Nexseya KurdistanNivîsandin li ber dîrokê berpirsiyarî ye. Ji lew ra, ev çend salin min xwe di vê mijarê da paşva digirt, daku ez nekvin deryaya xem û xeyalan, ne jî di esmanê xulyan da bifirim; daku ji tiştê ez dibêjim ra bingeheka rastî û logîkî hebe. Dema ez niha sernivîsa “Dewleta Kurdistan bi rê da ye! Heger em nexwazin jî, ewê li ser me bê ferzkirin” datînim, ev ne xewne ku ez dibînim, ne jî ketime nava xeyal û xulyan. Belê ez vê yekê bi temamê heş û aqilê xwe dibêjim.

Hêmanên pêkhatina dewleta kurdî: Hêmanên ku wê li ser me bêne ferzkirin ji bo avakirina dewleta Kurdistan sê ne; ew jî evin:

1 – Giyanê kurdayetî: Mebesta me “hişyariya neteweyî kurdî” ye; mebesta me hesta kurdê resene ku ew Kurde û ne ji neteweyeka dine. Û ji mafê wî ye – wek hemû neteweyên cîhanê – ku ew di dewleta xwe ya niştîmanî da serwer be û bi azadî û hêminî bijî. Ev giyanê kurdayetiyê ne ku ji tinebûnê peyda bûye, na, ew berhem û encama têkoşîn û berxwedana pêşiyên me ye ji 25 sedsalan da; ew encama zincîreka dirêje ji fedakariyên cangorî û payedarên me, û encama êş û îşkenceya qehremanên me ye di heps û zîndanan da, di awargehan da; encama hawara gelê me ye dema diket bi zora êrişên hovane yên talankeran; ew encama girî û qêrîna dayîkên me, zarokên me û kal pîrên me ye. Ev giyanê kurdayetiyê bermayeka dîrokî neteweyî resen û pir kevine. Di vir da qehremanî, bobelat û serpêhatî tevlihev dibin. Bîreweriyên neteweyan, qehremanî û serpêhatiyên xwe jibîr nakin. Çawa wê ev giyan ji bîreweriya Kurdan wenda bibe? Ew ji berê da û hên jî, wê wek roja Yezdan rewşen û ronak be, herdem hêviyê bide Kurdan, wan bibe ser rastiya wan; ewê herdem pêketî be, wek agirê Ahûra-Mezda, tarîtiyê biçirîne û Kurdan nifş bi nifş bigihîne şoreşa li dijî dagîrkeran û ji bo damezrandina dewleta Kurdistan, daku ji bo neteweya Kurd jî war û asteka bilind di bin tava dîrokê da hebe.

2 –Dewletên dagîrkirî: Hin Kurd ji wê baweriyê ne ku ev sazûmanên serdar di van dewletên dagîrker da sedemên êş û jana gelê me ne. Me berê jî gotibû û niha jî dibêjin ku pirsgirêka me, ne bi sazûmanên ku me diperçiqînin ra ye, lê belê bi dewletina ra ye ku welatê me dagîr û kolonîze kirine. Belê, doza me ya bingehîn doza “welatekî dagîrkirî û gelekî kolonîzekirî” ye. Guhartina sazûmanan di dewletên dagîrker da pirsgirêka me ji rah û damaran da çareser nake. Belkî hinek zordarî ji ser me kêm bike. Belkî me bi hin mafan wek “mafê hemwelatiyê, mafên çandî, birêveberiya xweser” xerîk û mijûl bike. Lê belê, ev maf tenha ji bo me, wek reşwetê ne; sazûmanên dagîr her me bi van mafan benc dikin, ditevizînin û me ji têkoşîna rizgarkirina Kurdistanê bidûr dixin. Dewletên ku Kurdistan dagîr kirine evin: Îrana Farisî, Turkiyaya Toranî, Îraq û Sûriyaya erebkirî ne. Çanda serdar li van welatan ji sedsalan da çanda talankirin, dagîrkirin û kolonîzekirinê ye. Ev çand di heyamên talanên emperatorî da pêkhat û cihgirt; bi xwe ra bîreweriyeka hov û hîlebaz pêkanî. Di demên lawazbûnê da ev dewlet şêwazên here hîlebaz pêktînin û di demên xurtbûnê da şêwazên here hovane pêktînin. Rêveber û çînên bijarte yên van dewletan (siyasetmedar, serokleşker, şêxên ayînê, rewşenbîr û kesên di medya û ragihanê da dixebitin) bi ti awayî ji awayan hebûna dewleta Kurdistan napejirînin. Ew hem wisa ji sedsalan da fêhrbûne ku Kurd dûvikê wan bin, ji wan ra leşker bin û di avahiyên wan da xizmetkar bin. Çawa ewê dest ji xizmetkarên bi bihayên erzan û ji wan ra dilsoz berdin?. Çawa ewê dest ji xêr û bêrên Kurdistanê yên çandinî, jînewerî (heywanî), yên avî, petrolî û madenî berdin ku ji sedsalan da ji xwe ra didizin û talan dikin?. Çi nirxa geo-siyasî wê ji weltê wan ra bimîne heger dewleta Kurdistan avabibe? Û kî garantiyê dide ku dewletên wan wê ji bingehê da ji hev nekevin û nefelişin heger Kurdan dewleta xwe ya serbixwe avakirin? Ji bilî vê, dijberiyeka çandî û bingehîn di navbera me û dagîrkeran da heye: Çanda wan çanda tarîtiyê ye (bala xwe bidin alayên wan yên reş ku di siya wê da hovîtirîn tawanbariyan pêktînin û diqîrin: Elalhû-Ekber!. Ev çanda talankirin, dagîrkirin û kolonîzekirinê ye; bi her maneya xwe ya  xinizî, hîlebazî, paşketî, dizîtî, tolazî, îşkencekirin, serjêkirina mirovan û binpêkirina nirxên mirovî. Çanda me rewşene, roj û tava hilhatî ye. Durişma meya niştîmanî ne alayên reşin. Di çanda me da gênên çanda Guzana ku ji 7000 sal da dirêj dibe û tê hên jî zindî mane. Ev çanda aştiyê ye û hevjiyanê li gel hemû heyberane; çanda payedariyê ye heya li gel dijminan jî. Di Zend-Avesta da hatiye: “Payedar be!”1. Û dîsa hatiye: “Bi dijminan ra jî payedar be, xwedî hestên nazik û niyeta baş be”2. Çawa emê bikaribin li gel van dagîrkeran bijîn? Ji bo çi emê di dewletekê da bijîn ku di şahiyên wan da bi zincîran li xwe didin, bi sûr û kêran li serê xwe dixin?. Ji bo çi emê bi hin mirovan ra bijîn ku şêxên wan û îmamên wan angaşt dikin ku ew hêrzanê ji Xweda distînin?. Ji bo çi emê bi hin kesan ra bijîn, ewên ku bawer dikin ew gelê Xweda yê bijarte ne, cîhad li ser wan hatiye ferzkirin ku dewleta xîlafetê pêkbînin û cîhanê dagîr bikin?. Ji bo çi emê di siya çandekê da bijîn ku bawer dikin ji bo her şervanekî 70 horiyên bihuştê li benda wî ne, û ji bo her horiyekê jî hên 70 cariye hene, û hemû di wê bizavê da ne ku daxwazên wî yên cinsî pêkbînin û wî herdem razî bikin?. Ev hemû sedem dihêlin ku em û ev dagîrker herdem li dij hev bin. Ew bi aşkereyî û bê perwa li dijî dewleteka bi navê Kurdistanê ne. Ew bi her awayî dixwazin ku em çanda wan wergirin û wek wan bijîn. Ew jî ewe ku ew herdem û bê sînor li me bidin, heger em serê xwe li ber wan netewînin. Ji ber hovîtiya wan, ne ew kurdê ku xwe ji neteweya xwe şuştiye tê parastin, ne jî ew Kurdê parsek û nandoz, ne jî ew Kurdê evîndarê hemwelatiyê, ne jî ew Kurdê ku pêkhatina dewleteka Kurdî napejirîne. Dawiya dawî, hemû wê bigihînin wê baweriyê ku çareya yekane tenha pêkanîna dewleta Kurdistanê ye.

3 – Hêzên cîhanî yên gewre: Beşkirina Kurdistanê ne tenha ji ber nezaniya me û ne yekîtiya me bû û ji ber zihniyeta rêveberên Faris, Turk û koloniyalîstên erebbûyî bû, na, sedema mezin hêzên cîhanî yên gewre bûn. Heger wan bixwasta, dewleta Kurdistan wê piştî roxandina dewleta Osmanî pêkbihata. Belê wan ji ber sedemên cuda nexwast. Sedema here girîng ew bû ku wan siyaseta xwe li ser berjewendiyan avadikir, ne li ser maf û rastiya gelan. Doza Kurd ji bo wan mîna masiyekî biçûk bû, li gor gotina dîplomatkî amerîkî di dehsalên 90-î yên sedsala bîstan da. Li ba wan, wê hîngê, masiyên mezintir hebûn ku ji xwe ra biqelînin. Lê belê, piştî êrişa terorîstî ya rêxistina El-Qaîdeyê li ser Amerîka di 11.09.2001-an da û peydabûna hin rêxistinên terorîstî yên din wek nimûne DAÎŞ (Dewleta Îslamî) û her wisa hin êrişên terorîstî li hin dewletên rojavayê û bi sedema gefa ku terorîzma îslamî li ser berjewendiyên welatên rojava û diwaroja şaristaniya wan dike, rêveberên rojavayê ji xewa giran şiyar bûn, ji nû va li siyasetên xwe vegeriyan û dîtin ku tiştê Samuel Huntington sala 1993-an di pirtûka xwe da “Dijberiya Şarstaniyan” gotiye, rast û duriste. Va ye dijberiyê bi awayekî tund di navbera çanda rojava da ku li ser rewşenî, zanîna zanistî, daxwaza mirovî ji bo jiyanê û demokratiyê hatiye avakirin, û navbera çanda terorîzma îslamî da ku li ser tarîtî, efsaneyan, nezanî, hovîtî, talankarî û zordariyê hatiye avakirin destpêkir. Ev dijberî herku diçe hên tundtir dibe, û va ye rêveberên rojava êdî dibînin ku Kurd bi piraniya xwe hên mîkrobên çanda terorê bi wan neketine; û ku çanda kurdî pir dişibihe çanda rojava. Êdî gihîştine wê baweriyê ku Kurd hevpeymanên wan yên strategî ne ji bo têkoşîna li dijî çanda terora îslamî. Ji lew ra, ev nişkegaviyek bû dema dewletên rojava yên ku şerê terora îslamî dikin li aliyê Kurdan rawestiyan, li dijî rêxistina DAÎŞ (DI). Wan piştgiriya leşkerî û logîstîk dan Kurdên başûr û rojavayê Kurdistanê. Ewê di demên pêş da jî li aliyê têkoşerên Kurd li dijî dewleta Melayên Îranê jî rawestin, û herwisa li dijî dewleta Xoceyên Toraniyan (Turkiya). Ewê hin bi hin me ber bi wê rewşê da têvedin ku dewleta Kurdistan avabibe; ji ber ku ew her bi bawerî ne ku ev dewlet wê bibe kelaha pêşîn ji bo rawestana li dijî çanda terorê li Rojhilata Navîn.  Evin hêmanên rastîn û logîkî ku wê bikin dewleta Kurdistan avabibe; ewê li ser me ferz jî bikin, heger em nexwazin jî. Ji lew ra, divêt em di asta vê rewşa demî û çarenûsî da bin; em nakokiyên xwe yên kesayetî, ayînî, olî, herêmî û partîtî deynin aliyekî, em hêzên xwe di asta kurdistanî da bikin yek, em gelê xwe ji bo têkoşîna ji bo rizgarkirina welatê xwe û avakirina dewleta Kurdistan amade bikin. Ev têkoşîn hên pir dijwar û demdirêje.

Çima rojavayê Kurdistanê pişika Kurdistana gewre ye? 

Girîngiya deryayê ji hêla geo-siyasî da: Daku em li nirxa geo-siyaysî ya Rojavayê Kurdistanê bikolin, divêt em bînin bîra xwe ku piraniya şerên navbera dewletan di bingehê da keftelefta li ser erdnîgariyê ye. Di dîroka rojavayê Asiyayê da hên ji hezarsala sêhem b.z. da belgeyên ku vê rastiyê piştrast dikin hene. Hemû padîşahî û emperatoriyên ku li Mêzopotamiya, li Fars, Ermîniya û Anatoliyayê pêkhatin hewldidan ku xwe bigihînin Derya Sipî. Gelo çima? Ji ber ku derya pişika dewletane û xwe-gihandina deryayê tê maneya şikestina tenhatiyê û vekirina deriyê azad beramber cîhanê. Di dema xwe da Sûmeran hewlda ku kelîja xwe bigihînin Derya Sipî, lê ew biserneketin. Lê belê Akkadî, Babilî, Aşûrî, Mîttanî, Hittît, Mad, Faris û Ermen gihîştin vê armanca xwe. Heyanî Misiriyan jî hewldida ku ber bi bakur va herin, daku bender û îskelên Derya Sipî têxin bin desthilata xwe. Gelo dijberiya mîttanî-misirî, û di pey ra dijberiya hittîtî-mîttanî, û herweha ya kildanî-misirî, ne ji bo vê yekê bû. Ji berxtewariya me ye ku pêşiyên me yên mîttanî, sînorên me hên pêş niha bi 35 sedsalan gihandin Derya Sipî. Lê belê piştî têkçûna padîşahiya Madan sala 550-î b.z. û ketina bin dagîrkeriyê bi dirêjahiya 25 sedsalan, me nikarîbû em erdnîgariya xwe li rojhilatê Derya Sipî biparêzin. Dagîrkeran wargehên me li rojavayê Kurdistanê xistin destên xwe ji bilî awarekirina ku li ser me ferzkirin. Helbet, dagîrkeran nirxa geosiyasî ya vê herêmê baş dizanîn, dema ev kar dikirin. Em jî ketibûn rewşeka wisa ku bîreweriya me bûbû bîreweriyeka şivantî û gundîtiyê ku me nirx û girîngiya deryayê fêhm nedikir. Girîngiya Rojavayê Kurdistnê: Gelî cemawerên gelê Kurd! Û bi taybetî gelî siyasetmedarên Kurdan! Rojavayê Kurdistanê, yanê ew benê erdnîgarî ku ji Dêrîka Hemko li rojhilat heya bi gundê here rojava li herêma Efrîn li rojava, ev herêm pişika Kurdistana gewre ye. Raste ku rûbera wê li gor beşên din yên Kurdistanê ne pire, lê belê di warê geo-siyasî da gelek bi nirx û giranbiha ye; ew wek pirekê ye ku herêma Îlam li başûrê dûr, herêma Ûrmiyê li rojhilat, herêma Serhedê li bakur digihîne Derya Sipî. Di vê rêyê ra em dikarin di warên aborî, çandî, siyasî û leşkerî da bi cîhanê ra bidin û bistînin û emê neçar nebin ji serdarên Îraq, Turkiya û Sûriyayê ra dest ji hin berjewendiyên xwe berdin.

Belkî hinek bawer dikin ku axa Kurdan, bi hêla rojava da, li herêma Efrîn bi dawî dibe, lê belê di rastiyê da hebûna Kurdan di warê erdnîgarî û demografî da di sencaqa îskelê (Hetayê) ra digihîne deryayê; ev herêma ku di bingehê da ji Kurdistanê hatiye standin û ne ji Sûriyayê. Ji hêla din va, hebûna Kurdan di rojavayê Sûriyayê ra heya bi Çiyayê Kurd li tenîşta çiyayên Elewiyan dirêj dibe û digihîne deryayê. Beşek ji Elewiyan bixwe Kurdên erebbûyî ne. Faris wan niha bi behaneya ola şî’îtiyê bi armancên siyasî dixin xizmeta projeyên xwe yên berfirehkirinê daku ew xwe bigihînin Derya Sipî.  Û ne tenha ev. Heger em hên bi başûr da herin, emê bibînin ku here kêm beșek ji Libnanê dîsa Kurde. Mebesta me ne tenha Kurdên Reșwan yên herêma Hekar di navbera Sûriya û Libnanê da ye, û ne jî Kurdên herêma Bêkayê (Biqaê ( قاع ِب)) ne. Mebesta me Kurdên Merde ne ku di warê olî da bi navê Marûnî têne naskirin, û her wisa Kurdên erebbûyê Durûz û Kurdên başûrê Libnanê ne. Em vê yekê ne ji ber xwe dibêjin; em li ser bingeha agahdariyên dîrokî dibêjin ku piştgiriya van rastiyan dikin. Belkî em vê mijarê di demên pêş da bi lêkolîneka taybet şîrove bikin.

Erkên pir bi lez: Gelî cemawerên gelê me û bi taybetî siyasetmedarên me! Rojhilata Navîn ji xeweka pir giran hişyar dibe. Gelên zorlêkirî ji xewa giran radibin û sazûmanên dîktatorî û şovenîst êdî hildiweşin. Heya Turkiyaya ku wek hevgirtî xuyadike jî wê ji hev bikeve; ew di bingehê da sazûmaneka toranî dîktator û hîlebaze. Va ye Xoce Golan û xoce Erdogan – bêyî ku li xwe hay bibin – bi vegerandina zihniyeta olî paşverû û tundrew gora xwe bi xwe dikolin. Divêt em rewşa Rojhilata Navîn ne wisa bibînin wek ku rastiyeka sermedî (ebedî) ye. Ev rastiya ku heye sazûmanên dîktator ferz kirine, û ji wê bêhtir ne tiştekî dine. Ev sazûmanên dîktator êdî ji hev dikevin. Jiyana wan wê negihîne nîveka vê sedsala me. Ji lew ra, ji me Kurdan tê xwastin ku em ne temaşevanên vê rewşê bin, gelek erkên lezgîn hene ku li benda me ne. Ya yekem ewe ku em bi hêzdarî di vê guhartina dîrokî  da beşdar bibin, û em xwe bi temamî amade bikin ku em dewleta xwe ya serbixwe pêkbînin, heger ev yek li dijî vîn û îradeya hêzên herêmî û hêzên navdewletî yên dijminane be jî. Gelo çarenûsa vê dewleta Kurd, ku ji dayîk bibe, wê çawa be heger ew ji hêla Îran, Ermîniya, Turkiya, Îraq û Sûriyayê va dorpêçkirî be?. Ewê çawa karibe bibe xwediya biryarên serbixwe?. Ewê çawa karibe bi cîhanê ra bi azadî û di hemû waran da bide û bistîne?. Dewleteka ku rêya wê ne yekser li ser deryayê vekirî be, duwaroja wê, wê ne rewşen û ronak be. Di vir da girîngiya Rojavayê Kurdistanê tê xuyakirin, û ji lew ra em dibêjin ku Rojavayê Kurdistanê pişika nefesê ya Kurdistanê ye. Va ye serbazên dîktatoriyên olî û şovênî êrişan tînin ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê daku rê li ber pêkhatina dewleteka kurdî li van herêman bigirin. Heger ew di armancên xwe da biser neketin jî û tevî wê jî dewleteka kurdî li Başûr pêkhat, heger ew Rojavayê Kurdistanê têxin bin desthilatdariya xwe, ev tê wê maneyê ku ev dewleta kurdî wê hên di landikê da bifetise. Gelî rêberên partiyên Kurdan! Şerê me di bingehê da şerê hebûn û nemanê ye, ne şerê demokratî û ne jî şerê federalîzmê ye. Neteweya Kurd di bin metirsiyeka rastîn da ye. Divêt em metirsiya hêzên tarîtiyê yên talanker wek DAÎŞ û yên wek wan biçûk nebînin; ew şikraka rimên êrişkarane û rim bi temamî di destê tabûra darayî, leşkerî û îstîxbaratî yên dijminên me da ye. Em ne tenha li hember hin çeteyên beredayî ne wek ku hinek bawer dikin, em li hember projeyeka giştî, hîlebaz û gewre ne ku dixwaze li projeya me ya rizgariyê bide, û me dîsa bi sedsalan di pença dagîrkeran da bihêle. Ji lew ra, ji erkên me yên niştîmanî ye ku em bi lez û bi hêz van xalan bi cih bînin:

1 – Rawestandina dijberî û nakokiyên partîtî ji bingehê da ku gelê me ji van karan aram bibe. 2 – Seferberkirina gel ji bo parastina Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji êrişên talankeran; bi zanîna ku eniya şer ya Rojavayê Kurdistanê bi dijmin ra eniyeka gelek dirêje, hejmara Kurdan li wir ne ewqas pire û dewleta Turk ji bakur da piştgiriya logîstîkî dide hêzên tarî.

3 – Misokerkirina jiyana gel di warên aborî, siyasî û civakî da li Rojavayê Kurdistanê û rawestandina lehiya koçkirinê ji vî beşê welat. Ev yek pêknayê heger hesta nasnameya kurdistanî ne di ser hesta nasnameya partîtî ra be.

4 – Divêt bi her awayî, bi zora şer, pire di navbera herêmên kurdî da li Rojavayê Kurdistanê bêne peydakirin, daku dijmin herêmekê ji herêmên din nebire; wek ku niha dike.

5 – Vegerandina Kurdên me yên erebbûyî û bi taybetî Kurdên herêmên Idlib, Laziqiye, Hema, Homs û Şamê ku werin herêmên Rojavayê Kurdistanê: Yekem ji bo parastina wan û duwem ji bo beşdarbûna wan di berevaniya hebûna kurdî da.

6 – Avakirina rêveberiyeka Kurdistanî bilind ku erka wê birêvebirina têkoşîna li dijî dijmin li Rojavayê Kurdistanê be, û amadekirina hêzeka şervan û gewre û biçekkirina wê ji bo eniya dijî talankeran be.

Duşemb, 28.09.2015

wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

Jêder:                                                 

1 Avesta: Zend. Tekstên Pehlewî, dadistan û mînûx û xirad, rûpel 835.

2 Avesta: Zend. Tekstên Pehlewî, dadistan û mînûx û xirad, rûpel 843.