Vagonêd maşînê dabûne pey hev, ketibûne rêzê û bibûn zincîr. Ew xêlek bû, wekî maşînê ermeniyêd xerîbîyê da gîhandibû ser xwelîya Ermenîstana Sovyêtîyê. Gava maşîne ser sînorê Ermenistanê û Gurcistanê sekinî û ermenîyêd xerîbîyê da, ku kesera xwelîya wetenîyê bi sala dilê wan da bû, ji maşînê peya bûn, kundî erdê bûn, xwelîya wetenê dê paç kirin, bîn kirin û heja wecûya dilê wana şkest, li hev nihêrîn û teyê bigota, wê deqê da hatne ruhastinê, xemeke giran ji dilê wan derket, xwelîya weten qewat da wan… Demeke bîrnekirinê bû, ew dem bû, wekî xema dilê wane bi sala da bîrkirinê, birînê wan da kewandinê… Ne ku tenê bi xwelîya xwe, kevir-kuçik, çiya-banî, erd û ezman, tebîyet û hewa wê binelîêd wê va şa dibûn, lê usa jî bi hevdu şa dibûn, hevdu hemêz dikirin, yekî dixwest şabûna ê din diha bida zêdekirinê… Şa dibûn û merîyê der-dorê xwe, binelîêd cî û rêwîêd maşînê jî didane şakirinê…

Vagonêd maşînê dabûne pey hev, ketibûne rêzê û bibûn zincîr. Aznîv Melîkyan ji ber pencerê dûr nediket, dixwest her tiştî binhêre û bibîne… Ne axir ew bi sala hîvîya vê yekê bûye. Der-dorê xwe dinhêre û sal jî mînanî vagonê maşînê dibine zincîr û çiqasî maşîne pêş da dilive, ewqasî zincîra sala bîra Aznîvê da paş da diçe, hetanî dighîje…

…  Sasûn, gundê Pasûpê. Vaye usa jî tê ber çeva, tê bêjî duh jê derketine. Gundî merîne xebatçî bûn, ji def û dewata, tebîyeta gundê xwe û edetê kalbavê xwe hiz dikirin… Qir… Ji mala rengî tenê ew û xwûşka wê. Xatûn xilaz bûn… Her dera kuştin, xwûn û av bibûn yek û cinyaz ber xwe dibirin. Rev… Ew û xwûşk jî cîşihitî bûn, revîn, rêdirbê nenas, bê umid-eşan, bê komek û pişt… Rastî  Îbrahîm, Tahar û Gertoê kurd hatin. Kurd wan ra bûne sitar, birin malê xwe, ji qetl û xwûnê aza kirin, xweyî kirin hetanî ew teqş-toqiş kuta bû. Ew û xwûşkê va hatne Dîarbekirê.

Êdî mezin bûn. De, merîê bêxweyî, ku yazîya wan mînanî hev e zû hev du dibînin. Dibêjin ew bi çeva hev du nas dikin û nava çeva hev du da bext û yazîya hev du dibînin. Yazîya Tîgran Melîkyan jî mînanî ya wan bû. Kûçê Dîarbekirê da rastî hev du hatin, çavê hev du nihêrîn û dîtin, wekî rya wan yek e, hev du ra bûne pişt û bask. Aznîvê û Tîgran hev du stendin. Çar sala mane Dîarbekirê, dîsa hukumeta Tirkîyaê nedihişt ew pakî bîna xwe bikişînin. Dîtin boş e, ha nabe, rabûn bar kirin û çûne şeherê Qamûşlîê (li Sûrîaê) û dîsa bûne cînarê kurda…

Mala Tîgran Melîkyan îsal bi karwanê ewlin hat û bajarê Lûsavanê da cîwar bû. Terîqa ku maşînê da kete bîra Aznîvê û nîvce ma, mala Tîgran Melîkyan e teze da, mala wî yê sovêtîê da tam bû.

Bo bira, me xerîbîê da tu bêjî roke pak dît, nedît, gidîê Aznîv Melîkyanê ne rast e, wê derê dikana me jî hebû, dê çi wê dewsa weten, xwelîyê dê-bavê me bigirta. Em bê hed û hesab ji Partîa komûnîstîê, hukumeta sovêtîê razî ne, wekî eva kerema hane mezin mera kirin, em kirin xweyweten, xweymala hetanî-hetanê, xweyê wê yekê, wekî em zanin weten da zureta me naçe unda nabe.

Weten da mala Tîgran Melîkyan bûne sê mala. Her sê mala tezeçêkirî pirqat da ser hev sê kvartîraê du otaxê bi hemû mecal-mikana va stendine.

– Mala Aramê min qatê dudan e, ya Gevorgê min sisîan e, em jî hemîn qatê çaran e, – Aznîv û kurê wêyî dinê Hayk tev dibêjin.- Em her sê bira jî –ez jî, Aram jî, Gevorg jî tevayî zavoda Dûsavanêye dezgêd hundurterêş da dixebitin,- Hayk dibêje. Em çawa gihîştne cî, em pêra-pêra kirine ser xebatê û nha meheşa me ewqas e, ku rind têra malêd me dike. Em dixebitin, dê-bavê me mezin in, naxebitin, lê zarokê me jî ê emrê wan dighîjê, diçe mektebê, ê dinê jî diçine bagçê zara. Zûtirekê  wê dê-bavê min ra pansîaê kivş kin. Evan gişk bi saya dîwana sovêtîêye merivhiz e, bi saya Partîa Komûnîstîê ye, bi saya Konstîtûsya dinyaê ye here demokratîê ye. Lê em jî alîê xwe da tu qewet û ceheta xwe nahêvşînin bona dha gulvedan û pêşdaçûyîna wetenê me.

Gilî dîsa hate ser emrê wê derê

– Min sî salî mala agakî da xulamtî dikir, -apê Tîgran dibêje,- pembu û birinc becer dikir. Xênji ten û niça qazanca mine ew bû, wekî nanaziko dixebitîm. Me tewqê xwe ji wê dinyaê birî, her tenê Sargîsê min ma wê derê, lê ewê jî zûtirekê bê. Her tenê sed heyf. Wekî kurdê cînarê me, ku em hevra mînanî bra bûn, man wê dinya zulmê da.

-Erê welle tu rast dibêjî, Tîgran, -Aznîv xwe nava xeberdanê da dike,- tê bîra te, wexta em hatin mala Hacoê cînarê me çi digot: hevt xwezila me li we, wekî hûn diçin ji vî emrî xilaz dibin.

-Derheqa cîrantîya me da nebêje- Haykê kurê Tîgran dibêje. –Em ermenî û kurdê Qamûşlîê hev ra usa bûn, wekî qe bra brê ra usa nîbûn. Rojekê me gilîkî tel devê hev du nebihîst. Wexta hatinê jî çiqas kurdêd nas hebûn, hatin em verê kirin, digiryan, ber xwe diketin, wekî em jî hev du dûr dikevin, lê alîkî va jî şa dibûn, wekî em diçin wetenê xwe, ser xwelîya kal-bavê xwe.

Cmaeta hazir temam alîê xwe da gotina wî didne heqkirinê.

Çûk û mezinê wan gişk kurdî xeber didin. Kilamê kurda distirên. Navê koma mala wane sazbendîê temamîya Sûrîaê da eyan bûne. Aram kurdî usa xweş distre û saz dixe, wekî tu bi roja bibihêyî, kubra wî ye şîrin têr nabî.

-Welle bra, me bi koma xwe par dewata kurê şayîrê kurda Cegerxwînê Kesra da lîst, -Hayk dibêje- Temamîya Qamûşlîê hate temaşa wê dawetê. Cegerxwîn cînarê me yî lapî nêzîk bû. Şev û ro em û ew mala hev du bûn, Kehla jina wî me ra mînanî xwûşka bû, lê Sînema qîza wî ber çevvê me mezin bû.

-Cegerxwîn gelekî ji Aram hiz dikir, dibir kêleka xwe dida rûniştandinê û Aram jê ra bi seheta distra. –Aznîv gilîê kur dide tamkirinê.

-Heta nha jî ez pêşkêşa Cegerxwîn mînanî ronaya çevê xwe xweyî dikim,- Marîam Hovhannîsyanacînara wan dibêje, -ewî temamîya şiêrê xwe li mala me maşînkê xistine û me gelek cara ew ji qezîyaê xilaz kirine. Ne ku tenê mala me û mala Cegerxwîn hev ra ha bûn, lê temamîya kurd û ermenîêd Qamûşlîê hev ra mînanî bra bûn.

-Wexta baasvana nedihiştin dengê kilameke kurdî bê bihîstinê, -Hayk dibêje- me nikaribû ber xwe bida, kurdî nestra. Em diketine otaxê, me derî ser xwe dadida, Aram distra û me jî saz dixist. Wekî wî çaxî me bihesîyana wê me pê ra-pê ra hebs kirana. Me distra û saz dixist, çimkî me nikaribû dengê dilê xwe û rşhê xwe bida kerkirinê. A îdî nha şikur em hatine welatê  aza û wextê eme vala ne, kar û pêşê me kilamê kurdî u sazbendî ye. Em hetanî nha Lûsavanê da gelek cara pêş da hatine û bi alavî hatine qebûlkirinê.

Bi karvanê îsalinî ewlin 7 malê ermenîêd tezehatî ji Sûrîaê hatine û Lûcavanê da binge bûne. Neferê wan her hevt mala jî (ne ku tenê wana) bi kvartîraêd teze vah atine razîkirinê, dixebitin, dixûnin û bere-bere tevî emrê me yî bextewar dibin.

Zûda ro çibû ava, lê Lûsavanê terî nakeve erdê. Ew bajarê biçûk, çawa navê wî bi xwe dibêje, nava bera rankayê da şewq vedide. Ew şewqa Konstîtûsîa me dide rya her bajarvanekîwelatê me yê bextewarîê.