Destpêk:

Dîroka merivahiyê, di pey hatina dînê Îslamê de, du caran reş girê daye. Cara pêşî, ji ber jînesota ku li ser Ehlê Beyta Hz. Muhemmed (e.s.w.) li Kerbelayê hatiye kirin, cara duduyan jî, li çar aliyên Asyayê, ji ber wan êrîşên qetilxwînî yên Moxol û Tataran…

Bûyera Kerbelayê, digel şewitandina dil û peritandina gurçikan, hiş û mêjî jî nehiştiye bi alema musulmanan ve. Hişê gelek merivên bawermend, li ser vê bûyera xwînî, çerqiliye û heta ku rêya rast li ber çavê wan tarî bûye û dawiyê jî, mixabin wan rêya xwe şaş û wenda kiriye.

Heta ku zatên bijarte yên mîna Hecî Bektaşê Welî gihîştine girseyên gel, êdî ew bê mecal mane. Her çendî van zatan çira û fanosên muhteşem ji alemê re pêxistine jî, dîsa jî gava wan serê xwe ji mirinê re daniye, zaf pê de neçûye, dîsa baweriya gel ji şaşîtiyên bitalûke nefiltîne. Îro jî gava em li berhema Hecî Bektaşê Welî dinihêrin, em bi rehetî dibînin ku misqal zerre şaşîtiyên ku îro Elewî pê rêya xwe şaş dikin, tunene. Mixabin ti têkiliya Elewîtiya îro, bi Elewîtiya wan zatên mezin re nemaye.

Di pey êrîşên Moxolên hov û Tatarên talanker de, alema însaniyetê, ketiye rewşeke ji rewşên fetretê. Çand û hunera merivahiyê ku bi xêra xebatên bi sedsalan gihîştibû merheleya pirxulîn û kemilînê, bi yek carekê ket nava gurik û êtûna wî agirê wan ê ku qûtê wî, goşt û hestiyên însanan bû. Ev êrîşkariya wan, hîna ji zemanê cahiliyê jî xerabtir bûye.

Êzdatî

Di ferhengê de navên wê yên din jî ev in: Yêzîdîtî, Ezdayî.[1] Balkêş e ku navê Ellah, di kurdiya dimilkî de “Homa(nêr)” di kurdiya soranî de “Xwa(nêr)” û di kurdiya kurmancî de jî “Xweda/Yezdan(nêr)” e. Di baweriya Zerdeştan de jî “Mazda” heye. Heke peyvika “Xweda” bi Farisî be, “Yezdan” bi kurmancî ye. Îca ev navê “Yezdan” nêzî navê “Êzda” ye. Ev aliyên etîmolojîk ên van peyvikan, bila li vê derê bimînin; em bala xwe bidin serçaviyên Îslamî bê ka li ser Êzdatiyê çi qeyde kirine:

Digel ku hîna jî mijara lêkolînê ye, dîsa jî me ev agahî li ser vê baweriyê dîtin û me dît ku Ansiklopediya Îslamê çi qeyd kiribe, seyda jî heman agahî neqil kirine:

“Yezîdîtî, sala 132yê Hicrî, weke firqeyeke siyasî derketiye holê. Serê ewil, ji qanalê polîtîk derket û destek da Emewiyan. Peyre rêya xwe guhert û ket nava qada îtîqadê û êdî dest pê kir û wan diyar ku Yezîd b. Muawiye, Îblîs ku jê re Tawus dibêjin, Şêx Adî û Ezraîl pîroz in. Peyre, wan hin awa ji tesewwufê jî girtin û xistin nava baweriya xwe û êdî teşeyê wê yê îro derketiye holê.

Ji ber ku diya Merwanê duduyan kurd bûye, wan ji xwe re weke mekan, herêma Kurdistanê eyişandiye. Êzîdî, girêdayî Hadî b. Mîsafîr bûne û ev zat jî, ji Ebbasiyan reviyaye û hatiye Hekarî û ji wê derê jî derbasî Iraqê bûye û ji wê derê jî çûye hêla Laleşê û li wê derê miriye. Ji ber vê ye ku ew, Lalişê, ji xwe re weke ciyê hecê dibînin. Li wê derê, ciyekî bi navê Merce heye û ji aliyê wan ve, weke ciyekî pîroz tê qebûlkirin. Li gor baweriya wan hem çiyayê Erefatê hem jî ava Zemzemê li Merceyê ye. Melayê Cizîrî, li ser vê pêgirêdana wan, ev rêzik nivîsandiye: Wer da em biçin Laleş. Bi kurtî, Êzîdî, serê pêşî qudsiyetê didin Yezîd, peyre didin Adî b. Mîsafîr û Tawus, peyre jî ciyên weke Merce û Laleşê jî muqeddes dibînin û li hember esasên Îslamê, dijberî dikin. Êzîdî, gelek zêde îtbara xwe bi Şêx Hesenê ku şeş salan wenda bûye û peyre derketiye û pirtûkeke ku bi neyartiya Îslamê dagirtiye derxistiye, tînin. Ew vê pirtûka Şêx Hesen, weke serçavî û çavkaniya dînê xwe dibînin û bi vî awayî ji Îslamê veqetiyane. Şêx Hesen, di vê pirtûka xwe de tewsiye dike ku Êzîdî, bila xwe ji xwendin û nivîsandinê dûr bigrin. Ji ber vê sedemê gelê wan nezan maye, hay û baya wan ji rastiya Îslamê nemaye û bere bere êdî wan her tiştê Îslamî mandel û înkar kiriye. Navê pirtûkên ku Êzîdî, wan ji xwe re weke pirtûkên pîroz dibînin, Mishefa Reş û El Cîlwe ye. Eşheda wan jî wiha ye: Ez eşheda xwe bi Xwedê û bi Yezîd tînim. Êzîdî, salê sê rojan rojî digrin û tenê roja 15ê meha Şabanê nimêj dikin. Li gor baweriya wan, li gundê Batata ku li aliyê çiyayê Sencarê ye, dê heşir û neşir bibe û her însan, dê li ber Şêx Adî hesab bide. Li gor wan, xwarina marol, lahana, fasulye û goştê tawus, masî, goştê xezalê, heram e û dîsa heram e ji wan re ku simbêlên xwe bibirin. Xweliya li ser tirba Şêx Adî, li gorî wan muqeddes e. Piraniya Êzîdiyan Kurd in; lê belê hin ji wan Ereb jî hene. Zimanê wan jî Kurdî ye.

Sedemê ku Îblîs li cem wan pîroz e ev e: Xwedê teala, ji bo ku melekan îmtîhan bike, ji wan re ferman kiriye ku ji Adem re herin secdeyê. Îca Şeytan ku ji Adem re neçûye secdeyê, bi vî awayê xwe, yekbûna/wehdaniyeta Xwed diyar kiriye û temelê eqîdeya tewhîdê daniye û wî îmtîhan jî qezenc kiriye. Îca melek gava ku ji Adem re çûne secdeyê, wan xeta kiriye û di îmtîhana xwe de têk çûne û ketine şirkê. Ango li gor wan, Îblîs, aqilê xwe kiriye dewrê û li hember wî fermanî Xwedê ku gotiye ji Adem re herin secdeyê derketiye, ji bo tecelliya heq, mucadele kiriye û cesareta xwe nîşan daye. Lê belê melekan, ew cewherê xwe yê aqil, neşuxulandiye û di hêla teslîmbûnê de, ji Adem re çûne secdeyê.”[2]

Bi awayê ku meriv ji van nêrîn û zanînan pê derdixe, diyar e ku bingeheke dînî di baweriya Êzdatiyê de heye. Çi heye ku ev agahiyên ha, kêm in. Çavkaniyên dî yên ku li ser vê zanînê ne, cihêrengî ne. Bi awayê ku meriv ji wan derdixe, diyar e ku ev felsefeya olî ya Êzdatiyê, ne bi Şêx Adî b. Musafir tê. Jixwe em bi rehetî dibînin ku motîfên ku di Êzdatiyê de hene, bi giştî dişibin wan rayişên dînên yek-Îlahî. Mesela, hem ji Xrîstaniyê, hem ji Yahûdîtiyê hem jî ji Îslamê, gelek şop ketinê:

Ji motîfên dînê Îsewiyan:

  1. Rahîbetî

“Li perestgeha Lalişê, di bin rayedariya pîrekekê de, Feqriyet hene. Ev, fitîlên qendîlan çê dikin. Van jî, sond xwariye ku nezewicin. An jinebî ne yan jî qîzên ezeb in.”[3]

  1. Waftîz

“Gava ku zarok tê dunyayê, bi aveke ku ji Lalişê hatiye anîn, an jî aveke wan deran ku bi tozeke ku ji tirba Şêx Adî hatiye anîn û pê hatibe tevdan, bi destê Şêx an jî Pîr, tê waftîzkirin.”[4]

Ji motîfên dînê Cihûyan:

Wekî din, bi awayê berdana por û biskên xwe, dirûvê mirîdên wan, dide hahamên Cihûyan:

1.Berdana biskan:

“Gava ku kurikek bê 9 mehiyê, bi şahiyeke ku jê re Bisk tê gotin, dest bi mirîdiyê dike.”[5]

2.Nezewicandina bi oldarên dî re

“Êzîdî, weke kevneşopiyekê, bi wan kesên ku ne ji dînên wan in re, nazewicin. Îzîn jî naye dayîn û qedexe ye. Ev qedexeya ha, van salên dawî hinekî hatiye sistkirin û bi şertê ku hevsera/hevserê wî/wê, dînê Êzdatiyê qebûl bike, destûr ji zewacên bi derve re hatiye dayîn.”[6]

“Qewal, gava tên gundekî, muxtarê gund, li mala xwe, ji wî re odeyekê vediqetîne.

Îca dibe ku ev dîn, ji dînê Mûsewiyan jî kevntir be, ev jî ne derî îhtîmalan e.

Motîfên Îslamî

  1. Zewaca bi çend jinan re:

 “Her çi qas îzîn ji mêrên Êzîdî hebe ku ji xeynî jina xwe ya pêşî, bi jinên zêde re bizewicin jî, dîsa jî e edet zêde li nav wan belav nebûye.”[7]

  1. Ava Zemzemê:

 “Li ber perestgeha Lalişê, çemek heye ku ber bi gelî ve diherike. Ava ku ji Kaniya Spî tê, tevlî wan avên çayan ku ji aliyên dî ve tên, digihîjin hev. Kaniyek heye ku jê re dibêjin Zemzem. Ev av, ji qûntara çiyayê ku tirba Şêx Adî lê ye diherike û tê digihîje wan çemên dî û di ber kerwansareyeke kevn de derbas dibe. Zemanekî, vê avê îhtiyacê wê derê aniye cî.”[8]

  1. Kabetiya Lalişê
  2. Lixwekirina kincên spî:

Dema ku min li navçeya Qubînê ku li ser bajarê Batmanê ye dixwend, kirîvên mala xalê min hebûn û hevalekî min hebû, hevnavê min bû û em hev re diçûn dibistana navîn. Wê hingê gava wan digot em ne Musulman in; lê belê em ji we bêhtir li ser rêya heq in, em diketin ber hev û me pesnê dînê xwe dida. Ji bîra min naçe, wê hingê wan digot ku pêşiyên me wiha dibêjin: Misilman, man û man; Êzîdî ne, cilspî ne, cennetî ne. Îca ev kincên spî ku mîr û mirîdên wan, heta gel jî, bi taybetî li xwe dike, di Îslamê de jî heye. Bi hedîsa sehîh a şerîf sabit e ku Resûlellaha eleyhîsselatu wessselam, tewsiyeya lixwekirina kincên spî li ummeta xwe kiriye.

5.Sunnetkirina lawan:         

 “Sunnet, di dînê Êzdatiyê de, ayîneke girîng e. Edetekî xerîb ê bi navê Kirîvatiyê heye. Ev edet, li Bakurê Iraqê (Kurdistana Iraqê) hakim e. Li gor vî edetî, lawikekî Êzîdî, dibe ku di pêşa mêrikekî musulman de bê sunnetkirin. Bi vî awayî, di navbera wan de, biratiyeke xwînê ya ku heta ew sax bin tê çêkirin.”[9]

  1. Telqîna Êzîdiyan:

“Mirîd keso, ser te dar e, bin te dar e

Wê bêye ser te melek Ezraîl û Cebraîl e

Wê ji te bike pirs û sewal e

Nebe nebe tu jê bikî fikar e

               

Mirîd keso, telqîn e asîn e

Wê bêye ser te nikl û nikîn e

 Wê pirs bike bêje tu ji kîjan dîn e

Tu bêje ez Êzdî me, bi şêx û bi feqîr û merebî me

Şêxê min Şêx Adî ye Melek Fexredîn, Melek Secadîn e

Şêxê Şemsiya Şêxê Şêxisna Şêxê Ebûbekra ye

Şêxê Şêterîqa ye her du kurên Stiya Zîn e

Li ser kaniya Spî rûniştî ne

Hec û tewafa mêrê Êzdî ne”[10]

Şayanê baldariyê: Digel ku di dînê Êzdatiyê de, îmana bi Xwedê heye û ev xusûsiyet jî, di hemû dînên semawî de heye, çima di baweriyên riknên dî de ji dînên din veqetiyaye, ciyê heyret û xebînetê ye.

Xidir Îlyas*

 “Wekî dî, Êzîdî, îdeke mîna Xidir Îlyas ku li nav welatên Turk û Ereban tê pîrozkirin û îda Ermeniyan a Ezîz Sergius ku li Qafqasyayê û tê pîrozkirin û li hin ciyan, di nav Musulman û Xristiyanan tê pîrozkirin jî pîroz dikin.” [11]

Şopên rojperestiyê

 “Rojê sê caran îbadetekî mehrem dikin. Serê sibehê berê xwe didin aliyê rojhilat û dua dikin, gava roj diçe ava, berê xwe didin rojava û dua dikin û bi şevê jî, berê xwe didin rojhilat û dua dikin.”[12]

Wekî din, mîna wan sê dînên esmanî yên tek-Îlahî ku heccên wan hene, di Êzdatiyê de jî îbadetê Hecê heye.

Bêhna Pûtperestiyê:

Dîsa gelek ecêb e ku bi peykerê Melekê Tawus, bêhna “Pûtperstiyê” ji wan ayinên wan ên dînî tê.

 “Êzîdî, wan teswîrên Melekê Tawus weke sîmge û unwana dînê xwe bi kar tînin. Tiştê herî pîroz ku di nav wan de heye û ew lê xwedî derdikevin, fîgurê Teyrê Tawus e ku ji bronz hatiye çêkirin û bi qasî bejn û bala eslî ya vî teyrî de ye. Ew ji vî re, Enzel(ezel/qedîm) dibêjin. Wekî din ji vî fîgurî re, Teyrê Mezin ê Tawus an jî Teyrê Tawus ê Mansur jî dibêjin.”[13]

Îca Tosinê Reşîd, di berhema xwe ya Êzdatiyê de vê têkiliyê, rasterast bi kevnarbûnê ve girê dide, dibe ku heqqê wî hebe; bes em muhtacî peyitandina vê angaştê ne.[14]

Çîroka Li Ser Adem, Hawa û Azazîl

 “Baweriya Êzîdiyan, li ser bingeha tekîlahî ye. Bi Kurdî, jê re Xweda dibêjin. Baweriya pê ew e ku wî, cara pêşî, kaînat xuluqandiye û wî ew kiriye tevgerê. Wezîfeya xuluqandin û çêkirina nebat û heywanan, ji heft melekan re hatiye dayîn. Di nav van melekan de yê herî mezin, Ezazîl bû. Îca xuluqandina merivan jî, rasterast bi destê Xwedê ye. Ew awayê hîkayeya ku Ezazîl qûretî kiriye û qebûl nekiriye ku ji Adem re biçe secdeyê û ji ber vî awayî wî ku ji dergayê Îlahî hatiye qewirandin, çawa ku di dînê Yahûdî, Xristiyan û Musulmanan de hatiye vegotin, heye. Çi heye ku dawiya vê meseleyê, li cem dînê Êzîdiyan, bi awayekî dî ye. Di dawiya vê hîkayeyê de, ev melekê serhildêr, weke ruhê nebaşiyê, naye qebûlkirin. Êzîdî bawer dikin ku ev livbaziya bêîtaetiya wî, ji aliyê Xwedê ve hatiye efûkirin û ev melek, mîna berê, careke dî, mezin e û yên ku wî mezin bibînin, dê bikevin bin parastina wî.”[15]

Kabe û Laliş

Di baweriya Êzdatiya îro de, li ser Hz. Îbrahîm û Heca Beytê Mekkeyê de nakokî heye:

 “Roja Hecê ya Musulmanan* û roja me ya Heccê, rastî hev tê. Çima?

Divê ku rastî hev neye. Ti têkiliya roja me û Roja Heca Musulmanan bi hev re tuneye. Rojên me yên rojigirtinê, rûmetê dide melek Şêx Hesen. Gelê me ev qebûl kiriye, çunkî roja Heciyan, ne ji bo Musulmanan an jî Muhemmed e, ji bo Îbrahîm e. Roja me ya heciyan, ji bo Îsmaîl û Îbrahîm e.”[16]

 “Bê guman, cara pêşî, mala/beyta (mabedî) ku li ser rûyê erdê, ji bo merivan hatiye danîn û avakirin ew (Kabe ) e ku li Bekkeyê (Mekkeyê) ye û ji aleman re mubarek e û ciyê hîdayetê ye. Di wê de, ayetên eyan beyan hene û meqamê Îbrahîm heye û kî daxilî wê derê bibe, di ewlehiyê de ye û heqqê Ellah e li ser merivan ku hecca wê beytê bikin û bi qasî ku taqeta wan bigihîjê. Îca kî ku înkariyê/mandelkariyê bike, jixwe helbet pêdiviya Ellah bi ti alemî tuneye, ew her zengîn e ji temamê aleman.”[17]

Piştî Quran bi vî awayî mezinahiya Kabeyê diyar dike, îca berê xwe dide wan ehlê kîtabê dînên din û wiha bang li wan dike:

 “Bibêje gelî Ehlê Kîtabê! Digel ku Ellah, şahid e ji wan tiştên ku hûn dikin re, ka gelo çima hûn ayetên Ellah înkar dikin? Bibêje gelî Ehlê Kitêbê! Digel ku hûn bi heqqiyê dizanin jî, ka gelo çima hûn dîsa hewl didin ku rêya Ellah xwar nîşan didin û çavê we lê ye ku hûn, mumînan ji ser rêya Ellah bizivirînin? Helbet Ellah, ji wan kar û kirinên ku hûn dikin, ne xafil e.”[18]

Di pey van ayetan de, îca koma mumînan şiyar dike ku ew, ji rûyê Ehlê Kîtabê ve, careke dî, neçin ser kufrê:

 “Gelî mumînan! Heke hûn, bibin tabi’ê firqeyeke ji wan kesên ku ji wan re kitêb hatibû dayîn, helbet ew dê we, di pey îmana we de, careke dî, we sewqî kufrê bikin.”[19]

Gelek balkêş e ku Ellah, qedr û qîmetê dide hemû nebî û kitêbên wan:

 “Bibêje ku me, bi Ellah, bi wan tiştên ku ji me re nazil kiriye, bi Îbrahîm, Îsheq, Yaqûb, û bi wan tiştên ku ji zaroyên Yaqûb re hatibûn nazilkirin, bi Mûsa û bi Îsa û bi wan tiştên ku Rebbê wan ji wan Nebiyan re daye, îman anî. Em ferqê nakin navbera yekî ji wan û em, ji wî re bûne muslîmûn.”[20]

Rebbê alemê, îqaza xwe ya dawîn dike:

 “Kî ku ji xeynî Îslamê dînekî din ji xwe re bigre, ev dê jê neye qebûlkirin û ew, dê li axretê, bibe ji wan ên ku xesirîne.”[21]

Encam 

Dibe ku ev dînê Êzdatiyê, xelqeyek be ji wan sîlsîleyên dînên heq ên berî Îslamê. Lê belê, li gor Quranê, êdî hukmê wan dînên berê nemaye. Niyeta min, bi nivîsandina vê gotarê, tenê tenê ew bû ku di eqîdeya îmana Îslamê de, ciyê Êzdatiyê diyar bikim. Helbet niyeta min ne xerab e. Ji ber ku ev dîn, bi giştî i nav gelê me de heye, bivê nevê, bala min çû serê û min jî zemanê xwe da ser çend xalên wê yên girîng.

Elewîtî

Navê xwe ji, navê Hz. Elî (r.e.) digre. Ev têgih/terîm, li ser hezkirina zêde ya ji Hz. Elî derketiye û bi derbasbûna demê re, bûye teşeyekî cihêrengî yê musulmaniyê.

“Hem bi neqla sehîh a qet-î, ji Îmamê Elî (r.e) re gotiye: “Li ba te, mîna Hezretî Îsa (e.s.) du cure mirov dê biçin helaketê. Yek jê bi îfrata muhebbetê; ya din bi îfrata/zêdegaviya edawetê. Nesranî, ji ber muhebbeta xwe, ji heddê meşrûiyê derketin û wan, ji Hezretî Îsa re gotin -haşa- “Îbnullah”. Yahûdî, ji ber neyartiyê ji heddê xwe pir derketin; wan, nubuwwet û kemala wî înkar kirin. Li ser te jî, qismek jê, dê ji heddê meşrû derkevin û ji ber muhebbeta te, dê biçin helaketê.”[22]

 [23] gotiye. “Qismek jê, dê di warê neyartiya bi te re, pir zêde biçin. Ew jî Xewaric in û qismekî mufrît ên alîgirên Emewiyan in ku ji wan re Nesîbe tê gotin.”

Heke bête gotin: “Qur-an ferman dike ku divê ji Alê Beytê were hezkirin. Hezretî Pêxember Eleyhisselatu Wesselam gelek teşwîq kiriye. Dibe ku ew muhebbet ji Şîayan re bibe uzr. Lewre ehlê muhebbetê dereceyekê/hinekî ehlê sekrê ne. Çima Şîa, nexasim Rafizî, ji wê muhebbetê îstîfade nakin? Belkî bi îşareta Nebewî, ew bûne mehkûmê îfrata muhebbetê.”

Bersiva Wê: Muhebbet du qism e:

Yek jê: Bi manaya herfî ango li ser hesabê Resûlê Ekrem Eleyhîsselatu Wesselam, li ser navê Cenabê Heq e, hezkirina ji Hezretî Elî û Hesen û Huseyn û Alê Beytê ye. Ev muhebbet, muhebbeta Resûlê Ekrem Eleyhîsselatu Wesselam zêde dike, ji muhebbeta Cenabê Heq re dibe wesîle. Ev muhebbet meşrû/rewa ye, îfrata wê zerarê nade, ji heddê xwe dernakeve, zemm û neyartiya weka yên din îqtîza nake.

A duduyan: Muhebbeta bi manaya îsmî ye. Ango rasterast ji wan hez dike. Bêyî ku Hezretî Pêxember Eleyhisselatu Wesselam bîne bîra xwe, qehremanî û kemaliyên Hezretî Elî û fezîletên bilind ên Hezretî Hesen û Huseyn diêne bîra xwe û hez dike. Hetta heke bi Xwedê nizanibe jî, pêxember nas neke jî, dîsan ji wan hez dike. Ev hezkirin, rê li ber hezkirina Resûlê Ekrem Eleyhîsselatu Wesselam û muhebbeta Cenabê Heq venake. Hema gava ku îfrat çê bibe, zemm û neyartiya yên din îqtîza dike.

Ha, bi îşareta Nebewî, ji ber muhebbeta zêde ya li ser Hezretî Elî, ji Hezretî Ebû Bekir-is- Siddîq û Hezretî Emer teberrî kirine, lewre ketine xesaretê û ew muhebbeta menfî, sebaba xesaretê ye.

Hem bi neqla sehîh a qet-î ferman kiriye:

[24]

gotiye û agahî daye ku “Kengê keçên Fars û Rûm ji we re xizmetê kirin, wê hingê dê belaya we, fitneya we bikeve nava we, herba we, dê bibe hundirîn, şerîrên we, dê bibin serokên we û dê li baş û qencên we musellet bibin. Piştî sî salî, bi qeydeyê ku agahî daye derketiye.”[25]

Encam

“Li ba Xwedê, dînê heq, bê guman Îslam e.”(Alî Îmran: 19)

“Kî ku ji xeynî îslamê berê xwe bide aliyê dînekî din, dînê wî dê neye qebûlkirin û ew dê li axretê bibe ji wan kesan ku dikevin xesaretê.”(Alî Îmran: 85)

[1] Farqînî, Zana (200) Îstanbul, Türkçe – Kürtçe Sözlük, İstanbul Kürt Enstitüsü Yayınları, r. 1238

[2] Mele Ebdullah, Babnirli, (2006) İstanbul, Çağlar Boyu İslam Fıkhı, r. 70-71

[3] Jêdera berê r. 75

[4] Jêdera berê r. 75

[5] Jêdera berê r. 75

[6] Jêdera berê r. 76

[7] Guest John S. (2001) Îstanbul, Yezîdîlerîn Tarîhî, Weş. Avesta, r. 76

[8] Jêdera berê r. 80

[9] Jêdera berê r. 75-76

[10] Hawar, (1942) Hejmar: 49, Çapa Nû ya Nûdemê, r. 1062

* Ev îda ha, biharkî tê pîrozkirin. El Xidir, “merivê kesk” weliyekî efsanewî yê Ereban e. Ev ewliya, yekcaran Îlyas Pêxember e, yekcaran Ezîz Georgeyê Xristiyan e, carcaran jî, weke Mar Behnamê Nasturî yê Xristiyan ê şehîd tê zanîn.

[11] Guest John S. (2001) Îstanbul, Yezîdîlerîn Tarîhî, Weş. Avesta, r. 79

[12] Jêdera berê  r. 77

[13] Jêdera berê r. 66

[14] Reşîd, Tosinê, (2010), Stenbol, Êzdayetî Oleke Hê Jî Nenaskirî, Weşa. Lîs

[15] Guest John S. (2001) Îstanbul, Yezîdîlerîn Tarîhî, Weş. Avesta, r. 66

* Îda Qurbanê ku bi navê Îdel Udhiyye tê zanîn, ji aliyê hemû Musulmanên hecî ku li derveyê Mekkeyê û li her deverî ne ve tê pîrozkirin. Wê roja ku Îbrahîm, Îsaac (Hz. Îsheq eleyhîsselam- notê wergêr e.) bi bîr tîne.

[16] Guest John S. (2001) Îstanbul, Yezîdîlerîn Tarîhî, Weş. Avesta, r. 370

[17] Alî Îmran: 96-97

[18] Alî Îmran 98-99

[19] Alî Îmran: 100

[20] Alî Îmran: 84

[21] Alî Îmran: 85

[22] – Musned: 1/160; el-Hekîm, Mustedrek: 3/123; el-Heysemî, Mecmeu’z-Zewaîd: 9/33.

[23] – Leqebekî wan jî, “rafizî” ye. (el-Heysemî, Mecmeu’z-Zewaîd: 10/22. Wekî din Bnr. Musned: 1/103.)

[24] – Bnr. Tirmizî, Fîten: 74; el-Heysemî, Mecmeu’z-Zewaîd: 10/237; Qadî Îyaz, eş-Şîfa: 1/293.

[25] Norsî, Bedîuzzeman Seîdê, (2009) Stenbul, Mûcîzeyên Ehmedî, Zehra Yayıncılık, r. 37- 38