Em bi rojnameger Çetîn Çeko re di derbarê geşedanên li Herêma Kurdistanê, polîtîkayên DYAyê yên Îran û Herêma Kurdistanê, siyaseta Tirkiye ya li hember Herêma Kurdistanê û tesîra dagirkirina Kerkûkê ya li ser herêmê axivîn. Çeko dibêje, dagirkirina Kerkûkê di 16ê Cotmehê de tesîrê ne tenê li ser Herêma Kurdistanê dike û wiha pê de diçe: “Dagirkirina Kerkûkê ji aliyê Heşdî Şabî ve wê di dahatûyê de ne tenê li Herêma Kurdistanê lê wê fatûrayeke giran ji DYA û civaka navnetewî re jî derxîne.”

Di rastiya xwe de dagirkirina Kerkûkê ji aliyê Bexdayê ve di 16ê Cotmehê de ji ber pêkanîna referandûmê bû gelo?

Beriya referandûma di 25ê Îlonê de xwendina Kurdan a proseyê xelet bû. Em dikarin van xeletiyan wiha bikin rêzê: Piştgiriya navnetewî ya li hember şerê DAIŞê ji bo Kurdan weke piştgiriya ji bo serxwebûna Kurdistanê nirxandin. Wisa texmîn dikirin ku wê civaka nevnetewî di derbarê referandûmê de bibe dualî. Ev yek pêk nehat û aliyê navnetewî yê referandûmê ket valahiyê. Ew baweriya ku wê bikaribin Komel – Goran û YNKê bi taybetî jî YNKê bi kesên weke Qosret Resûl, Nejmeddîn Kerîmî, Mela Bextiyar kontrol bikin. Lê ev yek jî pêk ne hat. Îxaneta navxweyî qet nehatibû hesapkirin dema hat zanîn jî ji bo pêşî lê bê girtin ji gavavêtinê re dereng man. Fikra li hember derneketina Tirkiyeyê, an jî ji ber têkiliyên aborî wê li hember Kurdistanê nikaribe ambargoyan an jî guvaşan bike. Îhtîmala êrîşkirina Artêşa Îraqê li ser Kurdistanê nehatibû hesapkirin. Eger êrîşê jî difikirîn ku wê koalîsyona navnetewî nehêle şer û pevçûn derkevin. Birêvenebirina mijarên siyasî, aborî û leşkerî bi demokratîk û reform, şeffafî û yekalî nekirina Pêşmergeyan, yanî nebûna artêşeke netewî. Ji ber van sedeman jî li hember rûdanên hundir an jî derve di mijara leşkerî û polîtîk de hebûna xeteke ji şikandinê re guncav jî mirov dikare wek sedeman hilbijêre.

Lê xiyanet?

Ji xwe kêşeya herî mezin jî ew bû ku tu carî li benda xiyanetê nebûn. Beriya referandûmê dengê xiyanetê rû dabû. Di dema nûnerê taybet ê Qasil Suleymanî ligel Lahûr Talebanî, Bavil Talebanî û Aras Şêx Cengî di parzêgeha Kerkûkê de Parêzger Nejmeddîn Kerîmî tehdît kirin bêhna xiyanetê belav bûbû. Ew koma ku êrîşî parêzgeriya Kerkûkê kirin ji Nejmeddîn Kerîmî xwestin ku meclîsa Kerkûkê bicivîne û ragihîne ku tevlî referandûma serxwebûnê nabin. Heta bi fizîkî êrîşî wî jî kirin. Kerîmî di civîna çapemeniyê de ev bûyer bi awayekî zelal vegotin jixwe. Ji îro şûn de tişta bê kirin jî ew e, divê xiyanet di wicdana gel de bê mehkûmkirin. Eger gelê Kurdistanê xiyanetkaran di wicdana xwe de mehkûm bike ev yek tê wateya ku fikra serxwebûnê tê parastin. Di vê mijarê da berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê gelê herêma Soran û alî- girên Qosret Resûl ên di nav YNKê de. Ji ber ku koma bi dagirkeran re têkildar e li vê herêmê û di nava YNKê de ye.

Belê, gelo çima civaka navnetewî di derbarê referandûma serxwebûnê de nebû dualî?

Eger mirov tenê di şibaka Kurdistanê de lê binêre zehmet e mirov şikestina xeyalan fêm bike. Rojavayê cîhanê têkbirina DAIŞê ji serxwebûna Kurdistanê bileztir dibîne. Ji bo Rojava îro ewlehiya sikakên Brukselê, Parîs, Londra û Berlînê ji serxwebûna Kurdistanê girîngtir e. Li aliyê din jî ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê gelek penaber çûne Ewropayê. Ev yek jî bû sedem ku îktîdara Sosyal Demokratan û mihafazakaran hilweşe. Wek mînak partiya Serokkomara Almanya Merkel a Kirîstiyan Demokratan di hilbijartinan de 9 poînt winda kir. Aliyê rastê di serî de li Hollanda, Fransa û Nemsayê û li seranserê Ewropa ket parlementoyê. Rasta tundrew li Ewropa li dijî YE siyaset dimeşîne û ji bo dahatûya YEyê bûye metirsî. Bêguman ji Şansolyeya Almanya Angela Merkel û ji bo Serokkomarê Fransa Macron dahatûya Yekîtiya Ewropa ji serxwebûna Kurdistanê girîngtir e. Herwiha li aliyê din jî metirsiya egera şerekî di navbera Bexda û Hewlêrê de derkeve û kesên ku dîsa penaberî Ewropa bibin welatên YE nikare vê qrîzê derbas bike. Sedema Hikûmetên Rojava li hemberderketina referandûmê gelekî cuda hebin jî yên girîng ev bûn.

Divê mirov têkiliyên Tirkiyeyê bi Îranê re yên li hember Kurdan çawa binirxîne?

Proseya serxwebûna Kurdistanê li gor Kurdan bidome dibe ku têkiliyên Tirkiye û Îranê antî Kurdistanê bin. Dê di têkiliyên Tirkiyeyê de weke berê di dahatûyê de jî veqetînên nû çê bibin. Xetên sor ên Tirkiyeyê heta sala 2008an hebûn lê piştî 2008an xetên wê veguherîn rengê şîn ên neftê. Ew kesên do li hember federasyona Kurdan bûn îro federasyona Kurdan diparêzin. Êdî tevgera Kurdistanê tevgereke serxwebûnxwaz e. Daxwaza serxwebûnê ji bo herêm, civaka navnetewî hetta ji bo Kurdan jî gaveke nû ye. Piştî vê daxwazê wê Tirkiye, Îran û Îraq li gor daxwaza serxwebûnê ya tevgera Kurd pozîsyon bistînin û têkiliyên xwe deynin.

Baş e, tu polîtîkayên DYA yên di derbarê Kurdistanê de çawa dinirxînî?

DYA, Kurdistaneke bihêz di nava yekîtiya Îraqê de dixwaze û Kurdistanê weke şirîkê alîgirê Rojava û nayê guhertin dibîne. Bexdayê jî mitefîkeke ku metirsiya bikeve bin qontrola Îranê dibîne. Ji bo Bexdayê neke bin destê Îranê manevrayan dike. Sedema piştgiriya Ibadî û li hember derneketina dagirkirina Kerkûkê jî ji ber vê yekê bû bi min. Siyaseta DYAyê di ser Bexdayê de ku mûeyîdeyan li ser Tehranê bike ji ber van sedeman jî niha bisernakeve.

Ew xala ku Kurd teqez li wir bisekinin ku der e?

Kurd mecbûr in di îrade û daxwaza serxwebûnê de bi inyad bin. Eger îrade û daxwaza serxwebûnê bidome wê demê dibe ku ji vê bumerangê bifilitin. Radestkirina deriyên sînorî, rêkeftin û firotina neftê, herêmên ji Kurdistanê hatine veqetandin, kêmkirina hejmar û berpirsyarina Pêşmergeyan divê Kurd ji van xalan qet tawîz nedin. Dema Îraqê got ‘Deriyên sînorî radestî me bikin, bikaranîna bîrên neftê û firotina wê bidin me’ divê Kurd ji xwe vê yekê nekin mijara nîqaşê jî. Piştî vê demê mijara nîqaşê tenê divê ew be ku gelo wê qedera me çawa diyar bibe. Gelê Kurdistanê ji sedî 93 biryara serxwebûnê da û îradeya xwe nîşan da. Berpirsyarî da Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku proseya serxwebûnê pêk bîne. Hikûmet bi bicihanîna vê yekê erkdar e. Bi kurtasî Kurd her çiqas tawîz bidin wê winda bikin.

“Dest ji kar berdana Barzanî nayê wateya ku dev ji serxwebûnê berda ye”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ne xwest ku erka wî ya serokatiyê dewam bike, gelo wê tesîra wî ya proseya siyasî bidome? Ez wisa difikirim ku wê tesîra Barzanî li Kurdistanê û herêmê bidome. Barzanî dawî li dema serokatiya wî hat ji xwe dest ji kar berneda. Dest ji kar berdana wî ya serokatiyê nayê wê wateyê ku dev ji serxwebûn û serokatiya PDKê berdide. Mîsyona Barzanî wê di doza serxwebûna Kurdistanê û piştî wê jî bidome. Eger em pirsê wiha formulîze bikin; “Piştî Mesûd Barzanî weke ku di YNKê de piştî Celal Talebanî pirsgirêkên navxweyî derketin gelo dê PDKê de jî derkevin?” Bersiva ‘Na’ ji bo vê pirsê gelekî zehmet e. Dema em qala reformên saziyan dikin divê pêşî ew partiyên ku sazî di bin desthilatdariya wan de ne di nav xwe de reforman pêk bînin. Eger Mesûd Barzanî di nava PDKê de vê yekê bike wê ne tenê bibe pêşengê xeta serxwebûnxwaz wê bibe serokê reformîst jî.

Îran li Rojhilta Navîn her diçe cihê xwe xurt dike…

Di dema Obama de li gor rêkeftinê ambargoyên li ser Îranê hatin rakirin. Trump jî dixwaze ku vê rêkeftinê diêj neke û careke din ambargoyan deyne ser Îranê. Tesîra Îsraîl û Erebistana Siûdî jî di vê siyaseta Komarperestan de heye ku li hember pêşketina Îranê li Rojhilata Navîn derdikevin. Lê belê dagirkirina Kerkûkê ji aliyê Heşdî Şabî û Artêşa Îraqê ve siyaseta DYAyê ya Îranê birîndar kir.

Çawa?

Plandayîn û dagirkerê sereke yê Kerkûkê Îran e. Ji ber vê yekê jî lawazbûna siyaseta DYAyê li hember Îranê ji aliyê gelek kesan ve hat şîrove kirin. DYAyê dikaribû siyaseteke ku him Bexdayê him jî Hewlêrê biparêze birêve bibe lê nekir. Dagirkirina Kerkûkê ji aliyê Heşdî Şabî ve wê di dahatûyê de ne tenê li Herêma Kurdistanê lê wê fatûrayeke giran ji DYA û civaka navnetewî re jî derxîne. Li aliyê din siyaseta Îranê ya Şîe û ya Tirkiyeyê ‘Osmanîtiya Nû’ ji aliyê Kurdan, Îsraîl û erdnîgariya Ereban ve nayê qebûl kirin û herdu siyaset jî li hember hev di rêkberiyê de ne. Tirkiye ji siyaseta Îranê ya Şîe, Îran jî ji ya Tirkiyeyê ya Osmanîtiya Nû re nabe.

Îran, bi dagirkirina Kerkûkê çi hêvî dike?

Îran dixwaze Kerkûk û Silêmanî bi koma xiyanetkar û Bexdayê qontrol bike û yekrêziya axa Kurdistanê parçe bike. Dizane ku bêyî Kerkûk û Silêmanî serxwebûna Kurdistanê ne pêkan e. Sedemeke din jî ewe ku him tesîra wê xurt e û him jî cîran e lê ji neft û dewlemendiya wê têra xwe parê nastîne. Bi rêya Bexdayê wê nefta Kerkûkê bidize û derbasî Îranê bike. Niyeta wê ev in.

Gelo dagirkirina Kerkûkê destkeftiyên Kurdistanê bi paş de xistin? Êrîş û daxwaza ji holêrakirina destkeftiyên heyî ji aliyê Bexdayê ve dibe ku proseya serxwebûnê bileztir jî bike. Tenê bila îradeya siyasî li pişta biryara siyasî û berpirsyariya ku gel daye wan bisekine. Siyaseteke berovajî yanê siyaseta yekrêziya Îraqê dibe ku destkeftiyan ji holê rake jî.

Kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dê çareser bibin?

Ez wisa difikirim ku wê kêşe çareser nebin û kurtir jî bibin. Hetta dibe ku têkiliyên di navbera Bexda û Hewlêrê de bidawî jî bibin. Eger di hilbijartinên Gulana 2018an de Herêma Kurdistanê biryara boykotê bistîne wê proseya cihêbûnê bilez bike. Piştî îro wisa xwiya dike ku wê têkiliyên di navbera Bexda û Hewlêrê de ne bi rasterast bi navbeynkariya hêzên navnetewî bidomin. Ev yek jî ne li hember Kurdan lê di berjewendiyên Kurdan de ye.

Îhtîmala rûdaneke weke Kerkûkê li Rojava jî rû bide heye?

Eger hûn di mijara xiyaneta navxweyî de dipirsin, li Rojavayê Kurdistanê xiyaneta navxweyî çê nabe.

 Çima?

Li Rojava tevgera ku li qadê ye PYD û YPG homojen û îdeolojîk in. ENKS jî her çiqas ne li qadê be jî bi daxwaza statû ji Kurdistanê re tevdigere û tevgereke pêşverû ye. Ji dêvla destkeftiyên Kurdistanê têk biçin ve ji bo pêşketîtir bibin presê li ser PYDê dike. Ji ber vê yekê jî xiyaneta navxweyî nabe. Ev yek jî ne li dijî PYD û YPGê ye, berovajî wê li gor berjewendiyên wan e. Ji bo Kurdistana Rojava statû bidest bixe him DYA him jî Rûsya presê li ser Sûriyeyê û mixalefeta bi piştgiriya Tirkiyeyê dikin. Herhalde wê di van salên dawî de tekane mijar Sûriye be ku Rûsya û DYA di mijara çareseriya siyasî de li hev kirine û navenda vê lihevkirinê jî statûya Rojavayê Kurdistanê ye.

Ji bo îddîayên ku PKK li Şingalê bi Heşdî Şabî re lihevkiriye çi difikirin?

Li gor agahiyên ji Herêma Kurdistanê tên ev rast e. Rêvekirina PKKê ji Heşdî Şabî re, avakirina îdareyekî pêkve ne helwesteke netewî ye. Ji ber ku Heşdî Şabî li hember destkeftî û serxwebûna Kurdistanê şer dike. Weke ku Mamoste Beşîkçî jî gotiye: “Divê Kurd, nehêlin ku dijminê wan kêf bikin û nebin şûrê destê dijminên xwe.”

Herêma Kurdistanê di serdema nû de wê ji rêkberiya DYA û Rûsyayê çawa sûdê werbigire?

Bêguman wê di vê rêkberiya herdu welatan de kî piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike têkilî ligel wê dê bên danîn. Niha DYA di telaşa ku Bexdayê di destên xwe de bihêle de ye. Ji bo bikaribe vê yekê bike gelekî xeletiyan dike. Tirseke Rûsyayê ji bo Bexdayê wisa nîne. Piştî 2005an ji bo hat û çûna nefta Kurdistanê pêşî cih dan kompanyayên Amerîkî. Paşî van fîrmayan çalakiyên xwe li Kurdistanê kêm kirin. Ji ber vê yekê jî beriya referandûmê Herêma Kurdistanê bi Rosneftê re ji bo du salan 3 Milyar dolar û rêkeftineke 20 salî îmzekir. Pereyên vê rêkeftinê yê destpêkê çend roj berê hatin stendin jî. Rêkeftin di derbarê derxistin, birina Ewropa û modernîzasyonkirina bîrên neftê dihebîne. Herçiqas rêkeftineke derengmayî be jî rêkeftineke ji bo Herêma Kurdistanê dahatên baş ên siyasî û ekonomîk wê bîne ye. Eger ev rêkeftin salek berê bihata kirin, Herêma Kurdistanê niha xwedî xeta pertolê bo ku di ser Tirkiyeyê de ber bi deryaya reş ve diçû. Ez wisa texmîn dikim ku piştî pêkanîna referandûmê wê Tirkiye xeta neftê an jî xaza sirûştî ku di axa wê de derbas bibe qebûl neke an jî rawestîne. Bêguman rêkeftina bi Rûsyayê re ne tenê DYAyê acis dike, Bexda û Tehranê jî acis dike. Tirkiye jî weke hemû dîrokê bi mentiqa ‘Bazirganê Qeyserî’yî’ li bendê disekine.

file:///C:/Users/User/Downloads/Ku%CC%88rtc%CC%A7e-43-wBas%20%20.pdf