A- Serhildanên Kurdan yên ji salên 1800an heta Şerê Dinya yê Yekemîn, ji bo parastina rewşa xwe ya berê bûn

Dewleta Osmanî ji salên 1800an û virde dest bi polîtîkayên merkezîbûnê dike. Sazumana wîlayetên Fransayê tînin dewleta Osmanî. Di perça Kurdistanê ya bindestê Osmanîyan de herêmên mîrîtiyan dikin wîlayet, desthilatiya wan radikin û herêman didin bin desthilatiya waliyên ku ji alîyê merkezê ve hatine birêkirin.

Berîya ku Kurdistan bikeve bin destê Osmanîyan, mîrîtî (mîrnişînî) li ser bingeha rêxistina gelêrî dihate rêvebirin. Kurd bi dewleta Îraniyan ra di nav dijîtiyê de bûn û ji alîyê rêvebiriya Îranê ve zordestî û neheqî li wan dihate kirin. Dewleta Osmanîyan jî xwe li bin gefên(tehdîdên) dewleta Îranê de didîtin. Dikaribûn li hember reqîbên xwe yên îraniyan bi çêkirina rêxistina Kurdan ewlekariya xwe pêkbînin. Yawuz Sultan Selîm bi vê amacê, bi wesîte û alîkarîya Mele Îdrisê Bedlîsî bi mîrîtî û eşîretên kurdan ra têkilî û pevgirêdanî pêk tîne. Li hember zordestiya Îranê Kurd jî li piştgiriyek digeriyan, vê yekê pêkhatina van têkiliya hêsantir dikir. Bi şertê parastina rewşa xwe ya heyî, Kurd xwe didin alîyê Osmanîyan û dikevin bin rêvebiriya wan. Sedemek girîng yê pêkhatina van têkiliyan jî sûnnî bûna Osmanîyan bû.

Heta salên 1800an têkiliyên kurdan bi Osmanîyan ra, di dereca mîrîtîyên serbixwe (otonom) de bû. Têkiliyên mûlkî yê axa Dewleta Osmanîyan, sazûmana Timarê, di Kurdistanê de nîn bû. Bi navê xwe çapkirina peran(diravan) û xwendina xûtbê, di bin selahiyeta (rayedariya) mîran de bû. Di sedsala 19. de ji alîyê desthilatiya aborî û eskerî ve hîn bêtir pêşveçûna Kapîtalîzma Rojava, di neteweyên herêma Balkanan de pêşveçuna tevgerên netewetî û zivirîna wî ya ser xeta siyasî, li Awrupayê belavbûna herikîna netewî, di Ermenîstan û Kurdistanê de jî li ser civatên Ermen û Kurdan ra tesîr dikir. Di sala 1808ê de bi Peymana Senedî Îtîfaq di şûna têkiliyên mûlkî yê ax’a Osmanîyan, bi tevî qebûlkirina mafê mûlkîyeta axê û mîrasê, baca ku dihate berhevkirin ji ber ku di navbera qata ayanan(bijartîyên dervayê burokrasî) de dihate parvekirin,  dizanîn dê brokrasiya Osmanî nikaribe li Awrupayê ji xwe ra cî bibîne, lewma ji bo ku di Asyayê de bicî bibin polîtîkayên nû pêkanîn.

Ji ber vê yekê, burokrasiya Osmanî di destpêka sedsala 19. de biryar dide ku hebûna mîrîtîyên Kurdan ji holê rake û herêmên di bin desthilatiya wan mîrîtîyan de bikin wîlayetên ku bi Dewleta Osmanîyan ve girêdayî ne. Mîrên Kurd vê biryarê nas nakin û bi Dewleta Osmanîyan ra dikevin nav pevçûnê. Lê mixabin ku mîrîtîyên Kurd nikarîn di navabera xwe de otorîteyekê navendî-merkezî ya sîyasî pêkbînin. Tevgerên serhildana Abdurahman Paşa ya di navbera salên 1806-1809an de, yê Mîrê Soran Mîr Mihemed di salên 1814-1836-an de,  di salên 1840-1847an de yê Bedirxan Beg û wd.  Ji ber ku di qada welat de merkezî nebûbûn û di nav xwe de jî ji hev bûbûn û ji ber hinek sedemên din jî di navbera wan de yekîtîyek nîn bû, biserneketin. Burokrasiya Osmanîyan bi hinek dek û dolavan di nîvê sedsala 19. de mîrîtîyên Kurd ji holê rakirin, herêmên bi wan ve girêdayî her yek kirin wîlayetek merkezî û bi derxistina qanûnek jî sîstema ax’a mîrîtîyê tête rakirin.

Di pêvajoya tesfîye kirina mîrîtîyan de eşîretên kurd jî ketin rewşa cîwarbûnê (cihnişînê). Serok û giragirên eşîretan jî bûn xwedî erdên mezin. Di sala 1858î de bi derketina Qanûna Arazî, arazîyên mezin yên mîran(mîrîtîyên kurd) jî, ji dewletê bi bûhayek erzan kirrîn û erdê xwe bêtir zêde û fire kirin. Di Kurdistanê de yekîtî û sazûmana navbera eşîretan, sazûmana mîrîtîyê dirist dikir. Her çiqas di şûna vê sazumanê de raste rast rêvebirîya walîyan destpêkir jî, bi tesfîye kirina mîran, ji alîyê rêvebirinî ve valayîya ku peyda bûbû, nehate dagirtin. Lewra eşîretan walîyên Osmanîyan ji xwe ra bîyanî didîtin û bi wan bawer nedikirin. Ji ber ku ev valayîya rêvebirinîyê dibû sebeb û halankarê dijminatîya navbera eşîretan, sazgehek navbeynçî bûbû îhtîyacek komejînî(civakî). Ev valayîya navbeyncîtî ya ku ji tunebûna mîran peyda bûbû, şûna wê şêx û tarîqatan dagirtin. Di Kurdistanê de bi tasfîye kirina mîran, sazgeha şêxîtîyê derdikeve pêşiyê. Bi tevî tevgera Şêx Ubeydullah ku dijberê zordestî û bacgirtinê destpêkiribû, di Kurdistanê de serokatîya serhildanan dikeve destê şêxan û sazgehên şêxîtîyê. Bêguman divê ev serhildanan, di çarçova têkiliyên dewleta Osmanî û dewletên Awrupayî de bi tevî têkilîyên Rusyayê ra bêne dîtin.

Tevgerên sedsala 19. tevgerên çandî ne. Helsengên çandî yên hevpar, berhemê pêvajoka dîrokî ne. Tenê bi xisûsiyetên hevpar ên dîrokî; çand, ziman, psîkolojî û bîrbirî(bîrewerî) ya netewî çênabe û bi civatê ra netewetî peyda nabe. Ancax bi rêxistin û têkoşîna sîyasî, bîrbirî ya netewî peyda dibe (çêdibe) û civata çandî dizîvire dibe civata sîyasî. Tenê di rewşek wesa de xisûsiyetên çandî yên dîrokî di çêkirina bîrbirî ya netewî de wek xûsuiyetek tesîr li van her yek xûsusîyetan dike.

Di Kurdistanê de rêxistinên şoreşgerên netewî û rêxistinên demokratên netewî, serhildanên sedsala 19. wekî tevgerên netewî dibînin(tînin ziman). Bi vê feraseta xwe netew û netewetî wekî pirsgirêkekê dîrokî û çandî dibînin. Li gorî PKKê jî destpêka dîroka rizgarîya neteweya kurd, bi derketina PKKê destpê dike. Ev lênêrîna PKKê, çêbûna netew û netewetî wek pirsgirêkekî çandî dibîne û her weha pirsgirêka Kurd jî di nav sînorên Mîsaqî Mîllî de dibîne. Bi tevî ku pirsgirêkê di nav Mîsaqî Mîllî de dibîne, çareserbûna pirsgirêkê li ser esasa(bigeha) pîvanên sîyasî na, li ser bingeha pîvanên çandî qebûl dike.

Îdeolojîya burjuwazîyê bi pîvanên dîrokî-çandî li pirsgirêka netew û netewetî dinêre. Ligorî lênêrîna burjuwazîya navendî ya Awrupî, her komejîn(civat) bi ewrîma(tekamula) dîrokî digîje dereca netewî û ev pêvajok di encamê de digîje dewleta netewî. Ji ber ku kultura komejînên Awrupa Rojava hîn pêşvetir e, bi dîrokî hîn zû giheştine dereca dewleta netewî. Bi vî awayî, netewebûna civatên cihê cihê û damezirandina (danîna) dewleta netewî, ligorî ewrîma(tekamula) dîrokî mîsoger e. Ji ber vê yekê ev lênêrîn, civat û kulturan wek pêşteçûyî û paşvemayî jihev cûda dike. Marksîzma Înternasyonala Duyemîn (II.), bi navê pêdivîya aborî yan jî pêdivîya determinîzma zanyarî vê fahmê(ferasatê) bi navê marksîzmê belav kirîye. Ligor vê fam û ferasetê, “însan bi îrade û bîra xwe nikarin rewşa aborî bigûherînin.” Ligor vê têzê, di welatên mêtingeh de ramedanên (investissement-Îng.) aborî yên dewletên mêtingehkaran dema ku bigîjin derecekê, ligor determinîzmê pêşveçûna bîra netewî mîsoger dibe. Bi vê awayê di derheqa pirsgirêka netew û netewetî de, fereseta sîyasî ya Marx ku di sala 1870an de têgihîştibû, nehate dîtin, bi zanebûnê xelet hate nîşandan. Û dihat gotin ku sosyalîzm jî, ancax piştî damezirandina dewletek netewî ya demokrat, heta derecekî (radekê) bi pêşteçûna kapîzalîzmê tête rojevê. Xwedîyên vê têzê çawa ku netew û netewetî encamê tekamula dîrokeke determinîst dibînin, sosyalîzmê jî wekî modêla pêşveçûna aborî ya geşbûna netewî û pêşteçûna komejînî dibînin (têdigehin). Ew şoreşgerên netewî û tevgerên demokratî-netewî yên kurd ku di bin tesîra lênêrîna burjuwazîya navendî ya Awrupî de ne, netewetî wekî pirsgirêkek dîrokî/çandî yan jî netewî/çandî dibînin. Ev feraset, tekamula dîrokî û tekamula bîra netewî tevîhev dikin. Ev jî, dibe sebebê(çimayîya) şewşandin û xeletandina bîra netewebûn û sîyasîbûnê.

Kominîstên şoreşger, çêbûna netew û netewetî wek pirsgirêkekê sîyasî dibînin. Her wekî Asya û Afrîkayê, di Kurdistanê de jî pirsgirêka netewî pêvajoya şerê yekemîn yê cîhanê xwe nîşan dide. Di vî de tesîra Şoreşa Oktobir û sîyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amrîka(DYA) jî heye.

Aşitîya(lihevhatina) Împeryalîstan Kurdistanê çar par dike. Piştî vê pêvajoyê Kurd, di salên 1919-an de bi serokatîya Şêx Mehmûd Berzencî dijberê Împeryalîzma Îngilizan, di Qoçgirî de jî dijberê serokê hikûmeta Anqerê Mistefa Kemal dest bi têkoşînê dikin.

Dijberê dagirtin û îlhaqkirina Kurdistanê serhildanên Şêx Seîd, Agirî û Dêrsim û li Rojhelata Kurdistanê jî Komara Kurd ya Mahabadê, di başûrê Kurdistanê de jî ji salên 1931an vir ve heta evro berdewamkirina Tevgera Barzanî, demara sîyasî ya Tevgera Mehmud Berzencî, Qoçgirî û yên tevgerên din di xwe da dipê(dihewîne).

Di bakurê Kurdistanê de refgirên ku xwe wekî netewî-şoreşger dibînin; PKK û ewên din û yên ku xwe netewî-demokrat dibînin, ji ber ku xwedî ramana sîyasî ya çimanîyetî (objektîv) ne, pirsgirêka netewî, ji alîyê dîrokî û çandî ve dibînin. Ji ber vê yekê, nûqta(dereca) ku gehîştine, di nava Sînorên Mîsaqê Mîllî de lêgerîna çareserkirina pirsgirêka Kurd e.

B- Tevgera Mistefa Kemal, Tevgera xwe di Şiklekî nû de Berdewamkirina Burokrasîya Osmanî ye

Di şerê yekemîn yê parvekirina Împeryalî de, Dewleta Osmanî wek mûtefîkekê Împeryalîzma Almanî dikeve şer, di şer de mexlub dibe û dikeve rewşa xerabûnê(jihevbûnê). Serdestên Dewleta Osmanî burokrasîya eskerî û siwîl ya bilind e, bi taybetî jî paşayên eskerî ne. Burokrasî ku di rewşa çîna desthilat de bû, ji bo xwe dikeve nav çalakiyên pêkanîna sîyaseta danîna dewletek xwerû.

Ji ber ku Mistefa Kemal û derûdora wî brokratên dewleta Osmanî bûn, divê rewşa civata Osmanî bi kurtî bête têgihandin (dîyarkirin). Di civata Osmanî de ax(erd), hêza hilberîn ya bingehî ye û mûlkê padîşa ye. Mûlkîyeta (aîdîyeta) vê mûlkî, di navbera çînên desthilat de nayê parvekirin û belavkirin. Peywira bingehî ya dewletê parastin, firekirin û xebitandina vê mûlkê aîdê padîşa ye.

Mûlkê Osmanî naye firotin, naye parvekirin lêbelê li hember xîzmetê wek mafê tesarufkirinê tête dayîn. Ev jî sîstema Timarê ye. Xwedîyê Timarê, xwedî mafê teserufkirina axa di dest wî de ye. Ew ax’a ku ji bo timarê hatîye dayin, mêtina ew kesên li ser vê ax’ê dijîn jî, yanî baca wê jî ji alîyê saray ve tête belîkirin (dîyarkirin). Xwedîyê Timarê jî ji bo parastin û firekirina mûlkê padîşa, divê bi dewletê re girêdayî be û ji wê ra xîzmet bike. Mecbûre ku qasê mîkdarê arazîyê hejmarek esker berhev bike û wan ji bo şerkirinê amade bike.

Dewlet faalîyetên ji bo rêxistin û parastina tîcaret û senetê, avayî û xîzmetên avadanî û avakirina bajarên nû û wd. dike. Ji bo pêkanîna van hemû tiştan bi fireyî rêxistina mekanîzmayeke brokratî çêdike. Bi vê awayê civata Osmanî ji du çînan pêk tê; çîna bijartî ya rêvebirina dewletê û çîna qulan(qerwaşan).

Peywira çîna serdest yanî yê burokrasîyê ji alîyê padîşah ve tête dayîn û dema ku bixwaze jî wan paşve(şunde) digre. Ev mafê cîyawaz ji alîyê padîşah ve tête dayîn û dema ku bixwaze jî dikare paşde bigre. Mimkune ku ev cîyawazîyê bide kesina, ev yeka xwe nasipêre esaletek bi xwînê ve girêdayî.

Di burokrasîya Osmanî de bingehê afirandina qebûlên civakî, parastin û berdewamîya mûlk e.

Di nav burokrasî û axayên ax’ê(zevî) yên bajarî de di salên 1870an de bi armanca berdewamîya dewletê refgirên îdeolojîk ê Osmanî parêzî, Pan-Îslamîzm û Pan-Tirkîzm xwe nîşan didin. Osmanî parêzî, welatparêzîya dewleta Osmanî ye. Ewên ku vê nêrînê diparastin, tu ferqek nedixistin navbera dîn û mileta welatîyên dewleta Osmanî. Ji bo hemû qulên Osmanî dayîna mafê rûniştevanî û wekhevîyê diparastin. Dewleta Osmanî û axa di bin destê vê dewletê de, dewlet û welatê hemû welatîyên Osmanî qebûl dikirin û netewetîya terîtoryal dianîn ziman. Panîslamîzm di dema padîşah Abdullhamîd de (1876-1909) wek erka desthilatîyê hate bikaranîn. Û li ser bingehê, vê lênêrînê dest bi Îslehatê (reforman) kirin. Di sala 1908ê de bi tevî tevgera Jon-Tirk (Tirkên ciwan) û desthilatîya Îtihad û Terakkî, îdeolojîya Pan-Turkîzmê zemîna tetbîq bûnê dîtîye. Pan-Tirkîzm, di bin tesîra fikra felsefeya pozîtîvîst û lîberalîzma Franse’yê de bû, dixwest ku hemû Tirkan di nav Dewleta Osmanî de bigijîne hev û yekîtîya wan pêkbîne. Pêkhatina vê yekîtîyê hemû cografya Kurdistan û Ermenîstanê jî digirt nava xwe.

Dema ku di salên 1920an de Mistefa Kemal û burokrasîya Osmanî di Anqerê de ketin nav faalîyeta danîna dewletek nû, weke welatek hedefa wan, bi tevî Anatolê Kurdistan jî digirt nava xwe. Ji bo vê yekê jî bi alîkarîya sazgehên dewleta Osmanî yên di Kurdistanê de, tehdîta Ermenîyan derdixe pêş. Şertên maddî(şênber) yên vê tehdîdê jî hebûn. Di pêvajoya şerê yekemîn yê cîhanê de nefîkirin û qetilkirina Ermenîyan, bi fîîlî ji alîyê dewleta Osmanîyan ve hatîye tetbîq kirin. Piştî wê, erdê Ermenîyan di navbera serekeşîr û axayên kurdan de hatîye parvekirin. Û bi vê wesîleyê, Kurd difikirîn ku digel Mistefa Kemal cî bigirin ku bi vê yekê, dê tehdîta Ermenîyan jî bête berteraf kirin. Di Rojavayê de jî bi amaca bidestxistina erdê Rum yan jî Yewnan, piştgirî û alîkarî ji axaler û eşîretan digre. Ji ber vê ye kê, ji alîyekî ve tevgera Mistefa Kemal li ser wadkirina ax’a(xaka) Rum, Pontus û Ermenîyan, piştgirî û alîkarîya Tirk û Kurdan digre, dijberê Ermenî û Yewnanan rêxistina wan pêktîne.

Mistefa kemal û hevalên wî, bi gotinek rasttir burokrasîya Osmanî her wekî ku li jorê hate dîyarkirin Osmanî Parestî, Pan-Îslamîzm û Pan-Tirkîzm di nava xwe de dipê. Alîyên(taybetên) wan yê hevpar bidestxistina bandorîya xwe ya ku wendakirî(berê) ye, yanî ji nû ve ava kirina dewleta xwe ye.

Ji alîyê burokrasîya Osmanî yanî dewletê ve dagirtina parçekî mezin yê Kurdistanê, bi saya rewşek erînî ya dîplomasî bû; ew jî hilweşîna Çarê Rus(Uris) û di şûna wî de pêkhatina desthilatîya şoreşa Bolşewîk bû. Burokrasîya Osmanî, qasê ku xwedî ceribandin û tecrûba dewletê bû, ew qas jî li ser sazgehên dewleta Osmanî serwer bû. Ji ber vê yekê, qasê ku ji polîtîkayên împeryalîstan û dijîtîyên di navbera wan de agadar bû, li hember desthilatîya Bolşewîkan hesasîyeta(ziravbihîstyarî) wan jî baş dizanîn. Ji alîyê din ve, ev tevgera di pêşkêşîya burokrasî de wekî tevgerek netewî û demokratî nîşan dayîn û qasê vana girîng nîşandana xûsusiyetek (taybeetek) din jî, ji bo ewlekarîya Kafkasyayê bîranîna pêdivîya damezirandina dewleteke Tirk e. Li ser van nûqteyan, piştgirî û alîkarîya ku divê, ji Bolşewîkan digrin (werdigrin).

Tevgera Mistefa Kemal ku ji alîyê burokrasîya Osmanî ve hatîye sazkirin, çawa ku tevgerek demokrat û netewî nîn e, naverokekî wê ya demokratî û dijberê împeryalî jî nîn e. Ev tevger, berdewamîya dewleta Osmanî ye. Tevgera Mistefa Kemal li ser qirkirin, nefîkirin û bêwar kirina Rum, Pontus û Ermenan bicî bûye û Anatolya jî bi zordestî û dijwarî dagirtîye û îlhaq kirîye û bi tevî vana bakurê Kurdistanê jî îşxal û îlhaq kirîye û ev der wek welatê(warê) Tirkan bi peymana Lozanê jî kirine fermî. Ji ber vê yekê Komara Tirkîye dewletekî nû nîn e, berdewamîya Dewleta Osmanî ye.

C- Tevgera Neteweyî Ya Kurdistanê

1- Tevgera Qoçgirî

Dema ku Mistefa Kemal û burokrasîya Osmanî li Anqerê amadakarîya ji nû ve diristkirina dewleta Osmanî dikirin, eynî demê bi serokatîya Alî Şan, Alî Şêr û Baytar Nurî di herêma Qoçgirî û Dêrsimê de amedekarîya damezirandina dewleta Kurdistanê çêdibû. Ji ber ku wan sîyaseta hikûmeta Anqerê dizanîn, dixwestin di herêma Sîwaz û Dêrsimê de rêxistina xwe pêkbînin ku tesîra hikûmeta Anqerê bişikînin, yekîtîya bakurê Kurdistanê pêkbînin û bi Mehmud Berzencî ra peywendî (têkilî) deynin ji bo damezirandina dewleta Kurdistanê. Hikûmeta Anqerê firsed neda wan ku hazirîya pêkanîna hêzekî têrhatî bikin. Bi alîkarîya Bolşewîkan jî di Nîsana 1921ê de dest bi êrîşê kir. Tevgera Qoçgirî mexlûb bû. Serokên tevgerê bi tevî hêzên xwe digîjin herêma Dêrsimê û ji bo eynî armancê hazirîya xwe berdewam dikin. Lêbelê rêxistina ku dihizirîn û dipên(hêvî dikin) nikarin pêkbînin.

Girîngîya tevgera Qoçgirî ew e, ku di bakurê cografya Kurdistanê de damezirandina (danîna) dewletek serbixwe ya Kurdistanê ji xwe re kiribû armanc.

Girîngîyek wê ya din jî, bi serokatîya burokrasîya Osmanî di pêvajoka hewildana danîna dewletek nû ya Tirk de, hewildana danîna(damezirandina) dewletek Kurd e. Ji ber vê yekê ye ku tevgera Qoçgirî, tevgera netewî ya rizgarîya Kurd e.

2- Tevgera Şêx Mehmûd Berzencî

Îngilizan di sala 1917ê de Bexda û di Gulana 1918ê de jî Kerkuk bindest kirin(dagirtin). Ligor pêdivîyên peymana Sykes-Pîcot li Iraqê di bin manda Îngiliz de dest bi hazirîya danîna dewletek Ereb kirin. Ev peyman di 16ê Gulana 1916 de,  di navbera Îngiliz û Fransizan de hatîye îmza kirin, ji alîyê Rusyayê ve jî hatîye tesdîq kirin û ji diwanzdeh bendan pêk tête. Mijara(babeta) peymanê parvekirina cografya Erebistan û Kurdistanê ye. Di vê peymanê de bi tevî ku navê Kurd û Kurdistanê nabore, Kurdistan jî bi vê peymanê çar parçe dibe. Bi tevî Şoreşa Oktobirê peyman eşkera dibe û para Rusya ji alîyê YKSS ve tête redkirin. Ji ber vê yekê bi hinek guhartinan peymana Sevrê tête çêkirin. Ancax burokrasîya Osmanî, ji rewş û dengeyên nû yên ku bi Şoreşa Oktobirê çê bûbûn îstîfade kirin û bi Peymana Lozanê jî Bakurê Kurdistanê xistin bindestê xwe. Eger rewşa ku Şoreşa Oktobirê pêkanîbû çênebûya, cografya ku dewletên xalîb ji burokrasîya Osmanî re belî kiribû dê bi Peymana Sevrê bihatana sînorkirin. Fetisandina Tevgera Rizgarîya Neteweya Kurd û di nav sînorên Mîsaqê Mîllî de bindest mayîna wê, bi erê kirina dewletên xalîb(serdest) çêbûye. Komara Sovyetê ku piştî Şoreşa Oktobirê hatibû damezirandin, çawa ku bi peymana Brest-Lîtivsk Qers, Ardexan û Trabzon ji Osmanîyan ra hiştibû, bi afirandina rewşa nû ji burokrasîya Osmanîyan ra fersend çêkiribû, da ku qada manewra xwe fire bikin û marîfeta xwe rava bidin.

Şêx Mehmûd, di 22ê Gulana 1919 de bajarê Silêmanyeyê digre bin sihêtîyê (qontrolê), serxwebûna Kurdistanê îlan dike û xwe jî qralê Kurdistanê îlan dike. Ji bo parastin û berdewamîya serxwebûna Kurdistanê, dijberê hêzên Îngilizan li berxwe dide û bi encamî di şerekî de birîndar dibe û dikeve berdestê hêzên Îngilîzan.

Di sala 1921ê de ji alîyê Îngiltereyê ve Faysal ji bo qiralîya Îraqê tête îlankirin. Li ser vê bûyerê, di encama cewisandina (zordayina) kurdan de Mehmud Berzencî ji Hindistanê(cîyê nefîkirina wî)  tînin Quweytê. Dibêjin di nava sînorê (tixubên) dewleta Îraqê de ji bo Kurdan dê muxtarîyetî bête dayîn. Piştî ku Mehmud Berzencî vegerya Silêmanyeyê, bi tevî serekeşîr û giragirên kurd û tevgera rojhelata Kurdistanê(Kurdistana Îranê) Simko ra pevdîtin li ser rewşa heyî çêkirin. Di encamê de, di meha Oktobira 1922yê de careka din xwe qiral îlan kir û hikûmeta Kurdistanê damezirand(danî). Di 20ê Qanuna 1923yê de bi peywendiya konsolosê Tebrîzê ji serokatîya YKSS(Yekîtîya Komarên Sovyeta Sosyalîst) nameyekê dişîne û daxwaz dike ku bi wan ra peywendî pêkbîne. Di vê nameyê de weha dibêje: “Kurd, amadene ku pêşeroja(çarenûsa) xwe bi pêşeroja Hikûmeta Sowyetê ra girêbidin û ji bo danîna têkilîyên(peywendîyên) bi we re bêsebir dipên.” Digel vê daxwaza Kurdan, YKSS ji pêkanîna peywendîyê (têkilîyê) re xwe nêzîk nake. Lewra YKSS, peywendîyên xwe Paşayên Osmanîyan ra ku xwe wek Kuvayî Mîllîye didin nasandin, danîye.

Brîtanya cardin hêzên xwe yên leşkerî bi ser kurdan de rêdike. Di vî şerî de teyareyên Hêzên Asîmanî yê Qiralîyêyetê jî têne karanîn û gelek gund û malên kurdan kavil dikin. Di 19ê meha Temûza 1924ê de tevgera bi serokatîya Şêx Mehmûd mexlub dibe.

Li gor peymana di navbera Brîtanîya û Îraqê ya Hezîrana 1930ê de, pêdivîya çêbûna hilbijartinê hate îlankirin. Kurd nerazîbûna xwe ya li hember hilbijartinê dîyar dikin û ji bo vê yekê dest bi xwepêşandinan dikin. Artêşa Îraqê êrîş bire ser kurdan û li ser vê yekê bi serokatîya Şêx Mehmûd cardin şer destpê kir. Vê carê şer di navbera artêşa Îraq û Kurdan de bû û artêşa Îraqê li hember Kurdan biser nekete. Ji ber vê yekê, cardin teyareyên Hêzên Asîmanî yê Qralîyeta Brîtanyayê Kurdistan bombebaran kirin. Her çendî Kurdan li hember hêzên artêşa Îraq û Brîtanyayê heşt meh li berxwe dan jî, piştgirîya wan ya lojîstîk nema û Şêx Mehmûd Berzencî teslîm (radest) bû.

Tevgera Şêx Mehmûd Berzencî, ji sala 1919ê ve heta destpêka sala 1931ê bi hêzên Brîtanyayê ra şer kir, ku wê demê li cîhanê dewleta împeryala herî mezin ya mêtingehkar ew bû. Tevgera Kurd di wê pêvajoyê de hem bi sîyasî û hem jî bi leşkerî tu alîkarîyekî ji derva negirtîye, bi hêz û qeweta xwe şer kirîye.

Li Îraqê di pêvajoya damezirandina dewleta Ereb de, bi serokatîya Berzencî li hember împeryalîya Brîtanyayê ji bo destpêkirina têkoşîna rizgarîya netewî ji Şoreşa Oktobirê jî piştgirî hatîye xwestin. Grîngîyek tevgera Şêx Mehmûd Berzencî jî ji ber vê yekê ye.

Hedefa tevgera Şêx Mehmûd Berzencî, damezirandina dewleta Kurdistanê ye û ev tevger dewleta Kurdistanê jî didet damezirandin. Ji ber vê naveroka wê ye, ku tekoşîna Rizgarî ya Kurdistanê bi tevgera Mehmud Berzencî ve destpê dike. Her weha tevgera Koçgirî jî, ji ber ku bi hedefa dewletbûnê destpê deke, ew jî tekoşîna rizgarîya netewî ye.

3 – Tevgera Şêx Seîd

Burokrasîya Osmanî, bi îmkanên sazgehên heyî yên Osmanî, ji bo firehtir kirina sînorên ku ji alîyê dewletên xalîb ve bi peymana Sewrê hatibûn belîkirin, bi amaca manewra kirinê li Anqerê hikûmetek hatibû danîn (damezirandin). Ev yek, di bingehê xwe de dihat vê maneyê, ku hikûmet û meclîsa Îstenbolê dê bikêşe Anqerê. Bi tevî ku Kurdan li hember vana dest bi rêxistin û tekoşînê kiribûn jî, di Qoçgirî de fetisîbûn. Di sala 1922an de bi serokatîya mîralay Xalitê Cibrî, wezîrê Bedlîsê Yusif Zîya Beg, ji malbata Cemîlpaşa Ekrem Begê Dîyarbekirî, Seyîd Abdulqadir Efendî û wd. bi navê Cemîyeta Îstîqlal a Kurd rêxistinek tête avakirin. Ev rêxistin di Sala 1924-an de Kongira xwe ya yekemîn pêktîne. Di vê Kongirê de biryara damezirandina dewleta Kurdistana serbixwe tête girtin û rêbaza tekoşînê wek serhildanek gelemperî tête nîşankirin. Şêx Seîd weke delegekî beşdarê Kongirê dibe. Di Sibata sala 1925an de tevî ku partî bi awakî qîmhatî (têrhatî) amade nebû bû, ji ber bûyerek bêşans bi serokatîya Şêx Seîd tevger destpê dike. Berîya dema nîşankirî (belîkirî) çêbûna vê bûyerê, di bingeha xwe de ji alîyêkî ve xap û provakasyona dewleta Tirk e.

Di Bakurê Kurdistanê de ji vê dîrokê vir ve heta ketina Dêrsimê ya sala 1938-an, tekoşîna netewî ya Kurd û tevgera dagirker dijberê hev di nav pevçûn û şerekî germ de ne. Îlhaq û tenkîlkirin di nav hev de dimeşin. Piştî Tevgera Agirî û Dêrsimê jî tevgera netewî tête fetisandin, Kurd bi rêzila neteweyên bindest tête girêdan.

4- Tevgera Barzanî   

Tamara(reheya) sîyasî ya Şêx Mehmûd Berzencî, ji sala 1931ê şûnde Barzanî berdewam kirîye. Barzanî di navbera salên 1943-1945an de li hember hêza artêşa Îngiliz û Îraqê şer dike û piştre derbazê Mahabadê dibe. Di pêvajoya damezirandina Komara Kurd ya Mahabadê de cî digre. Piştî hilweşîna Komara Kurd ya Mahabadê, derbazê Îraqê dibe û ji wê derê jî bi meşa dirêj derbazê YKSSê dibe. 11 salan li Sowyetîstenê dimîne. Piştî darbeya General Qasim ya di sala 1958ê de vedigere Îraqê.

 

Taybetên Sîyasî Yên Tevgera Barzanî:

a-  Dema ku Tevgera Barzanî di sala 1961ê de bi dewleta Îraqê ra dest bi şer dike, wê demê li Başûrê Kurdistanê rêxistina komejînî(civakî) xwe disipêre têkilîyên eşîrî. Barzanî û PDKya di bin giranîya(tesîra) Barzanî de, vê rêxistina civakî(rêxistina eşîrî) di xêza tekoşîna rizgarîya netewî de dikşîne nava rêxistin û tekoşîna sîyasî. Bingeha herî girîng ya tekoşînê, li ser têkilîyên eşîrî bû, ku ew jî bingeha rêxistina civakî bû. Vê tevgerê, di nav eşîretên Başûrê Kurdistanê de, li şûna pêjnên eşîrî, pêjnên (hestên) pevgirêdanîya netewî bicî kirîye û eşîretên ku bi hev ra pevdiçûn wan bi pêjnên netewî di bin otorîta PDKê de berhev kirîye. Û heta ronakbîrên Silêmanyeyê ku bi Îraqê ra di nav têkilîyên baş de bûn jî, di bin tesîra vê geşbûna netewî de mane û beşdarê Tevgera Barzanî bûne. Halbûkî, di pêvajoka Tevgera Şêx Mehmûd Berzencî de, pirranîya van ronakbîran digel rexê dewleta Îraq û Qiral Faysal de cî girtibûn. Li Başûrê Kurdistanê tekoşîna netewî bi serokatîya Barzanî gihiştîye îstîqrara sîyasî.

b- Daxwazên sîyasî yên Tevgera Barzanî, ji bo Kurdistanê otonomî ye. Naveroka vê otonomîyê jî bi peymana sala 1971ê hatîye danasîn û nîşandan. Yek ji sedemên girîng yê otonomî daxwazkirina Tevgera Barzanî, rewşa sîyasî ya heyî ya dinyayê bû. Dinya(gerdun), bi serkêşîya DYA û YKSS bûbû du alî(şax). Sovyetîstanê hem di hindir û hem jî derve de sîyaseta xwe spartibû parastina statuya (rewşa) heyî û di Rojhelatanavîn de li ser vê mîhengê bi DYA(USA) ra lihevhatibû. Ji ber vê yekê jî li ser mijara Rojhelatanavîn hesas(ziravbihîstyar) bûn, nedixwestin xerîta Rojhelata Navîn bigûhere. Sedemek din jî ev bû, ku Kurdistan pirsgirêkek tevayîyê Rojhelata Navîn e. Tenê bi dewletekî ve girêdayî nebûyina vê pirsgirêkê, rewşê hîn bêtir tevlihev dikir û çareserî jî zahmettir dikir.

c- Tevgera netewî, tevgerek sîyasî ye ku daxwaza cihêbûna netewekî bindest tîne ziman. Yan jî tevgerek sîyasî ye, ku dixwaze civatek çandî bigûherîne bike civatek sîyasî. Yanî li ser cografya xwe sîyaseta dewletbûna civata bindest e.

Di vê manayê de daxwazên sîyasî yê Tevgera Barzanî, ji ber ku dewletek serbixwe nekirîye hedef, weke tevgerek netewî navlêkirina wê, helbet tête gengeşîkirin û mijara gengeşî ye jî. Bi tevî vana, ji ber sê xûsusiyetên Tevgera Barzanî alîyê wê yê netewî girantir e.

Taybetek girîng ya tevgera Barzanî, veguhêrîna helsengên çandî têgihaye û dixebite ku helsengên çanda kurdî bike terza(şiklê) jîyana kurdan. Tiştê ku di têkoşîna sîyasî ya Barzanî de ji wî re bûye rêber, qasê ku veguhêrîna pirsgirêka aborî û sîyasî ye, ewqas jî veguhêrîna pirsgirêka çandî ye. ji ber vê yekê ye ku helsengên çanda kurdî gelek girîng dîtîye û xwe bi van helsengan ve girêdaye. Li hember raqîbên xwe serketina wî û cûdatîya navbera wî û serokên din jî, di vê nûxtê(xalê) de ye. Di başûrê Kurdistanê de bingeh rêxistina civakî ye û ew jî xwe dispêre peywendîyên eşîrî. Yek ji çimanîyetên bi serokatîya Barzanî gelêrî bûna tekoşîna rizgarîya netewî ya Kurd jî ev e, ku helsengên çandî yên Kurd hem ji xwe ra rêber-bingeh girtîye û hem jî kêşandîye(gihandîye) nava gel. Bi vê awayê ji bo pêkhatina civatek bo xwe, di tekoşîna sîyasî ya kurdan de, helsengên çandî bûne navgînek girîng. Ji bo ku mijar bête famkirin, nîşandana mînakek bifayde ye; ji bo çareserkirina xirûcir û pevçûnên di navbera eşîret û malbatan de, serlêdana dadgehên (mahkemeyên) Îngiliz yan jî dewleta Îraqê nekirine, bi heyeta rûsipîyan û ligorî adet û toreyên civata(cemaata) kurd çareserî pêkanîne.

Qedexekirina nêçîrvanîya heywanan bi çek, eynî rewş ji bo nêçîrvanîya heywanên avî jî weha ye; di meha heftan de bidestan be jî masî nayête girtin.

Eger qîz û lawek dilgirtîyên hev bin, ji bo zewaca van herdu alîyan malbata lawik du caran qîzikê ji malbata wê bixwaze û bersivek erînî negre û piştra her du alî bêdestûra malbata qîzikê bizewicin yan jî birevin, malbata jinikê nikare doz û dawa namûs û wd. bike. Lewra, di vê rewşa hanê de tête famkirin ku di navbera herdu alîyan de jî pevgirêdana dilxwazî û dilketinîyê heye. Her wekî di van mînakan de tête famkirin, evan qaydeyan fermanên brokratîk nîn in, bi dilxwazî û riza xelkê hatîne qebûlkirin û bûne qaydeyek çandî.

Ji bo ku tekoşîna sîyasî di nava gel de reh berde û bikok bibe, Barzanî û PDKê xwe sipartine helsengên çandî yên kurdî. Çi heye ku, tevgerên çepgirên di Kurdistanê de, bi çanda kurdî ve girêdanîya tevgera Barzanî, wekî pevgirêdanîya bi helsengên fêodalî û paşverûtî re nîşan didin.

Dewletên mêtingehkar, li ser jîyana bikiryar ya Kurdistanê xwedî serdestîyekî mutlaq in. Çi heye ku vî serdestîya mutlaqa bikiryar ya sipartiyê dijwarî û zordestîyê bes nabînin. Dixwazin Kurd vî serdestîya mutlaq meşrû bibînin û bawerî bi wê bikin. Ji bo dewletên dagirker, kolebûna Kurdan bes nîn e, dixwazin Kurd rewşa koletîya xwe qebûl bikin û bawerî bi meşrûtiyetîya wî bikin. Ji ber vê yekê Kurdîstan xopan kirin û xwe wekî efendî û Kurd jî wekî kole ji nû ve afirandin. Xwestin wan ji nû ve biafirînin wekî însanên kole yên ku piştre koletî qebûl kirine. Vana jî bi navê modernbûn û pêşkevtinî dikin. Bi rastî di nav Kurdan de jî yên ku heta dereceyek koletî qebûl dikin hindik nîn in. Serkanîya fama van qisiman sîyaseta çimanîyetî ye. Ciyê ku dê sîyaseta çimanîyetî di encamê de bigîje, îdeolojîya burjuwazî ye.

Îdeolojîya burcewa zîyê jî îlhama xwe ji du têorîyan digre; tekamul û pêşkevtin. Dîroka tekamulî; ligor vê têorîyê pêşkevtina civakî ji qonaxekî wisa derbaz dibe ku ji malbatê berve eşîrî, herêmî, dewleta netewî û di encamê de digîje dinya hevgirtî ya pêşerojê. Bi gotinekî din, ligor pêdivîya geşbûna tekamulî, divê hemû dinya bi hilberîna ji nû ve derbazê kapîtalîzmê bibe. Pêşkevtina dîrokî; ji bo hemû dinyayê ragihandina îdeolojî û têkilîyên hilberîna kapîtalîzmê; wekî kêşandina nav dîrokê, modernkirin û hevdemîkirina  “civakên barbar, civakên dervayê dîrokê” tête navandin û ev jî dibe pêdivîya pêşkevtinê. Helbet li tevayê dinyayê serdestbûna têkilîyên hilberîna kapîtalîstî, ligor pêdivîya fonksîyona qanûnên tekamulî yan jî qanûnên aborî nabe. Serdestbûna fama dîrokî û îdeolojîya burjuwazîyê jî, di nav têkilîyên hilberîna kapîtalîstî de yan jî di nav pêvajoya pêşkevtina dîrokî de bi xwe ve nabe. Bi zordestîya dewletên burjuwazîyê dibe. Dewleta burjuwazî, têkilîyên hilberîna kapîtalîstî, îdeolojîya burjuwazî û rêxistinîya brokratîk wekî pêdivîya zanistî, hevdemîtî, modernîzm û pêşkevtinê bi dinyayê dide qebûlkirin û ecibandin. Serdest û ronakbîrên welatên mêtingeh û pevgirêdayî jî ji bo civakê dibin taşeronên ragihandina van têkilîyan.

Sîyaset û rêxistinên ku di Kurdistanê de xwe bi navê çepgirên marksîst yan jî sosyalîst dinavînin, şoreş û tekoşîna sîyasî wek pirsgirêka guhêrîna polîtîk-aborî fahm kirine. Guhêrînekî kulturî wek pirsgirêkeka tekoşîna şoreşê qebûl nekirin. Ligor vê sîyaseta çimanîyetîyê, wek avahîyek seresazî guhêrîna kulturî, bi yekalî raste rast ji alîyê guhêrîna binesazî ya aborî ve tête belîkirin. Bi rasttirîn wekî berhema aborî, polîtîk, kulturî û wd. têkilîyên civakî yan jî berhema faalîyetên di navbera mirovan de, di nav ahengekî dîyalektîkî de ne.

Ji alîyê îdeolojîk û kulturî ve, ruxandinên ku mêtingehkaran di Kurdîstanê de pêkanî bûn, piçûk dîtin. Ev ruxandina îdeolojîk-kulturî ya mêtingehkaran, di nav civaka Kurd de bêşexsîyetî, bênasnamebûnî û bêdîrokbûnî peyda dike. Civaka ku nasnameya xwe wenda bike, dê rewşa xwe ya rastinî bi çavê mêtingehkaran bibîne. Sedemê piçûk dîtina taxrîbata(ruxandina) îdeolojîk û kulturî ya dagirkeran, nezanî yan jî îhmalkirin nîn e. Tam tersê wî, ji ber ku ew jî wek şopgerên kevneşopa marksîzma Înternasyona II. di çarçova têorîya tekamula dîrokî û pêşketina dîrokî de difikirin, ligor pêdivîya sîyaseta çimanîyetîyê digîjin vê encamê. Ewên ku di bin tesîra sîyaseta çimanîyetî û li ser zemîna bizava vê sîyasetê bûne, helsengên kulturî yên kurdî bi navê helsengên fêodalî navandine û piçûk dîtine. Ev yek jî, ji dûrê nîyeta wan, ji alîyê dewletên dagirker ve ji bo ruxandina îdeolojîk-kulturî ya di Kurdîstanê de, her yek bûne wekî dînamîkeke(çalekîyeke) alîkar.

Ji bo şoreşa demokratîk û netewî ya Kurd, qasê hebûna pirsgirêka guhêrîna polîtîk-aborî, pirsgirêka guhêrîna kulturî jî heye. Jixwe netewebûn jî yekîtîya dîyalektîkî ya du alîyan e.

Ji van alîyê kulturî;

  1. Di wateyeke(maneyeke) giştî de wek welatekî tasawirkirna parçekî ax’a nîşankirî,
  2. Di wateyeke giştî de axaftina bi zimanekî nîşankirî û guheztina bi wî zimanî,

III. Hebûna hîsên(pejnên) aîdîyetî ya di navbera însanên di vî welatî de dijîn; piştgirî û hev parastina ji ber vê yekê û normên kevneşopî yên hevpar.

Alîyekê wî yê din sîyaset jî; ji bo maf û peywirên hevpar yê civaka li ser erdekî nîşankirî de faalîyeta bi mebesta dewletbûnî ye.

Ev herdu alî di nav ahengekî de ne. Her yek alîyê tumekî ye. Di pêvajoya tekoşîna şoreşa netewî ya demokratîk de alîyekî yanî sîyaset kirdeyê (subjeyê) ji nû ve afirandina civaka Kurd be, alîyê din yanî objeyê wê jî helsengên çandî ne. Ancax bi vê feraseta sîyasî, şoreşa netewî ya demokratîk di bîrewerîya kurdîstanîyan de dikare guhêrînekê radîkal pêk bîne. Bi vê awayê dikare gelê Kurd beşdarê pêvajoya şoreşa netewî ya demokratîk bike. Ev, girseyên gelê Kurd ji rewşa îdarebûyinê yanî ji pasîfiyê derdixe tîne rewşa bizav yanî rewşa rêvebirinî. Tevgera netewî ya Kurd tête wateya ji nû ve hilberîna civaka Kurd jî. Pirsgirêka tevgera netewî ya Kurd, qasê guhêrînên aborî-polîtkî, guhêrîna kulturî ye jî.

Dema ku bi vê awayê li pirsgirêkê bête nihêrîn ji alîyê tevgera Barzanî ve, yekparekirina sîyaset û helsengên çanda kurdî û girîngiya tesîr li hev kirinê tête fêmkirin.

Taybeteke wê yê din jî, tekoşîna ji bo rizgarîya Kurdistanê ji xwe ra weke terzek jîyanê ecibandîye. Ev tenê ji bo Barzanî na, ji bo qedroyên din jî wesa ye. Peywendîyên di navbera Barzanî û qedroyan de li ser bingeha pevgirêdanîya bi armacê ra xwe disipêre bawerî, sedeqet û berpirsyarîya pisporîya bi karê xwe. Ji ber van egeran e, ku Tevgera Barzanî her dem li Kurdistanê bicî bûye, bi neynûk û diranên xwe bi cografya Kurdistanê ve hatîye girêdan û bi taybetî jî ew bi xwe di nav liva tevgerê de bûye. Ji sala 1931an û vir de di dema şer û pevçûnê de jî Barzanî li derveyê Kurdistanê nebû. Di nav tevgerê de bi tevî gelê xwe wekî pêşmergekî (mîlîtanekî) li pêşîya şer bû. Ev jî tawirek şoreşgerî ye. Bala xwe bidinê di dema germî ya şoreşên 1905 û 1917-an yê Rus(Uris) de, Lenîn bend û asteng nasnekirîye xwe gihandîye Rusyayê û bi fiîlî pêşewayîya tevgerê kirîye.

Taybetîya wî ya sêyemîn jî, qebûlên sîyasî yên tevgera Barzanî xwe disipêrin armacê yan jî feraseta sîyasî ya bi girêdayî armacê di tevgera wî de feraseteki serdest e(desthilat e). Otonomî ku weke hedefekê hatibû dîyarkirin, ji ber vê yan jî wê rewşê nayê paşvedan û vî hedefê kirîye daxwazên gelê Kurdistana Başûr.

Wekî din, di peywendîyên xwe yên bi dewletan ra de, armanca xwe ya sîyasî aşkera dîyar kirîye û peywendîyên xwe di vê çarçovê de domandîye. Çimanîyetîya mexlubîyeta wî jî, li ser cografya Kurdistanê bazar nekirin û tawîz nedayîn e. Eger di Başûrê Kurdistanê de sînorên evro(bakurê xeta 36an e) yên hikûmeta federal qebûl bikira mexlubîyet jî nedibû. Ji dervayê van, wî bi tevî dijberîya axaler û serokeşîrên di Kurdistanê de bêbedêl û bi zorê reforma belavkirina axê pêkanîye. Ji ber reforma belavkirina axê, ewên ku dijberê Barzanî şer kirine piştra gihîştine dewleta Îraq û Îranê. Balkêşe ku evro jî li başûrê Kurdistanê di herêma bin desthilatîya PDKê de parêzvanên vê reforma axê cardin jî ew in. Ev politika xwe disipêre bingeheke bihorî (kevnare). Ev bingeh; Balkêşe ku di destpêka sedsala 20an de bi serokatîya Şêx Ebdul Selam Barzanî di navbera eşîrên Kurd de peymaneke weha çêbûye; ev peyman çawa ku li herêma Barzan hatîye tetbîqkirin, dixwestin vê peymanê li tevayî Kurdistanê de jî tetbîq bikin, lewra ev peyman naveroka programa wan bû;

“1-  Hilanîna maldarîyê.

2- Belavkirina ax’ê; parvekirina erdan di navbera cotkaran de.

3- Hilanîna qelen û jin dana bi zorê.

4- Bi rêk û pêk xistina pêwendîyên civakî li ser binyata dadwerî û wekhevbûnî de.

5- Avakirina medreseyan li her gundekî de, da ku têde bi erkên ayînî ve bêtin birabûn û ji bona civîn, amojgerî û çarekirina pevçûnên di navbera xelkê gund de bêtin bikaranîn.

6- Pêkanîna encumenekî di her gundekî de, da ku serpareştîya hemû kar û barê gund di hemû warekî de bide bi kirin.

7- Bi rêk û pêk xistina çekdaran ji her eşîrekî û nîşankirina berpirsyarîyekî ji bona wan.”[i]

Ev bernameya ku ji alîyê Abdulselam Barzanî û hevalên wî ve hatîye pêkanîn, pirr dişibe demokrasîya sowyetî ya ku di sala 1920an de ji bo dewletên mêtingeh wek modêlek hatibû girtin di Kongireya II. ya Internasyonala Kominîst de. Ev sowyet; ji alîyê Roy ve bi navê sowyeta karker-gundîyan, ji alîyê Lenîn ve jî bi navê sowyeta gundîyan tête navandin.

Tevgera Barzanî, otonomî ji bo cografya Kurdistanê dixweze, ji ber vê yekê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê tevîhev nake. Wekî din otonomî jî şiklekî sîyasî yê komeletîyê(civakbûnî) ye.

Alîyê rexnegirtina tevgera Barzanî; divê taybetên sazgehî-huqûqî yên otonomî di pêvajoya tekoşînê de bihatana navandin (dîyarkirin). Di rewşa navandinê de pêşveçûna bîrewerîya netewî-sîyasî û pevgirêdanîya pejnî ya bi netew ra zeximtir dibû.

Alîyek din yê rexnegirtinê jî, divê bihata belîkirin ku hedefa otonomîyê ji daxwaza Komara Kurd a Mahabadê paşvetir e. Ev xalek girîng e.

5- Komara Kurd a Mahabadê

Komara Kurd a Mahabadê, berhemê armanca sîyasî û îradeya neteweparêzên Kurd e. Lewra, rêxistina Komela, bi temamî bizava biarmanc ya neteweparêzên Kurd derxistîye holê.

“Amacên xwe, ji ber tesîra derva nenirixandibûn. Lewra di derheqa vê mijarê de bi salan fikirîbûn û ev fikrên xwe di navbera xwe û civînên xwe yên teybetî de ligor rêbaza xwe ya kevneşopî gehiştandibûn. Di encamê de, ji bo xîzmeta doza xwe ya netewî biryar dabûn ku rêxistinek pêk bînin.

Bi tevî vê biryarê, xwestine bi kurdên Îraqê re bişêwirin, lewma ji alîyê gihîştina sîyasî ve ew ji wan pêşvetir bûn. Piştî vê şêwirînê, di vê mijarê de bersîva kurdên Îraqê ji wan ra wê rojê dema berêvarê yûzbaşî Mîr Hac anî.”[ii]

Rêxistina Komela di 16ê Îlona sala 1942ê de bi beşdarbûna 15 kesan tête damezirandin. Komela ji bo amaca xwe, ji rewşa sîyasî ya heyî îstîfade dike û bi Yekîtîya Sovyetîstanê ra peywendîyên xwe pêktînin û vê yekê pêşve dibin. Yekîtîya Sovyetîstanê, dixwaze Komara Kurd a Mahabadê weke herêmek otonom bi Komara Gel a Azerbêcanê ve bête girêdan. Li hember vê yekê, neteweparêzên kurd acizî û helwesta(tawira) xwe dîyar dikin û ji Komara Gel a Azerbêcanê cûdatir û serbixwe, di Kanuna Sala 1946an de damezirîna komara xwe îlan dikin.

Li hember vê rewşê, berpirsyarên Yekîtîya Sovyetîstanê yên di Azerbêcanê de tewira xwe bi aşkera û zelal nîşan dikin. “Dr. Samedof egerên vê yekê ji kurdan dipirse dibêje, çima bêdestûr û herêkirina Sovyetîstanê we serxwebûna xwe îlan kirin, ji Azerbêcanê veqetîn(cûdabûn) û hikûmetek serbixwe danîn.” Ji bo bersîvandina vê pirsê û çareserkirina pirsgirêka Komara Kurd a Mahabadê Qazî Mihemed dihere Tebrîzê, ji serekwezîrê Azerbêcanê Cafer Peşrewî û berpirsyarê YKSSê General Atakşîyof ra dibêje “Yarmakof komîserê sîyasî yê Sovyetîstanê yê di Tebrîzê de, berê 22ê Kanunê amac û nîyeta Kurdan dizanî. Yarmakof ji xeynî wê, ji bo îlankirna Komar’ê seremonî ya ku di qada Çiwarçirayê de hate darxistin, ji nêzîkê qada çiwarçirayê de, di nav ereba(sîyareya) xwe de rûniştî temaşe kiribû.”[iii]  Piştî vê yekê hate famkirin ku ji ber vê rewşê ji xeynî qebûlkirina îradeya sîyasî ya kurdan tu çarekî nemabû. Di Sibata 1946ê de qenata ku bi Qazî Mihemed ra çêbûbû ev e, pirsgirêk çareser bûye.

Di Adara 1946an de dema ku li Tebrîzê wezîrê perwerdeyî yê Komara Azerbêcana Sovyetîstanê Mîrza Îbrahîmov û General Kelyov bi serokên kurdan ra pevdîtinek pêktînin û di vê pevdîtinê de dibêjin “kî destûr daye kurdan, ku hikûmetek serbixwe didamezirînin”[iv]  û cardin acizîya xwe hîn tundtir nîşan didin. Û ji bo ku Kurdistana Îranê wek nîv-otonom bi girêdayî komara otonom(xudmuxtar) ya Azerbêcanê ra bimîne zêde ser wan de diçin. Ji ber vê yekê rêvebirên kurd weha bersîva daxwaza rêvebirên Sovyetîstanê didin:

“Hûn Rus(Uris) ji me gelek pêşvetir in. Ji ber vê yekê divê em bi ya we bikin. Feqet(lêbelê), ew gelê ku di dereca şehrezayî de gavekê ji me pêşvetir nebe û ji bo ku em bikevin bin perrê wan, hun îsrar bikin, li hember vê daxwaza we em milê xwe danaynin û tu sedemek nîn e ku me mecburê vê yekê bike. Wekî din eger mijar, ji ber rewşa jar(zayîf) ya kurdan, tevî dewletek mezin bûyin be, ji nû ve tevî Îranê bûyin ji bo kurdan hîn baştir dibe.”[v] û ancax piştî vê yekê rêvebirên Sovyetîstanê karîne bibêjin “Kurd dikarin hikûmetekî serbixwe damezirînin.”

Têkçûna Komara Kurd a Mahabadê û Berxwedana Barzanî

Di encama zordayina DYA(USA) û Brîtanyayê de, êdî YKSS piştgirîya Komara Gel ya Azerbêcanê û Komara Kurd a Mahabadê nake. Ji Kanuna 1946ê pêve cardin dewleta Îranê Kurdistan û Azerbêcan dagirt û tevî Îranê kirin. Dagirtina Komara Kurd a Mahabadê bêşer û bêberxwedan çêbû. Gerçî di Gulana 1946-ê de Kurd xwe amade dikin ku êrîş bibin li ser artêşa Îranê, Yekîtîya Sovyetîstanê bi îsrar ji wan ra dibe asteng. Herçiqas Mistefa Barzanî pêşnîyaz dike ku êrîş bibin li ser Îranê û li berxwe bidin jî bikin, ev pêşnîyaza wî ji alîyê Qazî Mihemed, PDK û hêzên eşîretan ve nayête qebûlkirin.

Barzanî jî hemû pêşnîyazên dewleta Îranê red kirin û biryara şerkirinê girt. Nexşa (pîlana) Barzanî ev bû, dê bi şerkirinê bigîje sînorên Turkîye û Îraqê û li wê derê bicî bibe, ji bo ku karibe şer berdewam bike. Ligor vê nexşa xwe di destpêka Sibata 1947ê de bi Îranê re ketin nav şer û di vî şerî de darbe li ser darbe li Îranê dan. Barzanî, ji bo xelaskirina Qazî Mihemed û hin serokên din yên di Mahabadê de, amadeyîya hinek hewildanan jî dikir. Di vê pêvajoyê de çêbûna bûyerek neyînî, ji pêkhatina vê planê re bû asteng. Bûyera neyînî ev bû:

“Dema ku mifrezekî Barzanî ji gundek derbaz dibe, emir didin ku serokên eşîreta Mameş berhev bibin û çekên xwe radestê wan bikin. Armanca vê yekê ev bû, dema ku di herêma wan ra derbaz bibin, da ku nikaribin êrîş bibin li ser Barzanîyan. Ji lawên Mam Husên yekî emir dide merivên xwe û deng dike ‘ji wan ra dibêje çekên xwe teslîm bikin.’ Çi heye ku, tam di wê demê de, yek ji xwarzên yê deng dike temança xwe kişand yan jî Barzanîyan yekî tevgera wî xelet fam kir û bi tifinga otomatîk ya di destê xwe de wan gulebaran kir, ji eşîreta Mameşê 11 kes hate kuştin. Ji mirîyan yek jî, birayê piçûk yê serokê eşîretê(Elî Axa) Îbrahîm bû. Ev heraketa nexweş îtîbara-bawerîya Barzanîyan daxist û bû sedemê vê yekê ku eşîreta Mameş û hinek hêzên mitefîkên wan, wekî dijmin bikevin navbera Barzanîyan û Mahabadê.

Ji ber vê yekê jî Tevgera ku ji alî Mele Mistefa Barzanî ve ji bo xelaskirina Qazî Mihemed û hevalên wî dihate fikirandin, qat bi qat zêdetir tahloke arz dikir.

Wê demê bi pirranî dihate gotin ku Barzanî hewildanek wesa difikire.”[vi]

Bi serokatîya Barzanî, di navbera artêşa Îran û Barzanîyan de her diçû şer germtir dibû. Hêzên leşkerî yên Îranê bi tevî diwanzdeh tene firokeyên şer bi îsrar dixwestin şer berdewam bikin. Bi bombebarandina firokeyan, qismê gel yê Barzanîyan pirr zerar didîtin. Bi tevî vana di her şerî de Barzanîyan bi serkevtî derdiketin. Vê yekê jî nav û deng û prestîja şervanîya Barzanîyan bilindtir dikir.

Barzanî dixwest li hember Îranîyan şer berdewam bike, ancax serdaran (qumandaran), serokê dînî Şêx Ehmed û Barzanîyan jî digotin şerê ku bi ordîya Îranê ra çêbe dê dirêj be, feqet encam nade.

Ji ber vê yekê, wan bi îsrar vegera ji bo Îraqê dixwestin. “Mele Mistefa Barzanî îhtar kir ku ew ji vê fikra xwe ya biehmeqî dev berdin. Ancax ji 18 mehan û vir de koçberîya eşîretan û daxwaza bi dawî anîna şer, ji daxwaz û pêşnîyazên Barzanî zêdetir bihêz derket.”[vii]  Bi vê awayê Barzanîyên ku bi artêşa Îranê ra şer dikirin, heta 17-18yê Nîsanê derbazê Îraqê bûn.

Rêxistin û Tevgerên Sîyasî Yên Kurd Bi Tevî Ku Newrozê Pîroz Dikin, Çima Salvegerîna Damezirandina Komara Kurd a Mahabadê Pîroz Nakin?

Rastî û Mîtolojî

Li çar alîyê Kurdistanê û hemû tevgerên sîyasî yên Kurd Newrozê pîroz dikin, çi heye ku, damezrandina Komara Kurd a Mahabadê pîroz nakin. Halbiko Newroz mijarek(babetek) mîtolojîk e, dîroka(dema) ku ev bûyer çêbûye, ne netew/ netewetî û ne jî biwêja Kurd/Kurdistanê heye. Wekî din, di vê demê de biwêjên weke Ereb-Erebîstan, Pers-Îran, Tirkmen yan jî Tirk-Tirkîstan jî nîn in. Ev biwêjan piştre peyda dibin û dîrokî ne.

Çavkanîya bûyera Newrozê, dijraberê zordestî û dijwarîya împaratorîya Asûrî ya li ser gelê herêmê, ji alîyê Medan ve ku bapîrên neteweyê Kurd yê evroyî bûn, bi serhildanek gelêrî û çekdar rûxandina împaratorîya Asûrî,  bi awakî mîtolojî tîne ziman. Wekî din lehengê bûyerê Kawa, qasê ku di mîtolojîyê de xuya dibe prens û hûkûmdarek nîn e, kedkarek e, ev taybet jî Newrozê hîn girîngtir dike. Rûxandina împaratorîya Asûrîyan bû sedemê rakirina zordestî û dijwarîya li ser gelên herêmê jî, ji ber vê yekê Pers, Azerî û wd. gelên herêmê jî ligor xwe Newrozê pîroz dikin. Bi vê alîyê xwe ve Newroz, di herêmê de xwedî naverokek înternasyonalî ye jî. Divê Newroz bête pîrozkirin û helbet dê pîroz bibe.

Dersên ku divê ji Newrozê bêne wergirtin jî, rêxistinên sîyasî yên Kurd nawergirin. Dersên ku ji Newrozê bêne wergirtin ev in:

1- Newroz, bi serokatîya kedkarekî, rêxistina kedkaran e û bûyer di rêberîya kedkaran de bûye(pêkhatîye).

2- Rêbaza şoreşê, serhildana sîyasî ya gelêrî ye.

3- Di çarçova herêmî de be jî xwedî naverokeke înternasyonalî ye.

Tevger û rêxistinên sîyasî yên Kurd di rewşa netewekî bindest de ne, Newrozê bi biryardarî pîroz dikin, lêbelê pîroznekirina damezirandina Komara Kurd a Mahabadê ku bi pêşengîya PDKê li ser zemînek netewetî di Sala 1946an de hatibû damezirandin, bi tevî ku kêmasîyek e, alîyek wê yê sîyasî jî heye ku bi kêmasîyê naye îzahkirin. Ronîkirina vê rewşê bi tevî xwe di Kurdistanê de netewetî û tevgera netewî ya Kurd jî zelal dike.

Li Kurdistanê Fahma(Fereseta) Netew û Netewî Ya Tevgerên Sîyasî Xwe Disipêre Sîyaseta Çimanîyetî Yan Jî Objektîvî

Tevgerên sîyasî yên çepgirên Kurdistanê, netew û netewetî û tevgera çîna karkeran wek faalîyeteke sîyasî ya biarmanc na, wek sîyaseta çimanîyetîyê fam dikin. Bi vê awayê, netewebûna neteweyên bindest û damezirandina dewleta netewî, encama tekamula dîrokî ya determinîst dibînin. Ji ber vê yekê, netew û netewetî wek pirsgirêkeke sîyasî na, bi objektî dibînin yan jî di çarçoveyek nazarî(teorî) de bi danasîna pîvanên waneyî lê dinêrin.

Halbiko wek pirsgirêkek sîyasî bête dîtin, Komara Kurd a Mahabadê, ji alîyê dewleta Îranê ve hatîye dagirtin û îlhaq kirin. Kurd, di cografyekî belîkirî de netewekî bindest e û ev komar jî berhemê bizavek sîyasî ye, ku îradeya wan ya ji Îranê cûda û serbixwe jiyînê îfade dike. Ji ber vê yekê Komara Kurd a Mahabadê, berhema îradekî sîyasî û tercîheke sîyasî ya bîrbir (bîrewer) e. Helbet di bakurê Îranê yanî di qismekî Azerbêcan û Kurdistanê de, ji ber tesîra hêzên Yekîtîya Sovyetîstanê, ji vê herêmê ve hilkişîna artêşa Îranê, ji bo Kurdan rewşeke sîyasî ya erînî pêkanîye. Li ser vê zemînê Kurd bi YKSS ra ketine nav peywendîyê û bi piştgirîya wan jî tercîha xwe ya sîyasî û îradeya xwe bi vê awayê karanîne. Bi hilkişiyana piştgirîya Yekîtîya Sovyetîstanê jî mexlûb bûne. Çi dibe bila bibe, komarekî hatîye damezirandin û jîyana xwe salek berdewam kirîye. Tiştê girîng ev e, di vê rewşa sîyasî de ji bo damezirandina komara netewî tercîh û îradeya xwe nîşan dane. Nîhayet Komina Parîsê, demekî hîn kintir li ser pîyan maye, bi tevî vana girîngîya Komina Parîsê ji bo kominîstan gelek zêde ye. Lewra tiştê girîng ev e, ku ji bo danîna Kominê yan jî girtina desthilatîyê, nîşandana tercîh û îradeya sîyasî ya proletêrya ye.

Ne mimkune ku serê vê rewşê(bûyerê) bête girtin û neye dîtin. Em dikarin bipirsin ku serê wê bête girtin dê çi bibe? Wê demê Kurd yan jî tevgerên sîyasî yên Kurd dikevin rewşeke wesa ku ji dîroka xwe ders dernaxînin yan jî nikarin derxînin, rewşa ku têde ne jî ev e.

Gelo rewşa Kurdistana Başûr jî ne ev e? Ji sala 1991an û vir ve di encama rewşeke sîyasî ya netewî de, parlementoyek bi hilbajartinê çêbûye û pişta wê de jî, ji PDKya 1946an gelek xurttir partî û piştgirîya gel heye, bi tevî vana cesaret naye kirin ji bo îlankirina Komara Kurdistanê. Di şerê navbera PDKê û YNKê de qasê tesîra peywendîyên navneteweyî û ji wî zêdetir jî ji bo danîna Komara Kurdistanê, tunebûna tercîh û îradeyeke sîyasî ye. Eger evro rêxistin û tevgerên sîyasî yên heyî ji dîroka xwe ders derxînin, tiştê ku dê bête kirin, divê hemû hêzên xwe bikin yek û di Başûrê Kurdistanê de Komara kurdî îlan bikin.

Di vê rewşê de tiştê ku çêdibe, dewleta federalîyê ya heyî jî berve xerabûnê(pûçbûnê) dibe. Federalî hatîye îlankirin, ancax naveroka wê ya sîyasî nehatîye belîkirin(dîyarkirin) û ne zelal e. Naveroka wê nehatîye navandin, kêmtir divê navê vê naverokê bihata danîn. Mînak, divê bi Areban ra federalîyek wekhev bihata îlankirin. Dewleta Federalî ya Kurd buyuna alîyek bangê rêvebirîya dewleta Îraqê bikira, bigota werin em ji nû ve dewleta Îraqê pêkbînin(damezirînin). Di vî neyînîyê de sîyaseta objektivîst a YNK xwedî pareke herî mezin e. Pêşqebûlên ku sîyaseta YNKê xwe disipêre: Netewe û netewebûnî wekî encamekî tekamula dîrokî ya determinîst û pirsgirêka netewî ya Kurd jî wekî pirsgirêka Kurdistanê na, wekî pirsgirêka Kurd îdraq dike. Ji ber vî yekî ye ku; perjewendîya şoreşa demokratîk a netewî ya Kurd, bi berjewendiya YNKê ve girê dide. Di şûna çalekîya netewê ya Kurd de, çalekîyên YNKê bicî dike. Bi rêya burokratîkî ji neteweya Kurd ra heqê ferman dayinê di xwe de dibîne. Ji ber vê fahma xwe ya objektivîst YNK, di nav tevgera rizgariya Kurd de, di tekoşîna xwe ya li hemberê rêxistinên sîyasî yê din de rêbazên nesîyasî yên wekî fermandayin, şîddet û wd. ji xwe ra wekî rêbazên sîyasî bijartiye.  Ji ber vê yekê ye, ji sala 1991-ê vir ve ye îmkanên ku bi şertên sîyasî yê navnetewî pêk hatine ji bo berjewendîya şoreşa Kurdistanê na, ji bo berjewendîya YNKê bikaranîn pêdivîya sîyaseta wê ye. Ji ber ku nasnameya sîyasî YNKê, wergeryaye ser nasnameya rêxistinî; ev wê bi hêsanî dikêşe nav qada di tesîra hêzên mêtingehkar û navnetewî de ku dixwazin di Kurdistanê de bêîstiqrarî peyda bikin.  Ji ber vî fahma wê ya objektivîst a sîyasî ye ku di sala 1994-an de li Kurdistana başûr bi pêkhanîna darbeyê bêîstiqrarî peyda kiriye û tevgera netewî ya Kurd ji hedefa wê derxistiye. Yanî berjewendîya nasnameya rêxistinî di pêşiyê de girtin, berjewendîya nasnameya sîyasî yan jî tevgera netewî ya Kurd paşve xistine.

Ji ber vê yekê ye, ku Komara Kurd a Mahabadê girîng e. Lewra ku Kurd ji dîroka xwe ders derxînin, divê ji Komara Kurd a Mahabadê paşvetir nekevin. Çi heye ku, hedefên sîyasî yê rêxistin û tevgerên heyî ji Mahabadê paşvetir in. Ji ber vê yekê naxwazin Komara Kurd a Mahabadê bînin bîra xwe.

Yê duyemîn ev e, bi tevî pîrozkirina salvegerîna dameziran- dina Komara Kurd a Mahabadê, tevgerên sîyasî yên çepgir ku sosyalîstbûna xwe îddîa dikin, divê wê demê rexne li Stalîn û YKSS jî bigrin û wan muhakeme bikin. Ev rexne û muhakeme kirin bi vê yekê namîne, dê bigîje salên 1920an jî. Ev dem jî di YKSS de bi tevî Lenîn û merivê duyemîn Troçkî, bolşewîkan jî dê bigre nav vê rexnê. Ji bo pêkanîna vê yekê jî feraseta wan ya sîyasî ya çimanîyetî yanî fama “sîyaseta zanyarî” dest nade(rê nade).

Ji Komara Kurd a Mahabadê û Komara Gel Ya Azerbêcanê,

Hilkişandina Desteka YKSS Yan Jî Stalîn

Stalîn di bingehê de ji bo ku bi sîyaseta DYA(USA)yê ra ters nekeve, desteka xwe ji piştevanîya van herdu komaran dikşîne û wan bitenê dihêle. Piştî şerê duyemîn yê cîhanê, YKSS di peywendîyên navneteweyî de naxwaze bi polîtîka DYAyê ra bikeve nav pevçûnê. Ji Îranê ve hilkişîna hêzên Sovyetîstanê bi peymana petrolê ve tête girêdan. Di pratîkê de pêknehatina vê peymanê ji bo Stalîn û rêvebirîya YKSSê tiştek aşkera bû, dihate zanîn. Ev peyman ji bo pêdivîya paşve hilkişînê pêkanîn. Ji bo Stalîn û rêvebirîya YKSSê tiştê girîng ev e; desthilatîya xwe berdewam bikin û di vê xêzê de tawîzan ji împeryalîzmê bigrin. Di rojhelata Awrupayê de bi pêkanîna dewletên bi xwe ve girêdayî, tawîzên ku divêya jî digirtin. Tiştê ku împeryalîzmê ditirsand hebûna Înternasyonalê bû û wan jî dest ji Înternasyonala Kominîst berdan. Gerçî piştî Lenîn, herçiqas Înternasyonal ji xêza armanca xwe hatibû derxistin û bi temamî ji naveroka xwe dûrketibû. Tevî vana bi şikil û gotinê be jî hebûna Înternasyonala Kominîst, împeryalîzmê ditirsand û xewa wê direvand. Dibe ku di pêşerojê de hinekên din wê bigihanda naveroka xwe. Ji ber vê yekê bi şikil be jî divê ji vê Înternasyonala Kominîst xilas bibûyana. Bi taybetî jî vê yekê DYAyê dixwest.

Di encamê de Stalîn, li benda biryar û kongira înternasyonalê nesekinî, bi serê xwe û yekalî biryar girt û Înternasyonala Kominîst fesih kir.

Ji bo kominîstan rêxistina bingehîn partîya kominîst ya dinya ye. Înternasyonala Kominîst, heta mirina Lenîn seretayê kirde yê kominîstên dinyayê bû. Stalîn, pêşîyê înternasyonala kominîst ji amaca wê dûrxist û kire weke navgînek polîtîka derve yê YKSSê û piştî wê jî bi biryareke yekalî ji holê rakir û ji bo sîyaseta Stalîn û rêvebirîya wî, bi yekalî paşve hilkişîna desteka ku ji bo Komara Kurd a Mahabadê û Komara Gel a Azerbêcanê dihate dayîn û ji rûxandina (xerabûna) van komaran ra bêdeng mayîn tiştekî nexerîb e. Ji bo Stalîn û YKSSê alîyê bingehî yê ku divê bête rexnekirin, feraseta (fama) sîyasî ya înternasyonalîya wan e. Lênêrîna li ser van komaran jî encama vê feraseta sîyasî ye.

Feqet di xwerûyî(şertên) ya Kurdistanê de mahkeme kirina YKSSê tenê bi dema Stalîn ve bête girêdan nebes e. Pevgirêdana vê peywendî û fama wî ya sîyasî digîje heta salên 1920an, yanî digîje heta dema Lenîn.

Sîyaseta Kurdistanê û Rojhelata Navîn Ya YKSSê di Dema Lenîn de

Ji sala 1919an vir ve di Başûrê Kurdistanê de bi serokatîya Şêx Mehmûd, Kurd dijberê Brîtanyeyê dest bi têkoşîna çekdarî dikin û dewleta xwe ya serbixwe jî îlan dikin. Ji yekîtîya Sovyetîstanê alîkarî dixwazin û daxwaz dikin ku çarenûsa xwe bi Sovyetîstan ra bikin yek. Lêbelê YKSS ji vê bangkirinê ra bersîv jî nade. Halbiko ev şer, dijberê împeryalîzma Îngilterêyê dihate dayîn ku wê demê serkêşîya dewletên împeryalîst dikir. Bi tevî vana banga wan di nav rojhelata naverast de bangkirna tevgerek rizgarî ya netewî ye, ku ev der jî ji bo împeryalîzmê pirr girîng e. Di şerê yekemîn yê parvekirinê de amaca hemû hêzên împeryal, bi fiîlî bidestxistina desthilatîya Rojhelata Naverast bû. Û bi taybetî jî ev armanca bingehî ya împeryalîzma Brîtanyayê bû. Ji ber vê yekê, divê ji bo YKSS ku bi şoreşa Bolşewîk pêk hatîbû û Înternasyonala Kominîst di Rojhelata Naverast de belavkirina şoreşa Sovyetê girîng bibûya. Û divê di rêya vê armancê de karanîna çêbûna îmkanên dîrokî amade bibûya û amadeyîya wan jî hebû. Bi tevî kongira II. ya Înternasyonala Kominîst û Komcivîna Gelên Rojhelat ya Bakoyê, di mijara(babeta) neteweyên bindest de biryarên girîng yên sîyasî jî hatibûn girtin.

Li Bakurê Kurdistanê di bihara 1921an de Tevgera Qoçgirî destpê dike. Li hember vê tevgerê jî, Lenîn û YKSS tenê bêdeng jî namînin, lewra piştgirîya Mistefa Kemal dikin.

Gelo çima tersê biryarên Kongira II. ya Înternasyonala Kominîst ku di sala 1920an de hatibûn girtin, dilivin (hereket dikin)? Ev ji ber pêdivîyên peymana bazirganî(ticarî) ya 16yê Adara 1921ê ye, ku di navbera Brîtanya û YKSSê de hatîbû îmze kirin.

Bi Hikûmeta Anqera û Mistefa Kemal ra Peywendîyên (Têkilîyên) Lenîn û Bolşewîkan

Piştî ku kadroyon Îttîhat Terakkî desthilatîya Dewleta Osmanî girtin dest xwe, bawer dikirin ku Dewleta Osmanî dê cardin bihêz be û êdî ax(erd) wenda nekin. Çi heye ku bi nêzîkayî û piştgirîya Awrupa û Rusya jî, tevgerên rizgarîya netewî yên di herêma Balkan de geş dibûn û erd(ax) wendakirina Osmanîyan berdewam dikir. Di salên 1912an de mecbur man ku bi temamî ji herêma Balkanê hilkişin. Ji salên 1912an vir ve desthilatîya Îttîhat Terakkî dest bi plana Tirkkirina Anatolyê kir. Çi heye ku di Anotolê de Tirk kêm bûn. Îttîhat Terakkî di Tirkkirina Anatolê de, bi tevî kurdan civatên xaçparestî; yanî Rom, Pontus û Ermenî di dereca yekemîn de ji xwe ra asteng didîtin. Ji bo pêkanîna tunekirina van gelan, neteweparestên Tirk di nav Dewleta Osmanî de dest bi pêkanîna rêxistinî kirin. Neteweparestîya Tirk, ji alîyê dewleta Osmanî ve tête geş kirin û ji feraseta heyî ya civata Tirk ra jî bîyanî ye. Ev neteweparestî bi zora dewletê hatîye pêkanîn, neteweparestîya dewletê ye. Ji ber vê yekê, bi kurtî be jî divê di derheqa neteweparestîya dewletê de îzahek bête kirin.

Neteweperestîya Dewletê

Bi şoreşa 1789ê re, di şûna pevgirêdanîya bi qiral ra pevgirêdanîya bi dewleta netewî ra bicî dibe. Bi pêşveçûna feraseta hemwelatîyî, ramana desthilatîya civakî yan jî hemwelatîyan, bi navê dewleta netewî di nav çarçova komaran de tête îfadekirin. Di vê pêvajokê de neteweparestîya burjuwazî li ser bingeha welatparêzîyê dişekile. Ancax piştî salên 1870an bi tevî tekamula têkilîyên hilberîna (berkêşan) kapîtalîzmê, bêtirbûn (tîrbûn) û navendîbûna sermîyandarî ketîye merheleyeke nû. Heta wê demê berkêşanîya (hilberîna) kapîtalîstî di dewletên kapîtalîst de pêkdihat. Herêmên din yên dinyayê bazara madenên xam, bazara meta û keda erzan bûn, ku di welatên kapîtalîst de dihatin xebitandin. Ancax ji salên 1873an vir ve Brîtanya û ji wî şûnde jî bi taybetî dewletên kapîtalîst yên Awrupayî, têkilîyên hilberîna kapîtalîzmê dikêşandin herêmên xwe yên mêtingeh û yên nû dibûn mêtingeh, yanî li dinyayê dest bi belavkirina têkilîyên hilberîna kapîtalîzmê kirin.

Bi vê awayê, têkilîyên hilberîna kapîtalîstî ji sînorên welatên kapîtalîst yên Awrupayî derdikeve û dibe têkilîya berkêşanî (hilberîna) ya dinyayê. Di vê rewşê de her ji nû ve hilberîna sermîyanê, di îxrecatê de para sermîyanê ji ya metayê zêdetir dike û ji wî girîngtir dibe. Tesîra ku têkilîyên hilberîna kapîtalîstî dizivirîne têkilîyên hilberîna dinyayê jî, pêdivî û daxwaza bêtirbûn û di monopolan de navendî(merkezî) bûna sermîyan e. Li dinyayê belavbûna têkilîyên hilberîna kapîtalîzmê, wek pêvajoyek objektîv û aborî pêk nehatîye, bi faalîyeta dewletên burjuwazî yên dijraberê hev li ser parvekirina dinyauê pêk hatîye. Êsta di vê pêvajoya kapîtalîzmê de yan jî bi tevî împeryalî, neteweparestîya burjuwazî jî dikeve pêvajoyeke nû.

Di şûna dewleta ku xwe disipêre fikra pêdivîya desthilatîya welatîyan, bi navê netew, fikra desthilatîya pirranîya netewî ya di nav dewletê de bicî dibe. Lewra dewlet, ligor bersîvdana daxwaz û hewcedarîya sermîyana banka û sinayîyê, di şiklê monopolî de hatîye sazkirin û ligor vê fonksîyonek hildaye ser xwe. Dewletên burjuwazî her dem bi hev re di nav reqabetê de ne. Di parvekirina dinyayê de ji bo berdewamîya şer û pevçûnê, divêya kedkaran bi navê neteweparestîya neteweya serdest bişekilînin û wan wek xwedîyê dewletê nîşan bidin.

Burjuwazî pêşîyê ji bo ku dewletê bi dest xîne, berê her tişt hewcedarê neteweparestîya ku sipartîyê neteweparêzî ye, bû. Nûha jî bi tevî vê yekê bi destê dewletê rêvebirina neteweparestîya dewletê pêk tênin.

Dewleta ku firebûnê pêk tîne, di rewşa hêz û zora bankayên navendî (monopol) û sermîyana sinayî de ye. Ev dewleta ku aletê kapîtalê-fînansê navendî ye, bi encamî dê bêşik bi dewletên burjuwazî yên din ra ji bo parvekirina dinyayê bikeve şer, ji bo vê yekê hewcedar e ku gelê kedkar bikişîne nav vê şer û pevçûnê, ji ber vê yekê, dixwazin neteweparestîya dewletê û bîrewerîya welatparêzî derxîne pêş û bi girêdayî vê yekê jî tevgera kominîstî û bîr û bawerîya proleterî paşve xistin ji xwe re dike hedef. Di vê demê de, di dewletên kapîtalîst û civatên eqlîyet de netew- parestîya ziman jî dê xwe nîşan bide.

Êste desthilatdarên Osmanî û bi taybetî jî Îttîhat Terakkî, di bin tesîra neteweparestîya dewletî ya di Awrupayê de bûn û dixwestin vê yekê ji bo Dewleta Osmanî jî pêk bînin. Ji bo ku desthilatîya Dewleta Osmanî bisipêrin Tirkan, divêya Anatolya û Traqya bibûwûna welatê Tirkan. Ji ber vê yekê ye ku di pêvajoya Şerê Parvekirin ê Yekemîn(I.) yê Cîhanê de ji bo gelê Ermenî, Rom û Pontusan polîtîka qirkirinê tête karanîn. Di pêkanîna vê polîtîkayê de, bi navê nasnama îslamî, Kurd têne karanîn. Eger ku desteka Kurdan neyê girtin pêkanîna vê polîtîkayê nemimkun e. Her weha, ji bo ku Anatolya ji Tirkan re bibe dayika niştiman, divêya Kurd jî bihata helandin yan jî tunekirin. Ancax vê planê dihêlin pêşerojê. Zîra cografya Kurdistanê jî di nav çarçova Anatolyayê de didîtin. Heta ku Anatolya çareser nebe, nemimkun bû Traqya û Êge ji Tirkan re bibûwana dayika niştiman. Ji ber vê yekê, qirkirina Ermenîyan, dibe mijara yekemîn ya rojevê.

Qirkirina Ermenîyan

“Bi peymana Berlîn ya 1878an di wîlayetên rojhelat û deverên ku Ermenî têde şûnwar bûbûn de pêkanîna hinek reforman hatibû dîyarkirin. Wekî çîroka ‘xwedî rez û mar’, ev rûyekî pirsgirêka rojhilatê bû.

Di sala 1912an de mexlubîyetîya di Balqanan de, ji ber ku fermana mirina Osmanîyan îlan dike, ev mijar cardin hate rojevê û di vê herêma axa Asyayê de belîkirina herêmên nifuzî girîngtir û hewcîyetir dibe.”[viii] Tam di vê pêvajoyê de, “katolîkos”ê(kesê herî bilind yê dînî) Ermenîyan, ku di Ecmiadzina Rusyayê de bicî bûbû, di meha Sermewêza sala 1912an de serlêdana dewleta Uris dike, da ku Ermenîyên di Tirkîyeyê de bikevin bin “protektoras”ya Uris.”[ix]

Eger di Ermenîstana Tirkîyê de reformên girîng çênebin, dê pirsgirêkeke giran ya Ermenîyan derkeve pêşîya hikûmeta Tirk ku mimkune di rewşa wesa de hêzên Awrupayî mudaxale bikin. Li ser vê balkêşandina Uris, Bab-ê Alî mecbûr bû ku bi Ermenîyan re ji bo mijara reforman dest bi pevdîtinan bikin. Ancax, reformên ku dihatin pêşnîyazkirin, ji alîyê Dewleta Uris ve bes nedihatin dîtin û ji ber vê yekê jî nedihat qebûlkirin. Lewra wan dixwest rêvebirîya wîlayetên rojhelat bidin walîyên Awrupayî û yên Uris.”[x]

“Konferansa ku bahsa wê tête kirin di 3yê Temûzê de dest pê dike.

Li gorî pêşnêrîna hevpar ya Alman û Urisan, biryar tê girtin ku ji bo rêvebirîya wîlayetên rojhelatê du mifetîşên umumî yên Awrupayî bêne wezîfedar kirin û digel vê yekê jî di meclîsa wîlayetê de qasî 50% Ermenî bêne temsîl kirin. Bab-ê Alî piştî gengeşîyên dûr û dirêj û xwe giran kirinê, vê yekê di 8ê Sibata 1914ê de qebûl dike. Û piştî çend mehan, yanî ji bo pêkanîna Ermenîstanê, yekê Norveçî û Holandayî bi kar û barê mifetîşî têne wezîfedar kirin. Ancax, tawira hikûmeta Tirk, di derbarê gelşa petrolê de wekî tawira hikûmeta Îngiliz(Brîtanya) bû; ew jî ji bo betalbûna peymanan li benda derketina şer(lej) bû. Û di vê mijarê de bêtir xwedîyê biryarê bû. Bi vê awayê ji holê rakirina Ermenîyan hate rojevê.”[xi]

Li vira tiştê ku tête qest kirin “di derheqa pirsgirêka petrolê de tawira ku ji alîyê hikûmeta Îngiliz ve hatîye pejirandin” e. Hikûmeta Îngiliz, di derheqa avadanîya rêhesina Bexdayê de ji peymana navbera Alman û Osmanîyan ra astengî dernexistine û heta bi awakî nerasterast(îndîrekt) jî wan teşwîk kirîye. Lewra Brîtanyayê bawer dikir ku di demek nêzîk de, dê şer derkeve û wan peymanan jî dê ji alîyê dewletên xalîb ve bêne tetbîq kirin û bi temamî bawer dikirin ku di vî şerî de, dê Alman mexlub bibin.

Stefanos, pêvajo yan jî dema biryardana qirkirina Ermenîyan dîyar dike. Lêbelê belîkirina polîtîka di Anatolyayê de tunekirina gelên xaçparest, di sala 1912 de ye.

“Bi rastî jî tirsa herî mezin ya rêvebirên Osmanî-Tirk û bi taybetî jî yê Îttîhatçîyan ev bû ku Anatolya bikeve destê eqlîyatên xaçparest. Ji ber vê yekê di van herêman de tunekirina xaçparestan, ne bi bûyera qirkirina Ermenîyan û ne jî bi Şerê Yekemîn yê Dinyayê ve sînorkirî ye. Bi taybetî, piştî şerê Balkanan, Tirkkirna Anatolyayê bûye navenda polîtîkayên hikûmetê.”[xii]

Bi vê awayê di Şerê Parvekirin yê Yekemîn de, di rojavayê Anatolê de ji bo berdewamîya faalîyeta Tirkkirinê bi teror, qismî qirkirin, şêlandin, zordestî û wd. Rum ji cî û warê xwe tête dûrxistin.

Eynî tişt di Kurdistanê de jî berdewam kirine, pêkanîne; bi qirkirinê Ermenî ji holê rakirine û bi tevî vê yekê sexer bûne. Piştre ev sîyaseta Îttîhat Terakkî bi eynî qedroyan(rêvebiran) bi Mistefa Kemal berdewam dike.

Di Pêşengîya Mistefa Kemal De Tevgera Turkkirinê

Tevgera Mistefa Kemal, berdewamîya polîtîkaya Îttîhat û Terakkî ye, ku ji bo eynî amac û naverokê, bi eynî rêbaz û kadroyan (rêvebiran) bi navekî nû hatîye navandin û rêvebirinê. Lêbelê tiştê balkêş ev e, ku berê şer di rewşa sexerbûnê de tiştê ku dê bête kirin, bi hûr û kûr hatîye fikirîn. Di bîranînên hinek kesan de jî em hîn dibin ku bi tevî plana Tirkkirinê, di rewşa sexerbûnê de wê çi bête kirin, di wê mijarê de bi hûr û kûr planên leşkerî hatine amade kirin.

“Merkeza Tevayî ya Îttîhat û Terakkî her îhtîmal anîne bîra xwe û biryar dane ku di Şerê Dinya yê Yekemîn de sexer bin, dê çekên xwe ji dest bernedin û hilkişîn Anatolê û li wê derê qedeme bi qedeme tekoşîna xwe berdewam bikin, ji bo vê yekê jî planeke amade kirine.

Ev plan jî di gelek civînên li peyhev yê merkezî yên umumî de bi dûr û dirêj hatîye gengeşî kirin û dawîyê bi hemû teferruatên xwe ve hatîye belîkirin û amade kirin.”[xiii]  Eger mecbur bimînin di tevayî Anatolê de bahsa berxwedana şerekê “Ev agadarî di derbarê qirrkirina Ermenîyan de nîşanek pirr girîng e. Tiştê ku tête gotin ne tenê planek tevayî ya Tirkkirina Anatolê ye. Eger mecbur bimînin di tevayî Anatolê de behsa berxwedana şerekî dûr û dirêj tête kirin.”[xiv]

Piştî sexerbûna Osmanîyan di pêvajoka damezirandina komara Tirkîyê de kadroyên ku şer û rêxistin çêdikira ji ezmanan bi zembîlê nehatibûn xwarê, cardin rêvebirên Îttîhat û Terakkî bûn û Osmanî-Tirk bûn. “Mimkune bête îdîa kirin ku şerê netewî Ligor planekî amade kirî, bi pirranî ji alîyê Îttîhatçîyan ve hatîye rêxistin kirin.”[xv] Yên ku rêxistina mifrezeyên Kuvayî Mîllîye û Komeleyên Mûdefayê Hûquq pêk dihanîn, endamên Îttîhat û Terakkî bû. Gelo ev tekoşîna netewî yan jî şerê rizgarîyê li hember kî dihate kirin(dayîn)? Ev şer, li hember xalîbên Şerê Parvekirin yê Yekemîn nehatîye kirin. Hetta dagirkerîya ewan dewletên mezin dixwestin. “Fikra jîyana di bin manda dewletek împeryal de, demek dûr û dirêj wek tercîhek girîng hebûye. Di vê rê de bi taybetî jî ji bo qezenckirina Amerîkîyan, pirr zêde cehd kirine û ked rijandine. Di Kongira Sêwasê de biryarek hatîye girtin ku dê manda Amerîkayê qebûl bikin.”[xvi]

Şerê di pêşengîya Mistefa Kemal de, berdewamîya plana di Kurdistanê de pûçkirina tekoşîna netewebûna Kurdan û di herêma Behrareş û Êge de jî tunekirna gelên Pontus û Ruman, di rojhilatê de pêşîgirtina vegera Ermenîyan, dagirtin û îlheq kirina Kurdistanê ye. Amaca wan, van deran (herêman) ji Tirkan re bikin dayika niştiman.

Şerê Mistefa Kemal (şerê rizgarî) “şerekî dijberê dagirkeran nîne, dijber eqlîyatan e.”[xvii] “Şerê rizgarî, şerekî hûndirî yê dijber Rum û Ermenîyan hatîye dayîn.”[xviii]  Kî eqlîyat in? Yên ku di Anatolê de eqlîyat bin Tirk in. Kurdistan bi xwe jî welatek cihê ye, di vî welatê de bi pirranî Kurd dijîn û digel wan jî Ermenî hene. Di herêma Egê de berê hatina Tirkan, Rum dijîyan. Kurd, Ermenî û Rum di cografyakî belîkirî de dijîn û her yek netewekî cûda ne.

Rewşa Berîya Têkilîyên Mistefa Kemal û Bolşewîkan

Di serokatîya Mistefa Kemal de amaca tevgera burokrasîya Osmanî-Tirk dîyar bû. Amac, di nava sînorên ku bi agirbirrîna (peymana) Çirîya Pêşîn ya sala 1918an de hatibû qebûlkirin, damezirandina dewletek netewî ya Tirk bû. Mana damezirandina dewletek netewî ya Tirk ev bû; ku di nava van sînoran (tixûban) de gelê Rum û Pontusan bêne tesvîyekirin (betalkirin) û tunekirin, qirkirina Ermenîyan bi Ermenîyan bidine qebûlkirin ku di şerê yekemîn yê parvekirinê de çê bûbû, sîyaseta dagirtina Kurdistanê û Tirkkirina Kurdan e.

“Piştî peymana Mondirosê ku di 30ê Çirîya Pêşîn ya sala 1918an de çêbûbû, heta berve dawîya vê salê de pênc komeleyê berxwedanê hatibûn damezirandin ku sisêyê wan dijraberê Ermenîyan û didoyê wan jî dijraberê Ruman pêk hatibûn. Cemyeta Muhafaza ya Huquqê Mîllîye yê Trabzonê ku di nava komeleyên damezirandî de yekemîn bû, di nav biryarên wan yên pêşîn de bendê  “li hember eqlîyatan dijraberîya çekdarî cî digre.”[xix]

Mistefa Kemal jî, di nameya xwe ya îstîfakirina ji eskerî ya dîroka 8ê Tîrmeha 1919an de, şerê rizgarîyê dijberê kî dide rêxistinkirin bi awakî aşkere û vekirî tîne ziman. “Ji tahloka parçebûnê rizgarkirina gel û welatê pîroz, ji bo ku nebe qurbanê hedef û amaca Yewnan û Ermenîyan tekoşîna netewî dest pêkirîye, rewşa min ya fermî û eskerî ji xebata min ya digel xelkê re dibe asteng.”[xx]  Li vê derê bahsa Kurdan nabe. Lewra, polîtîka Mistefa Kemal ev e: Ji bo ku Kurdan bikşîne alîyê xwe, gef û tahloka Ermenîyan nîşan dike û tîne ziman.

“Kongire di meha Tîrmehê de li Erzeromê berhev dibe û li hember damezirîna Ermenîstana mezin biryara berxwedanê digre û digel vê yekê jî berpirsyarên wîlayetên rojhilatê dianî ba hev (berhev dikir). Di meha Îlonê de digel Cemîyeta Mûdafayî Huquq ya Anatolê bi tevî beşdarbûna berpirsyarên Rojhilata Tirakyayê jî Kongireya Sîwazê dicive, di nav sînorên agirbirrîna-sînorên rojhelat ew bûn ku bi Peymana Brest-Lîtevesk hatibû dîyarkirin- 30ê Çirîya pêşîn ya 1918an de- îradeya danîna dewletek netewî ya Tirk derdikeve holê.”[xxi]

Di Şerê Parvekirin yê I. de Brîtanya, Rusya(Uris) û Fransa bi giştî li ser parvekirina cografya Osmanîyan lihev hatibûn. Di vî şerî de amaca Brîtanya dagirkirina Filîstin, Îraq û başûrê Kurdistanê bû. Di pêvajoka şer de du guhartinên girîng yên sîyasî çêbûbû.

Rusya, bi tevî şoreşa Bolşewîk ji şer hilkişya bû û hemû peymanên îlegal(veşartî) hatibûn aşkera kirin. Û serokatîya şoreşê dîyar kiribû ku dê van peymanên împeryal nasnekin û pêkneyînin. Ji alîyê din ve jî DYA (Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê) tevî şer bûbû. Digel xerabûna Çarîya Rusya Ordîyên Rus ji herêmên dagirtî hilkişyan (derketin) û bi vê awayê herêma Qafqasyayê bêqontirol ma. Herçiqas van deran ji alîyê Brîtanyayê ve hate dagirtin (îşxalkirin) jî, rewşa wan ya vê derê demdemî bû. Vê herêmê pirr bala Brîtanyayê nedikişand.

“Di 13yê Tebaxa 1918an de Balfor di axaftinek xwe de weha dibêje, ‘bawer dikim ku piştî şer, li dervayê Mezepotamya’yê di deverên(navçeyên) din de cîbûn û pêşveçûna Împeratorîya Brîtanyayê nediriste.’ Lord Curzon jî piştî du rojan, gotina xwe rasterast weha dibêje; qasê Brîtanya, li dinyayê tu welatekî bihêz nîn e ku bi Mezopotamyayê ra alaqader bibe û ji ber vê yekê jî bi navê ‘kapîtalîstî, monopolkarî an jî împeryalî sucdarkirina Londirayê, bi tu awayî me aciz nake.

Bi îhtîmaleke mezin hedefa vê daxuyanîyê, Dewletên Yekbûyî Yên Amerîka(DYA) bû, ku Serok Wîlson dixwestin bi gotinên mirovperwerî polîtîka ‘rêka vekirî-open dor’ pêkbînin. Herwekî tête zanîn ev polîtîkayek bû, ku li her derê dinyayê parastina berjewendîya şîrketên xûsusî(taybetî) yên Amerîka ji xwe re dikir hedef, wê demê ji bo petrola(nifta) Rojhelata navîn alaqadarîya şîrketa Standart Oîl ji tu kesî ra sirr nebû.”[xxii]

Piştra tête dîtin ku, di sala 1920-ê de DYA, dide daxuyakirin ku li ser axa dagirkirî ya mêtingehan de monopolên dewletên Awrupayî yên pêkhatî nas nake. “DYA ji sala 1920ê vir ve polîtîkaya ‘rêka vekirî’[xxiii]   diparast û axa mêtingeh ya dagirkirî de danîna monopolên hêzên mêtingehkar nedixwesta û nas nedikir. Di vê rewşê de, di rojevê de, cîgirtina pirsgirêka Mezopotamya dereng nakeve û Stafe Deparment (karûbarê Derva yê Amerîka) ji TPCyê daxwaz dike da ku hîse bidine Amerîkanîyan jî.”[xxiv]

Petrola Îraqê ku ketibû bindestê Brîtanya, bi peymana 31ê Tîrmiha 1928ê Brîtanya mecbur dibe ku ji %23,75ê ji bo DYA û ewqas jî para Fransayê bide. Di vê rewşa weha de dîyare ku Tevgera Rizgarîya Kurd bi serokatîya Şêx Mehmûd Berzencî navenda împeryalîzmê tehdît dike.

Mistefa Kemal û hevalên wî yan jî bi gotineka din kadroyên Îttîhat Terakkî û rêvebirên Osmanî yên Tirk, weke rêvebirên Dewleta Osmanî û qasidê wan yên di Awrupayê de, Bi wasîta qonsolosên xwe herdem dihatin agahdarkirin û bi rojane di derbarê dijîtî û pevçûnên navbera wan de dihatin agahdarkirin û bi rojane dijîtî û pevçûnên di navbera dewletên mûtefîk de taqîb dikirin û hîn dibûn. Qasê ku bi hostetî polîtîka dewletê bigerînin, xwedî tecrûbe û ceribandinê bûn.

Di destpêka sala 1920ê de, li Brîtanyayê di derbarê polîtîka li ser Qafqasan lênêrînên cîyawaz û dijber, li ser sîyasetek hevpar lihev hatin. Di 19ê Qanuna 1920 de ev sîyaset tête nîşan kirin: “Konseya bilind ya rêvebiran şer, ji bo ku karibin dijraberê tahlûkê rawestin, biryar didin ku ji ‘malzemeyê gîyandar’ê herêmî fayde bibînin û tenê ji wan ra alîkarîya çek û cebirxane bikine.”[xxv] Di vê demê de, yanî di dawîya sala 1919an de enîya dijraberîya şoreşê bi serokatîya Denîk sexer dibe. Û Qafqasya bi serokatîya Bolşewîkan dikeve pêvajoka Sowyetbûnê, sîyaseta ku ji alîyê Brîtanyayê ve hatibû tespît kirin jî qebûlkirina vê yekê bû. Alîkarîya çek û cebirxane pêknayê, ku di biryarê de hatibû dîyarkirin. Hikûmeta Anqera taqîbata hemû qewimandinan(bûyeran) dike û ligor vê jî polîtîka çêdike.

Têkilîyên Bi Bolşewîkan Re Bihûra Rêya Serkevtinê Ye

Sîyaseta Hikûmeta Anqera ev bû; di derbarê sînorên (tixubên) rojhelatê de pêşîyê dê lihevhatinek bi Yekîtîya Sovyetîstanê re pêk bînin ku Kurdistan û qismekî cografya Ermenîstanê jî, ji xwe ra bikin welat û vê yekê jî bi peymanekî navneteweyî ve bidin girêdan. Û di pişt ra jî dê berê xwe bidine gelê Rum.

Qirkirina Ermenîyan di pêvajoya 1915-1916an de tête kirin. Di derbarê vê qirkirinê de tiştê ku Ermenî karibin bikin; mimkune di şiklê refên gêrîlayan de êrîş bikine ku ev jî ne tehdît(gef) e, û hetta ji bo Hikûmeta Anqerayê ev şertên mûdaxalekirina herêma Qafqasyayê asan(hêsan) dike û dibe sedemekî din ku ligor xwestinên Hikûmeta Anqerayê lihevhatinek bi Yekîtîya Sovyetîstanê ra çê bibe. Lihevhatinek bi navberçîtîya-alîkarîya Yekîtîya Sovyetîstanê û çareserkirina pirsgirêka (problema) Ermenîyan, dibe pirsgirêka bingehîn ya Hikûmeta Anqerayê, heta dê bibe çimayîya hebûna wê jî. Lewra ev peyman, îlhaq kirin û dagirkirina Kurdistanê jî di nav xwe de dipê, yan jî bi saya (desteka) vê peymanê îlhaqkirina Kurdistanê mimkun dibe.

Di Kurdistanê de kadroyên Îttîhat Terakkî pirsgirêka ku biîsrar(birik) derdixistin pêş û propaganda wê dikirin, tehdîta (gefxwarina) Ermenîyan bû li ser Kurdan. Belê, dê kî bi lihevhatinê bersîva çareserkirina pirsgirêka Ermenîyan bide, bersîva vê pirsîyarê ji alîyê dîyarkirina pêşeroja Kurd û Ermenîyan ve rewşekî pir girîng e. Ev yek jî dîyare ku pirsgirêka bi Ermenîyan re, ancax bi têkilîyên Bolşewîkan çareser dibe, ev ji tu kesî re wek sirrekî nîn e. Ji bo çareserîya pirsgirêka Ermenîyan li ber Bolşewîkan du alternatîf hene: Yekemîn, çareserîya bi têkilîyên Kuvayî Mîllîye ku di serokatîya Mistefa Kemal de ji rêvebirên Osmanî-Tirk pêk hatibû, ya duyemîn jî çareserîya bi têkilîya hêzên Kurd yê di Qoçgirîyê de bû ku di serokatîya Alî Şêr, Alî Şan û Baytar Nurî de ji endamên Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê pêk hatibû. Ji van her du hêzan kîjan bi Yekîtîya Sovyetîstanê re bikeve pêvajoya lihevhatinê, rêxistinîya civata Kurd jî dê ew pêk bîne. Ji van hêzan yek netewekî bindest e, serokatîya wê xwedî ceribandin û tecrubeya sîyaseta navneteweyî nîn e, bi bawerkirina tekoşîna xwe ya biheq(mafdar) derketîye pêş(holê). Ewê din jî bi tecrube û ceribandina burokrasîya dewletekî mezin ya 600 salan dertê pêş. Helbet yê ku rêxistina destekkirna kurdan pêk bîne, dê şîfreya serkevtinê jî bigre destê xwe. Ev şîfreya cîyewaz ya serkevtinê, dawî û aqîbeta neteweyê Rum û Ermenî jî di nav xwe de dipê.

Di Derheqê Bolşewîkan De Polîtîkayên Ku Hikûmeta Anqera Pêk Anîne

Hikûmeta Anqera, ji bo ku bi Bolşewîkan re peyman çê bike û desteka wan bigre, dixwaze Azerbêcanê wek aletekî karbîne. Ji bo ku bi Bolşewîkan re peywendî pêk bînin, di tekoşîna tevî sovyetê bûna Azerbêcanê de dibin alîgir. Hikûmeta Anqera di Payîza 1919-an de “ji bo ku bi Bolşewîkan ra peywendî pêk bîne, Xelîl paşa, ji alîyê Mistefa Kemal bi xwe tête wezîfedar kirin”[xxvi]

Xelîl Paşa, apê(mamê) Enwer Paşa ye. “Di vê demê de kesê ku dixwaze Azerbêcanê tevî Sovyetîstanê bike, Xelîl Paşa bû … Xelîl Paşa ji bo vê amacê, di mehên pêşî yên sala 1920an de li Bakoyê, bi tevî hinek subayên (zabîtên fermandar) Tirk, yekemîn partîya Kominîst a Tirk danîn. Vê partîyê bi Partîya Kominîst ya Azerbêcanê ra ku kongira xwe di meha Sibatê de li Bakuyê çê kiribû, hevkarî dikir.”[xxvii]  Evan subayên ku li Bakuyê Partîya Kominîst ya Tirk danîne, ji qismekî subayên Tirk bûn ku berîya wê komûna Bakuyê hilweşandibûn û kominîstan jî qetil kiribûn, goya ku Ermenî ne.

Piştî van faalîyetan Hikûmeta Anqera ji bo berjewendîyên xwe biryar da ku dema pêkanîna peywendîyên bi Bolşewîkan ra hatîye, ji bo vê di 26ê Nîsana 1920an de Mistefa Kemal, ji Lenîn ra nameya xwe ya pêşîn rêdike(dişîne).

“Di vê nameya xwe de pêşnîyaz dike, dibêje dema ku Sovyetîstan êrîş bibe ser Gurcîstanê, em jî dikarin êrîş bibin ser Ermenîstanê, da ku Azerbêcan tevî dewletên Bolşewîk bibe. Roja din(roja piştî wê), komîta navendî ya Partîya Kominîst ya Azerbêcanê ultîmatomekê dide hikûmetê dixwaze ku di nav diwanzdeh seetan de îstîfa bikin. Di 28ê Nîsanê de trêna ku Kîrov û Ordjonikdze dianî, digîjê stasonê(gara) Bakuyê.”[xxviii]

Di vê pêvajoyê de Xelîl Paşa û Partîya Kominîst ya ku li Bakoyê danî bû û bi tevî partîya Kominîst ya Azerbêcanê hereket dike û bi îsrar jî dixwaze hikûmeta alîgirê Îngiliz yê Azerbêcanê ji desthilatîyê hilkişiye. Ancax, ji îqtîdarê(desthilatîyê) daxistina hikûmeta alîgirê Îngiliz yê Azerbêcanê û beşdarbûna wê ya ji Sovyetê re, bi hêza û Artêşa Sor ya 11. pêk tête.  Ancax, Îngiliz li hember van qewimandinan(pêkhatian) di rewşa temaşevanî de maye.

“Piştî çend rojan, di 16yê meha Gulanê de Xelîl Paşa jî cara pêşîn bi navê nûnerîya Anqera, bi awakî nefermî hatibû Moskovê. Çawa ku digîje Moskovê, bi Çîçerîn û cîgirê Qaraxan û komîserê herbîye Kamenev ra pevdîtin pêk tîne. Biryar tête dayîn ku di demek kurt de ji Anatolyayê re dê mîlyonek paxnotê zêr, 60000 tifing û sed mîlyon fîşek bête şandin(birêkirin). Di wê demê de qasidê Mistefa Kemal yê ku nameya wî ya 26ê Nîsanê dianî jî gihîştibû Moskovê. Wê demê jî Moskovê bi Şanda(heyeta) Ermenîyan re pevdîtin çêdikir û daxwaz dikir ku ji xiyala Ermenîstana mezin ku ji şeş wîlayetan pêk dihat, devberdin (jêvegerin) û bi dewletên îtîlaf ra peywendîyên xwe bibirrînin (biqedînin). Û waad dikirin ku li hember vê yekê dê wîlayetên Wan û Bedlîsê bidine wan,  tam jî wê gavê Mistefa Kemal pêşnîyaz dikir ku êrîş bibe ser Ermenîyan, vê yekê Çîçerîn xiste nav gumanê(şikê, endîşê). Ancax Çîçerîn di nameya xwe ya ji Mistefa Kemal ra de bahsa vê mijara hesas nake.”[xxix]

“Tenê pêşnîyaz dike ku ji bo çareserîya pirsgirêka di navbera Ermenîyan û Tirkan de, Sovyet dikare navçîtî bike.”[xxx]

Jixwe tiştê ku Mistefa Kemal dixwest, navçîtîya Sovyetê bû.“Ev bersîv di 12yê Hezîranê de gihîşte Anqerayê. Mistefa Kemal ji bo çareserîya pirsgirêkê navçîtîya Sovyetê qebûl dike û êrîşbirina li ser Ermenîyan jî ku ji alîyê artêşa Erzromê ve dihat xwestin, dide sekinandin.”[xxxi]

Bi navçîtîyê tiştê ku Sovyetê hilgirtibû ser xwe, şertê lihevhatinê, ligorî daxwazên Mistefa Kemal û Hikûmeta Anqera bi Ermenîyan bidine qebûlkirin. Lêbelê Ermenîyan li hember zordestîya Sovyetê liberxwe didan. Ji bo şikênandina vê berxwedanê, bi destûra Moskavayê di 4ê Tebaxa 1920an de Hikûmeta Anqera êrîş dibe li ser Ermenîyan û Sarîqamîş tête girtin. Amac, rewşa sînor ya fîîlî(heyî) bi Ermenîyan bidine qebûlkirin.

“Êrîş di 28ê Îlonê de destpêkir û di 30ê Îlonê de bi girtina Sarîqamîşê ku li ser rêya Qarsê bajarekî sînorê bû, sekinî(qedîya). Ji bo hêsakirina pevgirêdanîya di navbera hêzên Tirk û Sovyetîstanê de dayîna Sarîqamîşê ji Tirkan re, di dema hevdîtinên 4ê Tebaxê de li Moskovê ji alîyê Tirkan ve hatibû pêşnîyaz kirin û ji alîyê şanda Sovyetê ve jî hatibû qebûlkirin. Ji dervayê vê, roja ku Sarîqamîş hate girtin, Kîrov li Tiflîsê bû û her gav ew û Lenîn ji hev agadar bûn. Lenîn daxuyanîyek dide, ji komîta navendî ya partî dixwaze ku ji tevgera Anatolya ra (Ji tevgera Mistefa Kemal re) alîkarîyek baş bête kirin û di demeke pirr kurt de bête şandin û divê Ermenîstan jî di mijara navçîtîya sovyetê de bête îqna kirin.”[xxxii]

Dijberê îtîfaqa Sovyet û Anqera yan jî peywendîyên Lenîn bi Mistefa Kemal re ku di alehê Ermenîyan de bû. Brîtanyayê çi reaqsîyon nîşan da?

“Ji alîyê din ve, ji ber êrîşên Tirk, dewletên îtîlaf pirr biheyecan xuya nedikir. Wê demê Serokwezîrê Ermenîstanê Hatîsyan, ji Stanbolê derbas dibe (dihûhure) û li wê derê pêşnîyazekî pêşkêşê komîserê bilind yê Brîtanyayê dike, da ku Yonan êrîş bibin ser Trabzonê. Di 2ê Çirîya Pêşîn de ev pêşnîyaz digîje Londirayê û di 6ê mehê de jî bersîva wê tête, ku Curzon li hember pêşnîyazek weha qetîyen bersîvek erînî nade”[xxxiii]

Rewş aşkera û zelal e. Mistefa Kemal Qafqasyayê ji Yekîtîya Sovyetê re, Lenîn jî qismekî Ermenîstanê û Bakurê Kurdistanê ji Tirkan ra dihêle û li ser vê yekê lihevhatina wan çê dibe. Dîyare ku Brîtanya jî vê yekê herê kirîye. Bi vê awayê peymana parvekirin ya ku di pêşîya (berîya)Yekemîn Şerê Parvekirinê de ji alîyê Çarê Rus(Uris) û Brîtanya’yê ve hatîbû çêkirin, bi awayekî din û desturdana Brîtanyayê, di navbera Lenîn û M. Kemal de hate pêkanîn. 16yê Adara 1921an di navbera Yekîtîya Sovyet û Brîtanyayê de peymanekî tîcarî hate çêkirin. Di eynî rojê de pêkhatina peymana di navbera Yekîtîya Sovyet û Anqerayê de tesadûf nîn e, tetbîqkirina sîyasetekî biplan e. Lêbelê, ji bo ku sîyasetekî weha bête tetbîqkirin, divê seretayê gêrbûna sîyasî (sîyasal îşleyîş-mekanîzma) ya Partîya Bolşewîk ku demokratîyetîya navendî bû, bihata rakirin. Kongireya 10. ya Adara 1921an vana pêkanî. Ancax bi saya vî biryara Kongirê peymana 16yê Adara 1921an hate îmzakirin. Ev peyman ji metînekî(tekstek) tîcarî bêtir, metneke(tekstekî) sîyasî ye.

Bendeke peymana 16yê Adara 1921ê wisa ye:

“Herdu teraf; Împaratorîya Brîtanya û Komarên Sovyeta Rus (Uris), divê dijberê sazîyên hev propagandayên xwe yên fermî rasterast yan jî nerasterast negîjînin dervayê sînorê xwe û dijberê hev ji tawir û hewildanên dijminatî ra rê nedin (dûrkevin). Bilhesa (bitaybetî) Komara Sovyeta Rusya, divê ji gelên Asyayê re, bi taybetî jî piştgirî û cesaret nede Hindîstan û dewleta serbixwe ya Afxanîstanê, ku dijberê berjewendîyên Îngiliz û Împaratorîya Îngiliz çalekîyên bi dijminî pêk bînin, ji bo vê yekê, divê ji kiryar û propaganda yan jî hewildanên dîplomatî û leşkerî dûr bimîne.”[xxxiv]

Dijberê Împeryalîzma Îngiliz tevgera serhildanê, di Kurdistan û Îranê de wek tevgerek pratîk û berxwedana çekdarî xwe nîşan daye. Ji bo şikestina Mezopotamya, yanî berxwedana Kurdistana Başûr û Komara Sovyeta Gîlan a li Îranê, divê ji desteka Sovyetê bihata mahrûmkirin. Digel vê yekê, şertekî şikênandina berxwedana Başûrê Kurdistanê jî, tecrîtkirina wî ya ji Bakurê Kurdistanê ye, ku Kurd zayîf(jar) bikevin. Ji ber vê yekê ye ku destek kirina Riza Xan û M. Kemal, ligor berjewendîyên Brîtanya bû.

Bi hemû dilpakîya xwe mijara(babeta) girêdayî bi têorîya xwe ve bûyina kominîstan, bi ceribandinên cîddî yên din jî hatîye dîtin. Ji Înternasyonala Sosyalîst ya berê(II.) cûdatir, ji dervayê sînorên Awrupa pêkhatina tevgera kominîst, di serê 1920an de ji dervayê Awrupa çêbûna partîyên kominîst, hem ji hikûmeta Sovyetê re, hem jî Komînterê ra problemên cîddî peyda kirin. Bi taybetî her du jî, ji bo Partîya Kominîstên Îran û Tirkîyeyê ku di havîna 1920-ê de hatibûn danîn, rewş weha bû. Hikûmeta Sovyetê mecbur bû ku destek bide her hereketên(tevgerên) ku dewletên împeryal yên mezin ji xwe ra hedef girtine. Slogana(şîara) Lenîn ya “karkerên hemû welatan û gelên bindest, yek bibin(hev bigrin)”, bi vê awayê digihîşt wateya xwe ya bingehîn(rastîn). Evan gelên ku ji împeryalîzma Awrupayê re (bitaybetî Îngiliz) serî hilda bûn, di bin rêvebirîya serokên burcewa û burcewayên piçuk de bûn. Ji ber ku “pirsgirêka şoreşa civakî ya navneteweyî” “ji dervayê beşdarbûna Rojhelatê”  bêçareserî hatibû îlankirin.[xxxv]

Rusya Sovyetê, pêşnîyaz kir ku hem ji Tirkîyeya M. Kemal ra û hem ji Îrana Riza Xan ra destek bête dayîn. Hikûmeta Tirk dixwest Partîya Kominîst ya Tirkîyeyê ji holê rake, dema ku 17 serokên wê kuştin, Sovyetê bi tu awakî tepkî nîşan neda. Her wekî ku Profesor Carr nivisîbû “cara dawî nebe jî cara pêşî, ji ber hinek sedemên din be jî, bi awakî aşkera hate îspatkirin ku ev tewir hikûmet, dikarin bi tevî wendanekirina nîyeta baş ya Hikûmeta Sovyetê”[xxxvi]  bi partîyên kominîst yên netewî ra bi awakî ciddî şer bikin.

Bi tevî daketin û bilindbûna tîfaqa Turk-Sovyet, Buharîn di Nîsana 1923ê de ji bo Turkîyeyê dibêje, “Bi tevî hemû zordestîyên li ser kominîstan rolekî şoreşgerî tîne cî, lewra bi serûber dijberê sîstema împeryalî fonksîyonekî xerakarî yê pirr girîng tîne cî.”

“Rusya Sovyet bi eynî nîyeta baş nêzîkê Îranê jî bû.  Çawa ku di derheqa Boxazan(Bihûran) de dev ji hemû îdîayên xwe berda, bi peymana 1907ê, ku li ser împaratorîya kevin ya Îranê ji Rusyayê ra pirr îmtîyaz dida, redkir. Di serokatîya Riza Xan de, destek da tevgera netewî û antî(dijî)-Îngiliz. Piştî veqetîna hêzên Îngiliz ku midaxaleya Rusyayê dikirin, komara Sovyeta Gîlan ya piçuk ji Moskovê tu alîkarî negirt. Bolşewîkan nedixwest peywendîyên xwe bi hikûmeta “burjuvaya netewî” ya di “Tahranê” de xera bikin. Ji kominîstên Îranê û mûtefîkên radîqal ra bûn asteng, da ku êrîş bibin li ser paytexta Îranê.”[xxxvii]

Halbûko, Înternasyonala Kominîst di kongireya II. ya 1920an de biryar girtibû, ku desteka ji neteweyên bindest ra dê bi navçîtîya neteweparêzên burciwa na, bi navçîtîya partîya kominîst bête dayîn û ji bo kominîstên neteweyên bindest hedefa dewleta sovyetî hatibû nîşandan. Lêbelê ev biryaran wek pêşnîyazên nazarî li cîyê xwe man. Di pratîkê(pirêz) de jî yên ku kominîst îmha dikirin, yên ku serhildina Kurd ku neteweyê bindest e bi hovîtî îmha dikir û Komara Sovyeta Gîlanê xera dikirin, destek dida wan. Bi awakî nerasterast be jî, bi van tawirên xwe ji kirinên wan ra bûn şirîg(hevpar). Her wekî mîsala Buharîn, piştra tiştê ku dê bikira, parastina oportinîstîya xwe bû.  Û êdî di sala 1921ê de, di Înternasyonala Kominîst û Bolşewîk de pêvajoka serdestbûna sîyaseta kominîzma Înternasyonala II. destpê kirîye. Ev sîyaseta oportinîst, tenê bi M. Kemal û Riza Xan ve sînorkirî nemaye. Bi peymana Rus-Îngiliz ya dîroka 16yê Adara 1921ê, li dijber împeryalî ji têkoşîna şoreşgerî jêvedigeryan(devberdidan). Piştî 16yê Adara 1921ê “ku hîn salekê di navber de derbaz bûbû li Cenovayê, delegeyên Sovyetê di derbarê pirsgirêkên aborî de pêşnîyazên gelek nerm pêşkêşê civînê kirin. Jibîr kirin ku pêşîyê çiqas bidijwarî dijberê xwexapandinên pasîfîst bûn. Bi bernameya “demokratî ya burjuwazîya piçûk” ra di nav ahengê de bûn ku ji bo wê demê ji alîyê Lenîn ve hatibû fikirîn, û bi serde jî daxwaza xwe ya konferansa ji bo bêçekdarbûnê jî îlan kirin. Ji dervayê vê, pêşnîyaz dikirin ku “şiklê şerên herî hovane” û “qedexekirina karanîna navgînên ku gelên aştîxwaz terorîze bikin jî tête pêşnîyazkirin.”[xxxviii]

Ji bo ku rewşa peymana 16yê Adara 1921ê ya Lênîn û Bolşewîkan, piştgirîya wan ya ji bo Riza Xan û Mistefa Kemal û wd. neyê gengeşîkirin, destûr naye diyîn ku di Kongireya III. Ya Înternasyonala Kominîst de pirsgirêka netewî bête rojev û gengeşîkirin.

Li Rojhelata Navînê di rewşa temaşevanî de mayîn, helbet bi vê derê ve sînorkirî namîne, ev yek tête vê manê ku di derbarê sîyaseta dinyeyê de wê kominîst bikevin rewşa temaşevanî, yê ku çêbû jî ev bû.

Dema ku di sala 1919an de Înternaasyonala Kominîst hate damezirandin armanca wê ev bû, ku li tevayê dinyayê kapîtalîzm bête tunekirin û di şûna wê de Komarekê Sovyetên navnetewî bêtin danîn. Lêbelê, lihember vê sîyaseta Bolşewîkan Înternasyonala Kominîst çima bêdeng ma? Esas xûsusîyeta ku divê bête darezandin ev e. Lewra ji bo kominîstan rêxistina bingehî YKSS nîn e, helbet YKSS wek berhemekî şoreşa prolêtirya girîng e, ancax bi tevî vê yekê li tevayî dinyayê temsîlkarê kirdeyî (subjeyî) yê kominîstan YKSS nîn e, Partîya Kominîst ya Dinya ye. Û ancax di YKSS de ev şertê sîyasî dibe şertê berdewamîya şoreşa prolêtr.

Lêbelê çi heye partîyên kominîst ên ku Înternasyonala Kominîst pêk anîbûn, xwedî naveroka sîyaseteka kominîst nebûn, ji dervayê Bolşewîkan yên din wek rêxistinek înternasyonal a kominîst rûştê xwe di pratîkê de jî îspat nekiribûn.

Lewra ev înternasyonal, piştî şoreşa Bolşewîk û li ser bingeha morala ku bi şoreşa Bolşewîk pêk hatibû û bi pêşengîya Bolşewîkan û bi îsrara wan hatibû damezirandin. Û dema damezirandinê jî biryarek hatibû girtin, ku Înternasyonala Kominîst dê fonksîyona xwe li ser bingeha rêgeza demokratî ya merkezîyetî bîne bicî. Ancax dema ku ji alîyê Bolşewîkan, di kongireya 10. ya Adara 1921 de biryara hilanîna rêgeza demokratî ya merkezîyetî hate girtin jî, ev Internasyonala Kominîst bêdeng mabû. Lêbelê di vê rewşa hanê de Întrnasyonala Kominîst dê li ser bingeha kîjan rêgezan rêxistina xwe pêk bîne û berdewam bike? Înternasyonala Kominîst li ser rêgeza demokratî ya merkezyetî û Partîya Bolşewîk jî li ser rêgeza merkezyetî dê fonksîyona rêxistina xwe bicî bînin? Û partîyên Kominîst yên din jî dikarin rêgeza rêxistinîya xwe bigûhêrînin? û wd. pirsgirêkên din têne rojevê, ku ev yek jî nedîyarî(şêloyî) û lîberalîzmê dikêşe nav sîyasetê. Li hember vê rewşa hanê, bêdeng û bêtawir mayîn; Partîya Bolşewîk û serokê wî Lenîn, tîne rewşa şefekî partîyên Înternasyonala Kominîst û wan her yek jî dixe rewşa mûrîd û şagirtekî, ku ev yek jî rastîyek berçav e.

Di sîyaseta kominîstî de armanc û rêgezên sabît bi hev re di nav hevgirtinîyeke dîyalektîkî de ne û bi navê gûherîna şertan ji van rêgezan tawîz naye dayin û ji wan devberdan nabe. Lewra ev rêgezan bi armancê ve girêdayî ne. Her yek qonaxekê ye ji bo gehiştina bi armancê. Dev ji van rêgezan berdan yan jî tawîz dayîn bê bawerîya bi armancê ye, yan jî bi nîyeta herî baş pêjnên bawerîya bi armancê zayîf dike. Û ji ber vê yekê tekoşîna ji bo armanca kominîzmê ji rastîya wê dûr dixe.

Hikûmeta Anqerayê, bi peymana 16yê Adara 1921ê, sînorên îro yên di navbeyna Yekîtîya Sovyet û Turkîyeyê de bi peymanekî navnetewî girtine bin garantîyê. Ji vê zêdetir Hikûmeta Anqera ewlekarîya xwe girte bin girantîyê.

 

Peymana Navbera Bolşewîkan û Hikûmeta Anqera û Tesîra Wê Ya di Kurdîstanê de

Ji ber ku neteweparêzên Kurdîstanê xwedî sîyasetekî kurdîstanî nebûn, nekarîn rêxistinek cîddî ya kurdîstanî pêkbînin. Nekarîn sîyasetek kurdîstanî pêşkêşê neteweyê kurd bikin û rêxistina wê pêkbînin. Di vê mijarê(babetê) de nekarîn cehd û xîretekî cîddî dîyar bikin. Lewra, ji neteweyê Kurd û rêxistinên xwe zêdetir, bawerî bi şertên Peymana Sewir ku di sala 1920an de hatibû îmzekirin, dikirin. Ji ber vê yekê berê xwe dabûn hêzên mûtefîk û bi taybetî yek ji seretayên(prensîbên) Wîlson ku mafê tayînkirina çarenûsîya netewan diparast, ji bo vê yekê tesîreke girîng kiribû. Ev fam û qebûlên sîyasî yê neteweparêzên Kurd, di tekoşîna netewî de kêmasî û xeletîke stratejîk bû.  Hinek giregir û serokeşîrên kurd jî evan xeletîya fam û qebûlên sîyasî didît. Lewra di peymana Sewirê de damezirandina dewleta Ermenîstana mezin jî hebû û qismekî mezin yê Kurdistanê jî diket nav sînorên wê. Ji ber vê yekê hêzên mitefîk, ji alîyê wan ve dostê Ermenîyan dihatin dîtin(qebûlkirin). Serokeşîr û giragiran, hêzên mitefîk ji xwe re wek dost nedîtin. Bi tevî vê, xwe di bin gefxwarina Ermenîyan de didîtin. Şîfreya çareserkirina pirsgirêka bi Ermenîyan re, bi peywendîya dostanîya hêzên mûtefîk ra girêdayî nebû, girêdayê peywendîyên bi Sovyetîstanê re bû.

Ji ber ku serokeşîr û giragirên Kurd bi vê awayê li rewşê dinihêrtin, neteweparêzên Kurd ji xwe re wek temsîlkar nedîtin û ji ber vê yekê jî zêde bawerî bi wan nedikirin. Komîteyên Îttîhat Terakkî û pişt ra jî bi navê Kemalîstan, di Kurdistanê de tehloka Ermenîyan û piştgirê vê tehlokê jî Brîtanya nîşan didan û di derheqa vê yekê de dest bi kampanya(hewildana) propaganda kiribûn. Sedemeke din yê bitesîr bûna vê propagandayê, wê demê di Başûrê Kurdistanê de bi serokatîya Şêx Mehmûd Berzencî, dijber dagirtina Birîtanyayê bi fiîlî şerkirina kurdan bû(hebû). Sedemekî din jî, di serokatîya M. Kemal de hikûmeta Anqerayê bû, ku bi Sovyetê ra di nav peywendiyê de bû. Û ji derveyê neteweparêzên kurd yên di Qoçgirîyê de, bi Kurd û Kurdistanê ra têkilîyên neteweparêzên Kurd biserûber û sist bû û bêtir li Îstenbolê berhev bûbûn. Ji ber van sedeman ji bo parastina Kurdistanê, dijber Ermenîyan alternatîfa herî munasib(birê) Mistefa Kemal hate dîtin.

Bi tevî çêbûna hikûmeta Anqerayê polîtîkaya Yekîtîya Sovyetîstanê ya di derbarê navçîtîya pirsgirêka Ermenîyan de, bû sedem ku Kurd li derûdora M. Kemal bicivin-berhev bibin. Hikûmeta Anqera bi peymana 16yê Adara 1921ê, qasê pêdivîyîya xwe ji Yekîtîya Sovyetîstanê zêr û cebirxane digre. Mistefa Kemal berîya êrîş kirina ser Anatolya Rojava, berê xwe dide herêma Sîwaz û Dêrsimê; êrîş dibe ser hêzên Kurd, ku di herêma Sîwazê de hazirîya pêkanîna rêxistinî dikirin. Kurd ji alîyê hêza leşkerî û lojîstîk ve di demekî kurt de yê binketinê nebûn, heta şansê wan yê serketinê jî zêdetir bû. Hedefa wan a pragmatîk di rewşeke teng, herêmî û mezhebî de nebû. Hedefa wan serxwebûna tevayê Kurdistanê bû û cehda faalîyeta wan jî berve vê alîyê bû. Sedemê serketinîya M. Kemal û wendakirina Kurdan, pevgirêdanî û peywendîyên navneteweyî bûn. Pevgirêdanî û piştgirîya bi Sovyetîstanê ra û pêkhatina peymana 16yê Adara 1921ê, ji M. Kemal ra rê vedike. Tunebûna peywendî û pevgirêdanî ya Kurdan, hem dibe sedemê wendakirin(binketin-sexerbûn) û hem jî dibe sedemê dagirkirin û îlhaq kirina Kurdistanê ji alîyê Kemalîzmê ve.

Ev Sîyaseta Lenîn û Bolşewîkan Pêlêkirina Sîyaseta Kominîstî ye

Divê li vê derê sîyaseta Lenîn û Bolşewîkan bête rexnekirin. Wê kî rexne bike? Helbet dê kominîstên înternasyonal rexne bikin. Ev sîyaseta Lenîn û Bolşewîkan xeletî(çewtî) û pê xapîn nîn e, bi awakî vekirî û zelal seretayên sîyaseta kominîstî hatine pêlêkirin û sîyasetekî tersê wê hatiye birêvebirin.

Ligor pêdivîya sîyaseta şoreşger ya kominîst, divê ji bo hedefa komara sovyeta Kurdistanê, bi tevgera Mehmud Berzencî re têkilî (peywendî) bihata danîn û di xêza vê hedefê de alîkarîya ku divîya bihata dayîn û di çarçova navneteweyî de bihata parastin.

Û ji dervayê vê, divê di Turkîyeyê de destek ji Mistefa Kemal ra na, di xêza hedefa komara sovyeta Turk de ji Partîya Kominîst ya Turkîyeyê ra bihata dayîn, ku di bin serokatîya Mistefa Suphî û hevalên wî de bû. Wê demê ji dervayê sînorên Împaratorîya Çar de belavkirina damezirandina Komarên Sovyetî biîmkan bû. Bi tevî vê, ji Rojhelata Navîn ra bêaleqe mayîn, teslîmbûna ji sîyaseta împeryalî ra ye. Bi tevî ku hilweşandina Sowyetê jî dabûn ber xwe, di dereca yekemîn de împeryalîzma Brîtanya û pişt ra jî DYA û Fransa ji bo vê herêmê bi hev ra di nav keftuleftê de bûn. Halbiko tiştê ku divîya bête kirin, di Rojhelata Navîn de împeryalîzmê bikişanda nav pevçûnê û wê bixista tengasîyê. Û ji dervayê vê, Rojhelata Navîn ji bo hêzên împeryal ewqas girîng be, çawa ji bo kominîstan girîng nabe û li vê derê di rewşeke temaşevanî de dimînin.

Rêgezên sabît(navdêr) yên sîyaseta kominîst ji alîyê zanyarekî unîversal ve nehatine keşifkirin yan jî îcatkirin, yanî berhema faalîyeta nazarî nîn in. Evan seretayan berhema tekoşîna civakî-dîrokî û li tevayê dinyayê jî berhema tekoşîna çînî ne. Evan seretayan; mafê pêkanîna çarenûsîya netewan, li ser bingeha navendî ya demokratî pêkanîna rêxistinî, weke çîna serdest (desthilat) pêkanîna demokrasîya prolêterya(karker), Partîya Kominîst ya Dinyayê û xelasîya jinan in. Împeryalîzm, li tevayê dinyayê şertên gehîştina şoreşa prolêter û neteweyên bindest peyda dike. Evan hemû seretayan rasterast bi pirsgirêkên jîyana kedkarên (zahmetkêşên) dinyayê ve alaqeder in. Evan seretayan rêya amacê, yanî rêya komûnîzmê vedikin. Dema ku evan seretayan bêne pêlêkirin jî rêya kominîzmê dixetimînin. Pêlêkirina seretayan, pirsgirêkan bi marjînalîyê dide famkirin. Ji vê yekê tu kes muaf nîn e. Helbet Lenîn jî di nav vê yekê de ye. Eger rêbaza çareserîya pirsgirêkan; ji çarçova sîyaseta kominîst bête derêxistin û di şûna wê de rêbaza sîyasî ya pragmatîst bête bicî kirin, bi Brîtanyayê re îmzakirin peymana tîcarî ya 16yê Adarê, di derbarê bicîanîna mafê çarenûsîya netewan de gaveke paşve bû, wê demê pêşverû danasîn û ji destek kirina Mistefa Kemal ra rê vedike.

Destek kirina Kemalîzmê, bi însîyatîf û biryara Lenîn bû û ev sîyaset dibe sîyaseta YKSS. Di benda(madde) “Kurd” ya Ansîklopedîya Sovyeta Mezin de weha tête gotin:

“Di Sibata 1925an de bi serokatîya Şêx Seîd îsyaneke kurdan çê bûye. Û di nav meh û nîvek de tevayê Kurdistana Tirk rakirîye ser pîyan û ji 1/3ê Turkîyeyê de belav bûye.

Hikûmeta Tirk, ji bo pûçkirina vê îsyana xîretekî pirr zêde serf kir û miwafeq jî bû. Di salên 1938an li herêma Dêrsim, pişt wê ra jî di hinek herêmên Kurdistanê de îsyanên nû çêdibûn. Di salên 1930-31-an li Agirî bi îştîraq kirina Partîya Taşnaq ya Ermenîyan ku dijî-şoreşê bû, îsyana dawî çêbû. Ev îsyanan jî bi dijî Yekîtîya Sovyetîstanê hatibû tewcîh kirin. Ev îsyan jî ji alîyê hikûmeta Turkîyeyê ve hate pelixandin. Evan îsyanên hemû ji alîyê ajanên(sîxûrên) dewletên împeryal ve dihatin teşwîqkirn, îdarekirin (rêvebirin) û tenê dijber Turkîyeyê na, dijber KYSS jî hatibûn tewcîh kirin. Û xwedî naverokekî dij-şoreşî bûn.”[xxxix]

Ev îtîrafnameya KYSSê, ku ji bo pelixandina tekoşîna rizgarîya netewî ya Kurd, asîmîle kirin(helandin) û tunekirna neteweyê Kurd, di pratîkê de bi hikûmeta Turkîyeyê re piştgirî û hevkarîya çalakîyî pêkanîye.

Bi vê awayê Bolşewîk jî di şûna sîyaseta kominîst ya şoreşger de ku ev sîyaset bi amacê ve girêdayî ye, ji salên 1921an şûnde derî ji xêza sîyaseta Înternasyonala duyemîn(II.) re vekirin, ku ew jî xwe dispêre fama sîyaseta zanyarî yan jî çimanîyetî.

Ji bo Kemalîzmê desteka Lenîn, nemimkun e ku bi tu sedemekê ve bête girêdan, ev sîyaset, sîyasetekî kominîstî yê şoreşgerên înternasyonal nîn e. Tam bervajîyê wî (tersê wî), sîyaseta wan (sovyetê) ligorî sîyaseta navneteweyî ya împeryalîzma Îngiliz(Brîtanya) hatîye adapte kirin. Divê kominîstên înternasyonalîst vê sîyasetê rexne bikin û ji vê rexnegirîyê dersa ku wê bête deranîn jî ev e; divê ji amac û seretayên sabît tawîz neye dayîn. Her wekî ji alîyê pêvajoya tekoşînê jî hatîye îspat kirin ku ji bo kominîstan di armanc û seretayên sabît de, yekgirtinî pêwîst e.  Tiştê ku divê bête gengeşî kirin, analîza rewşa heyî(berçav) ye. Yanî faalîyeta zanîn û nasîna têkilîyên rewşa heyî ya ku em dê berve armanc û rêgezên sabît ve bigûherînin e. Esas ev e, ku armanc ligorî rewşa heyî naye dîyarkirin, divê ji bo armancê rewşa heyî bête gûhertin.

Ji ber ku çepgirên Kurd di bin tesîra fama çimayetî de ne, bi çavê rexnegirî li Bolşewîkan û Lenîn nanêrin. Ji bo vê yekê naxwazin rewşa Komara Kurd a Mahabadê bînin bîra xwe. Barzanî bi xwe jî tevî ku şahidê zindî yê damezirandin û têkçûna vê komarê ye, bi hêvîya desetek girtina ji YKSS, di derbarê mijara Mahamadê de rexne li Sovyetîstanê negirtîye û ji wê hesab nepirsîye. Bi vê awayê sîyasetekî pragmatîk birêve birîye û wî jî nexwestîye pîrozkirina salvegerîna Mahabadê bîne bîra xwe. Sedemekî wê yê din jî daxwazên Tevgera Barzanî, ji yê Komara Kurd a Mahabadê paşvetir bûn.

Rêxistinên sîyasî yên Kurd, roja damezirandina salvegerîna Komara Mahabadê wek roja rizgarîya kurdan nabînin, roja Newrozê wek rojekî mîtolojîk yê rizgarbûn û vejînê dibînin. Ev lênêrîn tunebûna sîyaseteke netewî nîşan dide. Di vê rewşa hanê de hinek Tevgera Rizgarîya Netewî bi Newrozê, hinek bi Ehmedê Xanî, hinek bi Bedirxan Beg didin destpêkirin û PKK jî bi xwe ve dide destpêkirin. Qebûlên sîyasî yên van hemû ferasetan (fama), Tevgera Rizgarîya Netewî û netewebûnî wek tercîh û pirsgirêka îradeya sîyasî nabînin, xwe dispêrin rewşa heyî û çimanîyetîyê. Ligor vê yekê, ev ferasetan, Neteweya Kurd wek kirdeyê(subjeyê) dîrokî yê netewebûnê nabîne, di şûna wî de rêxistina xwe û fama xwe ya sîyasî ya bijartî dibînin. Di vê rewşê de çawa ku li ser dîroka destpêka tevgera rizgarî ya neteweyê kurd lênêrînek hevpar nîn e, dîroka têkoşînê bi xwe jî nedîyar dibe. Û bi vê awayê Kurd di navbera dîroka rast û mîtolojîyê de gêre dikin.

Bîra(şiûra) dîrokî û çandî ya kurdan lawaz e. Sedemê vê lawazîyê tunebûna sîyaseteke Kurdistanî ye. Ligor vê rewşa heyî Kurd nikarin bibin kirdeyê sîyaseta xwe ya paşerojê. Ji ber vê yekê paşeroja wan a sîyasî nedîyar(şêlo) bûye.

 

1 BARZANÎ, Mesud. Barzanî û Tevgera Azadîxwaz a Kurd:1931-1951, berê yekem, r. 24

2 Komara Kurd a Mahabadê, çapa 2. Kolin-1989, weş. Komkar. r. 83

3 Jêdera berê, r. 178

4 Jêdera berê, r. 183

5 Jêdera berê, r. 274

6 Jêdera berê, r. 277

7 Jêdera berê, r. 277

8 Yerasîmos S. Neteweyan û Sînoran(Tixuban), Weşanên Îletîşîm, Çapa 2.  r. 130 (Yeresîmos  S. Uluslar ve Sınırlar, İletişim Yay. 2. bas. s. 130)

9  Yerasîmos S.  Jêdera berê, r. 131( Yerasîmos S. age. s. 130

10 Yerasîmos S..  Jêdera berê, r. 131(Yeresîmos  S. age. s. 131)

11 Jêdera berê, r. 132(Yeresîmos  S. (age. s 132 )

12 AKÇAM Taner, Nasnama Netewî ya Tirk û pirsgirêka Ermenîyan, Weşanên Îletîşîm, 1992 r. 123 (Akçam TANER, Türk Ulusal Kimliði ve Ermeni Sorunu, Iletişim yay. 1992, s. 123)

13 Çavuşoglu, Şeref, Dîroka me ya nêzîk, Cild 1, r 263

14 Jêdera berê. r. 128.

15 Jêdera berê. r. 156 (age. s. 156)

16 Jêdera berê. r. 156 (a.g.e. s. 153)

17 ORAN Baskin, Neteweparestîya Ataturk, Lêkolînek ji Dervayê Îdeolocîya Fermî.   Anqera 1988. R.

18 Gotar:  AKÇAM Taner, Jêdera berê. r.149

19 Selek Sabahattin, Îhtilal Anatolê, Gotar:  AKÇAM Taner, Jêdera berê. r. 150

20 Ansîklopedîya Dîroka Nêzîk, Cîld: 12, R. 27 Weş. Kovara Asya Nû. Gotar, Taner AKÇAM

21 Yerassîmos Stefanos, Jêdera berê r. 327 (Yerassîmos Stefanos,a. g. e. s. 327)

22 Jêdera berê(age.), r. 158-159

23 Di sala 1920an de USA bi Asya û Afrîqayê re alaqader bû. Daxwazîyên USAyê ew bû ku dest bavêje têkilîyên bazirganî yên digel wan neteweyên Asya-Afrîqa bike. Her çendî ew neteweyên Asya-Afrîqa mêtingehên dewletên Awrupa bûbû. Ew rûber asteng bû ji bazirganîya Amerîqayê ra. Ji ber hindê daxwaza USA ew bû ku neteweyên Asya-Afrîqa di ramana sîyasî de bibine dewletên serbixwe û bi tevî vê bikaribe bazirganîya xwe bi hemû dewletan re bajo. Û di encama wî de hemû dewlet bikaribin ligorî hêza sermîyana xwe bazirganîyê bike.

24 Jêdera berê(age.), r. 172

25 Stefanos Yerasîmos, jêdera berê, r. 327

26 Stefanos Yerasîmos, jêdera berê, r. 327

27 Jêdera berê(age.), r. 334

28 Jêdera berê(age.), r. 334

29 Bn. Bîranînên Xelîl Paşa, Jêdera berê r. 328 Ali Fuat Cebesoy, Bîranînên Moskov, Îst. 1955

30 Jêdera berê, r. 335

31 Jêdera berê, r. 335

32 Jêdera berê, r. 338 183 Jêdera berê, r. 339

33 Stefanos Yerasîmos, jêdera berê, r. 339-40

34 Liebman MARCEL, Di dema Lenîn de Salên Desthilatîya(îktîdara) Lenînîzmê, Weşanên Belge, Çapa yekemîn 1992, cild-3 r. 238, 288(Liebman MARCEL, Lenin Döneminde Leninizmin Iktidar Yillari, Belge yay. birinci bask. 1992, cilt:3 s. 283,239)

35 Carr, Biryara Kongireya Partî, cild: III, r. 236

36 Jêdera berê, r. 484

37 Di dema Lenîn de Salên Desthilatîya Lenînîzmê, r. 240-41

38 Di dema Lenîn de Salên Desthilatîya Lenînîzmê, r. 238

39 Gotar: Mehmed Bayrak. Belgeyên Kurdolojî, weşanên ÖZ-GE, çapa I. 1994 r. 355