Kurteyek ji Jîyana Ebdurrezaq Bedirxan

abdulrezak-bedir-xanEbdurrezaq Bedirxan kurê Necîb Paşa ye, Necîb Paşa lawê Mîr Bedirxan e (1804-1876).[1] Ebdurrezaq Bedirxan li sala 1864, li bajarê Îstanbulê ji dayik bûye. Li destpêka jiyana xwe Ebdurrezaq Bedirxanî zimanên Rojhilat û Ewropî xwendîye, ji wan jî zimanê fransî, vî yekê  arîkarîya wî ji bo nasîna edeb û dîroka fransî kirîye, her wusa jêder (çavkanî) xuya diken ku hozanvanê bi nav û deng Hecî Qadirê Koyî (1810–1897) hestê netewî li cem Ebdurrezaq berz kirîye.[2]

Ebdurrezaq Bedirxanî hewl daye ji bo temamkirina xwendina xwe ber bi Fransa ve biçit, belê Sultan Ebdilhemîdê duyem derfet nedayê. Li destpêka salên nodî ji çerxê nozdehê Ebdurrezak wek karmend li wezareta derve ya Osmanî hate destnîşankirin. Paşê bo balyozê Osmanî li Petersburg hate veguhastin, belê ji ber hevbendîyên wî digel Rusya, dewletê ji balyozxaneya Rusî veguhaste balyozxaneya Osmanî li Tehranê û dewletê çavdêrîya wî dikir heta careka dî bo Îstanbulê vegerand.[3] 

Belê Ebdurrezaq berê xwe neda Îstanbulê, belku ber bi Rusya ve çû û bi arîkarîya karmendên balyozxaneya Rusî gihişte bajarê Tiblîsê yê li ser Rusyayê. Ebdurrezaq derbarê egerên çûna xwe bo Rusya dibêje, “Min dizanî seruberê malbata me ne xweş e û di kawdanekî xirab de ye, ji ber vî çendî, min berê xwe daye Tiblîsê.”[4]

Dema Ebdurrezaq gihiştîye di nav axa Rusya de, sultanê Osmanî gelek pê ne xweş bû, û rêyên dîplomasî digel Rusya bikaranî da ku Ebdurrezaqî ji axa xwe dûr bike, her di wê demê de guvaştin (fişardin; baskı) li Necîb Paşayî dikirin da Ebdurrezaq vegerîne Îstanbulê û şîya bi rêka babê wî careka dî Ebdurrezaq li Îstanbul akincî bike.[5]

Dema ku Ebdurrezak hatîye Îstanbulê careke dî kete li jêr çavdêrîya polîsên sultan Ebdulhemîdî, û sultan navberê Ebdurrezaq li serokatîya karûbarên balyozan li koçka sultan destnîşan kir da her li jêr çavdêrîya wî bit.[6]

Ji ber çavdêrîya sultan û polîsên wî careka dî Ebdurrezak ligel balyozê Rusya Zînufîfî kefte di gengeşî de. Ebdurrezaq daxwaz jê kir ku derfetê bide ku ew careke dî biçête Rusya. Belê Zinufîf razî nebû, çunke nedivîya hevbendî di navbera Rusya û Osmanîyan de nexweş bibin. Her li wê demê balyozê rusî peyman da Ebdurrezak ku dê ligel sultanê Osmanî sebaret serederya Osmanîyan digel Ebdurrezaq axivêt.[7] Belam sultan sîyaseta xwe li hemberî Ebdurrezak Bedirxan neguherî.

Li 22ê adara sala 1906 Ridwan Paşayê serokê polîsên Osmanî li Îstanbulê hate kuştin. Ebdurrezaq û mamê wî Elî Şamil bi vî kuştinî hatine gunehbarkirin.[8] Gelek dîrokvan dibêjin kuştina Ridwan Paşa di dîroka Bedirxanîyan de riwîdaneka girîng bû. Çunke sultan Ebdulhemîd vê bûyerê bi deliv (firsend) dît da ku endamên malbata Bedirxanîyan ji Îstanbulê dûr bike û di encamê de Ebdurrezaq Bedirxan û Elî Şamil bo bajarê Trablusa Libyayê hatine surgûnkirin.[9]

Cihê gotinê ye bêjin ku Ebdurrezaq Bedirxan di navbera salên 1910–1917 ji bo damezrandina Kurdistaneke otonom û di bin çavdêrîya Rusya de karekî berçav, her li wî demê digel kesên sîyasî yên rusî kom dibû. Behsê damezrandina Kurdistana otonom dihate kirin. Her wusa, dema ku şerê cîhanê yê yekemîn hatîye rûdan ku Ebdurrezaq Bedirxan pişkdarî ligel leşkerê Rusya kirîye û bi harîkarîya wî Rusya çendîn deverên dewleta Osmanî girtine.[10]

Ebdurrezaq Bedirxan wek sîyasetvan û rewşenbirekî kurd, bawerîyeke mukum (daîmî) hebû ku xizmetkirin û geşkirina bizava çandî li Kurdistanê roleke her karîger di rizgarkirina wî de heye. Wî ji bo vê meremê projektên ber bi çav hebûn ku yên ji hemîyan girîngtir ev bûn: Yek; Avakirina Komeleya Cîhanzan 1913 ku komelayeke çanda kurdî bû. Du; Vekirina xwendegeheke kurdî li bajarê Xoyê ku bajarekî Kurdistana Îranê ye.[11]

Hêjayî gotinê ye bêjin ku destekêseya hukûmeta Osmanî berdewam divçûna bizav û livalivînên wî dikir. Heta şîyaye li sala 1918 li derdora bajarê Rewanduzê bigrin, pişt re Ebdurrezaq wek esîr da destê Elî Îhsan Paşayê serkirdeyê feleqa şeşê ya leşkerê Osmanî li enîya Îraqê ku serkirde navber bêyî dadgeh bi biryara dardekirinê hate hukûmkirin û ev biryar li bajarê Mûsilê û bi veşartî hate encamdan.[12]

 

Ebdurrezaq Bedirxan û kesên sîyasî yên kurd

 Ebdurrezaq Bedirxan wek sîyasetvanekî kurd ê bi nav û deng, hevbend û têkilîyên mukum digel kesayetîyên sîyasî yên kurd yên hevçerxê xwe hebûn. Dîsan Ebdurrezaq di jîyana xwe ya sîyasî de têkelîya çendîn serokhêz û malmezinên kurdan kirîye. Wek me xuya kirî, Ebdurrezaq Bedirxan di qonaxa jîyana xwe ya sîyasî de bi taybetî ya di navbera salên 1910–1914 de projektên girîng ji bo destpêkirina şoreşeke kurdî hebû, ku ev şoreş bi alîkarîya Rusya bihête destpêkirin.[13] Merema vê şoreşê jî avakirina dewleteke kurdî bû. Di vî projektê de têkilî û hevbendîyên Ebdurrezaq Bedirxan dîyar û eşkere dibin. Bêguman sîyaseta hukûmeta Osmanî, ku ew çaxê hukûmeta  Îttihad we Teraqî ya 1908-1913, Îtihadîyan hukûm li Dewleta Osmanî dikir. Ya nebaş li hemberî kurdan paldêrek bû, bo kesên sîyasî yên kurd ku dest bi xebata xwe ya çekdarî biken û li hemberî wê sîyaseta nebaş rawestin. Çunke merema wan yek bû, ew jî qurtalkirina (rizgarkirina) kurdan ji sîyaseta Osmanîyan û cudakirina deverên kurd ji dewleta tirk, lewra têkilîyên wan mukum û xurt dibûn.

Ebdurrezaq Bedirxan li kanûna duyê ya sala 1910 gihîşte di nav axa dewleta Rusya de.[14] Û li deverên nêzîkî sînorên Rusya di Îran û dewleta Osmanî akincî bû. Sebaret vê yekê Ebdurrezaq dîyar dike, “Piştî ku ez gihîştime Tiblisê, ku Xanuvesk ez bo serkirdeyê leşkerî dame nasîn û arîkarîya min kir ku ez bi ber Maku ve biçim û merema min ji vê yekê ew bû, ku ez xwe nêzîkî gundên hozên kurdî yên ser sînorê Îran û Tirkîya bikim.[15]

Bi vî çendî xuya dibe ku Ebdurrezaq Bedirxan vîya xwe nêzîkî hozên (êl; eşîr) kurdî yên ser sînor biket. Ew jî ji bo gêrana karê xwe yê sîyasî û encamdana projektê şoreşa kurdî. Dema ku Ebdurrezaq Bedirxan gihîşte deverên ser sînor, ew çendî bi derfet dît ku serdana çendîn deverên kurdî biket, wek Wan, Suma, Biradost û heta Urmîyê, sebaret bi pêşwazîya serokhozên kurd li deverên navber ji Ebdurrezaq ew dîyar dike, “Li deverên hozên kurd ewên min berê xwe dayê, pêşwazîyek baş li min hate kirin.” Derbarê merema xwe jî dibêje, “Karê min ew bû ku wan razî bikim da ku hêzên tirk ji deverên Selmas û Urmîyê dûr bikin ku berîya wê demê girtibûn”.[16] Dîsan Ebdurrezaq daxwaz ji kurdên van deveran kiribû ku arîkarîya leşkerê tirk nekin, nexasme dema ku bikarin û li hemberî desthilatdarîya Îranê biraweste.[17] Ji gotina serî ya Ebdurrezaq Bedirxan sê xal eşkere dibin:

Yek: Projektê Ebdurrezaq Bedirxan ji bo hilkirina şoreşeke kurdî li destpêka sala 1911 dest pêkirîye, nexasme dema ku behsê serdana gundên hozên kurdî yên ser sînorê Rusya digel Îran û dewleta Osmanî diket.

Du: Hevbendîyên Ebdurrezaq Bedirxan digel serokhozên kurdî bi taybetî yên ser sînorê Rusya digel Îran  û dewleta Osmanî, ji bilî têkilîyên wî digel kurdên xwedan desthilatdar li Wan û Urmîyê û Selmas hwd.

Sê: Têkilîyên wî yên baş digel desthilatdarîya Îranê, lewra daxwaza ji serokhozên kurdan diket ku li hemberî  leşkerê tirk bikarin rawestin.

Ebdurrezaq Bedirxan dîsan pêwendî digel kesayetîyên sîyasî yên kurdên bi nav û deng hebûn, mîna Simkoyê Şikakî (1875–1930)[18] û Şêx Ebdulselam Barzanî (1873–1914)[19] û Şerîf Paşa (1865–1951)[20] û Seyîd Taha yê Nehrî.[21]

Jêderên dîrokê xuya diken ku pêwendîyên Ebdurrezaq Bedirxan û Simkoyê Şikakî xurt û mukum bûn. Bêguman merama her duyan; Ebdurrezaq û Simko, avakirina devereka kurdî ya azad bû. Ji ber vê yekê pêwendîyên wan mukumtir lê hatine.

Her çendî jêder dîyar naken kengî ev pêwendî peyda bûne, belê dîyar dibe ku demê Ebdurrezaq ber bi Kurdistana Îranê ve diçit û pêwendî di navbera wan de xurt dibin, di gelek bûyer û rûdanan de alîkarî di navbera wan de eşkere dibit. Mînakê vê yekê ji demê Ebdurrezaq serdana deverên Kurdistana Îranê dike, bi taybetî deverên Xoy û Maku û Qutur û digel serokhozên kurdan li vê deverê kom dibe û projektên xwe yên sîyasî bo wan eşkere dike. Ew jî ragihandina şoreşeka kurdî ye li Kurdistana Îranê. Anku Kurdistana Îranê bike bingehek bo projektên xwe yên sîyasî û bicihanîna armancên xwe yên netewî. Li vira pêwendîyên wî digel Simko xurt dibin, heta digihe wê yekê, dema ku Ebdurrezaq li Kurdistana Îranê li bajarê Xoy bi destê Osmanîyan têye girtin, Simkoyê Şikakî ewî qurtal (rizgar; xilas) dike.[22]Di projektê şoreşa Kurdî li Kurdistana İranê dîsan ebdurrezaq Bedirxan Simkuyê Şekak kire serkirdeyê hêza leşkerî ya armanca wî devera Seraya sînor be.23 Pêwendîyên Ebdurrezaq digel Simko berdewam dibin, nexasme derbarê rewşenbirî de ku her duyan di Komela Cîhansazî û Qutapxana Kurdî li bajarê Xoy karekî mezin encam daye.

Sebaret pêwendîyên Ebdurrezaq Bedirxan digel Şêx Ebdulselam Barzanî, Ebdurrezaq bi xwe behsê van dike û dibêje, “Çarikov (konsolê Rus li bajarê Xoy bi pêwendîyên min digel Serokên Kurdên devera Maku heta wilayeta Mûsilê) agahdar bû, dîsan Çarîkov bi wan pêwendiyan dihesîya, ewên min digel Şêxê Barzan (Şêx Ebdulselam Barzanî) çêkirin.[23]li cihek dî Ebdurrezaq dibêje, “Demê wezareta karûbarên derve ya Rus pirsîyar sebaret serhildana Bidlîsê (Hameş) û Şêxê Barzan ji min kir, min dîyar kir ku Şêxê Barzan kesayetek mezin e û hêjayî arîkarîyê ye.[24] Dîsan biryar bû ku Şêx Ebdulselam Barzanî di şoreşa sala 1913 de, ew şoreşa Ebdurrezaq Bedirxan bo karkerî pişkdar bit.[25]

Hêjayî gotinê ye bêjin ku, ji ber pêwendîyên Ebdurrezaq Bedirxan yên ku bernîyas bi têkel ya Rusî û digel Şêx Ebdulselam Barzanî, dewleta Osmanî di wî hizrî de bû ku bizava Şêx Ebdulselam girêdaneka bi serhildana Bidlîsê 1913 ve heye û li dûv (gor) jêderekê Ebdurrezaq Bedirxan destê wî di berhevkirina serhildana navbihurî (Serhildana Bidlîsê) de hebû.[26]

Ji Pêwendîyên Ebdurrezaq Bedirzan digel Şêx Ebdulselam Barzanî dîyar dibit ku Ebdurrezaq Bedirxan hewl daye kesayetên bi hêz li Kurdistana Başûr têkelî (tevlî) şoreşa kurdî bike. Dîsan merema her du serkirdeyên kurd (Şêx Ebdulselam Barzanî û Ebdurrezaq Bedirxan) li vir gihayek, ku ew jî qurtalkirina Kurdistanê ye, ji sîyaseta dewleta Osmanî wek karê yekî (karê sereke), paşê qurtalkirina parçeyên din yên Kurdistanê.

Cihê gotinê ye ku, demê Ebdurrezaq Bedirxan li sala 1911 ber bi Parîsê ve çûyî pêwendîyên wî ligel Şerif Paşa xurt bûn. Ji vê gotina Ebdurrezaq Bedirxan ya li xwarê dîyar dibe ku berîya niha pêwendî di navbera wan de hebûn. Ebdurrezaq bi vî rengî behsê pêwendîyên xwe ligel Şerîf Paşayî dike, “Pêwendî di navbera min û Şerîf Paşê de hebû, wê serdemê ewî kovara parta radîkalî ya ku bi navê Meşrûtîyet derdixist… Min jimarên vê kovarê û belavokên wî bi rêya Îranê dihinartine Kurdistanê.[27]     

Ebdurrezaq Bedirxan pêwendî digel hindek kesên din yên Kurd hebûn, mîna Seyîd Taha yê Nehrî. Sebaret vê pêwendîyê Ebdurrezaq bi vî rengî dîyar dike, “Li îlona sala 1912 Seyîd Taha yê Nehrî nevîyê Şêx Ebdullah li Tiblîsê serdana min kir. Merema serdana wî ew bû, ji bo xurtkirina karê xwe hevdu bigrin.”[28]

Li vir dîyar dibe ku pêwendîyên Ebdurrezaq digel Seyîd Taha yê Nehrî di çarçoveya alîkarîya xebatê de bû ku armanca her duyan azadîya Kurdistanê bû. Bi aweyekî din, bizava her duyan ji pêxemet Kurdistaneka yekgirtî pêwendî di navbera wan de xurt û mukum kirîye.

Ebdurrezaq Bedirxan, wî ji bo pêştegêrkirina projektên xwe yên şoreşeke kurdî xwe gehandîye şêxên ayînî (dînî; olî) li Kurdistanê. Wî li gor raporta cîgirê konsolê Brîtanî li bajarê Wanê, kongreyeke kesayetîyên ayînîyê îslamî li sala 1913 li Kurdistanê hebûye û ev kongre ji bo pêşkêşkirina arîkarîya şoreşa kurdî bûye ku meram jî, şoreşa Ebdurrezaq Bedirxanî ye.[29] Herçend jêderên dîrokê behsa vê kongreyê nekirîye. Lê li vir dîyar dibe ku Ebdurrezaq pêwendî digel hinek kesayetîyên ayînî li Kurdistanê hebûn, mîna şêxên êzdîyan û kesayetîyên Kurdistanê û ji wan Mar Şîmûnî. Dîsan jêder behsê encamên kongreyê kesayetîyên ayînî musluman naken ku vê kongreyê arîkarîya bizava Ebdurrezaq Bedirxanî kiribit. Reng e, kesayetîyên îslamî ji ber pêwendîyên Ebdurrezaq Bedirxan digel Rusya xwe ji arîkarîya wî dûr kirine. Her li wê demê ji dewleta Osmanî propagandayeke mezin di nav kurdan de dikir ku dewleta Rusî dewleteke bêol e, û heta propaganda dijî Ebdurrezaq Bedirxanî dikir ku xwe gihandîye dewleteka ne musluman û di rojnameya Osmanî jî de gelek behsê vê babetê hatîye kirin. Rojnamegerîya Osmanî Ebdurrezaq Bedirxan bi mirovekî derketîyê ji ola îslamê li qelem daye. Dîsan daxwaz ji kurdan kiriye ku hemberî kar û têkilîyên Ebdurrezaq digel Rusya bêdeng nebin.[30] Û dibêt vê propagandayê kartêkirina xwe li ser hestê kesayetîyên ayînî yê îslamî hemberî Ebdurrezaq Bedirxanî kiribit.

Her dîsan careke din cîgirê konsolê Brîtanî li Wanê dîyar dike ku Ebdurrezaq û hevalên xwe dibêjin li wextê şoreşê li dû me dê 100 hezar leşker hebin.[31] Bêguman ev jimara leşkeran gelek bi taybet e li wê wextê û karekî gelek bi zehmet e, 100 hezar leşker kom bibit. Belê ya girîng li vir ew e, ku Ebdurrezaq Bedirxan dişêt bi rêya têkilî û pêwendîyên xwe leşkeran kom bike.

Hêjayî gotinê ye bêjin ku, têkilîyên Ebdurrezaq Bedirxanî digel kurdan projektê destpêkirina şoreşa kurdî geştir lêkir û jêderên taybet bi bizava Ebdurrezaq Bedirxanî dîyar diken ku ewê li sala 1914 nexşê destpêkê yê şoreşê danîye û ev nexşe yê pêkhatî bû ji çend karên leşkerî li ser sînorê Îranê û eewleta Osmanî û li dûv nexşê navbihurî Seîd Beg (yek ji serokhozên kurdan e li ser sînorê di navbera Îran û dewleta Osmanî de) dê bi karekî leşkerî dijî leşkerên Osmanî li devera “Arçax” rabite, ku meram jê dûrkirina leşkerên Osmanî ji devera navbihurîye. Û Seyîd Tahayê Nehrî jî dê bi serkêşîya leşkerekî dî ber bi devera Başqele biçête û hêza Simkoyê Şekakî dê ber bi devera Serayê ya sînorê biçête û Ebdurrezaq li dûv nexşê şoreşê dê merema wî azadkirina devera Botan bit.[32]

Ji bilî arîkarîya Simko û Seyîd Taha î Seîd Begê hinek kesên din dê arîkarîya şoreşê biken, mîna Musa Beg û Xêyredîn Barzanî û Kor Hûsên Paşa û sebaret karê Seîd Begê, Ebdurrezaq dîyar dike ku karê wî ew e dê ber bi Îranê diçêt bo bicihanîna nexşê dumahîyê yê şoreş.[33]Ji bo vê şoreşê dîsan Ebdurrezaq Bedirxanî palpiştîya xwe bi kurdên di nav leşkerê Osmanî de dîyar kirîye, û li dor vê yekê dîyar dike, “Hinek ji kurdên di nav leşkerên Osmanî de digel me ne.[34]

Di nexşê vê şoreşê de, dîsan Ebdurrezaq hej dikir ku bi rêya dûrkirina leşkerên Osmanî rezamendîya Îranê bal xwe ve bikêşêt û sebaret vê yekê dibêje, “Eger Îran daxwaza min bi cih neîne, ez dê bi karekî leşkerî bajarên Selmes û Urmîyê bigrim pişt re dê nameyekê bo şahê Îranê hinêrim û dê dîyar bikem ku li jêr fermandarîya wî dê leşkerê Osmanî ji Îranê dûr bikem û ev kar li ser dê hemî li jêr çavdêrîya konsolê Rusî bit.[35]

Nexşê şoreşa Ebdurrezaq Bedirxanî bo şoreşa kurdî bi cih nehat. Çunke Dewleta Rusî razî nebû û Ebdurrezaq her tim dîyar dikir ku ev şoreş li jêr çavdêrîya wî ye u Rusya dîyar kir ku ji ber têkdana pêwendîyên xwe digel Osmanîyan razî nabit li ser vê şoreşê, dîsan Rusya dîyar kir ku ev şoreş dê bête egerê nerazibûna ber pirsên Osmanî û Îranê.[36]

Piştî Rusya dijê projektê Ebdurrezaq yê sala 1914 rawestîya, Ebdurrezaq hinek pêkolên din kirin, ji wan daxwaz ji Rusya kir ku arîkarîya wî biken. Wî wek serokê rêvebirê îdarî yê devereke kurdî li Îranê destnîşan biken. Belê Rusya her ji ber egerên berê ku niha me dîyar kirin, dijî vî çendî rawestîya.[37]

Li dûmahîyê Rusya biryar da ku Ebdurrezaq ji Bidlîsê ber bi Tebrîzê ve biçêt û propagandaya Rusî di navbera kurd û ermenan de belav biket.[38]

Her çend dewleta Rusî bizav û karê Ebdurrezaq dorpêç kirîye, belê navhatê bizav û têkilîyên xwe digel kesên kurd xurtir lê kirin.[39] Dewleta Rusî mifa (fayde) ji pêwendîyên Ebdurrezaq digel kurdan dît, nemaze demê şerê cîhanê yê yekem (1914–1918) dest pêkir, wî çaxê Ebdurrezaq Bedirxan li bajarê Maku bû û ji bo arîkarîya Rusya. Di vî şerî de biryar ji alîyê Rusya ve hate dayîn ku pêdivî ye Ebdurrezaq di navbera kurdan de kar bike û kurdan razî biket ku alîkarîya leşkerê Rusya biket û ev yek bi cih hat. Demê Ebdurrezaq û bi arîkarîya kurdan devera Abax sitend û pişt re 300 siwarî ji hoza Heyderanlî ya kurdî û hinekên din, ji hoza Milan komkirin û bi rêya van her du hozan gelek ji dever û gundên dewleta Osmanî girtin.[40]

Dîsan hizra leşkerî ya kurdî ewa li jêr serokatîya Ebdurrezaq Bedirxanî arîkarîya leşkerê Rusya li deverên derdorên Wan û Tebrîz û Urmîyê kiribû.[41]

Ji gotina serî dîyar dibe ku Ebdurrezaq Bedirxanî têkilî digel hozên Heyderanlî û Milanê yên kurdî hebû û ev her du hoz (eşîr) li Kurdistana Bakur hozên kurdî yên bi nav û deng bûn û bi alîkarîya van her du hozan dîsan xizmeta leşkerê Rusya kiribû.

Dîsan têkilî û pêwendîyên Ebdurrezaq Bedirxanî digel kurdan arîkarîya wî kirîye, ku xwe bigihîne wan bi rêya belavkirina danezan û beyannameyan ji bo razîkirina wan ku alîkarîya leşkerê Osmanî dijî Rusya neken û di van danezanan de hatîye gotin: “Merema me ji pêwendîyan digel Rusya ew e, ku berê çekê xwe bidene enîya leşkerê Osmanî.” Dîsan vê danezanê daxwaz ji kurdan kirîye ku alîkarîya Almanya neken. Çunke alîkarîya Almanya wek dewleteke ne musluman derketine ji ayînê îslamê.[42]

Li sala 1915 leşkerê Rusya enîya rojavaya bakurê Îranê tuşî hinek şikestinan bû û hinek ji ber pirsên Rusî egerên vê yekê jî zîvirandine bo arîkarîya Ebdurrezaq û kurdan bo Osmanîyan.[43]

Ji ber vê yekê hinek berpirsên Rusî daxwaz dikir ku Ebdurrezaq Bedirxan ji çeperên şer dûr biken. Belê serkirdên leşkerê Rusya careke din vê projektê gêro kir. Û pişt re hizr bo wî çendî hate kirin ku careke din Ebdurrezaq bo Kurdistanê bihête rewankirin ji bo çêkirina pêwendîyên digel Kurdan.[44] Ji ber vê yekê jî dema leşkerê Rusya sala 1915 ber bi bajarên Erziromê û Bidlîsê ve hatin careka din Ebdurrezaq arîkarîya Kurdan bo leşkerê Rusya dîyar kirin.[45]

 

Têkilîyên Ebdurrezaq Bedirxanî yên sîyasî ligel Rusya

 Ebdurrezaq Bedirxanî mîna gelek ji sîyasetvanên kurd pêwendî û têkilî digel Rusya hebûn.[46] Merema Ebdurrezaq Bedirxanî ji vê pêwendîyê ev bû ku bi rêya alîkarîya Rusya bigihêje armancên xwe yên netewî. Rusya jî ji alîyê xwe ve hewl daye pêwendîyan digel kurdan mukum biket.[47] Nexasme li salên berîya şerê cîhanê yê yekem û li dema desthilatdarîya Almanya di nav dewleta Osmanî de berfireh bûye, her ji bo vê meremê Rusya gelek ji dîplomasîyên xwe hinartine Kurdistanê ji bo çêkirina pêwendîyan digel serokhoz û malmezinên kurdan.[48]

Dîrokvan û nivîsaran egerên hewldana kesên sîyasî yên kurd ji wan Ebdurrezaq Bedirxanî ji bo çêkirina pêwendîyan digel Rusya behs u şîrove kirine. Mîna Micer Noelê yê ku bi vî rengî xuya dike: Kurdan di şeyan de nebû bê alîkarîya dewletên bîyanî jî bigihêne armancên xwe yên netewî. Lewra daxwaza alîkarîya Rusya ji bo vê meremê kirîye.[49]

Celîlê Celîl li dor vê yekê dîyar dike ku, “Sîyaseta Osmanîyan li hemberî kurdan û alîkarîya Rusya bo milletan belku ji bo rizgarkirina wan deran ji desthilatdarîya Osmanîyan, kurd paldayî ne ku daxwazîya alîkarîyê ji Rusya biken.”[50] Dîsan Dr. Kemal Mezher piştgirîya boçûna Celîl diket û xuya dike ku, “Gelek ji kesayetên Kurd piştgirîya hizra daxwaza alîkarî ji Rusya dikir. Ew jî ji ber zilm u zordarîya dewleta Osmanî bû, ewa li ser kurdan sepandî.”[51]

Bêguman hilbijartina Ebdurrezaq Bedirxanî dewleta Rusî wek dewletek ku daxwaza alîkarîya wî bike. Dizîvirêt wî hevkarîya di navbera dewleta Rusî û Osmanîyan li dor deverên sînorê her du dewletan û Ebdurrezaq Bedirxanî mifa ji vê derfetê dîtiye daxwaz alîkarîya Rusya kirîye. Ji bo bi dest ve anîna armancên xwe yên neteweyî û avakirina dewleteke kurdî û bi alîkarîya Rusya. Çunke dewleta Rusî dewleteke nêzîk bo Kurdistanê, lewra Ebdurrezaq Bedirxanî daxwaza alîkarîya tu dewletên dî wek Brîtanya nekirîye. Herçend Ebdurrezaq Bedirxanî bawerî bi Brîtanya nebû ku alîkarîya wî bike. Çunke Brîtanya palpişta Osmanîya dikir, ew jî ji ber berjewendîyên xwe yên di nav dewleta Osmanî de.[52]

Destpêka pêwendîyên Ebdurrezaq Bedirxanî digel Rusya dizîvirin destpêka salên nodî ji çerxê nozdehê dema Ebdurrezaq wek karmend li wezareta derve ya dewleta Osmanî û bi taybetî demê balyozxana Osmanî li Sn. Petersburgê wek sekreterê duyê hatîye destnîşankirin.

Ebdurrezaq li Sn. Petersburgê fêrî zimanê Rusî bû. Her dîsan Ebdurrezaq ji nêzîkî ve gelek ji rewş û serûberê sîyasî û çandî bo wî dîyar û eşkera bûn. Dîsan ji ber hevaline wî digel kesayetîyên Rusî, dewleta Rusî dîyarîyek ku bi navê Stanîslav bo terxan kiribû.[53]

Ji ber pêwendîyên Ebdurrezaq digel Rusya dewleta Osmanî ew bo balyozxana Osmanî li Tehranê wek sekreterê duyê hate veguhastin, belê berê Ebdurrezaq ber bi Tehranê biçit sultanê Osmanî Ebdulhemîdê duyemîn biryar da ku ew Ûstanbulê vegerit, Ebdurrezaq li dor vî biryarê neçû, belku bi alîkarîya karmendên balyozxana Rusî li Tehranê li îlona sala 1892 berê xwe da axa Rusya. Sebaret vê yekê Ebdurrezaq dibêje, “Dema min zanî ku serûberê malbata min li jêr hukûmeta Osmanî re  ne baş e û metirsî li ser jiyana min heye, min rêya xwe ber bi Bidlîsê guhart, pişt re min berê xwe da bajarê Êrîvanê ku nêzîkî Kurdistanê bû.[54]

Li vira dîyar dibe ku dema Ebdurrezaq Bedirxanî karmendê balyozxana Osmanî li Sn. Petersburgê pêwendîyên baş digel kesayetîyên rusî hebûn. Lewra vî yekê alîkarîya wî kiriye ku ber bi Rusyayê ve biçit demê ew û malbata xwe tuşî sîyaseta Osmanîyan bûne.

Gihîştina Ebdurrezaq bo Rusya, bo cihê dilnexweşîya sultanê Osmanî. Lewra sultan bi rêya karê dîplomasî dewleta Rusya qail kir ku Ebdurrezaq ji axa xwe dûr bike. Û ev yek bi cih hat, dema Ebdurrezaq bo bajarê Batum (dikevite Corcîya li ser Deryaya Reş) hatîye dûrkirin.[55] Wusa dîyar e ku Ebdurrezaq Bedirxan neşîya li Rusya bimînit yan bi rêya dostên xwe yên Rus biryara hukûmeta Rusya bicih neêne. Lewra ber bi Brîtanya çû, li wir Ebdurrezaq pêwendî digel komel û rêkxwarên ermenî çêkirin.[56] Belê Ebdurrezaq hate Îstanbulê, ew jî ji ber givaştinên sultanê Osmanî li ser babê wî Necîb Paşa kirîye. Pişt re sultan, Ebdurrezaq li koçka xwe wek cîgirê serokî pêşwaziyan destnîşan kir. Merema sultan ji vî yekê ew bû ku her tim Ebdurrezaq di bin çavdêrîya wî de bit. Dîsan di vê qonaxê de gelek caran jîyana wî ketîye  metirsîyê, heta gelek caran ji mirinê qurtal bûye, weke wî ev çend vegêrayî.[57]

Ji gotina jorê dîyar dibe ku Ebdurrezaq ji ber pêwendîyên xwe digel Rusya bûye cihê çavdêrîya polîsên sultanê Osmanî Ebdulhemîdê duyemîn. Her ji ber vî çendî Ebdurrezaq bi rêyeka nepenî daxwaz ji balyozê Rusî li Îstanbulê Zînufîf kir ku alîkarîya wî bike da careke dî ber bi Rusya ve biçêt, lê balyozê navhatî bi vê yekê razî nebû. Çunke ewî hizr dikir ku ev kar dê bête egerê têkçûna pêwendîyên Rusî û dewleta Osmanî. Her li wê wextê balyozê navhatî (Zînufîf) dîyar kir ku ew dê babetê serederya Osmanîyan li hemberî Ebdurrezaq digel sultan behs bike.[58] Belê piştê hinkî li wî dîyar bû ku sultan û dewleta Osmanî sîyaseta xwe li hemberî Ebdurrezaq neguherandîye.

Sultanê Osmanî Ebdlhemîdê duyemin kuştina Ridwan Paşayê serokê polîsê Osmanî li sala 1906 li Îstanbulê bi derfet zanî ku Ebdurrezaq û mamê vî Elî Şamil bi vê kuştinê guhehbar bike, pişt re her du ber bi Tirablusê (li Libya) ve hatine surgûnkirin. Dewleta Osmanî Ebdurrezaq û mamê wî Elî Şamil biryar bi darvekirinê hukûm kirin. Belê ji ber nav û deng û cihê malbata wan hukmê bi darvekirinê hate guherîn û bi hukmê her û her hatine zindankirin. Hêjayî gotinê ye ku rojnamevanîya Rusya ya wê serdemê dengûbasên dadgeha Ebdurrezaq û serederîya Osmanîyan digel wî belav dikir.[59] Bêguman girîng pêdana rojnamevanîya Rusî bi dengûbasên dadgehkirina Ebdurrezaq û pêwendîyên wî digel kesayetî û nav û dengên wî li Rusya dizvire.

Hêjayê gotinê ye bijên ku, Ebdurrezaq ta sibata sala 1910 di zindanê de mabû û ew lêborîna ji hukûmata Îtihadîyan (Îtihad we Teraqî piştê kutabûna sala 1908 hukûmeta xwe ya bi navê Îtihad damezrandibû) ji Ebdurrezaq û Elî Şamil negirtibû. Elî Şamil li Trablusê çûbû ber dilovanîya Xwedê û li Îstanbul hate veşartin.[60]

Ebdurrezaq Bedirxan dema vegerîya Îstanbulê sîyaseta hukûmeta tirk (ku wê serdemê Îtihadî li ser hukmê bûn) hemberî wî û malbata Bedirxanîyan nehate guherîn. Ebdurrezaq bi xwe behsê vê yekê dike û wiha xuya dibêje “Ku serederîya hukûmeta nû ya tirkî li hemberî wî û malbata wî sersederîyek ne baş e.[61]

Ji ber vê serederîyê Ebdurrezaq careke dî xwe gihande Çirkov ku wî çaxê balyozê Rusî li Îstanbulê bû û bi alîkarîya wezareta derve ya Rusî xwe gihande Tiblîsê, li vir dîyar dibe ku Ebdurrezaq pêwendîyên mukum digel Çirkov hebûn. Çirkov daxwaz ji hukûmeta xwe kiribû ku alîkarîya Ebdurrezaq Bedirxan bihête kirin da bigihête Rusya û di nameyekê de ku Çirkov bo wezareta derve ya Rusya hinartibû, daxwaz kiribû ku Ebdurrezaq Bedirxanî bigihêne Erîvanê û nasnameya Rusî ji bo wî bihête amadekirin û berê bersiva Çirkov bihête, Ebdurrezaq Bedirxan ji Îstanbulê derket û ber bi Erîvanê çû. Her li wê demê Çirkov nameeyeke dî bo Kaxanuveskî cîgirê Rusî li Qafqazê hinart (şand) û dîyar kir ku Ebdurrezaq digehête Rusya û pêdivî ye pêşwazîyeka baş lê bihête kirin û digel wê nameyê kurteyek ji jîyana Ebdurrezaq şandibû.[62]

Ebdurrezaq Bedirxan li 8ê kanûna yekê ya sala 1910 gihîşte Tiblîsê û ji ber pêwendîyên wî yên baş digel kesayetîyên sîyasî yên Rusî li roja yekê ji gihîştina wî bi germî hate pêşwazîkirin. Mîna wan kesayetîyên pêşwazîya wî kirin ev bûn: Mîr Ziwuv, Mîr Yemanuv û Zibîluv.[63]

Wek me xuya kirî, ku Ebdurrezaq Bedirxanî diviya li bajarê Erîvanê bimîne. Çunke dê nêzîkî deverên kurdî be. Lê ev Rusya çendî nedivîya û li demê Ebdurrezaq gihîştîye Tiblîsê nivîsgeha cîgirê Qafqazî xwest bîr û boçûna parêzgerê Erîvanê bizane sebaret hebûna Ebdurrezaq li bajarê navhatî. Parêzgerê navhatî dijî vê yekî bû. Lewra Ebdurrezaq daxwaz ji Kaxanuveskî kir ku ber bi deverên kurdî yên li jêr bandora Rusî ve biçê, mîna Xoy û Selmas û Urmîyê.[64] Ebdurrezaq sebaret vî çendî dibêje, “Merema min ew bû ku di navbera gund û hozên kurdan de bigerim.”[65] Li cîhekî dî Ebdurrezaq dibêje, “Ulîvirêv nameyekê bi rêya wezareta karûbarên derve bo Împarator nihartibû û egerên hatina min bo Wanê dîyar kiribûn. Dîsan xuya kir ku hemî bizavên min ji bo rizgarkirina Kurdistanê ye ji zilma tirkan, û avakirina Kurdistaneke Otonom li jêr (bin) çavdêrîya Rusya.”[66]

Li vira dîyar dibe ku Ebdurrezaq Bedirxan divîya li deverên Kurdistana Îranê bimîne ji bo encamdana programê xwe yê sîyasî û avakirina Kurdistaneke azad li deverên Kudistana Îranê. Belê Hukûmeta Rusya alîyekî dî berê xwe dida hebûna Ebdurrezaq li deverên navhatî ew jî mifa wergirtin ji Ebdurrezaq Bedirxanî ji bo belavkirina desthedarîya Rusya li van deveran.

Hinek ji sîyasetvanên Dewleta Rusya mîna Kaxanuveskî (cîgirê Rus li Qafqazê) divîya Ebdurrezaq Bedirxan ber bi deverên kurdî li Îranê biçe. Çunke ewan divîya Ebdurrezaq ji bo belavkirina desthilatdarîya Rusya li deverên navhatî kar bike û di nameyekê de ku Kaxanuveskî bo Çirkov hinartibû dîyar dike ku çûna Ebdurrezaq bo Îranê pêngavek baş e ji bo çêkirina pêwendîyên mukum digel kurdan û zanîna serûberê giştî li Kurdistanê. Dîsan Kaxanuveskî di vê nameyê de pêda diçe û xuya dike ku Ebdurrezaq dîyar kirîye ku ew dêhandet kartêkirinê li ser kurdên Îranê û Tirkîya bike da hembêrî karên Tirkîya yên dijî Fures u Xirîstanîyan rawestin.[67] Anku Rusya mîna ji nav û dengîya Ebdurrezaq wergirtin ji bo armancên xwe yên sîyasî li deverên Kurdistana Îranê.

Li destpêka adara sala 1911 Ebdurrezaq Bedirxan dest bi karê xwe yê sîyayî li deverên Kurdistana Îranê kir. Wî serdana çendîn bajar û deverên kurdî li Îranê kir mîna Maku, Xoy, Qutur. Dîsan heta serdana wan deverên kurdî li Kurdistana Tirkîya jî bi xwe ve girtibûn mîna bajarê Wanê, ku li vî bajarî desthilatdarîya tirk kar ji bogirtina wî kiribû. Belê Ebdurrezaq şiya xwe qurtal bike û egerên hatina xwe bo bajarê navhatî dîyar kir ku ewê li ber xwe bo parlemanê tirkî bihilbijêre. Li deh rojên Ebdurrezaq li Wanê borandin, çendîn kesayetîyên kurd nexasme yên dijî desthilatdarîya Osmanîyan dîtin. Her wusa Ebdurrezaq Bedirxanî bi Ewlêrêyiv ê konsolê Rusî ketibû û Ebdurrezaq programê xwe yê sîyasî bo konsolê navhatî eşkera kiribû.[68]

Li deverên Kurdistana Îranê bi taybetî deverên Maku, Xoy u Qutur dîsan Ebdurrezaq çav bi kesayetîyên kurd yên digel Rusya ketibû, mîna van kesayetîya Simkoyê Şikakî bû ku palpiştê programa sîyasî yê Ebdurrezaq Bedirxanî bû.[69] Hêja ye bêjin ku desthilatdarîya Osmanî li deverên Kurdistana Îranê kar ji bo girtina wî kir. Bi taybetî li bajarê Urmîyê konsolê Osmanî Sadullah Beg hewl da Ebdurrezaq bigre. Belê Ebdulrrezaq xwe li konsolê Rusya parast.[70]

Cihê gotinê ye bijên ku karmend û sîyasetvanên Rusî bi bîr û boçûnên cuda temaşeyê xizmeta Ebdurrezaq bo Rusya dikir. Bo numûne Makluveskî balyozê Rusî li Tehranê bawerî bi xizmeta Ebdurrezaq nedêna û hizr dikir ku ew yê li wan deveran destkêşîyê bo dewleta Osmanî dike.[71] Belê karmendên Rusî li Qafqazê dijî hizra navhatî bûn û bawerî bi xizmeta Ebdurrezaq bo Rusya dikir, mîna van kesan Kaxanuveskî.[72]

Belê wusa dîyar bû ku hizra duyemin ya bi hizr bû. Lewra Ebdurrezaq Bedirxan li dûv biryara Rusî û li jêr parastina leşkerê wî gihîşte Tebrîzê. Piştre li gulana sala 1911 ber bi Tiblîsê ve hate rewanekirin.[73]

Desthilatdarîya Rusya biryar da ku Ebdurrezaq Bedirxan li Tiblîsê bimîne û tu karên sîyasî neke. Nexasme karên sîyasî yên dijî dewleta Osmanî.[74] Ebdurrezaq Bedirxan dema li Tiblîsê dimîne  bi razemendîya Rusya ber bi Parîsê ve diçe û çav bi Şerîf Paşa dikeve.[75] Di vê qonaxê de Ebdurrezaq Bedirxan dibête kêşeyeka germ di navbera Rusya û dewleta Osmanî de, bo numûne, li destpêka sala 1912 wezîrê derve yê dewleta Osmanî Asim Beg bo balyozê Rusî li Îstanbulê dîyar kir ku ew li ser parastina Rusya bo Ebdurrezaq Bedirxan ne dirazine dîsan xuya kir ku pêdivî ye ew bidene dest Hukûmeta Osmanî. Ji aiyekî din ve dewleta Osmanî gelek rêk ji bo kuştina Ebdurrezaq Bedirxan bikarênan yan hinek caran Ebdurrezaq Bedirxan wek mirovekî guman lê kir nîşan daye, û li hindek carên din rojnamevanîya Osmanî Ebdurrezaq mirovek ji ol derketî di nav rûpelên xwe li qelem daye. Belê dewleta Rusî ji alên xwe ve û bi taybetî nûneratîya Rusî li Qafqazê hemî pêkol kirîye ji bo parastina jiyana wî. Her dîsan Ebdurrezaq Bedirxan û kesanîyên kurd alîkarîya Ebdurrezaq Bedirxan dikir da ku ji metirsîya Osmanî dûr bibe.[76]

Di navbera salên 1911–1912 programê Ebdurrezaq Bedirxan yê sîyasî û civakî ji bo rêkxwestina serhildaneke kurdî bû li Kurdistana Tirkîyê û ev serhildan bi arîkarîya Rusya be. Ebdurrezaq Bedirxan vê yekê şîrove dikir dema digel berpirsên rusî kom dibû. Bo numûne, konsolê rusî li Wanê dibêje, “Di yekemîn hevdîtina min digel Ebdurrezaq Bedirxan de, min ji bo wî dîyar kir ku ez dê guhê xwe bidim daxwazên wî. Her çendî ez ne digel nexşê wî yê sîyasî bûm. Belê ewî bi eşkera nexş û bîr û boçûnên xwe bo min eşkera kirin.”[77] Careke dî Ebdurrezaq bo konsolê navbihurî, “Xuya kir  ku bi serkeftina Rusya li Asyaya Piçuk dê serbixweya min bicih bit.”[78]

Her wusa Ebdurrezaq Bedirxanî di navbera salên 1912–1913 de bizaveke çandî li bajarê Xoy encam daye û ev bizav dîsan bi arîkarîya Rusya bû. Di vê bawerîyê de Ebdurrezaq Bedirxan Komelaya Cîhanzanî û Qutabxana Kurdî li bajarê Xoy damezrand.[79]

Li vir wusa xuya dibe ku Ebdurrezaq Bedirxanî bawerîyeke mukum bi arîkarîya Rusya hebûye û di wê hizrê de bû ku Rusya dê arîkarîya programê wî yê sîyasî bike. Nexasme eger serhildaneke kurdî dest pêbike, belê wek diyar e, gelek ji berpirsîyarên rusî ne digel vê yekê bûn û ji ber pêwendîyên xwe digel dewleta Osmanî û Îran û dewletên Ewropî behsê vê babetê ne dikir û bi tenê li dûv berjewendîyên xwe berê xwe didan bizava Ebdurrezaq Bedirxanî.

Jêderên taybet bi bizava Ebdurrezaq Bedirxan dîyar dikin ku ewê li sala 1913 nexşê destpêkê yê şoreşê dayne û ev şoreş li Kurdistana Îranê bibe, yan jî Kurdistana Îranê bibe bingeha vê şoreşê.[80]Û ev nexşeyê pêkhatibû ji çend karên leşkerî li ser sînorê Îranê û dewleta Osmanî û li dûv nexşê navbihurî Seid Beg (yek ji serokhozên kurda ye li ser sînorê di nêvbera Îranê û dewleta Osmanî de) dê bi karekî leşkerî dijî leşkerê Osmanî ji devera Arçax rabit ku merem jê dûrkirina leşkerê Osmanî ji devera navbihurîye. Seyîd Taha yê Nehrî jî dê bi serkêşeya leşkerekî dî ber bi devera Başqele biçe û hêza Simkoyê Şikaî dê ber bi devera Seraya sînor ve biçe. Û Ebdurrezaq li dûv nexşê şoreşê dê merema wî azadkirina devera Botan be.[81]

Ji bilî arîkarîya Simko û Seyîd Taha û Seîd Beg hinek kesên din dê arîkarîya şoreşê bikin. Mîna Musa Beg û sebaret karê wî Ebdurrezaq dîyar dike ku karê wî ew e, dê ber bi Îranê biçe bo bi cihanîna nexşê dumahîyê ji bo şoreşê.[82] Ebdurrezaq Bedirxan têkilî digel hinek kesên dî hebûn. Belê jêderên dîrokê rengê vê têkilîyê xuya nakin, mîna van kesan Xeyredîn Barzanî û Kor Husên Paşa.[83]

Ji bo vê şoreşê dîsan Ebdurrezaq Bedirxanî palpiştîya xwe bi kurdên di nav leşkerê Osmanî de dîyar kirîye û li dor vê yekê dîyar dike ku “Hinek ji kurdên di nav leşkerê Osmanî de digel me ne.”[84]

Di nexşê vê şoreşê de dîsan Ebdurrezaq Bedirxan rola Îranê dîyar nekirîye û Ebdurrezaq hez dikir ku bi rêya dûrkirina leşkerê Osmanî rezamendîya Îranê bal xwe ve bikşîne û sebaret vê yekê dibêje, “Eger Îran daxwaza min bi cih neêne ez dê bi karekî leşkerî bajarên Selmas û Urmîyê bigrim. Pişt re dê nameyekê bo Şahê Îranê hinêrim û dê diyar bikem ku li jêr fermandarîya wî dê leşkerê Osmanî ji Îranê dûr bikem û ev kar dê hemî li jêr çavdêrîya konsolê rus be.”[85]

Nexşê şoreşa Ebdurrezaq Bedirxanî bo şoreşa kurdî bi cih nehat. Çunke dewleta Rusî razî nebû û Ebdurrezaq her tim dîyar kir ku ji ber têkdana pêwendîyên xwe digel Osmanîyan razî nabe li ser vê şoreşê dîsan dîyar kir ku ev şoreş dê bête egerê nerazîbûna berpirsên Osmanî û Îran û Almanya.[86]Hêja ye bêjin ku hinek egerên din jî ji bo serneketina projektên Ebdurrezaq Bedirxanî hene:

  1. Hevnegirtina serok û serkirdeyên kurdan.
  2. Hêza dewleta Îranê ya leşkerî ku Ebdurrezaq hizr dikir hêzeke lawaz e û ev yek dê arîkarîya wî bike. Belku hemberî vê hizrê Îranê alîkarîya Osmanîyan kir li dijî projektên Ebdurrezaq yên siyasî.
  3. Ebdurrezaq hizr dikir ku kurdên Îranê jî digel wî ne. Belê ji ber ku dewleta Osmanî dewleteka sunnî bû u bi rêya propagandaya Komkara îslamê (el–Cema’etul Îslamîye) pahra pirtir ya kurdan digel wî bûn. Ebdurrezaq Bedirxan û Simkoyê Şikakî ne yek hizr bûn. Çunke Ebdurrezaq divîya pahrên Komala Cîhansazî bo şoreşê be û Simko digel vê yekê nebû.[87]

 Piştî Rusya li hemberî projektên wî yên sîyasî rawestan Ebdurrezaq ber bi Petersburgê çû, û berê bigihête cihê navbihurî li Tiflîs digel cîgirê qeyser ê li Qafqazê Furennusf Daşkov kom bû û dîyar kir, eger palpiştîya Rusya bo projektên wî nehête kirin dê neçar bêt arîkarîyê ji Almanya yan dê hewl bide aştîyê digel Tirkîya bike. Wusa dîyar bû ku vê yekê kartêkirin li ser cîgirêqeyserê li Qafqazya kirîye. Lewra ev yek bo wezîrê derve yê Rusya bi lib kir.[88]

Her li dor vê yekê Ebdurrezaq Bedirxanî daxwaz ji cîgirî kir ku alîkarîya wî biken û li Îranê wek serokê rêveberîyek destnîşan biken û cîgirê navbihurî palpiştîya vê yekê kir û dîyar kir ev yek wê arîkarîya me di rêkxistina kurdên Îranê bike. Nexasme li paşerojê.[89]

Ebdurrezaq Bedirxan li Petersburgê digel Sazanuv ê wezîrê derve yê rusî û Kalim serokê pişka Rojhilata Navîn kom bû. Û piştî berpirsên navbihurî nexşê Ebdurrezaqî yê sîyasî zanî, ewan dîyar kir ku pêdivî ye hevaltîya kurd û ermen ji alîyekî ve kurd û asurîyan ji alîyekî din ve, wusa dîyar e ku Ebdurrezaq di vê bawerîyê de kar kir û bi vê rêyê pêwendî di navbera kurd û milletên dî xweş bûn.[90]

Li vir xuya bû ku ew merema Ebdurrezaq, bo çûye Petersburgê bi cih nehat û berpirsên rusî berê wî dan deverên Tebrîzê û ji bo belavkirina propagandaya rusî di navbera kurd û ermenan de kar bike. Anku Ebdurrezaq bi encamdana propagandaya sîyasî ya kurdî çûbû Petersburgê. Belê bi karekî propaganda zîvirî deverên Kurdistana Îranê. Ebdurrezaq li dor vê yekê dîyar dike ku hukûmeta rusî pêşnîyar kir ku ez li şên û başurê Urmîyê bimînim û kurdan qaîl bikem li digel Rusya bimînin.[91]

Ev yek li ser hatî di nameyên di nêvbera Kalim û berpirsên rusî li Qafqazê dîyar û eşkera dibe. Kalim ji van nameyan di yekê de dibêje, “Destnîşankirina Ebdurrezaq Bedirxanî li devereke Îranê wek karmendekî îdarî dê nerazîbûna Tirkîya bêt û ev yek dê bête egerê têkçûna pêwendîyên me digel dewleta Osmanî.[92] Ebdurrezaq bi xwe vê yekê dîyar dike demê ez ji Petersburgê zîvirîm biryar ji alîyê Rusya ve hate dayîn ku ez ê ji sînorê Tirkîya dûr bim. Ew jî ji ber propagendaya Almanya û Tirkîya di dijî Rusyayê de.[93]

Her çend Ebdurrezaq Bedirxanî ti mifayên sîyasî ji serdana xwe bo Petersburgê newergirtin, belê, di warê çandî de Ebdurrezaq Bedirxanî çendîn zanayên rusî dîtin. Nexasme zanayên ku girîngî diden ziman û edeba kurdî, mîna vê yekê ji Urbîllî û çendên din.[94]

Lazarêf wusa dîyar dike ku Ebdurrezaq Bedirxan roleke girîng di hazirîya serhildana Bidlîsê de hebû.[95] Û li dor vê rolê dibêje, “Ebdurrezaq Bedirxan û Yusif Kamil Bedirxan berê sê sal ji destpêkirina serhildana Bidlîsê hazirî bo dikir.”[96]

Dewleta Rusî careke dî têkilîyên xwe digel Ebdulrrezaq Bedirxan mukum kirin. Nemaze demê Şerê Cîhanê yê Yekemîn (1914-1918) dest pêkir vê çaxê Ebdurrezaq Bedirxan li bajarê Maku bû û ji bo arîkarîya Rusya di vî şerî de biryar ji alîyê Rusya ve hate dayîn ku pêdivî ye Ebdurrezaq di navbera kurdan de kar bike û kurdan razî bike ku alîkarîya leşkerê Rusya bike û ev yek bi cih hat, demê Ebdurrezaq û bi arîkarîya kurdan devera Abax sitandî û pişt re 300 siwarî ji hoza Heyderanlî ya kurd û hinekên din jî, ji hoza Milan kom kirin û bi rêya van her du hozan gelek ji dever û gundên dewleta Osmanî girtin.[97]

Dîsan hêza leşkerî ya kurd ewa li jêr serokatîya Ebdurrezaq Bedirxan alîkarîya leşkerê Rusya li deverên derdorên bajarên Wan û Tebrîz û Urmîyê kiribû.[98] Dîsan Ebdurrezaq Bedirxan çendîn danezan û beyannameyan di navbera kurdan de belav kirin ji bo razikirina wan ku alîkarîya leşkerê Osmanî li dijî Rusya şer neken û di van danezanan da hatîye gotin ku: “Merema me ji pêwendîyan digel Rusya ew e ku, berê çekên xwe bidine enîya leşkerê Osmanî.” Dîsan vê danezanê daxwaz ji kurdan kirîye ku alîkarîya Almanya neken. Çunke alîkarîya almanan derketina ji ayînê îslam e.[99]

Li sala 1915 leşkerê Rusya li enîya rojava bakura Îranê tuşê hinek şikestinan bû û hinek ji berpirsên Rusî egerên vê yekê jî zîvirandine bo alîkarîya Ebdurrezaq û kurdan bo Osmanîyan.[100] Ji ber vê yekê hinek berbirsên rusî daxwaz dikirin ku Ebdurrezaq Bedirxan ji çeperên şer dûr biken. Belê serkirdeyên leşkerê Rusya careke dî ev projekte gêro kir û pişt re hizr bo wî çendî hate kirin ku careke dî Ebdurrezaq bo Kurdistanê bihête rewankirin ji bo çêkirina pêwendîyan digel kurdan. Ji ber vê yekê jî demê leşkerê Rusya ber bi bajarên Erzirom û Bidlîsê li sala 1915 hatin careke dî Ebdurrezaq arîkarîya kurdan bo leşkerê Rusya dîyar kiri.[101]

 (Veguhestina ji tîpên erebî: Mamoste Fehmî)

*Dr. Selah Mihemed Selîm, Ebdurrezaq Bedirxan (1864 – 1918) Jîyan, Têkilîyên Sîyasî, Xebata Çandî, Weşanxaneya Bengê Jîn, 2005 Silêmanî, r. 10–50

**Kolêja Perwerda Binyat, Zankoya Duhokê

[1] Necîb Paşa yan Mihemed Necîb Paşa, di maweya çar salan de li Civata Dîwana Jimêryarî ya Osmanî (Meclîs Dîwan-ul Muhasebet-ul Osmanî) kar kirîye. Piştî mirina babê wî Mîr Bedirxan nasnavê paşa ji alîyê sultan Ebdulhemîd pêpexşî. Li serdemê jîyana xwe bûye serokê van herêman: Aydın, Ayçen û Humus. Li sala 1900 li bajarê Trablusa rojava çûye ber dilovanîya Xwedê. Bo pêtir binêre li Baba Merdux Ruhanî (şiwa), Tarîxê Meşahirê Kord, Berg: 3, 1381 Tehran r. 526 /  M. Malmîsanij, Cizîra Botanlı Bedirhaniler, Waşenxaneya Avesta, 2000 Îstanbul, r. 210

[2] Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 143-144 / Rohat Alakom, Eski İstanbul Kürtleri (1453–1925), 1998 Îstanbul, r. 50 / Ebdulfettah Elî Yehya, “Ebdurrezaq Bedirxan el–Botanî Neşatatûn Sexafîyî we Sîyasîyî”, kovara Karwan, Hj. 65, 1988 Erbîl, r. 127

[3] Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 143-144

[4] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 88

[5] Berhema navborî, r. 89

[6] Berhema navborî, r. 89

[7] Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923) Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r.118,

[8] Dibêjin ku berîya vê wextê hevbendî di navbera Ebdurrezaq û Ridwan Paşa de ne xweş bûn. Çunke Ridwan Paşa projeyekê pêşkêşî sultan kiribû da ku bac bihête zêdekirin. Belê Ebdurrezaq dijî vî çendî rawestîyabû û sultan razî kiribû ku bac nehête zêdekirin… Bo agahîyên berfireh binihêrin li Malmîsanij, Cizîra Botanlı Bedirhaniler, Waşenxaneya Avesta, 2000 Îstanbul, r. 96 / Her wiha, O. Hesen, Ji devê kalekî 95 salî yê ji malbata Bedirxanîyan, Rojnameya Azadîya Welat, hehmar: 7, 27.07.1996 Îstanbul

[9] Rohat Alakom, Eski İstanbul Kürtleri (1453–1925), 1998 Îstanbul, r. 51 / Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 89

[10] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 103–110

[11] Bo agahîyên pirtir binêre li Dr. Selah Salim Hirorî, Dr. S. S. Hirorî, Ebdurrezaq Bedirxan (1864-1918) Jîyan, Têkilîyên Sîyasî, Xebata Çandî, 2005 Silêmanî. Simkoyê Şikakî û konsolê rusî li bajarê Xoy, Çarkov ji bo belavkirina rewşenbirîya kurdî di navbera kurdan de alîkarîya Ebdurrezaq Bedirxanî kirîye.

[12] Zinar Silopî, Fî Sebil Kurdistan, Wergerandin: R. Elî, 1987 Beyrûd, r. 102 / Rohat Alakom, Eski İstanbul Kürtleri (1453–1925), 1998 Îstanbul, r. 50

[13]Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 102

 [14] Ebdurrezaq Bedirxan sebaret çûna xwe bo Rusya wisa dîyar dike: “Ku ji ber serderîya Osmanîyan hemberî kurdan û malbata min, min dewleta Osmanî bi cih hêla. Bo agahîyên berfireh binihêrin li Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 88

[15] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 100 – 101

[16] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 102

[17] Berhema navborî, r. 102

[18] Îsmaîl kurê Mihemed Axayê kurê Elî Axa ye, li sala 1875 ji dayik bûye, kesayetîyek kurdê bi nav û deng e, di navbera salên 1919–1930 ji bo merema peydakirina devereke yekgirtî ya kurdî li Kurdistana Îranê. Çendî bizav dijî desthilatdarîya Îranê encam dan li sala 1930 û bi buwiseka leşkerê Îranê hate şehidkirin. Sebaret rola Simkoyê Şikakî di bizava neteweyî ya kurdî de binêre li Martin Van Bruinessen, Sûret Simko w Dur’l Eşaîr’l Kurdîyetel Îranîye, Wergerandin: Seîd Yehya, kovara Karwan, Hj. 64, 1988 Erbîl, r. 144-148

[19] Ebdulselam kurê Şêx Mihemed li sala 1903 bûye, serkêşê malbata Barzanî ye. Xwedan programekî sîyasî û civakî bû. Di navbera salên 1909–1914 hemberî Osmanîyan rawestîyaye û serketîyên mezin li leşkerê Osmanîyan tomar kirîye. Sebaret rola Ebdulselam Barzanî di bizava neteweyî ya kurdî de binêre li Dr. Osman Elî, Deraset fil Hareketûl Kurdîye 1833–1946, 2003 Erbîl, r. 634–646,

[20] Şerîf Paşa kurê Seîd Paşayê Xendan e, ji malbateka kurdî yê bi nav û deng e, di navbera salên 1898–1908 balyozê dewleta Osmanî li Swêdê bû, roleke berçav di damezrandina Komela Teawûn û Teraqî ya kurdî 1908 de hebû. Nunerê kurdan bû li kongreya aştîyê li Parîsê 1919 bû. Sebaret Şerîf Paşa di bizava wî ya sîyasî binêre li Salih Mihemed Hesen Badî, Şerîf Paşa, Heyate w Durel Sîyasî 1865–1951, 2004 Duhok

[21] Ji malbata Nehrî ya bi nav û deng, nevîyê Şêx Ebdullah Nehrî ye. Dîsan pêwendîyên xêzanê digel malbata Simkoyê Şikakî hebûn, bo pirtir agahîyan binêre li Elî Teter, Bizava Sîyasî li Kurdistanê 1908–1927, 2004 Duhok, r. 103

[22] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 102 / Kemal Elî, Kurtîyek li Xebatê Ebdurrezaq Bedirxan, Kovara Çiwar Çira, Hj. 2, sal1, Siwêd, r. 49

[23] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 102

[24] Berhema navborî, r. 109

[25] Davîd McDowall, A Modern History of The Kurds, 2000 London r. 99

[26] Dr. Osman Elî, Deraset fil Hareketûl Kurdîye 1833–1946, 2003 Erbîl, r. 241

[27] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 104

[28] Berhema navborî, r. 102

[29] Dr. Osman Elî, Deraset fil Hareketûl Kurdîye 1833–1946, 2003 Erbîl, r. 241

[30] Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 108 -109

[31] Dr. Osman Elî, Deraset fil Hareketûl Kurdîye 1833–1946, 2003 Erbîl, r. 254

 [32] Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 241

[33]Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 236–241 / Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 107

[34] Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 236

[35] Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r.  236–237

[36] Kemal Mezher Ehmed, Kurdistan fi Senevat’il Harb el–Alemîyet’ilula, Wergerandin: Mihemed Mela Ebdulkerîm, 1984 Bexdad  r. 56 / Dr. Osman Elî, Deraset fil Hareketûl Kurdîye 1833–1946, 2003 Erbîl, r. 255 – 257

[37]  Sebaret vî çendî binêre li Hirorî, Dr. S. S. Hirorî, Ebdurrezaq Bedirxan (1864-1918) Jîyan, Têkilîyên Sîyasî, Xebata Çandî, 2005 Silêmanî, r. 62 – 63

[38] Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 339

[39] Îsmaîl Heqî Şawes, “Peyawemezinekanî Gelê Kurd: Mîr Ebdurrezaq Bedirxan”, Kovara Rojî Kurd, Hj. 7, Sal: 11, Teşrînê yekem 1960, r. 51

[40] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 103 – 113, 110 – 114

[41] Berhema navborî, r. 103–113, 110–114

[42] Berhema navborî, r. 110 – 111

[43]Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 464–466

[44] Berhema navborî, r. 464–446

[45] Research Department, foreign Office, (The Kurdish Problem) FO 371/40219, 1944 Persia

[46] Numûneyên van sîyasetvanên kurd yên ku pêwendî ligel Rusya peyda kirin, Yezdan Şêr, Ubeydulla Nehrî û Şêx Ebdulselam Barzanî bûn.

[47] Sebaret pêwendîyên Rusya digel kurdan binêre li Kemal Mezher Ehmed Kurdistan fi Senevat’il Harb el–Alemîyet’ilula, Wergerandin: Mihemed Mela Ebdulkerîm, 1984 Bexdad  r. 25–27

[48] Kemal Mezher Ehmed, Kurdistan fi Senevat’il Harb el–Alemîyet’ilula, Wergerandin: Mihemed Mela Ebdulkerîm, 1984 Bexdad  r. 25–27 / Kemal Elî, Kurtîyek li Xebatê Ebdurrezaq Bedirxan, Kovarê Çiwar Çira, hj. 2, sal:1, Swêd r. 50

[49] Edward W. Ç. Noel, Yaddaştekanê Mîcer Noêl Li Kurdistan, Wergêrandin: H. E. Caf û O. Nêrgescarî, 1984 Bexdad, r. 194

[50] Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 137 – 138

[51] Kemal Mezher Ehmed, Kurdistan fi Senevat’il Harb el–Alemîyet’ilula, Wergerandin: Mihemed Mela Ebdulkerîm, 1984 Bexdad  r. 94

[52] Kemal Elî Kurtîyek li Xebatê Ebdurrezaq Bedirxan, Kovarê Çiwarçira, hj. 2, sal:1, Swêd r. 50 / Ebdulfetah Elî Yehya, “Ebdurrezaq Bedirxan el–Botanî Neşatatûn Sexafîyî we Sîyasîyî”, kovara Karwan, Hj. 65, 1988 Erbîl, r. 140

[53] Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 142–144

[54] Berhema navborî, r. 88

[55] Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 89

[56] Berhema navborî, r. 104

[57] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 89

[58] Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 118

[59] Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 146

[60]  Kurd Teavun ve Teraqî Gazetesi, Hj. 16, 12 Kanûnê Pêşî 1908, r. 19 / Nazmi Sevgen, Doğu ve Güneydoğuda Türk Beylikleri Osmanlı Belgeleri ile Kürt Türkleri Tarihi, 1982 Ankara  r. 130,

[61] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 100

[62] Berhema navborî, r. 149

[63] Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 151

[64] Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 235 / Celîlê Celîl, Ezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 150 – 151

[65] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 101

[66] Berhema navborî, r. 101 – 102

 [67] Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 151

[68] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 101–102  /  Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. .236 / Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 153

[69] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 101

 [70] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 102–103 / Lazarêf, pirtuka navbihurî s.238

[71] Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 238

[72] Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 151

[73] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 104; Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 239 / Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 155

[74] Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 241

[75] Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 152

[76] Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 157 – 159

[77]Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 160

[78] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 109

[79] Dr. S. S. Hirorî, Ebdurrezaq Bedirxan (1864-1918) Jîyan, Têkilîyên Sîyasî, Xebata Çandî, 2005 Silêmanî, r. 51–60

[80] Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 164 – 165

[81] Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 241

[82] Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 236

[83] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 107 / Lazarêf El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 241

[84]Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 241

[85]Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 241

[86] Kemal Mezher Ehmed, Kurdistan fi Senevat’il Harb el–Alemîyet’ilula, Wergerandin: Mihemed Mela Ebdulkerîm, 1984 Bexdad  r. 56

[87] Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 237 – 238 ; Dr.Osman Elî, Pirtuka navbihurî, s.255 – 257 / Kemal Elî, Kurtîyek li Xebatê Ebdurrezaq Bedirxan, Kovarê Çiwar Çira, hj. 2, sal:1, Swêd r. 47 – 48

[88] Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 241

[89]Berhema navborî, r. 241 / Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 160

[90] Berhema navborî, r. 241 / Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 160

[91] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 108

[92] Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 241 / Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 160

[93] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 112

[94] Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 241 / Celîlê Celîl, Nezhetu’l–Ekrad El–Sakafiyye We’l–Qawmîyye Fî Nîhayetî’l–Qarni’t–Tasî Aşer we Bidayetî’l Qarnil–Işrîn, Wergerandina ji rusî: Bavê Nazê û Dr. Welato, 1986 Beyrûd, r. 160

[95] Celîlê Celîl, Întifadat-ûl Kurdî Fil–Bidlîs, Wergerandin: Ebdurrehim Ebdulkerîm, kovara Metîn, Hj. 53-54, 1996 Duhok

[96]Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 241

[97] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 103 – 113, 110 – 114

[98] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 103 – 113, 110 – 114

[99] Celîlê Celîl, Safahat Mîn Nidalî Ebdurrezaq Bedirxan, Wergerandin: Dîyar Doskî, Hj. 2, a’.90, 1999 Duhok, r. 110 – 111

[100]Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 464 – 466

[101] Research Department, Foreign Office, The Kurdish Problem, FO 371/40219, Persia,1944 / Lazarêf, El–Mes’eleti’l Kurdîye (1917–1923), Wergerandin: Dr. Ebdî Hacî, 1991 Beyrûd, r. 464 – 466