Hişyarîya me ji her sê şêran

Xanî û Seîd û Evdirehman

Hurmiz wekî hevriyan çu caran

Nakit te di nav gunehkaran

B. Ferîdûn

Şîn … şîn … şîn… her der reş ne ma heşîn, dil bikul, can bikeser; çav bi girîn.

Bang dan, Şêx Evdirehmanê Garisî ne ma, hatibû xêre, çû rehmetê …

Herê Şêx Evdirehmanê Garisî, ruhniya çavên Kurdistanê, germiya dilên kurdên qenc, bi du berikên bêbext dest ji me kişand û çû. Bû şehîdê dîn û miletê xwe, qurbana armanca xwe.

Herê bi bêbextî hate kuştin. Ji xwe wekî din kuştina wi nîn bû. Bi mêranî ne dihate kuştin. Li pey wî gelek geriha bûn. Ew mêrên qenc peyda ne dibûn, ne dihatin dîtin ko bikevin pêşîya wî, dor lê bigirin, pê biberizin û wî bikujin.

Herê, ji kuştina wî re an bêbextî an berikekî xêlkî divîya bû.

An ne wek mirovekî adetî di nav nivîna xwe de dê bimiriyaya.

Mirina di nav cihan, ne mirina wî bû. Heyfa xwedê jî jê re dihat, pê qaîl ne dibû ko ev mêrê bi her tiştê xwe bi dîn, bi zanîn, bi destê xwe qenc, di nav cihan de wek mirovekî adetî bi bayê an bi tayê biêşînit û di pey re qasidê xwe verêkit û emanetê xwe jê bistînit. Evdirehman ne stelih bû.

Jê re qatilek ji nav malê, golikê malê divîya bû ko bê tirs û lerz bikeve bin paşila wî, here destên wî û welê wî bide ber tifing û xencerê.

Heke dar xirab dibe kurmê wê jê ye. Ji xwe kurmê darê ji darê mebit dar tu car xirab nabit.

Welê jî bû. Dinya li Şêxê me bû hêvar. Roj çûbû ava, hevalên wî jê dûrketibûn, ew bi xulamekî xwe ve di nîzingî gundekî de li hêvîya qasidekî dima.

Hingûra şevê dest bi ketinê kiribû. Dema nimêjî jî hatî bû. Di ber wan re avekî diherikî. Şêxê delal xwe vemalt, tifinga xwe da xulamê xwe, ket pêşîyê ber bi avê ve diçû.

Xulamê wî ji par re, ew da ber tifingê. Derb lê ket, Şêx li xencera xwe xebitî û lê zivirî, derbeke din singa wî qul kir.

Xulam, yekî Sêrtî bi navê Necmo, serê Şêxê xwe bi xencera wî jêkir û bir dijminan. Herê bi xencera Şêxê xwe, ji ber ko ya xwe di singa wî ra kiribû.

Necmo hate xelatkirin, em jî pê re. Hewranîyekî reş bû xelata me.

* * *

Herê bang dan Şêx Evdirehamn ne ma, ji bona xidmeta miletê xwe za bû, ji bona wê jî mir.

Nizanim ezê çawan bikarim wesf û û pesnê wî bidim.

Şêx Evdirehman ji wan mirovan bû ko dêyên dinyayê kêm di zikên xwe de gerandine.

Şêx bû, mela bû, seyda bû, mêr û mêrxas bû.

Şêx bû, xwedan terîqet, mirîdên wî lê wek pêxemberekî dinihêrtin.

Mela û seyda bû. Di mezhebê Şafiyê de zanakî zor bû. Îslamiyet weke xwe nas dikir û dida nas kirin. Jê ne mûwek kêm dikir, ne jî wek mela- yên din, ji bona veşartina nezaniyên xwe û şêlandina xelkî, lê zêde dikir.

Her çend mirovê axîretê bû, ew çend jî mirovê dinyayê, mirovê nûwînî û pêşkevtinê bû. Nav di xelkî dida ko bixwînin, her tiştî hîn bibin. Piraniya feqehên wî bi herfên latînî jî dizanî bûn.

Carkê min jê pirsî bû, heke ji nivîsandina zimanê me bi herfên latînî ji alîyê şerîetê ve tu manî heye. Rûwê wî yê delal û bi nûr, bi devkenekê zelal bû û li min vegerand;

– Ma çire hebît, xwedê emr û nehyên xwe ji me re ne bi herf û şiklan, lê bi qiseyê daye zanîn. Ji xwe şiklên herfên Qurana pêşîn ne ji şiklên îro bûn. Ji lewra mîrê min, te ko xwendiye û dinya dîtîye, seh bike û ji me re herfinên welê bibijêre ko miletê me zûka hînê xwen-dinê bibit. Fetwa bi min re ye.

Min got mêr û mêrxas bû, Herçî mesela Berwarê seh kirine qenc dizanin, ew Şêxê delal çi mêrekî zor bû. Bi deh û panzdeh xulamên xwe ve qeza Berwarî rakiribû. Wekê xwe dida ber kevirekî, sed zilamên qenc nikarî bûn çepera wî rakin.

Berî sê salan gava me dabû çîyayên Hevêrkan, li xwe ne danîbû suwar bibe, xwe vemalt, du rextên xwe havê- tin stowê xwe, tifing bi milê wî ve, bi pêncih û çend salên xwe, wek xortekî bîst salî dabû kaş û şeharan.

Peyayên sist pê xurt dibûn, xelk pê disekinîn.

Şêx Evdirehman kitêbek, kitêbeke mezin bipîvan bû. Lê sed heyf û mixabin, li ber nisxeyeke din nehate nivîsandin.

Li ser Kurdistanê te her çî jê bixwesta nik wî peyda dibûn. Dîroka eşîran, mêjvemayên miletê kurd….

Di nav Kurdistanê de zahf geriha bû. Nemaze halê welatê Botan ecêb dizanî bû. Dikarî bû bibêje ser û binê her berê Botan ji çi rengî ne. Ser hakim û mîrekên Botan çîroknên nebihîstî dizanî bûn.

* * *

Belê Şêxê min tu mirovekî holê bûyî, lê îro tu çûyî û destên me ji te bûne. Nizanim heyfa min ji kê re bêt. Ji te re an ji me re. Tu çûyî rehmetê, em hiştin di nav derd û şînê de.

Xelk dê bibêjin: Şêx Evdirehman çû, kelaşê wî di çolê de ma. Herê mala xwe guhest, bê tirb û gorn, bê rêç û şop, warkor çû…..

No kurdino, ne kurdino! yarino! neyarino! dostino, dijminino! Evdirehman bi tirb û gorn û xwedan war çû.

Lê veşartina wî jî wek mirin û kuştina wî ne bi awakî adetî, lê bi awakî din, bi awakî welê bû ko heta niho nenas û neçêkirî….

Belê Şêxê min, min ji te re rekefenekî welê bijart ko hêj tu kelaş pê nehatiye pêçandin, min ji te re tirbeke welê koland ko hîn tu mirî ne ketin ê.

Min kefenê te kir: Sor, sipî û kesk û zer, ala te, û min tu veşartî nav rûpelên Hawarê û li serê wî kêla te daçikan.

Kefenê te kefenekî welê ye, rojkî bêt, ji te vebit û li ser kelat û bajarên welatê te re li pêl bibit.

Tirba te tirbeke welê ye ko ne kêla wê bi birûskên ezmanî dişike, ne cax û dîwarên wî bi ba û bagerê hildiweşe, ne axa wê bi baran û lehîyê kul dibe û ji hev dikeve.

Tirba te kitêbek e, ko nifşên miletê me deste-desta bikin û her nifş ji nifşê din re heta paşîyê, hinda roja qîyametê, ji hevdu re dê bispêrîa.

Ew tirba te a abadîn e. Min eva ha ji bona te bijart û koland.

Lê te tirbeka din jî heye ko tu bi xwe bê hemdê xwe û bê hemdê min hatî û ketî navê.

Ew jî dilê min, dilê min ê jar û biderd e. Lê bi hevîn û hejkirina te ew çend xurt e ko bikare laşê min û kelaşê te heya paşîya emrê min hilgire û me her du heta hingî bi xwedî bike….

* * *

Şêxê min bi pêncih û çend salên xwe ve wek zarokekî ko di paşila dêya xwe de dimirît, bê ax, bê nalîn û zarîn, bê teq û req û teşxele.

Belê tu diçûyî û bi te nedihesyan, bîr ne dibirin. Ji xwe bi te bihesyana kengê ew destê bêbext ê bêşerm li te radibû.

* * *

Bigrî Kurdistanê bigrî, bigrî Botan bigrî, bigrî Garisî bigrî, bigrî Gozgehê bigrî.

Keç û bûkên Kurdistanê gulîyên xwe kur bikin, xwelî li serê xwe bikin, reşa xwe girêdin, şîn…. şîn bikin, bi ax û zarînê bigirîn.

Tu jî mîro bigrî, bikeve pêşîya hemîyan bigrî û binal.

Şêx Evdirehman ji kîsê hemîyan çû, lê nemaze ji kîsê te çû. bîne bîra xwe, wekê bi Şêxê xwe re rûdiniştî çawan li te fedikirî, wusan çavên wî bi hej û hevînê tu himbêz dikirî…

* * *

Ey axa Kurdistanê, welatê Botan, eşîra Garisan halanan di xwe bidin, pesnê xwe bidin, fortan û zirtan bikin û bibêjin:

Evdirehman ji ax û toza min hatibû pê….

Evdirehman ji heşînahîya çîyayên min belgih girtibû ….

Evdirehman di bin konê min da rabû bû….

Tu jî Hawarê, pesnê xwe bide û bêje:

Tirba Şêx Evdirehman di min da ye, min ew vaşartiye nav rûpelên xwe, kêla wî daçikandîye raserî xwe.

Ey erd ji min bidexise ko min ew şehîdê dîn û milet ji te re ne hişt û nekir para te….

* * *

Şîn… şîn şîn her der reş ne ma heşîn. Dil bikul, can bikeser, çav bigirîn.

Bang dan, Şêx Evdirehmanê Garisî ne ma, hatibû xêrê çû rehmetê…

* * *

Şêxê min, welê dixuye, te bêriya me kiriye. Ji xwe me jî … Emê hevdu bibînin jî… Lê nizanim kengê? Rêya te rêya me ye jî. Emê bigehîne te, di neqebê re ko tu çûyî. Heke em xwe nalezînin ne ji wê ye ko destê me ji dinyayê nabît. Destê me ji karê ko em bi hev re pê dixebitîn, nabit. Ji xwe xebata me bi sebata me pêş ve diçe.

Şêxê min tu ketî xewna Ferîdûn. Ferîdûn kurdekî hêja ye. Sezayî zîyareta te ye. Xwezî bi wî. Te jê re got, ji te re şînnameyek binivîsînît, navê te hildit. Ewî jî kir, navê te hilda, wesfê te da, te ji bîra deranî, anî bîra. No, tu ne anî bîra, ji ber ku tu hergav dibîra de yî. Em nikarî te ji bîr bikin, me dil hebe jî. Ji ber ko tu xwe bi xwe, xwe bi me didî hesandin, em bi kêmaniya te dihesin. Belê tu di laş û canê kurdaniyê de lebatek bûyî. laşê me, laşê her tiştî ji lebatên ji hev cihê hevedudanî ye. Û laş hewcedarî her lebatê xwe ye. Tu lebat jê re ne bêkêr in, û tu lebat nikare bikeve şûna lebatekî din. Ji lewra lebatê birî şûna xwe vala dihêle. Tu çûyî ji laşê me, ji laşê heyîna me hatî birîn. Laş hewcedarî te ye. Di mehcetê de destê xwe dibe şûna te, tu nînî. Bi neyîna te dihese, liber te dikeve. Ji lewra Şêxê min, em nikarin te ji bîr bikin. Ji ber ko şûna te vala, şop û rêça te a bixwîn, weke xwe ye.

Şêxê min, em dibêjin tu mirîyî, tu mirî yî. Lê di rastiyê de tu bi xwe jîyîn î, jîyîn tu bi xwe yî. Tu ji bona Kurdistanê mirî. Kurdistan heyînek e. Ji payedarbûna heyînekê re jîyînek divêt. Jîyîn bi xwe, bi mirinê tête pê. Tu mirî, tu bûyî û tuyê ji Kurdistanê re bibî jîyîn. Jîyîneke welê ko tenê bi Kurdistanê, bi ax û dar û kevir û miletê wê re dê vemirît.

Şêxê min, heye ko te dil kiribe, em navê te di rûpelên Hawarê de hildin. Tu neketî xewa min. Lê ez bi vê daxwaza te hesiyam. Min şihra Bêrîya Botan berê du salan nivîsand û pêşkêşî gîyanê te kiribû. Gava şihra Ferîdûn gîhabû destê min, Bêrîya Botan, digel navê te, ji xwe ketibû rûpelên Hawarê. Bi vê rasthatinê dilê min şa ye, xwedê gîyanê te ê bihuştîn jî şa bikit.

“Şîna Şêx Evdirehmanê Garisî

Yaro tu here çîyayê jorîn

Pirsê bike kanî Şêxê şêrîn

Çilmisîne gul bi hêstirên zer

Geştir bigerîn ji rûyê dîlber

Çavê xwe bi ruhnî ke ji bînê

Canê xwe xwedî bike bi bihnê

Zêrax e çiyayê tê de tabût

Kevirê wî ji xwînê bûne yaqût

Pûş û çilowên wî sade reyhan

Razaye li ser wî Evdirehman

Bi navê xweşîya dil û du çava

Roja me ji zû de çûye ava

Bê hêvî mebe Xwedê kerîm e

Azahîya kurd ne dûr e sihme

Her miletî bête xwîn rijandin

Nabit di cîhanê bê veşartin.

                *

Ava ko tu şuştiye ne ez bîr

Belkî jî da çavê kurdê bêbîr

Qelqel ji te re pelê gula ye

Ronahîya hîv û pêlê ba ye

Gorîn ji te re dilê di xortan

Rûpelê Hawar kûhê Botan

Seyda yî li pêşberê te bilbil

Mîna wî bixwendî tu sorgul

Zarîn û fîxan dike li kurdan

Evda vî egîtî ma li erda

Gerçî di çiyê de maye avî

Seyranê dikê l’samayê kovî

Ew cih de bibête rokê bajar

Pertalê wî duht û bûkê tatar

Wêrano çiyao! ev çi av in?

Ev darê bi xemil û xêz û rav in

……”*

*  HAWAR, hejmar: 11, pêncşema 10ê Çirîya Paşîn 1932

* Hawar, hejmar: 25, 19yê Tebaxa 1934