“Şikestî”[1] ye, birîndar e, lê dijê ye, nemirî ye, serî danenîye, berxwadan e, ew jîyan e. Çi şikest, çima, çitol û çiçaẋ şikest? Kê şikand? Dawî çer ê çêr bibe? Ew pirsek veşartî û meseleyek giran e, bê bersiv mane, heq pêwîste, bi xunna mêran e. Ew bedel têye dayîn, lazime, mecbûre ku bi serkeve. Zayîn bi xun e, ne hêsan e, bê qîret nabe, “barî ketîya xwadî radikin”. Emê barê xwa hildin. Barê me, war û mîratêya me ye, şeref û namûsa me ye. Bi hevra her tişt xaş û baş dibe. Şîkestîye, bi hêvî ye, dȧwe dîdomîye, ew heqekî meruvatîyê ye. Dîk li ser pîna xwa bang dide, bangîn bi rengîn e, bi govend û dîlan e.

Receb Dildar[2], nûserekî kurd e, xurt e, him bi curên wejeyê hîm jî bi gotîn û xemla zimanê kurdî gelek pêşketî ye. Gelek kesan lî ser berhemên nûser şîrove kirine. Receb Dildar, tehrekî nivisandinê ceribandîye û di vî beşî da bi pêş ketîye. Hevokên nûser, zêdetir ê kinnin, gotin zelal e,peyv taybetîn û di nav van da yên nû-çêkirî yên zaravan jî hene. Ziman û peyv dîbe pira û me li nav zaravayên kurdî digerîne, hişyar dike, dixemlîne. Hemîlandin ne bes bi rêzkirina peyvan e, li vanra wate û lîhevkirin jî pêwîste. Bi zanistek xurt, hewla kesan û bûyeran şîrove dike. Nûser dev li xevn û heyalan berda ye bi şopa rastîye ketîye. Ew, bûyer û mijarên ku xande lê sûd bîgre digere, kom û şîrove dike.

Di “Şikestî” da, bûyer parçe dibin, parên bûyeran tevlîhev dibin, bona ku baş û rast were fȧm kirin, bûyer ku wek zincîrê, wek morik-mircanan werin rêz kirin; pêwîste ku xande hişyar be, hetta di dest da qelem hebe ku, xalan li hev veqetîne. Ser vê tesbîtê, ez li nûser pirsîyam, got ku; “ew tarzeke, tehrekê vegotînê ye, meruv dikare di demekê da çend tiştên cuda bîr bîne”. Ew raste, lê dî nivîsê da lazime ku şanikêk were danîn ku nûser bi firka bûyeran bigêh. Raste dest heye, lê tulî jî hene.

Nûser, di romana “Şikestî” da; sernavê “Deftera bixûn” da, lehengên her beşê bi darekê nîşan daye. Taybetmendîya dare û leheng çiqas hevûdin digre û temam dike, lazime ku were beyan kirin(Deftera Bixwîn–1, Sara-Dara Hinarê; Deftera Bixwîn–2, Mîrzayê Kalo-Dara Bîşengê; Deftera Bixwîn–3, Yaqûb–Dara Qizwanê; Deftera Bixwîn–4, Ekrem-Dara Sincê; Deftera Bixwîn–5, Evdila-Dara Berrûyê; : Deftera Bixwîn–6, Emîn-Dara Çinarê; Deftera Bixwîn–7, Emê Gozê-Hesindar).

Romana Receb Dildar; berhemek rojane ye, mîjara di hemû Tûrkîyê tê nîqaş kirin; bi teswîran, bi bîranînan, bi kilam û sitranan, bi gotinên şahîdan, xande dibe sed salî berî îro. Ew zordestî û zorkarîya hîn jî didome, agir serkî nivda bî xalîyê ketîye. Di xalîyê da tim bîzotên agir hene. Hetta di mîtolojîyê da ew yêk tê gotin. Lehengê mijarê têyrê anka ye, bi pîr navan tê behs kirin (fenîx, sîmurg, teyrê dewletê). Çîyayê Kurdan helûna Teyrê Simîr e. Heger ku si mîr bi yekbin, ėrd û ėzman dîbe yêk, dudilî, duserî, dubendî li holê radibe, ėdelet peyda dibe, gel dibe xwadîyê jîyanek aram û bi rûmet. Em gudar û hêvîdarê ew rojê ne. Kurd dîbêjin, “di rojek Xadê da, ro ê bo me jî hilê”. Him jî werge, bê xebat nabe. De werin hevalno, dîlan e, dîlana xortan û miraza ne.

Zincîr û çerxênek/gerîne ya bûyeran[3] weha ye: Reng reş e, tarî ye, bi xün e, serhev şîn e; peya dimirê, leheng dimire, êxbar e, hiyanet e, bira li mirina bira temaşe dike, dê-bav ewlad terikandine, direve, di bin îşkencan da can dide, hepse, zîndan e, agirê dar û berane, agirê malan ü dîlan e, birçî bûne, xizanî û belengazîye, bêderfetîya gazincan e, şêlandin e, revandina keç-bûk û jinan e, cîran dest dîde ser mala cîrana ne, meydana kesên nebaşe, xerace, lêdan e, li gund û bajaran koçberî ye, reva binxetê ye, bi hevra fetisandina kesekî ye, sîxurî, êxbarî kare mecbûrî ye, çav berdana namûsa der û cîranan e.

Gelê ku bi aşitî bihevra dijîya, naha bi uskura hev ketîye. Ya rast ku dewlet û bisulman bî ḣelandin û şêlandina raxaya nebisûlmanan ketîne. Bi gefa, lêdan û êxbarîyê, dest didine ser mal û warên kesên nebisulman. Dîn-wîcdan gorî berjewendîyê rêgezan rewa dikê. Bi navê tiştên pîroz, zordestî, şêlandin, kuştinê ra derfet, keys û fetwa derdikevê, ferman hazir dibê, gundên ne bisulmanan parva dibê. Ẋesp niva dibê karek, pîşeyek, qezencek. Kesî ne bisilman bi sucekî tewanbar û li qerequlê gilî bîke, bona zexma li ser, ew kesa bona ku canê xwa bifiltîne heman koçber dibe. De were talan e, kesên talankar ma çitul bisûlman e?

Van bûyeran ne çîrok û mesel in, ewna rastîya jîyana kurdistanê ne, di Tanzîmata Osmanîyan–1839 virda berdewam e, hîn jî didome. Romana “Şikestî”; arşîwe, ansîklopedî ye, ruzname û tezkîre ye, bîranîn û rastîye, zargotinek dîrokî ye, hîkyata kesên mazlum û meẋdûr e, dîroka hindîka ne, ew roman mazbete ya dîwan û qerequla ne.

Bi navê dîn pergal dizivirê, le kuder van bûyeran di dîn û îmanê da hene? Dewletê hevkarên xwa pêş girtine, hêz û ruhsat daye wan û berdanê meydane, kê ku kî xist? Dawîyê da wîner, sucdar dibe, wî kes kuştine, talan rakirine, dest daye ser mal-can-warê cîranên xwa. De şêrîkno werin îfade, kujer û kuştî dibin hemberê yêk miėmelê, bimre sucdar e, bimîne sucdar e. Alîyan hîn jî ew rastîya dewletê fȧm nekirine, bi karê rojane dixapine. Eceb, av ê çitol û çi vexte ê herre kerrikê guhê van ku hîşyar bibin?

Di romana “Şikestî” da hemû rengên wejekî xuya dibin, bûyer û dîrok bi avakî civakî hatîye şîrove kirin. Gund-bajar qiyas dibe, rewş û xetereyên herdu alîyan rûbar dibin, kar xebat, qezenc, derfet û xetere têne ber çavan. Aẋatî, ėşîretî bi her babetî xuya dibe, lî hev kirin û lî hev ketina ėşîr û dewlete, kar û lîstikên van bi mînekan rast digerin.

Romana “Şikestî”da du kes diaxifin: Kesên Suryan-Asurî û Mesîhî ne. Mîrza yê Brahîm û kurrê wî Îsaye Mîrza. Mîrza, serborîya xwa û şadîya xwa lî defterekê dinivise, rûpelan bi xûnna xwa mohr dike. Kurrê Mîrza heval bendê bavê ye, bav dimire defter dimîne. Bûyerên ku li defterê qeyd bûne “bi nave deftera bîxûn” hatîye îşret kirin, ewna ḣeft ḣebin. Beşên dîn yên ku Îsa gotîn e.

“Şikestî”, sohbetek dîrokî, civakî ye; behsa rojên borî û pêşerojê dike. Heger ku meruv li ser nebaşî û nepenîyan bigere û lî van bireve, lazime ku meruv demên borî baş tehlîl bike, “Şikestî” vê derfetê peyda dike. Korbûn û hiyanetê, bê îttîfaqîyê şanî me dide. Nezanî di serda, sîxurî tim di berda. Lê bi gîyêva jî berxadan tim heye û didome.

Dî xalîyê da bîzot her dem heye. Ew meşala azadîyê ye. Bona nebaşî û serneketinan pêwîste ku ronakbîr, zanyar, ȧrif lî xwa mikur werin, yêk derzîyan di ziman û dilê xwa kutin. Ku nezan hene, sebeb û setem kesên zane ne. We çima bi me fȧm kirin neda? Ew reveke, lê dîsa jî gotinek heq e.Kesên ku derketî mezatan pêwîste ku deşîfre bibin. Di vî derbendê çetîn da, “kalça şîl û zuha, bira nebe yêk” û bira belli bibe. Dî vê nuqtê da romana “Şikestî” dibe alîkarê me.

Di romana “Şikestî” da, di nav rûpela “pêş û paş” da, li rêzê eme qala bûyeran, lîstikan, xayîn û lehengan bikin. Bona ku hunera nûser pêşkeve emê lî gotinên wî gudarîyê bikin. Ya rast ku nûser biaxife ê baştir bibe.

Dî ėslê xwada ew mîjara berhemê û herem, hûrgilî nehatîye naskirin û lêkolîn. Ez bawerim “Şikestî”, ê qapîkî li va ḣerema beyar veke û gelek xebat ê derkevîn û bi serkevin, eleqeder ê lê sûd bigrin.

Receb Dîldar, bi vê romana “Şikestî”, me lî ser dîroka nûjen hîşyar dike, çevtîyan şanî me dide, derîkî vekolînê vedîke. Romanek bi serketî ye, destê nûser saẋ be, berhem pîroz be.

* * *

Dîroka me Kurdan, neyaran buna/gorî berjewendîyên xwa nivisîne. Di belgeyên Osmanîyan da dixuye ku kumandaran jî di demê da rastî nenivisîne, raporên ku hatî Dersaadetê hevûdin negirtine. Di hereketên eskerî da pêkçûn û hêjmarên kuştîyên xwa û dawîya hereketê rast beyan nekirine, lewra ku ew dibe sernekeftina wezîfedar. Hinek bûyeran di wesîqeyên resmî da cih negirtine. Lê hinek bûyerên dijberan yên weha balkêş û qehremanî, mêrxasî di devê dengbêjan da bûnê kilam û di nav gel da belav bûne.

Gelek lêgeran ew rastîya tesbît kirine, weşandine. Yêk ji van birêz Seîd Veroj e. Ew zat di arşîwên Osmanî da û bûyerên ku li Kurdistanê qewimîne, an jî mêrxas û ronakbîrê Kurdane ewna veşartine, nizm kirine. S. Veroj arşîv û çavikan vedikole û mijarên balkêş û rastîya wan berçav dike. Seîd Veroj gelek berhem weşandine, gerînendeyê Kovara Bîrê ye, di vir da ji bona ku rastî derkeve holê dibe alîkar. Xebatek me li ser berhemên Seîd Veroj didome. Qismet be ew xebat ê nêzda biqede.

Ez di virda razîme ku dawetekê li vê lekolîner û nûserên hêja bikim: Lazime ku merûv bisaxî qedr û qîmeta hev zanibe, hevûdin bidî nasîn, ku însan pê hêzekê bigre, bi ber be, wek berê aşan, bira her û her bihêre. Ji we hemûyan ra silav û rêz. 20.12.2021

[1] Receb Dildar: ŞIKƎSTÎ Roman, Wêneyê Bergê: Zuhair Hassib, Weşanên Dara, Îlon 2021, Çapxane: Ceylan Mat, İstanbul, (235 r,13,5×21 cm)

[2] Receb Dildar:(Dîyarbekir–1958.Şeş salan mamostetî kir. Bi tewanbarîya fikrî da çar salan di zindana Dîyarbekir de ma. Zewicîye, bavê çar zarokan e).

Berhem: Helbest: Kewê Canê, 2003;Çîrok: Şikefta Xwekuştinê(2008 Avesta,  2020 Dara), Li Dû Xezalekê(2012, War); Kitana Spî(2015, Nûbihar); Dojeh (2019, Dara);Werger: Dewran(-Seyit Alp, 2005, Doz); Madonnaya bi Mantoyê Kurk (-Sabahattin Ali, 2019, Dara);Roman: Leqat(2018,2020, Dara).  (2021,Dara)

Der heqî berhemên Receb Dildar da gelek danasîn û yêk kitap hatine weşandin (Dr.Ömer Uluçay: Neqş û Nîqaş (Leqat: Civak-Dîrok-Folklor), Zîlan Akademî Yay. Istanbul, 2021).

[3] “Şikestî”: Naverok

  1. -Yek: Hesreteke Bêtore Di Nav Dilê Min De Pêl Dide-16
  2. -Du: Deftera Bixwîn–1, Sara-Dara Hinarê-16
  3. -Sê: Şîrê Jina Bêjingfiroş Ez Li Jîyanê Hîştim-29
  4. -Çar: Qubîn; Jiyana Nav Qefesê–38
  5. -Pênc: Deftera Bixwîn–2,Mîrzayê Kalo-Dara Bîşengê-52
  6. -Şeş: Em Kaya Li Ber Bayê Bûn-60
  7. -Heft: Nenûk Nemabû Em Pê Xwe Bixurînin-72
  8. -Heşt: Deftera Bixwîn-3,Yaqûb–Dara Qizwanê-83
  9. -Neh: Em Şikestî Bûn Lê Êzîdî Şikestîyên Piştşikestî Bûn-92
  10. -Deh: Min Berê Xwe Da Dîyarbekir-107
  11. -Yanzdeh: Deftera Bixwîn-4,Ekrem-Dara Sincê-121
  12. -Donzdeh: Qada Şîrketên Bîyanî: Êlih-134
  13. -Sêzdeh: Eskerî-143
  14. -Çardeh: Deftera Bixwîn-5,Evdila-Dara Berrûyê-150
  15. -Panzdeh: Garaja Rojhilat A Mêrdîn–161
  16. -Şanzdeh: Hostayê Motorên Avê-172
  17. -Huvdeh: Deftera Bixwîn-6, Emîn-Dara Çinarê-185
  18. -Hîjdeh: Her Diçû Em Kêm Êş Zêde Dibûn-195
  19. -Nozdeh: Dunya Li Serê Me Bûbû Tara Bêjingê-205
  20. -Bîst: Deftera Bixwîn-7,Emê Gozê-Hesindar-216
  21. -Bîst û Yêk: Bi Xatirê Te Welatê Sêwî-227-235