Destpêk

Di dîroka gelan de hin kes bi işq û evîna xwe bi nav û deng bûne. Wan kesan ji ber kû rengekî manevî dane gelê xwe, di dilê gel de jiyane, nehatine jibîrkirin. Di nav Kurdan de herçiqas navekî taybet ê Mem û Zînê hebe jî bê guman ji bilî wê hin destanên din/dîtir jî hene. Ji bo mînak Hesen û Nazê, Dimdim, Memê Alan û Sîyabend û Xecê jî dikare bê gotin.

Poyêma SIYABEND û XECÊ di nav medeniyeta Kurdan de cihekî girîng digire.   cudahiyeke din a serpêhatiya Siyabend ew e ku navê wî ne tenê di warê işq û evînê de, di mijara qehremanî û lehengiyê de jî derbas dibe.  Bê guman li ser vê destanê gelek varyant derketine holê û gelek nivîskarên qedirbilind li serê rawestiyane. Ji Xeynî nivîskaran ji roja pêş da hetanî niha her dengbêjekî ev poyêm ji yê pêşiya xwe hildaye. Her dengbêjekî jî anegorî dewra xwe tiştinan lê zêde kirine an jî jê derxistine û bê guman di navbera wan de cudahî peyda bûne.

Em ê di vê nivîsê de li ser çar varyantên Siyabend û Xecê ya Dilbikûlê Cizîrî, Siyabendov Semend, Ahmet Aras û Seydayê Tîrêj rawestin.

Mijarên Hevpar

 Di van her çar poyêma de jî mijara sereke evîna Siyabend û Xecê ye. Em dikarin lehengî, ‘egîdî, qehremanî û mêrxasiya Siyabendî lê zêde bikin. (Em dikarin lehengî, ‘egîdî, qehremanî, û mêrxasiya Siyabendî wek mijara ku ji aliyê olî ve hevpar jî gerîn û gazindên li ser felekê ye. Herwekî din mijara şêr (şêr belkî bibe motîf) jî hevpare; di poyêm a Seydayê Tîrêj de Siyabend û Elîf, di poyêm a Ahmet Aras de Siyabend û Hesen Axa, di poyêm a Dilbikûlê Cizîrî de Sîbend (Siyabend) û Şerîf di aliyê şêr de zêdetirî ber bi çav e.

Destpêkên Varyantan

Di nav van waryantên em tehlîl dikin de destpêk cûda û bi rengekî cihê ne.?

Siyabendov Semend; “Di demeke biharê de pîreke belengaz, bê xweyî û xudan dema ku di êlê de ji bo parsê dewsa waran digere dengê girîneke zarokekî dibihîse û di nav pêçekekê de lawikekî dibîne û wek zaroka wê bixwe be lê sahib derdikeve, bi delalî mezin dike. Navê zarokê jî dixe Siyabendê Silivî.”

Ahmet Aras; “Dema ku Siyabend heftê xwe temam dike û dikeve sala xwe ya heştan li Silîva nexweşiyek derdikeve, dê û bav, xûşk û birayên wî dimirin. Siyabend jî bêkes û êtîm dimîne dikeve destê ap û amojina xwe.”

Seydayê Tîrêj; “Siyabend êtîmekî ber destê ap û amojinê de ye di bin zor û tedayiyê de dijî.”

Dilbikûlê Cizîrî jî destpêka pirtûka xwe wek Mem û Zîn a Xanî dest pê dike. Beşên beriya destpêka destanê wiha hildide dest; Pesnê Xwedê, Nîmetê Xwedê yên li ser me, Gazî bo Xwedê, Pesnê Pêxember, Mû’cîzeyên Wî, Welatê bênav, Sebeba nivîsandina pirtûkê û dû re ji gûndê Siyabend êdî gotinê dibe ser jiyana wî, “Hecî Hamîd bê zuriyet û kesekî dewlemend e. Gazi Xwedê dike ku lawekî bide ku ew erd û malê wî bê xwedî nemîne, pîştî duayan Xwedê lê tê rehmê û lawekî didê. Mewlîdekî dide û navê kurê xwe Siyabend taytîne.”

Di Waryantan De Ziman û Uslib

Dema em li ser waryantan radiwestin em dibînin ku varyantên me him bi nezm him jî bi pexşankî û helbestkî hatine nivisîn.

– Pexşankî û helbestkî: Ahmet Aras vê cureyê bikar aniye. Li ciyên ku rewş, nêrîn an jî qewîmîna bûyerekê hebe, zêdetir bi pexşankî ye lê diyalog bi nezmê ne. Honaka bûyeran aloz nîne. Zimanê wê xwerû, zelal û fahmbar e.

– Nezmî: Siyabendov Semend, Dilbikûlê Cizîrî û Saydayê Tîrêj jî bi vê terzê nivîsîne lê ya Cizîrî û Tîrêj ji malikan pêk tê.

Siyabendov Semend çîrokê bi zimanê kurmanciya jorîn nivîsiye û wê bi biwêj û gotinên pêşiyan xemilandiye. Ji wana hinek ev in; “qudûmê çokê min sist bûn”, “ba tê baran pê ra dilîlîne”, “berf dihele, çiya dimîne”, “çem dikêşe, behr dimîne”, “şêr dimire, çerm dimîne”, “mêr dimire, nav dimîne”. Di ve gotarê de peyvên Tirkî jî hene.

Dilbikûlê Cizîrî jî berhema xwe zêdetirîn di bin bandora berhema Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî de maye û wezna xwe jî ji wê girtiye, bi terza ‘Mefûlû Mefaîlû Feûlun’ nivîsandiye. Berhem ji 94 beşan pêk tê 2100 malikên wê hene û di vê gotarê de gelek motîfên olî  derdikevin pêş me.  Zimanekî herikbar û xemilandî bi kar aniye.

Berhema Seydayê Tîrêj, ji 310 malikan pêk tê. Û pîvana kîteyî ya 11yî bi kar aniye. Her malik di nav xwe de biqafiye ye, cûreyê qafiyeyê jî qafiyeya tam e. Bi zimanê gel vehonandiye.                       

Lehengên Varyantan

Siyabend û Xecê, di dawiyê de jî pêzkovî,  di varyantan de heman lehengên sereke ne, ji xeynî wan, lehengên din em dikarin wiha diyar bikin:

Di berhema Ahmet Aras de ap, jinap, şivan, Qedê, 7 birayên Xecê, Hesen Axa, Êrebê Lêvdoqandî, Pîrê leheng in.

 Di berhema Dilbikûlê Cizîrî de Hecî Hamîd, Sînem, Şerîf, Helîme, Emîr, Hacer, birê Xecê, Tahir, Zahir, Qasim, Rasim, Nû’man leheng in.

Di berhema Seydayê Tîrêj de ap û amojin, Umer Beg, Zelîxa, Riza Beg, Qereqetran, 7 kurmam, 4 bira û Elîf leheng in.

Di berhema Siyabendov Semend de jî leheng Ehmed Axa, Mîrê Ereba, Axê, Diya Siyabend, 7 birayê Xecê, pîrê û Hespê şê ye.

Di Waryantan de Dem û Cih

Her wekî cudahîyên di vehonandinê de bi vê ve girêdayî cudahî di cih û demê de jî xwe nîşan didin. Anegorî erdnîgariya ku ev destan lê tê vegotin, taybetmendî û dirûvên wê herêmê jî wek kirasekî dikêşe  ser xwe. Di waryantên di destê me de cihê hevpar Çiyayê Sîpanê û deşt û qontarê wê ne. Dem di her çar waryantan de jî ne diyar e tenê di berhema Siyabendov Semend de raste rast em dizanin ku çîrok bi dema biharê dest pê dike.

Di berhema Seydayê Tîrêj de cih; rojhilat, gundê Umer Beg, Hekkarî, Nisêbîn, Birca Belek e.

Di berhema Ahmet Aras de cih; Geliyê Bidlîsê, Mêrga Gulistanê, Textê Hesengolê, etegê Sîpanê û Elcewaz e.

Di berhema Siyabendow Semend de cih; gundê Silîvanê, gundê nêzî hidûdê Ereban, kaniya Newrozê û Deşta Silîvanê ye.

Di berhema Dilbikûlê Cizîrî de jî cih; Mûş, Wan, Qesra Emîr, Kaniya gund, mala Xecê, newala Sîpanê, şikeft û Silîvan e.

Dawiya Waryantan

Dawiya berheman bi heman mijarê diqede, Siyabend li pey pezkoviyekî dikeve ku wî bikuje û ji Xecê re bîne. Dema ku Siyabend tîne ku ser jê bike pezkovî bi qoçên xwe wî ji çiyê diavêje, Xecê jî li pey Siyabend dikeve da ku wî bizivirîne. Lêbelê dibîne ku Siyabend birîndar e ew jî xwe ji çiyê de diavêje û herdu dimirin û berhem diqedin. Wekî din di berhema Dilbikûlê Cizîrî de piştî vê beşeke bi navê ‘Dawiya çîrokê’ lê tê zêde kirin û di vê beşê de ji bo wan dua tê kirin. Nivîskar navê xwe di vê beşê de bi cih kiriye

Encam

Em dibînin ku cudahî anegorî cih, dem, herêm an jî vegêr çê dibin, lê lehengên sereke naguherin û her tim li hemberî leheng asteng çê dibin û ew jî bi serfirazî/serkeftî ji wan difilitin. Hin qalibên hevpar di destanan de naguherin û em dikarin bibêjin ku ev qalib di hişê gel, vegêr an jî dengbêjan de dimînin û ji nifşekî radigihînin nîfşeke din. Bi saya van qaliban jiberkirin jî hêsantir dibe. Di van varyantan de jî em vê yekê dibînîn.