Gelo di zimanê Kurdî de tu peyveke ku şûna “genocidê”(jenosîd) bigire heye?  Eger tune be emê ji bo vê peyvê çi bibêjin? Gotina “genocidê,”  ji bo salixdana bi tevahî ji navê rakirina mensûbên komeke dînî, etnîkî an jî netewî tê bikaranîn.  Vê peyva ku îro di lîteratora cîhanê de wek “genoside” cih girtiye, heta sala 1944an jî tunebû.  Di sala 1944an de, avûqatek bi navê  Raphael Lemkin (1900-1959), ku yek ji Cihûyên Polonyayê bû, bi armanca ku sûcên Naziyan salix bide li pey gotinekê bû. Hovîtiya Naziyên ku xwestibûn miletekî bi tevahî ji ser rûyê erdê rakin, diviya bi gotineke ku vê rastiyê radixe ber çavan bihata salixdan. Gelo çawa û bi çi awayî?

Hingê Lemkîn, ji du zimanên ku bajarweriya(medeniyeta) Ewrûpa li ser şax dane, ji Grekî û Latînî îstifade kir. Wî peyva Gerkî ya bi awayê “geno” (ku bi mahneya tov, nîjad, dûndan û eşîretê ye) bi gotina Latînî ya “cide” (ku tê mahneya kuştin û beralîkirinê) ve danî û peyva  “genocide” afirand. Salekê bi şûn de, Dadgeha Leşkerî ya Navnetewî ku li bajarê Nurnbergê yê Almayayê, li doza serokên Naziyan ên ku li hember mirovatiyê sûc kirine dinihart, di metnê doznamê de cih da peyva “genocîde.”

Lemkîn jî di cihê xwe de rûnenişt û Ji bo ku ev sûcê  giran di peymaneke navnetewî de cih bigire gellek xebitî û hewl da. Di 9ê Çiriya Paşî ya sala 1948an de Netewên Yekbûyî, Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Sûcê Genocîdê qebûl kir û hingê ev sûcê giran bi vê peymanê hat salixdan. Raphael Lemkin, di salên 1950 û 1952an de wek namzetê Perrûya Nobelê ya Aştiyê hat nîşandan, belê nehat perrûkîrîn. Lepkînê ku bi gellek zimanan dizanibû di sala 1959an de mir, navekî mezin li pey xwe hêşt û çû.

Gelo emê ji bo gotina “genocîde” di Kurdî de çi bêjin? Di hin ferhengên me de peyvên wek “tevkujî,”  “komkujî” “nîjadkujî” û “kuşdarî” derbas dibe; belê ev pey mahneya “genocîde” nadin (Bnr.Farqînî:nîjadkujî, jenosîd, r.1342; Îzolî: tevkuştin, qelaço, nîjadkujî:r.777). Çimkî di karê “genocîdê” de, bi tevahî ji navê rakirin, ango qelandinê heye.  Herçî “tevkujî” an jî “komkujî” “ ye, ji bo gotina “qetlîamê” an “kuştina li ser hev” dikarin bên xebitan. “Nîjadkujî” rasterast ji gotina Tirkî ya “soykirimê” hatiye wergerandin; “qelaço” jî ji “qelandinê” tê. Herçî “Kuşdarî” ye,  li ser karê kuştinê ye; nayê mahneya genocidê.

Niha di zimanê me de gotineke ku bi mahneya “genocîdê” tê bikaranîn û îro belbî tenê di nîfiran de xuya dike heye: Tovbirî, tovbiryan.

Mesela li gundan, ji bo hin kes an malbatên ku gellek acisî ji wan tê kirin û wek neyar tên dîtin, nifirên weha tên kirin: Weyla tovê te bibire. Bê hey tovbiriyayî! Dîsa gava ku li gundan tov davêjin û ji bo wî tovê ku dernakeve, ango şîn nabe re weha te gotin: “Tov biriya”.  Îcar divê em gotina “biryayî” ya ku di peyva “tovbiryayî” de derbas dibe, bi   “birrînê” re têkilhev nekin. “Birrîn” ango jêkirin,  bi çot “r” yên stûr tê gotin. Dibe  ku reh û koka wan yek bin, belê hem bi awayê bilêvkirin û hem jî bi awayê mahnê ne yek in.  Bi ya min, ew xwarina ku bi navê  “biryan”  navdar e jî ji gotina “biryayî” tê.  Çimkî “biryan” bi xwe qelandin e.  Dîsa di hin nifiran de “tovqeliyayî” jî tê gotin.  Çend mînakên din: “Pezê me biriyan, em bê tewaş man.”  “Em îsal pezê reş dibirînin; emê dewaran xwedî bikin.” “Ma qey mêr biriyane ku ev weha nav di xwe dide”

Melyê Cizîrî di hin helbestên  xwe de gotina “biryan” weha bikar tîne:

Zanim perîşan î ji dil
Bêhed biêşan î ji dil
Teşbîhê biryan î ji dil
Bi l-lah ne insan î Mela

***

Niqteyî daîreyî rindan im
Lew şebî daîre sergerdan im
Badenûşî qedehî hirman im
Bedel ateş ji ceger biryan im

Ji helbêstên Cizîrî jî kifş e ku gotina me bi awayê masdarî  “biryan” e. Herweha “biryan” nav “biryandin” jî  lêker  e. Gelo emê bi çi awayî  bikşînin?

Dema Niha û Fireh                          Dema Borî                              Dema Borî ya Dûr(Dema Dûrî)

Ez dibirînim                                            Min biryand                              Min biryandibû

Tu dibirînî                                               Te biryand                                 Te biryandibû

Ew dibirîne                                             Wî biryand                                 Wî biryandibû

Em/ Hûn / Ew dibirînin                     Me/We/ Wan biryand.            Me/We/Wan biryandibû.

Niha êdî em dizanin  ku gotina “genocîdê” bi zimanê me ji hevdudanîna  peyvên “ tov” û “biryanê” çêdibe.  Çawa ku di vê nifirê de “tovbiryayî” tê gotin.  Baş e em çawa bikin nav? Em bêjin “tovbiryanî” gotin piçekê dirêj dibe. Îcar em bêjin “tovbirî”, gotin dikare birrîna tov an nîjadî bîne bîra mirov. Hingê koka peyvê bi aliyê “birrînê”  ve jî diçe.  Me divê ku em ji van herduyan  yekê bibijêrin.  Herçiqas gotina “tovbirî”   bi ser peyva “birrînê” ve biçe jî, di rewşa bilêvkirinê de ji “tovbiryanî” hê nermtir û xweştir xuya dike. Dîsa gotina “tovbiryanî” dikare karekî ku ji ber xwe jî bûye bîne bîra mirov.  Loma ez dibêjim gotina “tovbirî” belbî çêtir be. Dîsa jî ez dixwazim piçek li ser were devjenîkirin. Eger em li ser “tovbirî” herin, wê gavê wek mînak emê bêjin:

Tovbiriya Cihûyan, tovbiriya Ermeniyan, tovbiriya Helepçe … û hwd.

Hingê ji bo Peymana Netewên Yekbûyî ya 1948an jî em dikarin bêjin: Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Sûcê Tovbiriyê.

Gelo hûn çi dibêjin?