Fransiyan girîngî nedane herêmên kurdan, bi qasî ku Îngilizan girîngî daye wan herêman.

Eger em binêrin li naveroka pirtûk û gotarên ku di sedê hijdehan û nozdehan de hatine çapkirin, dê ev tişt xweş bête dîtin.

Bi hawê yek ji girîngtirîn pirtûkan ku pirtûka Musayilyan e, di çapa wê ya sala 1963 de, di van herdu sedsalan de 53 pirtûk û gotar bi îngilizî û 37 bi almenî û 25 bi frensî[1] hatine weşandin.

Evan pirtûkan pirr yan hindik ji herêmên kurdan û ji rûniştvanên wan bas dikin. (……..)[2]

Bê gûman weşanên Îngiliz çend carê li weşanên fransîyan yên derbarê kurdan de ne. Herweha gerê wan bi jimarên xwe li herêma Kurdistanê çend qatê jimarên gerên fransiyan e.

Ev girîngdêrana îngiliza ya pirtirê ji girîngdêrana fransîya, di sedsala me ya niha de jî em dibînin.

Vekolînên lêkolînerên Îngilistanî  bi awayek taybet, pirr dibûrin ji vekolînên hevkarê xwe yên fransî derbarê Kurdistanê de bi gelemperî. Evaya dîsa raste di derbarê Kurdistana Iraqê de û pirsgirêka Mosilê, ya ku ji Şerê Yekemîn ê Cîhanê ve digre nav xwe ji hin hêlan ve.

Nivîsên fransîyan bi taybetî liser kurdan nebûne. Piranîya wan derbarê gerên ku nivîsarê wan di Kurdistanê de bihûrîne, di rêya wan bajarên Osmanîyan û Qafqasî û bajarên faris û Hindîstanê.

Em di nav wan de nabînin, yekê ku armanca wî ya yekem serdana Kurdistanê be, bes di dehê paşîn ê sedsala nozdehan de.

Bo vê yekê lêkolînên liser Kurdistanê li pirtûkên fransîyan de bidirêjî nîn in, hindek ne têda. Lê girîngîya wan heye û mezin e, heta di hin mijaran de esasî ye, resen ne. Bitaybetî dema em baş binêrin li nivîsên derbarê herêmê û rûniştvanên wê di wê demê de. Semedê wê yekê jî herêma kurdan hîsabê duyemîn de bû bo Dewleta Fransayê. Û liser wê gelek çîrok û serpêhatî yên ku meriv sor nedikirin li rêwîtîya wêrê, hebûn.

Xuyaye ku Sîwr Sîzar Lambîrt[3] yê herî pêşîn ê frensî ye ku bihûrîye ji Kurdistanê, dema rêwîtîya bajarên faris di salên 1598 û 1599 de, û qal û basa wê kirîye. lêbelê Cambatîst Tafarnîyr yê ku gighiştîye wêrê piştî Lambîrt bigelek salan, derbarê wêrê de gelek tişt nivîsîye û qal û basa gelek Hêlên bajarên ku têre bûhurîye kiriye.

Lêkolîner Muhsîn Ahmed Omer, di nameya xwe ya zankoyî de, ku hinartyiye zankoya Sorbon derbarê gerîdeyên Fransî yên ku ser dane Kurdistanê di sedsala hevdeh û hujdeh û nozdeh de kirine, dibêje jimara wan digehîje sî û du gerîdeyan, lê jimara rastîn ji vaya pir bêtire.[4]

Van geran semedê wan di pileya pêşîn de, sîyasî û aborî bûn. Gerên zanistî bê arîkirina malî, sîyasî ji hêla dewletê ve bicî nedihatin. Mezaxtinên rêwîtîyê bidestxistina wan zor bû. digel ku gerîdeyên Fresnsî ji sinifên rehet bûn. Bitaybet ên zanistî û ekserî û bazirgan –lê gerên wan bi arîkarîya madî û sîyasî, ji hêla wezaretên fermî ve tekûz dibûn. Tiştên ku wê bi weşandana, di bin venêrîna hikumetê de derbas dibûn. Bi derbirîneka din pêwist bû bi hawayê wê bibana.[5]

Herêmên kurdan, ji metirsîyan vala nebûn, wek herêmên Rojhelat yên din. Arîkarîya fermî ya dewletê wek kefalet bû bo gerîdeyan, û asteng bû bi nîsbet serokan di herêmên dûrê ji navend û paytextan ve, yên ku gerîde têre dibûhurîn, barê wan tiştên giranbûha û çekên nadir bûn. Hin serpêhatî hatin serê hinekan, di demek dirêj de bi nav û deng man.[6]

Rêya bejayî ya sereke ku bi nêzê rêya wê nas dikir û têde dimeşiyan Rêya Hevrîşim bû, yak u biz êzê du hezar salan binavûdengtir ê, rêya ku Awrupa û Rojhelatê bi hev ve girê dida bû.

Ev rê di deryayê de ji herdu bajarê Finîkya û Cenowa dest pê dibû di Îtalyayê de, di Behra Sor de didomand, bo ku bigîje Kendava Erebî-Farisî û paşê bigîje Hindû Çînê. Rêya Hevrîşim a bejayî ji bajarê Atîna Yunanî dest pê dikir, ji alîkî ve, û ji Îskenderya Mirsê jî ji alîyekî din ve. Ev rê piştî bajarê Qonya Osmanî dibû du rê. Yek ji herduwan di bakur re, di Erzrom û Tiblîsê re, û di bakurê Derya Qezwîn re, ya din jî di başûr re di bajarê Dêrezor û Bexda û Tehranê de paşê diçû Hindê û Çînê jî.

Ev rêya di çend sedsalan de kintirîn rê bû bo gehîştina bajarê Hindê, ku yek ji girîngtirîn armancên sîyasî û bazirganî bû jibo Awrupa û nêztirîn rê bû jibo gihîştina bajarê faris jî.

Adetê gerîdeyan bû di vê rê de derketana dervayê Împeratorîya Osmanî. Êdî karibûn di bakur û başûrê Kurdistanê de rêwîtî bikirana, bê ku biketana Kurdistanê. Di bakurê, di Ermenîstan û Ciyorciyayê re, di başûrê Bexda û Besrayê re, çi di bejayê de çi bi veguhastinê deryayî. Gerîde, dikaribûn bigîhijin armancên xwe, bê ku rêya wan bi erdê kurdan bikeve, an bê ku ji wan tiştek bibihîzin. Bo vê yekê, van rêyên han ji Kurdistanê bûbûn yek ji piran a duwemîn, bo gihîştina Îranê û Hind û Çînê, bitaybetî ji Hêlên aborî ve. Lêh inek gerîde hebûn, jiber ku barê wan û armanca wan bi tixub bûn, û dixwestin herêmê nasbikin, dilê wan diçû rêyên kelekî, hinek naskirî bûn, hinek ne naskirî bûn.

Ji vê yekê ciyê rêya Erzrom- DÎyarbekir- Mosil- Bexda ê xuya kir. Ev rê herdu rêyên Hevrîşim digihiştandine hev, bê ku bibe beşek ji wê rê.

Bajarê Kerkûkê bû wek xalek bo rêwîtîyê di vê rê de. Lê gerîdeyê ku ji paytexta Osmanî bihata, û ên biçûna Bexdayê di rêya Mosilê de, an jî bervajîyê viya, dikaribû bi gelek kîlometran di roavayê Kerkûkê de biçûna, bê ku di Kerkûkê de biçe yan tiştek jê binivîse. Ev jî rêya Mosil- Qesrûmeşan- Tikrît- Samerra- Bexda bû. Êdî çûndina Îranê di rêya Xaneqîn  an bilê wê de bû.[7] Bajarê Kerkûkê di nava sedsalên gerê de nebû navend, di zêhna gerîdeyan de. Bi Tevî vê jî gelek ji wan di vê rê de çûn û di Kerkûkê re dibûhurîn û Rêjeya wan ne hindik bû di piranîyê de. Digel rêya Mosil-Bexda, rêyeka din jî hebû. Ev rê para Kerkûkê pirr kiribû, wek rawesgeheke sereke ji rawestgehên rêwîtîyê. Eviya jî di nava Kurdistanê re diçû Silêmanîye- Senendaj – Hemedan û ji wê jî Îsfehan û Tehran.

  Eger rêwî ji Bexdayê an Mosilê bihata yan vegeryaana, ku hinek gerîde hebûn ji rêya navîn dadigeryan, ango di rêya Silêmaniyê de bê ku rêya xwe bi Kerkûkê[8] bixe. Yan jî rêwî ji Mosilê diçû Silêmanyî bê ku here Kerkûkê, ji rêya xwe ya Îranê de, yan ji Îranê vedigerya Silêmanî û ji wê jî rast diçû Mosilê.[9]

Pirê gerîdeyên firans3ı yên ku derbarê Kerkûkê de nivisîne, qala w îtiştê ku Ansîklopedîya Fransî ya Mezin, paşê neqil kirîye, dikin. Wiha dibên: Kerkûk ji girîngtirîn Kurdistana başûr tê hesibandin û gotine: Ew herêmek gelek bihebûne, gelek çavkanîyên avê digîjinê, li w êtê hilberandin; genim, ceh, garis, nok, nîsk, pemû, titûn, tirî, zeytûn û gelek bêjên fêkî û dexlan.[10]

Xuyaye, ê pêşînê fransî ku serdaye Kerkûkê Utîre ê ku çûye wirê di 27 Nîsana 1730 de. Piştî 34 katjimêran ji rêketina ji Mosilê. Gerîdekî rojavayê din berîya wî di wê rê re nebihûrîye. Weke ku di pêşgotina pirtûka xwe de dibêje.[11] Utir derbarê Kerkûkê de dibêje, bajarek di mezinbûna xwe de navîn e, di herêmek deştî de ye, cî cîyan hinek gir bilind dibin. Sûr û keleyek wê ya zexm û xwedî serberjêrî ya tûj tund heye. Di jêrê wê re çemek[12] diherike, navê wê xaset su ango ava şêrîn e. mêjûya kelê diçe sedsalên gelek kevn. Bajar du beş bû, jimarek hindik niştecîyê wê hebûn. Beşa dawî dirêjê herêma deşta dora kelê dibû û navenda bazirganîya bajêr di vê beşê da bû.

Yê pêşîn ê ku reqema rûniştvanan dide me Kelîman e, yê ku serdaye bajar di meha Pûşberê sala 1856 de. Du roj li wêrê dimîne û dibêje jimara wan ji bilê leşkeran, digihîşt 25000[13] merivî. Klîman ê ku ser dabû bajar, piştê vê bi gelek salan, dibêje: niştecîyên bajêr di nava 12.000-13.000[14] meriv de bûn. Lêbelê evan reqaman hindiktirê ji rastiyê ne. Nakokîyek mezin di nav wan de heye û liser yek serdeme kin û yek ji çavkaniyên frensî ku serjimêrên Osmanî digre, dibêje: jimara rûniştvanên bajêr û dora wî di nava sedsala hujdehan de, li dora 89.000 merivî bûne.[15]

Ji bo ku em jimara leşkerê di Kerkûkê de bûn, em hin bikin divê em li pirtûka Fital Koyniye binêrin, ya ku bi herdû bergê xwe, di dehê paşîn ê sedsala nozdehan de derketibû. Dibêje di bin hikmê serwerê leşkerî yê herêma Kerkûkê de, ev hêz hebûne: Tûmen 12 ji leşkerê Osmanî. Alaya 3 û 4 ji yekîneya peyada 46 û tabûra 34 û 36 ji siwarîyan, û tabûra 51 û 101 ji îhtiyata. Lêbelê çavkaniyek ku jimara efradê tûmen û alay û tabûrê j ime re dîyar bike, bidest me neket.

Klîman dibêje: ji çaran sisê yên niştecihên Kerkûkê Kurd bûn.[16] Ew yekane çavkanîye- li gorê zanîna me heta niha- ku basê ji rûniştinvanan dike. Klîman dibêje: jimara xiristîyanan di nava sedsala nozdehan dedused û sêsed meriv bûne, di nava wan de nêzê çil aîle Keldanî û Nastûrî[17] bûne û di wê serdemê de bi nêzê sêsed aîle Yahudî hebûne. Kilîman dibêje: bi nêzê deh kilîse di bajêr de hebûne. Yên sedsalên pêşîn ên Xirîstiyanîyê bûne, wergeryabûn mizgeftan û dibêje di bajêr de sê mizgeft hebûne, di yek ji wan de çar gorên pêxemberên Yahûdî hebûne. Ew jî Danyal, Mîkaîl, Hanatya û Azriye bûne û dibêje rê nayê dayîn ji bo ku Yahûdî l inik van goran nimêj bikin.

Lêbelê Îsraîl-Cûzîf Bencamîn ku gerîdeyek hayûdî ye, ji sala 1846 heta sala 1851 li bajarên rojhelat gerek bicî anîye jibo vekolîna cıvata Yahûdîyan û rewşa wan, dijî nivîsa Klaman nivisîye. Ji hêlek ve dibêje: hinek çavkaniyên kevn dibêjin: pêxember Danyal, li bajarê farisan mirîye û li wê derê binax bûye, tevî ku ji vê gorê vekolînek ji dil kiriye, tu eserek jê nediye, weka ku çi nivîsek lii ser gora wî ya Kerkûkê jî nedîye, ya ku niştecîyan gotine eve gora wî ye. Û bawer dike ku angaşta kerkûkîyan dibe rast be û qabilê piştrastkirinê ye, tevî ku delîlek bidest bê girtinê li ser wê tuneye. Bes çîrokên devkî ji dema kevn de gihiştina niha.[18]

Ji hêlek din de Bencamîn, bi eksa Lîklman dibêje ku: parastin û muhafaza gorên pêxemberên Yahûdî di rewşek tekûz de bûne. Timî pêçandî bûn bi raxistinî û qumaşên xweşik, di lûtika rûmet û xweşikêyê de bûn. Niştevanên wêrê cûdatîya olî di nav wan de nîn bû. diçûn serdana van goran, bi rêz û rûmet li wêrê nimêj dikirin bi awayek taybet, di roja dawîn a her mehê û di dema cejna çinînê de.[19]

Gerîdeyên fransî  bi tekîd dibêjin ku bajarê Kerkûkê di demek dirêj de navenda Paşalixa Şehrezor bûye.[20] Utir ê ku du caran serî dabû bajar di sala 1735 û 1739 de, dibêje ku Kerkûk paytexta Paşalixa Şehrezorê bûye a ku beşek Kurdistanê bûye. Hikumeta Şehrezorê ji 32 (muqataa) herêman pêk dihat.

Tixubên Paşalixa Şehrezor ev bûn: Azerbaycan, bajarên Baban[21], bajarên Bexdad, Mosil, Amedîyê û Hekarî. Û dibêje paşayê Kerkûkê ji bo rûniştina xwe li Kerkûkê cîyek amade kiribû.[22]

Ulfiye yê ku serî dabû Kerkûkê di deHê paşîn ê sedsala hujdehan de, dibêje ev bajar bi parastinek zexim dihat parastin.[23] Û dibêje Paşayê Bexdayê serwerê Kerkûkê tayîn dikir. Pêşde di demek dirêj de tabiê Paşalixa Şehrezor bû. Ji ber vê yekê baladestîya herdu paşayan jî hebû bo tayînkirina serwerî di yek demek de. L3ebeLê ev tiştê dawîn, rabû û tayîna vî serwerî bû aîdê paşayê Bexdayê bitenê.[24]

Dûbriye dibêje ev bajar, paşê dikeve binê fermana walîyê Bexdayê li dora nÎvê sedsala hujdehan. Piştî gef û tehdîdên walîyê bexdayê.[25] Di dema derbasbûna wî ya di Bexdayê re, sala 1808 bes walîyê BexdaYê tayîna serwerê Kerkûkê dikir, ev bajar di çarçova zagonên bexdayê de bû.[26]

Dûbriye dibêje: paşde, Paşayê ku Kerkûkê birêve dibir ji hêla Babê Alî ve dihat tayînkirin. Ev paşa biserê xwe bû, di bin emrê çi paşayekê dora wî da nebû. Yê herî binavûdeng ji wan ên hatine tayînkirin bo birêvebirina Kerkûkê, kurê amîralê Îtalî Sîkolâ ye û piştî esîrbûna xwe bûye misilman û bûye berpirsyarê bajarê Kerkûkê di demek dirêj de. Û gelek eserên ku dibin şahidê hikmê wî li pey xwe dihêle. Lêbelê Dûbriye ê ku van afiraneka dîye, wan j ime ra nade naskirin.[27] Ê aşkira ev bû ku Kerkûk pirsgirêka nakokîyê bû, di nava parêzgerên Bexda û Paşayên Şehrezorê de, ên ku wendabûna hukmê xwe yê li ser Kerkûkê nedipejirandin. Lewra Rûsû yê ku ser dabû herêmê, dibêje: serwerê bajêr di salên pêşîn ên sersala nozdehan de emir jêre têk u ava bike hin tiştên ku pêdivîne jibo berhevanîyê, li dijî êrîşên kurdan ên muhtemel.[28]

Dîsa dibêje niştecihên Kerkûkê dikaribûn şeş sed leşkerên peya bi sîlehên sivik, ji paşayê Bexdayê re bişandana.[29]

Lêbelê ê herî bêtir ji ên din, ku bala gerîdeyên fransî kişandibû Kerkûkê petrol bû. Ev pirsyar ne nû ye. Lewra Ulfiye ji dîrokvanê Yewnanî Kent-Kurse ê ku di sedsala pêşîn ê zayînê de jiyaye û derbarê dîroka Îskender de pirtûkek deh parçe nivîsîye, gotinek wî neqil dike ku gotîye: bêguman Kerkûkê balê kişandîye, bi semed mîqdara pirr a neftê (ziftê) ku jê dihat derxistin.

Klîman dibêje bêguman neft dihat derxistin ji bîrek bi gelek mîlan ji Kerkûkê dûr bû. Kûrîya wî bîst qedem(30-36 cm) bû, firehiya wî  metreûnîv bû. Ji binê wê aveka şor û têkel donek qalind û reş derdiket. Ji hawîrdora bîrê cûreyek din jî neft herî pakijtir dihat derxistin[30] û celebek xweya pakij, sipîtîya wê ronî dida, dihat derxistin. Û bi domdarî wiha dibêje: Dema ku bîr vala dibû ji avê, zilamek dadiket binî jibo derxistina neftê a ku dixistin firaqên qefîn ên mezin, jibo ronîkirinê li hemî gundên ku dor bi Kerkûkê digirtin. Li bazarên wî dihat firotinê û dibirin bazarê Bexdayê[31] jî.

Kerkûk bitenê nenaskirî bû bi vê neftê, mînak herêma  Hît navend bû jibo derxistina cûreyek neftê, rindtirê ji a ku ji bîra Kerkûk3e dihat derxistin.[32]

Utîr dibêje di salên navîn ên wê sedsala hujdehan de li wêrê girek hebû bi katjimêran dûrê Kerkûkê bû, ku bi navê Bawa Gurgur dihat navkirin. Li gorê ku xelkê jêre gotiye: dema merivel çalek bikole liser wî girê, maddeyek derdikeve, dişewite di hewayê de, heta avê dikelîne, dema ku çal bi xwelîyê bê girtin agir ditemire. Bi nêzê vî cîyê ber bi roava sêk anîyê neftê hene kul i rêzê ne. Heger parçeyek pemû an qumaş ji agir pêketî, bê avêtin  di nava van kanîyan de, dengek tund dertê û kanî wenda dibe di dû de heta ku ew madde bi tervî bişewite. Wê gavê –bi hawê ku gerîdeyên fransîyan ji niştevanan bihîstine- ango gava şewitîna wê maddê bitevayî ditemirî ew agirê ku pêketibû di bîra nêzê Kerkûkê de.[33]

(Zankoya Paris-Fransa)

ÇAVKANÎYÊN FRANSÎ:

1- AHMAD OMAR, Mohsen, Les voyageurs francais au Kurdistan, XVII e, XVIIIe et XIX sieck, Universite de la Sordbonne Nouvelle, Paris 1996.

Fransî li KurdistaNê di sedsala huvdeh û hujdeh de.

2- AUCHER-ELOY, Reym, Relations de voyages en Orient, Liberairie Encyclopedique de Roter, Paris 1843.

Çîroka gerên Rojhelat.

3- BENJAMİN, Israel-Josef, Cinq annees de voyage en Orient 1846-1851, Paris 1856.

Gera Pênc Salan li Rojhelat.

4- CLEMENT, A., Excursions dans le Kurdistan otoman, de Kerkouk a Revandouz, Globe, Paris 1866.

Gera Kurdistana Osmanî ji Kerkûkê ta rewandûz.

5- DUPRE, A., Voyage en Perse fait dans les annees 1807, 1808 et 1809, Paris 1819.

Gera Bajarên Faris di salên 1807,1808,1809 de.

6- FLANDIN, Eugene et COSTE, Pascal, Voyage en Perse, Paris 1851.

Gera Bajarên Faris.

7- FONTANIER V., Voyages en Orient, Paris, Librairie Universelle, 1829. La grande Encyclopedie, tome 21, Tours 1885.

Gerên Rojhelat.

8- LAMBERT, Sierur Cesar, Relation d’un oyage en Perse fait dans les annees 1598-1599, Paris 1651.

9- LYCKLAMA, A., Nigeholt, Voyage en Russie, au caukase et en Perse, execute pendant les annees 1865, 1866, 1867 et 1868 tome IV, Paris-Amsterdam 1875.

10- OTTER, J., Voyage en Turquie et en Perse, Paris 1748

11- ROUSSEAU, J. F. X., Description du Pachalik de Bagdad, Paris 1809.

12- AVERNIER, Jean-Batiste, Les Six voyages faits en Turquie, en Perse et aux Indes, Clousieur et Barbies, Paris 1676.

[1] Mûsayîlyan: Bîbyografya kurdî çapa yekem, Mosko 1968, r. 13-21. Hêjaye bê gotin ku gelek pirtûkên gerîdeyên Awrupayîyan ne gehîştine destê Mûsayîlyan. Lê bê gûman pirtûka wî çavkanîya pêşîne heta bi îro di vî babetê de.

[2]

[3] Pirtûka Lambîrt hatîye weşandin piştî nîv sedsal ji rêwîtîya wî ya bi qafîlekî re ku çûne bajarên faris. Sîwr Sîzar Lambîrt, çîroka rêwîtîya bajarê faris salên 1598-1599. Parîs 1651.

[4] Ev nameya ha vekolînek li ser rewşên kurdî, hatîye girtin ji nav nivîsên gerîdeyên Fransî yên derbarê rewşên kurdan, weke mêjû, rêkxistinê civakî, sîyasî, rewşa êlî, mîrîtîyên kurdan, rewşa aborî, şiklê jîna Êzidîyan û wd. gengaze ku meriv li vê çavkaniyê binêre yak u me jê pirr sûd girtiye.

[5] Bêguman ev venêrîn çiqa çû qirmiçî, bi qirmiçîna arîkirina aborî û biqirmiçîna semedên sîyasî yên pey van geran. Jimara gerên devre venêrînê zêde bûn, bi destpêka sedsala nozdehan. Bitaybetî jî nîvê wê bi şûnde, vaya digel gerên wêjeyî yên ku wêjevan bicî danîn di serdema ku wêjeya geran têde belav bûbû bi awayek fire. Di wê heyamê de meriv hebû hemû hebûna xwe kiribû emrê van gerên Rojhelat. Navûdengê gera rojhelat bes di sedsala hujdan de belav bû. nexuyaye ku Kurdistanê gerîdeyên wêjevan kaşê bal xwe ve kiriye. Lêgerîdeyên sîyasî û bazirgan Kurdistan girîng dêrane, bigelemperî, pirtirê ji dema ku di wêrê re nebûhurîbûn.

[6] Serpêhayiya herî bi nav û deng, yak u hat serê yek ji gerîdeyên Frensî, ew jî serpêhatîya Beyîr – Emadiye Cûbîr, ewê ku Nabilyon wî hinart bû bo nameyek dê bida Fetih Elî di sala 1806-1807 de. Lê Bayezîd wî girt û kire zindan yek ji alîkarê xwe yê herêma xwe. Jibo bidestxistina malê wî qasidê, gelek car li kuştina wî xebat kir, bo ku wî wenda bike, lê xwedîyê wê avahîyê pîlana Paşa  aşkira kir, êdî çareya wendakirina wî nema. Emadîye zêdeyê heşt mehan di zindanê de ma û paşê serbest hate berdan. Bialîkirina xwedîyê avahîyê û bidest têwerdana hikumeta frensî û Babê Alî. Ev serpêhatîya wî di nava kurdan de jî navûdeng da, bûbû çîrokek, bavan ji zarokan re digotin. Bo firebûna haydarîya li ser vî babetê, win karin serî li wergera min bidin yan beşek ji pirtûka Emadiye û birek ji jîyana wî di Kovara Çanda Kurdî de jimar:1, London 1988, r.35-43.

[7] Eviya Funtanye bicî anîye. Ewî di salên bîtsê sedsala nozdehan de gelek caran rêwîtîya rojhelat kirîye û Ûşirîlû jî wisa kirîye, ango di rê de çûye, wî serdaye herêmê bi çend salan piştê wî gera wî şeş sal ajotiye, ango ji sala 1835 heta sala 1840 kitkita gerê wan  F. Futanye de ye. Gerên Rojhelat, Paris-1829 Rûmî,  Ûşir Îlû, Çîroka Gerên Rojhelat, Paris-1843.

[8] Mînaka wî gera Mîmarî Baskal Kûst û wênevan Ucin Filandin ya bajarê Faris di herdu salên 1840-1841 de dibe serî  li pirtûka wan bê xistin derbarê gerê de. Uçin Filandin û Baskal Hûst, gera bajarê Faris, Parîs 1851.

[9] Evay ajî tafîrnîye bicî anîye. Dema gera xwe ya di nava sedsala hevdehan de dibe ku  dê kitkita mijarê bête dîtin ango  gava serdana pirtûka wî bê kirin: Can-Batis Tafirniye, gerên şeş, bi bal Tirkîye û bajarên faris û Hindê, Parîs-1676.

[10] Ansîklopedîya Mezin, berg 31, Utîr 1885, r. 485

[11]  C. Utir, Gera Tirkîye û Bajarê Faris, Parîs-1748.

[12]  C. Utir, çavkanÎya bûrî, r. 150.

[13]  E. Klîman, Gera di Kurdistana Osmanî de, ji Kerkûkê heta Rewandûzê, Kovara Kelub, Parîs-1866, c. pêncemîn. R. 199.

[14] E. Nikholet Likama, Gera Rûsya û Qafkas û bajarên faris, salên 1865-1866-1867-1868, Parîs, Amsterdam-1875, berg:4, r. 87

[15]  Ansîklopedîya Mezin, çavkanîya borî, r. 485.

[16] E. Klîman, çavkanîya borî. R. 199.

[17] E. Klîman, çavkanîya borî.

[18] Îsraîl-Cûzîf Bencamîn, Gera Pênc Salan li Rojhelat, 1846-1851, r. 78.

[19] Îsraîl-Cûzîf Bencamîn, çavkanîya borî, r. 79.

[20] Mînak binêre: Klîman, çavkanîya borî, r.197

[21] Ango Mîrîtîya Baban, ev navê wê yê di nivîsên mêjûyê nû de ye. Di nivîsên arebî de jêre gotine El-Iraqul- Farisî.

[22] C. Utir, Gera Tirkîye û bajarên Faris, Parîs-1748, bergê duwemîn, r. 235

[23] K. Q. Ulfiye, Gera Împeratorîya Osmanî, Misir û bajarên faris, Parîs-1801-1807, berga duwem, r. 374

[24] K. Q. Ulfiye, Gera Împeratorîya Osmanî, Misir û bajarên faris, Parîs-1801-1807, berga duwem, r. 374

[25] A. Dûbriy, Gera Bajarên Faris, salên 1806-1808, Parîs 1819 r. 132

[26] çavkanÎya borî

[27] A. Dûbrî, çavkaniya borî.

[28] C.F îks, Rûsû, Wesfê Paşalixa Bexda, Parîs-1809, r. 82

[29] Heman çavkanî.

[30] Klîman, heman çavkanî, r. 196

[31] Klîman, heman çavkanî. r. 197

[32] Klîman, heman çavkanî.

[33] C. Utîr, Gera Tirkîyê û Bajarên Faris, Prîs-1748, r.152-153