Çendek berê li ser bloga Zaremayê rastê nivîsa birêz Remezan Alan ya bi navê “Hîleya Întihalekê” hatim. Meseleyên li dor rexne û polemîkan hin caran fayde didine edebiyatê. Ji wan guftugoyan her alî sûdê werdigirin ku rêya dubarekirinê li xetayan tê girtin û imkana rêyên çêtir pêk tê. Loma jî milmilanêyên wisa hem ihiyac, hem jî bi qîmet in. Di vê çarçoveyê de birêz Alan “yekemîn” car, li ser xebatên min rexne û tewanek kir ku ew bo min cihê keyfxweşiyê ye. Lewra “yekemîn”bûn ji bo wî gelek girîng e ku ev jî bi xêra wî bû para min. Yanî wî firset da min ku daxilê otorîteya wî ya “yekemîniyê” bibim. Loma sipasdarê wî me. Lê mixabin birêz Alan di nivîsa xwe ya navborî de ciddiyet û giraniya xwe winda kiriye. Yanî dest bi “şaşî”yeke “yekem” ya “nesehîh” kiriye. Çunku ji bo nivîsên rexneyê, beriya her tiştî pêwîstî bi ‘eqleke-selîm heye; da ku hemû alî bikaribin ji wan faydê bibînin. Jixwe gava mesele hatine ser “ez”ê, çav tiştekî din nabînin, loma jî di nav me de çand û camêriya “teqdîr”a başiyan nekemiliye. Di encamê de jî (di vê civata çend kesî de) kes kesî nabîne, yan jî şaş dibîne.

Wêca herçend di nivîsa birêz Alan de bi giranî meseleyên şexsî yên heqaretamîz û îftiraya întihalê cih bigirin jî, ew, ji uslûba nivîsê siviktir in. Remezan Alanê ku wî ji berhemên wî nas dikim, ne yekî wisa bû. Ji ber wê jî herçi birêz Alan di nivîsa xwe de hemî berikên xwe reşandibin jî ez dê di vê bersiva xwe de nekevime meseleyên şexsî. Gava birêz Alan li ser xebatên min rexne û îddiayên xwe pêşkêş dikir -bêyî ku bi zimanekî hestiyar û bikeve meseleyên şexsî- usûleke zanistî tercîh kiriba dê ji bo ayendeya akademiya me çêtir ba. Lewra hem tişta min ji rexneya wî hêvî dikir ew bû, hem jî ev guftugoye firsetek bû ku em hemû ji wê sûd werbigirin. Lê wî rexneyên xwe digel rewşa xwe ya îxracê vegotine ku vê yekê, îddiayên wî jî bingeha nivîsa wî jî zeîftir kiriye. Yanî li şûna ku wek akademîsyenekî, li ser zemîneke zanistî xeber bide, di nav lepên hissiyata xwe de maye. Bi min, divê mirov hem li ber tarîxê hem jî li hember mesûliyeta zanistî û terbiyeya akademîk, xwe bi xwe xerc neke. Lew, ji bilî xeberdana nav lepên atmosfera derûnî, rêyên din jî hene û ew dê her dem çêtir bin. Ger wî bereksê wê kiriba, hingî mecraya nivîsa wî diguherî û dê wê nivîsê ji bo akademiya me ya ji rexneyê bêpar, rêyeke musbet vekiriba. Digel wê, wek akademisyenekî min bi xwe jî dê ji wê gutfugoyê zêdetir îstifade kiriba.

Birêz Remezan Alan ji ber îmzaya xwe, hatiye îxrackirin. Hêviya min ew e, di serî de birêz Alan, hemû akademîsyenên muxrec, zûtirîn dem vegerine ser karên xwe. Lewra kesên ku di akademiyê de digel ciddiyeteke zanistî û bi disîplîn tevdigerin, çêşna wê dizanin. Loma dijwar e ku mamosteyek ji xebatên xwe, ji hevkar û xwendekarên xwe cuda bibe. Herçend diyaloga min pê re nebûbe jî, gava min xeberê îxracbûna wî bihîst gelek li ber ketibûm. Herwisa gelek dost û hevkarên min yên jêhatî ji akademiyê hatin dûrxistin ku mexduriyeta wan îro jî berdewam e. Ji aliyê din ve wekî birêz Alan jî destnîşan dike û ez ligel gotina wî me ku akademî herroj zêdetir dirize û bêçêştir û beyartir dibe. Van herdu meselan têkda dibînim û sekna min ya şexsî ya derheq akademîsyenên muxrec jî wisa zelal e. Lê gava mirov behsa rizîbûnê dike, bi xwe jî haydar be ku nebe aktoreke wê rizîbûnê. Loma jî em wek kesên aktorên dinyaya akademiyê, divê ber û pêş û paşiya gotinên xwe baş eyar bikin û wan wisa bibêjin. Yanî gotina dawiyê ez di serî de bibêjim ku wek birêz Alan îddia dike, ji xebatên wî ne întihalek heye, ne jî hîle û ambargoyek heye.

Hemaset Ne Karê Me ye…

Remezan Alan di serê nivîsa xwe de behsa ehlê akademiyê yê ku “hatine rê” dike û di nav wan de bihîstiye hin kes xwe wek “akademisyenên kurd” bi nav dikin û “ji tirkan re gotaran dinivîsin.” Û ew, bi hemaset û ajîtasyoneke payebilind dipirse ka “di serê wan de ji bo milletê wan xizmeteke çawa heye?

Ne birêz Alan, ne jî kesekî din dikare tiştên wisa ji min bibîhîse, lê bila ew vê bibîhîze ku min çi car xwe wek “akademisyenekî Kurd” bi nav nekiriye û kes nikare min “bîne rê” jî. Lewra, min bi xwe rêya xwe daye ber xwe.

“Kurdbûn” di nezara min ya akademîk de tiştekî îfade naket. Çunku xizmeta ziman û edebiyata Kurdî ne armanca min e, belkî ew encama karên min be! Lewra ez qada pisporiya xwe wek sehayeke zanistî dibînim û li gor hestên xwe nêzîkî wê nabim. Bo numûne ez wekî birêz Alan nabêjim “Mem û Zîn ve Edebiyatımızdaki Yeri”, ez dibêjim “Mesnevi Edebiyatındaki Yeri…” yan jî serenavekî din yê bê îzafe. Loma divê birêz Alan jî bizane ku xebatên ilmî têrî min dikin. Hemaset û ajîtasyonê çi car bala min nekêşaye.

Min çi car ji bo Tirkan yan jî ji bo Kurdan xebateke akademîk nekiriye. Çawa ku birêz Alanî bîst salan ziman û edebiyata Tirkî hînê zarokên Kurdan kiriye, karê xwe dikir; ez jî bi heman awayî tenê karê xwe dikim ku gelek car bi Tirkî jî fikrên xwe dinivîsim. Ew yek jî ji bo min cihê kompleksê nîne. Lewra di nezara min ya akademîk de ferqa zimanekî ji yên din nîne. Diyar e ku birêz Alan nivîsên min yên Tirkî xwendine yan jî ji wan haydar e. Çawa ku ew bi xwendina wan nivîsan, nabe Tirk; nivîsîna bi zimanekî ji bilî Kurdî, nivîskarekî/ê wê nivîsê, ji Kurdbûnê nake! Rizîbûna akademiyê hinek jî eve ye ku insanan mecbûr bihêle ku berevaniya wê yekê bike. Lewra nivîsîna bi Tirkî yan jî bi zimanekî din, li gor min ne îftixar e ne jî kêmasî ye. Ji ber hindê jî ez ne bi çavê “xizmet”ê, lê bi çavê profesyoneliyê li meseleyan dinêrim.

Çawa ku ji ‘emelên kesekî/ê hêvîdar nebûme, naxwazim kesek jî bi ‘emelên min hêvîdar be. Çunku ez ji bo hêvî yan jî xeyala kesekî tiştekî nanivîsîm. Ew yek li dijî zanistê ye jixwe. Lê eger xebatên me hêviyekê bide nifşên nû û me kedeke piçûk jî daxilê akademiyê kiribe, ew jî dê bibe sebebê keyfxweşiyê.

“atmosfera aram” xirab bibe-nebe -digel hemû kêmasî û xetayan- awayê karê min û perspektîfa min her eve bû û dê her eve be. Çunku herçend rewşa sosyo-polîtîk dijwar û reş be jî, meseleyên ilmî/zanistî ji hemasetê dûr in; ilm jî mesûliyet û mesaiyeke ciddî dixwaze. Hêvîdar im birêz Alan di vê çarçoveyê de ji nû ve bifikire û înqiyada Xanî dubare bixwûne.

Serenav Anonîm in û Nabine Isbata Intihalê…

Remezan Alan ji bo îddiaya xwe ya întihalê, serenavê nivîsa min ji xwe re dike palpişt ku li gor wî, min tewnê nivîsa xwe ji nivîsa wî întihal kiriye, loma jî min ji serenavê îbareya “Mem û Zîn”ê derxistiye. Lewra “nivîsa min ne li ser Ehmedê Xanî ye lê li ser Mem û Zînê ye!” Wê yekê jî ji bo veşartina întihalê wek hîle nîşan dide. Baş e ka em meselê bi yek mînakê û hinekî jî bi paşxaneya teorîk ve îzeh bikin.

Birêz Alan baş dizane ku eger li ser kesayetiya Ehmedê Xanî gotinek bê kirin, helbet ew dê piranî li dor Mem û Zînê be. Li vir em du pirsan ji wî bikin, yek: gava cenabê te lêkolînekê li ser felsefe û nêrîna şairekî klasîk bike, hewce dike ku navê berhema wî (Dîwana wî) binivîse? Mînakên bêjimar hene ku bi vî awayî hem di Kurdî de hem jî di zimanên din de hatine kirin. Çunku, di edebiyata klasîk de berhem û şair dibine yek qalib ku gava tu şairî qest dikî helbet li ser berhema wî, wî îşaret dikî. Ji bo Ehmedê Xanî jî helbet ew berhem Mem û Zîn e. Ji aliyê din ve li ber destê me dîwaneke Ehmedê Xanî ya muretteb nîne ku em rasterast wî, ji bilî Mem û Zîna wî binirxînin. (Berhemên din jî ji Mem û Zînê zêdetir tiştekê nabêjin, loma behsa wan nakim). Pirsa duyem, navê berhema Izeddîn Mustefa Resûl ya li ser Ehmedê Xanî çi ye? Navê wê yê orîjînal “Ahmedî Xanî (1650-1707) Şa‘irun we Mutefekkiren we Feylesûfen we Mutesewwifen” e (Bexda: 1979). Ev xebate, di sala 2007ê de li Silêmaniyê bi navê “Ehmedê Xanî (1650-1707) Şaîr û Bîrmend, Feylesof û Sofî” hatiye çapkirin. Wêca em dubare bipirsin, gelo Izeddîn Mustefa Resûl, gava eve nivîsî, çavkaniya wî ya eslî çi bû? Naverok û teoriya vê xebatê bi kîjan berhema Ehmedê Xanî re têkildar e? Helbet Mem û Zîn! Heke, mirov nerîta vê edebiyatê nezane yan jî wê bi nêrînên edebiyata modern -bi şaşî- bixwûne dê refleksên mirovî jî şaş bin. Çunku, di edebiyata klasîk de -exleb- hebûna şairî ne wek ya kes/vebêjerekî ye, lê ew wek muellifê “berhem”ê heye. Yanî em her tiştê şairan, dikarin ji berhemên wan bizanin. Herwisa di nav Kurdan de adeteke tezkîreyan jî nîne ku em jibilî berhemên şairan, wan ji cihekî din nas bikin û bixwûnin. Ji ber wê yekê gava Izeddîn Mustefa Resûl, li ser Ehmedê Xanî tez nivîsî hewce nedît di serenavê wê de navê berhema wî (Mem û Zînê) binivîse. Xwendevanên Bakurî dikarin bibêjin îbareya “Mem û Zîn”ê, di serenavê wê kitêbê de heye! Nexêr nîne, lê gava ew berhem wergerandine Tirkî, (Avesta 2007, wer: Kadri Yıldırım) “Mem û Zîn” li navê wê zêde kirine. Jixwe weşanxaneyê jî di jenerîkê de wergera navê vê berhemê wisa daye: (Bir Şair, Düşünür, Filozof ve Mutasavvıf Olarak Ehmedê Xanî). Wêca eve tenê yek mînak e û naxwazim dirêj bikim. Yanî bereksê gotina birêz Alan, çi eleqeya nivîsa min û serenavê wê, bi nivîsa wî re tuneye. Herwisa gava em tehlîla nêrînên Ehmedê Xanî bikin, helbet dê çavkaniya eslî -girîngtirîn berhema wî- Mem û Zîn be. Yanî argumaneke gelek qels û bêbingeh e ku wî ji bo îddiya xwe tenezzula wê kiriye. Jixwe ev bi xwe jî di mînaka nivîsa xwe de dibêje: “[M]em û Zîna wî ya ku ji hemû hêlan ve bûye nasnava wî..” Madem Mem û Zîn nasnava Ehmedê Xanî ye, hingî birêz Alan xwe bi xwe red dike, hewceyê gotineke din nîne! Lê diyar e cenabê wî, wek argûman tişteke din nedîtiye, loma wisa li ser serenavan hûr bûye. Ji aliyê din ve eger di nivîsên min de întihal yan jî îqtibaseke bê referans hebe ew yek dê di fikr/teza wan de derkeve der. Yanî serenav ji bo întihalan ne pîvan in. Lewra bi aşkerayî tête dîtin ku li ser heman şairî yan jî mijarê serenavên nêzîk, her têne bi kar anîn. Çunku gelek caran serenav, ji aliyê forma xwe anonîm û nêzîk hev in. Lê li gor îddiaya Remezan Alanî, “serenavên xebatên me nêzîkî hev in û min ji bo veşartina întihalê serenavê nivîsê guhertiye û “Mem û Zîn” nenivisiye.” Hasilî, divê mirov ji serenavan tu hêviyan ji xwe re çêneke.

Birêz Alan di nivîsa xwe de behsa serenavan dike û serenavê beşeke teza min (“Ehmedê Xanî ve Eseri Mem û Zîn’in Mesnevi Edebiyatındaki Yeri”) digel serenavê gotara xwe (“Mem û Zîn ve Edebiyatımızdaki Yeri” û “Mesnevî Geleneği İçinde Mem û Zîn”) muqayese dike û dibêje serenavên nêzîkî hev çawa nehatine dîtin û referans nehatiye dan. Yanî dibêje me berê ew tişt nivîsîne çima ew çavkanî nedîtine. Lê ew, -wekî mînaka din- nabêje serenav nêzîk hev in û ji ber wê di vir de întihal yan jî hîle heye. Wê çaxê divê em bipirsin madem ji ber “nêzîkbûna wan” birêz Alan îddiaya întihalê nake, çima ji ber wê yekê îddiaya întihalê dike? Çunku ew jî dizane serenav nabine delîlê întihalê. Lê madem ew mînakên dawî nêzîkî hev in û di wan de întihal tune, çima di yên din de hebe yan jî heye? Lewra serenav dibe ku delîlê nêzîkbûna mijaran bin lê ne pîvanên întihalê ne. Wêca em bêne ser naverok û îddiaya întihalê.

Birêz Alan, nivîsa min, (“Yanlış Yorumların Gölgesinde Ehmedê Xanî’ye Sahih Bir Yaklaşım”), bi gotara xwe (“Yorumların Pençesinde Mistik Bir Mesnevi”) girêdide û li ser wê yekê, îddiaya întihalê dike. Rast e serenavên nivîsan nêzîk hev xuya dikin. Lê di nivîsa wî de xwendineke li dor metna Xanî heye ku ew ji nivîsa min (ya 9 rûpelî) berfirehtir e (di Bendnameyê de 61 rûpel). Herwisa di merkeza nivîsa min de profîla Ehmedê Xanî bi xwe heye. Yanî niyeta wê nivîsê, rexnekirina şîroveyên li ser profîla şairtiya/kesayetiya Ehmedê Xanî ye. Herçend Mem û Zîn “nasnava” şairî be jî, ji wê metnê zêdetir, şîroveyên şaş yên li ser Ehmedê Xanî ne. Ji ber wê, min Ehmedê Xanî wek profîleke Kurd daye nasandin û paşî şîroveyên şaş yên li dor profîla wî dane û ew li gor nerîta edebiyata klasîk îzeh û rexne kirine. Birêz Alan di vir de li gor xwe mafdar e ku bibêje “ew nêrînên şaş min jî nivîsîne ku te çima nedîtine?” Rast e ku hin mînakên min dane (Celadet Bedirxan, Faik Bulut, H. Mem) wî jî -digel zêdetir mînakên din- dane. Lê wekî ku îddia dike ew mînak cara ewil di nivîsa wî de nehatine dayîn. Lewra nivîsa wî ji bo wan mînakan çavkaniya sereke nîne. Yanî çawa ku wî ew tesbît kirine min jî heman şêweyê ji çavkaniyên eslî wergirtine. Wî herçend mînakên zêdetir dabin, min hem di nêrîna Kurdan hem jî di nêrîna Tirkan de -tenê!- çend mînakên sereke dane. Wek ew jî wê yekê qebûl dike û îfade dike, herdu mînakên Milli Folklorê -û refereya Garibnameyê- di nivîsa wî de nînin. Helbet ew wan ferqan wek hîleya veşartina întihalê îşaret dike. Lê ji xwe napirse, “eger ew mînakên/çavkaniyên ku min nedîtine Ayhan Tekî dîtine, dibe ku wî bêyî gotara me yên din jî bi xwe dîtibin?” Lê ew bi ecele mîna ku “xenîmetek” dîtiye tevdigere û hinekan jî “xerîbiya” nivîsê pif kiriye guhên wî. Lê ez dîsa jî hûrik hûrik îzeh bikim: Herçiqas ji bo vê nivîsê (ji ber ku nivîs di nav kitêbeke edîtorî de bû û her nivîs jî bi -maksîmûm- 2.500 kelîmeyan hatibû sînorkirin) min kêm mînak dabin jî ew nayê wê me’nê ku min nivîsa wî bi kar aniye. Helbet ji zû de haya min ji nivîsa wî hebû lê min ji bo nivîsa xwe jê îstifade nekiriye. Çunku çavkaniyên eslî ên li dor wê mijarê, min jixwe beriya dîtîna vê nivîsa wî dîtibûn û îşaret li wan jî kiribû (sal 2004!). Dîsa jî divê baş bête zanîn ku eger min ji nivîsa birêz Alanî sûd wergirtiba yan ew ji bo min biba cihê îlhamekê, min dê bê şik û guman, bê tirs û kompleks referans daba wê. Lê ne wekî ku ew dibêje, ne ambargoyeke min li ser wî heye ne jî min ew mînak ji nivîsa wî stendine. Min ji ku standine? Helbet nêzîkê 20 sal e li ser Mem û Zîn û Ehmedê Xanî dixebitim (nivîsa ewil 2002! “Di Edebiyata Rojhilatê de Awayê Mesnewiyê û Mem û Zîn-I.” Nûbihar. hejmar 87: r. 43-51) û di ser de min tezeke doktorayê nivîsîye û nêzîkî 50 rûpel bîbliyografyaya Mem û Zînê hazir kiriye. Helbet dê bizanim ji ku referê bistînim yan nestînim. Herwiha, mînakên ku min beriya birêz Alan tesbît kiribûn û li ser wan min rexneyên xwe kiribûn jî min di nivîsa xwe (2018) de bi kar neanîne. Wêca dibe ku min xwe jî nedîtibe û ambargoyeke min li ser min jî hebe? Birêz Alan bi xwe dibêje “me di sala 2007an de dest bi nivîsîna wê kiribû û di sala 2008an de jî li sempozyuma Şaredariya Diyarbekirê pêşkêş kiriye û salek paşî di nav Bendnameyê de belav kiriye.” Lê em hinek dûrtir biçin, biçine sala 2004ê. Helbet birêz Alan ew metnê wê gotara min nedîtiye ku di sala 2004ê de li Bazîdê (digel Abdullah Varli û Kadri Yıldırım) li ser Ehmedê Xanî panelek hatibû organîzekirin û min jî di wê de heman nêrînên şaş û anakronîk rexne kirine (Ew paşî di nav Salnameya Ehmedê Xanî de: “Ehmedê Xanî ve Eserî Mem û Zîn” -Belge Yayınları, 2010- weşiya, ku têde refereya nivîseke birêz Alan jî heye!). Digel wê, min di wê panelê de ji bo nêrînên şaş, çend mînak (wek ya Medenî Ayhan) dane ku min ew di nivîsa xwe de bi kar neanîne. Digel wê, gelek mînakên din li ber destê min in ku -ihtimaleke mezin ne birêz Alan û ne jî kesên din haydarê wan in- min ew jî di nivîsa xwe de nedane. Wêca di wê nivîsa kurt de ya ku birêz Alan lomeyan lê dike, min xwestiba jî min nedikarî hemû mînakan rêz bikim. Yanî li ser van mijaran kulliyateke berfireh heye ku referekirina wan hemûyan ne mumkin e. Lewra “nedîtina” min ya bo Remezan Alan, temamen girêdayî van sebeban e. Ne ku ambargo yan jî tiştekî din heye/hebe. Herwisa çawa ku min di 2004ê de rexne li nêrînên/xwendinên şaş kirine, wî jî di sala 2008ê de nêzîkî wan rexneyan, berfirehtir tişt gotine û nivîsîne. Lê çawa ku -bêyî dîtina metnê min yan jî îstifadeya ji wê- wî tesbîtên xwe yên giranbiha pêşkêş kiribin; bi heman şêweyê bêyî ku ji nivîsa wî îstifade bikim, min jî tesbîtên xwe vegotine û min rasterast rêya xwe li çavkaniyên eslî xistiye. Wêca bi vî şiklî dê bê dîtin ka “fikra sereke ya nivîsê” malê kê ye. Helbet hêj jî ji nav nivîsên kovar û çavkaniyên din fikrên ewiltir jî derdikevin. Loma ihtimal heye beriya min jî beriya Alan jî hin kesan, rexneyên wisa nivîsîbin.

Divê wê jî bibêjim, beriya me gelek berhem û xebatên baş-nebaş hatine kirin. Kesekê bi disîplîn qada edebiyatê bixwûne û bibe pisporê wê, dê fikrên nêzîkî hev bibîne yan jî dê wekî hev şaşiyan bibîne. Herwiha metnên kanonîk yên wekî Mem û Zînê ku bûne klasîk, çavkaniyên sereke ne û herkes dikare ji wan şîroveyên baş yan jî şaş derxîne û herkes dikare tefsîr û şerha metnên wisa bike. Dîsa ew metnên wisa, ne di tekela min de ne û ne jî tekela birêz Alan de ne. Bifikirin, piştî teza doktoraya Margarita Borisovna Rudenkoyê (1962), xebata Ubeydullah Eyyubiyan (1963) û çapa teza doktoraya Izeddîn Mustefa Resûlî (1979) çend tişt li xebatên ser Mem û Zînê zêde bûne? Yanî hinekê bêhnfirehî, hinek giranbûn û hinekî ciddiyet! Elbet hinekî jî el-insaf!

Nexweşî: Yekemê Yekem û Yekemtirînê Yekem…

Remezan Alan di nivîsa xwe de behsa “yekem”înbûn yan jî tevgerên bi wî awayî -yên di akademiya Kurdî de- dike û wan rexne dike (“profesorê yekem”, “doçentê yekem” filan…). Di akademiyê de -di beşên Kurdî yên Bakur de- herî zêde du-sê kes hene. Wekî min li jorê jî gotî, divê birêz Alan wê guftugoyê ligel wan bike. Lêbelê ew bi xwe jî heman tiştî dike ku di nivîsa xwe de vê “yek”ê, bi aşkerayî der dike. Lewra li gor wî, wî beriya her kesî ev mijarene nivîsîne û teoriya bingehîn jî ji wî tê pirsîn. Loma jî referenedayîna berhemên wî, wî aciz dike. Rast e ku ew jî wekî gelek kesan xwedî gotar û kitêb e. Digel wê, eger birêz Alan di vê qadê de tiştekî piçûk jî kiribe ew dê li meydanê be. Bila netirse, kes nikare wan înkar bike û bi ambargoyan tune bike. Lê ew du tiştan dibêje, ya yekê “beriya herkesî min ew mijar nivîsîne û ez damezînerê (bavê!) vê edebiyatê û kanonê me!” Ya duyem “ji ber îxracbûyîna min, akademisyenên mayî, me nabînin, gotarên me di kovarên akademîk de naweşînin û wan red dikin…” Lê ger wî, ew îddiayan xwe bi delîl destnîşan kiriban û bi aşkerayî gotiba “filan şexsî gotara filan akademisyenê muxrec red kiriye”, hingî me bi hev re ew yek şermizar dikir. Lê em ser gotina wî ya yekem dewam bikin ku ew dibêje min beriya herkesî ev mijarene nivîsîne, lê Tek min nabîne:

“Her wekî ji kurdan tu kesî berîya wî [Tek] li ser têkilîya patrîmonyal, behsa şa’ir û mîr, tiştek negotibe an bi wan binbeşên navdar rasterast an nerasterast qala vê têkilîyê nekiribe, tevdigere.”

Wek ku ji gotina birêz Alan xuya dibe ew ji aliyekê ve dibêje li ser “meseleya patronajê” beriya xebatên Tekî jî numûne hebûne û têkiliyên patrîmonyal beriya xebatên Halil İnalcık û Tuba Işınsu İsen Durmuşê jî hatine nivîsîn. Hetta dibêje “ew nehatibûne nivîsîn yan jî hatibûne nivîsîn lê min nexwendibûn.” Ew wê jî ji bo xwe wek îftixar nîşan dide. Lewra wî jî behsa “îqtidar”ê kiriye. Lê nabêje ka kê (yan jî wî) kengî li ser mesela “patrîmonyalê” (ne ya “îqtidar”ê) tiştek nivîsîye. Feqet heçku min îddia kiriye ku yekemîn kesê li ser wê tiştek nivîsiye “ez im.” Lê min ne di teza xwe de ne jî di gotarên xwe de gotiye ku “yekem” im. Hetta îmayeke min jî nîne. Bereksê wê, min di xebata xwe de jî gotiye “gava em dibêjin Mem û Zîn“yekemîn” mesnewiya Kurdî ye yan jî yekemîn wergera wê ya Ahmed Faîk e, em li gor wan tiştan li gor agahiyên berdest dibêjin û divê em li ser wan tiştan bi ihtiyat rawestin. Lewra dibe ku sibê agahiyên me nû bibin û fikra giştî jî biguhere (Hâmîsiz… 2018: 5).”

Tişta balkêştir ku birêz Alan dibêje, “ev mijare beriya Tek hatine nivîsîn û yekem kesê tiştek nivîsiye ne ew e.” Yanî dibêje min jî tiştin nivîsîne. Ger wî yan jî keseke din nivîsîbe yan jî dinivîse/binivîse sihheta wan xweş. Lê ew tenê lomeyan li nivîsîna min ya li dor wê mijarê dike. Lewra li gor wî min teoriyek yan jî sîstemeke ne li Kurdan tê, anîye bi awayekî “xeyrî-exlaqî” li Kurdan monte kiriye: “[k]êşeyeke din e ku mirov li ber van têgehên li gor civakeke din, rabe xwe pênase bike an bi wan têgehan rewşa xwe temsîl bike.” Lê nabêje yên beriya Tek nivîsîne çi kirine… Lê ew dizane ku îddiayeke min ya sedî sed mutleq li ser van mijarane nîne ku ewe tenê modelekê xwendina Mem û Zîn û şi‘ra Kurdî ya di nav patronajê de ye. Herwisa hemû tesbît û tetbîqên min yên hem di tezê de hem jî yên di gotaran de dikarin bêne rexnekirin û teshîhkirin. Lê birêz Alan dibêje, “tenê ez dikarim binivîsîm û eger kesekê nivîsîbe jî divê me bibîne û refere bike. Eger ne, ambargoyek heye! Çunku em îxracî ne!” û “min beriya wan [İnalcık û İsen] jî ew mijar nivîsîne” lewra “Xwedêkirî wê demê ev kitêb derneketibûn an derketibûn lê me ew nexwendibûn.” Yanî eger beriya ku xebatên wan akademîsyenên Tirk weşiyabin, yan jî beriya ku Remezan Alan wan bibîne, tiştin nivîsîbe, ew yek ji bo wî ne cihê keyfxweşiyê ye? Lewra dibe “yekem.” Yanî ji bo wî me’qûl e ku wî berhemên wan kesan nedîtibin û wî bêyî/beriya wan, gotinên xwe gotibin. Lê ji bîr dike, ku ihtimala nedîtin û bi kar neanîna çavkaniyan ji bo kesên din jî li dar e ku îddiaya “hîleya întihala” xwe bi xwe pûç dike. Lewra eger çavkaniyên eslî hebin û di çavkaniyên destê duyem de zêde tişteke orîjînal nebe, yan jî lêkolînerî jî xwe gehandibe heman çavkaniyan, hîngî refere nekirin çawa dibe întihal? Ji aliyê din ve gelo ew bi xwe jî çiqas dikare her tiştî bibîne? Bo numûne dixwaze bibêje “min pêşiyê Mem û Zîn di nav edebiyata Şerq-Islamê de nirxandiye û pêywendiya wê digel mesnewiyên din (yên wekî Leyla û MecnûnYûsuf û ZuleyxaFerhad û Şirîn û Hüsn ü Aşkê…) xwendine ku Mem û Zîn ne ji wan dûr e.” Sihhet xweş! Lê gava Hemzeyê Muksî, di dîbaceya çapa Mem û Zînê de (1919) Ehmedê Xanî wekî Firdewsî dibîne, çi kiribû? Yanî eve nayê wê me‘nayê ku wî beriya min jî beriya birêz Alan jî behsa edebiyata Şerqê kiriye? Numûneyeke din, min nivîseke Ehmed Şerîfî wergerandibû (Nûbihar, 2015, 131: 19-24) ku tarîxa nivîsîna wê 1371 e. Yanî nêzîkê 30 sal berê hatiye nivîsîn û tê de muqeyeseya Mem û Zînê û Leyla û Mecnûna Nizamî tête kirin. Ebdulezîz Xalis di 1906ê de Mem û Zîn wergerandiye û di pêşgotina xwe de Ehmedê Xanî wekî Fuzûlî pênase kiriye. Ya wan jî ne lê ye gelo? Hasilî, birêz Alan di “derengmayîn”ê de zêde maye û hewceyî mînakên din nake ku bibêjim ka beriya me kê çi kiriye…

Uslûb, Ayîne ye

Birêz Remezan Alan, bi motîvasyona îsbatkirina îddiaya întihalê dest bi nivîsa xwe nekiriye, ew yek baş xuya dike. Lewra heta dawiyê jî bi uslûbeke ne li qumaşê wî dihê, tişt vegotine û di nava tevlîheviyekê de diçe û tê. Beriya her tiştî ew xwe wek afirînerê kanona edebiyatê dibîne. Eger wisa be, jixwe muşkile nîne û divê em wî teqdîr bikin. Lê digel wê di nivîsa xwe de car bi zimanê rexnegirekî car bi zimanê mamosteyekî car jî bi zimanê edîtorekî tev digere. Dibe ku kêmasiyên nivîsên min hebin, lê di nivîseke li ser îddiaya întihalê de çima wek edîtor û hakemê xeber dide? Elhasil, wî nivîsa min ji xwe re kiriye behane û li ser wê hemû derûniya xwe der kiriye. Loma ji bo wê jî hemî kariyerên/tecrubeyên xwe dariştine. Lê li şûna wê, wî tenê yan rexne li xebatên min kiriban yan jî rasterast li ser îddiayên întihalê rewestaba, dê xwe çêtir îfade kiriba. Wêca ji ber vê yekê, herçend di merkeza nivîsa wî de nivîsa min hebe jî wî ew û gotinên min yên di kitêba min de tevlîhev dike. Erê herdu jî li ser Mem û Zîn û Ehmedê Xanî ne, lê hem wan xebatan têkilhev dike û hem jî rexne û îsbata întihalê dixe eynî qalibî. Yanî ji bo îddiayên xwe ji du xebatên min mînakan dide herwekî ku ew “guftugoyê” digel yek berhemê dike.

Di nivîsa birêz Alan de mixabin problema herî dijwar, meseleya uslûbê ye. Digel wê meseleyên şexsî ku eleqe digel mijara nivîsa wî nînin, xistine nav mijarên xwe. Dikarim yek û yek bersiva wan jî bidim lê ne hewceyî wê yekê heye ne jî dixwazim bikevime meseleyên şexsî. Lewra divê biqasî ku em ji rizîbûna akademiyê gazindan dikin, ewqas jî uslûbeke baş biparizên. Belkî jî rêya ewil ya li hember rizîbûnê jî ew e. Di vê çarçoveyê de birêz Alan gelek caran bi zimanekî êrîşkar û bi uslûbeke heqeretamîz tiştan dibêje û li ser CV’ya min tesbîtan dike. Divê birêz Alan bizane ku çi poşmaniyeke min ji karên min nebûye. Lê îddiayên mirovî çiqas saxlem bin jî zimanê heqaretê li CV’ya xwediyê xwe tê qeydkirin.

Elhasil, Remezan Alan hem teza min hem jî halê wê yê çapkirî dîtiye. Ew dê hem di sipasiyê de, hem jî di jêrenot û çavkaniyan de bibîne ku ka navên çend akademisyenên muxrec/îmzacî heye. Herwisa ew dikare li çapa duyem ya Mesnewiya Yûsuf û Zuleyxayê binêre (Weşanên Nûbiharê, 2019: 33 û 153) ku di “Bibliyografya”yê de çavkaniya yekem ya kê (ya wî) ye û navên çend îxracbûyîyan têde heye. Dîsa ew dikare di xebateke min ya din de (Melayê Cizîrî: Jiyan û Tesîra Edebî… Weşanên Nûbiharê, 2019) bi heman çavî li referansên min binêre ka tirs yan jî ambargoyeke çawa heye. Jixwe ew bi xwe jî îddiaya xwe ya nedîtinê pûç dike. Dibêje, “Ayhan kitêba me ya sempozyuma berawerdî dîtiye ku di nivîsa Zehra Toskayê de kunyeya nivîsa min heye. Ew jî îsbat dike ku wî nivîsa min dîtiye. Lê ew min nabîne, lewra ambargoya wî heye.” Xulase wisa dibêje, lê gava kunyeya min daye refere dike, ew bi xwe jî îşaret dike ku navê wî wek edîtor cih digire. Lewra “Ramazan Çeçen”, Remezan Alan e. Di sîstema referedayinê de kêm kes navên edîtoran dinivîsin. Eger ambargoya min li ser birêz Alan heba minê “Ramazan Çeçen” nenivîsîba. Jixwe yê hatî îxrackirî jî ne Alan e, paşnavê resmî “Çeçen” e. Yanî min tirseke îxrackirinê heba, ez dê ji “Çeçen” tirsiyabam.

Encam

Pisporiya min li ser edebiyata klasîk e û min ji tradîsyoneke şaraza terbiyeyek zanistî wergirtiye. Ji ber wê yekê jî, beriya her tiştî ew terbiye û paşxane rê nade min ku ez tenezzula întihal yan jî hîleyekê bikim. Êcar jî li ser mijara ku pispor im û min doktoraya xwe li ser kirî. Yanî divê birêz Alan jî kesên din jî vê yekê baş bizanin ku ne ihtiyaciyeke min bi tiştekî wisa heye, ne jî minneta tişteke wisa dikim. Ji aliyê din ve li hember meseleyên întihalê û tevgerên xeyrî-exlaqî nêrîn û helwesta min jî diyar e.

Mînaka ku birêz Alan di nivîsa xwe de ji bo isbata întihalê dide, çi eleqe bi hev re nînin. Ew ji bo isbata îddiaya xwe tenê mînakekê dide ku ew jî ne dibe delîl ne jî mînak. Lewra tesîra Mem û Zînê û kulliyata li ser wê me‘lûmê herkesî ye ku ne di gotinên min de ne jî di yên birêz Alan de orîjînaliyeke muezzem nîne ku beriya me kesekî ew negotibin. Loma ne hîle ne jî întihalek heye. Dîsa jî ew dikare du sê kesên ku ji hakemtiya wan bawer e, xebatên min jî yên xwe jî bidete ber hev û xwendin. Hingî ew bi xwe jî dê qani‘ bibe ku wî mesele di serê xwe de çend mezin kiriye û tiştên nebûyî dîtine.

Hêvî dikim birêz Alan zûtir vegere ser karê xwe û em van guftugoyên wisa di atmosferên zanistî de û li ser zemînên xweş-uslûb pêk bînin. Yanî lazim e em bi hişekî zelal û çaveke rast-bîn û rexnegîr tevbigerin. Lewra êdî em jî hînê wê tiştê bibin ku ew çavê her tim li dûv lêgerîna xeta û kêmasîyan, dê ji korebûnê xilas nebe. Loma digel pêşdebirina ciddîyet û rexneyên xwe yên zanistî, em hinekî jî kibra xwe, narsîzma xwe û çavnebariya xwe kêm bikin. Çunku ew tişt, çavên mirovî tarî dikin. Di tariyê de jî çi çav nikarin bibînin…