Desthilatdariya efsane û zorê:

Ji pênc hezar sal da desthilatdariya efsane û zorê – ne ya hişmendî û dademendiyê – beşê mezin ji dîroka Rojhilata Navîn pêktîne. Çiqas car hawara bindestan û hêstirên çavên wan di navbera qîreqîra oldarên efsaneyan û şîngeşînga şûrê hêzdaran û gumeguma topên wan da wenda bûn!. Kurd jî – herdem û hên jî – ji koma wan bendest û zorlêkiriyane.

Eve rastî, eve bi her awayî rastiya tal. Dema ku efsane û pêkanîna darê zorê serdar be hîngê bê hûd û bê mifa ye ku mirov vegere kûraniya dîrokê, û rastiyan deyne ber ronahiya rojê, bike hawar û qêrîn ku rastî hatine badan û tezwîrkirin, û bêje ku rastiya paqij ewe ya ku desthilatdariya zor û efsaneyê ew çepel kiriye. Mixabin ku xwediyên ramanên şovênîst li Rojhilata Navîn di hundirê xwe da tinaziyên xwe bi rastiyên dîrokî û erdnîgarî dikin û tenha bi bandora herdu çekên xwe yên sihrî bawerin:

– Efsane: Bi efsaneyê hewldidin ku pirojeyên xwe yên talan û dagîrkeriyê rewa bikin.

– Zor: Bi darê zorê welatan ji bin pêyên xwediyên wan radikişînin û gelan kolonîze dikin.

Ev rastî  – li gel tehlbûna wê – destpêkeka raste ji bo şîrovekirina rewşa siyasî li Rojhilata Navîn, û ji bo zelalkirina peywendiyê di navbera Kurdan û wan dewletan da ku Kurdistan di nava xwe da parvekirine. Ji rastiyên ku mirov divêt wan bide ber ronahiyê ewin ku li Rojhilata Navîn pêş sedsala bîstan ti dewletên bi navê dewleta Îran, dewleta Turkiya, dewleta Îraq û dewleta Sûriya tinebûn. Ev dewlet bi sînorên xwe yên niha ticar ne milk û samanê neteweyeka yekane bûn. Ev erdnîgarî ya gelek gel û neteweyan bû. Di warê geo-siyasî da yan nawenda emperatoriyeka talanker bû, yan jî beşek bû ji emperatoriyê. Vane li jêr pir bi kurtî hin rastiyên geo-siyasî.

Rastiyên geo-siyasî:

1 – Dewleta Îran: Erdnîgariya wê di bingehê da welatê Kurd, Faris û Belûcan bû û, Ereb jî piştî talana erebî-îslamî di sedsala 1-em goçî / 7-an z. da tevlê bûn, û piraniya wan li herêma Xûzistanê (Ilam, Ahwaz = Erebistan) bi cih bûn. Di pey ra Turkuman di sedsala 5-an goçî / 11-an z. da bi hatina talana Selcoqî ra li rojavayê Asiyayê tevlê bûn, û beşê rojhilat ji Midiya dagîr kirin ku jêra Azerbeycan tê gotin.

2- Dewleta Turkiya: Erdnîgariya wê di bingehê da welatê Kurdan û gelên ji bingeha Ariyanî bû; bi taybetî jî Hittît, Lîdî û Firîgî. Di pey ra kelîja Romên Bîzantî ji destpêka sedsala 4-an z. da hate ser. Paşê Ereban ji destpêka sedsala 7-an da kelîja xwe dane ser beşên başûr-rojhilat (beşên kurdî). Di pey ra Turkên Selcoqî di sedsala 11-an da hatin û Anatoliya dagîr kirin. Paşê jî ji destpêka sedsala 14-an z. da Turkên Osmanî kelîja xwe avêtin ser.

3 – Dewleta Îrak: Erdnîgariya wê di bingehê da welatê Kurd, Keldan, Aşûrî û Mendayîyan bû. Di pey ra Faris tevlê bûn, dema ku wan di sedsala 6-am b.z. da ev herêm dagîr kir. Paşê Ereb jî bi rêya talanên îslamî di sedsala 7-an z. da tevlê bûn. Di pey ra Turkumanên Oguz bi destpêka sedsala 11-an ra bi talana selcoqî ra tevlê bûn. Paşê hejmara wan li wir bi talana osmanî ra bi destpêka sedsala 16-an ra bilind bû.

4 – Dewleta Sûriya: Erdnîgariya wê di bingehê da welatê Kurd, Suryan û Fînîqiyan bû (beşê bakur ji Kenaaniyan). Îgrîk di dema talana Iskenderê Makdonî da di sedsala 4-an b.z. da tevlê bûn û di dema Selokiyan da. Paşê Roman di taliya sedsala 2-an da û di dema desthilatdariya Roma Bizantî da tevlê bûn. Paşê Ereb di sedsala 7-an da di dema talanên îslamî û piştî wê ra tevlê bûn; û dawî Turk jî di dema talana selcoqî di sedsala 11-an û di dema talana osmanî di sedsala 16-an da tevlê bûn.

Di destpêkên sedsala bîstan da ev dewlet bi bandora lihavhatin û bazarkirina ji bona berjewendiyên hêzên gewre pêkhatin û ne li gor berjewendiya gelên resen xwediyên vê erdnîgariyê. Li gor wan lihevhatin û wan bazaran dewleta Îran kete pença neteweya Faris û dewleta Turkiya kete pença neteweya Turk û dewletên Îraq û Sûriya jî ketin pença neteweya Ereb. Serdarên van neteweyan siyasetên hişk yên zordarî û pişaftinê li dijî neteweyên din pêkanîn, dîrok û kelepora wan wenda kirin, û bi her şêweyî şerê çand û zimanê wan kirin.

Xwediyên van siyasetên şovênîst li van welatan desthilatdarî, çand û saman bi giştî xistin destên xwe, û bi darê zorê rewşa heyî ya vê erdnîgariyê ji xwe ra rewa kirin. Hin destûrên şovênîst danîn û desthilatdarî li gor şêwazê koloniyalîstî pêkanîn, û saman jî di navbera xwe da parvekirin. Bi taybetî jî Kurd bi temamî dan aliyekî, û wisa kirin ku ew di warê niştîmanî da biyanî ne, di warê siyasî da ku ew sîxur û nokerin, û di warê karmendiyê da karên here nizim ji wan ra hiştin. Cemawerên Kurdan neçar kirin ku bi mûçeyeka pir erzan di zevî, kargeh, qehwexane, aşxaneyan da bixebitin, daku xwarina xwe ya rojane bi dest xwe bixin.

Ew Kurdên ku wijdanê wan ji wan kirîn, hin astên wezaret û rêveberiyê dane dest wan, û heya ew kesên ku hin caran kirin serokwezîr jî, tenha ji bo wê yekê bû ku pirojeyên xwe yên zordarî û pişaftinê pê veşêrin, rûyê sazûmanên xwe yên şovênîst pê sipî bikin, û bidin xuyakirin ku ew sazûmanine demokrat û pêşverû ne.

Guhartina rêzikên lîstikê:

Piştî keftelefta li ser desthilatdariyê li Îraq û Sûriyayê, êdî ne pêkan bû ku doza kurdî bê veşartin. Hebûna kurdî hate pêş bûyeran. Helbet, di bin bandora durişmên azadî, pirrengî û dêmokratiyê da, diviyabû ji kok û bingehê da li doza kurdî bihata temaşekirin. Lê tevî wê jî, xwediyên bîreweriyên şovênîst bi serhişkî Kurd dane ber du îmkanan: Yan divêt ew hemwelatiyeka bi mercên zordar bipejirînin, yan jî ji welat koç bibin.

Xwediyên bîreweriyên şovênîst hên gaveka din jî di hîlebazî û zordariyê da çûn. Angaşt kirin ku Kurd biyanî ne, û ji derva hatine van welatan. Di rastiyê da ev lîstika hîlebaz li dijî Kurdan ji 25 sedsalan da têye lîstin, û herdem wan davêjin rekeha (qefesa) tawanbariyê:

– Kurd ji senseleta cinane û divêt ew biçespînin ku ew mirovin.

– Kurd ayînveger û nebawermendin û divêt ew biçespînin ku ew bawermendin.

– Kurd herdem tevliheviyê pêktînin û divêt ew biçespînin ku ew mêşin û aştîhezin.

– Kurd cudakarin û divêt ew biçespînin ku ew niştîmanperwerin.

– Kurd biyanî ne û divêt ew biçespînin ku ew resen û xumalin.

Evin hin xelekên vê lîstikê, lê tiştên hûrik gelek pirin. Ev beşdibin û tên nûkirin li gor rewş û arezûya yên ku lîstikê digerînin. Wek nimûne: Talankerên cîhadîst Kurdan niha li Herêma Başûrê Kurdistanê û li Herêma Rojavayê Kurdistanê sûcdar dikin, ku ew nebawermendin (kafirin). Ji Kurdên wir tê xwastin ku biçespînin ew misilmanên sunne ne, îxwancî û selefîstin, û ku ew ji şêxên ramana cîhadîst ra, ya dij bi mirovayetî û şaristaniyê, dilsoz û pêbendin. Heger na, hîngê rijandina xwîna wan rewa ye, jinên wan, zarokên wan, samanê wan û welatê wan ji bo cîhadîstan armancên helal û pîrozin.

Helbete, Kurd wê nikaribin rê li pêşiya xwediyên van ramanên şovênîst bigirin ku vê lîstika xwe berdewam bikin. Ji bo wan kesan ti çêja jiyanê bêyî van lîstikan tineye. Lê belê pirs eve: Ma gelo Kurd mecbûrin ku heya ebed bibin gorîyên vê lîstikê li gor rêzikên şovênîstan? Ma gelo ji dademendiyê ye ku Kurd heya ebed di rekeha tawanbariyê da bin? Ma gelo raste ku bila Kurd jiyana xwe seranser bi wê yekê derbas bikin ku ew herdem tawanbariyan ji ser xwe rakin? Ma gelo ne pêkane ku ew rêzikên vê lîstikê biguhêrin? Ma gelo ew nikarin li gor rêzikên xwe vê lîstikê bilîzin?

Heger Kurd bi hişyariya xwe bilind bûn û gihîştin asta zanîna zordariya dîrokî ku li ser wan hatiye ferzkirin, û ev hişyarî bû baweriyeka neteweyî-niştîmanî-mirovî tekûz, heger yekîtî di dîtin, helwest û pêkanînên rojane da pêkanîn (heger di asteka nîvçe da be jî), hîngê rêzikên lîstikê wê bêne guhartin, û xwediyên bîreweriyên şovênîst wê cihê xweyî suriştî di rekeha tawanbariyê da bibînin û ne di kursiya dadweriyê da. Hîngê, wê ji wan bê xwastin ku ne tenha ji bo Kurdan, lê belê ji bo hemû gelên rojhilatnavînî yên zorlêkirî, ser hesabên xwe vedin ku wan çiqas tawanbariyên giran kirine: Dagîrkirina welatan, qirkirina gelan, têkbirina nasnameyan, eblesekirina çandan û talankirina samanan.

Belê, pir pêwîste, ne tenha wek erkekî neteweyî û niştîmanî, lê belê pêş her tiştî wek erkekî mirovayetî, ku Kurd êdî logîka efsane û bikaranîna zorê nepejirînin, û herwisa logîka hêzên gewre jî nepejirînin ya ku bi berjewendiyan va girêdayî ye û ne bi mafdariyê va. Divêt Kurd xwe bi hêza hevbeş bi çek bikin, bi hev ra, bi hişyarî û serhişkî bidin ser şopa xwe, daku cihê xweyî suriştî li tenîşt neteweyên azad bistînin, û ne heya bi ebed di rekeha tawanbariyê da bin.

Çi dibe bila bibe, Kurdistan divêt rizgar bibe!

Duşemb, 19.09.2016

Wergera ji erebî: Mustefa Reşîd