Çend Gotin Derbarê Elîyê Termaxî û Pirtûka wî da[1]

Amadekar: Mamoste Qedrî

(Kadri Yıldırım)

Eliyê Teremaxî zimanzan û wêjekarekî kurd ê navdar e. Ji gundê Teremaxê ye ku ev gund di navbera bajarê Hekarî û navçeya Muksê de ye. Ciyê jidayikbûn û mirina wî ev gund e. Di hinek berheman de wekî “Termûkî”, “Termûxî” û “Termakî” jî derbas dibe. Teremaxî piştî ku xwendina xwe ya medreseyê li deverên mîna Mosil, Besra, Bexdad û “Camiu’l-Ezher”a Misrê tamam kiriye, vegeriyaye gundê xwe û li wê derê ji bo dersdana feqiyan mizgeft û medrese ava kirine.

Di dema Eliyê Teremaxî de feqî û şagirdên kurdan di medreseyan de destûra zimanê erebî ji kitêbên ku bi erebî hatine nivîsandin hîn dibûn. Lê Teremaxî bi armanca ku hînbûna destûra zimanê erebî ji bo feqiyên kurd yên ku hîn nû dest bi xwendinê dikin hêsantir bike, di sala 1000’ê koçî de, ku beramberî bi 1591-1592 yê zayinî dike, bi kurmancî kitêbek bi navê “Destûra Zimanê Erebî Bi Kurdî Digel Hinde Nimûneyêd Farisî û Kurdî” nivîsandiye. Ev zimanzanê kurd di vê pirtûka xwe de gava di hinek babetan de li ser rêçikên rêzimana erebî sekiniye, wekî muqayese rêçikên rêzimanê farisî û kurdî yên di wan babetan de jî diyar kiriye.

Wêjekarê kurd ê navdar Mela Mehmûdê Beyazîdî di sala 1274ê koçî de, ku beramberî bi 1857-1858ê zayinî dike, pêşgotinek li ser vê pirtûkê nivîsandiye û pirtûk wekî destnivîsek teslîmî Qonsolosê Rûsî yê bajarê Erzeromê Aleksander Jaba kiriye. Marif Xeznedar ev destnivîsa ku li Lenîngiradê di Pirtûkxaneya Amojgeha Rojhilatnasî ya girêdayê bi Akademiya Zanistî ya Sovyetê de bi hejmara C1958 hatibû qeydkirin, di sala 1971ê de bi dest xistiye û di eynî salê de bi navê “Destûra Zimanê Erebî Bi Kurdî: Eliyê Teremaxî” li Bexdadê daye çapkirin.

Reşîd Findî, rêçikên ku Elî Teremaxî di vê pirtûkê de derbarê rêzimana kurdî aniye zimên, di kitêba xwe ya bi navê “Eliyê Teremaxî Yekemîn Rêzimannivîs û Pexşannivîsê Kurd e” (Bexdad, 1985) de kom kirine û bê ku dest bide orijînala wan, bi alfabeya kurdî ya Başûr bi tîpên erebî nivîsandiye. Findî di vê pirtûka xwe de -çaxa ku ji navê wê jî tê fêmkirin- pêşniyaz dike ku Teremaxî wekî yekemîn rêzimannivîsê kurd bê qebûlkirin.

Elî Teremaxî di diyarkirina dîtinên xwe yên li ser rêçikên rêzimana kurdî de term û bêjeyên wê demê bi kar anîne, ku ev term û bêjeyên han bi giranî erebî ne. Çawa ku me got, Reşîd Findî jî dest nedaye tekstên Teremaxî û wan bi şiklê xwe yên orijînal qeyd kirine. Lê kesê ku têra xwe di ziman û rêzimanê erebî de pispor nebe, mimkûn nîn e ku ji van gotin û term û bêjeyan fêm bike. Ji ber vî, me xwest ku em hem orijînala wan bi tîpên latînî binivîsînin hem jî wan wergerînin kurdiya nûjen. Em di vê nivîsa xwe de cih nadine nirx û şîroveyên li ser kêmasî û uslûban û em dest nadine mînakên orijînal yên ku Teremaxî bi kar anîne û Findî qeyd kirine. Lewra niyeta me ew e ku em di demek bê de hem vê xebata Teremaxî, hem jî xebata Yusuf Ziyadîn Paşa ya li ser rêzimana kurdî di pirtûkek de bicivînin û bi hûrgilî li ser wan bisekinin.

Fesl di behsa fê’la mudarî da ye

Di zimanê Kurmancî da pênc sîğe bi der dikevin, zêde nabin. Weku niha:

Diçî, diçe, diçin, diçim, diçîn.

Ef’alêd mayî jî li van qiyas bike. Evne pênc siyeğan ji demayirêd kurmancî hene. Weku niha:

Tu, ew, hûn, ewan, em, me.

Eve şeş demîr jî demayirêd wan ef’alan ne, digel wan têne ’emilandin.

(Ev) qisim derbarê lêkera dema niha da ye

Di zimanê kurmancî de pênc rawek çê dibin, zêde nabin. Mînak:

Diçî, diçe, diçin, diçim, diçîn.

Lêkerên din jî li van qiyas bike. Ji bo cînavkên Kurmancî pênc rawek hene. Mînak:

Tu, ew, hûn, ewan, em, me.

Ev şeş cînavkên han jî cînavkên wan lêkeran in, bi wan re tên bikaranîn.

Fesl- di behsa emrê hadirî da ye

Me’lûm bibe ku emrê hadirî bi herfa “ba”yê dibe. Weku ba di îbtîda da waki’ bibî ‘elametê emrê ye. Bi zimanê kurmancî Dîsanê pênc sîğe di emrê hadirî da jî dibe.

Mesela weku niha:

Bide      : Yanî mufredê muxateb e; çi muze- kker e çi muennes e.

Bidet     : Yanî mufredê ğayib e; çi muzekker e çi muennes e.

Bidin     : Yanî hûn tesniye û cem’a ğayiban; çi muzekker çi muennes e.

Bidim   : Yanî ez ku mutekellim wehde me.

Bideyin: Yanî em ku mutekellim me’elğeyr in, em bideyin…

(Ev) qisim derbarê raweka fermanî da ye

Bila bê zanîn ku raweya fermanî bi daçeka “bi”yê çê dibe. Heke “bi” di serî de cih bigire nîşana fermaniyê ye.

Mînak:

Bide: Ango kesê duyemîn e, çi nêr dibe çi mê.

Bidet: Ango kesê sêyemîn ê yekjimar e, çi nêr dibe çi mê.

Bidin: Ango hûn du kes û pirjimarên sêyemîn, çi nêr dibin çi mê.

Bidim: Ango ez ku kesê yekemîn ê yekjimar im.

Bideyin: Ango em ku kesên yekemîn ên pirjimar in.

Fesl- di behsa mesderê da ye

Mesder goya eslê fê’lê ye; bê zeman û bê fa’il û mef’ûl e; mutleq ‘ibaretê wê fê’lê ye. Mesela weku niha lefzê “fê’l” bixwu mutleq ibaret e ji kirinê. Lakîn mucerred e ji zemanê û mesder e. Mesadirêd ef’alêd Farisiyê ne île di axirê wan da “dal” tunine, belku ekserî “ya” û “nun” dibin. Mesela weku niha:

Kirin, birin, xwerin

Yanî mutleq kirin û birin û xwerin mirad e. Paşê weku sîğe jê cuda dibin wê weqtê fê’l û fa’il û mef’ûl û madî û mudari’ jî melûm dibe.. Di Kurmancî da jî ‘elametê mudari “dal” e di îbtîda da dibe, eger fê’l mite’edî be. Mesela weku niha:

Dide, dibe, diçe

Eger fê’l lazim bî êcarê ew “dal” di axirê fê’lê da heye. Weku niha:

Siwar dibe, radibe, radike

Evne jî fê’lêd mudari, ‘elametê fê’la mudari “dal” e, lakîn di axirê kelîmeyê dibe.

(Ev) qisim derbarê raderê da ye

Rader wekî eslê lêkerê ye; bê dem û kirde û bireser e. Hew tenê ibaretê ji kirinê ye. Bo nimûne bêjeya “fê’l”(kirin)ê bixwe jî bi tenê ibaretê ji kirinê ye. Lê ji demê vala ye û rader e. (Raderên kurmancî wekî) raderên lêkerên farisî ne. Lê di dawiya wan de “d” tuneye. Belkî bi piranî “y” û  “n” dibin.

Mînak:

Kirin, birin, xwerin

Ango hew tenê kirin û birin û xwerin mabest e. Piştî ku rawek jê çê dibin wê demê lêker û kirde û bireser û dema borî û dema niha jê tê zanîn.. Di kurmancî de jî nîşana dema niha “di” ye. Eger lêker gerguhêz be di serî de dibe. Wekî niha:

Dide, dibe, diçe

Heke lêker negerguhêz be, vê carê “di” di dawiya lêkerê de tê. Wekî niha:

Siwar dibe, radibe, radike

Vanan jî lêkerên dema niha ne. Nîşana lêkera dema niha “di” ye, lê di dawiya bêjeyê de dibe.

Fesl- di behsa îsmê fa’ilê da ye

Îsmê fail, navê failê wê fêlê ye. Lakîn di elfazêd kurmancî bixwe serê îsmê fail bi lefiz bitenê nabî; belku lazime lefza “ê” di berî wî kelamî bête zikirkirin. Weku niha ji boy mufredan dibêjî:

Ê kuştî, ê kirî, ê xwerî

Evne mufred in. Çi muzekker çi muennes, hadir çi ğaib.

Emma îsmê fa’ilêd tesniye û cem’êd zimanê kurmancî bi ğeyrê ji lefza “ê” di îbtîda da, di axirê da lefza “nûn” û “ha” yek dibî ku delalet dike ku ev fa’ilane tesniye we yaxud cem’ in. Mesela weku niha:

Ê kuştine, ê kirîne, ê xwerîne

Yanî ew tesniye û cem’êd ku kuştî ne û kirî ne û xwerî ne.

(Ev) qisim derbarê parenga lebatî da ye

Parenga lebatî navê kirdeyê wê lê- kerê ye. Lê di peyvên kurmancî de parenga lebatî bi serê xwe tenê nabe. Belkî lazim e peyva “ê”  berya wê bê gotin. Bo nimûne ji bo yekjimaran wiha dibêjin:

Ê kuştî,  ê kirî,  ê xwerî

Evan yekjimar in. Çi nêr dibin  çi mê, çi kesên duyemîn dibin çi sêyemîn.

Welê parengên lebatî yên ji bo du kes û pirjimaran di zimanê kurmancî de ji bilî peyva “ê” di serî de, di dawiyê de peyva “n” û “e” yê (jî) dibe û diyar dike ku ew kirdeyên han du kes in an jî pirjimar in. Wekî niha:

Ê kuştine,  ê kirîne,   ê xwerîne

Ango ew du kes û pirjimarên ku kuştine û kirîne û xwerîne.

 Fesl- di behsa ismê mef’ûlê da ye

Ismê mef’ûl nav e ji boy wî tiştekî ku ew fê’l li ser wî tiştî we yaxud ser wî mirovî waki’ bûye. Lakîn di ismê mef’ûlê zimanê kurmancî da di axirê da lefza “ya” dibê. Ew ‘elametê ismê mef’ûlê ye.

Weku niha:

Kuştî û birî û girtî

Evne nav in ji boy mufredêd meqtûl û birî û girtiyan. Yanî ferdek hatiye kuştin û birin û girtin; çi muzekker çi muennes, çi hadir çi ğaîb e.

Emma tesniye û cem’êd wan jî  “ya” û  “elif”  û “nûn” dibin. Mesela weku niha:

Kuştiyan, biriyan, girtiyan

Evne ji boy tesniye û cem’êd îsmê mef’ûlan e. Yanî evne ismê ji boy tesniye û cem’êd meqtûlan û şey’ê birî û mehbûsan; çi muzekker çi muennes, çi hadir e û çi jî ğayib e.

(Ev) qisim derbarê parenga tebatî da ye

Parenga tebatî nav e ji bo wî tiştê ku ew kirin li ser wî tiştî an jî li ser wî mirovî tê holê. Lê di parenga tebatî ya zimanê kurmancî de di dawiyê de peyva “-î” dibe. Ew nîşana parenga tebatî ye.

Wekî niha:

Kuştî û birî û girtî

Ev nav in ji bo yekjimarên kuştî û birî û girtî. Ango kesek hatiye kuştin û birin û girtin. Çi nêr dibe çi mê, çi kesê duyemîn dibe çi sêyemîn.

Welê du kes û pirjimarên wan jî (bi) “y” û  “a” û  “n” (-yan)dibin.

Wekî niha:

Kuştiyan, biriyan, girtiyan

Ev ji bo du kes û pirjimarên parengên tebatî nin. Ango ev nav in ji bo du kes û pirjimarên kuştî û tiştên birî û girtiyan. Çi nêr dibe çi mê, çi kesê duyemîn dibe çi sêyemîn.

Fesl- di behsa nehyê da ye

Me’lûmê te bibe, ku nehiy bi me’na men’ e. Yanî men’a fê’la şolekî ye. Ew jî ‘eksa emrê ye. Lewra ew emrê bi fê’la wî şolî ye, lakîn nehiy men’a fê’la wî ye.

Nehya kurmancî jî hisêb ke ku ew jî mîslê nehya farisî ye; ew jî bi “mîm” û “nun” e. Weku niha dibêjî:

Meke, meken, neke, neken, nakem, nakeyin

(Ev) qisim derbarê neyînîya raweya fermanî da ye

Divê tu bizanî, ku wateya neyiniya raweya fermanî qedexekirin e. Ango qedexekirina tiştekî ye. Ew jî ‘eksa fermaniyê ye. Lewra fermanî emrê bi kirina wî tiştî ye, lê neyiniya fermanî qedexekirina kirina wî ye.

Neyiniya raweya fermanî ya kurmancî jî hema bibêje ku wekî ya karisî ye; ew jî bi  “me-” û  “ne-“yê ye. Wekî niha:

Meke, meken, neke, neken, nakem, nakeyin

Fesl- di behsa ğayib da ne û demayirêd wan da ye

Demayirêd ğayibêd zimanê kurmancî jî hisêb ke weku zimanê farisî ye:

Ew, ewî,       wan, ewan

Demayirêd ğayibe evne, me’lûmî te ye.

(Ev) qisim derbarê kesên sêyemîn û cînavkên wan da ye

Cînavkên kesên sêyemîn yên zimanê kurmancî jî hema bibêje mîna (yên) zimanê farisî ne:

Ew, ewî, wan, ewan

Cînavkên kesên sêyemîn ev in, tu dizanî.

Fesl- di behsa demayîrêd hadire ye

Melûmê te bibe ku ji boy hadiran jî mexsûs e demîr hebin.

Weku niha:

Tu, ez, em, hûn

Ev demirene zav mîsal heyin, lakîn hinde qeder ji boy mubtediyan kafî ye. Tefsîla wan ji kitêbêd serfê me’lûmê te dibî…

(Ev) qisim derbarê cînavkên hazir (kesên duyemîn û yekemîn) da ye

Tu bizan ku divê ji bo kesên hazir jî cînavkên taybet hebin.

Wekî niha:

Tu, ez, em, hûn

Ev cînavkên han gelek mînakên xwe hene. Lê ji bo nûdestpêkeran ev qas bes e. Tu dikarî kîtkîteya wan ji pirtûkên li ser rêziman hîn bibî.

Fesl- di behsa îsma da ye

Esmaêd kurmancî jî mufred cuda ne. Weku niha ferdek ji vana. Lakîn tesniye û cem’êd wan jî weku farisiyan bi elif û nûnan têtin.

Weku niha:

Merevan, daran, hespan

Evne ji boy tesniyeyê jî û cem’ê jî têtin û ferqa muzekker û muennesî jî nabê. Yanî ji vana herdu û cema’etek jî dibin…

(Ev) qisim derbarê navdêran da ye

Cînavkên kurmancî jî yekjimar cuda ne. Wekî niha kesek ji vana. Lê du kes û pirjimarên wan jî mîna yên farisî bi  “a”  û  “n” tên.

Mînak:

Merevan, daran, hespan

Ev ji bo du kesan jî, ji bo pirjimaran jî tên û ferqa nêrîtî û mêyîtiyê jî çê nabe. Ango hem ji bo van herduyan hem jî ji bo  komeke dibin.

Fesl di behsa esmau’l-işare da ye

Esmau’l-işaretêd kurmancî jî heyin. Weku niha:

Ev : ji boy hadirê mufred çi muzekker çi muennes.

Evne û evana :  ji boy tesniye û cem’êd hadiran bîla ferq.

We : ji boy mufredê muxatebê hazir e bîla ferq.

Wan, ewan : Ev herdû jî ji boy tesniye û cem’êd ğayiban in bîla ferq.

(Ev) qisim derbarê cînavkên şanîdanê da ye

Cînavkên şanîdanê yên kurmancî jî hene. Wekî niha:

Ev : Ji boy kesê duyemîn ê yekjimar e, çi nêr dibe çi mê.

Evne û evana: Bê ferq(a nêr û mêyan) ji bo du kes û kesên duyemîn ên pirjimar in.

We : Bê ferq(a nêr û mêyan) ji bo kesên duyemîn ên pirjimar e.

Wan, ewan:  Ev herdu jî bê ferq(a nêr û mêyan) ji bo du kes û kesên duyemîn ên pirjimar in.

Fesl di behsa nîda da ye

Me’lûmê te bibe nîda bi me’na gazîkirin e. Yanî gazî ferdekî û ya cema’ etekê bikey. Ew jî mexsûsê serfa nîdayê heye. Di zimanê kurmancî jî herfa nîdayê lefza (Ê), weku niha:

Ê Miho,  Ê ‘Eyşê

(Ya)ya di axirê ‘elametê tenîsê ye..

(Ev) qisim derbarê baneşanê da ye

Divê tu bizanibî ku baneşan bi me’na bangkirinê ye. Ango gazîkirina te ya kesekî an jî komekê ye. Ew jî taybetmendî serfa gazîkirinê ye. Di zimanê Kurmancî de jî tîpa baneşanê “Ê” ye. Mînak: Ê Miho,  Ê ‘Eyşê.

Fesl – di behsa îstîfhamê da

Îstîfham ew e ku dixweze ku tiştekî pirsiyar bike û fehm bike ku bûye û yanê nebûye…

Îstîfham di zimanê farisî û kurmancî da, herdûkan jî bi lefza (Aya).. Di zimanê kurdî jî weku niha dibêjî ku:

Aya serê heyvê bûye?

Eve jî îstîfhama kurmancî ye.

(Ev) qisim der barê pirsîyarîyê de ye

Pirsiyarî ew e ku yek dixwaze ku tiştekî pirs bike û fêm bike ku (ew tişt) buye an nebuye…

Pirsiyarî di zimanê farisî û kurmancî de, di herdukan de jî bi peyva “aya” ye. Di zimanê kurdî de jî wiha dibêjî:

Aya serê heyvê bûye?

Pirsiyariya kurmancî jî ev e.

Fesl – di behsa mudaf û mudafun îleyhî da ye

Ev mudaf û mudafun îleyh, di hemû lîsanan da heye û lazim e. Yanî nisbet tiştekî bi bal yekê dinê de. Ew tiştê berê mudaf dibêjin û tiştê paşîn mudafun îleyh dibêjin.. Di zimanê kurmancî da elametê îdafeyê (ya) ye di axirê mudafê da lefz dibî. Ew elamet e evne mudaf û mudafun îleyhî ne. Mesela weku niha:

Hespê Xwace, Kurê Mela, Ğulamê Mîr

Ev (ya)ye delalet dike ku evne mudaf û mudafun ileyhi ne…

(Ev) qisim derbarê raveber û ravekarê de ye

Ev raveber û ravekar di hemû zimanan de hene û pêwîst in. Ango pêwendiya tiştekî bi bal yekê din de. Ew tiştê berê jê re dibêjin raveber û ji tiştê paşîn re jî dibêjin ravekar. Di zimanê kurmancî de veqetandeka ravekê “ê” ye ku di dawiya raveberê de tê bilêvkirin. Ew (veqetandek) dibe nîşan ku ew herdu bêje raveber û ravekar in. Wekî niha:

Hespê Xwace, Kurê Mela, Xulamê Mîr

Ev “ê” dide nîşandan ku vana raveber û ravekar in.

Fesl – eve jî mucerred di behsa nisbetê

Mesela weku mirovekî we yaxu malekî nisbet bidey bi bal cihekî, ew jî di hersê lîsanan da bi lefza (ya) dibî û ji wê (ya)yê, ya nisbetê dibêjin.. Weku niha:

Bexdadî

Yanî ev mirov mensûb e bi bal Beğdayê û ji ehlê wê derê ye.

Di lîsanê farisî û kurdî da jî;

(Besrewî) farisî,

(Şamî) bi kurdî

(Ev) qisim jî hew derbarê pêwendîyê da ye

Bo nimûne heke tu pêwendiya mirovekî an jî malekî bi bal cihekî ve bikî, ew jî di her sê zimanan de bi qertava “-î”yê dibe û ji wê re qertava pêwendiyê dibêjin. Mînak:

Bexdadî

Ango ev mirov pêgirî bi bal Bexdayê ve ye û ehlê wê derê ye.

Di zimanê farisî û kurdî de jî:

(Besrewî) farisî,

(Şamî) bi kurdî

 

Çavkanî: Kovara BÎR, Jimar: 1, Bihara 2005, Dîyarbekir, r. 192-198

 

[1] Ji bo agahiyên bêtir derbarê Elî Teremaxî binêrin: Muhemmed Emîn Zekî Beg, Hulasetu Tarîhi Kurd ve Kurdistan, wergêr ji bo  Erebî: Muhemmed ‘Elî ‘Ewnî, çapa duyemîn, Beyrut, 2003, cild: 2, r. 293; eynî nivîskar, Kürd ve Kürdistan Ünlüleri, Wergêrên ji Erebî ji bo Tirkî: M. Baban. M. Yağmur, S. Kutlay, çapa duyemîn, weşanên Apec, Spanga/Sweden, 1998, r. 271; Kamûran Elî Bedirxan – Luîs Paul Margret, Dirasetun Fi’ş-Şi’ri’l-Kurdî, Wergêr ji bo Erebî: Refîq Hilmî, Paris, 1937, r. 14-27; Bilêç Şêrko, el-Qadiyyetu’l-Kurdiyye: Madi’l-Kurd ve Hadiruhum, Kahire, 1930, r. 23-24; Marif Xeznedar, Destûrê Zimanê Erebî Bi Kurdî: Eliyê Teremaxî,  çapxana Daru’z-Zeman, Bexdad, 1971; Ýzzeddin Mustefa Resûl, el-Waki’îyye Fi’l-Edebi’l-Kurdî, Beyrut, r. 57-59; Reşîd Findî, Elî Teremaxî Yekemîn Rêzimannivîs û Pexşannivîsê Kurd e, Bexdad, 1985; Feqî Huseyn Sağniç, Dîroka Wêjeya Kurdî, weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, çapa yekemîn, Stenbol, 2002, r. 387-390; Ýslam Ansiklopedisi, Stenbol, 1955, cild: 6, r. 1114.