezîrana 1933yan de li Amûdê wefat dike. Piştî wefata wî bi demekê jî efûyek li Tirkiyeyê (bi minasebeta dehsaliya cimhûriyetê) derdikeve û merivên wî vedigerin Serxetê, lê mezalê Êlaso li Ebû Ceradê dimîne.

Di bîranînên rewşenbîrên wê demê de Êlaso:

Êlaso him di dema xwe ya Serxetê de û him jî di kurtejiyana xwe ya li Binxetê de jî têkiliyên xwe bi welatparêz û rewşenbîrên wê dem re germ girtine û xurt kirine. Yek ji wan kesan jî Cegerxwîn e ko him li Dêrikê û him jî li Binxetê têkiliyên wan çê bûne.

Di bîranînên Cegerxwînî de Dêrik û Êlaso

Cîgerxwîn di bîranînên “Jînenîgariya min” xwe de bi berfirehî qala xwe û Dêrikê dike. Ji ber ko ew di dema feqetiya xwe de li Dêrikê maye û bi qandî mirov tê derdixe ko wî li Dêrikê dil jî girtiye, ew cîhekî giring dide Dêrikê.
Cîgerxwînî navekî din jî li Dêrikê kiriye ko dibêje, “Şebextan”, lê heta bi bîst bavên me jî li Dêrikê mezin bûne û min ji gelek yextiyar û ciwanên Dêrikê jî pirsiye, kesî ev nav nebîhîstiye. Îcar, seyda ev nav ji ko aniye, nayê zanîn.
Wî li gora xwe hin cîh û derverên Dêrikê rave kirine û bi pesin qala Dêrikê kiriye, lê wî gelek nav û cîhên wê jî şaş bi nav kirine û hin agahdariyên ko ez di derbarê Dêrikê de zanim, bi şaşî qala wan kiriye. Ji ber ko ev nivîs ne ji bo tesbîtkirina wan şaşiyan e, ez ê bi tenê du–sê faktayan bidim û derbas bibim. Ya pêşî ko ew di rûpelê 88an de qala meheleyeke Dêrikê ya bi navê Heramiya dike, di heman hevokê de dibêje, “ Heramiya ko Herîrî jê derketiye”. Weke diyar e, ji xwe ji paşnavê Herîrî jî xuya dike ko ew ji Herîrê ye û Herîr li başûrê Kurdistanê ye ko tu eleqeya Herîrî û Heramiyayê bi hev re tune ye. Ya duduyan jî di sahîfeya 89an de qala “Bismilê” dike ko wê wek gundekî Dêrikê nîşan dide, lê weke tê zanîn Bismil qezaya Diyarbekirê ye. Bi îhtimaleke mezin qesda wî “Tilbisim” e ko ew gundekî bi ser Dêrikê ve ye. Dîsa di heman sahîfeyê de qala “Remedan axa” dike û dibêje ko ew dostê mala Hecî Osmanê Reşo bû û wî keça Îlyas Efendî ji xwe re anî bû. Ev jî aghdariyeke şaş e; ji ber ko keçeke Êlaso tenê hebû û ew jî jina Şêxmûsê Hecî Hadiyî bû ko navê wê Sano (Sanîhe) bû.
Wek min got armanc ne ew e ko em şaşiyên rehmetiyê Cegerxwînî tesbît bikin, lê hîna gelek tiştên di derbarê Dêrikê de şaş hatine gotin hene.
Gava ew qala Îlyas efendî dike, di rûpelê 89an de weha dibêje:
— “Mezinê bajêr [Dêrik] mala Hecî Osmanê Reşo bûn. Lê vê paşiyê mala Hecî Necîm yan Rûtî li ber wan radibû. Gelek caran zora wan jî dibirin. Hecî Necîm mirovekî navdar bû. Lê di şerê 1925an de, di şoreşa Şêx Seîd efendî de hevalbendê tirkan bû. Şerê şoreşê dikir. Mezinê mala Hecî Osman Îlyas efendî, hevalbendê kurdan bû û ji ber dijminê xwe derket. Li Amûdê, di karacê de şevekê serê xwe danî… Çawa ko min xwarina xwe, rabita xwe ji mala Hecî Reşîd, carina ji mala Îlyas efendî û carina jî ji mala Hecî Etman tanî. (Ev hersê kes birayên hevdu bûn. E. K.) Hecî Etman bi min re dixwend, ez û ew hevdersên hev bûn û gelekî ji min hez dikir…”
Cîgerxwîn di berdewamiya bîranînê xwe yên li Dêrikê de, di sahîfeya 121ê de qala rêwîtiyeke xwe û Mele Eliyî ya ber bi Dêrikê ve dike û serpêhatiyeke xwe weha dibêje:
— “… Lê roja dinê me bîhîst ko Îlyas efendî hatiye wan navan. Dixwaze li nav hevalên xwe bigere, benda xwe bibîne. Ez bi xwe Îlyas baş nas dikim. Sala çûyî min ji mala wî xwarina xwe tanî. Carina rêcberê wî Xorîn, ji me re “Hesenê Mûsa” digot û jina wî, xatûna Seyrê gelekî rûmeta min digirt. Eger em Îlyas Axa nebînin û pê re neçin Dêrikê, nikarin bi tenê di Çiyayê Mazî de derbas bin. Çilek, keleş, diz wê me tazî bikin; kincên me ji me bistînin, me rût û şût bikin.
Neçare li gundê Xarokê me xwe gîhand cem Îlyas efendî. Gelekî bi me dilxweş bû û rûmeta me girt. Êvarê em şandin malekê ko cihê me xweş be. Li civata Axê doz li Hesenê Bêzikê –dengbêjê çiyê– hat kirin ko dengekî li ser Qadê Sadûn bibêje. Lê Hesen xwe nedida ber tiştekî. Îlyas efendî jê re got:
— Lawo, ma Qadê Sadûn ne hêja ye ko tu tiştekî li ser bibêjî, çêkî?
Hesen di besiva Axê de got:
— Axa, bi serê bavê te, min sûnd xwaribû ko nema li ser kesî dibêjim. Lê li ser Qado min çend gotin dane berhev. Lê nizanim bê wê bi we xweş be yan na.
Û destê xwe da ber guhê xwe û got. Lê bi rastî dengê wî û gotinên wî pir xweş, şêrîn û bi şewat bû. Sitrana Qadê Sadûn, tijî ji pesnên giran, mêranî û dilşewatî bû. Hûn dikarin di nivişta min “Hozan û torevanên kurd” de bibînin.
Em wê şevê li wî gundî man û sibehê bi Axê re çûn gundekî din ko bi gûmana min Xerabreşk bû. Li wir Hemo Reşik bi diyarî Axê ket û du mirovên din bi Hemo re bûn. Weke sê şêran bi tivin, rext û xencer ketin hundir. Û tivinga xwe danî ber Axê û got:
— Ez ne hemberê te me. Tu kurê Hecî Osmanê Reşo yî. Va me ez, li ser bextê te dimîne; dikuje, dihêle di destê te de ye.
Îlyas Axa jê re got:
— Rahêle tivinga xwe lawo! Ma mêrên wek te yê kuştinê ne?
Wilo got û çû riwê Hemo û tevde rûniştin. Me tevan bi hev re nan xwar û bi rê ketin. Herwekû Heso Tarînî ew jî bi Axê re ketin rê û çûn Dêrikê.
Ez û Male Elî berî wan diçin ko ji xwe re karibin biaxifin. Me ji nişka ve dît ko em hatin ser du mirovên bi tivin û wan got:
— Kuro rawestin, hûn herin em ê we bikiujin.
Lê me ji wan re got:
— Bavo, em feqe ne. Ma kes feqeyan tazî dike?
— Feqe–meqe nas nakin! Hûn tev bixurcilin, em ê we bikujin!
Lê em dizanin nikarin, ji ber ko komek peya li pey me tên. Hê em wilo, me dît serê peyan derket. Herdu mirovan neçare xwe avêtin ber kevirekî û berê tivingên xwe dan rê.
Îlyas Axa dengê xwe lê kir û got:
— Kuro, hûn kî ne? Ji kê ne, ka werin vir!
Ne gerek e, tu me nas bikî ezbenî. Hema bi rêya xwe de herin! Ma çi îşê we ji me ketiye?
Lê Axê ji wan re got:
— Werin, bextê min ji we re; kes we naêşîne û gulekê bi we naçine.
— Axa, em li bextê te bawer nabin. Ma kî kare li ber te dengê xwe bike? Lê bila Heso Tarînî bextê xwe bide me, em ê bêne cem te. Ma hemberê te ne?

Heso Tarînî ji nav koma peyan derket û ji wan re got:
— Werin lawo werin! Li ser bextê min, werin!
Serbest hatin cem axê û destê wî ramûsan. Temane jê re avêt û rawestan.
Axê ji wan re got:
— Hûn ji kîjan gundî ne?
Lê Heso Tarînî ji ber wan got:
— Ezbenî gundiyên me ne, xelkê çiyê ne.
Axê got:
— We dixwest feqeyên me tazî bikin? Hey malwêran, ma kes feqeyan tazî dike?
Lê di bersiva wî de gotin:
— Bila bi siûda xwe sond bixwin ko tu gîhayî ser wan. Bi Xwedê me yê ew şût bikira.
Em tev bi hev keniyan û bi rê ketin. Dilê min tije ronahî, pêt û agir in. Lê nizanim çima?”

*

Di berdewamiya heman rêwîtiyê, Cîgerxwîn qala serpêhatiya yekî diyarbekirî jî dike û weha dibêje:
— ”… Yekî diyarbekirî li hespekî siwar e, Xwedê zane hin pezê wî hatine dizîn û dixwaze Îlyas efendî jê re derxîne. Em bi rê de diçin. Lê baran e, serma ye, sar e, şelepe ye; em tev şerpeze bûne. Nikarin hilma devê xwe berdin, li ser sinbêlên me av dibe şembelîlk.
Siwarê diyarbekirî gelekî gazinan dike û diheje. Ji lewra Axê jê re got:
— Bawer im ko tu peya bî ji te re çêtir e, tê bêtir germ bibe.
Neçare mêrik peya bû. Axê ji min re got:
— Feqe siwar be! Xwedê ji te re li hev anî.
Ez siwar bûm, lê li ber bajêr Axa tawesa û got:
— Ma ne bes e? Ta bavê mêrik şewitand. Qet nebe bila paya wî ji ji destê wî neçe. Bi kêmanî bila bi siwarî di nav bajêr de derbas bibe.
Li ber bajêr, Axê payayên xwe kirin du perçe û ketin nav bajêr…”
Cîgerxwînî di rûpelên pêş de jî qala xwe û Êlaso dike ko wan li Kurdistana rojavayê ji bo Xoybûnê li nav eşîrên kurdan pere û alîkarî dane hevdu û her weha piştî wefata Êlaso jî wî nivîsek di Hawarê de nivîsî ye.
Nivîsa Cîgerxwînî ya bi misebeta wefata Êlaso:

”Îlyas Efendî çû rehmetê

Îlyas Efendî yek ji munewwer û milletperwerê kurdan bû. Xebat û fedekariya Efendî di nav hevalan de ne winda ye. Ji hevalan re dîlawerî, mêraniya Efendî eşkera ye. Û kes nikare înkar bike. Îlyas Efendî di berî bîst salan de heta îro ji welatê xwe re xebat kiriye. Çiku Efendî ji berê de hogirê mala Cemîl Paşa bû. Bi wan re civat û qulûbên kurdî gelek caran vekiribûn. Wextê mala Cemîl Paşa daketin Sûriyê û paşê hilkişiyan çûne dora Mardînê di vegerê de cenabê wî bi wan re hate nav kurdmancê Cizîrê.
Paşê bû yek azayê (endamê) civata belengazan. Çend caran Efendî ji civatê re li zad û peran digeriya. Çend şerqiyê kurdî ji ber dizanîbûn. Li ko rûnişta civat xwe bi serpêhatiyên kurdî dilxweş dikirin. Efendî ne bes tenê munewwer bû. Zêdedir axakî mezin û hêja bû. Çîyayê Mazî nêzîkî çar hezar mal di bin destê wî de hebûn.
Efendî çend caran ji me re digot: “Ez dixwazim ko di şerê serxwebûna welatê xwe de, di şerê neyar û dijminan de bême kuştin.” We lakîn Xwedayê cîhanê nedivabû go yekî wekî Efendî di şerê dijminan de we yaxud bi gula belengazekî bête kuştin.
Di mêvanxana Amûdê de bi qedehek ava şêrîn canê xwe siparte axa sar. Piştî mirina Efendî çend tomobîl ji haval û dilxwaza û çend siwar ji axa û kurdmancan bi cendekê Efendî re meşiyan û birine Ebû Ceradê. Ji ber xortên Cizîrê ve ez serxweşiya mal û mirovên wî dikim rehmeta Xwedê lê bî.”
Cegerxwîn; Hawar, hejmara 21ê, sala 1933yan

***

Di bîranînên Osman Sebrî de qala Êlaso

Teva ko me heta bi niha tiştekî neyînî di derbarê Êlaso û kirinên wî de nebîhîstine jî Osman Sebrî bi awirekî cûdatir wî dinirxîne û qeneeta xwe bi awayekî cûda tîne zimên. Osman Sebrî yek ji wan aktîvîstên Xoybûnê bû ko di tahrûza 3-4 tebaxa 1930yî de girtiye ser qereqola Sirûcê û hevalên wî li dû wî neçûne û hereket nehatiye destpêkirin. Ew di netîceya wê de bi serê xwe li wan çiya û çolan dimîne û piştî ko bi zahmetiyên mezin vedigere Serê Kaniyê û bi bîhistina hin kiryarên neyînî yên ji devê Xelîl begê mala Brahîm paşayî xeyalşikestî dibe û di wê esnayê de ew li Êlaso rast tê û qala xwe û wî dike:

“Îlyas Dêrikî Kî ye?

Îlyas kurrê Hacî Osman li Dêrika Çiyayê Mazî yek ji peyayên Dêrikê yê pêşîn e. Îlyas ji mêj ve bi gelparêzî hatibû nasîn. Gava mala Cemîl paşa li Diyarbekirê doza gelpareziyê dikirin, Îlyas li Dêrikê yek ji yar û hevalên wan bû. Di sala 1929an de dema mala Cemîl paşa hatin Sûriyê girtin dayîna xwe bi Îlyas re ne birrîn. Ji lewre gava partiya Xoybûn bi tevgerra tevayî rabû û Qedrî Cemîl paşa tevî pismamê xwe Ekrem bi serxetê ketin derbasî welêt bûn Îlyasê Dêrikî gîha wan û bi wan re daket binxetê. Her wekî çû bin ko mala Îlyas li Dêrikê bînin Sûriyê. Ji wê pêve tiştekî din nekirin.
Îlyas ji efendiyên kurdan di bajarran de, peyakî jîr û jêhatî bû. Dema em dibêjin jîr û jêhatî, goreyî rê û ramana ko ew li ser, ne goreyî daxwaza me gelparêzan. Îlyas ji kurdîtiya xwe hez dikir; lê ne pirtirî kar û debara xwe. Eger ji gelê xwe hez dikir, di pişt wê hezkirinê de ji xwe re hezkirina han de mala Cemîl paşa ji xwe re kiribû mîsal, ne dikarî pirrtirî vê bîra bibe.

Îlyas ko li Dêrikê piştî mala Hecî Necîm mala dudiyan dihat nasîn, ne dikarî li Sûriyê bi rebenî û belengazî bibore. Jê re malekî pirr tine bû ko xwe pê bi xwedî ke. Ji lewre zûka xwe bi destê Firansizan ve berda heya wî li ser sînorr bihêlin ko bikare debara xwe bike. Di vê yekê de Îlyas tu kêmanî ne didît. Hîngê hemî malbatên mezin li ser sînorr bûbûn dest û guhên Firansizan wek mala Birahîm paşayê Millî û Haco axayê Hevêrikî. Van her du malan û Mihemedê Cemîl paşa diz û keleş dişandin serxetê malê Kurdên jor tanîn bi tercimanên Firansizan re li hev par ve dikirin. Îlyas jî dixwest bide ser vê rê. Ji bo ko yek li ser sînorr bima diviya bû ji îstixbarata Firansizan re guhbeliyê bike. Ev bû rêya ko keti bû ber Îlyasê Dêrikî –rehmetî– ev rewşa hanê bi vê gotina han ji min re salixda û hêstir bi çavan ketin, got:
— Me mala xwe xirab kir û welatê xwe berda ko em werin li vir zarrokên xwe bi nanê dizî û talanên xelkê bi xwedî kin. Firansizan em ji sînorr bi dûrxistine, gava em wek daxwaza wan nekin nahêlin em xwe tev bidin. Me hin xwe kuşt û hin jî xirabiya gelê xwe dikin. Xwedê mala sebeban xira bike.
Paşê ji min re çîrroka xwe ser û bin got. Gava çêla partiya Xoybûn hat, keserek kişand pê re dûman ji gewriyê hat, digot:
— Kesê ko peyayên Xoybûn nemaze, wê bawer be ko mirovin gelparêzin, herwekî me dizanî. Lê gava nîzîkê bibin û wan binasin, dê bizanin ko van mirovana dijminê gelê Kurd in.
Hînga min jê re çîrroka Xelîl beg ko al û ewraqên Xoybûnê ji Tirkan re şandine gote. Îlyas li min vegerrand û got;
— Ji min re jî ev tişt goti bû. Ji ber vê yekê wek yên mayî sirgûnî Şamê nebû. Eger Xelîl beg peyayê Tirkan e, Haco jî peyayê Firansizan e.
Min jê pirsî:
— Lê mala Bedirxan?
— Ew jî peyayên Taşnakan in.
— Lê mala Cemîl paşa?
— Mihemed ji xwe re diziyê dike, xwe pê bi xwedî dike. Herçî Bedrî beg ji xwarinê pê ve bi kêrî tiştekî nayê. Qedrî beg û Ekrem beg hinekî baş in û bendewariyeke biçûk digel mirov nîşan didin; lê ne bi qasî ko divê. Heya niha çend quruş di destê wan de hene ji lewre hê xwe ne firotine, gava dsetvala bimînin nizam wê çiqas ber paqijiyê xwe biparêzin.
— Dibînim tu hêviya qenciyê ji kesî wan nekiye!…
— Ne kes…
Paşê ji min re li ser tevgerra tevayî peyivî. Hînga min zanî ko Celadet, Haco, mala Cemîl paşa, tevî ko çûn serxetê tifing neteqandin!… Herçî mala Birahîm paşa herwekî Xelîl begê bi devê xwe gotibû haya hikûmeta Tirk ji tevgerrê kirin û her du kurrên Şehîn begê neçûn serxetê û ji aliyê Firansizan ve hatin girtin. Xuya dikir yê ko tifing teqandi bû ez tenê bûm û bes! Ji partiyeke dûr û dirêj lebatekî tenê karê ko jê re hati bû sipartin bê kêmanî kiri bû, Xoybûnê di belavoka xwe de ew kir jî li ser Şêx Nûhê Şêxî nivîsî bû! Xwezî qene Şêx Nûh digel me hatibûna dîsa ne xem bû. Kar ji min re hatibû sipartin, û min ew kar bi camêrî kiribû; lê li ser Şêx Nûh hatibû nivîsandin!.
Gava Îlyasê Dêrikî belavoka Xoybûnê raveyî min kir ez ecêb mam! Ma holê jî dibûn? ko yek bike û li ser yekî din bête nivîsandin!…
Gava digel Îlyasê Dêrikî me kirên Xoybûnê di ber çavên xwe re birin anîn, hemî kirên wê holê belovacî û ne di rê de bûn. Paşê Îlyas ji min pirsî:
— Niha tu yê bi ko de herî?.
— Nizanim; lê divê ez xwe bigehînim Şamê û rûbarî van berpirsiyarên Xoybûnê ên camêr bibim. Me xwe sipartibû wan, xuyaye wan jî xwe sipartiye Taşnakan. Carê min ew bidîtana pêşiya xwe dîtin hêsanî dibûn.
— Tu şaşî Osman. Gavînin hîn ji wan bi hêviye; lê hêviya te wilo ye. Ev bûn bîst roj kurrê Evdilmecîd begê Cibirî Xalis beg hatiye Tehlikê gundê mala Cemîl paşa ji bo dîtina wan, heya niha ne xwestine Şamê.
— Divê zanibî ko Xalis beg ji Araratê hatiye. Gava ew ne xwestin, dê çawan te bixwazin.
Dema min bihîst ko yek ji şerrkerên Araratê li Tehlikê ye. min her tişt ji bîra kir û tenê meraqa dîtina wî ez girtim. Hînga min gote Îlyasê Dêrikî:
— Berî her tiştî ez ê Xalis begê bibînim, paşê binêrrim ka berê min dikeve kê derê.
— Berê te bi ko ve dibe dilê teye. Lê rojna têyî Hesîçê wî werî mala min.
Piştî min pirs da Îlyas ko çi gava çûm Hesîçê ez herim mala wî, min berê xwe da Tehlikê û çûm. Tinê min berê xwe dayê bi gelkê ji min re ne nas bû. Min ji mala Cemîl paşa tenê Qedrî beg dinasîn, ew jî li Şamê bû. Birayê wî Bedrî li Tehlikê bû, me hev ne dinasî.
Wê rojê piştî nîvro ez gîham Qeremaniyê, li wir peya min berê xwe da Tehlikê. Serêvarê ez gîham Bedrî li mal bû, min xwe pê da nasîn. Min pirsa Xalis begê kir, got ew tevî xulamê xwe derketiye nava erdan gerrê. Pirr neçû Xalis beg hat û me hevdu nasî û digel wî mam.
Xalis ji şerrevaniyên me ên sere bû. Di Araratê de piştî Îhsan Nûrî, Ferzende û Birho peyayê çaran dihate nasîn. Min dikarî jê hemî rewşa Araratê hîn bibim. Ev yeka han ji bo min bextiyariyeke mezin bû ko ne bawer bûm ko di xewnê de bibînim.
Xalis mirovekî xweşpeyv bû û dostanî zûka di nava me de çê bû.”

***

Li gel kurdperwerî û rewşenbîriya Êlaso, tê gotin ko dengê wî xweş bû û nîvdengbêjiyeke wî jî hebû, lê bi qandî tê zanîn wî ji kesî re nedistira; delîlê vê yekê jî nivîsa Mîr Celadetî ye ko hûn ê li jêr bibînin.
Di derbarê jiyan û mucadeleya Êlaso de tiştekî zêde yê nivîskî li ber destî tune ye, lê bi qandî ko mirov ji nivîsên di Hawarê de fahm dike, rewşenbîrên kurd yên wê demê qedir û qîmeta wî girtine û bi çend gotinan be jî piştî wefata wî çend nivîs li ser wî hatine nivîsîn û Hawarê bi xwe jî nivîseke sersaxiyê li ser wî nivîsiye[15].
Her weha xwediyê Hawarê Mîr Celadetî jî bîreke xwe ya bi Êlaso re di rûpelên Hawarê de belav kiriye.

Bîreke Celadet Bedirxanî bi Êlaso re

Ji biserhatiya rehmetî tiştekî tekûz û hêjayî nivîsandinê ye nizanim. Lê ji bona şakirina giyanê wî bîreke wî dê biêxim rûpelên Hawarê.
Îlyas Efendî ji giregirên Dêrikê ye. Zû ve bi kurdaniya xwe hisiya ye û ji bona azahiya welatê xwe xebitî ye. Min navê wî ji berê ve dibihîst. Ji min re gotibûn ko ketîye hepsê, derketiye pêşberî Îstîqlalê, cuhabên zîrek dabûne û ho. Ji lewra ez nivîsandina jînenîgariya wî ji wan re dihêlim ko pê dizanin û bi xwe di van stûnan de bîreke wî belav dikim. Belê, di çaxa serxwerabûna Agriyê de me gelek qala rehmetî dikir. Bi hin hevalên me ji welêt hevdu nas dikirin. Jê re dişandin û jê distandin. Bi wan re rabû û ew di cihê xwe de biqewimanda. Lê herwekî nas e tu kesî neqewimand wer li me qewimandin.
Pêşdetir em anîbûn Şamê. Hingê me bihîstibû ko Îlyas Efendî derbasî Binxetê bûye û hatiye Sûriyê. Le hikûmetê ew wek hevalên din; nehiştibû ko li ser tixûbî bimîne û hinartibû Dêra Zorê. Çend mehan li wê derê ma û paşê vegeriya Serê Kaniyê. Lê me hev du nedîtibûn. Hetanî ko ez, berî du salan ji bona çand rojan, çûbûm Hisîçe.
Li Hisîçê em di civatekê de rûniştîbûn. Di nav me tu biyanî nînbû. Tev de kurd, tev de derketî…
Yekî ji min re gotibû ko dengê Îlyas Efendî spehî ye. Bi hincetekê min jê hêvî kir ko ji me re tiştekî bibêjit. Li min vegerand û got:
— Li ser çavan, ko min ji te re negot ez ê ji kê re bibêjim. Lê dengê min nîne.
Vêca min jê re got:
— Ez ê ji te re li ser deng û strana kurdan çîrokekê bibêjim. Wekî ez li Almanyayê bûm rojekê profesorekî Alman ko bi kurdaniyê mijûl dibû û li ser kurdan gelek kitêb xwendibûn ji min re got: ”Min di kitêbekê de xwend ko kurd gelek [hez ji] hijî mûsîqiyê dikin û tu kurd nîne ko nizane bistrîne. Ez gelekî dixwazim tiştekî ji mûsîqiya kurdan bibihîzim. Tiştekî ji min re nanihûrînî?…” Ji ber ko min deng nîne min nikaribû jê re bistrînim. Ma ne gerek e ez bibêjim ko gerek şermîsar ketim.
Îlyas Efendî hinek fikirî û ji min pirsî:
— Ewî çi gote te?
Ji min re got:
— Li gora destûra ko her kurd dizane bistrîne, strandin wesfekî kurdaniyê ye. Madem tu nizanî bistrînî di kurdaniyê de wesfekî te kêm e, tu kurdekî kêmwesf î.
Rehmetî ji dil kenî û li min vegerand:
— Ez çi bêjim te zora min bir (dîsan kenî û bi ser xist) di kurdaniyê de tu kêmaniya min nîne ez bi her wesfê xwe kurdekî tekûz im û ji me re çend kelam gotin û em pê şa kirin. Xwedê giyanê wî di axretê de û zar û zêçên wî di dinyayê de şa bikit.
Îlyas Efendî hêj ciwan û ser xwe bû. Çavên wî bi agirê jîriyê diçirisîn. Eqilmend û xwedan tevdîr bû. Rê pê biketa dikaribû xizmeta millet û welatê xwe bikit. Ji zêvariyê, di nav belengaziyê de mir jê bêtir heyf ji me re.
Celadet Alî Bedirxan; Hawar, hejmara 21ê, sala 1933yan
Adar–nîsan–gulan, 2008

http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=8147#.U5BpPMtZrcs

Têbînî:

[1] Di kêtêba Malmisanijî de ko navê wê “Bîtlisli Kemal Fevzi ve Kurt Orgutleri içindeki yeri” ye, gava idama Kemal Fewzî û pênc kesên din tê dayin de, qala Êlaso, Husênê Seydo, Sînoyê Resûlû, Qadoyê Şêxo û Rifetê Evdilqadirî jî tê kirin ko wan berat kiriye û her weha Nazîf û Mistefa Begên mala Cemîl Paşayî jî di heman mahkemeyê de berat kirine.

[2] Navên birayên wî Şêxmûs, Hecî Etman, Hecî Reşîd, Saliho, Seîdo û M. Emîn bû.

[3] Li Şemirxê du eşîrên sereke hebûn/ne ko Yaqûbî mitefîkên rûtan bûn û Gançoyî jî mitefîkên mahmûdiyan bûn.

[4] Heta bi vê dawiyê jî dema ko bavê min sax bû têkiliyên malbatê û mala Cemîl paşayî berdewam dikirin. Tê bîra min ko piştî Wecdî begê mala Cemîl paşayî ji Binxetê vegeriya bû, xelk li mal û gundên wan asê bûbûn. Wî alîkarî ji malbata me xwest û bavê min nêzîkî 15-20 merivên Mahmûdî dan hevdu û ew bi gaziya wî de çûn. Ez wê demê zaro dihatim hesêb, bavê min ez jî teva xwe biribûm û tê bîra min ko di navbera merivên me û gundiyên Zoravaya Batmanê de şer derket, lê dû re Wecdî beg û gudî li hevdu hatin û erdên wî lê vegerandin. Piştî Zoravayê jî ew çûn gundekî wî yê dinê (Daraqolê) û li wir jî şer derket û yek ji gundiyan hate kuştin.

E. K.

[5] Li Dêrikê li gel gelek eşîrên bi nav û deng, eşîra Mahmûdan jî heye. Yê ko ji wê eşîrê be, ji xwe re dibêje, Mahmûdî. Serokê wê eşîrê Reşo bû. Piştî Reşo, lawê wî Osman dikeve şûna wî. Ji xwe, piştî wî, êdî malbat wek ”mala Osmanê Reşo” (Hecî Osmanê Reşo) tê nasîn. Ev Osman yek ji wan sê Osmanên ko li hember Birahîm Paşayê Millî serî netewandine ye ko Ziya Gokalp di ”Destana Birahîm Paşayê Eşqiya” de behsa wî jî dike.

Mistefa Aydogan, NÛDEM, No: 24, 1997

[6] Di sisiyê hezîranê de, li ezmanê kurdan, tofanek eceb qewimî; histêrkek pir bi şewq û pir bi nûr ji nişka ve rijiya, xeyidî, xwe da riya dinyake din û nehat!

Ji ber vî halî ye ko îro li dinya me ronahî kêm, hizn û melal zedetir bûye; ehlê dinya kurdan – nemaze rewşendarê ji rewşa we hêstêrikê – kezebirîn û dilbixwîn mane. Yek jê ez im; baxê giyanê min mij û xumama şînê girtiye; hundurê min ji xem û xeyalan ca bi can zebûn û birîndar e. Gelo çi bû? Ma hîn de çi bibe! Xalê min, welatiyê min, mamosta û reberê min destê xwe ji me qetand û ket bin axa reş û sar. Hey wax! Hey wax!

Xalê min ji bavan de xismê min bû; lê roja ko ez agahê çêyî û xirabiyê bûm ew bû dostê min. Ji lewra ko milletperwerekî hêja bû. Tirsa bav û birê min, riya min li ser mala wî nebirî, tehdîdê mirovê min stewr man, min bi rûhe xwe ve ew diparast. Wî jî bi dilê xwe ve ji min hiz dikir.

Gelo ji bo çi welatê xwe yê bihuştîn terk kir, dest ji xaniman û şaneşînê xwe kir û hat li van çol û çepalan derbider geriya? Wî bi xwe ev pirs ji xwe nekiribû. `Işqa milletî hertişt ii ber wî beqîmet kiribû. Hatibû xebata welatê xwe tola kuştiyê milletê xwe. Heyhat Xwedê pê re ne bir serî, pêta agirê hundurê wî ew kuşt, mirazê wi bi wî re çû gornê. No! No! Ne mirazê wî ne ew bi xwe jî neçûne gorne. Mirazê wî mirazê me, mirazê gişkan bû. Ji lewra bi me re di me de dijî û heta roja paşîn jî dê bijî. Bi xwe jî neçûye gornê. Ji ber ko herçî di rêya milletê xwe de dimirin laşê wan bikeve erdê jî giyanê wan ber bi ezmanan ve bilind dibin û ew bi xwe di dilên welatiyên xwe de dijîn.

Qedrîcan, ji heman nivîsê.

[7] Salek neçû min jî da dû; me li Hisîçê hev du dît ji ber ko biraziyekî wî mamekî me kuştibû, navbera me piçekî sar bû. Lê dihat ser kurdîtiye ji berê germtir bû.

[8] Gundekî Şemirxê ye

[9] Qedîcanî di nivsa xwe ya di (hejmar 22, 1 Tîrmeh 1933) Hawarê de ko nave wê ”Şîna xalê min” e, weha qala Êlaso û vê meseleyê kiriye:

“Efendî di lawaniya xwe de kurdperwer bû. Di mutarekê de civata kurdî li Derikê eşkere vekiribû, ew bi xwe serwerê civatê, ji heralî libat (e’za) civandin. Pirî jêhatî bû, hêj bîst û çar pênc salî bû, bû serekê du sê eşîran. Memûrê tirko di destê xwe da dida lîstin. Di şerê Şêx Seîdê rehmetî de çiqas beg û axayên welatê me û nêzîngê me hene bi peyayên xwe ve çûne himberî Şêx. Lê Efendî neçû. Bi ser de bi çend peyayên xwe ve derket Çiyayê Mazî. Ajot ser qereqola gunde Şewaşiyê. Esker û cebxana wan dîl girt. Gava şehîde şêrîn Kemal Fewzî Beg hate girtin, Efendî bihîst ko ew ê Kemal Fewzî Beg di riya Sewregê de bibin Anadolê. Ji ber bihîstina vê xeberê birayê xwe Salih Beg (ew jî bû sehîdê milletê xwe) bi çend peyan ve şand ser riya Sewregê ko Kemal Fewzî Beg ji destê neyaran derxîne. Lê sed heyf di riya Xarpetê şandibûn…”

[10] Ji kêtêba Malmisanijî ko navê wê “Bîtlisli Kemal Fevzi ve Kurt Orgutleri içindeki yeri” ye. Malmisanijî di kitêba xwe ya bi navê “Cemîlpaşazadeyên diyarbekirî û neteweperestiya kurd” de belgeya ko bi rişwetê girtiyên mala Cemîl paşayî daye berdan belav kiriye.

[11] Ji heman nivîsa Qedrîcanî: “Di pey şikestina Şêx de serwerê delal jî birin berpirsiyariya Îstîqlalê. Lê Xwedê ji wê afatê xelas kir. Şûn da sirgûnê Anadolê kirin. Li wê jî rahet nedisekinî; hevalê xwe yê nezan îqaz û îrşad dikir, bi hevalên zana re civat çedikir. Ji lewra li ciyekî sekna wî tine bû, du rojan li ciyeki nedima. Bi derekê din ve dişandin.

Pişti efwê dîsa hat welatê xwe, xort li dora xwe civandin. Bi civata mezin re muxabere kir, ji xortên dora wî yek jê ez bûm…”

[12] Osman Sebrî di bîranînên xwe de qala pênc (5) fermandariyan dike.

[13] Gava meytê Saliho tînin hewşa Serayê, qaymeqam cewabê dide Êlaso. Êlaso tê di ser cendekê Saliho re disekine û tifî cendekê birayê xwe dike û dû re dihere odeya qaymeqêm û wî tebrîk dike. Li ser vê helwêsta Êlaso, qaymeqam roja dinê Dêrikê terk dike û nema careke dinê li Dêrikê vedigere.

Min ev agahdarî ji temenmezinên malbatê bihîstiye û şîroveya meseleyê heta bi niha jî weha ye: ”Sebeba ko wî tifî cendekê birayê xwe kir, yanî wî gotiye ko divê tu weha bi erzanî nehataya kuştin û gava qaymeqêm pîroz dike jî ew mesajek dide wî ko ji re dibêje, dê ev yeka hanê ji te re nemîne, loma jî dotira rojê qeymeqam reviya; wî zanîbû ko Êlaso dê belayekê bîne serê wî.” E. K.

[14] Ji heman nivîsa Qedrîcanî: “Tiştekî ji me veşartî tunebû. Gava ko hate Sûriyê xeber da min û çend hevalan. Lê herwekî Hawarê nivîsandiye Xwedê ji tu wan re li hev du neanî.

Berê wî bi jer ve rast kirin, pişti hatina wî zarokê wî jî canê xwe xelas kirin. Le di feqîri û zelûlî…”

[15] Şîn

Kurê Hacî Osman axayê Reşoyê Dêrikî çû rehmetê.

Îlyas Efendî kurê Hacî [Osman] axayê Reşoyê Dêrikî di siseyê hezîrana vê salê, di roja şembehê de çû rehmetê.

Li gora ko ji me re hate nivîsandin rehmetî bi mêvanî çûbû Amûdê. Ew çend hevalên wî heta derangê şevê di qahweke Amûdê de rûniştibûn. Wekî ji hev qetiyan Îlyas Efendî jî ser xwe û bi kêf bû. Mirin nedihat bîra wî, ne jî bîra hevanlên wî. Cihê wî li geraja Amûdê çêkiribûn. Sibetir heta wextekî dereng xwe şanî nedabû. Hevalên wî çûbûne balê. Gava ketin mezela wî dîtine ko kurê Hacî Osman Axa, ji bona xewa xwe a paşîn û abadîn [ebedî] xwe dirêjî niwîna xwe kiriye. Jê deng nedihat. Paş xwe re malek û welatek hiştibûn. Edî deng ji wan dê bihata û ew ê guhdariya wan dê bikira. Rehmeta xwedê lê û li malbata wî bit.

Hawar; hejmara 21ê, sala 1933yan

 

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*